Îbrahîm Heqî Erzeromî: E’qîda Îmanê

Wergerandin ji Erebî

Cankurd – 2010

E’qîda Îmanê – Bi Kurdî

Diyarî

Ev kurdîkirina pirtûka hezretê Îbrahîm Heqî Erzeromî yê Hesnî diyariya min e ji kekê hêja Mele Nûriddîn Yekta re û heme hêjayên ku bizava xwe kirîne an jî dikin bo serrastkirina baweriya gelê Kurd ê Musilman.

Cankurd

Bonn – Almaniya – 14.10.2010

Sergotin

Hemd ji Xwedê re, Şahê pîroz ê aştî, yê ku rûmet daye me û em bi îman û Îslamê serbilind kirîne, û selewat û silav li pêxemberê me, serwerê mirovan, Muhemmed[1], dildarê wî yê gewre,û li hemî malbat û hogirên wî yênciwamêr, bi şev û rojan, ta roja vejîn û rabûnê.

Pişt re, hejarê rastîn, Îbrahîmê Feqîrî ([2]) yê Heqî dibêje: „-Ey lawê xweşewîst:

01-           Heger ji te hat pirsîn: Tu bawermendî?

Bibêj: Elhemdulîllah, ez bi rastî „bêguman“ bawermend im û nebêje: înşallah ez bawermend im.

02-           Heger ji te hat pirsîn: Ji çi demê de tu bawermenî?

Bibêj:Ji roja ku gotine: Erê „Belê“.

03-           Heger ji te hat pirsîn: Çiye ev Belê „Wateya wê çiye“?

Bibêj: Xwedê tea’la hemî mirov ji pişta „Ji hişkê“ bavê me Adem –Silav lê bin-, li rûyê tovikan pêda kirîne û ewana kirîne histobar û bi wan re bi gota xwe ((Ma ez ne xudanê we me?)) peyiviye. Li ser wê pirsê hemî bawermend û gawiran bersiva dane: Erê, tuyî  xudanê me, û jê re sejde kirine, hema gawiran sozê xwe xwarine û bawermend „Muimîn“ li ser  sadebûna „xwerisk“a Îslamê man.

04-           Heger hate gotin: Çi seriyê baweriyê ye?

Bibêj: Peyva [La îlahe îllellah Muhemmed Resûlûllah] “Ji Xwedê pê ve çi Xwedayê dî nînin û Muhemmed şandiyê wî ye”.

05-           Heger hate gotn: Çewa tu Xwedê tea’la dinasî?

Bibêj: Ew bi rewşên bêkêmaniyê “Kemalê” rewşdar e, û ji rewşên kêmaniyê bêpar e, tiştekî an nimûneyekî wekî wî nîne, ne di zevînê û ne jî di asîmanê de, Ew guhdar û bîner e.

06-           Heger ji te re hate gotin: Xwedê tea’la çi berî afirandina Asîmanan û zevînê pêda kir?

Bibêj: Rohniya serwerê me Muhemmed -Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-.

07-           Heger hat gotin: Tu ji pişta kê yî?

Bibêj: Ez ji nijdê bavê me Adem im -Silav lê bin-.

08-          Heger hat gotin: Tu ji ayîna “mîleta” kê yî?

Bibêj: Ji ayîna Îbrahîm im –Silav lê bin-.

09-          Heger hat gotin: Tu ji neteweya kê yî?

Bibêj: Ji neteweya Muhemmed, dawîtirê pêxemberan -Selewatên Xwedê tea’la û silavên wî li wan tevan bin-.

10-           Heger hat gotin: di bawerkirinê de, tu ji rêgaha kê yî?

Bibêj: Ji rêgaha xudanên Sunnet ([3]) û komelê  “Cemae’tê” me ez. Ji ya hogir “Eshaban” û peyrewan “Tabîa’n” –Xwedê ji wan tevan razî be-.

11-            Heger hat gotin: Di kar de, tu di rêka kê de yî?

Bibêj: Ez di rêka rêber „Îmam“ Muhemmedê  Şafiî‘ ([4]) de me, -Dilovaniya Xwedê tea’la li wî be-.

12-           Heger hat gotin: Van rêgah çend in?

Bibêj: Çar in. Ya yekê, rêgaha gewretirîn rêber: Nu’man kurê Thabêt Elhenefî. Yê duwê, Rêgaha me, Xwedatirsê paqij: Eşafîî‘, yê sêyê, rêgaha rêber Zufer El-Malîkî ([5]), û yê çarê, rêgaha rêber Ehmedê Henbelî ([6]) ye –Dilovaniya Xwedê tea’la li wangişan be-. Evana çar rêgahên rast û dirist in.

13-            Heger hat gotin: Rêber Şafîî’ –Xwedê jê razî be– ji kê zanîna rêgahê „mezhebê“ biri bû?

Bibêj: ji pirtûka Nu’manê Henefî, ku ji Hemmad biri bû, ji E’lqeme, ji Îbrahîmê Nexeî‘, ji Ebdullah kurê Mesû’d –Xwedê jê razî be-, ji şandiyê Xwedê –Selewat û silav lê bin-, ji Cibrîl –Silav lê bin-, ji Xwedê –Ezze We Cell-.

14-           Heger hat gotin: Îslam çiye?

Bibêj: Ew kirina fermankiriyan e û hêlana qedexekiriyan e.

15-            Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ çiye?

Bibêj: Ew pejirandina bi zimên e, bawerkirina bi dil e, bi giş tiştê ku şandiyê xweê –Selewat û silav lê bin-, ji baweriyan „e’qîdeyan“ û ji kirinan, bi hev re.

16-           Heger hat gotin: Ol „Dîn“ û Mîlle çine?

Bibêj: Wateyên wan herduwan yek in, û evana navên e’qîdeyên xudanên Sunnet û komelê “Cemae’tê” ne.

17-            Heger hat gotin: Netewe „Ummet“ çiye?

Bibêj: Ew komela peyrewiya pêxemberan dike –Selewat û silav lê bin-.

18-           Heger hat gotin: Rêgah „Mezheb“ çiye?

Bibêj: Ew teqelekirina „Îctîhada“ li gor pirtûk „Quran“ û Sunnet û yekrayiya Neteweyê ye.

19-           Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ hatiye pêdakirin an nehatiye pêdakirin?

Bibêj: Ew raberî „rêrastkirin“  û pejirandin e:

Raberî karê Xwedê ye, ne pêdakirî ye.

Pejirandin Karê evd e, ew pêdakirî ye.

20-           Heger hat gotin: Bawerî „Îman“ komkirî „civandî ye“ ye an belavkirî ye?

Bibêj: Li ba Xwedê civandî ye û li ba bawermendan belavkirî ye.

21-           Heger hat gotin: Çi govdeyê baweriyê ye?

Bibêj: Pênc nimêj in.

22-           Heger hat gotin: Çi kezeba baweriyê ye?

Bibêj: Ew Qurana di perawa “Mishefa” berêz de ye.

23-           Heger hat gotin: Çi zimanê baweriyê ye?

Bibêj: Ew bi ziman anîna “zikra” Xwedê tea’la ye.

24-           Heger hat gotin: Çi rûyê “dêmê” baweriyê ye?

Bibêj: Ew rastîniya di gotinê de ye.

25-           Heger hat gotin: Çi baweriyê genî dike?

Bibêj: Ew Nekirina nimêja ferzkirî ye.

26-           Heger hat gotin: Çi taca seriyê baweriyê ye?

Bibêj: Ew Ji Xwedê tirsîn e “Teqwa” ye: Xwedatirsînî destênedana her tiştekî ye, ku ziyan “Zerer” tê de heye.

27-           Heger hat gotin: Niştê “wetenê” baweriyê li kî derê ye?

Bibêj: Ew dilê bawermendan e.

28-          Heger hat gotin: Bawerî di te de ye an tu di baweriyê de yî?

Bibêj: Ez bawermendim û bawerî rewşa min e.

29-          Heger hat gotin: Bawerî çend babetin?

Bibêj: Çar babetin:

–                     Baweriyeke kokî ye, ew  baweriya melaîketan e

–                     Baweriyeke pejirandî ye, ew ya bawermendan e.

–                     Baweriyeke lêvegerandî “nepejirandî” ye, ew  ya nedilsozan e, ya “Munafîqan” e.

–                     Baweriyeke binçavkirî ye, ew gawiran e.([7])

30-           Heger hat gotin: Stûnên baweriyê çend in?

Bibêj: Bi tevayî şeş in: Min bi Xwedê, bi melaîketên wî, bi pirtûkên wî, bi şandiyên “pêxemberên” wî, û bi Roja Dawî, bi Qederê, ku xêr û şerê wê ji Xwedê tea’la ne, bawer kir.

31-            Heger hat gotin: Te çewa bi Xwedê bawer kir?

Bibêj: Ew jîndar e, nasyar e, kanîndar e, guhdar e, peyvdar e, Xwazdar e, pêdakar e.

Evin heşt rewştên bi cîh kirî ne, ne ew bi xwe û ne jî ji wan pê ve (!), kevin in û hermayî ne, û navên qenc yên wî ne, ew bê hosanî û guhartin û dîmen û teher „şekil“ e, Bi tenê xwe ye, bê hevpar e, ne ji dayîk bûye û ne jî jê dizê, û ne jî hembervan jê re heye.

32-           Heger hat gotin: Te çewa bi melaîketan bawer kir?

Bibêj: Ewana naxun, venaxun û ranazin. Di nav wan de nêrbûn û mêbûn nîne. Xudan govdeyin nazikin, hîç ji bin fermana Xwedê tea’la dernakevin û tiştê Xwedê tea’la ji wan dixwaze ewana dikin.

33-            Heger hat gotin: Te çewa bi pirtûkên wî bawer kir?

