من دفتر السجن – 1

من دفتر السجن (1)

جان كورد‏28‏ تشرين الأول‏، 2013

kurdaxi@live.com    https://cankurd.wordpress.com

 متى يبدأ الربيع؟

فيما مضى

كانت ذاكرتي عجيبة

أما الآن

فما عدت أتذكر

أين التقينا أول مرة

أنا والحبيبة…

ما عدت أتذكر يوم ميلادي

صور زملائي

وأسماء أولادي…

ما عدت أتذكر أسماء الجبال

وأنهار بلادي…

من أين تبدأ وأين تنتهي…

بالأمس

كانت مغروسة في فؤادي

كالأوتادِ…

وينابيع قريتي

كانت تنبض بالحياةِ في دمي

تصدح بالأورادِ…

ما عدت أتذكر دروس الجغرافيا

ولا فصول التاريخ…

لكني أتذكر -أبداً –

قدوم الربيع كل سنةٍ

كعودة السنونو…

ففي الربيع تندلع ألسنة نيران “كاوا”

على قمم جبالنا العالية

المكللة بالكبرياء… والعنادِ

أسمع في نيروزنا ملاحم عن ميديا

وأغنياتٍ تبدأ ب “لى…لى ولو…لو”

وأكتب قصائد جديدة

عن الحرية…

وا أسفي!

ها أنا ذا بعيد عن الينابيع الثرية

أشكو ضعف ذاكرتي

خلف هذه القضبان الصلبة

والجدران الرطبة

والسقوف التي تعشعش فيها الكراهية

اليوم

كتبت قصيدة جديدة

لا أدري أين هي

هل لف بورقها سجين آخر سيجارته العربية؟

أم أن حارساً أخذها لزوجته الغبية؟

أو أنها تقبع في ملفٍ أسودٍ

في ظلمةٍ أزلية؟

بالأمس كانت ذاكرتي عجيبة

أما الآن…

فما عدت أتذكر

سوى المدن المنهارة وسط أعمدة الدخان

ورائحة البارود

ونفايات القصور الفرعونية…

1975

lo fashoyê xûnrêj

cankurd   – cankurd.wordpress.com  

 12.05.2013

Lo faşo yê xûnrêj

 Hêy malwêran! Tu çi divê ji birçiya

Kîna di dil şûrê di destên Hindiya

Serî dehol, wekî gurê çilek dijî

Kurdên reben, azad û pak tu dikujî

Te kes nehêşt, hemî kirin „dûvkên neyar!“

Her kesekî jehir dikî, wek marê har

 Pevçûna gel bi roj û şev karê te ye

Ferman û axaza neyar barê te ye

Bese, bese! Fermana te her kuştine

Hişê te de tovek mirovatî tune

Destan hilîn ji ser gelî, êdî bihoş

 Te Kurd kirin bênamûs û „Heşîşfiroş“

Davêjî tu ser her kesî nebe peya

Lê bi xwe jî herdem wekî segê keya

Çendî tiving li gel te jî evro hebin

Sed leşkerên dijmin li ber mala te bin

Dê rojekê gel bikole gora te jî

Bi tifkirin dê veşêrin termê te jî

Kurdo Bese

Cankurd – Payîza 1974ê

http//:cankurd.wordpress.com      kurdistanicom@yahoo.de

KURDO BESE

ImageSama gura ji hevdu ra

Wekî miyan li ber neyar

Bo çi, wilo, tu zikgirrî?

Kurdê nezan û dilzinar

Canê te de çi agir e?

Boyî çiye, kîna ji ar

Pêş ve diçin di ser me ra

Furs û Ereb, Turk û Tetar

Xeyda dilan berde, were

Aza bijî, te kir zirar

Nêva me da ceng û şer e

Êdî bese, em bûne jar

Kole dijîn li ser zemîn

Payîze dem, nîne bihar

Canê netew de her birîn

Mala me da talan û ar

Dijmin dizî welatê şîn

Merx û tirî, sêv û hinar

Dot û jinan gazî girîn

Xort û peya gerden li dar

Çendî mirin rêka me da

Lawên reben, hêja, kubar

Aso ji xûna gel veda

Baxê mezin bû tar û mar

Bê liv kesî mafek neda

Aza nebûn bajar û şar

Tev de bi hev re em biçin

Tirsê dikin ji me neyar

Gava wilo em hev bixun

Emê bibin toz û buxar

Kurdo bese, nekuj bira

Kujer diket herdem zirar

Defter a min

Cankurd

02-03-2010

Deftera min tijî kul bû

Mîna kezeba min a reş û…

mîna dil bû.

