Cankurd, 13. Juli 2010
Tê gotin ku Ebo Muslimê Xurasanî bi xwe li ser têkiliya xwe bi deselatdariya malbata Ebbasî re çêrokeke wilo gotiye: „Evdalekî Xwedê di ber termê şêrekî mirî re derbas bû, û di ber xwe de got:“Mixabin! Ajalekî giranbiha yê wekî şêr dimire û ên bihakêm wekî seg û mişk dijîn“. Pişt re destên xwe ber bi asîmanê ve vegirtin û diraz û axaz ji Xwedayê xwe kirin, ku ew şêr vejîne. Xwedê tea‘la axaz û dirazên wî bi cîh anîn û şêr ji mirinê rabû, vejiya. Şêr gote evdalê Xwedê:“Ez ê her berxwedariya te bikim, lora ku tu bûyî egera vejîna min, hema tirsa min ewe ku ez bedkariyekê bikim û tu dirazekê li ber Xwedayê xwe bikî, ez dîsa bimirim. Lew re bo min pêwîste ku ez te bixum, da jiyana te nebe egera mirina min.“
Ebo Muslim gotibû, ku bê kefteleft û bizavên wî, malbata Ebbasiyan, ku hatibû bêhêzkirin ji aliyê Umewiyan ve, nedibû xudana deselata xwe ya hêzdar. Wî Ebbasî ji mirinê vejandin, lê ewana ji hebûn û jîn û hêza wî tirsiyan, lew re mayîna xwe di kuştina wî de dîtin.
Ebo Musilm Evdirehmanê Xurasanî, mirovekî Kurd bû, serkêşê bangeşîniya „mediya“ Ebbasî bû li Xurasanê, li bakurê rojhilatê Îranê, û bi ser de jî waliyê „qeralê“ wê deverê bû. Pêşnavê wî Îbrahîm bû, û jê re „Bavê Îshaq“ û „Mîrê malbata pêxember –Selewat û silav lê bin-„ digotin. Hema navê wî yê rastîn eve: Îbrahîm kurê Osman kurê Yesar kurê Sundus kurê Hozen e.
Sala 100ê Hicrî (koçî) li Mahê Besrayê ji dayîk bû, Mahê Besrayê ji aliyê fermî ve girêdayê Esfehanê bû. Ew li ba herdu kurên Îdrîsê U‘clî mezin bû, û paş ku bû lawekî 7 salî, têkiliya wî bi Îbrahîm kurê Îmam Muhemmed ê Ebbasî re çêbû. Ew kete berdestiya Îbrahîmê Îmam, û Îbrahîmê Îmam paşnavê wî guhart, û wekî şandiyekî bangeşînî (propagandayî) ew bo devera Xurasanê li ser pişta kerekî şand, û li wir xiste kar û dota Ismaîlê Taî, ku ji peyrewên Îmam Îbrahîm bû, li wî markir, qelenê wê jî 400 Dirhem bû, û ji wê jinê bo Ebo Muslim 2 dot (qîz) pêda bûn, yek bi navê Esma û ya dî bi navê Fatme bû.
Pişt re Ebo Musilm wekî nûnerê malbata Ebbasiyan hate dîtin. Ebbasî nofirka duwemîn in di deselatdariya îslamî ya cîhanî de, paş têkçûna xîlafeta Îmam Elî kurê Ebî Talib – Xwedê jê razî be– .
Berî Ebbasiyan, malbata Umewî, di navbera salên (041 -137 Hicrî ) de, nofirka yekemîn avakirin. Paş ku kurê Îmam Elî, Elhesen –Xwedê jê razî be– rê ji Mua’wiye Bin Sufyan re vekir, û destê xwe ji bizava bo standina Xîlafetê kişand.
