Ez Ereb im û ez axaza dewleteke kurdî ya serbixwe dikim

Aşref Elmiqdad (*)

Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Ez dixwazim di dilpijiniyên xwe de dirist bim…Bi Xwedê eger ez Kurd bama, min ê dewleteke kurdî ya serbixwe, azad û enîhilmiştî li ser zevînê pêşserên xwe bida îlankirin…Li ser zevînê Kurdistanê, di her parçeyeke wê de…Çi li ewê ku bi Îraq (Bi zor û setem) tê binavkirin an jî li Türkiye…Îran…Heta li Sûriye jî.  Ji ber ku –Bi Xwedê – Van zevînan xwe di nêv van sînoran de bi hemdê xwe nedîtine,  ew tenha bi viyaneke biyanî ya kolonî çêbûye, tew ne bi viyana zarowên vê navçeyê bû…   Ne  Îraqa „Dûrokî“ digihîne zevînê wê û ne jî yên Îranê, Türkiyê û ne jî yên Sûriyê….

Di „Welatên“ me yên erebî de hene dewlet, ku hîç pêrabûyên dewletê jê re nînin, dîsa jî ewana „Dewletin serbixwene“, di nêv „Neteweyên Yekbûyî“ de bi terzî zor û setemî rûdinin.

Di serî de, Lubnan wekî nimûne..ku tew di navbera Lubnaniyan de hevstûnek ji zimanekî erebî yê tevlihevkirî pê ve nîne…Lubnanê ku ji ber lişta desteyeke  „Taîfeyeke“ nîşandayî hatiye pêdakirin, ne xudanê yek ji dehan e, ji wan pêrabûyên Kurdistanê bo avakirina dewleteke nûjen a serbixwe.

Îsraîl nimûneya duwemîn e, ku Îsraîl tenha civandineke wan kurên ku ji dayîkeke Ciho ne, tew ne xem e ji kijan welatî, zimanî an nijadî ye, û vaye ew dewleteke serbixwe ye, cîhan  xwe bi paristina wê gêro dike, piştvaniya wê bi her bihayî û hêjayî dike, da ew bimîne dewleteke li ser pêyan, tevî ku bê damar an bê bingeh e…

Kurdistan xudanê heme bingehêd dewleteke neteweyî ya şaristanî ye, ku gelê wê yê kevnedûrok li ser hev e…Bo wî zimanekî yekbûyî û dûrokeke hevpar hene…û bila bi hevrexên xwe re hevpar be, ne xem e, eve ne kêmanî ye, lê belê ev dûrokeke ku mêjo jê re dîdar e.  Bo vî gelî zevînekî dûrokî heye, li ser wê şaristaniya wî rabûye û tê de vî gelî dana û wêrek serfiraziyên xwe ava kirine, evê ku bo kêşeyên birayên xwe di herêmê de her bihayekî û her erzanekî xwe daye, ne tenê ev, wî rêberiya van gelan di heme şergehên wan de kiriye, ji bo bidestxistina serxwebûna wan an ji bo paristin û rizgarkirina pîrozekên wan…Van gelan ji bo kêşeyên xwe, ta bi histoyên xwe, deyndarên qurbaniyên gelê Kurd ê kevnemêjo ne…

Îbrahîm Henano (1), Yûsif Ele’zeme (2), Suleyman Elhelebî (3), Selaheddîn (4) û leşkerê wî…Evên ku tenha ez wekî kesekî sûrî dizanim, û ez bêguman im ku çêrokên wilo jî  li Îran û Türkiye û Îraqê hene…Eve neteweyek destbol…û xudan tewat e, ne tenê ev, ew bexşîndar û dilovan e jî…Çiku eger ez Kurd bama û ez ji xûnrêjên xwe (Weku li Îraqê bo nimûne) rizgar bibama, min ê bi kêmtirîn hizrên xwe li ser tolhildanê ji qurbaniyên Helebçe re bikirana…Hema -Xwedê neke – , zarowên Selhadîn mestir û dilovantir in ji xûnrêjên xwe…û ewana mezin in di bexşandina xwe, gewre ne di reftariya xwe de…paknijad in di vekirina herêmên xwe de bo gişan.

Piştvaniya projeya dewleteke kurdî ya demoqrat a serbixwe histobariya her Erebekî azad ê demoqrat ê nijadresen e…Çiku ewê em ji xwe re dixwazin mafê birayên me yên Kurd e jî, û ciyawazî ji Erebekî re di ser ne Erebekî re tenê bi Xwedametirsiyê ye (5), û Xwedê dizane ku gelê Kurd gelêkî me parêz e, ji me hezdike, bira û hevrê yê me ye…

Bi Xwedê ez bi hêminiyê li Kurdistanê bêtir dihesim ji Lubnan û Somal û Türkiyê û ji heme cîgehên zevînê, ewana wekî biran e, dilovan in û xudan dilin bexşîndar in.

