Cankurd kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com
Avakirina neteweyekê – 3
11. 02. 2013
Di seriyê van nêrînên nijadperest de, bê guman, wan gotinên fîlosofê Girîkî Arîsto li ser koletiyê tên bîra me, gava wî digot, ku sirûşt ji xwe du nijdên mirovî pêda dike, yek bo hukumraniyê û yê dî jî bo di koletiyê de bijî, yê hukumdar xudan kanîn in mezin e û yê dî bi hêza sewalan e, wekî “Heywan” e, tenê bo berdestiya yê dî ye. Mafê yê serdest jî li ser yê kole heye, wekî mafê mirov li ser dewarekî
Li ser vê nêrînê hinek fîlosofan wilo ev çewtiya Arîsto dane şirovekirin, gotin, ku ev deselatdariyê û koletiyê ji koleyan re baştir e, ji ber ku di destên wan de hêza hişmend nîne, ku ji wan re jiyanê hêjatir bike an dijwariyê ji ser wan kêm bike, herdem jî pêdiviya wan bi xudanên wan heye, ku rêya rasttir nîşan bidin, û ji ber ku hêzên serdest ji hemi aliyan ve xudan taybetiyin hêja ne
Li Firensa, ku nijada Almanî pir kêm û binketî, wekî me di gotara duwemîn de nivîsandibû, ev nêrîn serobin bû, ji ber ku zanayê Almanî yê navdar Gottfried Wilhelm Lîbnitz da nasîn, ku Firensî ji nijadê Gêrmanî ne, û pişt re Comte de Boulanvileirs jî da belavkirin, ku li Firensa du nijad hane, nijadê serketî yê Germanan û nijadê binketî yê Kiltiyan û Romanan. Dawî Montlosier hat û got, ku li firensa du gel hene, ku ji sê nijadên cihê ne, yek ji mirovên azad e û yê dî ji nijadên kole ye
Li Almaniya di navbera salên 1881 û 1885 de, Arthur de Gobineau herdu nêrînên wan camêran kirin yek nêrîn û da nasîn, ku nêrîna nijadê Arî an Germanî di cîh de ye, û mirov tenha bilind û bala dibe bi qeser hebûna xûna Arî- Germanî di rah û damarên wî de. Ew bi xwe Firensî bû, ne Alman bû. Ev nêrîna wî li Firensa bi cîh nebû, hema pişt re li Almaniya, û bi taybet di nêv xwendevanên zanîngehan de bi zûkî belav bû û cîhekî balkêş di mejiyên xwendekarên Alman de stand. Chemberlain ê Ingilîzî jî pesindariya Almanan di pirtûka xwe de kir, ya bi navê “Foundations of the Nineteenth century- Bingehên sedsala Nozdehê
Wekî dixuye, nêzîkbûna zimanên Arî ji hev û din, hêla ku gelek kes bawer bikin, ku ewana ji nijadekî ne, weku nêzîkbûna zimanên Samî ji hev û din, û ji Ereban re bibêjin, Bo çi hûn û Cihowan bi hev diçin, ma hûn ne pismamêd hev in
Nêrîn û dîtinên zanyarî yên ji sedsala Nozdeh û Bîstê de bêtir belav bûne û baweriya gelek mirovan bi wan hatiye, li ser bingehên van zanînan ava bûne: Zoologî (Zanîna Sirûştî ya ajalan), Ethnologî (Zanîna gelan û nijadên mirovî) û Enterpologî (Zanîna Mirov). Di van nêrîn û dîtinan de, zanyar dibêjin, ku rast mirov ji yek babetekê, bi wateya sirûştî ya ajalî, wekî Zoolog dinasin, lê diyar e an mirov hemî ne wekî hev in, zincîrkên wan ên nijadî ji hev bi dûr ketine, ji ber gelek egerên, ku bi cîgah û derdor û civaka aborî ve girêdayî ne. Hinek cudahiyên berbiçav ên baş xweya dibin di nêvber wan zincîrkên nijadî de hene, pir ji zû ve pêda bûne û wilo dûroka mirovatiyê şeqle kirîne, wekî cudahiya rengên mirovan
Di gotara pêşîn de me gotinên dûrokvan Elmesûdî li ser cudahiya rengên mirovan ji we re anî bû zimên, lê belê wî ne li ser binyada zanînên nûjen ew gotin kiribû, wî li gor bihîstinê ji devan, û li ser bingeheke baweriya olî gotina xwe kiribû
