Di zarava Kurdaxê de hinek pevek

Cankurd, 10.06. 2011

Yek ji yekî re dibêje: Min Ciwan dît, lê “Destek li pêşe, yek li paş”. 

Ji vê pevekê em têdigihin ku Ciwan ji wê ve tê û destek daye pêș xwe û yek daye paș xwe… Wekî mirovekî tazî ku dixwaze xwe bisitirîne..Hema mebesta bêjerê vê pevekê ne wilo ye. Ev gotin bi mebesta diyarkirina rewșa Ciwan tê gotin. Ew mirovekî gelek hejar e, hemahema xwe disitirîne… Ev ji ber hejariyê tê gotin. Bi Erebî jê re ” Kînaye” tê gotin. Di Kurdî de, em dikanin jê re “Ji dêl” bibêjin.

Wekî vê, di zarava Kurdaxê de, pir “Ji dêl” hene. Ji wan jî:

-Li paşiya gamê nîştiye: Ji ya xwe danayê…Bo serhişkî û nezaniyê jî tê gotin

– Ji hêştir ketiye, hîn ji hophopa xwe namîne: Şikestina xwe napejirîne û bi ser de dipeyive.

– Dest di ser destan re hene: Hinek ji hinekan bi hêztir in

– Lêvek li erdê yek li ezmên: Pir xeyidî ye. Xeyda wî li ser rûyê wî diyar e

– Dev dibêje, guh nabihîse: Tenê ya xwe dibêje, guh nade çi gotinan

– Kes bi devî wî şorbê venaxu: Kes guh nade wî

-Zik li ber dêv e: Ew bi du canan e, û hindik maye barê xwe deyne. Bo jinên ber zayînê tê gotin.

– Dev avête kêça: Li ser tiştên hûrik radiweste

– Dest daye ser zikê têr: Halxweşe

– Xwe bi erdê vedida: Nerazîbûna xwe dihanî zimên

Gava em di zarava Kurdaxê de li van “Ji dêlan” bigerin, emê gelekan bibînin, û gava yekwate û mebesta wan nizanibe, wê pir giran be ji wî re, ku têbigihe Kurdaxiyan çi bi hev re dipeyivin.

Bê guman di zaravên dî de “ji dêl” gelek hene, ji wan jî li bakurê Kurdistanê ev tê gotin:

-Xurên qaling li hev didan: Bi devkî bi hev diçûn

Lew re ez wekî histobarî dizanim, ku zimanzanên me van pevekan jî wekî peyvan bicivînin û ji wan re ferhengeke șirovekirî pêda bikin, da pașserên me têbigihin, gava ewana  nivîsên pêșserên xwe dixwînin.

Alman, Firensî û Ingilîzan di vê mijarê de gavin mezin avêtine. Mixabin em di her warekî pir lipaș karwana mirovatiyê de diherin.Di warê paristina ziman û zaravên zimanê xwe de jî.