Paş mirina Îbrahîmê îmam, Ebo Muslimê Xurasanî yê ku zîrek û jêhatî bû, xebata xwe li Xurasnê gudand, û piştvaniya xwe ji malbata Ebbasî re kêm nekir. Ji aliyên ramiyarî û leşkerî ve Xurasan xiste destê xwe û tevî ku hîn ciwanmêrek bû, ji gelek gelan mirov li hawîr xwe civandin. Bi taybet ji gelên ne Ereb, wekî Kurd û Farsan, ku ji ber zordariya malbata Umewî dinalîn. Hozanvanekî navdar (Evdillah kurê Siyar) dizanî ku wê agirekî mezin ji ber wê yekê pêda bibe. Lew re di helbesteke xwe de anî bû zimên, ku di nav ariyê „xuliyê“ de çirîska agirî heye, û pir hindik maye ku gurr bibe.
Di demeke kurt de, ji ber hêzdarbûna kesaniya Ebo Muslimê Xurasanî, peyrewên wî pêda bûn, û bi taybet ji wan mirovan, ên ku nema baweriyê bi deselatdariya malbata Umewî dikin, ew malbata ku destê wan di xûna Îmam Elî de –Xwedê jê razî be– sor bûbûn, û seriyê kurê wî El-Huseyn –Xwedê jê razî be– hatibû birrîn.
Li Xurasanê, di navbera herdu êlên Qeysî û Yemanî yên Ereb de, ku ji hêzên Umewiyan bûn, kîn û nevînî „kurh“ hebû, lê gava dîtin û bihîstin, ku Ecem „Gelên ne Ereb“ di bin alaya Ebo Muslimê Xurasanî de li hev dicivin, hatin ba hev, neyartiya xwe ji bîr kirin, şora xwe kirin yek, û bizava tunekirina wî û bangeşîniya wî kirin. Ebo Muslim ne zîrek û jêhatî ba, Ereb wê di keftelefta xwe de biserketana.
Li ser rewşa daniştvanên Xurasanê, çêrokek di dûrokê de, bi zimanê Erebî hatiye lêkirin, tê de hatiye, ku rojekê Ebo Muslim ji pîremêrekî Herowî pirsiya: „Tu çend salî yî?“ Pîremêr gotê:“Ez 6 salî me.“ Ebo Muslim got: “Çewa tu şeş salîyî, û tu pîremêrekî dora 70 salî dixuyî?” Pîremêr got: “Van şeş salin, tu deselatiyê dikî, em di hêminî û dadiyê de dijîn, berî tu bêyî vir, em her di bin zor û setema Umewiyan de bûn, lew re wan hemi salên berê ji temenê min nayin jimartin, em berê mirî bûn.”
Jîna Ebo Muslim kin bû. Ew tenê 32 an 35 salan jiya, hema navê wî ta niha di dûrokê de wekî navdarekî mezin maye. Ew nekêmtir mirovkuj û rûtirş bû ji mîrê Ereb ê navdar Elheccac Etheqefî, ku gelek xûn rêt û demekê teviya Îraqa Erebî ji ber zorbaziya wî dinalî. Ebo Muslim ne dikenî û ne jî rûgeş dibû. Baweriya xwe bi kesekî nedihanî, guman dibir ser her yekî, lew re jî dostên wî kêm bûn û pir kesên derdora xwe jî kuştin an dane kuştinê.
Tê gotin, ku gava Ebu Muslim çûbû Xurasanê, xudanê xanekê zordarî li wî kiribû û dûvê kerê wî jêkiribû, û pişt re dema Ebo Muslim bi hêz bû, ferman da bi herifandina wê xanê, û ew ferman bi cîh hat.
Dûroknas Ibin E’sakêr, dibêje ku carekê Ebo Muslim xutbe dida, û kesek rabû ser xwe. Ebo Muslim jê pirsiya:“Çine van cilên reş ên ku te irine ber xwe?“ Mêrik bersiv da, got ku roja cenabê Pêxember –Selewat û silav lê bin– vekiriye û deselatî ji Muşrîkan standiye, kelahekî reş dabû seriyê xwe, û evana cilên karmendên dewletê ne. Ebo Muslim yekser bang li xulamekî xwe kir û gotê:“Seriyê wî bibirre.“
Dûroknas Ibin Cerîr jî dibêje, ku Ebo Muslim di ceng û pevçûnên xwe de bûye egera kuştina bêtir ji 600.000 mirov. Ji wan jî hinek kesên navdarên malbata Ebbasiyan jî hebûn, wekî Suleyman Bin Kethîr, Lahiz Ibin Qureyz û Ebo Selme Elxelal.
