جان كورد
kurdistanicom@yahoo.de https://cankurd.wordpress.com https://www.facebook.com/madmiro1
10.07. 2012
Nivîs bi Farsî: Etabekanê Lur
Wergerandin bo Erebî: Mîr Akreyî
Ji Erebî wergerandin bo Kurdî: Cankurd
(Jêder: Mehnameya Çapar, Jimar 59, sal 2012)
(destnîșanên binî yên Mîr Akreyî ne)
((Nijadperestên Ereb, li Sûriye, belav dikin, ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, ji Iran û Türkiye hatîne, hema ev gotar tersî wê yekê dide nasîn-Cankurd))
Zincîra Hezar Hespî ya navdar, bi hukumdariya Etabekiya (1) Lur a Mezin tê nasîn, û paytextê șahzadeyên (mîrên) wê di navbera sedsala șeșê û sedsala yanzdehê zayînî de, li bajêrê Ize (Izec) bû. Hinek ji dûroknasan dibînin, ku șahzadeyên Etabekên „Atabegên“ Lurê Piçûk jî, ji zincîra Hezar Hespî ne, ku paytextê wan Xurrem Abad bû, û șahzadyeên Etabekanê Lurê piçûk deselatiya herêmin fireh, bêtir ji 4 sedsalan dikirin.
Hemdullah Elmustewfî (2) nîșandike ser koçkirina hinek êlên kurdî ji herêmên niha li Kurdistana Sûrî (Çiyayê Simaqê) nêv hinek herêman li Lurê Mezin û Lurê Piçûk. Hemdullah Elmustewfî (730 koçî-1330 Zayînî) (3) dibêje, ku ji wan herdu êlên Mamsinî û Bextiyarî, tev 24 êlên dî yên ji Kurdistana Sûrî barkirin bo herêmin li Çiyayê kêloye, Bextiyarî û Luristana niha. Li gor gotinên Hemdullahê Elmustewfî jî, ev koçkirin di destpêka sedsala 6ê koçî (Hicrî) de çêbûye. Niha li Kurdistana Iraqê jî êla Mamsinî heye.
Di sedê 6ê koçî de (4), nêzîkê 100 malbatên kurdî ji Çiyayê Simaqê li Kurdistana Sûrî barkirin çûn luristanê, ji ber hinek egerên hêminî, ku ji aliyê êlên ji yên wan mestir ve dijwarî dihate ser wan, ewana li ba hukumdariya Mohemmed Xorșîd bi cîh hatin. Serakê wan Ebolhesen Elfedlewî bû, kurekî wî yê bi navê Elî hebû, çû diyarê dilovaniyê, û kurekî wî yê dî jî bi navê Mohemmed hebû, ew jî paș demekê çû diyarê dilovaniyê. Kurê sêyemînê Ebolhesen Elfedlewî, ku bi navê Eboltahêr Elfedlewî bû, ciwanmêrekî wêrek bû, û ji ber zanayî, zîrekî, lawazî, aramî û tûjmejiya xwe, kanî bû destê xwe deyne ser memleketa „Șahdariya“ Luristanê. Paș ku stûnên memleketa xwe xort kirin, șoriș ajot û serxwebûna xwe da xuyakirinê, û xwe bi Etabik bi nav kir. Di sedê pêncemîn de (5) Eboltahir Elfedlewnî koça xwe ya dawî kir, û pișt re her pênc kurên wî deselatiya șahdariya Luristanê kirin, ewana jî evin: Hezar Hesp, Behmen, Imaduddîn Pehlewan, Nesruddîn Ilwakoș û Qizil.