Bibêj: Xwedê tea’la peyva xwe ya kevin bi Cibrîl re -Silav lê bin- bi terzê siroşî „Weh’î „ daxist dilên pêxemberên xwe yên ku li ser rûyê zevînê bûn, bi fermanên kirin û nekirinê, ji evdên xwe re, bi mebesta başkirina „serrastkirina“ wan û dûrxistina wan ji ewê ku ziyanê li dunyayê û li Axîretê digihîne wan.

34-           Heger hat gotin: Te çewa bi pêxemberên wî bawer kir?

Bibêj: Bibêje ewana ji melaîketan baştir in, û ewana xelîfeyên Xwedê tea’la ne ([8]) di zevînê de û ji gunahan paristîne „ma’sûm in“, û peyvên Xwedayê xwe ragihandin û veneşartin: Di serî de Adem –Silav lê bin– û li dawiya gişan Muhemmed –Selewat û silav lê bin– û hejmara wan nenas e ([9]).

35-            Heger hat gotin:Te çewa bi Roja Dawî bawer kir?

Bibêj: Gava mirov mir, du melek „Munker û Nekîr“ tên ser wî û jê dipirsin: Kî Xwedayê te ye? Kî pêxemberê te ye? Çi ola te ye û çi rûdanka „rûgeha  an qîbleya“ te ye? Heger canê wî di rewşa bawerkirinê de ji govdeyê wî derketibe, ewê bersiva wan bide: Xwedê –Ezze We Cell– Xudanê min e, pêxemberê min Muhemmed e -Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-, ola min Îslam e, û rûdanka min Ke’be ye, û gora wî dibe baxek ji baxên behiştê heta Roja Rabûnê „Qiyametê“. Hema heger ew gawir be an genîkar „fasid“ be ([10]), ew nikane bersiva xwe bide, û gora wî dibe korteke agirî heta Roja Rabûnê. Pişt re Xwedê tea’la hemî afirindiyan „Mexlûqatan“ vedijîne, paş ku tevan dimirîne, û wan dicivîne ser hev li civangehê „Mehşerê“ di Roja Rabûnê de, û defterên karên wan dide destên wan: Yên bawermend ji aliyê wan ê rastê ve (an jî: di destên wan ên rastê de) û yên gawir û munafîqan ji aliyê wan ê çepê ve (an jî: di destên wan ên çepê de).

Paşê karên wan tên pîvan, ewaê ku padaşt „xelat û thewab“ a wî giran be dikeve behiştê û hetaheta di xêr û xweşiya wê de dimîne û ewê gunahê wî giran be dikeve agirî û di êşê de hetaheta dimîne heger ew gawir be, an jî paş ku wî mafê gunahên xwe stand, ew dikeve behiştê, tew jê dernakeve ji ber ku Diwaroj „Axîret“ herheyî ye, hema dunya „Jîna jêrîn“, cîhana gerdon û genîbûnê têkdiçe, behişt û agirî her û her dimînin.

36-           Heger hat gotin: Te çewa bi Qederê, ku xêr û şerê wî ji Xwedê tea’la ye, bawer kir?

Bibêj: Hemî gotin û kirin û qencî û neqenciyên me, û bawerkirin û nebawerkirina me, û bi ser ve jî her tiştekê di heyînê „Wucûdê“ de bi zanîna Xwedê û bi viyana wî, bi çûneserî „Qeda“ û çarenûs „Qeder“ a wî ne,bi pêdakirin û çawakirin ‚Tekwîn“ û afirandinawî ne, ew wan di reşetextê paristî de dinivîse, hema xêr bi razîbûna wî û hezkirina wî ye û şer ji wê ne razîbûn û hezkirina wî ne.([11])

Bo evdan hilbijartinên parîkan „Cuzîyat“ bo kirinên wan hene, li ser wan têne tawanbarkirin an jî xelatkirin.([12])

37-            Heger hat gotin: Mercên Îslamê çend in?

Bibêj: Pênc in: Dîdariya ku ji Xwedê pê ve çi Xwedê nînin û Muhemmed pêxemberê Xwedê ye. Pênc nimêj in, rojiya meha Remezanê, Zekat li wî dikeve, ewê hebûna wî ya diravî heye, ku (Zekat lê dikeve- Wergêr) û serlêdana mala Xwedê „Heckirin“ a ewê ku rê „çareyê“ jê re dibîne.

38-           Heger hat gotin: Pêwîst „Ferz“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la bi aşkereyî ferz kiriye, gawir dibe ewê wê (ferzê) neybike û tê êşandin ewê bihêle.

39-           Heger hat gotin: Histobarî „Wacib“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la bê aşkereyî ferman kiriye ([13]), û em bi teqelekirinê „îctîhadê“ têgihîştine wê yekê, neykirê „munkirê“ naye gawirkirin, hema hêlerê wê yekê tê êşandin (Ji aliyê Xwedê ve – Wergêr).

40-           Heger hat gotin: Qedexekirî „Heram“ çiye?

Bibêj: Yê Xwedê tea’la qûlê „evdên“ xwe jê neykiriye, gava yek wê li xwe helal bike gawir dibe û kiriyarê wê têye cezakirin.

41-           Heger hat gotin: Pêwîst çend babet in?

Bibêj: Du babet in: Pêwîst ê heryekî „Ferzûeyn“ û Pêwîst ê hinekanî „Ferzûkifaye“. Pêwîst ê heryekî ewê ku gava hinek ên dî bikin jî ji ser bawermend ranabe, wekî xweşuştin a (paş ganketinê) û avdazê „wudû“ û hinek ên dî. Pêwîst ê hinekanî jî ewê ku ji ser bawermend dikeve gava hinekên dî wê bi cîh bînin, wekî serlêda kesê nexweş ([14]) û nimêja bi ser mirî de û hinekên dî.

Heger hat gotin: Sunnet çiye?

Bibêj: Yê Pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– ji me re ferman kiriye an bi xwe di hinek deman de kiriye, munkirê wê (ewê wê neybike- Wergêr) gawir nabe, hema ew ji mehderiyê „Şefae’tê“ Roja Rabûnê bêpar dibe.

42-           Heger hat gotin: Ewê Bêtirkirî „Nafîle“ çiye?

Yê pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– bi dizî (bêtir ji Pêwîst-Wergêr) kiriye û ferman kiriye. Ewê bihêle naye tawanbarkirin, hema ewê wê bike têye xilatkirin. ([15])

43-           Heger hat gotin: Hezkirî çiye?

Bibêj: Yê ku zanayên teqelekar „Muctehîd“ ji kirinên qenc ên ji Roja Dawî re hezkirine.

44-           Heger hat gotin: Kijan Musilman yê pêwîst „Ferz“ dike, hema jê naye pejirandin?

Bibêj: Afreta mehk ([16]) û jina ku taze zarok aniye ([17]).

45-           Heger hat gotin: Kijan Sunnet ciyê Pêwîst „Ferz“ digire?

Bibêj: Destpêhînan a „dest di ser re birina“ goreyan an fîlorên dikevine hindirê solan “Xuff”. ([18])

46-           Heger hat gotin: Ey Îmamo, ji te re Pêwîst „Ferz“ têye nimêjkirin an ji komê „Cemae’tê“ re?

Bibêj: Ez ji xwe re nimêjê dikim û ji komelê re niyaz „niyyet“ dikim.

47-           Heger hat gotin: Kom peyrewiya te dike, lê tu peyrewiya kê dikî?

Bibêj: Ez bi pêxember dikim –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-.

48-          Heger hat gotin: Tu pêşnimêjerê „Îmamê“ komê yî, lê kî pêşnimêjerê te ye?

Bibêj: Pêşnimêjerê min Quran e.

49-          Heger hat gotin: Bi te nimêja komê teva dibe, lê nimêja te bi çi teva dibe?

Bibêj: Nimêja min bi rêbaza „Şerî’eta“ pêxember –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin– teva dibe.

50-           Heger hat gotin: Çend pêşnimêjerên te hene?

Bibêj: Pêşnimêjerê govdeyê min bernimêj (mîhrab) e, pêşnimêjerê dilê min Kee’be ye, pêşnimêjerê canê min Muhemmed e –Selewatên Xwedê tea’la û silav lê bin-, pêşnimêjerê hişê têgihîştina min Quran e û pêşnimêjerê hişê min Erş e.([19]) Kî wilo nimêjê bike ji dudiliyê qurtal dibe.

51-            Heger hat gotin: Pêwîstê „Ferzê“ berî Pêwîst û Pêwîstê di Pêwîst de û Pêwîstê paş Pêwîst çine?

Bibêj: Pêwîstê berî Pêwîst zanîn a berî kar e, Pêwîstê di Pêwîst de kar û dilsoziya di kar de ye, û Pêwîstê paş Pêwîst tirsa paş kar e. Hema Pêwîstên ku li ser bawermendan hatine pêwîstkirin, di rêgaha rêber Şafîî‘ yê hêja de –Xwedê tea’la jê razî be– bi giştî 60 Pêwîst in:

Ji wan mercên Îslamê ne, û ewana pênc in:

-Dîdariya ku ji Xwedê pê ve çi Xwedê nînin û Muhemmed pêxemberê Xwedê ye.

-Her pênc nimêj.

-Rojiya meha Remezanê.

-Zekat li ser ewê ku mal û dêrînê wî heye.

-Heckirin li ser ewê kur ê „çarê“ lê dibîne.

Ji wan Pêwîstan jî stûnên baweriyê ne, ewana jî şeş in:

-Bawerî bi Xwedê tea’la

-Bawerî bi melaîketên wî

-Bawerî bi pirtûkên wî

-Bawerî bi pêxemberên wî

-Bawerî bi Roja Dawî

-Bawerî bi Qederê ([20]), ku xêr û şerê wê ji Xwedê tea’la ne.

