Hamêd Bedirxan

Cankurd

Hamêd Bedirxan Hozanvanekî mirovnêz bû Baş tê bîra min. Piştî reva Ereban a mezin bû li ber Îsraîl di cenga 1967’ê de, em xwendekarên dibistana navîn, ku çavên me taze li pirs û kêşeyên ramyarî, çandeyî û netewî vebû bûn û bi taybetî li pirsên çînî û fîlosofî..Me gellek pirtûkên, ku dihatin wergerandin bo Erebî dixwandin û gava pirtûkeke bi Kurdî bi dest yekî keta, êdî ew padişahê me bû, em li ber û dora wî digeriyan, ku wê pirtûkê bi dest xwe ve bînin û bixwênin.. Di wê demê me gellek zanayên ereb ji mamhostayan dinasîn, lê kurdekî fena wan bi çandeyê dizanî pêrgî me nehatibû, me nedîtibû.. Ez heftê carekê an du caran diçûm ba hinek mamostane kurdên komonîst û bi wan re diketim peyv û gengaşan li ser kêşeya netewî û li ser hinek pirsên çînî..Ez ji wan pir fêr dibûm û min pir pirtûk ji wan dibirin û dixwandin, lê bîr û baweriyên min cuda bûn ji yên wan û di pirsa netewî de em tersî hev û din diçûn.. Rojekê min li ba wan destnivîseke xweşxêz bi zimanê erebî li ba wan dît, hozaneke nûjen bû ya bi navê “Ricûu’n mîn Waterloo: Vegerek ji Waterloo” û pareke din ji hozanekê, ku bi navê “weseka min”..Min ewan xwandin..Ez gellekî bi wan hikar bûm, lê zimanê wan ê erebî jar bû, tê de pir şaşiyên çûnivîsê hebûn.. Ji min re gotin, ku evan hozanên Hamêd Bedirxan in û ew kurdekî ji bakurê Kurdistanê ye, mala wî li gundê şîyê ye, li ser sînorê ye, pir hejar e û pereyê wî bo çapkirina destaneke hozanan nînin.. Min pir hez kir, ku ez wî binasim û di demeke kin de ew ji gund hat Helebê û min ew li mala wan mamhostayên çep dît..Xortekî mîna min di destpêka hişyariya xwe ya ramanî de, dê çawa kanibe li ber lehiya çemekî mezin ji çand û dûrok û hozan û serpêkên ramyarî û ramanî raweste..?! Bi rastî ji wê dîtinê ve, em bûn dostên hevdu û hercarê ew dihat Helebê, dihat mala me jî. Destpêkê bavê min digot: – “Kurê min ev komonîst e û çil salî ji te pîrtir e, tu çawa li gel vî bûyî dost?..” Min jî bersiv didayê: – “Ma ne hemî dostên te yên, ku tu bi wan re bi kaxetan û tawlê dilîzî, tev komonîstin..” lê piştî demekê êdî bavê min jî bûbû dostê wî .. Wek ji min re ewî bi xwe gotiye; ew helbesta “Vegerek ji Waterloo”, ku bi rastî yek ji hêjatirîn parçeyên bijarte yên hozanên wî ye, gava di karê avahiyê de kar dikir nivîsî bû, tenekeyên tijî çemento li ser milên xwe radikirin û di silimek darî re hildikişî, da nanê zikê xwe bistîne..Ewî digot: “- Karkir û xudankar bawer nedikirin, ku helbesteke mîna wê ji dest min derketiye..” Di wê helbestê de ew reva Ereban ya ramanî, reva hişê êldarî û reva sosyalîzma netewî û kêmhişiya çîna serdest û deselatdar tîne zimên..Dixwast bo Ereban bibêje, ku pêwîste ewan hişê xwe biguhêrin û ji reva 1967’ê fêr bibin.. Ew hozan hat belavkirin û navê Hamêd Bedirxan êdî ket ser gellek zimanan.. Hamêd Bedirxan bi windakirina Nazêm Hîkmet hikar bûbû, pir ew dihanî ser zimanê xwe û ji min re li ser Hemzatov, Lorka, CHE Geovara û pir qehremanên şoriş û çandeya çep dipeyivî.. Ez ji wî fêr bûm pir tiştan, tenê gava serxweş dibû, ez jê dixeyidîm ji ber ku ez dij bi noşîna mey û Ereqê me û min hez dikir ew bipeyive û cîhana min a çandeyî bi zanîna xwe dagire, fireh bike.. Hamêd ji aliyê diravî ve pir hejar bû, lê ew pirtûkxaneya hozanvanî û ramyarî bo gellek xwendekarên kurd bû..Hozanvanên ereb hîn ew baş nas nekiribûn, lê di nav Kurdan de pir hatibû naskirin.. Pişt re Li nav Ereban navdar bû. Gava ez bi wî re li ser Kurd û Kurdistanê dipeyivîm, di wan salên pêşîn de ji hevnasîna me, ji min re digot: “-Ena lestû mîn wetenîl eşîre: Ez ne ji niştê êlê me.”. Lê min bihîst, ku Hamêd Bedirxan di salên dawiyê de ji jiyana xwe piçekî bêhtir ber bi pirsa netewî ya kurdî ve hatibû û li ser tevgera netewî ya kurdî jî dipeyivî û tozeke Kurdînî jî xistibû nav hozanên xwe..Mixabin! Em ji hev bi dûr ketin û gava hatiye Almaniya, hinek xêrnexwaza nehêlan ew min bibîne.. Hamêd Bedirxan nedixwast pir li ser ciwaniya xwe bipeyive, loranî ew diêşiya gava li ser wê demê dihat pirsîn..Lê diyar bû, ku ew di jiyana xwe de pêrgî pir serpêkên bi hêstir û girîn hatibû.. Ji min xwast, ku ez hinek hozanên wî wergerînim bo Kurdî û du caran jî helbestên xwe bi Kurdî ji min re xwandin..Wî rexneyên xwe li nivîs û hozanokên min dikirin û şanoweke min abi zimanê erebî li gel xwe bir, ku jê re sergotinekê binivîse, lê me hev û din piştî wê nedît, ez çûm bendexaneyê çûn û hatina wî jî kêm bû.. Digot: “- Bi Erebî binivîse, da tu navdar bibî, pişt re bi Kurdî jî binivîse..” Lê mixabin! Min gellek hez dikir, ku fêr bibim nivîsîna bi Kurdî û tevî ku ez bi Erebî baş dinivîsim, lê di wan salan de tenê min sê gotar bi Erebî belav kirin..Tiştên, ku min bi Erebî jî ta niha nivîsandine, giş mane, min nedane çapkirinê. Min hinek helbestên Hamêd Bedirxan wergerandin, lê ewan li welêt man û ez nizanim çi bi wan hat..Destana wî (Li ser rêyên Asiya) ku bi Erebî ye, hat ji min re, lê mixabin! Ew destan jî Feuzî Etroşî ji min bir û venergerand.. Di pirtûka min a hozanê de (Dilopeka xwîna dila) hozana tev paşîn ya Hamêd Bedirxan e, min ji Erebî wergerandiye û navê wê (Leşkerên Hêviyê) ye..Destpêka wê jî wilo ye: “Werin zarokno! Zarokên welatê min! Zarokên hemû welatên cîhanê! Em ji çavên xwe hêstirên sotinê, dudiliyê û keserê bimalin…” Ez dixwazim di vê navê de du bûyeran li ser Hamêd Bedirxan bînim ziman: Carekê hat mala me û di wê rojê de min bihîstibû, ku polîsên veşartî dîsa hatine mala me, li min pirsiyane..Hamêd Bedirxan ji diya min pirsî, ka bo çi hêstir ji çavên wê dibarin, diya min ji wî re ew nûçe got, Seriyê xwe bada û bêdeng ma, hîç tiştek negot, lê min dît, ku hêstir ji çavên wî jî dibarin.. Min ji wî re qehwe anî û gotê: “- Mamoste! Tu bo çi wilo xemgîn bû?!” Gote min:“- Te ciwaniya min anî bîra min..Erê ma hîn kurdek li ser rûyê zevînê heye neketiye zindanê?” Pişt re gote diya min a, ku leganeke tijî gul li ber wê bû: “- Gul hatine pêdakirin, ku mirov li wan temaşa bike, wan bihin bike, ne wan biçirîne, ku bike şîrone û leçer..”..Ew ji ciyê xwe rabû, destê xwe li milê min xist û got: “- Eger tu dixwazî bibî mirovekî mezin, li pêş binêrin û rêya xebatê bernede..” Carekê jî em di nav pirtûkan de li odeyeke min a piçûk rûniştibûn, gote min:“- Ez ji diho ve gellek tûre bûme, xeyidî me..” “- Çima mamoste?!” “- Dihonî ez û serekekî tevgera kurdî li maleke Kurdên komonîst bûn, me bi hev re Ereq vedixwar.. Me ji radio bihîst, ku Mela Mustefa Barzanî koç kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. Ewê ku xwe serekê tevgera netewî dizanî, keniya û çepik lêdan û got: “-Vaye em ji pîrê kevneperest azad bûn”..Hamêd got: “- Wijdana min negirt, ez di cî de rabûm ser pêyan û deqeyekê bêdeng ji bo hurmeta Mela Mustefa rawestiyam..Lê mixabin! Min Ey Reqîb nedizanî…Ew qehremanê azadiyê bû, bîr û baweriyên wî ne mîna yên min bûn, lê ew ji bo azadiya gelê xwe xebitî.” Hamêd eve got û cigareya xwe kişandm dîsa bêdeng bû.. li pirtûkan û li dora xwe nêriya û bêdeng rabû çû.. Bi rastî min di Hamêd Bedirxan de hozanvanekî jêhatî û mirovnêz nas kiribû ûez pir ji hozanên wî hez dikim û bi naskirin û dostaniya serbilindim. Lew re min hinek ji helbestên wî vegerandin Kurdî: Leshkerên Hêviyê! Hamêd Bedirxan / Şam 1983 / sala 1985Cankurd Wergerandina: ( Ev hozana xweşik berî lêdana hov a World Trade Centre bi 18 salan hatiye nivisandin) Werin zarokino! Zarokên welatê min Zarokên hemî welatên cîhanê! Em ji çavên xwe hêstirên sotinê, dudiliyê û keserê bimalin.. Em dest bi lawajanên xewê bikin …û bi yek dev…. Bila bi bahozan re li hemî cîhanê belav bibe.. Di deryan û çiyan re Bi bajarên mezin re.. di oqyanûsan re. Gava ez piçûk bûm Navan ez ditirsandim: Îskenderê makdonî, Cengîz Xan Daryosê zordest û Kîpiyadês Û gava Teymor Leng dihat bîra min Min tuf ser axê dikir! Ez ji darên rengê hovan ditirsîm Wek çawa hûn ji kuştiwarê Guevera ..û Lomomba, ji kuştiwarê gelan heznakin… Di şevrêketinên xewna min de Ez bi Huseyn û laşên çola Kerbelê re dimam Lê, hûn di xewnan de Termên, ku di devên segan de dibînin Li çola Sînayê.. Sebra û Şatîla.. Li Sohr û Sayda..Salvador û Prêtoriya.. Kêr di stoyê çûkê de ye.. Gava em piçûk bûn, Napalm tune bû Lê bîranînên bi sotin Sungiyên serbazê reş di nav leşkerê General Goro de.. Em çiqas digiriyan – ez digiriyam- me zarokan.. Bi ser şehîdên deşta Girante de ..û çiyayên Astoriya.. Çiqas di bîra me de bûn, Wêneyên Hemze, Huseyn û Rustem.. Lê hûn, bi navên Cemîle û Guevera yê mêrxas Zorba û Mazlum dipeyivin.. Çi caran ez bi Danton û Mara re ne bûm Ez bi Babov re bûm.. Lê hûn, bi min re niha Mehmûd Derwêş û Tewfîq Ziyad dixwênin.. Werin zarokên welatê min …û zarokên hemî cîhanê…. Em rêzên xwe bikin yek Pêlên ji xeydê Pêlên ji hezkirinê Bi hev re bilivin… ..û li wir..li hêviya nan û chokola.. Li hêviya dêmên kenok ên dayîkan.. Em şer bikin dostino! Zarokên welatê min û hemî cîhanê Dij bi çekên neotronî û Amerîka.. Ji bo defteran, nivîsaran û avê Ji bo ezmanê şîn û firindan Ji bo genim û gulîlk û baxan… Werin em bicivin, hemî piçûkên cîhanê! Leşkerê me wê pir mezin be Ji çendek zarokan Wê leşkerê me ber bi rojên şirîn ronak ve bibore..!