Derketina Etabikiya Lur:
Qeralê Luristanê kesekî ku jê re (Bedir) digotin. Paș demekee dirêj ji deselatdariyê, ew bi egerin nenas mir. Neviyê wî Nesruddîn Mohemed kurê Hîlal kurê Bedir cîhê wî girt. Ew qeralekî dadmend bû, û ji xwe re wezîrekî bi navê Mohemmed Xorșîd histobar kiribû. Hîngê nîvê zeviyên Luristanê diketin bin deselata Șolan, ên ku Seyfuddîn Makan rojbehaî qeraltiya wan dikir. Șolanan ji dema Qeyseran ve (6) deselatdariya wan zevînan dikirin. Avakarê Șol (7) Necmiddîn Ekber bû, ta roja niha jî ewana xwe ji pișta wî dizanin. Ji Kurdistana Sûrî gelekj êlên, ku bi rêberiya Ebolhesen Elfedlewî bûn, bar kirin, hatin Luristanê. Rojekê ji rojan, Elfedlewî mêvanê mala Xorșîdiyan bû, yekî seriyê gayekî bo wî pêșber kir, wî eve wekî bextewariyekê dît û bo dostê xwe got:“Emê rojekê ji rojan deselatdariya van welatan bikin.“
Kurekî Ebolhesen Elfedlewî bi navê Elî hebû. Rojekê ev Elî çû nêçîrê û segê wî jî bi wî re çû. Gelek kesên nenas avêtin ser wî û zor lêdan, pișt re ew avêtin binê șikeftekê. Di wê navê de, segê wî bi hêz hêriș ser wan kir û hinek ji wan birîn kirin, û gava seg vegeriya nêv êlê, û xelkê dît ku pir birîndar e û xûn jê dizîte, Lez kirin, çûn li Elî bigerin, ew di șikeftê de dîtin, anîne mala wî û derman kirin.
Di wê nêvdemê de, kesekî bi navê Selgiryan hebû, ew qeralê Fars bû (8), hema ew wek șahekî nedihate nasîn. Paș demekê Elî mir, û kurtedemeke dî, kurê wî yê bi navê Mohemmed, ku ciwanekî wêrek bû deselatdarî stand, lê pir dirêj nekir, û têkiliyên wî bi silgiryan re nebaș bûn, ew jî mir û kurekî wî yê dî, ku bi navê Ebotahir bû, û têkiliya wî jî bi Silgiryan re nebaș bû, deselatî bir, lew re di navbera wan de cengê dest pêkir, ji ber ku yê dî avêtibû ser șahdariya Lur. Hema Ebotahir kanî bû teska wî bișikîne û bi ser wî keve. Pișt re Ebotahir çû Fars, Li wir Etabikê Senqer gotê: „-Tiștekî ji min bixwaze.“ Ebotahir lêvegerand, got:“-Bi leșkerekî piștvaniya min bike, da ez destê xwe bidime ser Luristanê bi tevayî.“ Etabek Senqer axaza wî bi cîh anî.
Navlêkirina Hezar Hespî:
Raste ku Ebotahir avakarê Etabekiya Luristanê bû, lê ji ber ku kurê wî yê bi navê Hezar Hesp bû, ew hukumdarî gihande serfirazî û hêzdariyê, û kanî bû piștvaniyê ji pașayên „xelîfeyên“ Ebbasiyan bigire, lew re avakarina fermî ya Etabekiya Lur bi navê wî navdarkirin. Ji ber vê yekê jî piraniya jêderan daye nasîn, ku Etabekiya Lur ya Hezar Hespî ye jî.
Hukumdariya Hezar Hespî:
Hezar Hesp hêzdar û wêrek bû, û ew bû pașa li pey bavê xwe, û ew qeralekî dadmend bû, ku di dema wî de șahdariya Luristanê bi pêș ket. Ji ber hindê, gelek êlên ji Kurdistana Sûriyê koç kirin hatin wir û tê de bûn niștevan, ji wan: Astêrkî, Mamekoyî, Bextiyarî, Șond, Zakî, Cakî, Haronî, Așkî, Koyî Lîbrawî, Memoyî, Yehfoyî, Kumeneqș, Mamsinkî, Ermilkî, Tuwanî, Medîhe, Akurd û Kolard û hinên dî, ku li bam e haydariyên hûr û nêz li ser wan nînin.
Bi tevlêbûna van êlan bi hezar Hespî û birayên wî re, fermandariya wî pir xort bû, û bi wê yekê kanî bû neyarên xwe bide revandin ji Șolan, û wê tev li șahdariya xwe bike, û revoyên li ber Hezar Hespî reviya bûn, ber bi Fars ve bazdan. Hezar Hespî wilo, l igel birayên xwe, kanî bû șahdariya xwe fireh bike, ku teviya Luristanê, Șolistanê, kirdarkan, û Kehya yê Luristanê bixîne bin destê xwe, heta ku sînorê wê șahdariyê dora 4 Fersexan ji Esfahanê ve nêzîk bû.