Têde hebûn gelek şopên birînê

…û pir kevnewarên hezkirin û razangên evînê…

Deftera min ya şahî û geştê bû…

Bihna ku jê dihat

her ya sorgul û zeviyên deştê bû…

Defetra min li ser destan bû

Rostemê Zal bû, pehlewan bû…

Straneke şorişîn a Perwer şivan bû…

Bihna jê dihat,

ya helbestên nazik ên:

Gulê baxê Bohtan û  şebçiraxê Kurdistan”  bû…

Di  zindanê de, li ber seriyê Memê Alan

helbestên Feqê Teyran dikirine lawjan

dikirine stran…

Deftera  min girtiyekî nenas bû

Li gel wan xebatkarên girtî…

yên di zindana „Edra“ de,

û  di  jêrzevînên Şamê de…

Deftera min bi kewan re dikete kewkewiyê

Û herdem û hergav xwe kiri bû qurbana Kurdayetiyê

————————————–

Îro deftera min winda û berşê ye

Nûçeyek ji wê nîne…

û kes nizane ew miriye an li ser lingan û pê ye…

Ew hatiye tar û markirin

talankirin…

…û li ser navê biyaniyan.

deftera min hatiye tomarkirin…

Berê,

min çêrokên xwe yên evînê

Hezkirina xwe ya  bo vê zevînê

…û her çêrokeke xwe ya efsaneyî

di deftera xwe de dinivisand

Min ji tirsa xwendevanan ew dixiste bin balifan

…vedişart û hiltanî…

Îro deftera min ji des t min reviya….

Wekî şalûleke pînik hatiye heriftin

li wan qeracan

Bûye destegîrekî  Cihowan di dema Hitler de

Bûye  xûniyekî Ermeniya…

Deftera min xwe veşart li nav hormanên wan çiya

Kete şikeftan ji ber lomekirinên wan zimandirêjan

û  wan Koyquruciya…

Dibe ku di deftera min de hebû tovek ji jehrê

Jehrê jî kes nade zarowên xwe

Kes nake bin balifê seriyê xwe

…û kesek  defterên wilo belav nake

li tomargeh û „Rûdaw“ ên  xwe…

Lew re  deftera min îro nehane,

Ji gelek hêjayan ve „telqîn“ bi ser de hatiye xwendin

hema ciyê gora wê tew kes nizane…

Min fêr bike

Cankurd

07.11.2007

 

Hosteya evînê,

min fêr bike,

çewa ez hezbikim…

Min fêr bike,

çewa ez şengejinekê hembêz bikim…

Vaye min şûr û mertalê xwe danî

Min tivinga xwe şikand

…û peyva cengê ji ferhenga xwe hilanî…

Niha,

dem a min ji evînê re heye

…û hosteyekî evînê li ba min

ji te pêve tune ye…

Erê,

min fêr bike

Çewa ez tayek gula Cûrî

bidime destê xanimekê

Min fêr bike

Çewa ez danîşim li gel yarekê

li quncekî çayxaneyekê

an jî li ber maseya dewatekê…

Hosteya evînê,

min fêr bike

çewa ez zeviyên xwe,

bi helbestên liyaniyê (1) biçînim

çewa ez nameyek yara xwe,

bi dengê bilind bixwînim…

Berî niha ez fêrdibûm kîn û nevînê (2)

ez fêrdibûm ceng û rijandina xwînê…

Niha,

Ez reviyam ji nav rêzên leşkerê gengeşiyê

û pevçûnê…

Niha,

Ez dixwazim ji nû dest pêbikim bi fêrbûnê…

û bi hemî awayên hezkirinê…

Hosteya min,

min fêrbike,

çewa ez bi xanimek qonaxa jorîn re

bikevime yariyên bin nivînê

çewa ez ji bîr bikim wan hezar sal ên tenahiyê

di sengerên qersî yên şerî da

min fêr bike,

çewa ez ji ser xwe bavêjim tirsa şevên cengê

û wan tîrên di dilî da…

min fêr bike,

çewa carek dî,

ez vegerim hişyariyê

û bigerim wekî jîndarekî

wekî mirovekî

ku hezdike ji vê jînê

û ji  xweşiyê….