———————————-

Ez li kushtiwarê Lorka digerim

Wergerandina ji Erebî: Cankurd

(Wek em dizanin Hamêd Bedirxan komonîst bû, pir ketibû bin hikariya Nazêm Hîkmet, û tevî ku Kurd bû jî, lê xwe ji netewayetiya kurd diparist..Em demeke dirêj dostên hev bûn û pir dihat mala me li Helebê, em li ser kêsheya kurdî bi hev re dipeyivîn û rêzgirtin ji dîtina min a neteweyî re diyar dikir, lê digot jî: Ez ne ji nishtê êlê me! ..Dixwast ez bibim niviskarekî bi nav û deng..Lê mixabin! rêyên me ji hev cuda dibûn..û min daxwaza dilê wî bi cih ne anî… Min du parçeyên hozanên wî ji Erebî wergerandin bo Kurdî, yek ji wan eve ye û ya din jî (Leshkerê Hêviyê) ye, ku di dîwana min ( Dilopeke xwîna dila) de ye.. Gava min Hamêd Bediraxn nas kiriye wî (Vegera ji Waterloo) bi destnivîs teva kiribû, ez bi wê helbestê pir hejiyam..Hêviya min ewe, ku ez wê careke din bibînim û wergerîn zarê dayik û bavê Hamêd Bedirxan, Kurdiya, ku jê hez dikir, pê dipeyivî, lê nekanî bû pê belav bikira..Ew binzor bûbû bi Erebî belav bike, tevî ku pir caran nivîsên wî pêdiviyê serrastkirina zimanî bûn.) Ez li ser sîvlekên bajar û zireyan (1) rawestiyam Ez hemî qeraxan, zinar û qûm û çêkirgehên keshtiyan dibînim!.. û mala miriyan… Ez lêdigerim: Li kushtiwarê Lorka?!.. Ez ketim nav taxên gelêrî yên nebedkirî Li gel kushtiwar û dizan rûnishtim.. û bi shevan, di havîn û zivistanê de, geriyam li kushtiwarê Lorka… Ez daketim kûraniyên zevînê (2) Di çalên komira kevirî de û bi wêrekiyeke mezin Ez pêrgî alafa “Girîzo” (3) hatim û dîwarên heriftî.. û rêyên hishbir.. û qîrînên karkiran!.. Ez li kushterê Lorka geriyam!.. Ez li wir bûm, di nav zireyan de Li gel talankeran Li gel serbirr û dêwên bahozan û têwerkirinan.. û ez li kushterê Lorka geriyam!.. Ez li bayan suwar bûm Li qantir, Li tirênan û li keshtiyan… Min pir mîl (4) ji maweyan (5) û bê jimar derbas kirin… Ez qûma sehraya û badê (6) çolistanan bûm.. Ez li bin konan Li gel shivanan.. Shîrê miyan Karwanên hêshtiran.. Avên shor Di avçalan de bûm.. Ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Ez di ber kenarên çeman re boriyam… Li nav beyaran, rezên tirî û zeytûnan… Zireyên pêldayî ji sundisê kesk Dîmenên guhartî di her awirekî de.. Desht û dûzî, gelî û gir..û çiyan.. Çemê Tace (7) û Xirnate, bajarê berbangê (shifaqê)! Aasî Garon Donaw Antakya Bordour Komara gelêrî : Taborîth (8) Sala hezar û nehsed û hinekî.. Ez li kushtiwarê Lorka û komarê..geriyam û min gotinên Wolter, ku di ber Kala de kirine, bihîstin.. Skala.. Volî Berger, Tabu… Çayxaneyên shevî û kabarêt Dîdarên balkêsh, shirîn, tirsavêj û lezok… Min yarî li gel keçên nûgihayî kirin… Min jinebî hembêz kirin.. û li gel mêrkiriyan bi hêzeke bê wekanî raketim.. û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. ( 2 ) Min dasika xwe li gel palekaran hilgirt û bi zûkî ji xew rabûm.. Min ceh û genim çiniyan.. û bi tiliyên xwe yên hozanî pembo çiniya tayên nîsk û colbanan hilkirin.. û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Ez li ber shewqa hêvê li ser bêderan raketim Min çêrok û efsane ji devê cotiyaran bihîstin Li ser axatiyê, evîn û mirinê û li ser kedxwarinê.. Min shevên bi tirs di jêrzemînê de borandin Li gel kablîzkan (9)..di qulînên wan de… û ez li gel mezelkolan (10) mam Ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Min endizyarî kir, felsefe xwend û aboriya ramyarî.. û min diploma torevanî û rojnamevanî stand..

