Beyta olî

(Nivîsandina Pê Reş)

(Tîpguhastin: Cankurd)

“Ev beyta xweşik, sala 1837ê Zayînî, ji aliyê Evdiselam ê Xalidî Zîbarî ve, ku ji xelkê Barzan e, hatiye lêkirin”

 

Guh bidene behsê xweş

Gelî kes, sah’ib goş

Xudê nekin firamoş

Eger ciwan, eger pîr

Kesî Xudê biket ji bîr

Qiyametê dê bêt d’erîr

Kesê Xudê nenasî

Ron nabê qelbê qasî

H‘sil nabê xelasî

Xaliq yek e, bê heval e

Ne manende, ne mîsale

Ne mirdine, ne zewale

Ne manende, ne nez’îre

Ne şerîke, ne muşîre

Ne muî’ne, ne nesîre

Ya Reb tu zor bilindî

Bê mîsal û manendî

Bo te nîne çon û çendî

Ji vî çonî têt xeber

Ew ne cîsme, ne cewher

Ne e’rde, ne beşer

Rewanîne îttîsal û înfîsal

Bû me’bodê zulcelal

Digel a’lemê ma şubhê zîlal

Ew xaliqe bi tenê

Munezzehe ji mirdinê

Hem ji xewê û xarinê

Rebbî, tu ferdî weh’îd

Yek leh’ze nabî beî’d

Eqrebtirî ez ji h’eblilwerîd

Rebbî tu şahê metîn

Îcad kir ji ava muhîn

Çend sûret têt mez’her şirîn

Xudê hene heft sîfat

Qedîmin ew wekî zat

Yek îlme, ya dî h’eyat

Yek qudrete, ya dî bîstin

Yek îrade ye, ya dî dîtin

Sabiê’ wan axiftin

Kelmê wî dûr ji h’erf û denga

Zatê wî munezzehe ji teslîsa Firenga

Muqqeddese ji hindê elwan û renga

Ji hindê cumleyê mumkînatan

Ji cewahir we zerratan

Têkda mezherin bo sîfatan

Got ya hemû cismekin, tu canî

Got ya hemû darekin, tu banî

Got ya hemû şehrekin, tu xanî

Barî bû kenza mestûr

Biton gîra bi zihor

Îzhar kir a’lemê mestûr

Îzhar kir ji bit’onî

Mabeyna kafê û nûnî

A’lem îna bîronî   [Bîronî: Wicûd û hebûn]

Îcad kir bi wî terzî

Ji bo biroza kenzî

Ew dizanit h’îkmeta remzî

Ji h’alê dî xeber dem

Ewwil îzhar kir a’lem

Axir îcad kir Adem

Adem îna Wicûdê

Ferman kire melekêt şihûdê

Bo Ademî herne sicûdê

Ewan bihîst ew xeber

Kes ji emrî neçû der

Îlla Îblîs bednezer

Ferman kir şahê wedûd

Digel Îblîs merdûd

Te bo çi nebir sicûd?

H’iccet îna leî’nî

Ez çêtirim bi yeqînî

Ez ji narî me, ew t’înî

Ew diket qal û qîla

Fayde neda delîla

Ew gerya bû ji zeyla

Îblîs kefte zilletê

Kir du‘aya muhletê

Hetê roja Qiyametê    [H’etê: Heta]

Xudê ew nekir meh’rom

Got muntezir be ya zelom

Hetê roja wextê me’lom

H’al ku gerya sernegon

Zahir bû sirra meknon

Her kafir bû, ew melo’n

Melo’n miced bû li karî

Sond xar bi îzzeta barî

Ez dê însana kêşme narî

Dê wan kêşme xerîqê

Dê rûnme ser terîqê

Hemî renga wî beme h’erîqê

Xitab kir Rebbê îzzetê

Digel musteh’eq le’netê

Ez dê li wan kem reh‘metê

Eger biken zilletê

Hindî biken tewbetê

Ez dê lê kem mexfîretê

Her kesê ku sergeş bit

Şubhê te, dê rûreş bit

Heqqê wî dê ateş bit

Ew melo’n bed efa’l

Bê edebê bê xîsal

Ew çend dirêj kir meqal

Dirêj kir digel şahê mecîd

Ew Îblîs wî merîd  [merîd: derkirî]

Ji şerîkan may weh’îd

Bi sebebê wîh’detê

Bûye musteh’eqqê  le’netê

Ew gerya bû bi ser me’siyyetê

Îblîs ku nebû qani’

Ji emrê Xudê bû mani’

Le’net lê kir şahê sani’

Ew bû bi mena’a e’cûl

Ferman nekir ew qibûl

Ji mertebê geriya e’zûl

Şeytan ku ne bir sicûd

Ferman kir şahê wedûd

Xaric bibe ya merdûd

Xaric bîye ji cennetê

Yan ji esman yan ji refetê

Ev renge merceha ayetê

Lazime li ser e’bîda

Qibûl  biken emrê seyda

Da nebin ji zumreya merîda

Ez li we dikem vê qissetê

Her kes guh bidetê

Bi xwe bigrît î’bretê

Nefs emmare bî sû   [Bîsû: Bi nebaşî]