Hinek ji zanyarên van zanînên, ku me bi nav kirine, mirovan dikine sê par: Parê rojîn, parê şevîn û parê zerik ê berbangê, hinek jî van „nijadan“ bi kar tînin: Celebê Sipî, celebê Reş, celebê zer. Hema tevî ku rengê çermê mirov bêtir ji cudahiyên dî ber bi çav e, dîsa jî ew mîna cudahiyeke bingehîn a nijadên mirovî naye dîtin. Ev reng di bin hikariyên „bandorên“ derdora sirûştî pêda bûne. Arîstotalîs (384 BZ – 322 BZ) yê Girîkî ev ji zû ve nas kiribû, û Ibin Sîna (980-1037) jî rengê Sipî wekî kêmbûna tunê „boyê“ di reng de dîtibû, bi wateya ku mirovê Sipî ne xudanê wan tunan „boyan“ e, yên ku li ba mirovên ne Sipî hene. Lêkolînên zanyarî jî dane nasîn, ku mirovên Sipî ne ji yek zincîreke nijadî ne, ji hev cihê-cihê ne
Ji ber vê yekê, zanayên Enterpologî, ji parvekirina mirovan re, diyardeyeke tenha wekî bingeh nabînin, û ji wan re hinek diyardeyên dî pêwîstin, wekî bejindarî, şêweyê serî, dîmen û rewştên rûyê mirov, çav û difna wî, û bêtir ji wan şêweyê porê an „pirç“ a seriyê mirov
Nijadê mirovî yê niho, paş pêşveçûnên demdirêj gihaye va keviya ku li ber çavan e. Hema di çi demê de an li kijan navçeya geografî li ser rûyê vê zevînê ev nijad pêda bûye, ta niha yekrayî di nêv zanyaran de nîne. Çend zincîrkên nijadî jî hene, hejmara wan çiye, dîsa ne diyare, hema ji ber asankirina mijarê, baştir dibe, ku em bibêjin: Du zincîrkên mezin û dirêj hene, yek ya gelên li şûn mayî ne, û ya dî jî zincîrka gelên pêşkeftî ne, ewana gelên Asiya û Ewrûpa ne, ku ji wan hinek komên mezin li teviya cîhanê belav bûne, wekî li Amerîka û Australiya. Ji vê zincîrka Sipî ya Qefqasî, sê binemal hene: Binemal rojavayî, ku bi zincîrka Zireya „deryayê“ Navîn ê Sipî têye bi nav kirin. Binemala bakurî, ku jê re zincîrka „Nordîk“ tê gotin, û binemala Rojhilatî, ku jê re zincîrka „Ostîk“ an ya „Alpî“ tê gotin. Ev parvekirin li ser bingeha cudahiya qehfên mirovî yên di nêvbera wan zincîrkan de hatiye danîn
Ji ber çavan naye winda kirin, ku wan gelên di derdoreke hêja de jiya bûn, ku li wir gelek harîkariyên ji bo jiyaneke mirovî ya cîhgirt û aram hebûn, wekî hebûna avê û deştên mêşeng, ku çandinî tê de berhemdar bû, ji xwe re û ji teviya mirovatiyê re şaristaniyin pêşkeftî û serkeftî ava kirin, wekî li Misirê, di ber kenarên çemê Nîl re, ku ta niho rêç û şopên şaristaniya Fîronî balkêşiya hemî mirovan bi ser xwe ve dibin, û wekî şaristaniyên Babilî, Asûrî, Mîtanî, Hatî „Hîtît“ li ber çemên Tîgra „Dîcle“ û Ferat, an jî şaristaniyên kevnare yên gelên Çîn û Hindistanê… Hinek nijadan jî xwe bi darê zorê herdem paristin û di cîhanê de, bi xûnrijadina gelên dî bûn xudan deselatdariyên bê wekanî, wekî gelên Turk û Mongolî, tevî ku wan bi xwe re çi şaristaniyên berbiçav li şûn xwe ne hêlan û di niştên xwe yên mak de jî rêç û şopên ji xûnrijandinê pê ve nehêştin
Di vir de naye bincilkirin, ku nijadê Sipî yê zincîrka Rojava, li Ewrûpa, wekî gelên Turk û Mongol hêriş birin ser gelek welatan û neteweyan, ji wan jî hinek gel û netewe, wekî wan, Sipî bûn. Hêrişên Aleksanderê Makdonî ber bi Rojhilat ve, an yên gelên Kiltî û Brîtanî bi ser Hindistan û Amerîka û Australiya ve, û yên Firensî bi ser Afrîka ve, û bi taybet yên Espanî û Portogîzî bi ser Başûrê Amerîka ve, ku bi hovîtiyeke mezin ewana xistin bin zor û stema xwe, ji xwe re kole û nandozên bo cengan pêdakirin û xêr û berên wan welatan talan kirin, hema van hêrişkarên Sipî bi xwe re gelek zanîn jî bo wan gelan birin. Napoleon Bonaperte bi xwe re çapxane ji Misriyan re bir, Ingilîzan jî hunerên leşkerî, yên ku li ba wan pir pêşkeftî bûn birin Hindistanê