Ez bûm rêhevalê kotan (11) û malvesharan..

Min ji kenalên romanî vexwar û min çemento hilgirt qatên bilind

û ez di karê ramyarî de bi cih bûm û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!..

Min kesek nedît Min nedît! Min nedît!.. (3)

û min dest bi koçkirinê kir ji dergehê wê yê fireh de bi nav tarîgehên dûrokê de.. Ez bûm rêhevalê Gulgamêsh Ez bûm Enkîdo..

Min burca Babil ava kir…

Min ji Semîr Emîs hez dikir..

û Roksana…

Min Ehram ava kirin

Ez yek ji wan karkiran bûm, ku bi hezaran mirin

Ji ber Belharsiya û Malariya Min bi gayan re qutê kir..

û ez hêzdar, wêrek bûm di rûyê komplo û xinizlîskan de rawestiyam

Di Pireya Keseran de û Dadgeha Teftîshê de…

Lê ez bi ashên bayî re neketim pevçûnê..

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!

Ez li gel shah û Imperatoran bûm sultan û shahzad û kerdînalan Ez li gel keyser bûm Prothos hêrish ser min kir…

û min al hilgirtin..

û min di kolos û kelehan de venan û li ser destên Spartacus û Babekê Xuremî..

Ez li ber maseya li hev bihakirinê rûnishtim, Li gel Antonio û Cleopatra!..

Ez hozanvanekî salbiçûk bû û ez bi xweshnûdî pêrgî mirinê bûm û min seriyê xwe kir bihayê wê shevê…(12)

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam…

Min bi evînê bawer kir..

Poshkîn, Lêrmantof û Vîrgîl Ovîdês Dantê û Mîlton…

Di Fîrdewsa windayî de û li ser devê dûjehê û rêçala Daryal..û..

Inîyîd..

Min bi evînê bawer kir..

û bi Zerdesht ..

û Boda..

û Konfoshyûs û Mesîh..û Muhemmed…

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!..

Xedîce li pêsh Mîhrabê bû…

û Meryem bo cîhanê û bo hejaran berken dibû..

Delîle di razangeha Shemshûn de bû..

La Martin li pey seleceya Coslîn bû…

û seriyê Domînîk li ser kabên Êlîwar bû û Êlza bo Aragon dikeniya… ( 4 )

Ez bi kushter û kushteran re, û bi kushtî re jiyam…

û ez li kushterê Lorka geriyam!..

Ez tev li ceng û shergehan bûm…

Ji Troya ya xiniz de Ta bi Boatiyê

Ji Cenga navxweyî ya espanî ve

Ta bi Cenga Bon û ez bûm rêhevalê Hanîbal

Di rêçalên çiyayên Alp de..

Li kî derê ye niha Evdilrehman El-Xafiqî Charl Martin..

û Jokof û damekirina Berlin?! (13)

Loyed Goerge Clêmanso Hitler û Eisenhauer!?..

..û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. E

z ne ji (Intelegenc Service) (14) bûm an ji Gestabo Ez ne ji mêrên dema Evdilmalêk Merwan û El-Muntesêr Bîllah bûm..

Ez cotkarim Di birçîbûna xwe de Di evîna xwe de Di gundê xwe de Ez li kushtiyarê Lorka digeriyam!..

Carekê jineka falgîr (15) bo min got:

– Bo çi tu li kushtiwarê Lorka digerî?

Ma ew ne li her dereka ku te serî lêdayî ye.

Ew di zireyê de serdarê keshtiyê bû..

û di hishkiyê de: Shah..

û shahzad û shahên komir û qesdîr û hesin in..

Rockfêler, Ford Seyid û bankin…

Li deshtan ew Axa ye..

Li bajaran ew sermiyan e..

Di evîna (serdema Neotronî) de ew dilber e…

Hemî kushtiwarên, ku li dora selece ne..

Ên xayîn in û (bihayê zêde ye)…

Nezanîn û belengazî û nesaxî û tu yî ewa ku li tenishta min rûnishtî û bi min re dixuyî..

bohîmî (16)..

nîshanbazî suryalî…

Tu kushtiwarê Lorka yî..

Ez, tu û em..

Hemî ewên ku li ber bûyerên rojane radiwestin Destgirêdayî û bêlayî…

Ên kushtiwar in…

Rabin…ji xewa xwe..

Ji kêfnûshiyê xwe…

Em naxwazin, ku careke din bimirin Lorka û Goevara…

û Lomomba…

—————————————–

01- Zire : Behir, Derya

02- Zevîn : Erd, Zemîn

03- Girîzo: Shêweyekî shikeftên komira kevirî ye, pir caran diteqe û gellek karkir tên kushtin

04- Mîl: Dora 1600 Metr e

05- Mawe: Mesafet û dûrî

06- Bad: Ba

07- Tace: Çemeke li Espanya

08- Taborît: Komareke gelêrî, sosyalîst, tobawî ye, ku gelê wê cîngane (Qurbet) in, li çiyayê Karbat ûderdorên wê dijiyan

09- Kablîzk: Kabcî û qumarcî

10- Mezelkol: Ewê li goristanan kar dikin û goran dikolin

11- Kotan: Ewê ku kar ji binî ve kirê dikin û bi pareke mal an pere dixebitin, wek muteehêd û Kirêkaran

12- Hozanvanê salbiçûk di hozaneke Poshkîn de shevekê ji sê shevên Cleopatra dikirre û seriyê xwe wek biha dide

13- Damekirin: Hîsar û ji wê lîska Dame (nehberk û sheshberkê) hatiye

14- Mebest CIA -Karbidestiya hêminiya Amerîkî ya namdar e

15- Falgîr: Ewê / Ewa ku tê re dinêre, pasheroja mirov jê re dibêje.

16- Bohîmî: Ji navê Bohîmiya hatiye, ew jî navçeyeke ji Swîsra, dibêjin ku berê li wir jin û mal tev li hev bûn, hevparî di her tishtekî de hebû.

Gotin

Wergerandin ji Erebî: Cankurd 1980

Kulîlkek biçûk got: Ez naxwazim di zivistanê de bimirim Ji ber ku serma ye…berf û baran e…

Çûkeke biçûk got: Ez naxwazim di bin ewirin reş de bimirim

Mizgînê jî got: Ez naxwazim bimirim, ne li zivistanê û ne li havînê… Zivistan sar e, qerisiye… û havîn germ e, bi tîn e… Gişa ji Biharê hez dikirin… Lê dûrokê, û serpêkan (1) Em hokirin, ku mar jî li Biharê şiyar dibin û di nav geya de davk û kemendan ji çûkan re vedigirin…

De bila em şiyar bin..

