[Ji berhevoka Socin û Prym – Petersburg 1887]
Tîpguhastin: Cankurd
Go landikê Cembelyê min ji darekî sêva
Wekî ez fikirîme rizqê lawkê min go sêvek pê va
Cembelî were ser sîngê Binefş Xatûnê raze ji nîva sêva pê va
De lorî lorî Cembeliyê mi lorî,
Ehmed bi Qurban Binefş Xatûn bi gorî
Go kulmal were ser sîngê Binefş Xatûnê raze,
Birevîne bibe zozana di jorî
Go der xanîkê Cembeliyê min jî dibêm aqil bijaye
Min vê subhê birek pale berdane xema ji dilê xwe va ye
Go Cembelî vê subhê were ser sîngê Binefş Xatûnê îro roja min û te ye
Go de lorî lorî Cembelyê min lorî,
Ehmed bi qurban, Binefş Xatûn bi gorî
Were Binefş Xatûnê birevîne bibe zozanê di jorî
Go zaro zaro
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sala landikê dihejînim, temara li çavê Cembeliyê kiçig (kiçik) naêt
God (got) derxînkê Cembeliyê min jî dibên bi ganek e
Mi vê subhê pale berdane yek bi yek e
Herê (erê) Cembelî were ser sîngê Binefş Xatûnê raze
ev e dinya ji xwe çerx û felek e
De lorî lorî Cembelyê mi lorî
Ehmed bi qurban, Binefş Xatûnê bi gorî
De zaro, zaro,
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sal e ber mindala Cembelyê kiçik dilorînim, ahê dîno
Temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt
Go xencera Cembelyê min ji cewher e
Şefeqê dabû sîngê Binefş Xatûnê vê di bin de e’lba şîr e
Go gelî xelkino de hûn bizanin
Cembeliyê min ney Kurmanc e
Cembeliyê min ji malê di mîr e
Go de lorî lorî Cembelyê mi lorî
Ehmed bi qurban, Binefş Xatûn bi gorî
Were Binefş Xatûnê birevîne, bibe zozanê di jorî
De zaro, zaro,
Serê kopekê babê xwe xwaro,
Eve sê sala li ber mindalê Cembelyê kiçik dilorînim
Temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt
Go here pîrê pîra qutê
Bes bike li der konê e’rebî pitepitê
Heke min des (dest) avêd (avêt) vî berçîtî û vê mêkutê
De lorî Cembeliyê mi lorî
Ehmed bi qurban Binefş Xatûn bi gorî
Were Binefş xatûnê birevîne bibe zozanê di jorî
De zaro, zaro
Serê kopekê babê xwe xwaro
Eve sê sala ber mendala Cembeliyê kiçik dilorînim
temare li çavê Cembeliyê kiçik naêt
Go min dîd (dît) vê subhê di nîva şevê da
Cembeliyê min suwar e li hespekî kumêd e
Binefş Xatûnê subehiyan û êvara bibit xulamê vê bejnê da
De lorî lorî
De zaro, zaro…
—————————————————————
[1] ) Div ê stranê de, ku li Zaxo hatiye nivisandê du serdor, wek dixuye, hene. Yek bi (de lorî) dest pêdike û ya din bi (de zaro) dest pêdike. Ev ne xem nake, ku wan herdu herdu serdor, di metnê xwe de, li dawiya her malikekê hatine an ne.