Bêjing

Cankurd – 1977

Şêxo di mala axê de hemû tişt bû, bê wî karek nediçû serî, ew bo her karekî bû û her karek jî bo wî bû. Ji wî re digotin: “Azep”. Azep jî ew kesê, ku li ba cotkarekî, maldarekî an axayekî salekê an du salan an jî ta pîrbûnê kar û xebat dike, ewan jî bo wî malekê didin, li gel xwarin û vexwarinê, cilkirin û xwedîkirinê û carinan jî bo jinekê distînin û bi ser ve jî salyaneya wî jî, hinek pare, genim, tutûn û pêdiviyên malê didinê.

Şêxo ji deh salan ve li ba axayê xwe mabû, hîn ew xortekî duwanzde salî bû, dê û bavê wî miribûn. Apê wî nikarî bû ew xwedî bikira, ji ber ku bo wî gelek zarokên din hebûn û rewşa wî ya aborî nebaş bû, lewre ji neçarî zarokên birayê xwe li ba axan û cotkarên malmezin kirin azep û berdest.

Şêxo ji berbangê va  ta bi êvarê, li kar bû, cot dikir, dewar dibir avdanê, carina pez dibir çolê, spîndar av didan, hesp dişuştin û nal dikirin, êm dida ga û keran û bi ser ve jî av ji saringê hildikişand..

Rojekê karên xwe hemî kirin û vegeriya maxa xwe ya piçûk, ku hinekî vehese, kiça axê Mêşenê, bang li wî kir:

– Şêxo! Were bi min re harî bike..

– Ezê çi harî te bikim? Ez westiyame..

– Işev wê mêvanên me werin. Divê em hinek mirîşk serjê bikin û biruquçînin “ wan ji perran paqij bikin”..

– Kurê! Ma ev jî karê mine?!

Kiça axê, ku bi çend salan ji wî ciwantir bû, gelekî ji wî hez dikir, lê ji ber ku Şêxo “Azep” bû, wê dizanî, ku hezkirina wê valaye û çi encamê nade, lewre li xwe hezkirin xwe diyar nedikir.. Şêxo dizanî, ku dilê wê li wî heye, hema wî nikarî bû li ser wê yekê tiştek bo kesekî bigota û ji ber wê yekê, ew di xwe de diqewirî, dikelî û ji rewşa xwe ya nehêja dixeyidî,  û nedizanî çi bike. Gava wê bang li wî dikir, ew dihat û gava ji wî dixeyidî û hêrs dibû, Şêxo dengê xwe nedikir. Diya wê jî, Meraşê dizanî, ku dilê wan herdukan li hev heye, wê jî li xwe diyar nedikir, ji ber ku wê dizanî ew hezkirin di nav du kesan de ye, ku her yek ji qatekî ye, her yek ji çînekê ye, lê bi wan re li ser rewşa wan nedipeyivî û nediwêrî bû ji axayê xwe re tiştekî li ser wan bibêje. Gava wê ewan bi hev re didîtin, dilxweş dibû, lê gava dihat bîra wê, ku ewan nikarin bibin h’elalên hev, dilê wê dihat girtin û xemgîn dibû.

Şêxo mirîşk serjê kirin, perrên wan li gel kiça axê rût kirin, bi hev re li ser gelek tiştan axivîn, lê bi carekê li ser pirsên hezkirinê, guhaztinê an jî destgirtiyê nepeyivîn, ji ber ku bi wan salixan dê birînên kûr di sîngên wan de vebana. Şêxo ji ruquçandina perrê mirîşkan yên hûr, ji xûna wan a sar û bihna wan nexweş dibû, lê çi bike fermana harîkariyê ji dilberê ye û ew nikare fermana dilberê bişkîne..Li dawî dest û kêra xwe şuştin û çû maxa xwe, seriyê xwe danî ser balifekî sar û çavên xwe dan hev..Ew di xwe de gelek disojî, lê nizanî bû çi bike..

Hat bîra wî, ku ji karên wî yên êvarê hîn êmkirina gayan  maye, lewre bi dilekî sar û bê hêz ji nû ve rabû, finîskeke zeytê vêxist û çû axurê, ku êm têxîne pêş gayan. Di nav kayê û tozê da xebata xwe dikir û bi xwe re mijûl dibû:

-Ezê çi bikim, ku vê rewşê biguhêrim!? Ez Mêşenê birevînim, dê ku ve herim? Gelo! Ma wê xelkê li ser me çi bibêje? Ez vê nakim, ev şerme..Ev çi rewşe ey Xweda! Ma ezê her wilo di kar û barê xelkê de bim?.. Ma ezê wilo bê hêvî û bê xweşî bimirim?..

Di wê xebat û mijûliya bi xwe re, seriyê xwe hilda, pişta wî li darekî ket, seriyê wî darî jî li refikekê ket, ku li ser wê gelek bêjing hebû, yek ji wan hate xwarê û li qafa seriyê Şêxo ket, Şêxo gelek xeyidî, hêrsê wî bilind bû, dest avêt bêjingê û bi jor ve avêt, bêjing çû li dîrakên axurê ket, li wir û wir ket, bi xwe re gelek bêjing û seradên mezin anîn xwarê, yek û yek li nav çavên wî ketin..Şêxo tore bû, hemî xeyd û kîna wî ya ku bi salan di hindirê wî de girtî bû, wek çawa bendeke avê hilweşe û lehî çê bibe, wilo wan kîn û sotin, xeyda ji ber zordarî û hejariyê, bêpar mabûna ji xweşiyê û berî her tiştekî bi dest neketina dilberê, hemî bi hev re derketin, pijiqîn û çîk dan..Şêxo ji hindirê axurê ber bi maxa xwe ve beziya,  debanek “sîlahek” derxist, di nav gund re mîna şêt û dînan beziya, devê tivinga xwe bi jor ve kir, gelek caran teqand û got: – Werin..! Werin..De bila hemî bêjingên we werin..

Ji wê rojê ve Şêxo ji gund winda bû,  mala axê bê azepekî jîr û hêja ma, kiça axê Mêşenê, ku omêdwar bû; bibe kebaniya Şêxo, roj bi roj destmala xwe derdixist û hêstirên ser guliyên xwe dimaliştin.

Melayê gund roja Înê, piştî bihîstina çêroka Şêxo, li ser menberê rawesiya, demekê di ber xwe de dua’ kir, hinekî bêdeng ma, dawî seriyê xwe rakir û bi dirêjî li ser sebr û tewatê xutbe da.

Civana Keran (*)

Cankurd

“Rojekê ez li ber dîwarekî rûniştibûm, pîremêrekî Kurd hat li ba min rûnişt û ev çîrok ji min re got..”

Kerekî gewr û pîr li ba keşeyekî filan hebû. Rojekê kerê wî di paşiya axurê de seriyê xwe rakir û zirriya, zirrîneke ku çi caran berê wilo nezirriye, zirrîneke bi sohtin, ku dilê xwediyê kerî pê çelqiya, xwîna wî di tamarên leşê wî re beziya, dêmê wî sor bû û hizrêd xwe li ber pixêreka agirê kirin, dawî gote jina xwe ya ku bi hewl:

-Diya zarowan! Ev zirrîna kerê me ne mîna hercare.

-Çima?

-Ez dibêm, qey mirove, ne kere..

-Ev çi gotine? Ger yek bibihîse, wê bi te bikene, wê henekên xwe bi te bike. Çawa ker mirove?

-Bi Isa sûnd dixum, ku ev zirrîna, nola şîn û giriyê ber seriyê kuştiyane, an jî mîna nalîna jineka, ku li dûrwelatê xwe mêr kiriye.

-De bese lo ! Tu nizanî çi dibêjî !

-Ez diçim binêrim, ka çi bi seriyê kerê min hatiye.

Jina wî bawer nekir, ku keşeyê rast here, lê gava dît, ku ew rabû û ber bi deriyê malê ve çû, gotê:

-”Kerê te pîr bûye û welatê xwe bîr tîne..Here zikê wî tijî cihe bike, wê ji bîr bike.” û di ber xwe de keniya.

Keşe bi derve de çû. Zivistan har bû, şev tarî û sar bû, ji dûr ve xumxuma ewiran dihat û carcaran birûskê lêdida..Keşe deriyê axurê vekir, fîsik vêxist û ber bi kerê xwe ve çû, kerê ku bi ya dilê xwe ve mijûl bûbû, di xwe de got:

-Gelo! Ka dîsa çi kar û bar va şeva tarî de hene, ev keşe hatiye ba min, ma kul û janên min ne besin?

Keşe hêdîka ber bi wî ve çû, fîsik nêza seriyê kerî kir, li ser dîwarê axurê siyêd wan herdukan mezin bûn..Keşe çi bibîne?! Çavêd kerî tijî hêstir bûne.

Raste ku qotika “xudde” hêstiran li ba keran ji ya mirovan mezintire û li ber şewq û ronahiyê bêtir hêstir ji çavên keran dirijin, lê ne şewqa fîsikê pir bû û ne jî kesekî li kerî dabû, ku bigrî û hêstir ji çavên wî derên.

Keşe xemgîn bû, dest avêt xaça “selîb” darî ya, ku li ser sîngê wî bû, li siya xwe û ya kerî nirî û got:

-Xwedêyo! Çima ev sewala digrî û xwe disojîne?!

Bi fermana Xwedê kerê deng kir, got:

-Keşeyê bi rêz ! Ez welatê xwe dibîrînim.

Dilê keşe ji tirsa lêda, tewata wî nema, kabêd wî sist bûn û gumanêd wî mezin bûn, dawî xwe girt û ji kerê xwe pirs kir:

-Tu welatê xwe bîrtînî?

-Erê!..Ez gellek hez welatê xwe dikim.

-Tu ji bîra welatê xwe digrî, kero?!

-Ma hûn mirov jî bo welatê xwe nagirîn?

-Erê raste, lê ne te berî niha bi bîst salan welatê xwe bi xwe berda û tu hatî ba min?

-Bîst sal?! Nayê bîra min..Erê, min welatê xwe hîşt, ku ez li dinyayê bigerim, çavêd xwe ruhnî bikim, ku ez li dawiyê vegerim û welatê xwe xweştir bikim û ber bi pêş ve bixînim.

Keşe kêfxweş bû, ku ew têdigihîne axaftinên kerê xwe û ker jî têdigihîne gotinên wî.

Keşe pirsiya:

-Te li welatê xwe çi dikir, kero? Ez dibêjim “Kero!”, ji ber ku tu kerî, ne wilo ye?

-Çima bixeyidim? Gava ez ne ker bama, te nedigot min “Kero!”..Min li welatê xwe serkerî dikir, lê li vir jî tu dibînî!..Ez bûme kerê te.

Keşe gotê:

-Li ba me mirovan, gava em bîra welatê xwe dikin, em diçin welatê xwe û gava hinde zordar dest davêjin ser welatê me, em xebat û bizava xwe dikin, ku ji koletia wan derbikevin. Hinde mirov jî hene radihêjin deban û çekan, rext û tivingan û li dij wan zordaran derdikevin..Ma yê we keran çawa ye? Hûn çi dikin, gava kesek welatê we ji dest we distîne?

Kerê keşe carekê xwe hejand û got:

-Em ker?!..Ez dibêjim te, lê ji kerema xwe hinek cihe têxîne afirê min, ku ez bixum..Ew kaya, ku te dayî min kêm bû, têra min nekir û ji bîra neke, ku tu cilkekê bavêjî ser pişta min, ji ber ku sare û axura min bi lême.

Keşe bi lez afirê kerî ji cihe û kayê dagirt û kurtanekî kulavî avête ser kerî, bi hêviya ku li ser rewşa keran bêtir agahdar bibe.

Kerê wî kêfxweş bû û guhên xwe carekê leqandin, dawî got:

-Li ba me keran ne wilo ya..Em bi piraniya xwe tenê dizirin. Li welatê me jî niha gur zordariyê dikin. Em jî bi Demokratiyê bawer dikin û jê re dixebitin. Ker dij xudiyên xwe ranabin û di polîtîka me de tiving nînin û gotinên nola: “Hilgavtin”, “Serhildan”, “şoriş”, “Berxwedan” û “Rizgarkirin” di çandeya me de tunene.  Lewra em ker, her bi kêf dijîn û kes ji me naye kuştin. Çi li vir û çi li welatê me ! Raste em bi roj û şev kar û xebatê dikin, lê tu dizanî; bê kar zikê mirovan jî tijî nan nabe. Lê çi caran em seriyên xwe li xudanên xwe hilnadin û dij wan şorişê nakin.

Keşe bi bîr û baweriyên kerê xwe kêfxweş bû, êdî ji wî re cihe xir kir “pir kir” û cilka ser milên wî sitûr û qaling kir, dawî got:

-Başe kero! Ez dikarim çi bo te bikim?

-Ez divêm dost û hevalên xwe top bikim ser hev , bi hev re li ser welat û jîna xwe em bipeyivin, lê axura min piçûke û kerên mîna min pirin, xwarina min jî têra wan nake.

Keşe gotê:

-Têgihîştim..Lê tenê daxwazeka min heye..Divê hûn tev dij va ramyariya xûnrijandinê derbikevin, çiye lo ev hinde kes hene dixwazin guran bi zor û kuştinê qorî bikin!..Tu dizanî, ku kuştin ne tiştekî başe..? xûnrêtin dij mirovatiyê ye. Raste, ku gur hêriş ser welatan dikin û her gav dev bi xûnin, lê divê mirov û kerên mirovan seriyên xwe piçekî ji wan re biçemînin û hinde mafên xwe yên çandeyî bixwazin, ji ber ku gur nikarin mejiyên xwe biguhêrin, divê hûn nerm bin..Ne wilo ye?!

Kerê lê vegerand:

-Erê keşe ! Em ji berê da dij vê ramyariyê ne..Wek te gotî, em dikin.