________________________________________ (1) Serpêk: Tecrube

Advertisements

Iran di dema padishahên Taîfeyan de

جان كورد

kurdistanicom@yahoo.de    https://cankurd.wordpress.com   https://www.facebook.com/madmiro1

 10.07. 2012

Nivîs bi Farsî: Etabekanê Lur

Wergerandin bo Erebî: Mîr Akreyî 

Ji Erebî wergerandin bo Kurdî: Cankurd

(Jêder: Mehnameya Çapar, Jimar 59, sal 2012)

(destnîșanên binî yên Mîr Akreyî ne)

((Nijadperestên Ereb, li Sûriye, belav dikin, ku Kurdên li Rojavayê Kurdistanê, ji Iran û Türkiye hatîne, hema ev gotar tersî wê yekê dide nasîn-Cankurd))

Zincîra Hezar Hespî ya navdar, bi hukumdariya Etabekiya (1) Lur a Mezin tê nasîn, û paytextê șahzadeyên (mîrên) wê di navbera sedsala șeșê û sedsala yanzdehê zayînî de, li bajêrê Ize (Izec) bû. Hinek ji dûroknasan dibînin, ku șahzadeyên Etabekên „Atabegên“ Lurê Piçûk jî, ji zincîra Hezar Hespî ne, ku paytextê wan Xurrem Abad bû, û șahzadyeên Etabekanê Lurê piçûk deselatiya herêmin fireh, bêtir ji 4 sedsalan dikirin.

Hemdullah Elmustewfî (2) nîșandike ser koçkirina hinek êlên kurdî ji herêmên niha li Kurdistana Sûrî (Çiyayê Simaqê) nêv hinek herêman li Lurê Mezin û Lurê Piçûk. Hemdullah Elmustewfî (730 koçî-1330 Zayînî) (3) dibêje, ku ji wan herdu êlên Mamsinî û Bextiyarî, tev 24 êlên dî yên ji Kurdistana Sûrî barkirin bo herêmin li Çiyayê kêloye, Bextiyarî û Luristana niha. Li gor gotinên Hemdullahê Elmustewfî jî, ev koçkirin di destpêka sedsala 6ê koçî (Hicrî) de çêbûye. Niha li Kurdistana Iraqê jî êla Mamsinî heye.

Di sedê 6ê koçî de (4), nêzîkê 100 malbatên kurdî ji Çiyayê Simaqê li Kurdistana Sûrî barkirin çûn luristanê, ji ber hinek egerên hêminî, ku ji aliyê êlên ji yên wan mestir ve dijwarî dihate ser wan, ewana li ba hukumdariya Mohemmed Xorșîd bi cîh hatin. Serakê wan Ebolhesen Elfedlewî bû, kurekî wî yê  bi navê Elî hebû, çû diyarê dilovaniyê, û kurekî wî yê dî jî bi navê Mohemmed hebû, ew jî paș demekê çû diyarê dilovaniyê. Kurê sêyemînê Ebolhesen Elfedlewî, ku bi navê Eboltahêr Elfedlewî bû, ciwanmêrekî wêrek bû, û ji ber zanayî, zîrekî, lawazî, aramî û tûjmejiya xwe, kanî bû destê xwe deyne ser memleketa „Șahdariya“ Luristanê.  Paș ku stûnên memleketa xwe xort kirin, șoriș ajot û serxwebûna xwe da xuyakirinê, û xwe bi Etabik bi nav kir. Di sedê pêncemîn de (5) Eboltahir Elfedlewnî koça xwe ya dawî kir, û pișt re her pênc kurên wî deselatiya șahdariya Luristanê kirin, ewana jî evin: Hezar Hesp, Behmen, Imaduddîn Pehlewan, Nesruddîn Ilwakoș û Qizil.

Derketina Etabikiya Lur:

Qeralê Luristanê kesekî ku jê re (Bedir) digotin. Paș demekee dirêj ji deselatdariyê, ew bi egerin nenas mir. Neviyê wî Nesruddîn Mohemed kurê Hîlal kurê Bedir cîhê wî girt. Ew qeralekî dadmend bû, û ji xwe re wezîrekî bi navê Mohemmed Xorșîd histobar kiribû. Hîngê nîvê zeviyên Luristanê diketin bin deselata Șolan, ên ku Seyfuddîn Makan rojbehaî qeraltiya wan dikir. Șolanan ji dema Qeyseran ve (6) deselatdariya wan zevînan dikirin. Avakarê Șol (7) Necmiddîn Ekber bû, ta roja niha jî ewana xwe ji pișta wî dizanin. Ji Kurdistana Sûrî gelekj êlên, ku bi rêberiya Ebolhesen Elfedlewî bûn, bar kirin, hatin Luristanê. Rojekê ji rojan, Elfedlewî mêvanê mala Xorșîdiyan bû, yekî seriyê gayekî bo wî pêșber kir, wî eve wekî bextewariyekê dît û bo dostê xwe got:“Emê rojekê ji rojan deselatdariya van welatan bikin.“

Kurekî Ebolhesen Elfedlewî bi navê Elî hebû. Rojekê ev Elî çû nêçîrê û segê wî jî bi wî re çû. Gelek kesên nenas avêtin ser wî û zor lêdan, pișt re ew avêtin binê șikeftekê. Di wê navê de, segê wî bi hêz hêriș ser wan kir û hinek ji wan birîn kirin, û gava seg vegeriya nêv êlê, û xelkê dît ku pir birîndar e û xûn jê dizîte, Lez kirin, çûn li Elî bigerin, ew di șikeftê de dîtin, anîne mala wî û derman kirin.

Di wê nêvdemê de, kesekî bi navê Selgiryan hebû, ew qeralê Fars bû (8), hema ew wek șahekî nedihate nasîn. Paș demekê Elî mir, û kurtedemeke dî, kurê wî yê bi navê Mohemmed, ku ciwanekî wêrek bû deselatdarî stand, lê pir dirêj nekir, û têkiliyên wî bi silgiryan re nebaș bûn, ew jî mir û kurekî wî yê dî, ku bi navê Ebotahir bû, û têkiliya wî jî bi Silgiryan re nebaș bû, deselatî bir, lew re di navbera wan de cengê dest pêkir, ji ber ku yê dî avêtibû ser șahdariya Lur. Hema Ebotahir kanî bû teska wî bișikîne û bi ser wî keve. Pișt re Ebotahir çû Fars, Li wir Etabikê Senqer gotê: „-Tiștekî ji min bixwaze.“ Ebotahir lêvegerand, got:“-Bi leșkerekî piștvaniya min bike, da ez destê xwe bidime ser Luristanê bi tevayî.“ Etabek Senqer axaza wî bi cîh anî.

Navlêkirina Hezar Hespî:

Raste ku Ebotahir avakarê Etabekiya Luristanê bû, lê ji ber ku kurê wî yê bi navê Hezar Hesp bû, ew hukumdarî gihande serfirazî û hêzdariyê, û kanî bû piștvaniyê ji pașayên „xelîfeyên“ Ebbasiyan bigire, lew re avakarina fermî ya Etabekiya Lur bi navê wî navdarkirin. Ji ber vê yekê jî piraniya jêderan daye nasîn, ku Etabekiya Lur ya Hezar Hespî ye jî.

