[Li Zaxo hatiye bihîstin û nivîsandin- Socin û Prym]
Tîpguhastin: Cankurd
1 Hey ji roja eyyînê
Mihemmed deng hiltînê
Heç kesî hespî bînê
Bicildu ji min bistînê
5 Go ji dîwanê Eshaba
Ji qencan û xeraba
Kes neda cuwabe
Ji xeynî Emer ê Ibin Xetab e
Kuştin li day û baba
Ne xêr e û sewabe
10 Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Çû bû gelyeg (geliyek) teng e
Wî kir zikrê bi deng e
Ji bo wî ê Fireng e
15 Emer da bi deştê da
Çol û çolistana
Li berî û beristana
Çû bû gelyek ê kûr e
20 Wî ki zikrê hûr e
Ji bo wî ê xefûr e
Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Hespê da tîmarê
Des (dest) avêt Zilfîqarê (*)
25 Emer suwar bûye
Çû bî (Çû bû) gelyek pehn e (Pan e)
Wî kir zikrê giran e
Ji bo wî ê mewlan e
30 Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Emer da bi deştê da
Li çolê û çolistana
Li berî û berîstana
Li Qeşe (Keşe) bû mêvan e
35 Go: Mêvano, xwe reş e (Ser seran)
De kerem ke li pêş e
Ji te dikin feteş e
Wez hatim (bi) har û mar kim
40 Şoleke bi sitar kim
Hespê reş kirya kim
Diravê sipî bazar kim
Li Medînê diyar kim
Qeşe ko wezîr e
Lindeho birayê mîr e
45 O Qeşewo lindehone
Sivik in rabûn weku Gon e (1)
Aliyê mîr da çûne
God (Got) mîro, êg hed bi har û mar kit
50 Da şoleka pistar (Bi sitar) kit
Hespê reş kiryar kit
Diravê sipî bazar kit
Li Medînê diyar kit
Mihemmed lê suwar kit.
55 Mîr god (got): We ew kî ji min mestir e
De’wa li hespê min e
Go: Bi lezkin bilezînin
Gûzana biçerxînin
Zola jê biqetînin
60 Qeşe got: Mîro, we nîne û nabit
Go: Qeşe te çewa divête?
Go: Qesûd û tirxanin
Hindê me ne hinde ji wan in
Qeşe û lindehon e
Sîfkin (Sivikin) weku Gone (wekî Cinn)
65 Gotê: Mîro, hespê tey batir e (Betran e)
Bi rojê dikujît çil mehter e
Nexasme biyanî bibînit
Serî lê dihejînit
Ganî (Gana) jê diqusînit
70 Go: Mîro, bila hespê te bibit qesîlê
Jê veket tewîle (Tewlê)
Lê bikit zînê zêr e
Du cara bihejînit
Du cara pitezînit (Bitezînit)
75 Bila biculdî ji te bistînin
Qeşe di lendehone
Sîfkin (sivik in) weku Gon e
Bi aliyê Emer (ve) çûne.
80 Go: Qeşe, mîr ku got e?
Go: Hespê reş wê firote
Biha pê negote.
Go: Bila hespê reş bibit qesîlê
Jê veket tewîlê (tewlê)
85 Lê bikit zînê zêre
Du cara (bi)bezînit
Bila sê car bitezînit
Bila paşê harve ji min bistînit.
Ew Emerê Gulgeşe
90 Rabû ji seharê
Emer çû kolanê
Go: ya hespê li e’qdexanê
Go: Hespê li kelhêwo
Mi divêt çi bo min nebêyo
Ez te dbim (dibim) bo hebîbê Xwedêyo
95 Go: ew hespê betare (betran e)
Bi rojê dikuştin çil mehtere
Il (Li) ber Emer bû kere
Emerê Gulgeş e
Hespê reş kêşa ji e’qdaexanê
100 Bir serê meydanê
Emer bir qesîlê
Jê vekir tewîlê
Lê kir zînê zêr e
Xwe avêt li sere.
105 Careg (carek) wê (wî) bezande
Ducar wê (wî) tewzande
Harve ji xudanî stande.
Go: Gawira heyfek xwaste
Ecêb sto neşikande
110 Emer da bi deştê da
Qeşe da bi şûnê da.
Li gawira bû hewar e
Ji burca hatin xware
Heç- weku seyê di har e.