—————————————————-

(1)   Liyanî: Eşq

(2)   Nevîn: Kurh

Delalê, hiye…hiye…

Cankurd

2002

Delalê, hiye hiye

Demek ji mêje

Bapeşk bi ser warê min de hatiye

Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye

…û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye..

Va demeke dirêje

Ewirê kîna neyaran bi ser behara min de hilweşiye

Hemî gul û nesrînên min hilçiniye..

Lêmişta xeyda xêrnexwazan,

……û bi ser de jî vê dûriyê

dilê min î biçûk daye ber xwe, sêwî kiriye..

Belê xanima min….

Rohniya herdu çavên min

Li hember van hêrişan

Palpişt û hevala min

Ji te pê ve kî ye…?

 

Delalê, hiye hiye

Ber destê vê sibê,

Dergahê ezmanê Xwedê

Bo hemî mirovan vekiriye

Lê rêya welatê min ji ber min reviye

…û dêwekî ejderha li ber dergahê rawestiye…

Bahozek wêrankar bi ser baxê Irem de hatiye

û dîwarê keleha evînê bi ser hozanvanê me de ketiye

Ne saz û awaz e, ne serfiraz e…

Di navbera du cîhanan de winda bûye

Gava ew ristekê dixwêne,

Ma ji min û te pê ve guhdarê wî kî ye?

Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê dizîn

Di dilê te de her nûçeyek nebaş ji welêt dibe birîn

Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me tehl bûne

û van welatên fireh li me wek zindanê teng bûne

Lê gava ez û te bi hev re stranek Kurmanciya kevin dibihîsin

û di nav re dêmê te yê şirîn

wekî gulek Corî sor dibe…

Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe..

…û di tariya vê dûriyê de

bihnekê bi te re şa dibe..

Delalê hiye hiye

Hevala rêya dirêj

Pir ji zû ve, pir ji mêj..

Dixwazim bo te bibêjim

Veşartoka hindir dilê xwe bo te birêjim:

Kesê ciyê baweriyê,

Kesê ji min re her bûye egera hîviyê

Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê

û mirovatiyê..

Ma ji te pê ve li vê dinê kî ye..

 