Hukumdariya Hezar Hespî:

Hezar Hesp hêzdar û wêrek bû, û ew bû pașa li pey bavê xwe, û ew qeralekî dadmend bû, ku di dema wî de șahdariya Luristanê bi pêș ket. Ji ber hindê, gelek êlên ji Kurdistana Sûriyê koç kirin hatin wir û tê de bûn niștevan, ji wan: Astêrkî, Mamekoyî, Bextiyarî, Șond, Zakî, Cakî, Haronî, Așkî, Koyî Lîbrawî, Memoyî, Yehfoyî, Kumeneqș, Mamsinkî, Ermilkî, Tuwanî, Medîhe, Akurd û Kolard û hinên dî, ku li bam e haydariyên hûr û nêz li ser wan nînin.

Bi tevlêbûna van êlan bi hezar Hespî û birayên wî re, fermandariya wî pir xort bû, û bi wê yekê kanî bû neyarên xwe bide revandin ji Șolan, û wê tev li șahdariya xwe bike, û revoyên li ber Hezar Hespî reviya bûn, ber bi Fars ve bazdan. Hezar Hespî wilo, l igel birayên xwe, kanî bû șahdariya xwe fireh bike, ku teviya Luristanê, Șolistanê, kirdarkan, û Kehya yê Luristanê bixîne bin destê xwe, heta ku sînorê wê șahdariyê dora 4 Fersexan ji Esfahanê ve nêzîk bû.

Șahdariya Luristanê:

Di nêvdema Mongolî de, șahdariya Luristanê ji du paran bû: Lurê Mezin û Lurê Piçûk, û di navbera Lurê Mezin û Șîrazê (Fars) de navçeyeke dî ya bi navê (Șolistan) hebû. Lê îro li șûna Șolistanê Mamsinî heye, û li șûna Lurê Mezin Kehkîloye û Bextiyarî hene, niha jî Lurê Pișûk bi Luristan tê navkirrin. Lurê Mezin û Lurê Piçûk, berî hatina Mongolan û heta ji destçûna hukumdariya Ilxaniyan (9) di rewșeke wekî serxwebûnê de bûn, û hinek ji wan jî nasdar bûn û dûrokê navêd wan bi rêya nasyariyan û wêjevaniyên Farsî herheyî kirine, An jî bi pevçûn û șergehên, ku di navbera hembervanan çêdibûn, lê yên bêtir di dûrokê de nas in, wan êl û taîfeyên Lurê Mezin in, ji ber ku ewana rexmalên Fars û Iraqa Ecemî (10), Iraqa Erebî (11) û Șolistanê bûn, û têkiliyên wan bi Etabekiyên Fars û pașayên (xelîfeyên) Bexdadê re hebûn.

Ji vê giringtir, ewe ku navçeyên daniștina wan li ser rêya Iraqa Ereban û geliyên (nihalên) karon û Kerxe ya fars û qeraxên zireyê (behrê) bûn. Piraniya rûdaw û komcivên leșkerî, û hatin û çûyîna Iraniyan di bașûrê rojavayî re, an jî di Iraqa ereban re, di nêv zeviyên wan taîfe û êlan re bûn. Eve bû egereke giring, ku Lurê Mezin bibe navçeyeke stratîcî, hema Lurê Piçûk piçekî dûr bû ji wir ve, û pir hindik ew dikete ser rêyên çûn û hatinan û rêgahên wan.

Șanik û binxêzkên wergêrvan Mîr Akreyî, ku di metinê makî yê Farsî de nînin:

  1. Etabekiye / Etabekan: Diyare ku ev woșe di koka xwe de Turkî ye, û ji du peyvan pêda dibe: Ata bi wateya bav, û bakiye an Begiye bi wateya Mîr, li ser vê yekê em dikanin bibêjin ew bi wateya Bavê Mîr e, û eve jî wekî Ataturk e, ku bi wateya bavê Turkan e, û berê Atabeg bo hukumdar û Mîran dihate gotin, wekî Atabegiya fars û Șam û Lur û ên dî.
  2. Hemdullah Elmustewfî / 1281-1349, dûrokvan û ciyograf û wêjevanekî naskirî ye. Elmustewfli bajêrê Qezwînê îranî, yê ku nêzîk e ji Tehranê ve, ji dayîk bûye û li wir jî miriye. Bo wî pirtûkeke hêja û giring di ciyografiya mirovî û siroștî de, ya cîhana îslamî, bi navê (Nuzhetulqulub) heye.
  3. Ez nizanim bo çî nivîsevanê gotarê ev dûrok (1330 Zaînî) ji dev Elmustewfî girtiye. Diyare ew çewtiyeke ku ji aliyê wî de pêda bûye, ji ber ku ev sala ku bi kar aniye, ne li gor mirin û jidayîkbûna Elmustewfî ye. Me rastiya wê di xalika duwemîn a binxêzkan de daniye.
  4. Sedê 4ê yê koçî (Hicrî) li hemberê sedê 10ê yê zayînî ye.
  5. Sedê 5ê di vir de, yê Koçî ye, ku li hemberê sedê 11ê Zayînî ye.
  6. Mebest qeyserên Farsan in, ku berî Islamê hukumdar bûn.
  7.  Șol jî ji êlên lur in.
  8. Fars  navê wîlayetekê ye, ku bi navê wîlayeta Fars e, navenda wê bajêrê Șîraz e, ku li jêriya Iranê ye.
  9. Ilxanî (1256 – 1355), di maka xwe de ji piștexeke Mongolî Turkî ne, di Iran û Iraqê de, di Türkiye, Kurdistan û hinek welatên dî de hukumdarî kirin.
  10. Iraqa Ecem: Pêgehekî ciyografî û dûrokî ye, bo zevîn û navçeyên, ku dikevine rojhilatê Iraqê Ereban, tê gotin, di wê de Esfehan, Rey, Qezwîn, Kirmanșah û ên dî hene.

11       Iraqa Ereban: Ew jî pêgehekî ciyografî û dûrokî ye, ku bo navçeyên deștî yên dikevine di navbera qeraxên Dîcle û ferat de tê gotin, û –Wekî hatiye gotin- Iraqa Ereb û Iraqa Ecem bi zincîra çiyayên Zagros ji hev tên birrîn.

Udîpûs û Sifînks (Sphinx)

Cankurd, 23. Januar 2012

Yek ji efsaneyên cîhanî yên navdar û temenê wê ne kêmtir e ji 3000 sal, efsaneya Odîpûs e, ku bi piraniya zimanên șaristanî hatiye nivîsandin an wergerandin. Ta niha bi cîh bûye, ku ji 2500 sal de, ev efsane, bi șêweyekî nivîskî di deftera çandî ya mirovatiyê de heye. Di vê efsaneyê de jî, sira jinekê diyar e, wekî di hemî efsaneyên ku me div ê pirtûkê de ji we re bi Kurdî, kurt û kin, amade kirine

 Çi hebû, çi tun bû

Berî niha bi hezaran sal, li bajêrê Dêlfî (Delphî), pîrejineka ku ji mirovan re pașeroja wan dixund û bi wê yekê gelek navdar bûbû, hemî padișah, serleșker, pîrên olî û cadobaz ji wê ditirsîn, û bo dilxweșkirina wê, jê re pir qurbaniyên mezin didan, ji padișahê Têbê re, ku bi navê Layos bû, rojekê got, ku ewê bi destê kurê xwe bite kuștin, paș ku ji jina wî Lokaste kurek ji wî re pêda bibe

Demek derbas bû, jina padișahê xemgîn kurek hanî. Bi fermana wî, pêyên mindal, ê ku taze rohniya cîhanê dîtiye, hatin qulkirin, û ji ber wê yekê navê wî bû Udîpus. Nehêlan ew di hembêza dayîka xwe de bijî, ew dane destê peyrewekî, da wî bibe û bavêje çolê, ku bibe xwarina ajal û lawiran

Xwedê kir, ku șivanekî wingewing û qîjeqîja mindalê tazî û birçî bihîst, ew rakir û bi xwe re bire welatê xwe Korînth, ku padișahê wî Polybos û șahjina wî Meropê bê zarok bûn