Gava gumanên Xelîfeyê Ebbasî, Elmensor, li ser Ebo Muslimê Xurasanî mezin bûn, şand pey hoşmendekî ji peyrewên xwe, yê ku navê wî Yezîd kurê Musil bû, û jê pirsiya ka çi bike, da Ebo Muslimê Xurasanî di nav gelên dewletê de di ser wî re neyê dîtin. Yezîd gotê, ku divê şûr vê mijarê bibirre. Xelîfê Ebbasî got: „-Weylo, Xwedê zimanê te bibirre, ezê çewa wî bikujim, û wî em bilind kirin, piştvaniya me kir û navê me hilda jor?“ Wilo got û hoşmendê xwe ji koçka xwe derkir. Paş demekê, gava Elmensor rast Ebo Muslim ê Xurasanî kuşt, dîsa wesand pey wî şîretvanî, ew hat û Elmensor gotê ku cara pêşîn dema wî şîreta kuştina Ebo Muslim li wî kiribû, ew şîret di cîh de bû, hema Elmensor tirsiya bû, ke ew gotin derkeve û bigihe Ebo Muslim ê Xurasanî û bo xelîfê Ebbasî bibe egera serêşeke mezin.
Ev yeke nîşana bilindahiya cîhê Ebo Muslim ê Xurasanî ye di nav dewleta Ebbasiyan de. Xelîfeyê Musilmanan ditirse ku gotina ji devê wî derdikeve bigihîne Ebo Muslim û ji wî serêşeke mezin pêda bike, ji ber ku cîhê Ebo Muslim paş roxandina dewleta Umewiyan û xistina wê destên Ebbasiyan, bo gelek mezinên wê dewletê nîşana wefadariya wî bû ji malbatê re, ew malbata ku xwe ji nijd û pişta cenabê pêxember Muhemmed –Selewat û silav lê bin– dibîne û xwe wilo dide nasîn di nav neteweya musilman de.
Gava Elmensor çûye Hecê, Ebo Muslim jî di saya wî de çûye, ji ber ku Xelîfeyê Ebbasiyan, Ebol Ebbas Esefahh‘, ku birayê mezin ê Elmensor bû, wilo ferman da bû. Ebo Muslim bi heyteholeke mestir ji ya birayê xelîfê hatiye silavkirin. Dexsîna dilê „hesûdîya dilê“ Elmensor ji wê yekê pêda bûye, û ew dexsînî hîn bêtir bû gava camêriya Ebo Muslim ji xelkê re di wan rojên Hecê de ji ya wî bêtir bû.
Tê gotin ku Ebo Muslim li ber Xwedê xwe geriye, lava kiriye, ku dilovaniya xwe li wî bike, û gotiye ku wî kirasekî ji zorbaziyê û hêrişbaziyê dirûtiye û li govdeyê zaroyên Elebbas kiriye, û ta roja binveçûna deselatdariya wan, wê ew zorbaziya ku dikin, li ser navê wî bite qelemkirin, lew re ew xwe tawanbar dibîne û ji Xwedê lêborînê dixwaze.
Rast jî xelîfeyên Ebbasiyan pir xûnrêj bûn, Birayê Elmensor, Ebolebbas, ê ku di sala 136ê koçî de geber bûye „miriye“, di dûrokê de bi „Elseffah‘ – Xûnrêj“ hatiye naskirin. Elmensor ji wî lawaztir û jîrtir bû. Gava ew derdiket ser menberê û xutbeya Înnê dida, ew digiriya, û paş ku ji mizgeftê derdiket wekî hovekî bê dîn û bê wijdan mirov didane kuştinê. Bi şev di defterekê de navêd neyarên xwe dinivîsandin û roja dî seriyên wana bê ku wan bide dadgehê didan birrandin.