Ji wan Pêwîstan jî Pêwîstên avdazê ne, ku şeş in:

-Niyazkirin “Niyyet”

-Şuştina rû

-Şuştina herdu destan heta enîşkên piyan

-Dest di ser hinekî ji serî re xuşandin

-Şuştina lingan heta gûsk û pehniyan

Evana li gor rêzikên ku di vir li pey hev hatine rêzkirin.([21])

Ji wan jî stûnên serîşuştinê „Xusil“, ku du ne:

-Niyazkirin

-Av bigihe teviya govde ([22])

Ji wan jî Stûnên Teyemumê [Gava av tune be, bi axê-Wergêr], ku pênc in:

-Anîna axê

-Niyazkirin

-Dest di ser re birin a rû

-Dest di ser re birina destan heta enûşkan, [Enûşk jî tê de – Wergêr]

-Li rêzxistin: Rû berî destan.

Ji wan jî mercên nimêjê berî destpêkirina wê, ewana jî şeş in:

-Paqijkirinê ji pîsiyê

-Paqijkirin ji qerêjê

-Serpêçana reşka xwe ([23])

-Rûberûkirina Qibleyê

-Pêzanîna pêwîstiya nimêjê

-Naskirina dema wê.

Ji wê jî stunên nimêjê ne, ewana jî sêzdeh stûnin:

-Niyazkirin

– Lêvkirina Ellahû ekber bo Îhramê

-Rabûn

-Xwendina Fatîhê

-Navtewandin “Rukû’”

-Piştrastkirin

-Serîdanîna xarê “Sicûd

-Rûniştin di nav du serîdanînan de

-Rûniştina bo teşehhuda dawî de

-Xwendina teşehhudê tê de

-Selewatkirin pişt re bi ser pêxemberê Xwedê tea’la de [Selewat û silav lê bin, herdem û hergav-Wergêr]

Silavvedan

-Lirêzxistin ([24]).

Ji jî mercên nimêj paş ku destpêkirina wê, ewana jî sê ne:

-Devberdan ji peyivînê

-Destkêşan ji karan

-Hêlana Xwardinê

Ji wan jî stûnên Rojiyê ne, ewana jî şar in:

-Niyazkirin

-Hêlana xwarin û vexwarinê

-Destberdana ji kirinê [li gan ketene- Wergêr]

-Lêhatina demê ([25])

Ji wan jî mercên Zekatê ne ([26]), ewana jî sê ne:

-Bineret [Ka zekat li mirov dikeve an ne û çendîn-Wergêr]

-Derbasbûna salê di ser re [Zekat ne xûkeke mehî ye-Wergêr]

-Niyazkirin.

Ji wê jî stûnên Hecê n, ewana jî şeş in:

-Îhrama bi niyazkirin

-Gerîn „Tewaf“ ([27])

-Rawestan ([28])

-Têkoşan „Saî‘„([29])

– Rûtkirina serî „kurrkirina porê serî“

-Lirêzxistin ([30])

Ji wan jî „Ji pêwîstan: Ferzan” jî du yên dî hene:

-Bawerkirin û pejirandina wê yekê, ku helal helal e, û bawerkirin ku heram heram e û jêdûrketinê û hêlana wê.

Ev in teviya şêst pêwîstiyan ku naskirina wan û bawerkirin bi pêwîstbûna wan jî li me pêwîst in, da baweriya me rast û dirist bibe.

Ev name di dûroka 1190’ê koçî „Hicrî” de hatiye nivîsandin. Fatîhe bo hezretê şêxê me Îsmaîl hejarê Xwedê tea’la.

[Ey Xwedayê zevîn û asîmanan, tu dilovaniya xwe li bawermendekî xwe bikî, tu wan gişan di behişta xwe de bi cîh bikî û vê pirtûkê, ku hezretî Îbrahîmê Heqî Erzerûmî ji me re li şûn xwe hêştî biparêzî û ji musilmanên me re bikî çareyeke bo bêtir nasîna ola xwe, tu ji me re jî wergerandina wê wekî xêr û qencî binivîsî, gunahên me bi vê qenciyê ji ser me rakî. Dawiya diraza me jî, ewe ku berxwedarî bo Xwedê tea’la ye û herdem û hergav selewat û silav li pêxemberên wî tevan bin û di serî de pêxemberê me Muhemmed.] [Wergêr]

Bajêrê Bonnê (Almaniya) – kat 04.32 / Oktober 28, 2010


[1] ) Axazkirina dilovaniyê ji Xwedê

[2] ) (Şêx Îsmaîl Feqîrullah ê Tilowî)

[3] ) Sunnet: Hemî gotinên pîroz û kirinên pêxember -Selewat û silav lê bin- an jî pejirandinên wî yê, ku bê gotin  ser tiştekî bin.

[4] ) Kurê Idrîs.

[5] ) Navê rast Malêk kurê Enes ê Medenî an Esbehî ye, ne Zufer e. Zufer ji peyrewên rêber Ebî Henîfe bû.

[6]) Kurê Henbelê Şîbanî.

[7]) Bi wateya ku ew dibe bite pejirandin an jî neyê pejirandin.

[8]) Prof. Dr. Gaborî dibîne ku ev gotina „Xelîfeyê Xwedê an Xelîfeyên Xwedê, ku gelek di nav Musilmanan de belav e,  çewt e, Ji ber xelîfe bokesekî mirî an ne hazir e çêdibe û Xwedê her heye û namirre. Lew re ya rast ewe ku mirov xelîfe “Paşe” yên hev in, ne yên Xwedê ne…Hema Wekîl û nûner ne xelîfe ne (Wergêr).

[9]) Hatiye belavkirin ku pêxemberên Xwedê bi giştî tea’la 124000 in, ji wan 313 pêxemberên şandî ne, hema di Qurana pîroz de tenha 25 hatîne binavkirin.

[10]) Di vir de li ciyê „Fasid“ Munafiq be diristir dibe, ji ber ku dibe mirov genîkar be, hema ew bi Xwedê tea’la jîbawer be, lê yê munafiq di dilê xwe de ne bawermend e.

[11]) [Bi mebesta ku Xwedê tea’la ji mirov razî dibe û jê hezdike gava ji wan gotin û kirin û hebûnan yên qenc û baş bibe, yên nebaş bihêle û jê nebe. Wilo Qedera ji pêşve hatiye nivîsandin têye têgihîştin- Wergêr]

[12]) Heger kirinên qenc bike tê xelatkirin û heger yên neqenc bike têye tawanbarkirin. (Wergêr)

[13]) Di navbera rêgaha Henefî û ya Şafîî de, li ser cudahiya Pêwîst û histobar, hinek ciyawazî heye. Rêber Şafîî tenha di navbera wan de cudahiyê bi nîşanê “delîl” dibîne, heger nîşan bêguman naskirî be êdî (Pêwîst) e û heger nîşan gumanî be ew (Histobar) e.

[14]) Di „Îrşadulîbad“ de eve li ba piraniyê Sunnet e bo her yekî , li ba kevne Malikiyan Pêwîstê hinekanî ye û Buxarî ew wekî “Histobarî aniye zimên.

[15]) Li ba Ibin A’bdîn: Her kirineke ku pêxember –Selewat ên Xwedê tea’la û silav lê bin– bêtir ji Pêwîst kiriye, çi hezkirî be, çi  li ciyê kirineke dî ya qenc kirî be, wekî bêtirkirî “Nafîle” têye jimartin.

[16]) [Ew jin an ew keça ku xûn ji wê tê û nimêjê dike.]

[17]) [Heta 6-8 hefteyan paş zayînê]

[18]) Gava rêwîyek lingên xwe têxîne solan an fîlorin paqij, dikane li ciyê şuştina lingên xwe, ku berê carekê di avdazê de hatîne şuştin, hema destên xwe di ser re bibe, ji tozê daweşîne. Wilo avdaza wî tê pejirandin. Hinek dipirsin: Pêwîste ew gore çawa be, ewana çêroka Cihowan li ser çêlê tînin bîra mirov.

[19]) Mebest ji Erş textê Xwedayî ye, ku zevîn û asîmanan digire. Ew ne textekî maddî ye, lê çawa ye, bi çi teherî ye, kes nizane.

[20]) Ku çi bo  e hatiye nivîsandin.

[21]) Wilo di Qurana pîroz de jî li pey hev hatîne.

[22]) Di rêgaha Malêk de, Xwedê jê razî be, pêwîste govde bite misdan.

[23]) Navlingên xwe

[24]) Bi cîhanîna van mercan

[25]) Bo nimûne: Nabe mirov bibêje: Ezê bi şev rojiyê bigirim, ne bi roj

[26]) Zekat di Qurana pîroz de hatiye dabirrîn, ji kê tê birin û çewa tê xwastin û belavkirin û li kê tê belavkirin, û çi pîvan bo vê yekê hene.