Keşe û kerê xwe yê pîr ve soz kirin, ku keşe alîkariya kerî bo dîtina cih, bo amadekirina xwarinê û bo avdayînê bike û ker jî tev li hevalên xwe civaneka dij ramyariya şorişê çê bikin û têde li ser welatê xwe û li ser jîna xwe bipeyivin.

Di hefteyekê de, kerê pîr mîna şêrekî terlan “ciwan” bi hêz bû, bang li gellek komikên keran kir, ku li hev bicivin û hev û din bibînin û ji bo civana keran di nav mirovan de jî bangeşiyê “propaganda” belav kir, tew nizanî şepkînî “rehtbûn” çiye.

Keşe jî ji dilşahiya xwe nema diçû kenîsê, nimêj û xwedaperestî “îbadet” di wan rojan de tew ji bîr kir û ji ber ku keşe têdigihîşt; ker çi dibêje, ew jî amade bû, ku gotineka xwe li civana keran bike. Ji wî re ne giring bû, ku bizane, ker têdigihînin gotinên wî an ew têdigihîne gotinên keran, giringtirîn ew bû, ku wan dikarîn bi rengekî bîrdozî “fikrî” an jî bi şêweyekî ker-mirovî bi hev re biaxivin.

Roja yekemîn ji civana keran, keşe dest bi axaftinê kir, civan pîroz kir û got:

-Hemû davdiliyên “hezret” hêja! Sipasiya mezin bo Xwedayê, ku hêştiye em têbigihînin gotinên hev û din û sipasiyeke dî bo kerê min î pîr, ku rewşa keran li vî welatî bo min diyar kir. Rewşa we dilê min wale kir “xemgîn kir” û zîkîyeka ‘hikarî” peht li hemana “nefs” min kir. Ez û piraniya keşeyên vî welatî nimêjê dikin, ku hûn ji zordariyê aza bibin û jîneke bê asteng di nav me da biqedînin. Eger hinde kêmaniyên nedivî “neqenc” ji aliyê welatiyên min ve bi mafê we tên kirin, bila sîngên we jî ji wan re vekirî û fireh bin, ta em, çi mirov û çi ker, mîna dost û hevseran bi hev re bijîn.

Gotina keşe posîdeyeke “hikarî” bê pêreve “Mîsal” li keran kir, êdî tevan zirrîn û bi nalên xwe zevîn çeqandin, şadmanî û sipasî bo keşe nîşan dan.

Di civanê de, curecure axaftin, lêkolîn, tênêrîn û pêketinên bi wirc “lişt, menfee’t” li ser civata keran, abore, çand û rêzaniya wan cî girtin.

Di wê demê de ji aşxana “xwaringeh” germ bihna xwarinê dihat..

Kerê keşe rabû ser xwe û got:

-Davdiliyên hêja! Vane bîst salin, ez bo mafê keran dixebitim, lê mixabin! Ev xebata li gellek komikên mirovan mîna xebateka bê hode hatiye nasîn. Niha jî ez xwe bi çanda keran mijûl dikim. Hêviya min ewe, ku hûn di van du-sê rojan de rê bidin min, ku ez bi kar û barê civanê rabim. Vane bo we afirên xwarinê, aşxane her vekiriye, ewê ku bêhtir bixu, divê temet “hinek” cûz “pare” bide, vane ciyên razan û tirkirinê û eveye eywana zirrînê. Keşeyê destbol jî alîkariya dengkut “bêdeng” bo me dayî û ji me tê, ku em mafê wî bi zirrînê bidinê.

Li dû axaftina wî kerî, kerekî teralntir “ciwantir” û bi berçavk rabû ser xwe û destpê kir, Xwedê nebihîse…! Wî gotinên gelek dijûn “pîs” dij bi ramyariya şoreşgeriyê sapirandin. Mebesta wî ji gotina bê xoyê ew bû, ku xwe bi keşe bide hezkirin û ciyê kerê pîr li ba wî bigire, hema bi çi be, bila be.

Ew li ser polîtîka keran axivî û reve kir “tefsîr”, ku herkî ker nerm bin, wê bêhtir servehesiya bin, gava yekî bar li ser piştê be û bizavê biket, wî barî bêxîne, wê lê bidin, heya pişta wî kul dikin û ta wî dîn dikin. Divê ker bizanin çawa cî dikin xwe “cî ji xwe re distînin”, li her welatekî divê bibin hevalê komikeka mirovên dilnazik û berîk tijî, ji wan re seriyên xwe bihejînin û biçemînin, ku dilên wan mirovan bi kerên ku ji welatê xwe revend bûne, bite sotin û zordarî li ser wan kêm bibe.

Kerê bi berçavk têra çû, her dîwarekî da qulpekî xwe vêxist, ji wir ta welatê ku jê hatiye. Gava li ser welêt diaxivî, digot:”-Gava Demoqrasî û Sosyalîzm pêk bên, wê mafê her yekî bite dayîn û çi caran serhildan ji me re nepêwîste, tenê yekbûna me keran di bin ala Sosyal-Demokratîzmê de..Ewê ku seriyê xwe dij dijminên welatê xwe hildide, dijminê me ye..” Ne kerê pîr ji wî hez dikir û ne jî wî ji kerê pîr hez dikir, lê ji bo xatirê keşe her hevalêd hevdu bûn.

Hinde kerin din derketin ser şanowa zirrînê, yekî dî yê bi berçavk hebû, bi navê qelfekî kerên jêhatî axivî, zimanê wî dikir pitpit û litlit û lêvêd wî dikirin pirpir. Wî tew nizanî çi digot û nediyar bû, ka rista wî di wa civanê de çiye. Gotinên ewên din ducarkî dikirin û seriyên hemû kesan bi zirrîna xwe gêj dikir. Carcarn jî qerewata xwe rast dikir û berçavka xwe paqij dikir, lê çi kesî guh nedida wî ji ber ku çavêd keran li xewana “sufre” tijî xwarin û bostanî “salate” bû..

Ji aliyekî dî ve, kes ji wî bawer nedikir, ji ber ku li welatê wî, qelfeyê wî berê xwe pêşengê şorişa dij bi guran didît û niha jî xwe melisandiye û tenê bi zirrîna axuran dema xwe derbas dike.

Kerekî dî hebû, porê wî mîna yê mankeran dirêjkirî bû, zirrîna wî piçekî ji zirrînên din cuda bû, wî digot:‘Emin kerekî niştimanîm, emin li zangoyeke kerlocî didem be fêrkirdin..Emin û emin…” Te digot; qey wê bi zanînê bipeqe, lê mixabin! Wî jî tiştekî hêja di mafê kerîtiyê de negot, tevan ji zirrîna wî şepkîn bûn. Keran teva welatê xwe bîr anîn, hinda jî bi helbest û hozanan daxwaza welatekî azad kirin.. Lê mixabin! Çi demê welat bi hêstiran, bi sersemiya “serxweşî” dilan û bi zirrîna eywan û axuran tên rizgarkirin?!.. Berî kutabûna civanê, keşe û kerê pîr careka dî axivîn û zirrîna wan rojan pîvan û bihayî jê re dan, bi reqpeqan, bi çeqana nalan civan giha dawiyê.

Li derve, hemû gelê wa derdorê ji ber ku pambû kiribûn guhên xwe, tiştek ji zirrîna wan keran nebihîstin û gava mirovek ji wan bipirse; gelo! We civana keran çawa dît, wê bibên:

-” Ma çi demê keran kanî bûn zordarî ji ser milên xwe rakirana? Daxwaza kerê, ciheyê têrê..Ker wê bimîne ker, heya heyv dibe xençer..” ….û azadbît Kurdistan….

————————————————–

(*) Bi rastî ez bo belavkirina vê çêrokê her poşmanim..Di rojnameya “Berxwedan” de sala 1988’ê hatiye belavkirin.

Çol paşa (*)

Cankurd

Dibêjin ku li welatekî dûrî vira, malmezinek hebû, çavên biyanian li mal û zeviyên wî bûn, dixwastin wî û navê wî ji holê rakin û hemû heînên wî bikin ên xwe. Di nava wî û çavxuran “hesûd” de dijminî pêda bû û rewşa wî di nav dijminan de gelek dijwar bû.

Sê kurên malmezinê me hebûn. Yek ji wan terzî bû, ê dî textekar bû û ê dîtir mela bû. Jiyên wan dii nava bîst û sî saliyê de bûn, lê hemî çeleng û qanat, xurt û jîr bûn.

Rojekê ji dest hêrişa dijminên bavê xwe, nema diikarîn di gund de bimînin, ji gund bar kirin û berê xwe dane çiya, li şikeftekê bi cih bûn. Di şikeftê de dest bi jîneka nû kirin. Hersêwa ji hevdu hez dikirin û lewma karên xwe bi hevre diqedandin. Lê ji ber ku tirsa wan ji hêrişa dijmin û cinawerên çolan hebû, pêwîst bû ku her rojekê yek ji wan bibe pawanê şikeftê û yek bibe dergevanê ber deriyê şikeftê û yê dî jî here komir û şînayî û xwarinê bîne. Piraniya xwarina wan ji nêçîrvaniya kotir “teyr”, îsk “xezal” û kêrguhan bû, hinde caran jî bi masîvaniyê û berhevkirina keveroşka û pincarê rojên xwe derbas dikirin. Di nav xwe de bingeheka dadmendiyê bo hevjîneka dirêj dana bûn, lê pir wilo dirêj nekir.

Carekê dema birayê textekar pawan bû, karê xwe qedand, gund hate bîra wî, bû teq-reqa çakût û textan di mejiyê wî de..êdî nema xwe bigire, rabû ser xwe, çi textik û darên ku li dora wî hebûn civandin û bi dilekî tijî meraq dest bi textekariyê kir. Di den\meka kin de keçek ji textan çêkir, hema tu dibê; wê niha bilive. Heya wê hîngê westiya, çû seriyê xwe danî ser balifekî û raket. Herdu birayên din ji karê wî şaş bûn, lê ji ber ku wî keçikek ji textik û daran çêkir, bi wî dilşa bûn.

Roja dî, sira yê terzî bû, ku pawaniya şikeftê bike. Wî jî kar û xebata xwe qedand û rûnişt, li keçika textî temaşa kir. Ji xwe re got:

-Kuro! Birayê me yê mezin mela ye, ewê kêfxweş bibe, ku ez vê keçikê bi cil bikim.

Rabû hinek cil û paçên ku li wir hebûn, ji toz û gemarê daweşandin û bo keçikê kirasekî gelek xweşik dirût. Heya ew kiras dirût çavên wî westiyan û mendo bûn, derzî û ûsika xwe dan aliyekî û raket.

Birayên wî hatin hindir şikeftê..Wey bavo! Ev çiye? Herdu ecêbmayî di dora keçika textî û cilkirî re geriyan.

Roja dî, birayê mela bû pawanê şikeftê. Hemû kar û barên xwe qedandin, çû avdaz kir û dest bi nimêjê kir. Li ser nimêjê keçik hate bîra wî, rabû destên xwe li dawiya nimêjê vegirtin û li ber Xwedayê xwe geriya, got:

– “ Ey Xweda yê afrîndar! Yê ku her tiştek ji dest Wî tê..! ez dii bextê Te de me, Tu vê keçikê bi ruh û rewan bikî, ku ez li xwe mehir bikim û bi wê re maleka baş ava bikim, bo me çend zarowin pak pêda hebin.

Wê gavê herdu birayên wî derbaz hndir bûn, lê çi bibînin! Li paş melê keçik bi can û rewan pêda bûye û destên xwe dilivîne û li xwe temaşa dike.

Ew roj ji wan re bû roja dawiyê di wa şikeftê de. Her yekî ji wan got:”Ev keç bo mine..”

Birayê textekar got: “ Min ew çêkir..”

Ewê terzî got: “ Min textikên te mîna jinan, ciwan û çeleng diyar kir. Keçik a mine.”

Melayê wan got: “ Min ji Xwedayê xwe xwast, ku can bide wê. Lewma mafê min berî we herduwan tê de heye.”

Hersê bira li ser keçikê bûn gurgên har û dev bi xwîn, bûn dijminên hev, bûn neyar. Her kesekî ji xwe re digot:“Ezê van herduwan bikujim û keçikê bistînim..!” Ewê textekar ji xwe re digot: “ Ezê îşev van herdu guran bi pîşixê bibirrim..na..na.. Ezê van bi kêser bikujim.”

Ewê terzî ji xwe re digot:” Ezê derziya xwe sor bikim û çavên van herduwan biperçiqînim.”

Melayê me jî serî ji nimêjê ranedikir, digot belkî wê hemû bangiyên “du’a’’ wî bên pejirandin. Ji xwe re digot: “ Xwedêyo! Çima Tu marekî tofan naşînî, ku bi vvan herduwan dade ?!..”

Roja wan a ddawiyê di şikeftê de bi tehlî û nexweşî derbas bû. Keçik jî mîna mirovekî lal û kehr tiştek nedigot, bêdeng û bêçare ma bû. Dawiyê li hev rûniştin û birayê mezin got:

“ Birano! Dijminê me pirrin û em jî bo hev bûne dijmin. Ka rê çiye û em çawa bikin?.”

Ewê textekar got:

“ Bi ya min be, emê herin ba dadmendekî û ji wî bipirsin, ka akeçik dibe para kê.”

Ewê terzî got:

“ Dibê..”

Wlo şora xwe kirin yek, keçik bi xwe re birin û bi welatekî dûr ve çûn. Li bajarekî mezin dadmendekî zana û têgihîştî dîtin û hersê bi wî razî bûn.

Dadmend gote wan:

“Ey kurên hêja! Ez nikanim çi ferman û biryaran bidim, eger keçik bi xwe nebêje; dilê wê li kê heye. De fermû bila her yek ji we bixebite, ku keçikê bide dengkirin. Hîngê ezê birayara xwe bidim.”

Lê mixabin! Keçikê bo kesekî ji wan tiştek negot..!

