05. 02. 2013
((2))
Nijadên mirovî -1
Tevî ku Xwedayê cîhbilind, di Qurana pîroz de dibêje, ku mirov giş ji Adem in û Adem ji axê ye, dîsa jî hinde dûrokvanên Musilman, wekî Elmesûdî vê yekê li gor fantaziyên xwe dide qelemkirinê û dibêje, ku ‚Kurd‘ ji nijadê „ên Gonê“ ne, ji neslê „Cinn“ hatîne, û nijadperestên Tirkan dibêjin ku Tirk ji nesl û nijdê gur in.
Ji wan fantaziyên erzan jî, gotina Elmesûdî, ku egera ciyawaziya rengên mirovan ji hev û din, ewe ku melekê mirinê, Izraîl ê Xwedê teala ew şandibû bo ji wî re axê bîne, da ew mirov jê pêda bike, ji her şêweyekî axê hinek anî, ji reş, ji sor, ji sipî û zer, û ji ber wê yekê mirov jî rengareng in.
Mixabin, di dûroka mirovatiyê de, gelek nêrîn û dîtinên çewt û nebaş di nêv mirovan de belav bûn, ewên serdest dixwastin bidin pejirandin, ku xûna wan şîn e, ne wekî ya mirovên bindest sor e, hinek „Rûmetdaran“ li Ewrûpa, digotin ku gel û mirovên binzorkirî ji nijdê „H’am“ in, ewê ku –li gor nêrîna wan a çewt – ji aliyê pêxember „Nûh“ ve hatibûn kolekirin, hinekan jî, û bi taybet ji Almanan, xwe ji nijdê zormendên bajêrê berxwedanê yê navdar „Troya“ didîtin, û li Firensa Firenkiyan xwe bi kurê lehengê navdar Hêktor ve girêdidan. Gava Nikolas Frḗret bizava xwe kiriye, va çewtiya dûrokî tazî û pûç bike, Firenkiyan ew di sala 1714ê de xistin zindana Bastîl a navdar. Li Rûsiya jî xanima Imperator Elîzabeth dûrokvanê Alman Müller avête zindanê, gava wî di sala 1749ê de bi cîh anî, ku Urus ji nijdekî Fînî-Teterî ne
Van hevnizimkirinên nijaperest pevçûnên xûnî, qirkirinên nijadî û cengin wêrankar di cîhanê de pêda kirin. Hinek siyasetmend û nivîskarên Firensî, ceng û pevçûnên di navbera deselatiyên şahanî de, li Ewrûpa, wekî neyartiyeke sirûştî ya nijadan didîtin. Wan nijadên xwe Latînî bilindtir ji nijada germanî dizanîn û Alman wekî nijadekî hov ê li şûn mayî di şaristaniyê didan nasîn. Tersî wan jî Almanan xwe wekî nijadeke „Arî“ ya pir paqij, zîrek, zana, û xûnpaqij dinasîn, û hemî gelên cîhanê di bin xwe re didîtin. Ev baweriya çewt û nemirovane, li ba partiya Nazî, ya ku Adolf Hitler rêberê wê bû, di navbera 1933 û 1945 de, bû ramiyariyeke neteweyî ya tund û tûj, û ew polîtîk bû egera kuştina 55 milyon mirov, di cenga cîhanî duwê de, û bû egera çêbûna Holokoust , a ku tê de bi milyonan Ciho hatîne qirkirin, çi bi kuştinê û çi bi sotandinê di eytûnên agirî de û çi jî bi rêya çekên kîmî. Egera serekîn a cengên li dijî neteweya Kurd jî, ku ji dema Umewiyan ve, ta niha çêbûne, nijadperestiya sultan û padişahên ne Kurd bû, an jî ew nijadperestî çarîkek bû ji talankariya aborî ya niştê kurdan re. Li hember wan hêrişan, em dibînin, ku helbestvanekî bi navê Elmutewekkîlî di dema Ebbasiyan, bi Erebî bang li Ereban dike, dibêje
„Ez ji neslê Cem im, û hilgirê jêmayê padişahên Ecem im“
„Bi min re alaya Kawiyan heye, û ez ê bi wê serweriya giş neteweyan bikim“
„Ez ê bala hilkişim, bi tîjka qelem û ya şûr ez ê bi serkevim“
