Cankurd
Yek ji astengên tev bilind ên li ber zagonnasên zagona navnetewî ne, mijara “Prävention” e, ku Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîka (USA) bi şêweyekî nû rave dike û li gor wê ravekirinê ramyariya “ Target killing – Kuştina armanckirî ” li derveyî welatê xwe bi kar tîne, û ji xwe re wê şêweya livbaziyên kuştinê, bi avêtina rakêtan ji hîlokopteran ve, an kuştina “Neyarên têrorîst” li welatên dûr, wek mafekî zagonî dibîne, bê ku guh bide bangewaziyên ji bo mafên mirov tên kirin an jî guh bide wan bingehên zagonî yên, ku cîhan îro li ser radiweste û kar dike.
Prävention ewe, ku dewletek an hêzek li dewleteke an hêzeke dî bide, gava ew di wê gumanê- an jî wê baweriyê – da be, ku ew hêz dê hêrişekê bike . Bi Kurmanciyeke asantir: Berî ew li min bide, ezê li wî bidim..an jî: berî ew bi hêz dibe, ez wî ji lîskê derxînim.
Ev şêweyê nû ji xêzkişandinê di bin têkiliyên navnetewî re, ji aliyê Amerîka û Israîl ve wek ramyariyeke xweparistinê ji lêdanên biyanî yên têrorkirinê tên diyarkirin û bi cîhanê jî tên pejirandin. Lê belê ev terzê ramyariya, ku van herdu dewlet li xwe maf dikin, ji aliyê gelek zagonparizan û hinek dewletan ve,û li Europa jî, wek livbaziyên ne mijareyî tên nirxandin.
Van rexneyên tund, ên ku li Amerîka û Israîl tên kirin, wek pêlên berê yên “Antî-Amerîkanîsmus” û “Antî- Sêmîtîsmus” ji aliyê gelek roşenbîrên amerîkî û cihoyî ve tên dîtin, tevî ku Europa bi Amerîka re di hindir gelek peymanên navnetewî da ji zû ve wek “Mala dostan” hatiye jimartin, û Europa piştvanekî ramyarî û diravî yê mezin e bo Israîlê.
Di nav vê tevlihevbûnê da, bi karanîna hinek bêjeyan sireke mezin dilîze, gotinên wek “mafên mirov”, “Zagonên navnetewî” û “Cengên dij bi mirovatiyê” ciyekî nizim distînin, lê li hember wan bêjeyên wek: “Berjewenî û lişta netewî”, “Tunekirina têrorê” û “Di xew da girtina kewan” bêtir belav in, û li ser “Human Bomb – Bombeya mirovî”, ku pêwîste ew ji hev bite şelandin û bê hikarî hîştin, hîn berî niyetek ne baş li ba wî pêda dibe.
Amerîka ji bo vê yekê zagoneke, ku di sala 1837ê da bi navê “Rewsha Caroline” heye, ji xwe ra dike bingeh. Ew zagon, bi şalyarê Amerîka yê derve jî “Webster” hatiye navkirin. Û wek “Webster form” belav e. Lê di wê formê da hatiye, ku mafê kuştina kesekî bi dest dewletê da heye, gava dijwarî wilo mezin be, ku çareyeke dî li ber nemaye û di demeke wilo teng da, ku eger ew mirov neyê kuştin, dê ji bo civatê bibe egera bobelateke mezin, û rewşeke dijwar bo tevan wê pêda bibe. Peymana mafênmirov a europî jî ev bi şêweyeke pir zirav û teng xistiye bendê (2-A). Lê tişt, ku niha sermîriya George W. Bush û sermîriya Sharon li Israîlê dikin, hîç nakevin bin wê formê û wê armancê, ku “Webster form” armanc kiriye.