Roj .ûn û derbas bûn, her yekî ji wan xebata xwe mezintir kir, çû û hat, xwe baştir û qenctir kir, lê dîsa jî keçikê çi bersiv nedan.

Rojekê li welatê ku jê hatine, çîroka van hersê biran û keçikê belav bû. şivanekî ev bûyer bihîst û têgihîş, ku gava keçik bersiva yekî bide, wê li wî mehir bikin. Got:

“ Başe! Ez diiçim û wê bi dengkirin didim..gava nebû ez wê direvînim tînim.”

şivanê me çoyê xwe rakir û dev da bajarê, ku keçik û hersê biran lê dimînin. Rojekê duduwan bi rê ve çû. Gava ew li ber zinarekê rûnişt, ku nanê xwe bixu, dît kuu mişkek ji berqefekê derket û ber bi nanê wî ve hat, gezek li aliyekî nanê wî xist û reviya. Hinekê ma,  careka dî mişk derket û bi lez hat, ku gezek dî li nanê wî bixîne, şivanê ku xeyidî bû, hema dest avêtê û ew girt, ku bikuje. Mişk qîrî û gotê :” Min nekuje..!”

şivan bihîst wî mişkî çi got. Destpêkê bawer nekir, lê mişk dîsa qîrî û got: “ Hawar! Ez di bextê te de me..”

şivanê ku şaş û mat maye, li mişk niriya û bêdeng ma. Mişk gotê:

“Ez dizanim tu kuve diçî..tu jî bo keçikê diçî, ne wiloye?”

şivan gt:

“Mesmût! Tu ji kuve dizanî? Tu çawa şorê dikî? Tu mirovî an mişkî?”

Mişkê girtî got:

“Bira bihêle ez bijîm, min berde an jî min bi xwe re bibe, ezê ji bin vî barî derkevim û rindiyekê li te bikim.”

şivan got:

“ Ez çi rindiyê ji mişkekî naxwazim. Min tenê daxazek heye, va keçika bi nav û deng bo xwe bistînim.”

Mişk got: “Dibê..”

şivanê me kişk xist tûrekê xwe û gotê :”Ha ji te re mişko teviya nanê min, bixu heya em digihînin bajêr.” û bi rê ve şora xwe kirin yek.

Gava gihan dadgehê, dîtin ku keçik li ser sendeliyekê rûniştiye û li hember wê hersê bira jar, nexweş û rihdirê bûne, cilên wan çiriyane û di tozê de mane. Pilindirekî jî malika xwe li ser wan vegirtî..çavên wan li hember rindî û çelengiya keçikê beloq û bûruhnî mane.

Mişk xwe ji tûr avêt û beziya, ket bin sendeliya keçikê, bê ku kesek bibîne û pê bihoş.

Dadmend pirs kir:

“ Kurê min! Tu çi divê?”

-” Ez keçikê divêm.”

“ Divê tu wê bi dengkirin bidî.”

-” Ez dikim.”

şivanê ku li hember çelengî û ciwaniya keçikê mest bûye, di dilê xwe de got:

“ Eger ez wê bi alîkariya mişkê xwe nestînim, ez bi gopalê xwe li seriyê hersê bira didim, destê keçikê radikêşim û bo xwe direvînim..bê zor nabe..”

şivanê dil bi evîn pirs kir:

“Keçê ! Dilê min li te heye, tu min çawa dibînî?.”

Mişkê xwe di cilê keçê de veşartî bersiv dayê:

“Erê! Ez te baş dibînim.”

Hemû kesên, ku li wir ji cî veciniqîn û gotin:

“ Bi Xwedê ! Va keçikê şor kir.”

Dadmend got:

“Kuro! Tu kîyî?..”

şivanê me nizanî bû çi bibêje, dawî got:

“ Ji keçikê bipirsin, ewa min xweş nas dike.”

Dadmend ji keçikê pirs kir, mişk bersiv da:

“ Navê vî mirovî Çol paşa ye.”

Gişa li hev niriyan û kirin pis-pis.

Dadmend pirs kir:

“Ma mala te çawaye, Çol paşa!?”

Mişk bersiv da:

“ Li ba Çol paşa çil şikeft û du kerîyên pezan hene û bi ser de jî colekî mezin yê koviyan.

Mirovên li wir tev wn hersê biran li hev niriyan û hişên wan ji seriyan ç.ûn.

Dawî dadmend got:

“Ez vê keçikê li Çol paşa mehir dikim. Ev keçik bû mafê te.”

Dadmend ji cî rabû, ku here. Mirovek ji cî rabû û bi dengekî bilind got:

“ Lê bo çi keçikê lêvên xwe nelivandin?”

şivanê me got:

“ Ma ev keçik mîna keçikên dne?”

Dadmend got:

“Belê raste.. Xebera te ye..ev keçik ne mîna keçikên dine.”

D nav mirovan de dengbilindî çêbû û giş rabûn ser xwe û nerazîbûn û neçariya xwe diyar kirn. şivanê ku bii armanca standna keçikê hatiye got:

“Binêrin! Ez hatime vê keçikê bistînim..bi rindî be çêtire, hûn nedimn min, ez bi zora gopalê xwe dibim..”

Yekî belengaz û pîr piştxwar li aliyekî got:

“ Bijît! Kurê min !  Tu ji pişta bavekî jîr û hêjaye..berdin bila Çol paşa bûka xwe bibe.

Piştî ku Çol paşa bûka xwe bir û li gel wan mişkê piçûk, mirovên ku civiyane tev belav bûn, hinekan bawer dkir û hinekan bawer nedkir… û hersê birayên ku keçik ji xwe re maf kiribûn, li dagehê, di jeng û tozê de, di tariyê û di bin malika pilindir de ji dîrokê re man.

—————————–

(*) Hewaldana devkî ya vê çîrokê, mîna çîroka “Gundê dîna”, min ji birayekî Kurd, yê bi navê Miçolî bû, bihîst. Ew ji bakurê Kurdistanê bû û wî jî çîrok ji xelkê gundê xwe bihîstibû. Min ev çîrok di kovara Rewşen, hejmar 3‘ê /1989 de, di bin navê Miçolî de belav kir, ku ew birayê hêja û xwîna xwe ji bo rizgarkirina gelê xwe daye, her di nav gelê me de bimîne.

Rêdar û dara gûzê (*)

Cankurd

Rojekê Rêdar saqoyê xwe çekir ser milên xwe, telikê xwe da ser seriyê xwe, fîlorek sor kir pê, şewlerê xwe yê reş jor ve hilda, tizbî xistin berîkê û ji mala xwe derket, bi mebesta ku biçe gundê Maseka.

Berî nîvro bû û dinya germ bû. Rêdar jî bi rojî bû. Di navbera gundê wî û Maseka de xêleka pênc kîlometran hebû. Hêdî-hêdî ji gund derket, di nav werzan re ber bi newalê ve çû.

Rêdar di van çil saliyên xwe de mirovekî bi hemana (nefsa) xwe serbilind bû, ji ber ku ji zarotiya xwe de, bê bav û dê mezin bûbû. Apê wî jî dixwast, ku Rêdar mîna mêrekî bite gihandin. Hin nebûbû deh salî, apê wî ew dişand ber pêz û gelek caran bi tenê xwe li guher (şevîngeh) û gûnîgeha sewalan şev derbas dikirin. Teviya rojê bi şerbikeka avê û naneka garisî an cehî diqedand. Wilo bi terzekî xudan xweyî û hişdarî terlaniya (ewîltî) xwe borand. Bi şivaniyê û gavaniyê hestiyên wî yên tehr û nerm hişk bûn û bi şewq û tava royê çermê wî hatibû birajtin, lê hertim mirovekî nependî (xav) dihat xweya kirin. Bi kêmanî di çavên hevser û gundiyên dora wî de.

Di rê de jîna wî di ber çavan re derbas bû, çawa di kişmişkan (cirenîx, destlêdan) de, ya xwe dibir serî û nedihêşt kesek pişta wî bi ax bike û çawa li şîlan û çolana gur ji sewêl û colê pezî qorî dikir. Bihora jîna wî hat û çû, lê rê hîn ma û tîna royê da ser çavêd wî..

Di nava gundê wî û gundê Maseka de newalekî kûr heye, têde kaniyeka ava sar heye, lê ji ber ku ew bi rojî bû, çi caran nehat bala wî, ku biçe ser kaniyê û cimek avê vexut. Di newalê re hêdî-hêdî borî. Di ser coyê avê re gav kir, beq ji ber pêyêd wî revîn, hilpekîn û xwe di nav pûş û pelaşê de veşartin. Li bin siya dareka gûzê çîmekî mîna mexelê nerm hebû. Dilê wî hilda, ku li wir wecenekê (vehes) bide xwe. Fîlorên xwe danîn û xwe li ser çîmen dirêj kir. Bi çavên reht û ji tava royê kûrik bûne, di nav çiqilên dara gûzê re, li ezmanê şîn nirî û bi rewşa xwe ve hizirî.

Bayekî hênik di gelî re hat û pîkinên dara gûzê hejandin û pel û çûqilên darê çeprast çûn û hatin. Ji nişka ve du gûz di serê darê de, di nav pelan re diyar bûn, cohtekî mezin ji gûzên ku nehatine jêkirin û kesekî dest navêtiyê an jî nikanî bûn destan bavêjinê. Wilo ew cohtê gûzan bi serê xwe mabû û mîna tiştekî bi can (giyan) dileqiya. Rêdar xwe ji piştê ve hilda, rûnişt, destê xwe da jorî çavan û li cohtê gûzan niriya. Ji xwe re got:

“-Ezê (Ez dê) van gûzan jê bikim û bibim bo kurê xwe Hîto.”

Li dora xwe niriya, kevirek dît, rakir û avêt gûzan, lê kevir dûr çû. Çû kevirekî dî anî, xwe bada û kevir avêt, dîsa badilhewa çû, gûz hîn diliviyan û qezer ji wî dixwastin. Rêdarê pêxas di ser çîmenê re çû nav kevir û histiriyan, sê kevirên gilok û bijarte anîn, ciyê xwe xweş kir û yek ji wan avêt..lêneket..kevirê dî avêt, ew jî lêneket, ê dîtir ew jî… Piyê wî êdî êşiyan û milê wî yê rastê sist bû, bû hilkişa sîngê Rêdar û xwîdan li ser rû û bi bin cilan ket, fîlor xistin pê, çû ber hembêza xwe tijî kevirên ku bi tewat hilbijartine dagirt û hat, saqoyê xwe danî, telikê xwe avêt û xwe xasî kir, ciyekî bo westana xwe dît, koma keviran danî ber xwe û bîsmîllah kir û kevirek avêt û got

“- Wey jêmahîbê! Dûr ket.”

Yekî dî avêt, firfir bi kêvir ket, çû li çiqilên darê ket, wek çawa kotirek (teyrek) bikeve nav darê, wilo pirpir bi pelên darê ket. Ji xwe re got

“- Çima min rast navêt? De başe, yan ji min tê yan ji we gûzan. !”

Careka dî kevirek bi dest xwe ve girt, tufê kir û xwe bada, bi tijiya hêrsa dilî û zora ku milê wî de heye, kevir avêt, çawa tu bi kevirkeniyê bavêjî, wilo bi zerp çû û di nav darê re derbas bû, çû li zinarên gelî ket. Çerqperq jê hat. Ji dûr ve dengê pîremêrekî hat:

“-Kî ye ew? Ma tu kûrî? Tu nabînî ez li ser destavê me?.”

Rêdar bêdeng ma, di ber xwe de kir kum-kum û careka dî kevirek rakir, bi çaekî li gûzan nirî, çep û rast çû û hat, paş û pêş da û kevir avêt “-Tûh.!”.. Dîsa lêneket.

Seriyê xwe hejand û bi xwe keniya, piştre got:

“-Welleh ez narim. An ez van gûzan tînim xwarê, an jî li vir dimirim.” Wilo biryara xwe bi tundî da.

Rêdar gelek caran ciyê xwe guhart, pir kevir aêtin, gelek caran gotinên dijûn û nebaş bo xwe û bo gûzan gotin. Gûzên ku li ber bayê hênik dihejiyan, di çavên wî de bûn dijminekî bavkuj. Ew tî bû, lêvên wî qermiçîn û şîn bûn, bi ser avê ve çû, bi ava sar dest û çavên xwe hênik kirin, lê ji ber ku bi rojî bû, ji ser avê vekişî û li darê temaşa kir, cohtê gûzan bû mîna xanimeka di mîrnişînê de.

Rêdarê girbiz û bi hêz xwe mîna paşewanekî ber dergehê kelê didît, piçûk, jar û destgirêdayî ma, nizanî çawa xwe bigihîne xanimê û viyana dilê xwe bi cî bîne. Hemû kevirên li nik bûn rabûn (xilas bûn) û çavên xwe li nav rijale û şijikan gerandin, heyanî çende kevir din dîtin, ewan jî civandin û yekûyek avêtin, tev bê posîde (hikarî) di nav darê re firiyan û yekûyek jî li pîkinên darê ketin û hatin xwarê. Kevirekî mezin û reş bi ser wî de hat û hindik ma bû, ku li eniya wî keta. Birçî û tî, reht û kezebsotî li keviran geriye. Te digot; hostayekî xanemaniyêye. Çi şehf û tîş nehêştin, destê xwe êdî avêt pişkulên hesp û keran jî. Dinya carna li ber çavên wî reş û tarî dibû û tiştin mîna mêşan di ber çavên wî re vir de wê de dilivîn, lê hêrsa dilê wî nemir û hercar vedigerî û kevir davêtin wan herdu gûzan û gotinên nebaş digotinê. Milê wî êdî giran bû û nikanî bû kevirên xwe bilind bavêtina, lê dîsa ji a xwe nema û dev ji doza xwe berneda:

“-An gûzan tînim xwarê, an jî li vir dimirim..!”

