- Februar 2015
(Ev helbest li ser helbesteka min a kevin hatiye vehûnandin)
Hevalê, bo Xwedê bêje
Çima bilbil wilo gêj e
Gemî westî di derya da
Me dil zer bû bi feryada
Eve dîlber di malê da
Wekî hespê di tewlê da
Girêdane bi zincîran
Wekî girtî di cengê da…
Hevalê, bo Xwedê rabe
Me dil îro çemê Zab e
Çi fîxan e ji bilbil tê!
Çi hawar e şeva reş tê!
Welatê xwe dibînim ez
Wekî dîlber di xewnê da
Keça nazik ji baxê tê
Wekî heyva zerîn hiltê
Neyarê me wekî mar e
Li pey wê dev tijî jehr e
Hevalê, bo Xwedê kanî
Pênûsa E’hmedê Xanî
Bila dîsa binivsîne
Gulîstanan bixemlîne
Mem û Zînê ji xew rake
Û destên wan bihevgîne
Neyarên me wekî xulî
Di bin solên me da dîne
Eger Xanî dizanin em
Gelek dî jî veşartîne
Li hember toz û tolazan
Bila dîsa bigazîne:
„Gelê Kurdî nema dimre
Ewê niştê xwe bistîne…“