Udîpus di mala șahanî de mezin bû, û di pevçûneke lawikan de hate guhên wî, ku ew ne kurê padișahê Korinth e, ew ji aliyê malbata șahanî ve hatiye xwedîkirin, hema ew ji welatekî dî ye. Gava ew diçe ba cadobaza navdara Dêlfî, cadobaz ji wî re dibêje, ku ewê bavê xwe bikuje û dayîka xwe li xwe marbike. Udîpus wekî mirovekî șêt bi çolan dikeve, xwe bi xwe rêwinda dike, da nizanibe ew ku ve diçe û di kijan welatî re derdikeve

 Paș gereke mezin û fireh, Udîpus tê bajêrê Têbê. Di rê de, berî ku bigihe bajêr, pêrgî obeke mêrên çekdar tê, ku li pêș û paș mezinekî xwe ketibûn rê. Yekî ji wan deng li Udîpus kir û jê pirsiya, ka bo çi seriyê xwe ji mezinê wan re neçemand. Peyvek ji wî, yek ji Udîpus, rabûn bi hev çûn û Udîpus ew kușt. Ewên dî hêriș ser wî kirin, da tola hevalê xwe hildin, hema nikanî bûn zora Udîpus bibin, wî giș kuștin, û bi ser ve jî mezinê wan, ku mêrekî navsalî û jar bû. Udîpus hîngê nizanî bû, ku ew padișahê Têbê Layos bû. Layos bavê rastîn ê Udîpus bû

Berî wê bi demekê, dêwekî pir bi hêz, ku bi Sifînîks dihate navkirin, di dergahê bajêrê Têbê de, rê girtibû û nedihêla kesek bê dayîna qurbaniyekê di ber wî re derbas bibe. Nîvê wî dêwî bazekî bi basikên mezin bû û nîvê dî jî șêrek bû. Ew dota Tîfon û Eșîdna bû. Eșîdna bi terzê marekî tofan ê gelek bi girs û hêzdar bû û xanga segê dojehî Kêrbêros bû, ewê ku ji pișta Heyderê Lêrna û agiravêja navdar Șîmêra bû. Sifînîks li ser zinarekî palda bû, kî di ber wî re dihat jê pirsek dikir, gava yekî bersîva wê pirsê dizanî, Sifînîks dihêla bersîvdar derbas bibe nav bajêr, lê gava nedizanî bersîv çiye, bi wî digirt, ew kerker dikir û davête devê xwe. Ev dêw bûbû belayeke mezin a ku bi ser rûniștvanên Têbê de hatibû, çare jê re tune bû

Paș ku padișahê bajêrê Têbê Layos bi destê Udîpus hate kuștin, birayê jina padișah, ku bi navê Kirêon bû, deselatî stand û ciyê xwe di nav gelê Têbê de wekî padișah bir, lê ji ber ku Sifînîks pirsek ji kurê wî jî kiri bû û kurê wî bersîva dêw neda bû, ew jî wekî gelek ciwanên Têbê hatibû kuștin û xwardin. Dilê Kirêon ji deselatdariyê sar bû, û fermanek li nav bajêr û li derdora bajêr da belavkirinê, ku kî dêw bikuje, wê bibe padișah û wê xanga wî Jokastê li xwe mar bike

Di wê navê de, Udîpus giha bû dergahên bajêrê Têbê, wekî dixuya, qedera wî ew gihande wir, bê ku bizane çi di rêya wî de heye û çi wê bi seriyê wî bê. Hema wî ji xwe re delîveyeka mirinê di wê fermanê de dît, ji ber ku dilê wî her xemgîn bû, ji tirsa ku qedera wî rast wî bi ser kuștina bavê wî de bi ser markirina dayîka wî de bibe. Wî tew nizanî bû, ku berî wê bi kurtedemekê, di rêya Têbê de, bavê xwe bi destê xwe kuștiye û parek ji pêșnasîna cadobaza Dêlfî, ku ji wî re gotibû, bi cîh hatiye. Udîpus di dilê xwe de hîvî dikir, ku Sifînîks wî dikuje û parçeyên wî li pey hev davêje devê xwe, ew bi wê șêweyê ji jîna xwe ya bê eger rizgar dibe

Udîpus çû milê xwe da zinarê ku Sifînîks li ser daniștiye, û bi seriyê çovê xwe li zinarê da. Sifînîks dît ku dûrwelatiyek hatiye û qerezê ji wî dike. Paș ku piçekî hizirî, got

Çiye, ewê ku bi beyanî re li ser çar lingan e, nîvro li ser du lingan e û bi êvarê re li ser sê lingane? Ew bi livandina çar lingan jartir e ji livandina du lingan

 Mirov e“. Udîpus wilo got û berken bû, ji ber ku bersîva pirsê gelek asan bû. „Mirov di zarotiya xwe de, li ser du destan û du lingan dilive. Gava piçekî mezin dibe ew li ser du lingan digere, lê gava pîr dibe bi herdu lingan û çoyekî digere

Dema Dêw ev bersiv bihîstiye, ji xeyda dilê xwe û ji ber ku li pirsa xwe ya asan poșman bû, gerdon di dora serî re geriya, dest û kab lê sist bûn, û ji ser zinarê ve hate xarê. Udîpus șûrê xwe ji ber nava kișand û da histoyê Sifînîks û ew kușt.

Ji ber zanîn û kanîna Udîpus di paqijkirina dergahê bajêrê Têbê de, gelê bajêr ew ji xwe re kir padișah û jina padișahê kuștî li wî mar kirin, hema kesekî nedizanî, ku ew jin, Yokastê bû, ew dayîka Udîpus bû

Xwedê çar zarok ji Yokastê dane Udîpusê tew nedizanî ku zarokên wî xang û birayêd wî ne. Navê zarokan jî wilo bûn: Birayê mezin Etêoklês, û yê piçûk Polînaykês, xanga mezin jî Antîgonê û ya piçûk Ismênê
Sal hatin û derbas bûn, û gelek nexweșî li pey hev pêda bûn, di serî de pirka reș û wêran, bi ser ve jî bad û bahozên gelek xort, lehî û û hêrișa kulî û maran

Gelê Têbê  șandiyên xwe șandin ba cadobaza Dêlfî, ku egerên van xișim û ziyanên mezin, ku bi ser wan de hatîne, binasin. Cadobaza Dêlfî ji wan xwest, ku kușterê padișahê xwe Layos binasin û wî tawanbar bikin. Udîpus hîngê li xwe hișyar bû, ku wî ew padișah di rê de kuștibû. Bi ser ve jî, ew têgiha rastiya xwe, ew rastiya ku ji wî ve nediyar bû, û lew re seriyê xwe rakiribû û ji ber qedera xwe direviya, nedizanî ku ve diçe. Ew têgiha ku wî dayîka xwe li xwe markiriye û zarokêd wî ji dayîka wî ne. Di vir de jin bûye dayîk û dayîk bûye jin, ma kî dikane xwe li ber vê yekê bigire. Udîpus bi du derziyên dirêjên fistanê dayîk-jina xwe herdu çavêd xwe kûr dike, û zarokên wî li wî tên hev, wî didin ber xwe û ji nav bajêr qorî dikin, hema dota wî Antîgonê, ya ku pir ji bavê xwe hezdikir, çoyekî dide destê wî û bi wî re diçe, jê re parsê li nav gundan dike, da ew ji nêza re nemire.