Șahdariya Luristanê:
Di nêvdema Mongolî de, șahdariya Luristanê ji du paran bû: Lurê Mezin û Lurê Piçûk, û di navbera Lurê Mezin û Șîrazê (Fars) de navçeyeke dî ya bi navê (Șolistan) hebû. Lê îro li șûna Șolistanê Mamsinî heye, û li șûna Lurê Mezin Kehkîloye û Bextiyarî hene, niha jî Lurê Pișûk bi Luristan tê navkirrin. Lurê Mezin û Lurê Piçûk, berî hatina Mongolan û heta ji destçûna hukumdariya Ilxaniyan (9) di rewșeke wekî serxwebûnê de bûn, û hinek ji wan jî nasdar bûn û dûrokê navêd wan bi rêya nasyariyan û wêjevaniyên Farsî herheyî kirine, An jî bi pevçûn û șergehên, ku di navbera hembervanan çêdibûn, lê yên bêtir di dûrokê de nas in, wan êl û taîfeyên Lurê Mezin in, ji ber ku ewana rexmalên Fars û Iraqa Ecemî (10), Iraqa Erebî (11) û Șolistanê bûn, û têkiliyên wan bi Etabekiyên Fars û pașayên (xelîfeyên) Bexdadê re hebûn.
Ji vê giringtir, ewe ku navçeyên daniștina wan li ser rêya Iraqa Ereban û geliyên (nihalên) karon û Kerxe ya fars û qeraxên zireyê (behrê) bûn. Piraniya rûdaw û komcivên leșkerî, û hatin û çûyîna Iraniyan di bașûrê rojavayî re, an jî di Iraqa ereban re, di nêv zeviyên wan taîfe û êlan re bûn. Eve bû egereke giring, ku Lurê Mezin bibe navçeyeke stratîcî, hema Lurê Piçûk piçekî dûr bû ji wir ve, û pir hindik ew dikete ser rêyên çûn û hatinan û rêgahên wan.
Șanik û binxêzkên wergêrvan Mîr Akreyî, ku di metinê makî yê Farsî de nînin:
- Etabekiye / Etabekan: Diyare ku ev woșe di koka xwe de Turkî ye, û ji du peyvan pêda dibe: Ata bi wateya bav, û bakiye an Begiye bi wateya Mîr, li ser vê yekê em dikanin bibêjin ew bi wateya Bavê Mîr e, û eve jî wekî Ataturk e, ku bi wateya bavê Turkan e, û berê Atabeg bo hukumdar û Mîran dihate gotin, wekî Atabegiya fars û Șam û Lur û ên dî.
- Hemdullah Elmustewfî / 1281-1349, dûrokvan û ciyograf û wêjevanekî naskirî ye. Elmustewfli bajêrê Qezwînê îranî, yê ku nêzîk e ji Tehranê ve, ji dayîk bûye û li wir jî miriye. Bo wî pirtûkeke hêja û giring di ciyografiya mirovî û siroștî de, ya cîhana îslamî, bi navê (Nuzhetulqulub) heye.
- Ez nizanim bo çî nivîsevanê gotarê ev dûrok (1330 Zaînî) ji dev Elmustewfî girtiye. Diyare ew çewtiyeke ku ji aliyê wî de pêda bûye, ji ber ku ev sala ku bi kar aniye, ne li gor mirin û jidayîkbûna Elmustewfî ye. Me rastiya wê di xalika duwemîn a binxêzkan de daniye.
- Sedê 4ê yê koçî (Hicrî) li hemberê sedê 10ê yê zayînî ye.
- Sedê 5ê di vir de, yê Koçî ye, ku li hemberê sedê 11ê Zayînî ye.
- Mebest qeyserên Farsan in, ku berî Islamê hukumdar bûn.
- Șol jî ji êlên lur in.
- Fars navê wîlayetekê ye, ku bi navê wîlayeta Fars e, navenda wê bajêrê Șîraz e, ku li jêriya Iranê ye.
- Ilxanî (1256 – 1355), di maka xwe de ji piștexeke Mongolî Turkî ne, di Iran û Iraqê de, di Türkiye, Kurdistan û hinek welatên dî de hukumdarî kirin.
- Iraqa Ecem: Pêgehekî ciyografî û dûrokî ye, bo zevîn û navçeyên, ku dikevine rojhilatê Iraqê Ereban, tê gotin, di wê de Esfehan, Rey, Qezwîn, Kirmanșah û ên dî hene.
11 Iraqa Ereban: Ew jî pêgehekî ciyografî û dûrokî ye, ku bo navçeyên deștî yên dikevine di navbera qeraxên Dîcle û ferat de tê gotin, û –Wekî hatiye gotin- Iraqa Ereb û Iraqa Ecem bi zincîra çiyayên Zagros ji hev tên birrîn.
50.747860
7.048770