Dema bimrim

Cankurd

April 6, 2000

Dema bimrim, kurê negrî bi ser min da

Mirin naztir bûye îro ji van êşa

Ji ber zor û ji ber lêdana van xeyda

Me dil westî, wekî pîrê li  ber kaşa

Felek har e, dilê min daye ber kêra

Belengaz û penah bûme li dinyayê

Kovî westa ji ber davan û nêçîra

Pelên dara me weşyane li ber bayê

Nema dîsa bi ser xwe bêm, bi yekcarî

Wekî gestim gelek maran ji nişka va

Nema ronî, di çavên min reşe tarî

Dema leylan xuya bûye, ketim dava

Şikestî dil di nêçîra xeyalên xwe

Tevî xewn bû, wekî çêrok û efsane

Me tûr vala, li ber dergahê gora xwe

Ewe maxa me ya paşîn û meyxane

Dema bimrim, ne pêwîstin gul û hêstir

Mifa nîne ji van girî û lorînan

Mirin wek min, hozanvanin gelek mestir

Bi hesret çûn, ji nav yar û ji nav zînan

Bihane hest û helbestên di wan zana

Hema tev çûn, bi xemgînî ketin gorê

Mixabin, çendî dilêşim ji bo wana

Niha şagird  li pey hosta ketî dorê

Kurê negrî, wekî min çûn, bi dilêşî

Gelek hêja ji van dostan û van yara

Hozanvan bûn, ketin axê, bi serxweşî

Hinek bêkes, serî danîn, ji xeyda ra

Hebûn ustad û pir zana qelem danîn

Peşîman bûn li jîna xwe di ristê da

Dîlan berdan, bi dilfîxan, gelek nalîn

Vehes dan xwe, cara pêşîn, di gorê da

Ejî, wek wan, dema deynim serî carek

Dilê „Cankurd“ vedawşînim ji toza reş

Cîhan dîsa dibe rohnî û bimbarek

Ji we giş nas û yaran re, dibe meyxweş

Gulbaxê şehîdan

Cankurd

1974

Me dil alaf e dîsanî,

Kezeb biryan e dîsanî

Bi hev re tên dilîlînin,

Şev û bayên zivistanî

Ez û Agrî dinalînin,

Dilorînin ji wêranî

Dikin gazî li ber kêlan,

Li ser goran me dil danî

Li te digrîm welatim ez,

Ji bona te perîşanî

Çi nesrînin, çi rîhanin,

Tu gulbaxê şehîdanî

Xwîna dil dirêjînin,

Li rêka te gelek Xanî

Fîxanên min li gerdonê,

Dizîtin wek çem û kanî

Şeva tarî şemalim ez,

Li ber çavên te Babanî

Hejar û sed wekî Nacî,

Li dergahê te xêzanî

Bi feryadin, bi helbestin,

Bi hawarin, bi goranî

Dixûnin şalûl û bilbil,

Dikin hîvî ji Barzanî

Peya bit ew li nêva gel,

Wekî Bavê Xurasanî

Serî hildin suwarên te,

Wekî seydayê Pîranî

Biçin qada şer û cengê,

Bi rêzanî û mêranî

Welatim carekê dîsa,

Hilîn perda derîzanî

 

 

 

Dexsîna dilê min

Cankurd

1986

Dexsîna dilê min ji van tivîrkan e

Welatê wan li pişta wan e

..û jiyana wan geryan e

Derbas dibin tixûbên dûr

..û sînor di zimanê wan de nehane

Dexsîna dilê min ji van zarokan e

Evên ku bi roj dilîzin,

Dibezin…

Dimîzin…

..û di xewnê de lîstikan dibînin

..û hêviyên mezin ji xwe re diçînin

..û nizanin ku ba tijî jehr e

Av tijî jehr e

..û pîvaza ku em ji enkûrê hildikin

..û her tiştekê ku em dixun..

Dexsîna dilê min ji masiyên deryan e

..û ji van tirênan e

Evên ku di şeva reş de

Dibezin di rê de

Derbas dibin tixûbên welatê min

..û hîn wê de…

Tenê xwe rûdinim

Di bêdengiya şevê de

Weke melayê di nimêja sibê de

..û dostan di bîra xwe de

Yek bi yek dijmêrim

Li deriyê malê dinêrim,

..û guh didêrim,

ku yek ji wan bê

di vê tenahiyê de…

Xerîbiyê!

Te hestiyê min hêra

Ezê giliyêd xwe bikim

Lê ji kê re.. ji kê re

Dexsîna dilê min ji van hunermendan e

Kela dilê xwe dirêjin

..û hesretên xwe dibêjin

..û jiyana wan eşq û stran e

Xerîbiyê!

Te ez girtim bi dava

Weke mirovê kûr ji herdu çava

Te lingêd min xistin kemenda

..û bi ser de anî lehiya van derda…

Xerîbiyê!

Ezê xwe azakim ji van koletiya

..û ji van derda…

Ezê xaniyekî xwe li gundê me avakim

..û bîranînêd xwe ji razanê rakim

Ezê divîtê xwe bavêjim

..û van dilopên xwîna dilî narêjim

Narêjim…

————————————————

(*) Ji destana „Dilopeka xwîna dila

Derketî

Cankurd – 1980

Derdên Kevin, kulên giran

Hêriş dikin wekî guran

Xwe berdidin binê dilan

Wêran dikin can û rewan

Derdên Kevin çi pir dibin

Kulên mezin tev der dibin

Payîze dem, pel zer dibin

Dar û mirovan pîr dibin

Hêdî ditê ber me mirin

Emê herin, venagerin

Ji hestiya cuda bibin

Ji yara xwe bi dûrkevin…

Mirin nebû, lê dûrketim

Ji mala xwe bi derketim

Nîvê şevê bi rêketim

Weke tejan ji hev ketim

Li şûn min man dost û heval

Bav û bira, kurên delal

Rêya çiya, deşt û newal

Mêwên tirî, welat û al

Bi dûrketin gundên bedew

Xortên diçûn nêçîra kew

Pîrên dijîn bi nan û dew

Xumxuma çem bi roj û şew

Bi dûrketin dîlan û def

Keçên çeleng, kember sedef

Qumrî, tivîr, datên bi ref

Gava şefeq hiltê bi xef…” (*)

