
Cegerxwîn di demeke dîrokî ya giring de jîna xwe borand (1903-1984 z.), demeke giring e ji ber ku tevgera gelê Kurdistanê di van 100 salên borî de, di pir koçberên xwe yên rengareng re derbas bû, û ji aliyekî din ve giringiya vê demê ji guhartinên civakî yên jîna gelê me tê. Bi ser ve jî, pêşketina mirovatiyê û serketina gelên cîhanê dijî hêzên koledar û kolonyalîzmê, di va dema dîrokî de, bi xortanî û bi firehî bû.
Di va gotara kin û kurt de, armanca min ewe, ku ez nêrîna seydayê Cegerwîn di warê Şoreş û serxwebûnê de bidim ber lêkolînê û derxînim ber ronahiyê, ev jî karekî ne asan e, ji ber ku jîn û xebata Cegerxwîn, weke Prof. Qanatê Kurdo di sergotina dîwana Cegerxwîn a 5’ê de gotiye:
“Cegerxwîn bi rewşa xwe ve, bi efrandinê xwe ve, bi ramana xwe ve, behra bê berî û bê binî ye, gelek girane meriv noqî wê behrê be û bizanibe çi di wê behrê da heye.”
Armanca min ji vê gotarê ew e, ku ez ji xwendevanan re diyar bikim, li ba Cegerxwîn bîr û baweriya şoreşa serxwebûnê ji destpêka xebata wî ya hozanî ve xurt bû, wî ji serxwebûnê re hozan vehûnandin û şanî gelê kurd kir, ku şoreş bo serxwebûna Kurdistanê rêya wî ye û divê xwe jê re amade bike û her tiştekî jê re erzan bike, can û mal û teviya heyîna xwe. Lew re ewên ku li Cegerxwîn xudan derdikevin û li hember şerê serxwebûnê radiwestin, du caran xwe dixapînin:
Yek- Cegerxwîn ne hevalê bîr û baweriyên wan ên şaş û teng bû.
Du- Ewan nikanin çi caran xwe bikin hevalên Cegerxwîn, ji ber ku axwazên wan û kirinên wan nabin yek.
Prof. Qanatê Kurdo di sergotina xwe de dibêje:
“Di jiyîna Cegerxwîn da, li nav her çar parên kurdistanê da, gelek rojên giran qewimîne, li jiyîna xelqê kurd da gelek caran bûye reşebayî, babelîsk, tofan û baran, lê teht û kelemên serê çiyayên Kurdistana dabeşkirî li ciyê xwe da mane, ne leqiyane; Cegerxwîn jî mîna wan teht û keleman li ser bîr û bawera xwe da bi qayim, berk rawestaye, ji ciyê xwe çep û rast neleqiyaye, ne hejiyaye.”
Heya koçkirina dawî ya Cegerxwîn 14 afirandinên wî hatibûn çapkirin, ji dîwanan (7), Romana Reşoyê Darê, Cîm û Gulperî, Mîdiya û Salar, Gotinên pêşiya, Destûra zimanê kurdî û du birên Ferhengê. Ez bawerim, ku pirtûkeke wî ya bi navê „Tarîxa Kurdistan“ jî hebû, lê baş naye bîra min. Loma tênêrîna berhema Cegerxwîn histobariyeke mezin e, divê mirov xwe jê re amade bike û demeka dirêj têde bixebite.
Cegerxwîn Bi xwe feqîr bû, ji bo ku zikê xwe û yê malbata xwe têr nan bike, ji zarotiyê de dest bi kar kiriye, belengaziya wî di nivîsînên wî de perdeyeke ji tariyê û sohtine bi xwe re berdaye û ew di hozanên xwe de gelek caran li ser belengaziya xwe peyiviye, wek:
“Xanîkî min heye pir kûr e wekî çala bê jen
Dirêjî û panî çar gaz heye bi gazê necar
Li alîkî kûz û mirîşk û nivîn û firaxin
Li aliyê dinê agir û seroşk û zarok û çend dar…”
-Dîwana yekem, Rûpel 36 –
Lê çavêd wî belengaziya gelê kurd jî didîtin û li her kenarên wî birçî û rêncber bûn, bi wî re kar dikirin û mîna wî bo welatê xwe Kurdistan dixebitîn. Li ser rewşa gelê xwe yê birçî, tazî û perîşan jî gelek gotiye, wek:
“Xanîkî kûr, teng, li dor çar dîwar
Li ser wî pûş û li bin best û dar
Sifirne û şirik bi kunc û eywan
Bi kulek û refik, hem bi nêrdewan
Her çar dîwarên wî ji ax û av
Mal û sermiyan zar û zêç di nav…. ”
-Dîwana yekem, rûpel 58 –
Ji bil belengazî, zêwirî, birçîbûn û rêncberiyê, hinde hikariyên din jî li Cegerxwîn û li hozanvaniya wî hebûn, berî her tiştekî xweşbûna Kurdistanê, çiya, deşt, zinar, av, dar, mirov û heyînên vê welatî gelek hikariyên xwe li Cegerxwîn kirin, ew bûbû dilovanê welatê xwe, û em dikarin bibêjin, ku hozana wî (Welatê min) ew gihandiye bilindtirîn çîna hozanvaniyê, destpêka wê ev e:
“Welatê min ! tuyî bûka cîhanî
Hemî bax û bihişt û mêrg û kanî
Şepal û şeng û şox û naz û gewrî
Gelek şîrîn û rind û pir ciwanî…. ”
-Sewra azadî, Rûpel 42-
…û di her hozaneka wî de evîniya wî ji welatê wî re diyar dibe, û pir caran wê dike dilbera xwe.