…û Ez dixwazim birayên xwe yên Kurd îro haydar bikim, û ez dibêjim: Cîhan giş li we, li Kurdistana Îraqê, dinêre, de haj xwe bikin, bila hûn jî wekî yên berê di deselata filistînî û lubnanî de neşimitin, her wilo rûmetdar, demoqrat û zelal bin wekî em we dinasin…Dewleteke nimûneyî ya azad pêda bikin, ji ber ku çav li we ne…xêrnexwazin jî gelek in…û regezperest hîn bêtir in.

Dewleteka şaristanî ya dadmend bo heme zarowên wê ava bikin…Bibine nimûne ji zarowên herêmê re, her hişyar bin û hajê xwe bikin, hûn ê gav bi gav rêzlêgirtina hilbjêriya xwe li ser gişan bi cîh bînin.

Na…bêtir…Hûnê hîn bêtir û bêtir ji yên wekî min bibihîsin…Ji ber ku ji maf pê ve nabe, û maf bilind dibe û tiştek jê bilindtir nabe…

Eşref Miqdad li ber sefareta sûrî li Australia

Ji ewên tirsok û dilguman ên ji nijadê xwe re ez dibêjimBi Xwedê, Xwedê em pêda nekirine ku em xelkê bikine koleyên xwe û dayîkên wan ewana azad anîne (6)…û dûroka Kurdan bi cîh kiriye û bê guman ku ewana biran e, û bi Xwedê ewan piştvanên me û yên kêşeyên me ne, û cîgahekî hêmin e bo me û baştirîn hevrex û merivên me ne, de bila Kurd jî yê ji wan re maf e bibin…û bi Xwedê ewe ne yê me ye…û de bila bi me hevrex bin, û çendîn baş e ev teniştdar…

Hevrexê we

Eşref Miqdad

——————————————————–

(*) Eşref Miqdad nivîskar û têkoşerekî sûrî yê demoqrat e.

(1) Îbrahîm Henano: Kurdekî ji Çiyayê Ezzawiye ye, yek ji rêberên rizgariya neteweyî ya sûrî ye. (Wergêr)

(2) Yûsif Ele’zeme: wezîrê paristinê leşkerî yê Sûriye bû, di berxwedanê de, bi hêzeke pir piçûk li hember leşkerê Firensî sala 1920ê hate şehîdkirin. (Wergêr)

(3) Suleyman Elheleb: ji gundê Kokanê ye (Çiyayê Kurdan), xwendekarekî Kurd e, li Misirê bi kêrê xwe ajot ser generalekî Napoleon Bonaparte û ew kuşt. Pişte ew girtin li xazûqê xistin.

(4) Selaheddîn: Sultan ê têkoşer Yusif kurê Necmeddîn Eyûb e, ku bi cengên rizgarkirina Rojhilata Navîn ji Xaçperestan navdar e [Binêr pirtûka me: Selahdîn-Kurdekî cîhan hejand] (Wergêr)

(5) La fedle lî Erebîyîn e’la E’cemî îlla bîteqwa (Ji gotinên pîrozên cenabê pêxember e – Selewat û silav lê bin)

(6) Kengê hûn dikanin xelkê ji xwe re bikine kole û dayîkên wan ewana azad anîne – Gotineke xelîfeyê duwemîn Umer kurê Elxettab e – Xwedê jê razî be.

Agrî di bin rewşa taybet de

readers-edition.de

Wergerandin ji Almanî: Cankurd

Polîtîk: 31.03.2009

Li bajêrê kurdî Agirî, li rojhilatê Türkiye,  hilbijartinên herêmî, roja yekşembê, ji aliyê hêzên dewletê ve, bo bi serxistina Partiya AK ya îslamî ya kevneparêz a deselatdar hate hikarkirin. Wekî çavdêrên hilbijartinê yên partiya bo civakeke demokrat DTP di rûberûkirina encamên hilbijartinê yên her xaneke hilbijartinê û encamên berpirsên hilbijartinê li Agrî, dan xuyakirin, ku 3000-4000 dengê hilbijêran hatîne dizîn. Hinek sandiqên hilbijartinê berşê bûne. Gava ev sextekirina hilbijartinê diyar bûye, nemzetên DTP berî gişan li hember vê yekê nerazîbûna xwe li dadkarê berpirs ji bo berçavkirina hilbijartinê anîne zimên.  Dema ku ev nerazîbûn bê bersiv ma, roja duşembê 20.000 niştevan, çi mêr û çi jin, derketine kolanan û daxwaza nûkirina hilbijartinê kirine. Polisan bi gaza hêsirrêj û bi avpijkan avêtine ser rêveçûneran. Pişt re fîşek hatîne beredan, û gelek mirov hatîne birînkirin. Tangên leşkerî ketine bajêr û hinde rê girtine.