Careka dî çû ser avê, ji tîbûnê nema xwe digire, li dora xwe niriya, ku kesek wî nebîne, bi dizî daket ber kaniya xulxulî û destên xwe dan ber avê û rojiya xwe şikand, têr av vexwar, zikê xwe dagirt, dest û çavên xwe şuştin û bi şûn ve çû, xwe li ser çîmen dirêj kir. Te digot; ji qatirê ketiye, xulmijî bû û raza.

Demek derbas bû, çavên xwe vekirin, dît ku gûzên wî hîn dilivin û bi wî dikenin. Pêkenîna wan mîna yê serbirrekî bendexaneyên Ereban bû. Xweş tê bîra wî, gava ew girtibûn û ji boyî ku agirê Newrozê bi belanên çolê xistibû, lingên wî xistibûn loqekî lestîkî û bi şivikeka xêzeranê li bin pêyên wî dabûn. Yek, du, sê û heyanî deng ji wî hatibû birrîn û êdî nizanî bû çand şivik di lêdanê de şikandibûn. Kenê cendirman û kotiyên bê wijdan hîn tê bîra wî..

Van herdu gûzên, ku di darê de mane jî mîna wan kotiyan dikenin û di keloxê (cimcime) wî de deng vedidin. Ji birçîbûna, ku mîna marekî bi hindirê wî vedide, çû li nav daran geriya, çend hejîrên hişk û kufikî bi darekê ve mabûn, jêkirin û xistin devê xwe. Çi tehl û bê zar (tahm) bûn! Sêlmên (gihan) miyan hat bîra wî û çawa berê devê xwe dixist wan sêlman û ji ber tîbûn û birçîbûnê şîr ji wan dimêt.

“-Rêdar ji biryara xwe venagere. Pirs ne pirsa du gûzane, pirsa mêranî û viyanêye..Çawa ewê piştî vê rehtbûnê, westanê, rojîşikandinê û rêberdanê, dest vala û bê gûz biçe?! Kesek vê napejirîne û çi caran ev nakeve hişê mirovekî xwedî rûmet.” Wilo ji xwe re mijûl dibû û xwe bo perdeya duwemîn ji şanoya dara gûzê re amade kir.

“-Em Kurd serhişkin, lê serhişkî ji mêraniya mêran tê..Eger ez dev ji vê dozê berdim, ezê xwe piçûk bibînim û wê heya mirinê posîdeyê li hemana (nefs) min bike..na..na..Ezê van gûzan jêkim (jêbikim)..Ez dê jêkim..”

Li dora xwe niriya, ku çareyekê bibîne, lê ji keviran pêve tiştek tune bû, Te digot; ew berxwedaneke bi keviran dijî zordaran, dijî tang û leşkeran nîşan dide. Bîr û baweriya xwe piçekî guhart, fîlor ji pê kirin, tuf li kefa destên xwe kir û di koka darê re hilkişiya. Gelek Caran çiqilên hişk û ên tehr li ser çavên wî ketin, pişta wî çende caran li pîkinên hişk ket, pelên darê ketin dev û çavên wî, lê dîsa jî ber bi gûzên bilind ve hilkişiya. Li jêr, fîlorên wî êdî pir piçûk dixweyan û ji wî ve gelek rêwiyên ku dûr diçûn, diyar dibûn. Dar li ber bayê dihejiya û çiqilên darê diçelqiyan, gûz nêzîk dibûn, lê di nava wî û gûzan de ji ezmên pêve tiştek tune bû. Carekê vehes da xwe, piyê xwe dirêj kir, ku rahije gûzan, lê destê wî negihîştê, xwe livlivand, dîsa xwe dirêj kir, negihayê, xûdan bi ser çavên wî de hat, bi destekî ew xûdan malişt û xaziya xwe daqurtand, bihna xwe berda û xwe dîsanî dirêj kirê..Mîna Leylê û Mecûn  li hevu dinirîn. Di nava wan de tenê ezman hebû..Armanc nêzîk bû, lê gelek kar û xebat jê re diviya bû, ne kevir hilkirin û ne jî cot ajotin, ne dan kutan û ne jî paleyî mîna wî karî bû.. Destê xwe vekir û pença xwe bo girtina gûzan amade kir, lê heywax! Çiqas dûrin..! Tu dibêjî; belkî li Hindistanê ne. Di ber xwe de got:

“- Ez tînim.”

Destê xwe avêt çiqilekî û ji darê şikand, bi wî çiqilî bizava xwe kir, ku gûzan ber bi xwe ve bîne, lê nebû. Di xwe de got:

“- Eger ez gûzan nestînim, ez ji darê danakevim.. Mirovekî mîna Rêdar, ji a xwe venagere. Bi cî anîna armancê tiştekî mirovî û siroştiye..Eger mirov tengiya û çetiniya nebîne, jîn bi wî xweş nabe, jîna bê tengî û xebat û kefteleft jî mîna mirinêye..” Ev bîr û bawerî di seriyê Rêdar de ji zarotiyê de hatibû çandin û di hişyariya wî de damarên xwe berda bûn, çawa ku dara gûzê damarên xwe berda bûn binê newalê û binê bîvê (zevîn, erd).

Roj giha ber rojavayê, zengilên pezan dikirin ling-ling û zinge-zing, şivan vedigeriyan gundan, lê Rêdar ji dara gûzê daneket, dilê wî cixareyek xwast, lê ji ber ku wî nizanî bû; ewê wê rojê rojiya xwe bişkîne, cixare bi xwe re ne anî bûn, zikê wî jî ji nêza ra dikir qur-qur û nizanî bû bi çi sohtina hinavên xwe rawestîne, destê xwe avêt pelekî darê, xiste devê xwe û cût, lê mixabin! Pelên gûzê wilo tehlin, ku mirov nikare hîç bixu, hema dîsa jî ji wî re mîna dermanekî baş bû, hinekî ew vehesand. Got:

“-Eger ez xwe bavêjim ser gûzan, ezê wan bigirm û biçim li pîkinê hanî kevim (bikevim). Hinekî parsiyên min wê bêşin (biêşin), lê ezê ji vê rewşê derkevim. Eger ez tim wilo bimînim, ezê biwestim û êdî nikanibim ji darê dakevim (jêrkevim).

Çavêd xwe damirandin û xwe bi hemû hêza ku di wî de mayî avête ser gûzên, ku li hember wî dilivîn. Lê mixabin! Sed car mixabin!

Lingê wî yê çepê tevizî bû û zû ji cî nelivî, ew û çiqilên darê bi hev re jêr ve hatin, li gelek pîkin û çiqilan ket, mîna kurtanekî keran ji jor ve hate xwarê û rump li erdê ket. Dinya li dora wî geriya, daweta wî hate ber çavan, lê belê hişê wî ji serî çû, kef bi devê wî ket û mîna miriyekî li ser çîmen dirêj bû, bi gelek ciyan çermê wî kilişî (birîn) bû, parsiyên wî şikestin û cilên wî çiriyan. Du gûzên sama hêkên (hêg) misriyan di pença wî da bûn. Erê! Herdu gûzên, ku ji berî nîvro de qezer ji wî dixwastin û bi wî dikeniyan, di pença wî da bûn, bê liv mabûn, mîna du kewên girtî nikarîn bireviyana û mêraniya Rêdar pejirandibûn. Mêraniya ku heya fedekarî û xwe bihortinê..Mêraniya heya standina armancê li ser rûyê Rêdarê raketî û pişt şikestî rêç û şopên xwe hêştibûn.

—————————-

(*) Kovara Rewşen, hejmar 1, havîna 1988’ê (bê nav hatibû belav kirin.)

Dibistan

Cankurd     – 1978

Bi kuxika diya xwe ra, Şahîn çavên xwe yên reş ji hev vekirin, seriyê xwe li hundir maxa reş gerand, dît ku dayîka wî ya nexweş, li ber agirê pixarê rûniştiye û dikuxe. Wî nedixwest ji nav ciyê xwe yê germik rabe, lê dizanî ku berbange û divê ew here dibistanê…Ji cî rabû, bi gavin sist ber bi diya xwe ve çû, bayekî sar di bin deriyê darî re dihate hundir maxê û çîpên wî yên zirav diqerimandin. Dema ku ew giha ba diya xwe, pîyên xwe li dor qirka wê gerandin, seriyê wê maç kir û got:

‑ Çima te îro hîn derî venekirî ?

‑ Berf bariye, Şahînê min !

‑ Berf ?!

Û bi lez beziya, darê melbendê ji paş derî têveda qulika dîwarê, çerpek li kilîtê hesinî xist, derî vekir û li derve niriya…çavên wî yên ku dûr didîtin, di seriyê wî de lîstin…çiya, deşt, newal, dar, zinar û serbanên malan tev ketibûn bin berfê, ber sinca kevirî ya dora malê ve çû, destê xwe xiste bin berfa taze û nerm û carekê rêş kir, hinek jê avêt devê xwe, pişt re bi herdu pençên xwe hinek berf anî mal û gote diya xwe:

‑ Ka ji min re têxîne nav dimis..

Diya wî rabû ser xwe û got:

‑ Kuro tu dîn bûyî ? hîn ro derneketiye, tuyê berfê bixuyî?

Gotina diya xwe nekir du gotin, vegerî derve, berf avête erdê, û vegeriya hundir.

Li diya xwe ya nexweş û jar niriya û got:

‑ Dayê ! Min dil tuneye, ku îro herim dibistanê.

‑ Şahîno ! Dizanim îro gelek sare, lê te ji bîr kir, ku me soz da bû bavê te yê rehmetî, ku tu ji xwendina xwe venebî ?

‑ Raste. Lê gelek dûre, mamhostayê me dibêje, ku di Navbera gundê me û dibistanê de pênc kîlomitir hene.

‑ Kuro ! Tu duwazde salîyî…Du sal din tuyê ji xwe  ra li desgirtiyekê bipirsî.

‑ Dayê ! di vê berfê de, bo min ne asane..

‑ Bavo ! Ne tenê sê newal di navbera me û dibistanê de hene ?!

‑ Geliyê Tîra kûr û devberjêre, tirs dikeve dilê min, dibêjin li wir berê dêw hebûn.

Diya wî destê xwe avête porê wî yê reş û dirêj û got:

‑ Berê dêw hebûn, lê niha mirovan tev kuştine, ji roja ku tiving derketine, dêw nemane. li jor bimîne, heya lawikên gundê şorbe jî digihin ba te, hûnê bi hev ra di geliyê re derbaz bin.

Diya wî ji wî çiqina xwarinê amade kir û da dest wî:

‑ Dayê ! min bihîst, wê sala bê dibistanekê li gundê me jî vekin.

‑ “Kero memir, biharê tê .!”

Diya wî çiqin li pişta wî şidand û pirs kir:

‑ Hûn çend lawik mezinin ?

‑ Ewên deh salî û mezintir panzdehin. Hemî dikanin zora min bibin û carina li min dixînin û ji ber ku ez bi tenê ji vî gundî me, ewan hertim ji xwe ra henekan bi min dikin. Dayê ! Ez naxwazim herim  wê dibistanê.

Dayîkê kumekî rêsî da seriyê wî, dolaqeka bi nexş li dora stûyê wî gerand, çakêtekî kevin û giran li wî kir, û gotê :

‑ Here goreyên xwe yên rêsî û solên xwe yên lestîkî di pê ke, sala bê tuyê herî ” Efrînê”.

‑ Başê . Lê çima tu îro dilsarî ?

Dayîkê alîkariya wî bi pêkirina gore û solan kir û got:

‑ Ez nexweşim. Ji roja mirina bavê te de, rewşa min nebaşe. Doxtir gotibû, ku eve wêrane..

Şahîn bi dilekî şikestî li çavên diya xwe niriya, bêtir nikanî bû bima, destê wê maç kir û bi dengekî zirav pirs kir:

‑ Te çi bo min kirî çiqinê ?

‑ Nan û h’elawê.

Şahîn tûrê nivîşt û divîtan avête ser gurmikê piyê xwe yê rastê û ber bi derî ve çû, li diya xwe niriya, dayik kuxiya, pişta  wê duta bû, dêmê wê mîna kutikekî mêwê yê hişk û ziwa ma bû. Şahîn ji mal derket, bayekî sar li rûyê wî da, dolaqa xwe li seriyê xwe gerand, lepikên xwe yên rêsî kişandin ser destên xwe yên piçûk, bişkovên sako yê xwe bi hev xistin û çû.

Li Çiyayê Kurdan zivistan sare, gava berf dikeve xarê, rêyên ku di nava gundan de tên girtin, lê dîsa jî zarowên kurd ji dibistanên xwe namînin û ji ber ku dibistana Şahîn weke yê gelekan, li gundekî dî bû, ew bi berbangê ra ji mal der diçû, heya ku ji xwendina sirûdên sibê nemîne, ji ber ku wan zarowan zordariyeka mezin didîtin, gava li şûn bimana û dema gotina wan sirûdan tune bana. Lê dîsa jî pir caran Şahîn dereng dihat dibistanê, ya bi ûşta baraneke zor pir, ya ji dest bahoza berfê û yan jî ew nexweş diket. Mamosteyan ew dixistin (feleqê) û wan bê wijdan bi darê xêzeranê li bin lingên wî didan û piştî lêdana çend şivikan nema ew bi êşekê dihesiya, lingên xwe çift dikirin û ji xwe ra hizrên xwe dikirin. Lê di dilê xwe da wî ji çûyîna dibistanê hez dikir, ji ber ku roj bi roj fêrî zanînên din dibû, loma wî lez dikir, ku xwe zûtir bigihîne dibistana dûr. Lê mala berfê hilweşe û tiştek jê nemîne ! çi rê dûr û dirêj dibû. Şahîn ji berfê hez dikir, lê di berfê de tirsa wî bêtir dibû, ji guran, ji keftaran û ji tenahiya bi rê da..