[27]) Di dora kee’bê re

[28]) Rawestana demdirêj li çiyayê Erefe

[29]) Çûyîn û hatina bi lez di navbera Sefa û merwe de

[30]) Di bêtirê wan de

مثقفون أم أمشاط بلا أسنان؟

جان كورد

2010 أكتوبر

ظلّت علاقة المثقفين بالحركة السياسية المنظّمة منذ أن رأت نور الحياة ونمت في أحضان هذا الشعب موضوع نقاشات تكاد تكون مستمرّة في صفوف التنظيم السياسي الكردي في سوريا… كما أن وضع الحركة السياسية كان على الدوام مجال نقاشات المثقفين فيما بينهم، والذين كانوا ضمن إطارالتنظيمات السياسية يدركون ذلك، كما أن من نصنّفهم كمثقفين يعلمون الكثير عن هذه المعادلة المضطربة في مختلف المراحل التي مرّ بها نضال شعبنا الكوردي…

من الحزبيين من كان يتهم المثقفين ب”الانتهازية” إذا ابتعدوا عن الحركة ولم يقدّموا لها العون في شكل عطاءات مدحية أو على شكل دراسات جادة… وكانوا يتهمون المثقفين ب”الباحثين عن السلطة بعد فشلهم في الساحة الثقافة” إذا ما اقتربوا من التنظيمات السياسية… وبالمقابل كان المثقف يعتبر بعض القادة الحزبيين “دون المستوى” أو حتى “أغبياء وطفيليين”…ولكن لم ينكر أحد من الطرفين “الحزبي” و”المثقف” وجود الطرف الآخر، رغم نزاعاتهما وتباعدهما أحياناً…

كنت أنتقد الأستاذ الشيوعي فكراً وقلباً حامد بدرخان، صاحب القضيدة الرائعة (رجوع من واترلو) والذي كان يتردد في سبعينات القرن الماضي على دارنا أو كنت ألتقي به في دارالأستاذ حسن موسى، الذي قضى نحبه في حرب حزيران عام 1976، وكان نقدي منصباً دائماً حول رفضه العمل الحزبي، وعدم اقترابه من “البارتي”… فكان يقول بأن مهمة الشاعرغير مهمة السياسي، ولكنه كان يؤكّد على أن القصيدة سياسة والرواية سياسة والقصة سياسة ويجب أن يتخذ المثقف دوره في بناء مجتمعه، إن كان مثقفاً يحب الانسانية… وذكر لي بأنه انتفض من مكانه يوم سماعه من الراديو نبأ رحيل القائد الخالد مصطفى البارزاني، وامتلأت عيناه بالدموع، وكاد ينشد أنشودة ثورية، في حين ظل سياسي كردي سوري جالساً بجانبه ومتندراً على وقوفه باحترام لرحيل البارزاني الخالد. ثم قال لي بأنه لولا سياسيين ومحاربين عظام وفي مقدمتهم هذا القائد الكبيرلأصبح الشعب الكردي في خبر كان.

إذاً، ليست دواوين شعرائنا العظام وحدها السبب في بقاء الأمة الكردية على قيد الحياة، وانما نضالات قادتنا الأبطال أيضاً… ولذا يمكن القول بأن العمل السياسي بأصنافه المختلفة ومنها الكفاح المسلّح لايتعارض أبداً مع العمل الثقافي، فالخطاب السياسي ليس بديلاً عن قصيدة الشعر أو المقالة الفلسفية أو البحث التاريخي، كما أن هذه الابداعات ليست بديلاً عن الخطاب السياسي… ولا ينفي أحدهما الآخر… ورغم كل الجفاء والاحباطات النفسية لبعض المثقفين من معايشة المسار السياسي الكردي والكردستاني، وبخاصة في السنوات الأخيرة، فإنه ليس لأحد أن يشطب على السياسة الكردية باسم “الثقافة” ويطالب بتقليص نضالات الشعب الكردي إلى درجة الغاء واتهام وخنق السياسة حتى في أدنى مستوياتها…

منذ أيام قلائل نسمع نشازاً لم تشهده الساحة الثقافية الكردية من قبل، ألا وهو التطابق التام بين الدعوة للتخلّص من الحقيبة السياسية كلياً ورميها جانباً وبين الدعوة العريقة التي رافقت مسار تنظيمات كردية سورية منذ أن وجدت، ألا وهي القول بأن القضية الكردية لاتحل إلاّ في دمشق، والثقافة الكردية لاسماح لها، إلاّ بالإذن في دمشق… ومع الأسف تصل هذه الأنغام إلى حلقات الذكر الحزبية حتى في أعماق أوروبا الغربية…

أعتقد بأن الاعمى وحده يتجاهل دور العامل الدولي في اجبار الدول والحكومات على قبول الحقوق السياسية لأقليات أو قوميات أو شعوب تعيش في ظلها وضمن حدودها… ونرى ذلك واضحاً اليوم في السودان على سبيل المثال… والأجدب وحده هو الذي يحاول اقناع شعبنا بأن النظام سيغيّر جلده ويتحوّل إلى معانق لشعبنا يتكرّم عليه بحقوقه التي يريدها… فهل هؤلاء الذين يزرعون الرياح بزعمهم أن القضية الكردية في أيدي حكام دمشق وحدهم معتقدون فعلاً بأن شعبنا لايفهم معادلات الصراع السياسي ولايعلم بأن قوته واتحاده وتضامنه الذاتي هو الذي سيفتح له الأبواب ويرغم الأعداء على النزول من عروشهم العنصرية، وليس كرم العائلة المالكة والحزب القائد؟

أمّا إذا كان المقصود من عبارة “ثقافتنا في دمشق” حق تعلّم اللغة الأم فقط، فأعتقد بأن مثقفينا الكرام مخطئون في هذا المجال أيضاً… فلو تمكّنت الحركة الكردية السورية من تكوين منظمات تعليمية سرية وقوية حسب خطط وبرامج لجلبت إليها أنظارالهيئات الدولية ومنظمات حقوق الطفل ولتحوّل الموضوع إلى “نقطة ساخنة” بين هذه الجهات وبين النظام المستبد برقاب شعبنا.

المشكلة ليست في الطرح السياسي للأحزاب وليست في العمل التنظيمي لها، بمشاركة مثقفين أو بهروب بعضهم من تحمّل مسؤولياتهم التاريخية صوب الأمام واقترابهم من عرش السلطان، ولكن المشكلة في ضعف هذه الحركة وهذه التنظيمات، فالمثقف الذي لديه ذرّة من الكرامة القومية  – وأنا لاأشك في أحد –  سيفعل ما يراه ضرورياً ومناسباً لاخراج العربة من المستنقع، لا تركها والانكفاء عنها لايقاد شمعاته الروحانية على أطراف الموقد الناري للنظام العامل على تحطيم كل ما هو كردي في سوريا…

لايطلب أحد منك – أيها المثقف الواعي – أن تنتسب بالضرورة إلى حزب سياسي كردي أو جبهة معارضة أو أي تحالف سياسي سوري، ولكن لايحق لك أن تدعو مثقفي شعبك إلى هجر السياسة والحج صوب دمشق التي لن ترد عليك، إلا بما تراه هي صائباً وملائماً لسياسة التعريب التي شرعت فيها منذ عقود من الزمن وهي مستمرة فيها، رميت بنفسك عند أقدامها أم اكتفيت بالنوم في محرابك… أم أنك تريد خداع حكام دمشق الذين سيسخرون بأنفسهم منك عندما تبتعد تماماً عن قضيتك السياسية وعن تنظيمات شعبك المناضلة…

هناك مثقفون مناضلون، وفي مقدمتهم الأستاذ حسن صالح ومصطفى جمعة ومشعل تمو وكل المحترمين الآخرين، هم رجال سياسة ومثقفون في الوقت ذاته…فكيف ستتعامل مع هؤلاء إن تركت الساحة التي أثبتوا فيها جدارتهم السياسية وإخلاصهم الوطني ودعمهم لكل جهد ثقافي كردي؟

ربما لا أكون مثقفاً من الطراز الذي تعترفون به، ولست عضواً في أي تنظيم حزبي منذ سنتين، ولكن أشعر أن قلمي لاقيمة له إن ابتعد عن البيت السياسي الكردي الذي أتألم لحاله كما تتألمون…

ففكروا جيدا حتى لا تقعوا في أفخاخ من لايريد الخير والازدهار والقوّة لشعبنا المظلوم…

مع التحيات والتقدير لكل جهد سياسي أو ثقافي مناضل

من يسرق وينشر لنا الوثائق السرّية السورية؟

alt جان كورد – ‏الثلاثاء‏، 26‏ تشرين الأول‏، 2010

مثلما ظهرت الصورالمرعبة للقصف الشامل المدمّر للمدن الألمانية أثناء الحرب العالمية الثانية، وبخاصة مدينة درسدن القريبة من برلين، فيما بعد، ذلك القصف الذي لم يكن له أي مبرر قتالي، وكذلك قصف مدينتي هيروشيما وناغازاكي اليابانيتين بالقنبلة الذرية وابادة سكانهما وتحويلهما إلى هشيم، ومثلما نّشرت “الأوراق الفيتنامية” عن الجرائم الكبرى التي حدثت أثناء حرب الفيتنام التي خاضتها الولايات المتحدة الأمريكية، فها هي اليوم تطفو على سطح المحيط الالكتروني في شتى أنحاء العالم صور وتقارير سرية للغاية وخطيرة جداً عن الحرب في العراق، تلك التي بدأت في عام 2003 وأطاحت بدكتاتورية البعث الدموية، لتعطي هذه “المكتشفات” المعروفة من قبل إلى حد ما صورة رهيبة عن المرحلة التي انتقل إليها العراق في ظل الاحتلال وقيام نظام “ديموقراطي حر وحديث!”…

وعلى الرغم من أن نشر هذه الآلاف المؤلّفة من الوثائق الأمريكية السرية تثير أسئلة عديدة، منها: ما مدى مساهمة الإدارة الأمريكية في ظل الرئيس أوباما في نشرهذه الوثائق، للهجوم على الادارة النيوكونية السابقة بها، فإنها تفتح صفحة كبيرة من النقاشات حول تسخير أسرار الدولة من قبل الشريحة السياساية الحاكمة أو المعارضة للقصف الاعلامي والقصف الاعلامي المعاكس، تماماً مثلما تم استغلالها بعد قصف مدينة درسدن وهيروشيما وناغازاكي وحرب الفيتنام… وقد تظهر وثائق أخرى عما جرى أثناء قصف جبال تورا بورا وما بعدها…