Helbesta wî wilo tund serbilindiya nijada xwe tîne zimên, û pişt re Ereban erzan dike, heta zarowên Benî Haşim, ku pêxemberê Musilman , Muhemmed, silav û selewat lê bin, ji wê malbatê ye, dibêje
„Bibêje bo Benî Haşim tevan, ewên ku soz û peymanan naparêzin“
„De vegerin herin Cezîreya xwe, da hûn marmaroşk û kuliyan bixun“
Nivîskarê amerîkî yê navdar Mark Twain (1835-1910) di pirtûka xwe de „Ewên bêgunah li derve“, ku sala 1869ê hatiye belavkirin, li ser gera xwe di Rojhilata Navîn û Türkiyê de, gelek gotinin nebaş û nexweş li ser gelên Musilman dibêje, ew nijadê Ereban bê hiş, bê mirovatî, bê wijdan, bê şaristanî û bê paqijî, dide xuyakirin, lê gava li ser Fillehan li Filestanê, di bajêrê Al-Nasire de, ku ewana jî ji nijadên Ereb û gelên herêmê ne, dipeyive, ew dibêje ku Filleh çendîn paqijin, tew li ba mêş, kêç û sipî nînin, ne jî ewana wekî Ereban li ser pişta suwar dibin, tew hêştirên qerêj, ên dikine pirepir, li ba wan nînin. Li ser va reşkirina nijadî ya neteweyekê, ku tenha ji ber ola wê çêbûye, pirtûka rojnamevan û nivîskar Robert Dreyfuss, di sala 2005ê de, bi sernavê „Lîska Şeytên“ belav kiriye, xweşik radiweste
Li Firensa, Belçîka jî, pir ji mêj ve, hinek kesên ku puf agirê nijadperestiya neteweyî kirîne, berî derketina Adolf Hitler bi nêrînên xwe yên Nazî, ji zû ve hebûn, da agir gurrtir û hêgîntir bibe, wekî Mirquet û Pergameni, ku herdu zanayin mezin bûn, gelên Firensî û Ewrûpî, li dij Almanan dihurhitandin, û wilo didan xuyakirin, ku Alman gelek şeryar in, talankar in, koledar in, dizkar in, ji nijadekî nerûmetdar û mirovnehez in.
Li ba Ingilîzan, ku gelek ji wan bi serketina nijada „Ingilo-Saksonî“ bawer dikin, kîn û neyartî û nevîneke bê wekanî, di dev û sîngên wan de, li hember gelên Irlendî-Kiltî hebûn. Hîn di sala 1913ê de, şêwirmendê „kanzlerê“ almanî Theobald von Bethmann Hollweg li ser pêdabûna pevçûneke xûnî ya fireh û mezin, di nêvbera nijada „Arî“ ya gelê Alman û nijadên dî yên ku ne Arî ne, li ber serdar û serleşkerên xwe bi aşkereyî peyivî bû, û ji ber wê yekê li gor dîtina wî, pêwîst bû ku Alman bêtir çek ê debanan bo leşkerê xwe amade bikin û leşkerê xwe hîn bêtir mestir û hêzdartir bikin
Li Amerîka gelek zanayên xudan nêrînên olî û ramiyarî hebûn, ewên ku piştvaniya kolekirina mirovên rengsiyah dikirin, û digotin ku reşikiya koleyan hîn ji dema Habîl û Qabîl de heye. Habîl û qabîl herdu kurên hezretî Adem bûn. Wan nijadperestên amerîkî digotin, ku dema Qabîl birayê xwe Habîl kuşt, xwedayê dadmend rû û çermê wî reş kir. Bi wê yekê kolekirina nijadeke mirovî ya sipî ji nijadeke mirovî ya reş re, wekî „Qeder“a mirovî didan nasdan. Eve jî tersî zagona Xwedayê dadmend e, ku dibêje mirov hemî ji Adem in û Adem ji axê ye, di nêvbera wan de, ne reng û ne ziman û ne jî nijad ciyê bilindiyê û serweriyê ne, nêzîktirê wan ji Xwedê ve, bêtirê wan e di tirsîn û baweriyê de. Di sala 1926ê de, li