Gundê (Meydankê) ji dûr va xweya dibû, lê ji berfê, te digot ew li dawiya cîhanê ye, dûmanê pixaran bala diçû, di nav ra ala hukmetê li ser dibistanê diyar dibû. Tirumbêlek di ber gund ra bi aliyê başûr va diçû.. Ji paş Şahîn va dengê tirêneka dûr dihat.

Şahîn digote xwe:

‑ Ezê rojekê herim Helebê, ezê li wir zulêbiyan bixum..Ezê biçim sînemê û li sînemê mirovên qehreman şêr û  pilinagn dikujin, gur û keftaran jî….

Bi wa rengî tirsa ber çavên xwe dimalişt û xwe no dikir.

Lê pirpira firindekî, di nava daran re, dilê wî veciniqand, pêşda niriya û gavên xwe fireh kirin. Gelo ! Zivistan çiqas xweşe ! Kêrguh li ser berfê dibezîn, çivîkan xwe li ser daran dilojand, seyên gund devser hev û din dikirin, lê kesek ji wan nediçû dibistanê…

Şahîn bi rê da raste kesekî nehat, te digot, îro kes ji xew ranabe. Tirsa Şahîn ji geliyan, ji goristana ku bi rê da, ji bêdengiya çolê bêtirî rojên din bû, rengê her tiştekî sipî bû, mîna kefenê miriyan û darên ku berê mîna dêwan xweya dikrin niha mîna pîrên piştxwar û bi cil û kumên sipî yên mezin xwe bi ser rêya wî de xwar kirine.  Di rûyê sirteka ku li aliyê çepê, ji gundê şorbe hinde lawikên din ber bi Meydankê ve diçûn, dikeniyan, dilîztin, bi topaçên berfanî li hev didan, dibeziyan, deng li hev dikirin, dilê Şahîn bi wan dima û ji ber ku ew bi tenê xwe bû, dixwast her gotineka wan bibihîse, ka ewan li wa sirtê çi dibêjin. Hinekî xwe lezand û gav kir, ku li devê geliyê Tîra xwe bigihîne wan û her ku ew ber geliyê ve diçû dilê wî bêtir dikir kutkut, weke xewnekê di ber çavên wî re tiştin ne rastîn derbaz bûn, darin ku milên xwe dilivandin, û mirovekî dîwane, di gelî de berf dikir topaç û ber wî ve dihat.

Gava lawikên gundê şorbe gihane ba wî, nizanî bû çawa ji ber wan bireve, hemiyan bi topaçên berfê li gepira wî didan, reviya û nedît çawa di geliyê ra xwe gihand aliyê dî. Lê di hundir dilê xwe da bi wan û lîska wan şa bûbû, ji ber ku tirsa, ku di dilê wî da nema û heyanî ewan gihan gundê Meydankê, ew dilşad ma.

Li pêş dibistanê lawikên kurdan civiya bûn, li rêz rawestiya bûn, mamosteyan destên wan vedikirin, serbin dikirin, lê temaşa dikirin, ka gemarî ne an pakin. Gava Şahîn û ên din gihane wir, bi lez ketin nava rêzan, lepikên xwe danîn, lê dema “Teftîtîşê” rabû bû, xwendevan diçûne hindir dibistanê.

Şahîn gote yekî:

‑ Xwedê dizane em dereng hatine..

‑ Gelek dereng.. Îro mamosteyekî nû hatiye, me lawjanên nû xwendin, lê wan pirs nekir kî nehatiye.

‑ Çima ?

‑ Ji ber ku mamosteyê nû pir şor kir.

Mamosteyekî, bi şivika xwe li paşiya lawikan dida û digot:

‑ “Yalla..yalla..” ( Bi Erebî digot.) Yanê: lezkin..lezkin.

Şahîn di ciyê xwe de li hindirê sar rûnişt. Mamosteyê nû li derve digote “Bavê Misto” yê ku dergevanê dibistanê bû:

‑ Te çima heya niha sobe vênexistî ?  gelek sare..

‑ Mazot nîne.. We neda min, ku ez têxînim sobeyan.

Mamoste yê nû derbaz hindir bû, zaro ji wî ra rabûn, lê gişa dikir kuf‑kuf, destên xwe li hevu dihiştin, pufê dikirin, ku wan germ bikin. Bi çavên tijî tirs û pirs li wî diniriyan. Mamoste seriyê xwe hejand, ewan rûniştin, bû bêdengî û bêlivîn.

Mamoste di pêş wan ra çû û hat, yekî dirêj û zirav, çav hûrik û serî piçûk bû, li wanan yek bi yek niriya, pişt re got:

‑ Navê min Mustefa ye..

Lawikek di ber xwe de keniya û gote yê rex xwe:

‑ Misto..Misto ! Hêlik sisto..!

Li quncikekî dersxanê bû tîqtîqa lawikan.

Mamoste berken bû, lê nexeyidî û çû navê xwe bi tîpên erebî li ser dîwarê reş nivîsand û bi Erebî axiftê destpê kir:

‑ Emê niha dest bi dersa Cugrafiya bikin.

Lawikekî girs rabû ser xwe, bi nermî pirs kir:

‑ Tu ji kî derê yî, mamoste ?!

Ew hinekî berken bû û got:

‑ Ma wilo giringe ?

‑ Hemû mamoste bo me dibêjin, ewan ji kî derê hatine.

Perda tirs û feyê ji pêş wan rabû, yekî dî rabû ser xwe û pirs kir:

‑ Ma tu ji çolistana Ereban hatiyî ?

Careka dî bû tîqtîqa lawikan.

‑ Na, ez ji dereka nêzîk hatime.

Şahîn pirs kir:

‑ Ji Helebê ?

‑ Na, ez ji Efrînê hatime .

Dersxane bû gola req û beqan, şa bûn, keniyan lê kesekî nikarî pirs kira, ka ew kurde an ne. Lawikekî dilê xwe mekin kir û got:

‑ Navê dergevanê dibistanê jî Bavê Misto ye.

Raste ku lawikên dersxanê tênegihêştin gotina hevalê xwe, lê mamoste têgihêştê.

Mamoste xwest, ku ji ber pirsan xwe bide aliyekî, loma wî pirs kir:

‑ Ma hûn tev ji va gundî ne ? Bila pêşengê we bersivê bide.

Lawikekî girs û dêm mezin, deng bilind, te digot serbazekî ser topane, li wan niriya ku ewan bêdeng bibin û got:

‑ Tenê deh kes ji va gundî ne, ewên din ji gundên dorê hatine, ji Naza, ji Hesen Dêra, ji şorbe û Gemrûkê û hinek jî ta ji gundê Mistê hatine.

‑ Hûn çendin ?

‑ Em çil dersvanin.

‑ Divê hûn li du dersxanan bên parkirin.

‑ Serdibistanê me dibêje, ku cî tuneye.

‑ Ma ne ew di odeyekê de diraze ?

‑ Erê..

‑ Başe, ez dibêjimê, bila ew li gund odeyekê ji xwe re bibîne.

Lawikekî dî tiliya xwe rakir û got:

‑ Em xwarinê jî didin mamostan..

Yekî dî gotina wî bê destûr birriya û got:

‑ Ma tu nizanî pereyên mamostan nînin, ku nanê xwe bikirrin..

Mamoste dît, ku êdî nema dipirsin, ka ew çi kese, got:

‑ Îro emê li ser welatekî dûr biaxivin: Pakistan. Navê wî welatî li ser dîwarê reş bi hewreçîvê nivîsand û got:

‑ Pakistan ji du wêjeyan hatiye pevxistin: “Pak” û “Stan”, “Pak” bi zimanê gelê wir “paqij”e û “Stan” jî “weten”e, yanê welatê pak.

Lawikan li hev niriyan û guhên xwe dan ser gotinên mamoste, ku bi wan re tenê bi Erebî dipeyivî.

Yekî bi dizî gote yê rex xwe:

‑ Mamoste Kurde.

Mamoste bi xeyd got:

‑ Hişbin..Kî şorê bikê, ezê derxînim derve. Hûn dizanin derve sare.

Lê weke wê carê lawikan çi caran bi dilxweşî guh neda bûn gotinên mamostan.

‑ Avek mezin li Pakistanê heye, bi navê “Pêncab” tê naskirin.

Yekî tiliya xwe hilda û pirs kir:

‑ Pêncab çiye ?

‑ Yanê pênc av.. Mamoste bi Erebî gote wan.

Dersvanan li hev temaşa kirin, yekî sermezin û lêvtirumî bi dengekî bilind got:

‑ Lo welleh ! Mamoste kurmance.

Tev bi hev re keniyan, mamoste jî êdî nikanî bû xwe bigirta, ew jî keniya, di nav wan ra çû û hat û ji wî lawikî bi kumancî pirs kir:

‑ Ma tu ji gundê Naza yî? Tu wilo devê xwe pehn dikî?!

‑ Erê.

‑ De başe, ez Kurdim, lê bo kesekî Ereb nebêjin, wê min ji vir bibin dereka dî.

Dema dersê derbaz bû û mamoste ji wan gotinan pêve tiştekî dî nikanî bigota, ji ber ku “Kurd” bû, dengê wan bilind bû, bi ken û henek, bi serbestî û azadî, bê fedî û tirs bi hev re û bi mamoste re axivîn. Şahîn jî wê rojê gelek kêfxweş bû û nizanî bû çawa vegere mal, ku bo diya xwe mizgîna hatina mamosteyê “Kurd” bîne, Ji ber ku diya wî her dipirsî, Kuro ma mamosteyên kurd li dinyayê nînin?

Şahîn pişt nîvro li rêya vegera xwe, di geliyê Tîra re derbas bû, bêyî ku pêjna “xeyal” mirovê dîn di ber çavan re here. Bi lez û bez ber bi mal ve hat, berfê di bin solên wî de dikir xiftxift.

Berî ku ew xwe bigihîne gund, dît ku obeka mêran, darbesiyeka miriyan dane ser milên xwe û bi lez ber bi goristanê ve bêdeng diçin. Diya wî hate bîra wî û beziya, pir beziya, çenteyê wî û tûrikê nanî ji ser milê xwe avêtin. Ji wê ve pîrjinek ber bi wî ve hat, ew girt û hembêz kir, ramûsî çavên wî û got:

‑ “Şahîno ! Tu bûyî mêr..”. û ji girînê wa pîrjinê nikanî bû gotina xwe bibira serî. Şahîn zanî, ku mizgîna hatina mamosteyekî kurd nema digihe dayîka wî… Di ber çavên wî re, di nav hêstiran re, darbestê dayîka wî nola periyeka bi cilên sipî û basikên sipî bi ezman de difirî û difirî…

Evdik ê Çolo

Cankurd

Berî nîvro, meha Çileyê pêşîn, sala çûyî, Evdikê Çolo pişta xwe dabû dîwarê dadgeha penahberiyê, li benda ku dadmend mafê Asylê bide wî û malîyên wî.

Ew rojek pir dirêj û giran bû, ji ber ku van deh sal in Evdikê Çolo li benda standina mafê Asylê maye, lê di wan deh salan de kesek li wî nedipirsî û kesekî bang li wî nedikir, ku bite li ber dadgehê raweste. Bo wî asyl gelekî giring bû, ne ji ber ku rewşa mal û zarokên wî di van deh salên borî de nebaş bû, lê ji ber ku wî hîç nedixwast vegere niştê “weten” xwe. Evdikê Çolo dixwast asylê bistîne, ne ji ber ku wî ji Europa hez dikir, Europa ji wî re her û her tiştekî nenas û nehezkirî bû, lê ji ber ku li ciyê, ku ew jê hatiye, wî gelek birînên kûr li dilên xelkê vekiribûn, pir kes bûbûn neyarên wî û bi carekê ciyê wî di nav hevser û hevnasên gundê wî de nema bû.. Evdik dixwast wan ji bîr bike, lê ewan jî piçekî ji Evdik vehesiya bûn û bêguman wan jî nedixwast ew vegere nav wan. Bo vê yekê, tenê bo vê yekê, diviya bû, ku dadmend mafê mayînê li Europa bide Evdik.

Raste, ku ew bi malbata xwe re di xaniyekî li qatê çarê, ji xaniyên saziya civatparêziyê de dijiya, xaniyekî ji du joran “ode” bû, ku dîwarên wî her bi lihêm û bi bihneke genî bû, û ji bo ku mirov bigihîşta wî xanî pêwîst bû, ku bi pê biçûya jor, li ser pileyên nerdewana darî jî her gemar û qerêjî bû.

Bo wî heft zarokên xûnşîrîn, ciwan û zimanxweş hebûn, lê hêviya wî di jîneke baştir û xweştir de, roj bi roj, winda dibû. Evdik bi xwe kar nedikir, lê piştên jin û zarokêd wî di paqijkirina mal û eywanên zengînan de jar û xwar bûbûn. Evdik sibê ta bi êvarê li çayxaneyeka Tirkan di nav kabdarên cigarekêş de rûdinişt û dest bi axiftinên vala û çîrokên dirêj dikir, ku di nav xelkê de xweya bike; ew tişteke an jî kesekî zana û têgihîştiye, lê bi rastî Evdik mirovekî gelek nezan bû, ne tiştek bû.

Di wê rojê de, ku pişta xwe dabû dîwarê dadgehê, Evdik bi rastîniya rojane, an jî bi pêşerojeke zarokan mijûl nedibû.. ji wî re ewan hemî ne giring bûn.. Xembariyeke wî ya din hebû.. Ew xembarî dîroka wî ya kesanî bû, ku rojekê nikarî bû wê dîrokê ji bîr bike an jî xwe jê rizgar bike. Ji ber kizirîna dilê xwe û ji ber wê bêhêviya reş, her û her diltengtir dibû, xeyd û kela dilê xwe bi seriyên  zarok û dayîka wan Fatê de dirijand, ewan didan ber şeqaman û zordariyeke hov li wan dikir..  Hevserên wan ji qîreqîran guhên xwe digirtin û gelek caran xelkê giliya wan li ber polîsan kiribûn, ji ber ku zarokên wî jî zordarî li mirovên derdora xwe dikirin. Jina  wî Fatê carekê gelek xeyidî, ew ji ber Evdik reviya, çû mala hinek merivên xwe, lê dîsa ji bo zarokan vegeriya û ji wê rojê pêve, di navbera mêr û jinê de têkiliyeke sar, bêdilî û nevîn (kurh) her heye.