ما قام به موقع ويكيلييك الشهير، يعتبر حدثاً جريئاً وهاماً للغاية، هذا الموقع الذي هو عازم – حسب ما صرّح به مبدعه الأوّل جوليان آسانغى الاسترالي- على خلق نظام عالمي يتيح للبشر التعبير والاعلان عن الرأي والكشف عن الجرائم ضد الإنسانية، دون أن تتمكّن أي حكومة من وقف نشر المعلومات أو عرقلتها أو غربلتها بالشكل الذي تريده… وحقيقة يبدو الأمر وكأنه يسعى لاحداث صدمة نفسية قوية وجماعية على مستوى العالم كلّه لاخافة الناس من تأييد أي عمل عسكري أينما كان…أي أنه يبعث ب”رسالة سلام” إلى المجتمع البشري في صياغة اعلامية متقنة مزوّدة بصور مرعبة حقاً…وهذه الرسالة قد تكون مدعومة تماما من السيد باراك حسين أوباما بذاته…

في العالم الحر الديموقراطي، وجد ويوجد وسيوجد دائماً أناس من هذا القبيل، ومثال الصحافي الألماني غونتر فالراف مشهور، هذا الذي أصدر كتابه المثير ((في القاع الأدنى )) في عام 1985 حول المعاملة الحقيقية التي يلقاها الأجانب على أيدي المسؤولين الألمان الذين يتباهون بدفاعهم عن الحريات الإنسانية ومعاداتهم للتمييز العرقي أو الديني، ففضحهم بشكل رائع بأن غيّر شكله ليبدو كعامل أجنبي بسيط في أعمال وأشغال متدنية المستوى، وسجّل بدقة ما رأته عيناه وما سمعته أذناه من مختلف صنوف الاهانات والمعاملة اللاإنسانية للأجانب في بلاده…

ولكن من لنا في الأرض ليسرق الوثائق السرية للحكومات السورية المتعاقبة على الحكم وأجهزة الدولة السرية من مخابرات لأمن الدولة والأمن السياسي وفروع المخابرات العسكرية ومسؤولي المعتقلات والسجون، وينشرها ليرى العالم حجم الجرائم المرتكبة ضد الإنسانية في بلادنا، في تدمر وصيدنايا والشيخ حسن (والمزة سابقاً) وشتى فروع الاجرام السياسي المنظّم تحت إشراف النظام الحاكم… وكذلك ما ارتكبته العصابات المجرمة في مختلف المدن السورية، وفي مقدمتها حماه وحلب، وجريمة اغتيال الشيخ الشهيد محمد معشوق الخزنوي وحملة تصفية الجنود الكرد عن طريق التعذيب أوالاغتيال من قبل مسؤوليهم العسكريين أثناء الخدمة الالزامية… ؟ من يكشف لنا عن الجرائم التي ارتكبها أناس محسوبون على نظام الأسد الدمشقي في لبنان، وفي مقدمتها جريمة اغتيال رئيس الوزراء اللبناني الأسبق رفيق الحريري وأكثر من 20 من مرافقيه وسط بيروت، حيث لايزال النظام السوري موضع الشبهة والاتهام في هذه الجريمة؟ وكذلك حليفه اللبناني حزب ألله التابع لايران…

هل سيلجأ النظام بنفسه، كما يحدث في الولايات المتحدة الأمريكية، بسبب هبوط الشعبية مثلاً كهبوط شعبية السيد أوباما، والتخلّص من مجرمين معينين، إلى دفع بعض الصحافيين أوعملاء الاستخبارات أو “المنشقين!!!” لنشر بعض الوثائق عن الجرائم القديمة أو الحديث عن بعض مما تم ارتكابه مؤخراً؟

ومهما تكن طريقة  نشر وثائق سورية سرّية أو الناس الذين يقومون بذلك موضع شبهات وتساؤلات، فإن شيئاً كهذا سيكون بالطبع مثيراً للغاية ومهماً بالتأكيد للشارع السوري، وللمجتمع الدولي أيضاًً…

أم أن الجرائم ضد الإنسانية في سوريا ستظل قيد الكتمان إلى قيام الساعة، ولن يعلم عنها العالم شيئاً، بل سينساها الانسان السوري أيضاً بعد جيل أو جيلين…؟

الديموغرافيا الكردية في علاقات تركيا بالاتحاد الأوروبي

جان كورد ، ‏25‏ تشرين الأول‏، 2010

يكاد الأوربيون المحافظون مجتمعين ومتفقين على احباط أي محاولة تركية للانضمام إلى الاتحاد الأوروبي، مع قبولهم اقامة علاقات اقتصادية وثيقة في الوقت ذاته مع تركيا لكي لاتتنصل من مسؤولياتها الملقاة على عاتقها كعضو أساسي في حلف الناتو العريق، يستطيع أن يضع أعداداً هائلة من الجنود تحت تصرّفه متى ما شاء الحلف…لذا لامانع من تسليح هذه القوات في ظل العسكريتاريا الأتاتوركية التي صانت الجمهورية وأخرجتها من شرنقة الخلافة العثمانية وأبعدتها عن العالم الإٍسلامي لما يقارب المائة عام منذ سقوط الخلافة “الرجل المريض” في فراش الموت في الأعوام التي تلت الحرب العالمية الأولى، وتم دفنها عملياً منذ 1923م.

وفي حقيقة الأمر يتفق اشتراكيون ديموقراطيون وليبراليون أيضاً مع المحافظين في أوروبا على هذه المعاملة ذات الوجهين مع تركيا: أنتِ عسكرياً معنا يا تركيا ولكنكِ لستِ جزءاً من ثقافتنا الأوروبية “المسيحية – اليهودية”… وقد جرت نقاشات حادة وخافتة أيضاً باستمرار حول هذه النقطة منذ أمد بعيد، في تركيا وفي صالات الاتحاد الأوروبي وسائر الدول الأوروبية، وبشكل ملحوظ مؤخراً في الاعلام…

إلاّ أن الهجمة الإرهابية على نيويورك وواشنطن في سبتمبرعام 2001 قد قللت من فرص انضمام تركيا إلى الاتحاد إلى حد كبير، ويتناقص احتمال ايوائها فيه باستمرار، على الرغم من أن الأمريكان يحبّذون رؤية الصديق والحليف التركي ضمن الاتحاد، كما أن الاقتصاد التركي قوي ومزدهر بالنسبة للعديد من دول الاتحاد التي تكاد تصبح 30 دولة حتى الآن، ومنها أعضاء عريقون في الاتحاد مثل اليونان واسبانيا والبرتغال وايرلندا… نعم، لقد إزدادت منذ تلك العملية الإرهابية الكبرى مخاوف الأوربيين من تعاظم المد الإسلامي المتطرّف في العديد من البلدان الإسلامية ومنها تركيا أيضاً، وبسبب المصاعب التي تجدها هذه الدول في هضم كل أولئك المهاجرين واللاجئين من العالم الإسلامي ودمجهم في مجتمعاتها، وبخاصة الذين يرفضون العيش كأوروبيين والاندماج معهم، فإن الأنظار التفتت إلى الحجم السكاني الضخم لتركيا بملايينها الكثيرة (حسب الاحصاء التركي الأخير في نهاية 2009 وصل عدد السكان إلى 71.517.000 نسمة) ونسبة الولادات العالية فيها بالنسبة للدول الأوربية، ما عدا (كوسوفو) الأوروبية التي معدل نمو الولادات فيها لايقل عما عليه في تركيا، فإن قلقاً متزايداً من اقتراب تركيا ومساعيها لدخول الاتحاد يخيّم على المراقبين السياسيين والاجتماعيين بشكل عام. هذا على الرغم من أن معدّل نمو السكان في تركيا قد انخفض مع الزمن من 2.5 % إلى 1.8 % منذ أواسط ثمانينات القرن الماضي.

هنا بالذات تلعب الديموغرافيا الكردية دوراً هاماً للغاية في مصير العلاقات التركية – الأوربية، وترمي بظلالها على الموضوع بأسره.

إن الهجرة الواسعة للفلاحين الكورد من شرق البلاد إلى غربها وجنوب غربها لعدة ظروف ذاتية وموضوعية، ومنها ظروف الحرب التي دارت في المناطق الكردية سنوات طويلة، وأضرّت بالبنية التحتية لتلك المناطق وخلقت متاعب جمّة في حياة السكان وفي طريق الانتاج، إضافة إلى الفشل الذريع للسياسة الأتاتوركية في شرق البلاد على حد قول المؤرّخ الألماني هانز أولريش فيهلر، قد ساهما بشكل مباشر في إحداث شرخ واسع وعميق في البناء الديموغرافي للبلاد، حيث سيطر الجهل والتخلّف في الشرق، مقابل التعلّم الأفضل وامكانات الحياة الأشد رفاهية وازدهاراً في الغرب… ولهذا نجد معدلين مختلفين لعام 2000 في نسبة الولادات بين مدينة تركية تقع في الجزء الغربي من تركيا (1.7 طفلاً للعائلة)، ومدينة كردية تقع في ولاية هكاري أو على مقربة من الحدود الشرقية مع ايران مثلاً (7.1 طفلاً للعائلة)… وعلى الرغم من أن معدل الولادات في غرب البلاد قد هبط بشكل ملحوظ للغاية من 6.3% في ستينات القرن الماضي إلى 2.2 – 2.1 % الآن، إلاّ أن تركيا مدينة بهذه النسبة في مدنها الكبيرة للمهاجرين الكورد القادمين من شرق البلاد، فالنساء التركيات الشابات يحاولن تقليد الأوربيات في مسائل العائلة، ومنها التقليل من عدد الأطفال قدر الامكان…

 

وبقاء الديموغرافيا الكردية في شرق البلاد على مستويات عالية (في شرناخ 7.4 وفي هكاري 6.5 طفلاً للعائلة الواحدة) لايقلق الأتراك فحسب، وانما يقلق الأوربيين أيضاً، إذ أن هناك فجوة كبرى بين هذه النسب العالية للولادات وبين مستويات التعليم والصحة والنمو الاقتصادي للمناطق التي يسود فيها هذا النشاط الديموغرافي المثير، مما تدفع التناقضات الاجتماعية – السياسية إلى الهجرة، ولذا فإن نسبة المهاجرين الكورد صوب غرب تركيا والدول الأوربية مرتفعة، ونساؤهم يلدن عدداً أكبر من الأطفال، حتى بعد انقضاء سنوات طويلة على عيشهم بعيداً عن مواطنهم الأصلية بالنسبة إلى نساء الأتراك والأوربيين.

