28.05.2013 http//:cankurd.wordpress.com kurdistanicom@yahoo.de
(Wêne yê kurdekî ji senceqa Iskenderunê ye, lê di koka xwe ji Kurdaxê ye.)
Mela Mesîhayê Tirwanşî [ 1882-1973 ]
Tîpguhastin: Cankurd
Jêder: Vejîn, hejmar 3, Zivistana 1996ê, r. 91-108, Dihok
Subhan ji şahê qudretê
Guh bidêrin vê qissetê
Kesêt evê vê ummetê
Bes biken ji vê dinê
Bitirsin ji mirinê
Vebîr xwe bînin şeva bi tinê
Bitirsin ji paşerojê
Daîmen şevê û rojê
Ji agirê û germay dûjê
Guh bidêrin ciwan û pîr e
Ya gelê beniyêt feqîr e
Mirinê neken ji bîr e
Ji bîr biken zêr û malî
Da her bigrîn û binalîn
Ji tirsa yê Zulcelalî
Karê xwe biken xebatê
Lez biken demê û sea’tê
Ji roja e’resatê
Bilerzînin ji hîsabê
Ji mehşûşa î’qabê
Ji heybeta e’zabê
Ya gelî xelkêt evê cemae’tê
Guh bidêrin vê qissetê
Da bo we bikem beh’sê Qiyametê
Qiyamet rojeka pir xewxa ye
Nêzîke hind nemaye
Meferê me her Mewla ye
Qiyamet wextê bête
Çi (2) halev ser me tête
Çi halekê mekan teng e
Çi rojeka vedeng e deng e
Yê bi heq dizanît, h’al çi reng e?
Zemanêt radibine ve însan e
Qazî bi xwey Sultan e
(…… ……. ….. ….)
Qazî şahê ekber e
Dê ket roja meh’şer e
Mihemmed nebiyê ekber e
Mihemmed li dîwanê
Roja h’eşrê û mîzanê
Xwe dihavête meydanê
Ew h’ebîbê Qureyş e
Li qiyametê xîretkêş e
Li meydanê tête pêş e
Ew Xaliqê Reh’mane
A’lemê diket wêran e
Kes naket çi pirsan e
Wêran diket dunyayê
A’lemê dibet fenayê
Kes nîne li wî biketin rayê
Ew şah e, ew amîr e
Ew sultan e, qedîr e
Bê malxwe û wezîr e
Ew amir e, padşa ye
Ji hindî mexlûqatêt di dunya ye
Ew dizanît u’mrê wan çi maye
Ew dizanît u’mrê wan e
Wekî têtin burhan e
Xirab diket wêran e
Wekî têt ew mecal e
Bi pirs û bi sual e
Dibêjîtin Israfîl derh’al e
Wê dibêjîtin yê Wehab e
„Ey Israfîl zû rabe
Da a’lemê bikem xirabe
Ku min emir da te
Ji hindî mexlûqate
U’mrê wan çû pirate
U’mrê wan çi ne maye
Sorê (3) bigre çi ne maye
Da ev roke bikem xewxa ye
Tu rabe bi destûrê
Bi destê xwe bigre naqûrê
Lez bike pifke sorê
Tu rabe bi xewxake
Mîl û çiya têk rake
Mexlûqata fena ke
Israfîl wekî zanî
Sor di devê xwe danî
Bi qudreta subh’anî
Subh’an şahê qudretê
Ne gehand ji xefletê
Bi Sorê pif diketê
Wê dibêt şahê sîfat e
Ji hindî mexlûqat e
Kî maye yê bi h’eyat e?