Hinde zanayên wekî Lazarus li ser „Nefsa nijadî“ peyivîn, ku ji pêdabûna hinek taybetiyên nefsî yên komikên mirovî, di dûroka jiyana wan komikan de derketîne holê. Em carinan dibêjin:“Mirovên Sipî an Ewrûpî pozbilind in!“, an em dibêjin:“Alman di karê xwe de dirist in!“ an jî em dibêjin:“Kurd li hev nakin û Turk di hev nabihorin, wekî êlekê li her derekê dijîn û di cengê de hov in“ an jî wekî nijadperestên Turkan digot in, ku „Baştirîn Kurd ewê mirî ye
Bê guman ne mirovekî Sipî an kesekî Ewrûpî xwe di ser nijadên din re dibîne, lê gava em li gelê Alman binêrin, emê bibînin, ku di dema Naziyan de, bi piranî wekî serokê xwe Adolf Hitler diramîn û dilivîn, weku li nêv Ereban jî, ku bi piranî li hember gelê Kurd, li ser siyaseta Seddam Husên in, ku li ba hinek komikên piçûk di nêv zincîrkeke nijadî de an di nêv neteweyekê de diyardeyên wilo pêda dibin. Carina pêdabûna serokekî di nêv partiyeke siyasî de, ku bi hişkî û bi peyvin nebaş û quretî bi hevalên xwe re û bi gelê xwe re dipeyive, dibe egera belavbûna nefsiyeta wî ya kirêt di teviya partiyê de, em dibînin, ku gelek hevalêd wî, tam mîna wî dipeyivin. Eve „Nefsa nijadî“ ji me re dide nimûnekirin an diyarkirin
Mirovatî di demên gelek zû de bi nêçîrvaniyê û talankirinê jiyana xwe diborand, pişt re mirov fêr bûn çandinê, daristan birrîn, coyên avê kolan, hinek bendên piçûk li ser çeman pêda kirin, û zeviyên xwe standin û tê de kar kirin, pez û ga pêda kirin û di nêv hev de bazarî li dar xistin, û şaristaniyê di nêv wan de cîh girt. Li Mesopotamiya, Li Çîn û Hindistanê, Li ber kenarên çemê Nîl û li hinek parçeyên Ewrûpa ya Kevin jî wilo bû, lê em dibînin ku li newalên bi xêr ê ber, ku mirovan dikanîn pir mifayê jê bigirin, wekî li Amerîka û australiya, ev çê nebû, tenha li Meksîk û li Pêro rêç û şopên şaristanî yên kevnare hene. Indiyên Sor li Amerîka dizanîn çandin çewa dibe, lê ew pêş ve nebirin, û man li ser serohatên xwe yên nêçîrvanî û talankarî
Lêkolînên zanyarî dane xuyakirin, ku li navçeyên pirnijad, û tevliheviya nijadan çêbûye, mirovatî di civak, çand û şaristaniya xwe de pêşdatir çûye û tersî nêrîna wan Espartiyan û Makdoniyan e, ku Espartiyan nedihêlan gelê wan di nav biyaniyan de bijî, an biyanî di nav gelê wan bijî, da çand û ziman û “pakbûna xûna xwe” biparizin, Arsêstotalîs Makdonî wekî hovemirovan didan xuyakirin û Alêksanderê Makdonî jî gelê xwe pir bala didît. Li ba hinek olan jî ev “Xweparistin” an “Xweperestî” heye, ku bawermendên vê olê nabe bi yên wan olan re bijîn an jina ji hev û din bînin
Di rastiya jiyanê de, gelek tiştên seyr hene, ku nêrînên nijadperest vala derdixînin. Ji wan jî van nimûne: Alêksander Poşkîn (1799-1837), ku yek ji mestirîn hozanvanên Urisan bû, neviyê reşemirovekî di berdestiya qeyserê Petrus ê mezin de bû, û ji ber zîrekiya wî, ew hildan û kirin endizyarê Topan, ew maldartir bû û ji xwe re bûkeke Urisa xanedan standibû. Herdu nivîsevanên Firensî yên mezin Dumas ê bav ê yê kur jî, di koka xwe de, ji nijadê Reş bûn. Ereb seriyên xwe bi sê kesên pir navdar di dûroka mirovatiyê de bilind dikin, lê her sê ne Ereb bûn: AlFarabî (872-950), Ibin Sîna (980 –1037), Selahdînê Eyûbî (1137–1193). Iro, li welatên pir nijad û çand û reng di nêv hev de dijîn, mirovatiyê gavin firehtir di hevjîna civakî, hevnasîna çandeyî û di gelek warên zanînê avêtine. Bê guman, ne Imperatoriya Babilî, an ya Asûrî, ya Misir û ya Roma jî, li ser pişta yek nijadekê an gelekî ji gelan ava bûn, îro jî li bajêrên gelek mezin ên cîhanê, wekî Parîs, London, New York, Hong kong û Yohanesbourg va rastiya ber bi çav dibe