Gava Elmensor deselat standiye û ferman daye bo avakirina bajêrê Bexdadê, ji zanayê olî navgiran Ebo Henîfe xwest, ku ew bibe dadkarê wî, Ebo Henîfe nepejirand, lew re ew binzor kir ku ji koçka wî re qermîtan çêbike, paş demeke dirêj ji wî karî, ku pir bi êş bû, Ebo Henîfe kire berpirsê avakirinê, pişt re ew da girtin û di zindanê de da jehirkirin, kuşt.
Xelîfeyê Elmutewekêl Elebassî ji henek û tinazan hezdikir, û li ba wî herdem çiwalekî tijî mar û dûpişk hebû, gava dixwest ji xwe re bi mêvanên xwe û berpirsên dewletê bikene, koleyekî wî deriyê çiwalê wî vedikir û bi ser wan rûniştiyan de dadiweşand. Giş ji tirsa diqîriyan û hildigavtin, hema mar û dûpişkan hinek ji wan digestin, ku demeke dirêj ji ber jehra wan dinalîn an jî dimirin. Xelîfeyê Harûn Erreşîd, ku li ba Ereban pir dadmend û zana û siyasetmend ditê pesindan, di yek rojê de ferman da deselatdarekî xwe yê bi navê Hemîd Bin Quh’tebe bo serîbirrîna 60 mirovên Elewî, yên di zindanê de girtî bûn, mîr Hemîd jî ew ferman bi cîh anî, tevî ku ewana di piraniyê de pîremêr û lawên piçûk bûn. Paş demekê mîr Hemîd li ber dostekî xwe, yê bi navê Ebdullah Elbezzar Elnîsaborî bû, poşmanî û mikiriya xwe li ser vê qirkirinê anî bû zimên û giriya bû.
Sala 132 Koçî, Ebo Muslim ê Xurasanî yê ku li navçeyên derdora xwe, wekî kesekî hêzdar, camêr û wêrek navdar bûbû, kanî bû gelê bajêrê Nîşaborê, ku waliyê wê yê Umewî Ibnilkermanî bû, bi ser xwe ve bîne, û bi taybet gundiyên gundên derdora bajêr, ku ji aliyê leşkerê Umewî ve, di bin pac û xûkê de westiya bûn. Ebo Muslim bi zûkî serhildana gel li dijî Umewiyan pêda kir, Ibnilkermanî kuşt û bajarê Nîşaborê bi dest xwe ve anî. Pişt re leşkerekî mezin bi hev xist û avêt ser Merwan kurê Mihemmed, xelîfeyê taliyê di zincîra xelîfeyên Umewî de. Merwan ber bi Misirê ve reviya, û li Bosîrê hate kuştin, û bi teherî dewleta Umewî di sala 132ê Koçî de ji ortê rabû.
Ev serkeftina mezin a Ebo Muslim, bû egera guhartina rûyê dûroka Rojhilata Navîn, û navenda hêz û deselatiya îslamî ji welatê Şamê hate welatê Mêzopotamiya, ku hîngê paytext ê Ebbasiyan li bajêrê Kofe bû, pişt re gava Elmensor Bexdad da avakirinê, paytext hate Bexdadê û li wir rûpelekî nû yê çandeyî, siyasî û şaristanî vebû.
Sala 136ê Koçî xelîfeyê Ebbasî, yê ku bi navê Ebolebbas ê Seffah‘ (xûnrêj), navdar bû, mir, û birayê wî Ebo Ce’fer Elmensor bû xelîfe. Wî gelek dexsînî ji wêrekî, camêrî û hêzdarbûna Ebu Muslimê Xurasanî dikir. Tê gotin ku Navê Ebo Muslim li ba Ebbasiyan, ta dema xelîfeyê Elmamon, û li nav gelên herêmê li gel yên Erdeşîrê Farsî û Îskenderê Mekdonî dihate lêvkirinê.
Sala 137ê Koçî, Elmensor çû Xurasanê, da „Beye’tê“ ji gelê wir ji xîlafeta xwe re bistîne, bi herdu çavên xwe dît, çewa gelê wir ji Ebo Muslim hezdike, û bi wî serbilind e, ku dewleta Umewiyan roxand, û li wir pê hoş bû, ku Ebo Muslim ne amade bû silaviya wî bi camêrî bike, tevî ku ew xelîfeyê heme Musilmanan e. Ev rewş wekî „Xiyanet“ ji aliyê wî ve hate dîtin.