Izraîl wê dibête
« Hukim her li (4) te tête
Mexlûqata kim hemû perête
Ez geryam li hemiyane
Li tebeqe êt erd û esman e
Min kes nedît bi giyan e
Min kes ne dît bi wucûd e
Rûh’ ji qaliba mewcûd e
Ji xeyrê Iblîsê merdûd e“
Ferman diket yê Celîl e
Dibêjît: “Ya Izraîl e (5)
Tu her lez bike bi tee’cîle
Tu here bilerizîne
Bigeh Îblîsê lee’în e
Rûh’a wî bi zeh’metî bistîne
Xweş xweş here bi heybet e
Bi xezeb û bi mîh’net e
Rûh’a wî jê bistîne bi şiddet e”
Izraîl hate xare
Bi h’îkmeta yê Cebbar e
Ji teleba yê kuffar e
Izraîl dibêjît: “Ya Îblîs e
Ey li xwarê xesîs e
Te çend şûl kirin telvîs e
Eve çendî çend sal e
Ev Ademî rakirin zal e
Ve (We) xwe ra pêda kirin heval e”
Ew kopekê beraz e
Vê dikevîtin gazegaz e
Li xwe tînîtin î’raz e
Dê ketin dengedeng e
Lê zer dibîtin reng e
Dê bezît wekî xedeng e
Dê revît wekî xezal e
Ew kopekê şekal e
Ji tirsa nalenal e
Ji tirsa dê ketin giryanê
Li ber heybeta rûh’kêşanê
Ji Izraîl dixazît emanê
Izraîl dibêt: “Ey kafirê lee’în e
H’ukmê şahê emîn e
Evroke tu çi eman nîne”
Izraîl dibêt: “Ey kafirê mirar e
H’ukmê şahê Cebbar e
Tu xilas nabî ev care
Ey musteh’eqê cezayê
Kes nema ye li ser dunyayê
Wext e tu jî biçiye fenayê
Wexte te ji dunyayê rakem
Şerbeka avê bi devê te da kem
Rûh’a te bi zemherîrê şakem“
Here wekî seyê pîr e
Vê dikevît hîrehîr e
(…… ……. ……. ….)
Hîrehîr e ve direvîte
Bi meşriq û bi mexriba ve dicemîte
Izraîl vêra digehîte
Izraîl dibêt: „Ey musteh’eqê le’netê
Raweste vê see’tê
Tam bikevê şerbetê
Ew şerbeta weku merg e
Tam bike av û terg e
Dê li te sojin mêlak û cerg e
Dê sojin li ber êşanê
Dê bihejin li ber kovanê
Ji ber zeh’meta rûh’kêşanê“
Ew sezayê le’netê
Kefte benda zeh’metê
Nabînît çi reh’etê
Her wekî ewî zanî
Bi e’zaba yê subh’anî
Rûh’ ji qalibî deranî
Wê dibêjît yê Mewla ye
Ew ji bo Qabidrûh’a ye (6):
“Mexlûqêt min kî maye?”
Wê dibêjîtin Ezraîl e
Ya Xaliqê Celîl e
E’bdê te may zelîl e
Izraîl wê dibête:
“Subh’an li heybetê te
Ez mayme e’bdê te”
Wê dibêjîtin yê Zulcelal e (7)
Bilindê bê zewal e:
“Tu jî bimre mecal e
Tu jî bimre gera te ye
Bi destûrî û îzna me ye
Baqî îman her ji bo te ye”
Izraîl guh didêrîte
Gazîyekê radihêlîte
Bi îzneha Xwedê dimirîte
Fena bûn îns û can e
Weh’ş û teyr û h’eywan e
Mexlûqêt erd û esman e
Erd û esman kerker bûn
Melek di şapera wer bûn
Rûh’ ji qaliba veder bûn
Mexlûq ku bûn ew fanî
Ew stêrêt nûranî
Dê werhin ji esmanî
Ew stêrêt ron û geş e
Roj û heyvêt şefeq xweş e
Dê xesifin, tarî û reş e
Dê tarî bin hemû vêkra
Çel û çiya dê çin têkra
Erd û esman dê bin jêkra
Ew çel û çiyayêt kubar e
Hat bayekî dijwar e
Kirne tûz û xubar e
Wê dibêtin yê Mewla ye
Xaliqê bilindê ee’la ye
Bo min quwwet e, her beqa ye
Dibêjîtin: Ezim yê Cebbar im
Êk im, her li qerar im
Ez Wah’idê Qehhar im
Wê dibêt şahê letîf e:
“Kanê beniyêt şerîf e
Li wana yêt leîf e?
Kanê kafirêt sewda ye
Xudan koçk û sera ye
Ku wan li min girtin de’wa ye?
Kanê evêt kubare
Ku wan rizqê min dixare
Li ser dunyayê, Li gel min digirtin benare?