Kurdistan li ba wî kiçeke ciwan û rind e, dezgirtiya xortan e û li hêviya mêran e, ewên ku amade ne di ber wê de xwînê li şûna qelen bidin:
“Xemlandîme seranser, dezgirtiya xorta me
Gerden sêvek sor û zer, li hêviya merda me
Qelen xwîn e ne cewher, Kurdistana kurda me
Bê tang û top û leşker, îro we ez berda me
Kurdistana delal im, herkes tê min dixwazî
Ez pir şox û şepal im, min deng daye bi nazî
Ev bûn bîst û du sal im, li ser min cengebazî
Kurdo ! Wer min bixwaze, belê bi serfirazî ”
– Dîwana yekem, rûpel 4-
Ji aliyê hozanî ve, Cegerxwîn weke wî bi xwe bo min, sala 1974ê li bajarê şamê gotiye, dema min jê pirs kir:
– Seyda, ciyê we di dîroka hozanvaniya kurdan de li kî derê ye?
Gote min: “Ez di zincîra hozanvanan de qulpê paşiyê me, ji hozanvanên kevnare (klasîkî), min wilo bidin nîşandan.”
Ew bi seydayên kevnare, di jîna xwe ya hozanî de, gelek mijûl bû û xwîna wan a hozanvanî tev xwîna wî bûye, nema ew ji wan cuda dibe û nema ewan ji wî cuda dibin. Lew re em germiya dilê wî di herdu dîwanên pêşîn de bi şêweyekî xort dibînin. Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Feqê Teyran, Perto yê Hikarî û heyanî Mela Ebdilselam (Nacî) Cizîrî pêşkesên wî ne û ji wan fêr bûye hozanvaniyê. Wî jî weke wan Hozanên çêrokî gotine û li pey rêç û şopa wan boriye. Ji hozanên wî yên çêrokî: Fala qereçiyê, Serxwebûna mirîşkan, Xurtiya yekîtiyê û h.d.
Di hinde hozanên Cegerxwîn de, mîna (Şox û şengê – D1, r.130), (Gazin ji kê ? D1, r. 142) û ( Sur şirînê D1, r. 157) mirov şaş dimîne û dibêje, evana ji Melayê Cizîrî hatine, ne ji Cegerxwîn, ji ber ku ziman, avakirina hozanê û heyîna wê, ji ên Melayê Cizîrî ve, bi carekê, nedûrin û di gelek rewştin û di diyarkirina dêmenan de herdu hozanvan nola hevin. Lew re em dikarin bibêjin, dîwarê ku Cegerxwîn milê xwe dayîyê, dîwarê çanda kurdî ye, ne dîwarekî biyanî ye.
Welat li ba Cegerxwîn bûye zîndan û tarî, ew nema rûdine û jê re herdem xebatê nîşan dide:
“Ew welatê wek bihuşt bû, bûye zîndan, kûr û teng
Dîl û gerdenxarî tê de, bê şibak û pencere”
-Dîwan a yekem, rûpel 21-
Cegerxwîn bona welatê xwe serxwebûnê dixwaze û çi caran bo Autonomiyê dilşad nebûye, û di gelek ristên wî de axwaza serxwebûnê tê ber çavan, wek:
“Iro roja xebatê, Serxwebûn e doza we
Dema jîn û felatê, li ku maye soza we?
Hûn tev şêrên di latê, rovî kete koza we
Şikestîne di matê, dijmin biriye boza we”
– Dîwana yekem, rûpel 4 –
Cegerxwîn deng li derwêşan dike, ku cilkên xwe bavêjin û dakevin qada xebatê, bo serxwebûna gelê xwe, ew dibêje:
“Dema xişta çûye, dema tang û top e
Îrbanê bavêje, dijmin qope-qop e
Ev rêça hûn tê de, rêçek xwar û kêm e
Rêça serxwebûnê çi xweş rêç û şop e !”
-Dîwana yekem, rûpel 43-
Ew ji kiç û jinên kurdan re jî diyar dike, ku daxwaz serxwebûn e, û divê ewan nola wî bêjin:
“Ez keça kurd, nû gihame, tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn”
– Dîwan a yekem, rûpel 79 –
Dema Cegerxwîn têgihêşt, ku axaza gelê kurd serxwebûn e, êdî rabû deng li gelê xwe kir, ku ji zarowên xwe bo xwendin û zanînê bişînin, wan hişyar bikin, ji ber ku nezanîn dijminê mirov û pêşketinû serxwebûnê ye:
“Şev û rojan bixwînin, bibin serbest û zana
Tovê jînê biçînin, ji bo dîl û nezana
Carek hûn dê bibînin van bexçe û rezana
Kurdistanê derênin, ji destê van dizana”
-Dîwan a yekem, rûpel 4/5 –
Lê bi zanînê tenê mirov nikare welatê xwe bistîne, lew re Cegerxwîn dibêje:
“Xorto ! Eger tu rabî, wek başokê herî çûk
Ne xurt û şehreza bî, tu nastênî ji min mûk
Ne wek şêr û guran bî, bûkê didî bi tûtûk
Ku bê tac û sera bî, tê çawan min bikî bûk?”
