20. Juli 2011
Ji 2ê sala 1889ê ve, navçeya Dakota (Dakota bașûr û ya bakur), ku dikevine bin serhedên Kanadî-Amerîkî, li gor pirtûkên dûrokî û li gor rastîniya rojane, parekin ji dewleta Amerîkî (USA). Lê belê, berî niha bi 16 salan niștevanekî Dakota, ku bi navê John Roljinski ye, kanî bi cîh bikira, ku evtevlêkirina Dakota tenha bi terzekî leșkerî çêbûye, hema çi bingeheke destûrî an zagonî jê re nîne. Wî dest pêkir bi nivîsandina nameya ji mezinên dewletê re û axaza cihêbûna Dakota ji sîstema wîlayetên Amerîkî kir. Di sala 2003 de Sînatorekî mijara dengdayîneke gelêrî ya xelkê Dakota daxist gengeșiyê lê ew bi serneket. Paș ku dadkaran di van salên dirêj de ji hêja John Roljinskî bawer kirin û maf dan wî bo bi cîh anîna dengdayînê de, ew pê hișyar bû, ku sînorên Dakota bi terzekî zagonî tew nehatîne nasîn, lew re pêdivî bi lêkolîn û gengeșiyeke nû hate vekirin, ew jî wê çend salan dirêj bike, em nizanin.
Hêja Dr. Abdulhakîm Bașaar, ku serokê Partiya Demokrat a Kurdî ye (Alpartî) li Sûriye, taze pê hișyar bû, ku taqek li dîwarê me heye, bayekî tund tê re bi ser me de tê, lew re bo gelê Kurd, bo tevgera kurdî û bo rewșenbîr û jin û ciwanên kurd, kongireyeke neteweyî ya kurdî li Sûriye niha pêwîst e.
Eve jî paș hefteyekê ji serlêdana hinek berpirsên Encumena Neteweyî ya Kurdistanî- Sûriye (KNAS) bo Koçka Sipî li Washington û paș peyivîna serokê wê di xaniyekî de ji wan xaniyên gewre yên Kongirêsa amerîkî. Eve jî seyr e û ciyê pirsê ye. Qey hêja Dr. Ebdulhakîm Beșaar vê encumen\ tew nabîne û nizane ku ew dikane hinek xebat û bizavên baș bike, ku hinde partiyên me nikanin bikin?
Ev li xwe hișyarbûna birayê hêja tîne bîra me, ku partiyên kurdî sûrî, berê jî paș avabûna vê encumenê yekser hatin ba hev û gota “Vegêreke siyasî” ya kurdî li Rojavayê Kurdistanê kirin û gava ziyaneke mezin gihandin vê encumenê, qirikên dikirine zîqezîq ji nû ve dûr firiyan û mijara “Mercîîyetê” dîsa bincil û ta niha tiștek ji wê bahoz û tolazê dernekt.
Baș tê bîra min, ku hinek partiyan gotin: Em vê encumenê (KNAS) napejirînin. Me dizanî ji bo çi! Ji ber ku rêberê wan ê rûhanî tew hebûna parçeyekî ji Kurdistanê di rojavayê wê de napejirîne, û ewana jî hîç encumenekê, partiyekî, komeleyekê an desteyeke çandeyî û folklorî jî, ku ne di bin saya rêberê wan de be napejirînin. Hinekan jî gotin:”Hûn axaza federaliyek kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin, hema partiyê me vê yekê naxwaze.” Bi wateya: ewana nikanin bo gelê Kurd federaliyê bixwazin, ta partiya wan dixwaze. Hinekan jî gotin:”Hûn bizava roxandina sîstema Baas li Sûriye dikin. Em vê yekê armanc nakin.” Hinekên dî gotin:”Hûn dixwazin têkiliyên KNAS bi derve re avabikin. Em hîç guh nadin tiștên wilo.”
Axaza tevan jî ew bû, ku serokê encumenê ji partiyan be, lê kesek bi nav nekirin, da pevçûn li ser serokatiyê di nêv wande pêda nebe,berê kelem di nêv wan de pir in. Gișan axaza %60 ji sendeliyên encumenê bo partiyan kirin, lê diyare hêja Hekîm Beșar ji wan naziktir e, em niha kêmtir dixwaze.
Di vê demê de, gelê Sûrî tev derketiye serhildanê û roxandina sîstema Esed armanc dike, jê re xebata xwe dike û gelek qurbaniyan her roj dide. Hêja Hekîm tenha gota “Rêveçûnên aștiyane û demoqrat ên Kurdan” dike, lê armanca wan nabêje, tevî ku rewș wêran e. Ew li ser axaza “Autonomî” an “Federaliya kurdî” jî tiștekî nabêje, tevî ku ji sala 2000î ve ev axaz firehtir di nêv gelê me de belav dibe û niha hinek partiyên ku van axazan dixwazin jî hene û livbaziyên xwe yên siyasî bi xortanî li derve ji bo wan dikin. Hema ew bi așkerey8 li ser “Dialoga neteweyî bi deselatê re” dipeyive û dike bendek ji bendên projeya xwe bo kongireya neteweyî.
Dîsa jî pir baș e, ev destpêkirina partiyekî weke (Alpartî) li Rojavayê Kurdistanê bi axiftinê li ser giringiya kongireyeke neteweyî, ku encumeneke hevpar jê derkeve. Hema hîviya me ji hêja Hekîm Beye, ku ew bersivên pirsên me û yên xûșk û birayên dî bi sîngekî fireh û bi wêrekî li ser vê mijarê bide, da diristiya kesanî û siyaseta wî ji dest neçe. Ka ew çi li ser KNAS dibêje? divem wêbiherif8nin û yeke nû bê navê Kurdistan û bê axaza federaliyê ava bikin? Ka em dev ji armanca roxandina sîstema Baas ê hov û neyar berdin? an jî em li ser xebata vê encumenê xebateke balatir, hêjatir û xortir avabikin?
Li gel silavin ji dil