Ka mêrêt li dîwanê
Gedayêt li meyxanê
Cundiyêt li meydanê?
Kanê şah û emîr e
Xudan malxwe, wezîr e
Bo çi ranabin, bikin tedbîr e?”
Kes ne maye li wê xerabê
Bibêjît wê sewabê
Ve Xaliqî ra bidetin cewabê
Cewabê dê det her bi xwe ye
Ew pakê munezzehê bi zatê xwe ye:
“Ev mulkiyê te her ji bo me ye
Ji bo me her qudret e
Padişahî û e’zemet e
Mîrî û seltenet e”
Ji ew paşa yê Cebbar e
Birandin çend mîqdar e
Rakirin melekêt çar e
Ew melekêt celîl e
Cibraîl û Izraîl e
Israfîl û Mîkaîl e
Ew her çar ku rabûn
Bi tirs û lerz û tabûn
Li qiyametê multeqa bûn
Wê dibêt şahê qudretê
„Herin biken xilmetê
Di ew rînin (li) cennetê
Bigerhin li qesrane
H’ûrî û hemû xilmane
Hay biden hemyane
Hay biden cennetê
Bixemilînin bi zînetê
Bo Mihemmedî û ummetê
Cennetê bizeyinînin
Buraqa bixemilînin
Ve Mihemmedî virêken (werînin!)”
Ew Buraqa nûrîn e
Digel alayêt rengîn e
Digel h’ûlle û tancêt nûrîn e
Li yaqûta eh’mer bûn
Li xav û ziberceda exder bûn
H’ûlle sor û zer bûn
Melek diken xebatê
Dizeyinînin cennatê
Dixemilînin wê sae’tê
Dixemilînin h’ûriyane
Di gel tox û alane
Li gel Buraq û h’îllane
Ew melekêt Xwedê ne
Wan tox û alavê ne
Li meydana qiyametê ne
Dibêjin:“Erê meydanê
Ey xerabê, wêranê
Qebrê Mihemmedî kanê?“
Wê dibêjin erdê Xwedê ye:
„Bi wî kem yê weha ye
Nuzanim bidem cewabe (??)
Bi wî kem yê Cebbar e
Hat bayekê dijwar e
Kirme tûz û xubar e“
Bi fermana yê Sebûr e
Melek dibînin ji dûr e
Erdekî diçîtin nûr e
Ew çû bûn bi îctîhad e
Qederekê çû bûn tevave
Ew nûrha yê gulbav e
Yê ewwel Cibraîl e
Qasidê şahê Celîl e
Bi derkefta, bi tee’cîl e
Ew melakê Reh’man e
Dê çîte tu ber wan e
Dê girît her bi ew xane
Wê dibêjîtin yê nûrîn e:
“Ya Cibraîlê emîn e,
Eve çi huzn û girîn e?”
Cibraîl dibêt: “Ez lew digirînim
Mihemmedî dibînim
Qewî li wî şermînim
Ê şermînim li wê qissetê
Xudanê Şefae’tê
Dê pirsît li ummetê
Dê pirsît bi xîtab e
Gotin evro ya bê hîsab e
Dê çewa dem cewab e“
Melek diçin temam e
Sekinî bûn bi îkram e
Li Mihemmedî kirin selam e
“Selama yê Semed e
Xweş riza ye bê Eh’ed e
E’leyke ya Mih’emmed e
Ya nûriha berekatê
Tu rabe di e’resatê
Xudanê şefae’tê”
Ew xatemê enbiyan e
Radibîteve ji qebran e
Dadiweşînit rihan e
Riha alaxê dadiweşînît
Çavê nûrîn teltînît (hiltînît?)
Cibraîlî pê dibînît
Dibêjît: “Ya Cebraîl e, bibêje
Eve çi roj e hoya dirêj e
Min tu ne dîtibûyî li mêj e
Çi roj e, çi zeman e
Dunya bûye meydan e
Diyar nînin çi î’mran e”
Wê dibêjîtin yê nûrîn e
Ya Cebraîlê emîn e
“Kanê Mekke û Medîne?”