Li gor “Doktirîna Bush” , ji hêzên hêminiya amerîkî tê xwastin, ku bê westan her kesekê guman li ser heye ewê karekî têrorkirinê an jî alîkariya têrorîstan bike, di cî de bite girtin, binçavkirin, ji girtiyên din û ji mafparizên wî cihêkirin, û eger guman li ser wî mezin bû, hîn di berçavkirina wî da bite kuştin. Eve jî li ser bingeha gumankirinê bi cih tê, pir pêdivî bi zagonê tune û bi egera, ku gava lêdanek vê carê li Amerîka çêbibe, wê lêdaneke bi çekên tevkujî be, û di vir da bergeh bo dudiliyê di standina biryarên pir tund û tûj da tune. Amerîka ev şêwekariya “nêçîrvaniyê” Li Afganistan û Yemenê bi kar anî û Israîl jî ji zû ve bi kar tîne.
Lê wek çawa hêrişkirina dewleteke xudan çekên atomî ser dewleteke dî ya xudan wan çekan, wilo jê re rê nayein vekirin û dîtin, wilo jî naye pejirandin, ku harmirovek bite kuştin li ser gumana, ku dibe ew di demekî pêş da bavê ser hinekên din an dibe ew kesekî bikuje. Hem di “Rêbazê – Sharîe’tê” û hem di zagonê da jî, her kesek bêsûc e, ta sûcê wî bi cih dibe. Heger ev xêz ne hat berçavkirin, dê tevlihevî di saziya zagonî ya navnetewî da jî pêda bibe, û gava dewletek hêriş ser ya dî bike û li ba wan çekên tevkujiyê hebin, dê teviya hêminiya cîhanî û jîna mirovî bikeve dijwariyê.
Mafê her netewekê ye, ku xwe ji hêrişên hovane yên hindir û yên derve biparize, lê pêwîste mafê her mirovekî jî di jînê de hebe û pêwîste jîna wî bite paristin. Eve ji dawiya cenga cîhanî ya duwê ve (1945) yek ji bingehên mafê gelan û mafê mirovan e.
Bi têkçûna vê bingehê ra, êdî kesek nema dizane, ew ta çi pileyê ketiye nav giloverka dijwariyê, ka jîna wî hatiye paristin an ne. Ji aliyekî dî ve ew “mêkanîzma kontrolkirinê” tune ye, da her dewletek li gor liştên xwe yên ramyarî, aborî an stratîcî bigave û serhedên xweparistinê derbaz bike an biçirîne. Taybetîkirina mafê dewletekê an deselatiyekê di tunekirina kesekî an saziyeke dî da, bi çi awayî dibe bila be, nabe bingeheke xweparistinê bo gelan an bo mirovan.
Bêguman niha du şêweyên bi destxistina çekan hene, ku hinek welat an sazî wek neyarên hovane bên xuyakirinê:
Yek- Çekên tevkujiyê (atomî, biolocî û kîmiyawî).
Du – Pêdakirina kesên xwekuj “human bomb”, ku wek di kiryarên têrorîstî ya sala 2001ê da li Washington û New Yorkê çêbûne.
Amerîka vê rewşê li ser xwe û li ser dostên xwe û bi taybetî Israîlê, wek dijwariya tev mezin dibîne, û gava têkiliyeke xurt di navbera welatên xudan çekên tevkujiyê û saziyên xudan mirovên xwekuj da hebin, ew pileya dijwariyê bilindtir dibe.
Raste, ku welatên wek Hindistan û Pakistan xudan çekên atomî ne, û carcaran jî hespên cengê di ber hev re dibezînin, lê tirsa Amerîka çênebûye, ku van dewlet dê rojekê hêriş ser wê bikin, û di rastîniyê da têkiliyên herdu layan bi Amerîka re gelek xurt in. Amerîka ji wan welatên wek Iraqê ditirse, ku berê çekên kîmiyawî dij bi gelê Kurd di Helbeçe û derên din da sala 1988ê bi kar aniye û di cengê da dij bi leşkerê îranî jî aniye. Di vir da divê em ji bîr nekin, ku Iraq xwe wek neyarekî bênavber ji Israîlê ra dide xuyakirinê û di cenga Kuweytê da çend rakêt avêtibûn ser Israîlê. Amerîka hêminiya Israîlê ji xwe re wek kêşeyeke stratîcîk dibîne. Guman li ser Iraqê hene, ku têkiliyên Sedam Husên bi saziya Al-Qaîde re hene an hebûne, Al-Qaîde jî wek neyarê tev dijwarê Amerîka û Israîl tê jimartin. Ji xwe George W. Bush hemî gavên xwe di bin durişma: “Cenga dij bi Têrorê” davêje.