Hindî muhlet biden li dû

Tewbe naket zû be zû

Zû be, rabe ji newmê

Ji nefsa xwe bike lewmê

Ji xaliqî bike şermê

Ji xaliqî bi tenê

Bitirse ji mirinê

Terk bike vê dinê

Terk bike dunyayî

Bitirse ji lîqayî

Berê xwe bide fenayî

Tu bes bibe mexrûr e

Sefera te zor a dûr e

Menzîla te qebra kûr e

Menzîla qebrê teng e

Tu bizane ew çi reng e

Bê hewar û bê deng e

Bê deng û bê hewar e

Çar kenar lê dîwar e

Tejî dûpişk û mar e

Gava te temam veşarî

Dê hête serê te hişyarî

Dê nazil bin qasidêt barî

Gava te tîne şihûdî

Dê te rakin h’alê qiû’dî

Sual diken ji te meqsûdî

Çi meqsûdî ew dê qesed ken

Sual xaliq eh’ed ken

Hem pirsane bi Eh’med ken

Eger cewab nebit sedîde

Guzra wan bêm h’edîde

Qalib diket le dîde

Guzra wan bêm zor kubare

Ger li çiyaya biden yek care

Dê ketin tûz û xubare

Ew dê mînit bi wê e’yşê

Qet namînit çi xweşî

Ji firaşa ateşî

Çi ateş û hem gorî

Melek wê li qebrê xorî  [Xorî: Qîrîna bilind]

H’etê tenişt tîk perî

Ew meyt wey bê mefer

Taqet naket bête der

Dê li nik mînit korî kehr [Kehr: Bê bîstin]

Navêt wan bêm be tefsîr

Yek munkere, yek nekîr

Yan mubşêr hem beşîr

Cumle ê wan çar îsmin

Mesmayî wan du cîsmin

Têkda Emwat du qîsmin

Ew melekêt sah’ib kerb

Gava li meytî den d’erb

Hewar dê çine meşreq û mexreb

Dê guh lê bit denga wan

Xelqê erd û asîmanan

Xeyrî Cinn û însanan

Ger li guhî wan bidet

Dê bête tirs û heybet

Îman dê bêt bê minnet

Gava melek lê dixorî

Kafir dê li cewabê h’eyirî

Dê “Haha la edrî”

Eger cewab sedîd bit

Ezman dê lê fesîh‘ bit

H’alê wî dê melîh’bit

Cewaba dirist dê ew bî

Bêjît Ellahû rebbî

We muh‘emmedûn nebîyyî

We ennel Îslam e dînî

Welquranû îmamî

Welke’betû qîbletî

Welmuimînûn e îxwanî

Welmuimînatû exewatî

We Îbrahîmul xelîl Ebî

Gava temam bû cewab

Ji xeybê dê hêt xîtab

E’bdê min got ya sewab

E’bdê min got ya h’eqî

Bo rabixî  firaş û îstebreqî

Digel sundus û bal be beqî

Ji yumna tali’i û feleka

Xîtab dê hêt bo meleka

Bo e’bdê min vekin koleka [Kolek:Pencere]

Koleka veken di cennetê

Xweş bêt bîna reh‘metê

Da nebînitin zeh’metê

Paş ku birya e û meqal

Le bo e’bdî xweş bû h’al  [Le bo:Ji bo]

Ew dê ketin qesda mal

Dê bîne wî meleke

E’bdo, tu we neke

Qesda mala xwe neke

Qebrê ted ê bêt ava

Mîqdarê dîtina cava

Binqe weku bûk û zava

Ev nezme nezma cedîd e

Şubhet we’d û weî’d e

Îqtîda bi kelamê mecîd e

Eger e’ybek têda bî

Kes yar û bira bî

Zikir neket bi xerabî

Eger çendîş xerab bî

Heqqê wî  î’tab bî

Tu bêje sewabî

Nezim çenda seqîm bî

Nazir eger h’elîm bî

Dê ji te’nê selîm bî

Nezim eger bi rewac bî

Nazir eger be lucac bî

Bêşek ew dê h’erac bî

Ji hîcretê dem xeber

Sala carî bû qeder

Raberî bû lefza e’mfer

Carî bûbûn çend sinon

Ji hîcretê raberî bûn

H’a û ra û xeyn û nûn

Rebbî tuyî xafirî

Aza bikey şai’rî

Ji e’zaba agirî

Rebbî tuyî rah’imî

Xelas bikey nazimî

Roja exza zalimî

Bi he’qqê sûreta Qafê

Hem sebebê vê îd’afê

Me xelas bikey ji xewfê

Rebbî tu şahê metînî

Me xelas bikey ji leî’nî

Weqtê ku navî tînî

Weqtê neza’ sekeratê

Rebbî tubide rah’etê

Me xelas bikey ji zeh’metê

Omêd her heye e’bda

Ji lutf û îkrama seyda

Aza bikey ji qeyda

Omêd heye e’bdê xerîb

Hîvîkare bendê xerîb

Bo reh’meta rebbê qerîb

Nav dê kem bi î’lam

Bibeyan û hem kelam

(E’bdî) mud’af bîl (Selam)  [Navê şaîr e]

Eger bibêjit sail

Ev îsme nabit kamil

Qeyda wî nabit daxil

Medfûe’tinew mesel

Qeyda wî dê bit daxil

Bi h’ukmê mecazî mursel

Ew Xalidî Zîbarî

Hîvî diket ji barî

Aza bikey ji narî

Xalidî me bi terîqet

Zîbarî me bi e’şîret

Barzanî me bi mesken qeryet

Rebbî aza bikey e’bdê talih’

E’fo bikey mirîdê salih’

Bi h’urmetê ennebîl fatih’

 

(Nivîsandina Pê Reş)  /   (Tîpguhastin: Cankurd)

 

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s