115 Emer şer bi şîr (şûr) kir
Qeşe şer bêtir kir
Emer şer bi şar kir
Qeşe şer bi tebar kir
Meydanê ji xwînê t‘er kir
120 Emer da bi deştê da
Qeşe da bi şûnê da
Gawira qeşe girt û şîreg (şûrek) lêda
Kuşt û avêt çalê da
125 Emer da bi deştê da
Il (Li) çol û çolistana
Her berî û beristana
God (got) dêreg (dêrek) kete di rê da
Ew dêra Şileymon e
Sitare li dêrê nîne.
130 Emer li ber qublê helwesta
Dua‘ ji Xwedê xwaste
Qulqule neşikeste (2)
Dergehê li dêrê vebûne
135 Emer da bi dêrê da
Hesp girêda ji dêrê wê da
Çil ruban (ruhban) wê tê da
Serê her çila jêkir
140 Pencera dêrê kir (3)
Deriyê dêrê pê asê kir
Hey hatin hey hatin
Kafirê di gawira hatin
Li dor dêrê werhatin
145 Ew dêra Şileymon e
Sitare li dêrê nîne.
Emer zend û bazin hilmiştin
Emer sê-sed jê kuştin
Hin dî Emer kuştin
Sê-sed hindî hespî kuştin
150 Hey hatin hey hatin
Kafirê di gawira hatin
Li dor dêrê werhatin
Dêra Şileymon e
Sitare li dêrê nîne
155 Kafirê mezin hatiye
Dua‘ ji Xwedê xwastiye
Destê xwe li dêrê têwerandiye
Dêrê ji erdê hilaniye
160 Kafir êdî ji wê ve hatiye
Ewî got dua‘ ji Xwedê xwastiye
Kafir êdî go: “Ne bi quweta Xwedê
Bi quweta diya min, ez dê dêrê hilînim” (4)
Dêr il (Li) cîh da rûniştiye
Kafirê çarexê dêrê girtiye
Emer li dêrê da hişyar bûye
165 Go: Da biçîn Medînê
Em dê kula reş bixînê (5)
Em dê paş vegerînê
170 Emerê gulgeş e
Rabû ji seharê
Go: Ya çûçka ji hêlînê
Şte (ji te) dikim hîviya rabe ji bangînê
Çengê xwe sor bike ji xwînê
Ciwabê bibe Mekke û Medînê
Pêxember hewarekî ji me ra bînê
175 Tu bêjî pêxember hatin hewe kafirê melû’ne
Go rabîn (rabûn) lawê ser bana
Bezîn cebilxana
Cebilxane aniye
Hemî lêg (Li êk) belav kiriye
180 Li ser hespa deynandiye
Rabûn lawên ser bana
Bezîn cebilxana
Kirin ber xwe hespane
185 Li ber xwe hespe kirin
Tox û ala birin
Tox û ala zer e
Ji Mekayê hatin dere
Pêj miqabilî pêxembere.
190 Go tox û ala Şîn e
Ji meydanê derketîne
Eshab ceme bûne
Il (Li) xana Emer çûne.
Eshabî di hindik in
Şêrêt wan ne li nik in
195 Ew herdu şêr kîne?
Êg (êk) Emer û êg (êk) Elî ne
Meydanê kirî xwîn e
Eshabî di hindik in
Şêrêt wan ne li nik in
200 Ew herdu şêr kîne?
Yeg (êk) Emer û (êk) yeg Elî ne
Eshabî hatîne
Nêzîkî dêrê bûne
205 Kafirî ceme bûne
Eshaba berê xwe lê dayîne
Emer ji dêrê derketiye
Pêj miqabilî kafira ketiye
Eshabiya Emer dîtiye
210 Bêraq hilaniye
Êsker hilkişiye
Çarexê kafira girtiye
Heçî ê kuştiye
Yê dî wî girtiye
215 Ew yek serê wî birriye
Elî ji nû hatiye
Zilfîqar kişandiye
Il (Li) nav kafiran ketiye
Kafir qut kiriye.
220 Elî sûnd xwariye
Ji ser pişta Dundilê peya nebûye
Heta rikêb xwînê negirtiye
Mihemmed bihîstiye
Xwîn ji erdê firiye
225 Rikebî (6) li Dundilê girtiye
Ji nû sûndê wî betal bûye
Ji ser pişta Dundilê peya bûye.
————————————————————————————–
(*) Zulfîqar navê şûrê Îmam Elî ye, ne yê Umer Bin Xettab e
(1) wekî ên Gonê: Cinn
(2) Qulqule: Qul huwellaho Ehed
(3) Kirin pencera dêrê
(4) Ev pevek nehatiye stran, lê hatiye gotin
(5) Kula reş nexweşiya Xerçengê ye
(6) Divê li ciyê „Rikêb“ di vir de „Xwîn“ hatiba nivîsandin.