المشكلة التي يراها الأوربيون هنا هي أن هؤلاء الأطفال الكورد يلدون في عائلات أميّة أو شبه أميّة، تبلغ فيها نسبة النساء الأميات ثلاثة أضعاف النسبة للرجال الأميين حيث بلغت النسبة في السنوات الأخيرة في مناطق كردية مثل سيرت وهكاري وشرناخ 58- 66 % من النساء غير المتعلمات حتى ال15 سنة من العمر، وهي عائلات ذات خلفية اجتماعية متخلّفة ومتوتّرة وصلبة، ومحافظة دينياً على الأغلب…وغير قادرة على الاندماج في المجتمعات الأوروبية بسهولة… وهذا ما يسبب للأطفال عراقيل للنمو الطبيعي المأمول في سنواتهم الأولى من الحياة، في دور الحضانة وفي المدرسة الابتدائية…

ويرى العديد من الخبراء بأنه لجملة من الأسباب السياسية والاقتصادية فإن أي حكومة تركية، إسلامية كانت أم علمانية، غير قادرة على المدى القريب من إيجاد حل لهذه المعضلة التي منشؤها النمو العالي للديموغرافيا الكردية في شرق تركيا، هذه المنطقة التي لاتزال تشهد العنف وعدم الاستقرار وتعاني من نتائج الهجرة الوخيمة، وهذا ما يؤثر سلباً في مساعي تركيا للانضمام إلى الاتحاد الأوروبي حالياً، وقد يسد الطريق في وجهها تماماً في المستقبل.

—————————

(*) المصدر الرئيسي للمعلومات الاحصائية: فرانكفورتى ألغماينى – 20 أكتوبر 2010 – العدد 244، ص 2

 

Delalê, hiye…hiye…

Cankurd

2002

Delalê, hiye hiye

Demek ji mêje

Bapeşk bi ser warê min de hatiye

Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye

…û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye..

Va demeke dirêje

Ewirê kîna neyaran bi ser behara min de hilweşiye

Hemî gul û nesrînên min hilçiniye..

Lêmişta xeyda xêrnexwazan,

……û bi ser de jî vê dûriyê

dilê min î biçûk daye ber xwe, sêwî kiriye..

Belê xanima min….

Rohniya herdu çavên min

Li hember van hêrişan

Palpişt û hevala min

Ji te pê ve kî ye…?

 

Delalê, hiye hiye

Ber destê vê sibê,

Dergahê ezmanê Xwedê

Bo hemî mirovan vekiriye

Lê rêya welatê min ji ber min reviye

…û dêwekî ejderha li ber dergahê rawestiye…

Bahozek wêrankar bi ser baxê Irem de hatiye

û dîwarê keleha evînê bi ser hozanvanê me de ketiye

Ne saz û awaz e, ne serfiraz e…

Di navbera du cîhanan de winda bûye

Gava ew ristekê dixwêne,

Ma ji min û te pê ve guhdarê wî kî ye?

Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê dizîn

Di dilê te de her nûçeyek nebaş ji welêt dibe birîn

Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me tehl bûne

û van welatên fireh li me wek zindanê teng bûne

Lê gava ez û te bi hev re stranek Kurmanciya kevin dibihîsin

û di nav re dêmê te yê şirîn

wekî gulek Corî sor dibe…

Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe..

…û di tariya vê dûriyê de

bihnekê bi te re şa dibe..

Delalê hiye hiye

Hevala rêya dirêj

Pir ji zû ve, pir ji mêj..

Dixwazim bo te bibêjim

Veşartoka hindir dilê xwe bo te birêjim:

Kesê ciyê baweriyê,

Kesê ji min re her bûye egera hîviyê

Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê

û mirovatiyê..

Ma ji te pê ve li vê dinê kî ye..

 

Agrî di bin rewşa taybet de

readers-edition.de

Wergerandin ji Almanî: Cankurd

Polîtîk: 31.03.2009

Li bajêrê kurdî Agirî, li rojhilatê Türkiye,  hilbijartinên herêmî, roja yekşembê, ji aliyê hêzên dewletê ve, bo bi serxistina Partiya AK ya îslamî ya kevneparêz a deselatdar hate hikarkirin. Wekî çavdêrên hilbijartinê yên partiya bo civakeke demokrat DTP di rûberûkirina encamên hilbijartinê yên her xaneke hilbijartinê û encamên berpirsên hilbijartinê li Agrî, dan xuyakirin, ku 3000-4000 dengê hilbijêran hatîne dizîn. Hinek sandiqên hilbijartinê berşê bûne. Gava ev sextekirina hilbijartinê diyar bûye, nemzetên DTP berî gişan li hember vê yekê nerazîbûna xwe li dadkarê berpirs ji bo berçavkirina hilbijartinê anîne zimên.  Dema ku ev nerazîbûn bê bersiv ma, roja duşembê 20.000 niştevan, çi mêr û çi jin, derketine kolanan û daxwaza nûkirina hilbijartinê kirine. Polisan bi gaza hêsirrêj û bi avpijkan avêtine ser rêveçûneran. Pişt re fîşek hatîne beredan, û gelek mirov hatîne birînkirin. Tangên leşkerî ketine bajêr û hinde rê girtine.

3 endamên şandeke firensî bo çavdêriya hilbijartinê di bajêr de mane, nikanin derkevin. Li derdora wan jî fişek hatîne teqandin.

DTP paş wan hêrişên polîsan protêst nermkirin û bo berpirsên hilbijartinê delîve ta bi kat 9 roja Sêşembê dane, da ewana carekê hilbijartinê çêbikin.

Wekî şandeya Alman , me çavdêriya hilbijartinên herêmê li navçeya Patnos a girêdayî Agrî kir

Li wir jî me gelek bizavên sextekirinê bi cîh kirin. Bi çiwalan kertên dengdanê, ku ne hatî bûn girêdan û şeqlekirin, li ber çavên polîsan berî hejmartina dengan a dawî  ji aliyê endamên komîsyona hilbijartinê ve hatin tevdan. Çavdêrên hilbijartinê yên DTP kanî bûn talankirina sandiqên dengan  ji nav lepên wan rizgar bikin.

Wekî şandeya Çavdêriyê, me jî piştvaniya daxwaza niştevanên Agrî kir, ku ser ji nû ve hilbijartin çêbibin. Em ji mediya navneteweyî dixwazin, ku encamên hilbijartina Agrî bişopînin û bidin nasîn. Raya giştî ya navneteweyî baştirîn paristêr e bo mafên demokratên niştevanên têkoşerên Agrî.

Şandeya me hîn li navçeya Agrî ye. Bo bêtir agahî em ji we re amade ne.

Dr. Nikolaus Brauns

Jimareya telefona şandeyê: 0090- 534 295 37 51

[Daxuyaniya şandeya Alman bo çavdêriya hilbijartinê li navçeya Agri / Türkiye]

Êşeke – Evîn Îbrahîm- USA

Evîn Ibrahîm

Wergerandin ji Erebî: Cankurd


Êşeke ku bi evînê ne ciwankare

Êşa evînê…ez bo evînê hişyar kirim

Agirpijeke berfê

Di salbirreke nenas de..

Zora waryaneyên (1) jîna min a hilçûnî bir

Ez ji êşa xwe ya şaristanî

ya li sazxistî bêcil kirim

Ji min re pêlik û lîstikên min vegerandin

û koçkên dara Sicê…

Ez galtûgepeke reviyayî me

Ber bi nenasiyê ve

Min bîrê kirî

Dayê…Tu li kuyî?

Xwezî ez nebama…

Ey mêrê Kurd ê kevnar

Êdî ji min re hûrikiyên te ne pêwîstin…

Seravên niştên te

Ji tirsa nalînê…

Min êşa evînê kuşt

Ne ji ber evdaliyê

An tolhildanê ji salên temenê xwe

Min nepejirand,

Ku destên min bi lekeyên şikestinên revîna te bibin…

Ez ji windabûnekê di wijdana te ye kevnar de ditirsim

Ez berxwedariya te dikim,

ku te mêbûna min bi cîh kir…

û te şeyê min û neynûkên min li min vegerandin

Hema tu wekî qedera min a kurdîyî

Tu dereng hatî

Wek baranê, tu dereng hatî

Wekî her tiştekî  rindik,

ku di gora rojên min de,

li ser keviya  bêgumaniyê

Hatiye çalkirin.

Ez jineka, ku xwe ji navê de diçemînim…

Wekî serbilindiya qederê

Di  binê dema kûr de

Beravêtina ronahiyeke şikestî ye…

Ji destpêbûna rastiyê direve

Ez  a kurdim…

Ez êşa nîvroxewa (2) xwe ya herdemî dilêvînim

Ez pêdivê dirazê (3) me

Lê ez lal dibim, ku asîman min bipejirîne

Ez lorîna ranavê (4) me

Lorelora termcawê (5) hosaniya tirsok im…

Ji navberka (6) çavrah im…

Barke..Barke..

Bihêle ez bijîm…

Sermestiya mirina xwe ya gavgiran.

———————————————-

(1): Waryane: Tiqûs- طقوس

(2): Xewa nîvrokî – قيلولة

(3): Diraz: Duaa‘- دعاء

(4): Ranav: Widan û Ddemîr  – ضمير

(5): Termcaw: Kefen – كفن

(6) Navberk: Berzex – برزخ

Hewas Mahmoud: Şehtîna roşenbîrê kurd pirtûkeke nû ya êlêktronî

(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Pirtûka nivîskar Hewas Mahmoud „Şehtîna roşenbîrê Kurd“, ji 35 rûpelên mezin e, di malpera „efrîn.net“ bi zimanê Erebî, wekî pirtûkeke êlêktronî hatiye belavkirin.