Evdik ji siyasetê jî tiştek nedizanî û lewre ji xwe dipirsî:” Ma ezê niha çi li ber dadmend bibêjim? Ez û Kurdistan?!

Ji ber ku Evdik li ba mafdarê xwe gotibû, ku ew ji ber zoradriya dewleta Romê reviyaye, dibe, ku dadkar hinek tişt li ser Kurd û Kurdistanê ji wî bipirse, lê Evdik rojekê neçû bû nav xebata ramyarî, carekê an du caran çû bû hindir komeleyeke kurdan, li wir jî ew tênegihîştibû wan camêran  li ser çi dipeyivin, li dawiyê jî ji wî ra qala pare û mehaneyê kiri bûn, tew wî nizanî bû ji bo çi ewan pareyan ji wî dixwazin, lewre ew careke dî bi ser wan de neçû bû..Gava nameyek bi zimanê almanî ji wî re bihata, ew diçû ba hevserekî xwe yê kurd, wî ji Evdik re hûrik-hûrik name werdigerand Kurmancî, rave dikir an jî bersiv dida. Hema Evdik û Kurdistanê ji hev gelekî dûr bûn, ji gundê xwe û herêmeke derdora wî gundî pêve, Evdik ji Kurdistanê derek nedîtibû, hema Kurd bû, serhişk, pozmezin, simbêl qelew, enî ji kefa destekî mezintir, çavreş û çermgenimî û rû ji ken û aşnayîyê zuwa.

Li ber dîwarê dadgehê hinek bûyerên jîna wî di ber çavên wî re derbas bûn, hat bîra wî çawa kiçeke gund, ku bi navê Sînemê bû, ji wî hez kiribû û dema ew bi zorê dan pîremêrekî, wê agir berda bejna xwe û sotand. Erê! Bo Evdikê Çolo kiçeke ciwan û xweşik, ku hîn bi jîna xwe şa nebû bû, jîna xwe ji dest da û bihara xwe kir dojeh, ne ji ber ku evîna wan winga “ewqas” mezin bû, lê ji ber ku Evdik gelek soz dabûn wê, hêviya, ku wê ji xwe re bixwaze, bi salan di dilê wê de gurr kiribû û li dawiyê sozê xwe bi cih neanî..Gava hatin Sînemê ji pîremêrê genî re bixwazin, wê salix ji Evdik re hinart, lê Evdik tew xwe kir, ku ew salix nebihîstiye, guh neda gotina Sînemê û xwe kehr kir. Sînem êdî şêt bû, çawa  winga li benda wî ma, kesek ji xortên gund nepejirand û ji bona Evdik hemî xazgêrên “xazgêncî” xwe vegerandin û li dawî Evdik wefadar nebû, dilê wê şikand..?! Ji ber vê yekê, di dilê Sînemê de çi hêvî neman, jîn li ber çavên wê bû tarî û mirin bi wê ji mayînê çêtir bû ..

Evdik demeke dirêj li ber wî dîwarî rûnişt, seriyê xwe daxistibû, ku çenga wî ketibû ser sîngê wî, tiliyên herdu destên xwe di nav hev re biribûn, ku destên wî mîna parsiyeke kêrguhan, tijî goşt û werimî diyar dibûn, nedizanî wê çi demê wî bixwazin hindirê dadgehê, lê ji wî re ew rûniştina bi tenê gelek giring bû, bi dilê wî..Di pencereyekê re tîrêjên royê tava xwe ya germ davêtin ser rûyê Evdik û gelek bûyerên kevin dihanîn bîra wî. Hat bîra wî, çawa keyê gund ji wî xwastibû, ku bi wî re biçe mala gundiyekî hejar û li wî bidin, ji ber ku wî nedixwast dev ji enkûreke li nêza gola binê gund berde..Keyê gund dixwast wê enkûrê bide bo serekê cendirmeyan, ta ew çawîş ji xwe re xaniyekî têde ava bike û wî gundî jî her digot, ku ew enkûr ya wî ye, ji bav û bapîran da ew zevî yê malbata wî bû, ew dêrîna “mulk” xwe nade û nahêle kesek ji dest wî bistîne..Keyê gund li gel xwe Evdik û du kesên din bi şev birin, li wî hejarî dan, parsuwên wî şikandin, mala wî tar û mar kirin, zarok û kebaniya wî tirsandin û ji wan xwastin, ku dev ji gund berdin û careke dî venegerin..Evdik dizanî, ku ew kar şaş û çewte, lê di dilê wî de viyana zordariyê mezin bû û dixwast li xelkê bide, seriyên wan bişkîne û xûnê bibîne..

Di wê mijûliya kesanî de, pir tiştên nehêja hebûn, lê ew dîroka Evdikê Çolo bû, nikarî bû xwe jê rizgar bike..Ma kesek dikare dîroka xwe ji bîr bike an ji hindirê xwe bavêje..Dîroka mirov mîna siya wî, her li pey wî ye, jê naye birrîn…Dîroka Evdikê Çolo jî mîna ya her yekî din bû, bi wî ve mîna benîştê dara behîvê zemirî bû.. Lê mirov dikare bo kesên din, bo kesên ku wî nas nakin dîroka xwe bi şêweyekî dî bibêje an jî binivîse.. Gelekan jî dîrok li gorî daxazên dilê xwe guhartine, nivîsandine û belav kirine, hema rastiya dîrokî çiye, tenê Xwedayê me yê gewreban dizane.

Derî vebû, jinek bi kurkekî “ebayekî” reş derkat, bang li wî kir: “-Ebdullah Çolo..!”

Evdik ji ciyê xwe rabû, bêdeng li pey wê çû hindir dadgehê, li hember sê dadkarên, ku mîna qertelan di eywanê de rûniştibûn, di sendeliyeke textî de rûnişt û guhên xwe dan ser gotinan.

Piştî ku bi zimanê almanî gelek tişt ji wî re hatin xwandin, wergêrekî “tercuman” porsipî û qelew, ku li rex wî rûniştibû bi Kurmacî gotê:- “Evana li ser îfadeya te ya berê û daxaznameya te ji bo Asylê dipeyivin, dema awan îro tenge, lê niha wê ji te bipirsin, tuyê bersivê bi kinî bidê, min jî bo wan werdigerînim almanî..”

Evdik seriyê xwe hejand. Dadkarê mezin pirsî:

“- Ji comerdiya xwe bo me bibêje, ka tu ji bo çi hatiye Almaniya? Bo çi te asyl xwastiye?..Iro em pir dereng mane û em naxwazin pir dirêj li ser pirsa te rawestin, bo me tiştê tev gring bibêje, da em vir û nîv saet din rabin.. ”

Wergêr ji wî re rave kir, ku xweyaye dema dadmendan bi carekê nîne û ji wî re delîveyeke, ku ew mafê penahberiyê bi zûkî bistîne. Wergêr li benda bersiva wî ma. Evdik bêyî ku seriyê xwe rake an jî li wan binêre got:

“- Ez çi bibêjim?!.. Ez mirovekî Kurdim, gundîme, çawîşê cendirmeyan li gel keyê gund xwastin bi darê zorê enkûra min ji dest min bistînin, min neda wan, bi xwe re çend gundiyên xiniz û gemar anîn û hatin bi şev li min û zarok û kebaniya min dan, mala min tar û mar kirin, parsuwên min şikandin û ez ji gund derkirim..Ez ku ve herim?! Min pirs kir, bo min gotin: Biçe Almaniya, li wir mafê mirovan tê parastin.” Wergêr ew gotina wî bi diristî bo wan wergerand.

Dadmendan li hev û din niriyan, bi dizî bi hev re kirin pisepis û dawî dadkarê mezin got:

-” Me biryara xwe da, daxaza te ji bo penahberiyê bipejirînin û mafê te ji îro pêve di vî warî de tê parastin..”

Wergêr mizgîna standina asylê da Evdik..Dadmend rabûn û çûn, Evdik û wergêr jî bi hev re ji dadgehê derketin..Wergêr ji Evdik pirs kir:

“- Gelo! Rast ev bûyer bi seriyê te û zarokên te hatibû?!..Di xwandina îfadeya te ya berê da, tiştekî wilo bi ber guhên min neket.”

Evdik berken bû, cigareyek ji xwe re vêxist, ji wergêr bi dûr ket, bêyî ku hîç bersivekê bidê û dûmanê cigarê li pey wî li ber tîrêjên royê belav dibûn.

Gundê Dîna

Cankurd

Min ji pêşmergeyekî kurd pirs kir,  gelo  çi çîrokên gundên  dora we nayin bîra we, keniya û got:‑ Erê.. Min gelekan ji wan  dizanin, min çendek jî bi tirkî nivîsand bûn, dema ez serbaz bûm.. Ezê bo te bibêjim, çima navê gundekî kurdan li hêla Ruhayê (Gundê Dîna ‑ deli koy ) lêkirine.

Dema zivistan dibe, ewirên reş û giran dadikevin ser gundê “Dîna” û dikine xumxum, tu dibêjî dawiya dinyayê ye.. Ba, baran, bahoz û seqa “seqem” gelek zirar û ziyanê bi gundiyan dikin, ji ber ku malên wan ne mîna yên mirovanin, kozik û xanîkên piçûk ji kelpîça ne, tenê di nava wan da mala Eyûb axa xweşik û diriste, zirara  zivistanê  pênabe. Pezên gundiyan dimirin, ji sermayê an jî ji tunebûna êmê wan..Ne ka dimîne, ne kês dimîne û ne jî hêzing li gund hene…petikên rêxê jî namînin.

Bi şevê çav çavan nabînin, kesek nikare here mala yê dî û gelek caran berf rê dixetimîne, maxên nizim û bê pencere di bin de hildiweşin, an jî tew kes nizane, di bin wa berfê de, mal û mirov hene an na. Carina jî gur û keftar li nav gund dihêwirin û ji tirsa kûçik jî newêrin birewin.

‑ Ev çi rewşe lo ?! Ma ev jîne ?!

Simikê Fato li ber agirê pixêrekê yê ber vemirînê gote Seferê Topo û xwe bi ser tifka pîxêrekê de xwar kir û tif kir..

‑ “Ma emê çi bikin, bavo ?!” û çavêd xwe yên şiliqî bi kefa destê xwe yê mîna tîşekî kevirî paqij kir.

Herdu gundiyên pîremêr ji destpêka hêvarê da li ba hevdu rûniştibûn, lê ji wan pirsan pêve çi tiştekî dî yê giring negotibûn..tenê dûmanê sergîna û yê finîska ku tehniya reş belav dikir dikişandin û hizrêd xwe dikirin. Soliqêd sîngên wan jî hêdîka bûn, ku mirov nizanî; ka ewan ziwa bûne an jî xwe fêr dikin nelivînê.

Simikê fato careka dî pirs kir:

‑ Ma wê her wisa be ?

‑ Çi yê her wisa, Simo ?!

‑ Ma wê her zivistan be, ma emê çawa bela zivistanê ji ser xwe bavêjin, bê tirs bijîn ?!

– Zivistan ji me re başe bira! Zivistan nebe, herroj leşkerê Romê li nav gunde û zoradriya wan ji ya zivistanê ne kêmtire.

Pîrejina Seferê Topo li wan temaşa dikir û destê xwe dabû ser çenga xwe ya rastê, bi êşeka didanên xwe ve mijûl bû.

Simikê Fato piçekî xwe ragirt û piştre teqiya:

‑ Lo ev hale lo ?! jîna me ji ya sewalan pîstire..

‑ Ka em çi bikin ? çi ji destê me dertê ? Xwedê em wilo kirine..Bo çiye nizanim.. lê gava wî tiştek xwast ew dike.

‑ Ma em tiştekî nekin..?!

‑ Em kanin çi bikin?.. Rabe em nimêja xwe bikin û li ber Xwedayê xwe bigerin, belkî bi dilovanî li me binêre û sivistanê di ser me re bi asanî derbas bike.

‑ Bi ya min be, emê herin qurbanekê bibin û li ber deriyê mala axayê xwe serjê bikin û ji wî hêvî bikin, ku bo me dua’ bike. Me ji zû ve qurban nedane..

‑ Gotina te ye.. lê çima em nabin ber deriyê şêx ?!

‑ Ma tu dînî ? lo ma tu natirsî ? dengê xwe bilind neke..Gava kesek bibihîse, wê gotina te bigihîne Eyûb axa..Tu dizanî, wê çiyê bi seriyê me were..

‑ Mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe.. eger tiştek bibe, wê bi seriyê min were..te çi kirî..?!

Piştî guftegotineka dirêj, herduka biryar dan, ku li nav malên gund bigerin û beranekî qelew û tijî bistînin û teviya gundiyan herin wî beranî li ber mala Eyûb axa bikin qurban, ku axa ji wan re dua’ bike, bo zivistan zû derbas be û çi zirar mezin negihîne gund.. Simikê Fato û Seferê Topo roja  dî li nav malan geriyan, beranekî serxwe û gir anîn, gundî civandin û çûn li ber mala Eyûb axa civiya bûn û qurbana xwe serjêkirin..

Eyûb axa yê, ku divya bû bo wan dua’ bikira, li hindir maxekê, li ser kulavekî ji xwe çû bû (mest ketibû), ji ber ku şeva berê bi xwarin û vexwarinê derbas kiribû.

Bi hêvarê re bayekî qerisî rabû û berfê lêkir. Te digot nifir li gund qelibiye. Gundî şaş û mat man.