3 endamên şandeke firensî bo çavdêriya hilbijartinê di bajêr de mane, nikanin derkevin. Li derdora wan jî fişek hatîne teqandin.

DTP paş wan hêrişên polîsan protêst nermkirin û bo berpirsên hilbijartinê delîve ta bi kat 9 roja Sêşembê dane, da ewana carekê hilbijartinê çêbikin.

Wekî şandeya Alman , me çavdêriya hilbijartinên herêmê li navçeya Patnos a girêdayî Agrî kir

Li wir jî me gelek bizavên sextekirinê bi cîh kirin. Bi çiwalan kertên dengdanê, ku ne hatî bûn girêdan û şeqlekirin, li ber çavên polîsan berî hejmartina dengan a dawî  ji aliyê endamên komîsyona hilbijartinê ve hatin tevdan. Çavdêrên hilbijartinê yên DTP kanî bûn talankirina sandiqên dengan  ji nav lepên wan rizgar bikin.

Wekî şandeya Çavdêriyê, me jî piştvaniya daxwaza niştevanên Agrî kir, ku ser ji nû ve hilbijartin çêbibin. Em ji mediya navneteweyî dixwazin, ku encamên hilbijartina Agrî bişopînin û bidin nasîn. Raya giştî ya navneteweyî baştirîn paristêr e bo mafên demokratên niştevanên têkoşerên Agrî.

Şandeya me hîn li navçeya Agrî ye. Bo bêtir agahî em ji we re amade ne.

Dr. Nikolaus Brauns

Jimareya telefona şandeyê: 0090- 534 295 37 51

[Daxuyaniya şandeya Alman bo çavdêriya hilbijartinê li navçeya Agri / Türkiye]

Hewas Mahmoud: Şehtîna roşenbîrê kurd pirtûkeke nû ya êlêktronî

(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Pirtûka nivîskar Hewas Mahmoud „Şehtîna roşenbîrê Kurd“, ji 35 rûpelên mezin e, di malpera „efrîn.net“ bi zimanê Erebî, wekî pirtûkeke êlêktronî hatiye belavkirin.

Sergotina pirtûkê:

Kurd bi giştî û Kurdên Sûriye bi taybet, pêdiviyê naskirina temaşgeha çandeyî ya kurdî ya niho ne, ji ber wan sireyên dûrokî yên giring ên bi roşenbîr ve têne pesartin, û ji ber hîviya ji roşenbîr têye kirin, ku ewê bi kar in rahêjanî rabe, ku guhartinin babetî di binyada Têgeh û ramanên di nav girseyên gel de belav in, pêda bikin. Û rast mijara roşenbîr hizira min bû û hîn jî, lew re min gelek gotar nivîsandin, ewên min têde diyarka roşenbîrê Kurd, ya ku bi şêweyeke bêtir zelal di destpêka nodiyên sedsala çûyî de pêda bûye, anî zimên (Eve naye wê wateyê ku roşenbîrê Kurd berê wê dûrokê tune bû, bi maweyin demî  yên dûr, lê belê bi rewşin yekanî, û eger ewana bi komikî jî hebûn, ewana bi terzekî ramiyarî ‚siyasî‘ yê sade bûn.)

Û di demên niho de, min ramand ku ez gotaran di nav pirtûkekê de, bi şêweyeke êlêktronî an çapkirî, belav bikim, û ji vir hat, ev karê niho yê ku di nav destên xwendevanan de ye, û li vir pêwîste bite nîşandan ku min gotareke dawî da ser wan, li ser bingehên avakirina ramaneke kurdî ya hevçerx, Ewe jî bi şêweyekî an şêweyekî dî, bi roşenbîrê Kurd ve girêdayî ye, û bi taybet ji aliyê ku berhemdarê ramanê roşenbîr e –lew re pêdivî bi zelelkirinê hebû– û nîşandan ji ber min naçe, ku piraniya gotarên vê pirtûkê, berê di malpera efrin.net a êlêktronî de, hatibûn belavkirin, û ji ber wê, ewên li ser vê malperê dest li kar in, ciyê supasî û berxwedariyê ne. Û ez di dema ku vê karê taybetkirî bo roşenbîrê Kurd pêşkêş dikim, hîviya min a mezin ewe ye, ku van mijarên dest têde hatîne dayîn bêne gengeşekirin, sîngê min wê fireh be û asoyê min ê firawan be bo pejirandina her rexneyekê an boçûnekê an jî tênêrînên bi histobarî, ku rewşa kurdî ber bi pêş ve hildin.