Bi dûrketin aşên Kevin

Pira ketî, rêya hesin

Meşkên li dar, zerkên mezin

Bêjin û das, sêl û tevin

Bi dûrketin pale, şivan

Zembîlfiroş û masîvan

Hêlhêla pîr û zarokan

Hevre diçin nava rezan

Bi dûrketin darên Sicê

Merx û geya, mijê sibê

Qebqeba kew li pozê çê

Toza li pey pezê li rê

Li şûn mi man xebat û kar

Barê giran weke zinar

Bihişta min bû tar û mar

Welatê min gerden li dar

Sed saline em kar dikin

Malan li piştan bardikin

Şêx û melan suwar dikin

Serên xwe jêre xar dikin

Hinde melan pir vir kirin

Ax û began tim şor kirin

Welatê me serbin kirin

Hebûna gel talan kirin

Dijmin xwîna me dimêt

Namûs şikandin bê fihêt

Hinde melayên rûkirêt

Didane me“Hedîs û bêt

Herdem digotin:“Ey Xulam!“

Were bixwîn „îlmilkelam

Ji bîr neke mafê Îmam

Berî diçe “Beytilh’eram

Ji bo welêt devgirtî man

Li ber neyar şikestî man

Mafê kitêba xwe nedan

Neçûn cîhad ji bo Xudan

Axan, began, xwe dane jor

Bi nav û deng, bi peyv û şor

Mal û sewal birin bi zor

Axa gewir, hem axa sor

Hezar salin em kole ne

Xêzan û herdem lale ne

Kesek nizane em hene

Lê giş dibên:“Em paşe ne!

Ji birçîbûn û zêwirîn

Zaro dikin gazî, girîn

Herdem nexweşin, dilmirîn

Kiras kevin, derpî çirîn

Cotarê me her cot dikir

Li pîrekê pir zor dikir

Garis, genim, axan dibir

Ji birçîbûnê pez dimir

Kurdên reben kirin şivan

Kevir, kuçik, hildane wan

Bi hin peyayên wek segan

Netew kirin koma pezan

Ez dûrketim ji wan kulan

Lê dil tijî kunê xeman

Agir disoje hestiyan

Wekî etûnê bin çiyan

Diya mi got:“Kuro veger!“

Bavo kişnadin pir keser

Hêstir ketin çavêd Şeker

Zarêd piçûk xwe dane ber

Çare nebû li niştiman

Derman nebû kula giran

Ez dûrketim ji wan deran

Ji dev seg û mar û guran

Çendî li dilsozan gerîm

Bi şev û roj,  ez pir bezîm

Min tu nedît, te ez nedîm

Erê hevalo, ez revîm…!

Ez dûrketim, lê ez heme

Nola welêt ez parçe me

Bindest û hem ez kole me

Wek aşiqê dildarime

Ji bîr neke, lo derketî

Ji niştiman tu dûrketî

Wek sêvekê ji dar ketî

Servehesî tu raketî…

Îro li Kurdistan şer e

Jîna netew tev agir e

Dijminê me sama gur e

Her dev bi xûn, bi girgir e

Deşt û çeman silav dikin

Gelî, çiya gazî dikin

Kurên piçûk pirsan dikin

Bav û diya te bang dikin:

Dîsa veger welatê xwe

Destan bide xebata xwe

Wer şên bike civata xwe

Avê bide gulîlka xwe.”

Ey derketîno, em revîn!

Nola firinda dûr firrîn

Bê niştimanê xemrevîn

Emê li vir çawa bijîn?

Bê niştiman mirov çiye?

Ma kî dizane ew kî ye?

Diljar û perşikestiye

Wek bilbilê birîn bûye…

Xewnek mi dît şeva berê

Keçek bi lez ji wê ve tê

Dibêje min li nîva rê:

Bira! Eve mizgîna çê:

Li Kurdistan, welatê dûr

Lawan bi hêz, bi zax û zor

Ala netew hildane jor

Rengîn û geş, bi xûna sor…”

—————————————–

(*) Ev rêzik ji Eh’medê Xanî ye.