Bermingham, li Alabama, di rojên berî hilbijartinê de, belavokek hatibû belavkirin, têde ji aliyên hinek „Sipî“ yên amerîkî ve hatibû xwestin, ku mirovên ji nijadên „Sûrî“ û „Girîkî an Yûnanî“ wekî mirovên „Reşik“ bên jimartin, divê mafê wan jî di hilbijartinê de tune be, û giha bû wê pileyê, ku kesekî navê xwe bo hilbijartinê dabû belavkirin, xwe wekî „Xwepêşkiriyê mirovê sipî“ dabû nasîn û gotibû, ku eger serketina wî di hilbijartinê de bi dengên van hindikiyên ne „Sipî“ ve girêdayî ye, ew serketina xwe tew naxwaze. Hema gelê Alabama baş dizanî, ku ew direwan dike
Ereban serweriya neteweya Islamê ji xwe re „maf“ dîtin, û piraniya wan li welat û navçeyên dagîrkirî, xwe wekî „Seyyid“ û „Serwer“ dane nasîn, û di nêv Musilmanan de terzekî wilo çewt ji ola Islamê belav kirin, û eve jî bû egera gelek serhildanên Antî-Ereb, û bi teybet li Iranê, ku dema berî Islamê Bexdad jî di bin destê Farisan de bû, û baweriyên nijadperest ên dij-Ereb û dij-Islamê jî, di dema Xîlafeta Ebbasî de, bi firehî belav bûn. Dibe jî van bawerî hîn ji dema Umewiyan de pêda bûbûn, ji ber ku Xîlafeta Umewî serdestiya nijada Ereb di Rojhilata Navîn de, bi darê zorê bi cîh anî, û gelek xûn jî ji bo wê yekê hate rijandin, bêtir ji xûna gelên ne Ereb
Ji aliyekî dî ve, gava nijadek an neteweyek bi ser dikeve û yê derdora xwe binzor dike, eve encamin nebaş di nav wan gelên binzorkirî de pêda dike, û gelek kes ji wan bindestan nasnameya xwe, çanda xwe ya neteweyî, zimanê dayîk û bavên xwe, wekî cilin genî bûne, ji xwe davêje, û xwe mîna kes in ji neteweya serdest didin nasîn, û ji ber wê yekê, em dibînin çewa neteweya Ereb evqas mezin bûye, û peyva „Elmusteerîbon –ên Erebkirî“ bi kar tê bo rewştkirina wa piraniya, ku di koka xwe de “Ne-Ereb“ in. Niha li Amerîka jî rewşeke wilo heye, ku gelek mirovên ji nijad û neteweyên dî bi asanî têne pişaftin, û mixabin Kurd jî, ku gelek ji wan paş şikestina serhildana Xweybûn koç kirin Amerîka, di serî de ji xwe re hinek komele ava kirin, dawî tev di civaka amerîkî de winda bûn. Gelek Kurd êdî şerm û fedî dikin, ku xwe wekî „Kurd“ bidin nasîn. Ne tenê li Amerîka û ewrûpa, belku li piraniya welatên serdest, ku Kurd xwe tê de wekî „Hindikiyeke neteweyî“ dijmêrin, û di nav Kurdan de, wekî di nav gelek gelên Musilman de, peyva „Seyda“ belav e, ew jî bi wateya ku ev mele an ev şêx ji malbateke erebî ye, wilo ew serwer û pêşeng û bêtir xudan maf e di deselatdariya civakî û ramiyarî û olî de. Di rastiyê de, ewana malbatin ne Ereb in, xwe bi xwe pişaftine û xwe kirîne Ereb. Niha li Türkiye jî, bi hezaran malbatên Kurd xwe wek Tirk didin nasîn û gelek mirovên me, ji ber tirsa dûrokî ya temendirêj, tew bi Kurdî napeyivin û di malên xwe de jî bi Tirkî dipeyivin, û mixabin ji wan jî obeke mezin ji roşenbîran, hunermendan û polîtîkvanan heye. Wekî ez dizanim partiyekî kurdî jî zimanê fermî saziya wê „Tirkî“ bû. ((Bermayê gotarê heye))
50.747860
7.048770