Cibraîl dibêjîtin sewabê
Ve nebî ra detin cewabê
“Ev roke roja h’îsabê
Ev ro roja fîraqê
Ya we’dê û mîsaqê
Hilo suwar be li Buraqê”
Ew suwarê serwer e
Dibêjîtin: “Ka Ebû Bekir û U’mer e
Û Osman û E’liyê heyder e?
Ew suwarêt serbestin
Celeb girtin li desta (deşta)
Rawestin li pêşî desta”
Wê dibêjîtin yê nebî ye:
“Ya Cibraîlê exî (8) ye
Ummeta min li ku ye ?
Ya exê (birayê!) bo min bira ye
Bê minnet û riza ye
Ummeta min kî maye?
Ez mame li jiyan im
Bi muştaqê h’eyran im
Bo emmetê xwe dilkovan im”
Wê dibêjîtin melekê emîn e:
“Bi wî kem yê nûrîn e
Min hay ji ummeta te nîne
Bi wî kem yê subehe
Ne Adem û ne Nûh’e
Ne hatiye bi kes rûh’e »
Ew suwarê qiyametê
Wî sicûde çû wê sae’tê
Her digirît bo ummetê
Xaliqî ku we dîte
H’ebîbî digirîte
Baranekê dadirêjîte
Bi qudreta ê Reh’man e
Wekî têtin baran e
Heta çil rojan e
Çil roja dibarîtin
Çend mîqdar pê ve diçîtin
Mexlûq paşî ditirsîtin
Ew Xaliqê Celîl e
Wê dibête Israfîl e
“Hilo pifke Sorê bi tee’çîl e”
Bi qudreta îlahî ye
Pif dikete şaxî ye
Vêra dikete gazî ye
Wê gaziyê radibêye
“Ya mexlûqêt Xwedê ye
Rabin ev ro roja h’eşrê ye
Ya hestiyêt kerker bûyî
Ya leşê jêkra bûyî
Qiyamet wa rabûyî
Werne derê ji qebran e
Ji zikê h’ît û beh’ran e
Werne ber lîqayê Reh’men e
Werne ber lîqayê
Li qiyamet û xewxayê
Ji e’mela û cezayê
Ji e’zabê û cefayê”
Her ji vê gaziyê ra ya mezin e
Rûh’ ji Sorê difirine
Li qaliba dihine
Erwah’êt wane dave
Li qaliba bûn belave
Hemû cemyan tevave
Hemû rabûn di e’resat e
Ji hindî mexlûqat e
Hemû dizanin e’resat e
Hemû dizanin eh’wala
Xwe bi xwe dibêjin hevala
“Wey le me yê xerabe mala”
Ew beniyêt sergerdan e
Radibineve ji qebran e
Çil sala li ser piyan e
Çil salêt dî tevave
Roj gezekê (gazekê) li hindav e
Dê lê sojin hinav e
Çil salêt dî bi qiyas e
Serkolin di pêxasin
Ne kizot e û ne libas e
Kesê hay li kesê nîne (niye!)
Ne babê û ne dayê ye
Ji ber germa rojê ye
Ji ber germê û şeqawetê
Di roja qiyametê
Kes di hewara kesî netê
Li qiyametê û xewxayê
Li poşiya û weylayê
Hemû dizanin xebera (dayê?)
Wê dibêjin: “Wey li me bê mefer e
Li me dirêj bû meh’şer e
Kî dê bo me ketin mehder e? (9)
Kî dê bo me ketin vê hîmmetê
Mehderê diket vê şefae’tê
Me xelas biket ji vê zeh’metê
Me xelas biket ji vê xewxayê
Ji e’mela û ji cezayê
Ji e’zabê û cefayê”
Ew beniyêt miskîn e
Wan ji ber germê taqet nîne
Di pêxasin, di şeqî ne
Di rûsin, di qelender e
Di pêxasin, di bê mefer e
Dê çine nik Adem pêxember e
Ew beniyêt Xwedê ne
Her digrîn û her dibêne
Ve nik Ademî ve têne
Dibêjin: “Ya babê me yê pîr e
Sotîn em êt feqîr e
Tu jî li me bike tekbîr e (tedbîr e!)”