Sergotina pirtûkê:

Kurd bi giştî û Kurdên Sûriye bi taybet, pêdiviyê naskirina temaşgeha çandeyî ya kurdî ya niho ne, ji ber wan sireyên dûrokî yên giring ên bi roşenbîr ve têne pesartin, û ji ber hîviya ji roşenbîr têye kirin, ku ewê bi kar in rahêjanî rabe, ku guhartinin babetî di binyada Têgeh û ramanên di nav girseyên gel de belav in, pêda bikin. Û rast mijara roşenbîr hizira min bû û hîn jî, lew re min gelek gotar nivîsandin, ewên min têde diyarka roşenbîrê Kurd, ya ku bi şêweyeke bêtir zelal di destpêka nodiyên sedsala çûyî de pêda bûye, anî zimên (Eve naye wê wateyê ku roşenbîrê Kurd berê wê dûrokê tune bû, bi maweyin demî  yên dûr, lê belê bi rewşin yekanî, û eger ewana bi komikî jî hebûn, ewana bi terzekî ramiyarî ‚siyasî‘ yê sade bûn.)

Û di demên niho de, min ramand ku ez gotaran di nav pirtûkekê de, bi şêweyeke êlêktronî an çapkirî, belav bikim, û ji vir hat, ev karê niho yê ku di nav destên xwendevanan de ye, û li vir pêwîste bite nîşandan ku min gotareke dawî da ser wan, li ser bingehên avakirina ramaneke kurdî ya hevçerx, Ewe jî bi şêweyekî an şêweyekî dî, bi roşenbîrê Kurd ve girêdayî ye, û bi taybet ji aliyê ku berhemdarê ramanê roşenbîr e –lew re pêdivî bi zelelkirinê hebû– û nîşandan ji ber min naçe, ku piraniya gotarên vê pirtûkê, berê di malpera efrin.net a êlêktronî de, hatibûn belavkirin, û ji ber wê, ewên li ser vê malperê dest li kar in, ciyê supasî û berxwedariyê ne. Û ez di dema ku vê karê taybetkirî bo roşenbîrê Kurd pêşkêş dikim, hîviya min a mezin ewe ye, ku van mijarên dest têde hatîne dayîn bêne gengeşekirin, sîngê min wê fireh be û asoyê min ê firawan be bo pejirandina her rexneyekê an boçûnekê an jî tênêrînên bi histobarî, ku rewşa kurdî ber bi pêş ve hildin.

Nizar Qebbanî: Di riswakirina Seddam Huseyn da

Nîzar Qebbanî

(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Kenok-girînok bû şergeha kendavê

Ne şûr li ser şûran şikestin

Ne jî mêr  bi hev çûn

û ne jî me Aşûr Banîbal carekê dît

Lê hemî ewê ji ber maye

Bo antîkxaneya dûrokê bû

Ehram in ji solan!!

***

Kîyê me ji rewşa dulayî rizgar bike?

Kîyê bi me bide bawerkirin, ku em ne reviyane?

û em her şevekê

li ser êlegên televisyonan

leşkerekî birçî û tazî dibînin…

Ji xendekên neyartiyê (sandewîşekê) pêda dike

û xwe diçemîne..ku biramûse pêyan!!

***

Ne cenga me ceng e û ne jî aştiya me aştî ye

Hemî tiştê, ku di jîna me re derbas dibe

Tenê film in

Markirina me bi lez û bez e

û hezkirina me bi lez û bez e

Weku hezkirina di destpêka filman de

û mirina me jî biryarkirî ye

Weku mirina di taliya filman de!!

***

Em rojekê bi serneketin, li ser mêşekê

Lê ev e bazarvaniya gumanan

Çiku Xalid û Tariq û Hemze

û U’qbe Ibin Nafê’

û Zubêr û Qee’qaa’ û Simsam (1)

Giş di qutîkên filman de..

bi ser hev de hatine guvaştin

***

Şikestinek.. li pey  şikestinekê

Emê çito cengê qezenc bikin

Eger ewên lîstine

Wêne girtine..û derxistine

Fêrbûn şervaniyê di wezareta bangeşîniyê da!!

***

Di her bîst salan da

Qeralekî bi fermana xwe (2) tê ji me re

ku ezmên di şîşeyekî da zindan dike

û royê dibe sêdara darvekirinê!

Di her bîst salan da

Nercisîyekî aşiq xwe bûye tê ji me re

ku bêje, ew Mehdî ye.. û rizgarkir e

û paqij..û Xwedatirs e..û hêzdar e

û tenha ye..û herheyî ye

ku li ser welêt û evdalan.. û kelepûrê

Li ser Saman û çeman

Dar û darberan

Mêr û jinan

û pêlan û zireyê (3)

Li ber maseya qumarê dilîze..
Bo me her bîst salan mêrekî tevlihev tê

ku di berîkên xwe da tiliyên lexeman hilgirtine…

***

Tirsa me ne nû ye

Ji ber ku tirs her dostê me bû

Ji roja ku em pehlik (4) bûn

Di hindirê dangan da (5)

***

Ma sazman di bingehê da kuştiwar e?

An jî em di ber çêkirina sazmanê da berpirsin?

***

Eger niviskar carekê pêxweş bû, ku bibe..mirîşk

Li gel dîkan bijî

An hêkan bike an jî rakeve

Tu li ser nivisandinê silavê bixwîne!! (6)

***

Bo wêjevanan li ba me sendîkatek fermî heye

Ew di dîmenê xwe da

Wek sendîkata miyan e!!

***

Paşê padişah in, ku jinêd xwe xwarine

di kevnerojan da

Lê belê padişah di welatên me da

hîn bûne pênûsan bixun..

***

Ibin Xeldon ê em dinasin mir (7)

û dûroka di hinavên me da

Nîşanek pirsînê ye!!

***

Ewan xurmedaran li welatên me dibirrin,

ku li ciyê wan

bo serok axa daristanekê ji pûtan biçînin!!

***

Pêdakar (Xwedê) ji evdalên xwe ne xwast,

ku ji wî re

Milyonek hîman ji  mermerê çêbikin!!

***

Xencerên Erebtiyê di goştê me da

li hev û din çat hatin..

û Islam bi Islamê re ket pevçûnê

***

Piştî hinde hefteyan ji melevaniyê

di lêbarkên peyvînê da

di ferhenga me ya cengînî da

Ji çerm û hestiyan pê ve

Tiştek nema

***

Firoka Fantom

Xwe berdide ser seriyên me

Kuştegeha me di zimanê me da ye

Pa çendîn me bihayê lêdana peyvînê giran da

***

Rêber paş serketina xwe

ket maxa hemamê

û em jî ketin veşartgeha sêwiyan!!
***

Em belaş (8) dimirin wek mêşan li Afrîqa

Em dimirin wek mêşan

û mirin bi kenîn derbas ba me dibe

û deriyan digire

Em bi tevayî di nav ciyê xwe da dimirin

û berpirsê saringa miriyan napejirîne,

ku egeran rave bike

Em dimirin..di cenga lavlavan da

û di cenga radiyoyan da

û di cenga wekaniyan (9) da

û di cenga jibervaniyan (10) da

û di fêlbaziya seravê da

Em dimirin..serşikestî..qorîkirî (11)

Nifirkirî..ji bîrkirî wek segan

û rêberê sadîst di veşartgeha xwe da

herifandinê difelsifîne!!

***

Di her bîst salan da

Bo me mîhyarek tê

Royê di rastê xwe da hildigire

û rojê di çepê xwe da

û behiştan di pêjiniya me da dinexşîne

û baranê dibarîne

û ji nişka ve..Leşkerê Romê quretiya me dagir dike

û surh dikevin!!

***

Di her bîst salan da

Imro-Ulqeys (12) li ser hespê xwe tê

Li padişahekî ji tozê digere

***

Dengên me dengbirrî ne..lêvên me dengbirrî ne

Gelên me tenê efsane ne

Tenha şêtbûn

Li eywana me biryarê çêdike

***

Em di xwendina dûrokê da derewê dikin

Em di xwendina nûçeyan da derewê dikin

û em reva mezin diguhêrin

dikin serkeftin!!

***

Ey niştê min î di xwîna xwe da binve bûye

Ey yê di serbilindiya xwe da hatiye lêdan

Bajar bi bajar

Pencere bi pencere

Ewir bi ewir

Qumrî bi qumrî

***

(1) –   Evana qehremanên Ereban in di dûrokê da

(2) –   Mebest qeralên wek Alhakim Bî Emrîhî

(3) –   Derya

(4) –   Çilpikek

(5) –   Reh’mê dayikan

(6) –   Xatir jê bixwaze

(7) –   Ibin Xeldon: yek ji mezintirîn zanayê civaknas e di dûroka şaristaniyê da

(8) –   Bê biha

(9) –   Teşabîh (mebest di cenga zimên da, ku Ereb pir ji gotinê hezdikin)

(10) – Kinayat (mebest dîsa pirpeyivandina Ereban e)

(11) – Nebedkirî

(12) – Yek ji namdartirîn hozanvanên Ereban e berî hatina Islamê.

Nîzar Qebbanî: Xwenasdana serbirrekî ereb

Wergerandin: Cankurd

[Ev helbest diyarî ye bo kek Lokman Polat û her niviskarekî, ku serî li zordariyê hildaye]

Xelkino:

Ezî li ser we bûme deselatdar (sultan)

De bişkînin pûtên xwe paş rêwendiyê

û perestiya min bikin

Ez her demekê diyar nabim

De rûnin li ser kevîka tewatê, da hûn min berçav bikin

Zarokên xwe bê nan bihêlin

û jinêd xwe bê mêr bihêlin

û bi pey min kevin…

Berxwedariya Xwedê bo dayîna wî bikin,

ku ez şandime bo ku ez mêjoyê binivîsim

û mêjo bê min naye nivisandin

Ez im Yûsif di bedewiyê da

û Afirendar çi porekî zêrîn wek porê min pêda ne kiriye

û ne jî eniyek pêxemberî wek eniya min

û çavên min daristanek ji darên zeytûn û behîvê ne

De her nimêj bikin, da Xwedê çavêd min biparize..