Hîn di dema deselatdariya birayê wî de, carekê gava Ebo Muslim hatibû serlêdana xelîfeyê Eseffah‘ tew guh neda bû Elmensor. Xelîfe jî li wê yekê hişyar bûbû, û gava ji Ebo Muslim pirsiya bû, bo çi wilo guh neda bû birayê wî, Ebo Muslim ê zîrek bû, gotibû ku di wê ‚meqamê‘ cîgehê de rêzgirtin tenê bo xelîfeyê çêdibe ne bo kesekî dî. Ew bûyer hîn di seriyê Elmensor de weku diriyeke nizimkirinê veniştibû.
Paş demekê Elmensor nûçe hinart ji Ebo Muslim re, da bê Îraqê, li ber wî raporekê li ser Xurasanê bide. Ebo Muslim nediviya biçe ba Elmensor, hema dostê wî Nêzek jê re got ku pêwîste ew biçe, ji ber ku Elmensor ji malbata Ebbasiyane, ku xwe ji pişt û nijdê malbata pêxember –Selewat û silav lê bin– dizanin, çiqas ew bêhêz û lawaz be jî, dîsa ew xelîfeyê heme Musilmanan e. Hema pêwîste gava ew digihe ba Elmensor, wî yekser bikuje, ji ber ku pêbawerî bi wî nabe. Ebo Muslim rê û çare nedît, rabû çû serlêdana Elmansor û bi xwe re 8000 şervan birin. Di rê de hinek peyrewên Ebo Muslim gotinê ku dibe niyeta Elmensor ji vê vexwendinê nebaş be, û gotinê ku Elmensor mirovekî xûrêj û xapînok û dil tijî kîn û nevîn e. Divê Ebo Muslim bi nameya wî ya hingivînî tew neyê xapandin.
Elmensor bi heyteholeke mezin silaviya Ebo Muslim kir, da ew çi gumanan nebe ser pîlana wî. Ebo Muslimê ku dîplomatekî navdar bû, ber dilê xwe av direşand û hîvî dikir, ku ew bi zimanekî nazik kanibe astengiyên di nav xwe û xelîfeyê de rake. Hat bîra wî jî ku tenha wî kanî bû serhildana apê Elmensor, Ebdellah kurê Elî, yê ku xîlafet ji xwe re maf dikir, şikand û dibe bo xatirê wê qenciyê û alîgirtinê, pêwîste Elmensor çi nebaşiyan bi wî neke. Hinek peyrewên Elmensor xwe di paş balifan de veşartibûn. Elmensor ji mêvanê xwe ditirsiya. Di nav gotinan re destek li destekî xist, ji nişka ve peyrewên wî derketin û Ebo Muslimê, ku pêwîst bû bê çek û deban derbas be kona xelîfeyê xwe, dane ber şûr û xenceran, ew kuştin. Elmensor ferman da, ku gelek pereyên berê di tûrikan de amadekirî bûn, bi ser xelkê civiyayî de bireşînin, da gel bi civandina wan pereyan gêro ‚mijûl‘ bibe. Peyrewên Elmensor termê Ebo Muslim rakirin û avêtin çemê Dîcel.
Tevî ku Ebo Muslim ji Ebbasiyan re dewleta Umewiyan roxand, alaya Ebbasiyan bilind hilda. Ew alaya ku bi „Sehab“ (bi wateya „Ewir“) dihate navkirin li ser rumekî ji 14 gazan hatibû venan, û deselatiya wan li Xurasanê bi hêza siyaseta xwe û bi wêrekî û camêriya xwe mekin kir, û tew tiştekî nebaş di mafê wan de nekir, dîsa jî ew dane kuştin, û bi ser ve jî hozanvanekî Ereb di helbesteke xwe de Ebo Muslim wekî kesekî xiniz û xayîn bi malbata Ebbasiyan re daye xuyakirin û gotiye:
„Erê…Bavê te yên Kurd ji zû ve xiniz bûn.“
Mixabin, ev nêrîna gelek Erebane li ser Kurdan, ta roja îro jî.