Kurd û projeya “federlî” li Sûriye

Serkeftina gelê me li Rojavayê Kurdistanê, serkeftina heme neteweya Kurd de   

Cankurd, September 12, 2011

Di ramanên olî de, cîhan li ser “Xêr” û “Şer” hatiye parvekirin. Di dûroka me ya Kevin de, jî pevçûn di navbera “Ahoramezd” û Ahrîmen”de heye, û li dawiyê “Xêr” bi ser dikeve û “Şêr”bi bin dikeve, Ahoramezd zora Ahrîmen dibe û wî davêje nêv agirê, davêje binatiyê, windakirin û berşêkirinê, nêv tariyê.

Di cîhana çelengiyê, bedewiyê û xweşikiyê de, cîhan li ser “Rind” û “Nerind” de hatiye parvekirin, eve jî bi rêya dîmen û reng û rohnî û siyan têye xuyakirin.

Di cîhana bazariyê de, cîhan li gor bingeha “Qezenc” û “Ziyan” hatiye parvekirin, bazar hemî li ser vê bingehê bi jor dikevin an bi jêr de dadikevein.

Hema di cîhana ramiyarî de, teviya mirovatiyê, giş welat û netewe, li ser “Dost” û “Neyar” hatîne parvekirin. Lê ev dostanî û neyartî bi zûkî têne guhartin û cîhên hevdu distînin. Tûrkiye diho dostê tev mezin ê Israîl bû di Rojhilata Navîn de, îro jî wekî du pevçûneran li hember hevdu dixuyin.

“Neyar” ne tenê ew kesê ku di rewşa hêrişkirinê de ye, di polîtîkê de, her kesê ku metirsî ji hêrişbaziya wî hebe, dikane bibe “Neyar”,”Dost” jî ne tenê ewê ku têkiliyên dostane vêre hene, belku heme kesên ku hîviya dostanî têde tên dîtin.

Hinek zanayên cîhanê, gava dîtin ku ev parvekirin, tevî ku ne wilo req e jî, bûye egera heme cengan û serpêhatiyên mirovî, bang li mirovatiyê kirin, da li cîhê dewletên neteweyî, dewletin nêvneteweyî avabibin. Ji wê yekê re jî bingehin olî an Ideolocî danîn. Dewleta îslamî ya mezin, ku  rêberiya wê ji destên Ereban ketiye destên Osmaniyan, û bêtir ji 100 salî navenda wê ku Rojhilata Navîn bû, keti bû destên Kurdan, di saya Sultanê serkeftî Selahdînê Eyûbî û paşser û neviyên wî de, li ser bingeheke olî bû, û dewleta Yekîtiya Sovyêtî ku gelek netewe di bin sîwana wê de, li Asiya û li Rojhilatê Ewrûpa, bûbûn yek, li ser bingeheke Ideolocî bû.

Hinek zanayan jî, dîtin ku dewleta bi deselata navnedî, wekî Turkiye ya niha an Sûriye an Irana Melayan, dibe egera zorbaziyeke bê nîşe bo gelên wê, yên bi nijadên xwe ji hev ciyawazin, wekî Turk, Ereb, Kurd, Azerî, Belûc, Fars û ên dî, rabûn xebata xwe kirin ji bo avakirina dewletin”Federal” wekî li USA, Belcîka û Swêsra…

Wan zanayan gotin ku pêwîste “deselata navendî” li hember “deselata nenavendî“  bite jarkirin, da çi hêz an çi komikên civakî, neteweyî, olî an îdeolocî zora yên dî nebin. Vê yekê rastiya xwe li gelek welatan bi cîh anî, û em dibînin ku li Iraqê jî rewşa gelê me yê Kurd baştir û çêtir bûye, ji roja ku “deselata nenavendî” li Iraqê pêda bûye û “herêma federal” li jêriya Kurdistanê ava bûye.

Bêguman, dewletên dî, yên ku Kurd pareke berbiçavkirî ne ji gelên wan, ditirsin ku ev “Sîstema federal” bibe axaza gelê Kurd li wan welatan jî.