Xelkino:

Ez Mecnûnê Leyla (1) me

De jinêd xwe ji min re bişînin, da ji min avis bibin

û mêrêd xwe bo min bişînin, da berxwedariya min bikin

Rûmet e, ku hûn genimê govdeyê min bixun

Rûmet e, ku hûn behîv û hejîrêd min jêbikin

Rûmet e, ku hûn xwe wek min bikin

Çiku ez bûyerek im, ku ji hezaran sedsalan ve çênebûye…

 

Xelkino :

Ezim yê yekemîn û dadmendtirîn

û bedewtirîn ji nav hemî qeralan

û ezim heyva tariyê û sipîka Yasemînê

û ez pêdakirê sêdara yekemîn im

û ezim baştirînê şandiyan « Xeyrulmurselîn »

Hercarê min ramand, ku ez dest ji deselatiyê berdim

Xwenavê min nadike..

Ma kî yê piştî deselatdariya van qencan bike ?

Kî yê piştî min, yê kût, yê çeperî û yê kore sax bike ?

û kî yê hestiyên miriyan vejîne ?

Ma kî yê ji kurkê xwe rohniya heyvê biderxîne ?

Kî yê wan bide ber nod qamçeyan ?

û kî yê wan li ser daran bixaçîne ?

Kî yê wan zor bike, ku bijîn wek çêlan ?

û bimirin wek çêlan ?…

Hergav min ramand, ku ez wan bihêlim

Hêstirên min weku ji ewirekî dibarin

û min tewekkulê li ser  ne Xwedê  kir (2)

û min biryar da, ku ez li ser gel (netew) suwar bibim

Ji niha ve..Ta bi roja Rabûnê..

3 –

Xelkino:

Hûn dêrînê (mulkê) min in

Weku ez hespên xwe…û koleyên xwe didêrînim

û ez di ser we re diborim,

weku ez di ser xaliyên eywana xwe re diborim

De ji min ra secdê bikin, di rabûna min da

û ji min ra secdê bikin, di rûniştina min da

Ne min hûn rojekê dîtin

Di nav kaxedên bavpîrên xwe da?

Hajê xwe bikin, ku hûn pirtûkekê bixwênin

Çiku ez di ber we da dixwênim

Hajê xwe bikin, ku hûn nameyekê binivîsin,

Çiku ez di ber we da dinivîsim

Hajê xwe bikin, ku hûn Feyrozê (3) bi dizîka dibihîsin

Çiku ez bi nêtên we zanyarim

Hajê xwe bikin, ku hûn bê destûra min di gorê kevin

Çiku eve li ba me gunahekî mezin e

û bêdeng bin, heger ez bi we ra peyivîm

Çiku peyivîna min Quranek comerd e…

4 –

Xelkino:

Ez Mehdî yê we me, min çavbikin (4)

û xûna min di dilê mêwan da lêdide

De min vexun…

Hemî lawjanên, ku zarok di hezkirina niştiman da dixwênin, rawestînin

Çiku ez î bûme niştiman

Ezim ê tenha û herheyî, di nav hemî afirendiyan da

û ez im ê hembarkirî di bîrana sêv û bilûrê da

û di stranên şîn da

Wêneyên min di meydanan da hildin

û min bi ewirên peyvan bipeçinin

û ji min ra biçûktirîn jin bixwazin

Çiku ezê pîr nebim

Govdeyê min ne pîr e

û bendexaneyên min pîr nabin

û acetê zordariyê di şahnişîna min da pîr nabe

Xelkino:

Ezim Heccac (5), heger ez rûpêçeka xwe deynim, hûnê min binasin

..û ezim Cengîzxan.

Ez hatime we bi sungiyên xwe..û bi segên xwe..û bi bendexanyên xwe

Bi zorbaziya min ..xelkino.. dilteng nebin

Ez dikujim, da hûn min ne kujin

û ez bi dar ve dikim, da hûn  min ne bi dar ve nekin

û ez we çaldikim, di wa gora tevayî da,

da hûn min çal nekin.

5 –

Xelkino:

Bo min rojnameyên li ser min binivîsin bikirrin

Ewana li kolanan, wek qehbikan, hatîne verişandin

Bo min kaxedên kesk ên jengî, wek geyayên beharê bikirrin

û hîbrê…û çapxaneyana…

Her tişt di dema me da tê kirrîn..hetanî tilî jî…

Mêweya ramanê bikirrin

..û li ber min bihêlin

..û ji min ra helbestvanekî bikelînin

..û têxin nav firaqên xwarina min

Ez ne xwende me..û li ba min dilgirêkek heye

ji ewê ku helbestvan dibêjin…

De ji min ra helbestvanina bikirrin,

ku li ser qenciya min helbestan vehûnin

..û min bikin stêrka her bergekî

Çiku van stêrkên sema û şanoyê

Hîç ji min ne bedewtir in…

Çiku ez, bi pereyên giranbiha, her tiştekî divêm, dikirrim

Ez destana Beşşar Bin Burd (6)

û lêvên Almutenebî (7)

û sirûdên Lubeyd (8) dikirrim

Çiku wan milyonên di diravmalê (Beytulmalê) musilmanan da

Kevne pêmayekî bavê min in

De bibin ji zêrê min, bibin..

û di daykepirtûkan da binivîsin,

ku dema min dema Haron Alraşîd e…(9)

6 –

Ey cemawerên welatê min

Ey cemawerên geyayên (10) ereb

Ez canekî (ruhekî) paqij im, ku hatî me we ji toza nezantiyê bişûm

Dengê min bi lêdanka kesk e, weku avpirka Endelusî (11)

Min berken biresimînin wek Cokenda (12)

û rûnerm wek rûyê Mecdelî ye (13)

Min biresimînin

û ez î helbestê bi diranêd xwe diçirînim

û xûna Ebcediyê (Alîfbayê) dimêjim

Min bi heybet û mezinahiya min

û bi çavê min ê leşkerî biresimînin

Min biresimînin

Gava ez nêçîra asikekê an xezalekê dikim

Min biresimînin

Gava ez we li ser milên xwe hildigirim

ber bi mala herheyînê

ey cemawerên geyayên ereb

7 –

Xelkino:

Ez berpirsê xewnên we me, ku hûn dixewînin

û ez im berpirsê her nanekê, ku hûn dixun

û wan dehekên (14), ku hûn  -di paş pişta min re- dixwênin

Çiku asayîşa eywana min, min agahdar dike

Bi nûçeyên çivîkan û nûçeyên guliyan (seriyên geniman)

û li ser ewê ku di danga avisan da çêdibe, min agahdar dike

Xelkino:

Ez serbendê we me..

û ez bendeyê we me…

De li min biborînin

Ez im ê nebedkirî di hindirê eywana xwe da

Ez ne royê dibînim, ne stêrkan

û ne jî kulîlkek tehlê

Ji dema ku ez hatim ser deselatdariyê, ez mame zarok

û mêrên sêrgehê li hawîr min dicivin

Yek puf bilûrê dike

Yek li deholê dixe

û yek cox paqij dike

û yek solan paqij dike

Ji dema ku ez hatime ser deselatdariyê ez zaro me

Şêwirdarê eywanê bo min ne got : Na

Şalyarêd min hîç peyva (Na) lêvnekirin

Şandiyêd min li rûyê min bi carekê ne gotin: Na

Jinên min di razanga evînê da ne gotin: Na

Wan ez hokirim, ku ez xwe wek xwedîkekî bibînim

û ez gel ji balkonê da wek qûmê bibînim

De li min biborînin, heger ez bûm Holako’yek î nû (15)

Min rojekê hûn bo kuştinê ne kuştin

Belê ez we dikujim, bo ez pê yariya xwe bikim..

———————————————————-

(1) Mecnûn û Leyla  bi liyaniyê (eşqê) li nav Ereban navdar in.

(2) Ew dinivîse: Tewekkeltu ela  la Allah

(3) Feyroz yek ji mezintirîn û hêjatirîn jinên stranbêjên Ereban e, ji Lubnanê ye.

(4) Min çavkir: Min întîzar kir.

(5) Heccac Eltheqefî yek ji hovtirîn qeralên Iraqê bû di dema Ebbasiyan da

(6) Hozanvanekî ereb ê pir kevin e, bi helbestên liyaniyê (eşqê) navdar e

(7) Almutenebî yek ji mezintirîn hozanvanên klasîkên ereb e.

(8) Lubeyd Elaamîrî hozanvanekî liyaniyê ye, ew jî pir kevin e.

(9) Haron Alreşîd yek ji navdartirîn xelîfeyên dema Ebbasiyan e, di dema wî da malê talanê ji gelek welatan dihat Bexdadê, lew re ew pir bi mal û dêrîn bû û rewşa Ereban baş bû.

(10) Di Erebî da herdu bêje (gelên û geyayên) pir ji hev nêzin. Nîzar Qebbanî li ciyê „gelên“ bi zanatî “geyayên“ ereb bi kar anîye.

(11) Endelusiya parek ji Espaniya ye, Ereban bi sedan sal dagir kiri bûn, lê paşê dîsa hatin qewitandin.

(12) Mebest Mona Lîza ye

(13) Mebest Meryem dayika pêxember Isa ye.

(14) Mebest deh sûretên ji Quranê

(15) Holako bavturkekî bi hovîtiya xwe namdar e