Simikê Fato ber bi kozikê Seferê Topo ve beziya, sîngê wî kire hilkiş. Sefer li kozikê qurî (wekî) zîndan û mirx (bin erd) cûm rûniştibû, qîtên wî yên nîv orde (tazî) teziya bûn (teviziya bûn), çiraxa malê mîna şimaleka jar ruhnî dida aliyekî maxê, bê naçar û xizan û çavşikest li Simikê Fato niriya û bê ku rabe serxwe fermûyî rûniştinê kir.

Simikê Fato bê silav hate ser pirsa (qeziya, daweya) qurbanê, got:

‑ Lo ev çi bû ? Çima wer bû ?! Max û kozikên gund di bin berfê de nayin xweya kirin, ne zinar û ne dar, tiştek xweya nîne…Sala ku dar hişk bûne tê bîra meriyan.

Sefer bêdeng ma û bi kiçilê çavê xwe li jina xwe niriya, jinikê dîsa dest dabû ser çenga xwe û çavgirtî guh dida wan.

‑ Lo bi soyî ( namûsa) min û te, qurban bi dilê me teva bû..

Sefer dîsa deng nekir…

‑ Êh..! Em çi bikin ?! Me qurban kir, berf bêhtir barî.. Me nekira wê hîn çawa ba ?

Sefer xwe di cî de livand, carekê tuf kir, ku gewriya wî ji tehniyê vebe, soliqik kişand û got:

‑ Ez dibêm, qurbana me ya piçûk bû..

‑ Naaa..?!

‑ Herêêê..Qurbana me ya piçûk bû..Me divêt golikek bida..

‑ Ma emê çawa bikin.?! Teviya gundiyan bi nanzikî kar dikin. Kar jî tunebe, nanzikî jî nîne..

‑ Eger qurbana me ya mezin ba , dibe berf nebariya..

‑ Başe.. Em dîsa li nav malan digerin û bizava xwe bi hev dixînin, ku îcar golikekî di nav hev de qurban bidin..

Simikê Fato û Seferê Topo şora xwe kirin yek û roja dî li nav gund geriyan, bi gundiyan dan pejirandin, ku golikekî qurban bidin. Golikek dîtin, bihayê wî di nav xwe de biryar kirin û li teva par kirin, bi hêviya ku her yek para xwe dema bêdera bide. Golikê  xwe birin, bi mebesta, ku li ber deriyê mala Eyûb axa serjê bikin. Ji hindir mala Eyûb axa azepek î mîna wan belengaz û hejar derket, li wan temaşa kir, dilê wî yê nazik nema dikarî bêvacî û nezaniya wan bipejirîne, lewra ew hêrs ket û ji wan pirs kir:

‑ Meger we ev golik aniye ?!

Gişa li çavên hev û din niriyan û dawî teva rûyên xwe dan aliyê Simikê Fato û mawe ya “mesafeta” nav xwe û wî de bi çavan pîvan. Dibe, ku wan Simik mîna pêşmêrekî zana û têgihîştî dizanîn û dibe, ku wan dixwast xwe di paş wî de veşêrin û teviya kulxanê bi ser wî de bişînin. Simik hinekî gîro (meşxûl) bû, pişt re got:

‑ Me got, beranê me piçûk bû, nehat pejirandin, lewra berf bariya û gava em qurbanekî mezintir bidin, dibe ku Xwedayê me bo xatirê Eyûb axa bipejirîne..û va xeyda zivistanê ji ser me rabe.. eger ev jî piçûke, emê binêrin, ka em çi bikin.

‑ Başe.. Ez diçim ji Eyub axa dipirsim..

Azepê ku dilê wî ji bo wan dihat sohtin, di dergahê malê re şûn ve çû, derbas bû eywana axayê xwe, dît ku axa raketiye û xurxura sîngê wî ye, di cî de şûn ve vegeriya û hate ba gundiyan, berken bû û got:

‑ Axa qurbana we pejirand û got, ku ewê bo we gelek dua’n bike, bila golikê xwe bibin, serjê bikin û li hev û din parve bikin, wê berfê raweste û zivistanê derbas be. Eger ewan careka dî qurbanekê bînin ber deriyê mala min an jî ber deriyê mala şêx, wê kevir jî bibarin.. We bihîst ? Wê kevir jî bibarin..

Ji wa rojê ve, azep ji gundê “Dîna” wenda bû, ji tirsa ku Eyûb axa û şêxê gund bizanin, bo çi gundî qurbanan nayînin ber deriyê malên wan.

Pîroznameya Hemik axa (*)

Cankurd

1986

Çileyê Pêşîn kela dilê xwe bi ser gundên me de dirijand. Carina befir bû, carina bahoz û hindek caran jî baran bû. Di malên belengazan de hêzing bo agirê neman. Lê ji berf  û serma kesekî nikarî bû biçûya çiya û baniya; ku hinek hêzing û hej bo mala xwe bîne. şivan jî nema diçûn ber pezî. Ne cot hebû û ne jî merr dibû.. Her tiştek di ciyê xwe de mabû..Zivistanê şahîya xwe li Kurdisatnê saz kiribû.

Gundiyên ku bê hêzing mabûn, diçûn mala Hemik axa yê tijî û têr, pirsa kês û kayê dikirin.. Bo dewar û agirê malên xwe yêd rût û sar, stûyên xwe li ber Hemik axa yê dilkevir xwar dikirin. Ewî destbol bû ji bo fermandaran, axan û sermiyandaran, lê ji bo gundiyan qertelekî ser laşan bû. Wan soz didane wî, ku di wê sala nû de ji wî re merrê bikin û li havînê kêsa, ku dide wan tayî cihe û gênim bikin. Bi wan gelek zor bû, lê rê nîne û zivistan ji wî zordartire.

Cano yê kût jî rojekê çû mala axayê xwe, ku hinek êm bo çêleka xwe bîne. Axa ne vala bû, ji ber ku mêvanên wî hebûn. Cano çû bal jinêd Hemik axa û daxwaza xwe gote xatûna wî ya piçûk:

“- Xatûn! Tu dizanî, ku lingê min di vedana saringa we de şikest û nema wek berê bû. Min bi te û te bi Xwedê!”

“-Dema lingê te wilo xwar bûye, ez hîn  li mala bavê xwe bûm.. Here ba cae’ziya mezin, bila ew daxwaza te bi cî bîne.”

Gelek caran Cano li ber wê geriya û li dawiyê got:

“-Ger tu hinek kês û kayê bidî min; ezê golikê çêleka xwe bidim te.”

Xatûn şabû, pişt re got:

“ – Ezê têra mehekê kayê bo çêleka te bidim te, lê divê ez bo axayê te bibêjim.”

“- Malva..malava..!”

Cano berken bû, xatirê xwe ji xatûnê xwast û ber bi mala xwe ve çû, lê di dilê wî de xemeke nû pêda bû; ewê çawa golikê xwe bide xatûnê?!

Ro diçû ava û ezmanê sor hêdî hêdî reş dibû.

Li malê, Cano bêtirs gotina xwe ji jina xwe Medo re got. Medo bi xeyd û bê tewat got:

“- Tu bûyî çil salî û hîn jî çavê te li deriyê mala axê ye.”

“-Medo! Malava ! Tu jî sermezinî, lê tu ji bîr dikî, ku heya ez mêrê te me, ez mêrim û tu jinî..!”

Medo ji ciyê xwe rabû, çû xwe kire bin nivînê û got:

“- Mebesta te çî ye? Hi..hi.. Çima tu naçî hinek hej û hêzing bo me nînî?!”

Cano cilêd xwe yêd serve deynan û xwe xiste rex Medo, destêd xwe kirin bin seriyê xwe û got:

“-De binêr ! Medo çi dibêje ! Ax bila lingê min sax ba!”

Medo dêmê xwe bi aliyekî dî ve kir û Cano heylo stranekê kir:

Lê lê Xanê, Xana dinê !

Xan keçika apê minê

Mi Xan xwest û nedan minê

Mi Xan revand, dan pey minê..

Medo seriyê xwe rakir û got:

“-Hişbe ! Dengekî tê..”

Kutkutek li ser pişta maxê dihat û pişt re dengekî mêran:

“- Cano! Canoooo!”

Cano ji cî baz da û bi dengekî bilind vegerand:

“-Kîye hew?”

“- Ez Misto yê begvanim..”

“- Tu çi dixwazî vê şeva sar? Were jêr..”

“- Xwe bişdîne û zû were.. Axayê me te dixwaze.”

Weke agirê, ku ba bi ser de hile, Cano bi lez cilêd xwe li xwe kirin. Dengê Misto bi guvguva bayê re dihat.

“-Pir nemîne..”

“-Ez têm.. ( û bi nermî gote jina xwe) : Te dît çawa kayê û kês pir dibin?..Ezê ta sibê xirarê xwe jê dagirim..”

Lingêd wî bi ber kilaşan ketin, kirin pê û bi lez û bez bi derve de çû, çiraya malê bi lêsana bayê derve re vemirî.

Bi rê ve hizrêd xwe dikirin, kês û kayê li cihe û genimê dixist, tayî hev dikirin, bi tiliyên xwe dijmart..şevreşî mîna zîndanan bû, lê Cano rêya mala axayê xwe bêçav jî dizanî, wî kevir bi kevir dinasî..

Bi rewîna segê mala axê re hizrêd xwe birrîn, li dergehê da, dergevanekî vekir, girgira segan li paş wî hat..Cano li pey dergevan bi lingê xwe yî kulek ber bi eywana axê ve çû.

Pertava loksê ji odeya axê ve bi hêz bû. Gava Cano li pey dergevanî derbaz hindir bû, çavêd wî şevkûrkî bûn. Piştî Cano silav da, axayê wî got:

“-Cano! Oşlim! Divê tu herî gundê Remo axa.”

Cano bi nermî pirs kir:

“-Kîçax axam?”

“-Niha. Divê tu pîroznameyekê bo wî bibî. Kurekî wî ji dayîk bûye..”

Di ber çavêd Cano re, jina wî, çêla wî, xirarêd kayê, berf û alavêd agirî tevhev bûn, damarêd seriyê wî tijî xûn bûn, nizanî bû çi bigota, lê xweş zanî bû, ku Hemik axa ne ji bo kês û kayê ew xwastî. Bi tirs gote axayê xwe:

“-Niha?! Di va şeva sar û tarî de?!”

“-Erê niha. Qey tu ditirsî?”

“-Na..na..Tirsa min nîne.”

“-Eger tu ditirsî, were camek e’req hilde ser xwe, wê tirs bireve…”

H’em û Mem

Cankurd

1987

H’em û Mem pismamêd hevdu bûn, herdu ji gundekî bûn û piraniya jiyana wan a ku di nava pêncî û şêstî de, bi zehmetî qedandibûn, navên wan di çi kutik û defterên mîrî de nahtibûn nivîsandin, wan çi bajar û welatên dûr nedîtibûn, ne jî television, şano an sînema dinasîn û gava dibistan li gundê wan vebû, salên wan bêtirî çelî bûn û êdî çûyîna dibistanê jî nebû para wan.. Lê dîsa jî mirov ji wan hînî gelek tiştan dibû…

Li gundekî nêzîkî gundê wan dewatek hebû, ji wan re jî xilat hebû, lê ji ber ku ewan herdu belengaz bûn, kesek ji gund li hêviya wan nema, ku vêre herin dewatê.

H’em çû axura mala xwe ya vala, ji nav kayê tûrikê tutûnê, ku ji ber hêrişên cendirman veşartî, derxist û xiste berîka saqoyê xwe û çû mala Memê, da bi hev re biçin dewatê.

Memê gote H’emê:

-H’emo! Emê îro bê cigare bin?

-Çiye lo?! Tu her li cigaran dipirsî. Gava em xwe bigihînin dewatê, emê li wir pir cigaran bikişînin. Tu çi xema dixuyî? Li wir damarên xwe tijî dûman bike.. Ma tu nizanî tutûnê me qedexeye û eger cendirme me bigirin, wê me bersûc bikin û me talan bikin?!

-Ma emê tim ji qutiyên xelkê cigaran dagirin?

-Tu xema min mexe ! Ezê xwe biaborînim.

-Qey bi te re tutûn heye?!..

Bi hev re ji mal derketin û çûn.

Memê di rê de bi zimanekî xweşik û nerm H’em ji rê êxist, ku tûrikê tutûnê xwe derxîne û herdu li bin dareka zeytûnê rûnin û cigaran bikişînin. Dûman bi ser wan de belav bû.

H’emê gote Memê:

-Ma çima tu ditirsî, gava tutûn bi te re hebe?

-Welleh bavo! Ez ditirsim. Dibêjin: “Kurmê darê ne ji darê be dar nakeve.”

-”Erê raste..” He’mê bersiv da.

Memê got:

-Bavo! Ev keyê gundê me çi dixwaze, nizanim?

-Ew çi ji te dixwaze?.

-Ew mirovekî xinize û hertim dûvikê cendirman û serekên mîrî ye. Lo ez ku ve diherim, cendirme tên pêşa min û li tutûnê min dipirsin, berîkên min, nav lingên min û her dereka min tevdidin. Ez guman dikim, ku keyê gund wan dihevoje.

-Ma çi demê guman û rastî mîna hevdune?!.. Dibe ne wilo be..

Piştî cigareyên xwe kişandin rabûn û bi rêya xwe ve çûn. Memê got:

-Ez çi bêjim te?! Berî niha bi çend rojan biraderekî qutiya min ji tutûnê xwe dagirt û xiste berîka min, hîn ez ji nav zeviyê wî bi dûr neketime, min dît wa du cendirmeyên qolê “ên dij qaçaxiyê” ji wê ve tên, hema ez di cih de ji rê derketim û min kir, ezê nimêja nîvro bikim. Gava min fîlorên xwe danîn, min qutiya tutûnê xiste bin axê û min dest bi nimêja xwe kir, lê tirsa ji cendirman kir, ku ez tew nizanibim çawa nimêjê bikim. Di pêş çavên min re derbas bûn û hatin li rex min rûniştin û cigare kişandin. Bi rastî cigareyên wan jî qedexe bûn, lê ez çi bikim, dest destê wan e û kes nikare seriyê xwe li wan rake û dij bi wan tiştekî bibêje.