Li ser vê yekê Amerîka bi dulayîbûna siniçiyê “Doppelmoral” tê bersûckirin, ji aliyekî ve çavên xwe li ser hinek dewletan dadimirîne, tevî ku li ba wan çekên tevkujiyê hene û wan dewlet xwe bi xwe jî wek hêzên xudan atom didin nasîn, û li aliyekî din pişthesp bûye û berê xwe bi tang û top û keştî û balafiran daye Deryayê Hurmiz bo roxana deselatiya Sedam Husên, ne bi egera ku Sedam Husên mafên mirov bincil dike, lê ji ber ku guman li ser hebûna çekên wî yên tevkujiyê çêbûye, tevî ku ta niha desteyên lêgerînê yên (UN) ev guman bi cih ne kirine. Di vir da nimûneya Korea Bakur û çekên wê yên tevkujiyê tê zimên.
Benda 43ê ji peymana Haag a 1907ê, ku zagonên cengê li ser zeviyên dagirkirî tîne lêvkirinê, maf dide her dewletekê, ku hêminiyê di welatên dagirkirî da bi cih bîne, û diyar dike, ku ev hêminî histobariya dewletê dagirker e, lê belê bendê (3) yê peymana Genfê bo mafên mirov (1949) hîç nahêle dewletek jîna kesên, ku ne di cengê da ne, têxîne dijwariyê, û ji ber vê yekê livbaziyên kuştinê yên Israîl û Amerîka dikin û bi egera “rawestandina têrorîstan” berî xwe digihînin deriyê malê, nayin pejirandin û wek hêrişên bê bingeh ji aliyê zagonnasan ve tên dîtinê. Bi ser vê yekê ve jî, ji dewletên dagirker tê xwastin, ku mafên mirov di welatên dagirkirî da biparize û wilo ji Israîl tê xwastin, ku di welatê Filistîniyan da jîna mirovan û azadiyên ramyarî biparize. Di vir da histobariyeke mezin dikeve ser milên dewletên dagirker, bi zûkî naye rakirin. Dema “Faî’lên mechûl- kuşterên nenas” li bakurê Kurdistanê her roj mirov dikuştin, dewleta Turkan xwe ne dilivand. Ev jî dij bi vê peymanê ye.
Tevî ku livbaziyên xwînî bi xwe re jîna gelek mirovên ne di cengê da tune dike an wêran dike, lê gava rê li ber dewletekê, wek “rewşeke taybet” bite vekirin bo neyarên xwe an kesên, ku li ser guman heye bibin neyar, li her derekê bikuje, wê hemî dewletên dagirker, wek Rûsiya li Çaçanistanê, Hindistan li Kaşmîrê, Turkiye li Kurdistanê û hinekên din li derin din, vê “rewşa awarte” di devê xwe da bikin beniştê cûtinê û bavêjin ser mirovan. Ev bi xwe re tevliheviyê tîne û rewşa tirs û têrorkirinê pêda dike, hîç nabe alîkarî bo tunekirina têrorê. Lew re ji bo xweparistinê serhedên zagonî hene, divê her kesek û her welatek wan serhedan derbaz neke û di nav çembera mafên mirov û mafên gelan da bigave. Dixwazê bila ew dewlet ya tev mezintir û tev bi hêztir be jî.
Di verisandina girêkên teşqelanê da, çi yên herêmî û çi yên navnetewî bin, bo teviya cîhanê giring e û bi xwe re hêminî û aştiyê tîne, bincilkirina wan girêkên kufitî rewşêd wilo nebaş li cîhanê pêda dikin û bi xwe re ceng û hevkuştinê tînin.