Adem ve (bi) wan ra dibêye:
„Min xariye ji darê ye
H’eya (fedî) dikem ji Xwedê ye
Bi wî kem yê sebûh’e
Şefae’tê nakem bo çi rûh’e
Hûn herne nik nebî Nûh’e“
Adem ne kir şefae’tê
Bê hîvî bûn der sae’tê
Jê zêde bûn şeqawetê
Di şeqî da li çûnê dilerizînin
Hewara xwe ve Nûh’ra digehînin
(….. ….. …..)
Dibêjin: “Ya Nûh’ pêxember e
Li me dirêj bû meh’şer e
Bo me bike mehder e”
Nûh’ dibêt: “Ez ew nîme
Xudanê mehderê nîme
Hûn herne nik Ibrahîm e“
Ji nik wî wê zelîl diçin
Bi qudreta yê Celîl diçin
Ve nik Ibrahîm Xelîl diçin
Dibêjin: „Ya xelîlê Reh’man e
Hatîn em êt sergerdane
Hîvî biken nik yê Subh’an e“
Wê dibêt Ibrahîm e:
„Ez bi xwe mehderçî nîme
Hûn herne nik Mûsayê kelîm e“
Ew ji nik wî cuda bûn
Bê hîvî pêkve rabûn
Bi Mûsayî multeqa bûn
Dibêjin: „Ya Mûsa, tu bi Xwedê key
Em hatîn debarê lê key
Sotîn, tu hîviyê bikey“
Wê dibêjît Mûsa ye
„Şermê dikem ji Mewla ye
Hûn herne nik Isa ye“
Dibêjin: „Ya Isa, em bê mefer bûn
Di xubara qiyametê da wer bûn
Sotîn em, kerker bûn”
Isa dibêt: “Ez ew nîme
Xudanê mehderê nîme
(….. ….. …….)
Hûn bo çî we di nezanin
Sewdayêt sergerdanin
Xudanê şefae’tê nizanin?
Ya şeqîyêt melîle
Her êkî ji me bi h’alê xwe meşxûl e
Herne nik h’ezreta yê resûl e
Resûlê rîsaletê
Di roja qiyametê
Ew dê ket şefae’tê
Ew h’ebîbê muxtar e
Li Buraqê suwar e
Ev roke ew serdar e
Em jî hemî bi Buraqîn
Nebiyên te xelaqîn
Bi Mihemmedî di muştaqîn”
Wan ku bihîst ew mizgîn e
Hemû vêkra girîne
Dibêjin: “Ey Mihemmed navşirîn e”
Hemû vêkra bi giryanin
Sewdayêt sergerdanin
Li Mihemmedî di h’eyranin
Di h’eyranin, di feqîrin, di miskînin
Li çûnê dilerizînin
Hewara xwe ve Mihemmedî radigehînin
Dibêjin: “Ya h’ebîbê me yê pak e
Di qiyametê bûn hîlak e
Li me sotîn mîlak e
Ummet qewî ya bi e’zab e
Bi şedîd û bi î’qab e
Sotîn, bûne kebab e”
Mihemmed dibêjît: “Ya ummetê!
Hingo çi dikir di qiyametê
Ji germê û dûjê û zeh’metê”
Ewî ku ummet dîte
Qewî dil pê disojîte
Diçîte secdê (sucudê) û digrîte
Ferman diket yê Reh’man e:
“Ey Mihemmed bizan e
Ev roke ne roja sucdan e
Eve ne ew mecal e
Serî hilîne derh’al e
Meqsûdê bike sual e”
Wê dibêjîtin Mihemmed e:
„Ya xaliqê Semed e
Suala min ummet e.“
_________________________________________
1) Jêder: Vejîn, hejmar 3, Zivistana 1996ê, r. 91-108, Dihok
2) Di teviya metnê beyta qiyametê de (çu) li ciyê (çi) hatiye.
3) Israfîl roja rabûnê (qiyametê) pif Sorê (şaxê) dike
4) Li: Ji
5) Mebest Izraîl e, ku rûh’an distîne.
6) Xudanê mezinahiyê
7) Peyvêd di kovanan de yên Cankurd in
8) Exî bi erebî ye: Birayê min
9) Mehder: Şefae’t û înfîkak û qurtalbûn