Li dawiya vê rûpelê ji zincîra van gotarên me, em dikanin bibêjin, ku nijadeke sade, paqij ji tevlêbûna nijadên din, li ser rûyê zevînê nine, ne Turk, ne Kurd, ne Alman, ne hindî û ne jî neteweyeke dî wekî xwe mane. Hinek nijadên mirovî jî hene ji tevlihevbûna du nijadan pêda bûne, û wilo guhartineke nijadî pêda bûye… Di çand û dûroka çandî de vê tevliheviyê ciyê xwe girtiye. Em dizanin, ku gelê Japonê di binyada xwe de ji welatê Kore hatiye. Erebkirina gelên Sûrî, Misrî, Bakurê Afrîka ji tevlihevbûna wan gelan di dema Imperatoriya Islamî de çêbûye. Gelên Arî, ku ji Bakur ve hatîne tev li gelên Pars û Mîdiya bûn û di nêv hev de hatin pişaftin, Turkên ku ji Asiya ve hatîne gelên Girîkî, Bulgarî, Laz û Tat û Lîdî bi dare zorê kirin Turk, wilo jî wan reşemirovên, ku kolonyaliyên Ewrûpî nêçîra wan li Afrîka kirîne, niho li Amerîka bi nijada Sipî re welatê xwe avadikin, ji hev dizewicin û çandeke Amerîkî ya nûjen pêda dibe, ku herdu dîmenên nijadî li ser wê hene. Hema ne herdem wilo ye. Li Italiya, wekî Boas (1858-1942) dibêje, du şêweyên seriyan hene, ku mirov li bakurê Italiya û li başûrê wê ber bi çav dike, li Sûriye jî, em dibînin, ku Erebên çolê ne wekî mirovên bajarî ne, porê wan “Pirça seriyên wan” piçekî ji hev cihê ye, şêweyekî gustîlkî û reş heye û şêweyekî wekî yê Ewrûpiyan heye, tevî ku herdu şêwe xwe Ereb dizanin, û seriyên dirêjokî hene, ku bêtir yên Ereban in û seriyên wekî yên Kurdan hene, ku bi eniyeke pehn, pozekî “difnekî” mezin û paşiya wan seriyan wekî kendalekî ku hatiye birrîn dixuye. Di navbera Cihowên welatên Ewrûpî û yên welatên Rojhilata Navîn de gelek ciyawaziyên reng û dîmen û por û serî hene. Bo tevlihevbûna van nijadan, û guhartina van zincîrkên nijadî, hîn demeke dirêji ji hevjîna mirovî pêwîst e
Di ola “Dînê” Islamê de, mirov hemî berê neteweyek bûn. Li ba Xwedayê dilovan û mîhreban cudahî di nêvbera nijadan, rengan, zimanan û gelan de nîne. Nabe mirovê bawermend li têla nijadî xîne, û piştvaniya gelê xwe an êla xwe, rengê xwe an nijadê xwe, di zorbaziyê an setemê de bike. Gava ew di her warekî piştvanê nijadê xwe an gelê xwe be, di rewşa zordariyê de, êdî ew ji xêza rast û dirist a ola Islamê derdikeve, ev tew naye pejirandin
Ereban berê digotin:”Harîkarên birayê xwe bin, çi zalim û çi mezlûm
Di Islamê de jî, cenabê pêxember Muhemmed, selewat û silav lê bin, ev pevek li ber rêhevalên xwe got. Yekî pirs ji wî kir, ka ev çewa dibe, got:” Ey pêxemberê Xwedê, em têgihan çewa harîkariya birayê xwe li hembera setemê bikin, lê em çewa harîkariya birayê xwe di setemê de bikin”. Bersîv da, got:”Bi destê wî bigirin, da ew setemê neke, eve harîkariya we ji wî re ye
Gotina wî ya di tevakirina ola Islamê de gelek navdar e, gava gotiye, ku ne cudahiya yekî Sipî ji yekî Reş heye û ne jî ya yekî Reş ji yekî sipî. Cudahiya yekî Ereb ji yekî Ne-Ereb tune ye, ne jî ya yekî Ne-Ereb ji yekî Ereb, tenha (Cudahî) bi tirsa ji Xwedê (Teqwa) heye
Di gotara me 4ê de, em li ser Zevîn “Zemîn“ û Geografiya wê rawestin, eger Xwedê rê bide me
((Bermayê gotarê heye))
50.747860
7.048770