H’emê gotina wî birriya:

-Ew rûniştin?

-Erê welleh.. Min nimêj kir û wan cigare kişandin, neçûn û ne jî axivîn, nola du qertelên, ku li hêviya mirina hespekî pîr mane, ku xwe bavêjin ser laşê wî û wî bixun. Hêdî-hêdî tirsa min kêm bû, lê ewan neçûn. Ewê mezin ji wan Kurd bû, bav û bavpîrên wî koçerên çiyayê Gewr bûn, ji wir hatibûn li Efrînê rûniştibûn û gava Fransizan ketine welêt, bavê wî li ba wan bû dergevanê serayê û gava E’reban welat bi dest xwe ve anîn, kurê wî bû cendirmê qolê..Ez çi bêjim?! Pişt li min westiya û kabên min sist bûn, dîsa jî min xwe girt û min her nimêj kir. Ewê Kurd bi şîşeka hesinî ya zirav li dora xwe hut erdê dikir û li qutiyê digerî, lê qutî di bin lingên min de bû. Gava ez reht û mendû bûm û kanîna min nema, ez rûniştim, min silav da herdu aliyên xwe û li benda pirsa wî mam:

-Memo! Kanî qutiya tutûnê te ?.

-Iro bi min re nîne. Tu dikarî lê bigerî.

Wî bawer kir, ku qutî bi min re tuneye, loma cigarek ji pakêta xwe derxist, da min û rabû, çû..

Piştî vê axiftinê dêmê Memê geş bû û ji hişê xwe razî bû, ku çawa wî cendirme xapandin. H’emê gotê:

-Tu mirovekî pîlangerî..

-Erê..

Dilê Memê bi rê ve careke dî cigare xwast, gote H’emê, lê H’emê kir, ku daxwaza wî nebihîstiye, Memê piştî çand gavan dîsa got:

-Tu reht nebûyî, H’emo.? Ka em li bin va zinara bilind piçekî rûnin..

-Na..na ! Ne em niha rûniştin? Ez newestiyame û dilê min jî cigaran naxwaze.

Mem têgihîşt, ku H’em naxwaze cigarekê bide wî, êdî bêdeng li rex wî boriya û hizrên xwe kirin.

Ji dûr ve gumguma dihol û zurneyan hat guhên wan. Memê carekê li H’emê niriya û di cî de rovîtiyek mezin ket hişê wî, hema got:

-Wer em dîlanekê bigrin û kela dilên xwe birjînin.

-Ma tu dîn bûyî, Memo..?!

-Na welleh..! lê dilê min dixwaze em bireqisin..

-Kuro! Dilê te çi dixwaze û çi naxwaze..?! Hertim cigare û kêfê divê.. Ma nema viyana dilê te dimire?! Qey tuyê sed salên din bijî?

-Çima bira? Ma ne em diçin dewatê?

-Raste em diçin dewatê, ji ber ku bo me xilat heye.. Gava em gihan wir, emê têkevin dîlanê, ta em diwestin.. Ez dibînim şerme, ku em li vê çolê dîlanê şên bikin.

Mem ji wî negerî, sê caran gotê û ji wî hêvî kir..H’emê got:

-Tu dizanî bo çi ez tutûnê xwe vedişêrim?

-Erê! Ta ku cendirme te negirin.

-Ha..Malava..! Tu dizanî bo çi ez reqs û semayê nakim?

-Ez vê nizanim.

-Rojekê ez li ber pezê mala axê bûm, ez bi tenê xwe hosan bûm û min nizanî bû çi bikim, heya dengê dihol û zurnê ji gundê hanê ve hat guhên min, ez rabûm û reqisîm, li ber dengê dihol û zurne ya ji dûr ve dihat, ez çûm û hatim. Ew awayê gavek bi pêş de û yek bi paş de..Ez gelek kêfxweş bûm, ha min dît ez di binê çalekê wer bûm. Ez heya hêvarê di binê çalê de mam, ta ji gund hatin û ez derxistim.

Memê got:

-Te ev çîrok ji min re sed caran hewaldaye..

Memê dizanî, ku wê H’emê hemû çîrokan bibêje, ta cigarekê nede wî, loma got:

-Her bawer bike, ez ne ji bo cigaran dibêjim te..Dilê min reqsê divê..Wer em herdu bi hev re hilpekin û dapekin, weke çawa em bi hev re di ewîltiya xwe direqisîn.. Li dewatê jî emê vehesin û cigaran bikişînin.

H’emê bawer kir, ku Mem cigaran piştî reqsê naxwaze, êdî gotê:

-De were, mirina bi heval cejn û dewate.

Herdu pîremêr li ber dengên dihol û zurna, ku ji dûr ve dihatin, hilatin û dahatin, dîlaneke xwe ya gumreh bi hev xistin.

Gava dengên dihol û zurnê hatin birrîn, herdu westiya bûn, li hev rûniştin û bû hilkişa sîngên wan.

Icar dilê H’emê jî cigare xwast, destê xwe avêt berîka xwe, ku tûrikê tutûn derîne, destê wî di berîka vala de geriya, berîka dî jî tev kir û berîka şewlerê xwe jî..Lê mixabin! Tutûn tune. Rabû û li ciyê dîlanê geriya, solên xwe bi binê axê xistin, vir de çû, wê ve çû, tutûn tune..

-Ku ve çû…?

Piştî, ku gumanên wî li ser Memê pir bûn, pirs kir:

-Memo! Te tûrikê tutûnê min nedît?

Mem rabû ser xwe û bi dest û lepan axivî:

-Wey babo! Çi dizanim, dewate, dîlane, xelk û a’lem pir bûn, ma ez ji ku ve dizanim tûrikê tutûnê te kê bir..H’emê ku nedihat xapandin û baweriya xwe tenê bi Memê dihanî, kete bîreka bê binî, ji ciyê xwe rabû û hêdî-hêdî bêdeng bi rê ve çû…

Ji wê rojê pê ve, H’emê me bi tenê xwe diçû deran û baweriya wî bi dostên mîna Memê kêm bûbû û careke dî li ber dengê diholên ji dûr ve nediket dîlanê.

Kurê Hesen

Cankurd – 1988

(Di “Rewşen” de, hej. 3, sala 1989’ê di bin navê Sersêv de hatye belavkirn)

Di mirxa (qab, binzemîn) zîndanê de, Hesen û gelek hevalan rûniştibûn, bo tevan fermana darvekirinê derketibû. Hene xort û ciwan bûn û hene ji wan mêrên navsalî bûn. Ji roja, ku rê dane wan, cigaran bikşînin, pênûs, kaxezên nîsandinê û tenbûran bistînin, zîndana wan hatibû guhartin. Raste ku lêdan û gotinên dergevanên bendexanê hertim dijûn û pîs û bê mirovî bûn, lê piştî gelek berxwedanên xwebirçîhêştinê û serhildanên xwînî, zor û setema faşistan ko bûbû an jî nema hikariyê li wan dikir. Çendekan ji wan li ser têkoşîna çekdarî û Imperyalîzmê diaxvîn, hinekan xwe fêr dkirin nivîsîna kurdî ya ku qedexeye, yekî simbêlên xwe badidan û hizrên xwe dikirin, tenbûrvanekî têlên tenbûra xwe li saz dixistin.

Hesen ji bihna cigaran dilteng û hişgerm bûbû, lê ji ber ku bo cigarê çi çare tune bû, bêdiliya xwe ji hevalan re nedihanî ser zimên. Ji ciyê xwe rabû û ber bi deriyê asinî ve çû, destên xwe dan ser şîşên sar û eniya xist nav du şîşan, ku hinekî bayê paqij bikişîne û dilê xwe fireh bike.

Hesen çavên xwe girtin û guhdariya solên pawanekî kir, yê ku li derve xwe pêça bû û ji serma û qerasê nikarî bû di ciyê xwe de rawesta. Hesen ji bîr ve çû, ku ew di qabeka kûr de ye, di binê zîndanê û di paş heft deriyên asinî de ye. Jîna wî ya bihorî di ber çavên wî re çû, heya bîst saliya wî ji şivaniyê û çend salên dibistanê pêve tiştekî granbiha tune bû. Gohaztina wî bi dotmamê re, bûyîna kurê wî yê ku niha duwazde saliye û girtina wî piştî reveke bi mehan û xweveşartineke di şikeftan de, hatin bîra wî.. Hesen di nav şîşan re derbas bû, mîna firindekî di ser dîwaran re, di ezmanê sayî re, li ser basikên bayê qerisî, ber bi mal ve firiya.. Careka dî ew roja, ku ji bîra wî naçe hate pêş çavan..ew şeva, ku jina wî ya ciwan li ber çavên wî û li ba hevalên wî mîna niştiman mezin û biha bûye.. Hesen û du-sê hevalan di mal de bûn, hevaleka keçik ji wan re li ser paşeroja tehl û tijî çetinahî diaxivî, digot:” Vaye Cunta hat ser deselatiyê. Wê bixebitin, ku me tevan bigirin, wê bizavekê bikin, ku çi têkoşer nejîn û pirsa Kurdistanekî serbixwe û azad careka dî netê ser zimanan. Divê em hişyar bin, xwe nedin dest wan..îro hatine vî gundî jî, ewan mîna segan digerin, gundiyan didin ber lêdanê û li me digerin..bila em pilanekê deynin, ku em belav bibin û li dervey gund hev û din bibînin..” Hesen eniya xwe misdida û dipirsî:” Gelo! Emê kuve herin? Ewan hemû şikeftan nas dikin û ên nas nakin jî, bi rêya ajan û nandozan diçin ser wan, an jî bi zor û lêdanê gundiyan didin pêş xwe û li çol û baniya digerin..” Hesen seriyê xwe rakir û got:” Hevalno! Bi a min be, emê xwe li sinca malê belav bikin û bi van du-sê tivingan şer bikin, heya mirinê. Ma emê kuve herin?..” Hevalekî dî yê mîna kelahekî gir û bi sur bû, got:” Heval! Emê bi van tivingan çi bikin? Bila em niha xwe nedin dest faşistan, emê vegerin û tola hemû zordariyên, ku li gelê me kirine, hldin. Emê bi zanîn û hêz vegerin û li hember wan şer bikin..” Di wa axiftina wan de, kurê Hesen ji pêşmaxê hat li paş bavê rawestiya, tiştek bi dizî gote bavê xwe û vegeria. Dêmê Hesen zer û sar bû, hêstir di çavên wî de civiyan, ji cî rabû û got:” Tiştek nîne, hevalno! Ez têm.” Hevalan li hev û din niriyan û bê deng man. Hinekî ma, Hesen nehat..hevala keçik ji cî rabû, got;” Çavên Hesen tijî hêstir bûn, ezê binêrim, ka çi qewmie!”. Hevala keçik derbas bû maxa pêşîn, dît ku Hesen, jin, bav û kurê wî bi çavên tjî hêstir li ber seriyê zarowê wan ê sê salî civiyane û çavên gişan tijî hêstirin. Hevalê ji xwe re got; “Dibe zaro nexweşe, lewma ewan di xwe de disojin..” lê gava xwe bi ser zaro de xwar kir, dît ku nalive, pirsî:” Çi bûe?..

Dayîkê seriyê xwe rakir û bi nermî got;” Serê te sax bit, heval! Zarokê min miriye.”

Bavê Hesen zarok şuşt, xist nav kefen û rûnişt, bi ser wî de çend ayet ji Qurana pîroz xwendin. Di wê demê de, li maxa paşîn teviya hevalan û jina Hesen bi hev re diaxivîn. Hevala keçik gote jina Hesen:” Wê baştir be, ku hûn hevserên (cîran) xwe şar bikin (îlm bikin), ta ku nebêjin bo çi kurê van mir û em şar nekirin.”

Jina Hesen lê vegerand:” Heval! Gava pisîka mirovekî bimire, wê li ber bikeve. Hemû dayîk bi ser zarowên xwe de digrîn, lê min nekir, ta kesek netê mala me, eger bên, wê we di vir de bibînin û we bidin dest faşistan.” Hevalekî got:” Ka em herin îşev veşêrin.” Hesen got:” Na heval na! Emê  îşev, ber destê sibê ji mal derkevin, sibê wê bavê min tev kurê min ve, zarok bibin çal bikin.”

Piştî ku biryara xwe dan, Hesen gote jina xwe:” Hêviya min ewe, ku kesek nebihîse tu digirî, heyanî em ji mal bi dûr dikevin.” Jina Hesen li wî vegerand.” Hûn dikarin di mal de bimînin, sibê ezê bi bavê xwe re herim nav goristanê, em nahêlin kesek bizane, ku heval di vir de ne.” Hesen li jina xwe temaşa kir û got: “ Eger ez hatim girtin an kuştin, hêviya min ewe, ku kurê min î mezin Niştiman neçe dibistana tirkan.”

Jina Hesen seriyê xwe hejand û çavêd xwe yên tijî hêstir maliştn.

Çîngçînga zincîr û deriyên asinî, qîrîna bendiyekî di bin lêdanê de, Hesen ji mal vegerandin binê zîndanê..dît ku destên wî mîna hêzingan şil û qerimî ne, seriyê xwe bi şûn ve da, çû ser ciyê xwe rûnişt û hêdî hêdî xwe tev axiftin û gotinên hevalan kir û gava sira axiftinê hat wî, got: “ Dibistan a tirkî rê li bîr û baweriya Kurdistanekî serbixwe dibirre, divê em çanda tirkî ji Kurdistanê rakin..”

Di nav dûmanê cigaran re, seriyê Hesen di ber şor û gotinan re dihejî û bi hevalan re heya ber destê sibê li ser Kurdistanê û çanda tirkî ya faşist dipeyivî.