Li Rojavayê Kurdistanê, ji destpêka sedsala niho de, armanca “federaliyeke kurdî” bûye mijara gengeşiyê di nêv xebatkarên me de. Hem Partî Demokratî Kurdistan – Sûriye (KDP-S) û hem jî Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdistanî – Sûriye û hem jî Encumena Neteweyî ya Kurdistanî – Sûriye (KNAS) ev axaza pîroz ji xwe re kirine armanc û ji wê re dixebitin, û roj bi roj piştevanên vê federaliya kurdî bêtir dibin. Di lêpirsîneke Internetî de, heme kesên ku dengên xwe dabûn, federalî baştir û çêtir ji Autonomî an ji “Mafên çandeyî” bo gelê Kurd li Sûriye dîti bûn.

Mixabin…

Niha, roj bi roj, paş ku serhildana gelê Sûrî di 15ê Avdara 2011 de dest pêkir bû, hinek ji rêber û pêşmêrên tevgera neteweyî ya gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê, ji axaz û armancên xwe yên berê, wekî “Mafê çarenivîsê bo gelê Kurd” û wekî “Federaliyeke kurdî” an “Autonomiyeke kurdî” dadikevin, têne xarê, û wilo xwe didin nasîn, ku ewana tew ne li gel wan aramancên pîroz bûn. Ji me Kurdan jî hene, tenha bo ku cîhên xwe di nêv kongire û saziyên Sûrî de bigirin, amadene ku tew axazeke kurdî ya dirist li xwe diyar nekin, û ji wan kesan jî hinekan xwe wilo li kongireyên Antaliya, Istanbol û Ankere, bi Ereban dane pejirandin. Ewana wekî nûnerên gelê Kurd têne dîtin, nûnerên ku tew armanceke wan a neteweyî û taybet bo gelê Kurd nîne…Ewana tenha “DEMOKRATIYÊ” ji gelê Sûrî re dixwazin, teviya xebata wan bo vê jêmahîba “Demokratiyê” bû, ne bo tiştekî dî bû.

Eve ziyaneke mezin digihîne kêşeya gelê Kurd û tevliheviyekê davêje nêv tevgera me ya ramiyarî, neyekbûna me li hember hêrişên nijadperestan dide xuyakirin û qelsiyê di xebatên me yên dadmend de pêda dike.

Şandiyeke KNAS, îsal, di dan û standinan de, li gel “Koçka Sipî“ li Washingtonê, li ser projeya „Sûriyeke federal“ peyivî. Koçka Sipî bo şandiya kurdî got ku ewana ne li dij vê projeyê ne, hema pir pêwîste ku hêzek an du hêzên siyasî yên ereb jî vê yekê bipejirînin, û bi taybet “federliyeke kurdî”.

Me di (KNAS) de dest bi bizavên xwe kir, ku gengeşiyeke fireh di nêv hembervanên Ereb de vekin û li ser vê mijarê bi firehî rawestin. Me projeyeke nivîskî jî li ser vê “federalîkirina sîstema siyasî ya Sûrî” bi zimanê Erebî belav kir. Em bi part û rêkxiraw û kesayetiyên Ereb û Sûrî re ketine têkiliyan…. Lê mixabin!

Wekî me gotiye, hinek ji kesên Kurd, ên ku xwe rêber û serkêşên part û rêkxirawên kurdî dibînin, hinek qelembaz û roşenbîr, û hinek kesên ku li sendeliyan û li navan ji xwe re digerin, û xwe / partiya xwe bi “Kurdistanî” didin nasîn, derdikevin ber television û rajnameyên Ereban û peyva “Autonomî” an “Federalî” wekî gunahekî dibînin, ewana dibêjin ku axaz û armanca wan tenha: “DEMOKRATI BO SÛRIYE” ye.

Lê ji vê yekê wêrantir ewe ku, hinek partiyên ji derveyê Rojava Kurdistan in, piştvaniya erzankirina kêşeya gelê Kurd dikin û di nêv gotinên xwe yên hingivîn re, div a qonaxa bilind a serhildana gelêrî de, piştvaniya kuşterê mezin Beşar Elesed dikin.

Ya ji zana, rêber, xebatkarên Bakur / Başûr û Rojhilatê  Kurdistanê têxwestin, ewe ku piştvaniya xwe bo standina terzekî ji xwe îdarekirinê bo gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê carcar bînin zimên.

Serkeftina gelê me li Rojavayê Kurdistanê, serkeftina giş neteweya Kurd de.     

Advertisements