– Dîwan a yekem, rûpel 5 –
Bang li sergeranên kurd dike, ku malê xwe bo rizgariya gelê xwe bidin:
“Malê xwe tev bela kin, ji bo serbestiya kurd
Xwîna xwe tev birêje, ji bin destan tu derkev”
Zanîn û mal û hezkirina welêt jî nebese, divê yekîtî hebe, û bo yekîtiyê Cegerxwîn gelek gotiye, em gazina wî di pir deran de dibînin, û di (Serxwebûna mirîşkan) de pir xweşik hatiye ser wê pirsê. Li ciyekî din dibêje:
“Em destê xwe bidin hev, li ber dijmin bibin yek
Qet zora me nabin, ev dijmin û ev seg”
– Dîwan a yekem, rûpel 37 –
Bo yekîtiyê dîsa dibêje:
“Gelî kurdan, ji xew rabin, werin carek temaşa kin!
Yekîtî qenc e, pir başe, di Kurdistanê peyda kin”
.. û ji wê pê ve jî, Cegerxwîn bo serxwebûnê û azadiyê tenê yekîtiyê xweştirîn armanc û daxwaz dibîne:
“Bes yekîtî xweş divêtin, da ku têk serbest bibin
Min be qurbanê sera û ala rengînê te me“
-Dîwan a yekem, rûpel 68-
Cegerxwîn dibîne, ku axa û beg tiştekê baş bo gelê xwe nakin û ji wan hene her hevalên dijminin, lew re dibêje:
Pîra Torê
„Hilkişîme çûme jorê, herdu rex min bend û rez
Min dî pîrek tê ji torê, ker di bin de tê bi lez
Hate nêzîk rojbixêrek da û wek min dil bi xem
Pîrebî bû, por sipî bû, taqî reş bû, rû gewez
Min ji pîrê xweş dipirsî: ey metê tu ji ku ve tê ?
Go ji Sîrtê diçme Bêrtê, Xûniya Romê me ez
Xan û eywan kirne wêran, mêr û jin serjê kirin
Min go: Pîrê ! qey tu kurdî ? Çûye tilyên xwe bi gez
-Belkî benda rez bi guh bit, dengê xwe pir hilmeke
Pir ditirsim ez ji derbê singuyê Roma teres
– Min digot: axa û beg, wê go: kurê min guh medê !
Ew şivanin, sermiyanin, dane gur wan col û pez …..”
-Dîwan ayekem, rûpel 45 –
Bo serxwebûna welatê me, li ba Cegerxwîn tiving ciyekî giring distîne:
“Werin dîsa ji xew zû hûn şiyar bin
Digel rext û tifingên xwe li kar bin
Bikin cengê digel dijmin hero zû
Heta ku em bibênin ew vera bû….”
-Dîwan ayekem, rûpel 22-
Ew gazî li hemî kesên welatî û xwedî namûs dike, ku rêzên xwe bikin yek û bo gelê xwe dakevin qada xebat û şoreşa neteweyî:
“Te divê ku ew bibin mêr
Xwedan text û tac û zêr
Bi yek can û dil û deng
Digel dijmin bikin ceng
Tevde bidin soza xwe
Zû bixwazin doza xwe
Weke mêra bibin yek
Bi dest bigrin gurz û çek
Li ser çiyan bibazin
Doza xwe tim bixwazin
Ji Kermanê ta Ferat
Mûsil bigrin ta Xelat….”
-Dîwana yekem, rûpel 42-
Em dibînin, ku wî her çar parçeyên Kurdistanê di vir de bi nav kirine, bi lêvkirina çar navan: Kerman, Ferat, Mûsil û Xelat.
Ew di dû re dibîne, ku ji wa hêza yekîtiyê re serokatiyek, deselatiyek pêwîst e, ew dibêje:
“Yek serdarê xurt û jîr
Li cem rûnin çend wezîr
Ji bo kurd û Kurdistan
Ava bikin dibistan
Da bixwênin keç û kur
Çêkin top û balafir
Xwendewarên qenc û baş
Li pêş leşker bikin marş….”
-Dîwana yekem, rûpel 42 –
Wilo ew di rêya rast de diçe, rêya ku tê de serokatiyeke xurt û jîr hebe, ji gelê xwe re dibistana şoreşê veke, xort û keçan têde fêr bike xebat û têkoşînê…û bi wê serokatiyê re xwendevan, rewşenbîr û zanayên baş û qenc hebin, di pêşiya leşkerê serxwebûnê de herin, ne li pey tevgerê an jî li dij wê.
***************