Keça ciwan a bêdest (*)

Cankurd, 14. Januar 2012

Çi hebû, çi tune bû…
Di kûraniya daristanekê de, mirovekî hejar ê hêzingvan, ji mala xwe re, pîkinên darên șikestî, dibirrîn û dicivandin ser hev, da wan di roj û șevên sar ên zivistanê de, bavêje nav agirê pixarê û bisotîne. Karê wî giran bû û lew re rojên wî yên berê dihatin bîra wî, dema ew xudanê așekî bû, li ber çemekî, û gelek gundiyan genimên xwe dihanîn așê wî, bi xwe jî wan genimên xwe dihêran û ew di nav wan de wekî kesekî xanedan dixuya, tew pêdiviya wî bi pare tune bû, malbata wî ya ku ji jinekê û dotekê bû, jîneke têr û tijî li ber wê avê, di maleke mezin de, derbas dikir. Pișt re çerxa felekê ters geriya, li nav her gundekî nanpijekî nanfiroș pêda bû, ku di dikana wî de așekî agirî yê piçûk hebû, û pêdiviya gundiyan bi așê ber avê, ku ji gundan gișan ve dûr bû, nema bû.
Ji nișka ve, mirovekî nenas û bi șêweyeke nenas ji paș koka dareke navbilind derket û deng li wî kir, got:
“-Qey tu wilo li xwe zordikî? Ez dikanim te bi zûkî bikime xudan gelek zêr û zîv, ku çi caran pêdiviya te bi kar nemîne, tu wekî berê maldar bibî, û xanima te jî herdem xweșiyar û têr bijî.”
Mêrik dîna xwe da wî kesî, ku tew ne wekî gundiyên wan deran e, ew bi cil in giranbiha ye û diyar e, ku destêd wî çi rojan kar nekirîne û rûyê wî jî wekî kundirekî hilîskirî, ku tew li ber rohniya royê nemaye. Gote wî:
“-Hêja, ez te nanasim, û tu amadeyî min bikî xudan zêr û zîv?”
“-Erê, tu min nanasî, lê em ê bazarekê bi hev re bikin, ku herdu alî dilșad û xweșiyar bibin.”
“-De bila.”
Ew kesê nenas piçekî berken bû, gavekê ji mêrikê hêzingvan nêzîktir bû û got:
„-Tu yê tiștê xwe, yê ku niha li paș așê te heye, bidî min û ez ê jî te bikime xudan zêr û zîv.“
Mêrik çû li ser koka dareke șikestî rûnișt, palteyê xwe li darê da, ku nîvê tîjka wê di darê de winda bû, destên xwe li hev hêștin, tiliyêd xwe misdan û di dilê xwe de pirsiya:
„-Ma ji dara sêvê pê ve, li paș așê min, çi heye?“
Seriyê xwe rakir û gote wî kesî:
„-Bila her tiștê min yê te be, ewê ku niha li paș așê min e.“
„-Baș e, bazara me teva bû. Ez ê paș demekê bêm tiștê xwe bibim û heta wê demê tu yê bibî xudan gelek zêr û zîv.”
Wilo got û ji wir çû, di çavlêdanekê de ji ber çavên mêrikê hêzingvan winda bû.
Mêrik kurtedemekê hizirî, pașiya seriyê xwe xurand, rabû hêzingên xwe wekî șelekekî giran girêda, ew șelek Hilda ser pișta xwe, bi destekî bi benê girêdanê girt û bi destê dî palteyê xwe ji ser koka dara șikestî rakir û ber bi mala xwe ve çû û di rêya vegerê de bi dengekî nizim ji xwe pirsiya:”-Ev çi bazar bû!”
Gava gihaye mal, dît ku jina wî di deriyê malê de çavrêya wî dike. Di dilê xwe de pirsiya:”-Çi heye? Qey dota me nexweș e, an bûyerek çêbûye!”
Șelekê hêzingan ji ser pișta xwe avêt aliyekî perjîna ‘hewșa’ malê, palteyê xwe jî danî ser sewkiyekê ku li ber deriyê malê bû, ber bi jina xwe ve çû û pirs kir:
“-Çi heye?”
“-Ez çi bibêjim? Teviya tișt û pertalên mala me yekser hatîne guhartin.”
“-GUHARTIN?”
Wilo got û li pey jina xwe çû hindirê xaniyê ku wekî rohniyekê jê dihat. Çi bibîne! Hemî çemberên sendeliyan, kenefeyan û ya maseyê, ku berê ji tûc û cexcexe bûn, bûne zêr û vedibirîsin, kevçî û defir, qazik û tewik û legan bûne zîvî, û her tîștek di mala wî de hatiye nûkirin, textê wî yê razanê wekî yê padișahekî dixuye, jina wî yek û berê wekî pîrekî dixuya, di xemla xwe de, êdî wekî qumriyeka çeleng bûye, ji berê sipehîtir û jîndartir bûye.
Ew pirsiya:
“-Kî hate mala me, ku evqas guhartin, tê de hatiye pêdakirin? Evqas zêr û zîv, evqas tiștên giranbiha!”
“-Ne kesek hat û ne kesek çû. Berî niha bi demekê, hîn tu li nav daristanê bû, ev guhartin ji xwe berê pêda bû.“
Mêrikê hêzingvan zanî, ku bazara wî bi mirovê nenas re bi ser ketiye, teva bûye. Gote jina xwe:
„-Hevjîna min a giranbiha, mirovekî nenas hate ba min û me bi hev re bazarek danî, ez tiștê ku li paș așê me ye, bidime wî û ew jî min zengîn û maldar bike. Ma li paș așê me ji dara sêvê pê ve çi heye? Ew dar jî êdî pîr bûye û hema çi sêv jî nakevinê.“
„-Hey malwêran, te çi kir? Ev çi bazar bû, û te bi kê re bazar kir? Qey te ji bîr kir, ku „Șeytan“ xwe wekî mirovan dike û mirovan dixapîne? Ne Șeytan em hejar kirin?“
„-Jinê, van gilî û gazincan bihêle, ka dota me li ku ye, bila ji min re firavînê amade bike.“
„-Dota me li paș așê me, ew bin dara sêvê dimale, ku em li wir șalekê rêxînin û danê xwe yê salê li ser wê șalê vebirêjin.“
„-Li paș aș e?“
„-Erê…Ew ji zû de li wir e.“
„-Heywax, min çi kir!“
Wilo got û di cîh de li ser sendeliyekê rûnișt. Jina wî, ya ku sîngê wê ji xeydê hildihat û dadihat, bi milê wî girt û got:
„-Li gorî bazara te bi wî șeytanî re, dota me bû dêrîna wî.“
„-Erê.“
„-Tevî ku em nizanin ew kî ye, ew ji ku hatiye, mebesta wî ji vê bazarê çiye.“
„-Rast e. Hema wî histobariya xwe bi cîh aniye, û divê em jî histobariya xwe bi cîh bînin. Bazar bazar e.“
„-Qey tew mafê dota me nîne, ku ew destxwezekî bipejirîne an nepejirîne?”
“-Jinê, soz soz e. Binêre, wî çi daye me. Di mala șahekî de evqas zêr û zîv nîne.”
“-Qey dota me wilo erzan e, an jî kew e, mehîn e, deban e, an jî baxeke, ku em bi zêr û zîvan bifiroșin?“
„-Jinê, dema min bazar bi wî nenasî re kiriye, min nizanî bû, ku dota me li paș aș e, tenha dara sêvê hate bîra min. Lê niha, ez ji xwe dipirsim, ka wî kesî çewa dizanî, ku dota me li wir e!“
„-Mêro, min gote te, ku ew Șeytan e.“
Demek di ser wê rojê re derbas bû. Mêrikê nenas bi cilin reș, li ser pișta hespekî reș, hat bi perjîna mala hêzingvanê xudan pir zêr û zîv ket. Ji hespê xwe peya bû û gote hêzingvan û jina wî ya dilșikestî:
„-Ez hatî me, bo standina tiștê xwe, yê ku gava me bazara xwe kiriye, li paș așê we bû.”
Dota wan a panzdehsalî li aliyekî perjîna fireh rawest bû û guhdariya kesê nenas dikir. Dayîk û bavê wê li hev nêriyan, nizanîn çi bersîvê bidin. Dawî mêrik got:
“-Here bi çepilê dota me bigir û li hespê xwe suwar bike û ji vir biçe.”
Mêrê nenas berken bû û ber bi keçika tirsiyayî ve gav kir, çirqeçirqa nalêd hespê wî li pey wî hat.
Keçikê ji berê zû da, ji dayîka xwe efsaneyek bihîstibû, ku gava mirov di dora xwe re xêzekê bi hewrikê an bi rejiyê an jî bi soringê pêda bike, ên Gonê û Șeytan nikanin di ser wê xêzê an wê giloverkê re derbas bibin û ziyanê bigihînin mirov, ewana têne sotin, lew re ji tirsa sotandinê newêrin xwe ji wê xêzê nêz bikin. Wê yekser di dora xwe re xêzeke gilover bi hewrikê di ser tehtê kevirî re kișand, ewê ku li ser rawesta bû. Ew kesê nenas di cîh de rawesta û bi çavin ku çîkêd agirî jê dibarin li wê nêriya. Dawî ew vegeriya ba dayîk û bavê keçikê û got:
“-Eve tiștekî nebaș bû, ku hûn bi min dikin. Ez ê biçim, lê ez ê dîsa vegerim, da ez tiștê xwe yê ku dêrîna min e, bibim. Hema haj dota xwe bikin, bila ew çi caran seriyê xwe neșû, bila cilên xwe paqij neke û bila porê seriyê xwe șeh neke. Ez nikanim keçeka wilo paqij ji xwe re wekî jinekê bistînim.”
Wilo got û li hespê xwe suwar bû û hespê xwe ber bi daristana nêz ve bezand û çû, yekser ew ji ber çavên wan winda bû.
Keça ciwan nema seriyê xwe an cilê xwe dișușt, û nema porê xwe șeh dikir, ew her roj belengaztir, jartir û rewșwêrantir dibû, lê ji ber ku pir digiriya û hêstirên çavan bi ser destên wê de dirijîn, herdem destên wê paqij ma bûn, weku wê herroj destên xwe șuștine.
Demek wilo derbas bû, suwarê hespê reș dîsa hat, ku bûka xwe bistîne. Gava çavêd wî li destên wê yên paqij ketin, ew gelek xeyidî, tew ji hespê xwe peya nebû û bi ser dayîk û bavê keçikê de qîriya û ji wan xwest, ku ewana destêd dota xwe yekser bibirrin. Bi ser de jî gef û gurr dane wan û got:
“-Heger hûn destên wê nebirrin, ez ê cara dî bêm û we hersêyan bikujim, ne tenê wilo, ez ê hemî mirovên di van gundên li derdora daristanê jî bikujim.“
Keçikê guhdariya wî dikir û dizanî, ku rewșa wan wêran e, lew re gote bavê xwe, gava ew bi dilekî xemgîn hate ba wê û jê pirsiya, ka çi bikin:
„-Bavo, ez dota te me, te çewa biryar da, bila wilo be.“
Bavê wê palteyê xwe anî û bi lêdana herdu destên wê re teviya daristanê bi qîrîna keçik û bavê wê re hejiya û hiș di seriyên wan de tevizî. Dayîka keçikê bi zûkî destên wê pir bi hêz girêdan, da xûn pir jê neçe, û bi merhemên ku ji geyayên çolê amadekirî birînên destên keçikê pêçan û seriyê wê hembêz kir û li mêrê xwe nêriya, ew ê ku wekî lașeyekî bê can li ber lingêd wê, li ser axa perjîna malê bêhiș dirêj bûbû.
Paș çend rojan, bi hêvarê re, ku roj diçû ava, suwarê hespê reș vegeriya, hat ku bûka xwe bistîne. Gava wî keçika bêdest li ber deriyê malê dîtiye, ew berken bû, ji hespê xwe peya bû, diranêd wî wekî yên gurekî çile, zikbirçî û dev bi xûn, di devê wî yê reș û șîn de qîç bûn û çavêd wî ji destêd keçikê nehatin birrîn, wî bi lez gav kir, ku bi çepilê keçikê bigire û bavêje ser pișta hespê xwe, yê ku wekî hirçekî dixuya, lê wî tew nedît, ku keçikê li dora xwe dîsa xêzek pêda kiribû, hema vê carê bi rejiyê bû ne bi hewrikê bû, û ji ber ku roj diçû ava, ew xêza gilover tew ji wî ve nehate dîtin. Ji nișka ve qîrîniyek ji wî hat û agir bi cil û govdeyê wî ket. Ji ber êș û tirsê, wî xwe avêt ser pișta hespê xwe û ji wir baz da, alava agirî ji pișta wî bilind dibû, gava wî hespê xwe ber bi daristanê ve dibezand.
Paș wê bûyerê, nema ew „Șeytan“ careke dî vegere mala wan. Bav û dayîka keçikê, ku êdî gelek zêr û zîvên wan hebûn, gotine dota xwe, ku ewana amadene ji wê re koçkeke maldaran bikirrin, gelek baș bixemilînin, da ew tê de bijî, hema wê nepejirand û tenha ji wan xwest, ku destên wê yên jêkirî jê re têxînin tûrekî, da ew biçe li nav gundan parsê bike, ji ber ku ew ne amade ye, bi zêr û zîvên șeytanekî debara jiyana xwe bike.
Keçika bêdest li vir û li wir geriya, ji ber wê serpêhatiyê di nav gundiyan de navdar bû, lê jiyana mirovekî bêdest her bi êș û keser e… Rojekê ew bi șev giha ber koçka padișahekî, dît ku baxçeyekî sêv û hurmiyan li wir heye, wan sêv û hurmî zêrî ne, lew re di dora wan daran re coyekî avê, yê kûr û fireh, hatibû kolan, da kesek nikanibe di ser wê coyê re gav bike û sêv û hurmiyan jêbike. Dilê keçikê kete hurmiyekê û nizanî bû çewa wê bistîne û bixuwe. Pîremêrekî rûpak, bejinbilind û bi kirasekî sipî, ku ji aliyekî ve li wê dinêriya, çoyê xwe gihand coyê ava ku dixulxulî, av di cîh de zuwa bû, weku ew co pir ji zû ve bê av bû. Keçik derbas bû, bê ku sola wê ya çirrî șil bibe û di nav baxçeyê re geriya, lê ji ber ku ew bêdest bû, nedizanî çewa wê hurmiyê jêbike. Gava ew giha bin dara hurmiyê, dît ku pîkinê wê ji xwe berê daket, heta ew hurmî giha ber devê wê û bihneke xweș jê hat. Keçikê devê xwe avêt hurmiyê û çend gez li pey hev lêxistin, heta piraniya wê xwar. Pîremêrê rûsipî li wê temașa kir û berken bû, bi wê dîtinê dilșad bû. Lê wan herdukan nedizanî, ku baxvanê w baxçeyî bi dizîka li wan temașe dikir.
Roja dî, padișah hate nav baxçeyê xwe û dît, ku hurmiyeke zêrîn hatiye dizîn. Bang li baxvanê xwe kir û pirsiya, ka çi bûye, baxvan jê re  got, ku pîremêrekî av ji coyê zuwa kir û keçeka bêdest hurmî xwar. Padișah hizirî û gote cadobazê ‚sihirbazê‘ xwe:
„- Eve tiștekî seyr e. Baxvanê min çi caran derewan li min nake. Tu çi dibêjî?“
„-Padișahê min, ewê ji van sêv û hurmiyan carekê bixuwe, wê bêguman dîsa bizava xwe bike, ku wan bistîne.“
Bi șev, padișah û cadobazê wî, xwe di nav baxçe de veșartin, dîtin ku dîsa pîremêr ava di coyê re dixulxulî zuwa kir, keçika bêdest derbas nav baxçe, dara hurmiyê pîkinê xwe jê re daxist û wê devê xwe avête hurmiyekê. Cadobaz ji paș koka darekê ve deng li keçikê kir:
„-Qey tu mirovî ji vê cîhanê yî, an tu ji cîhaneke dî yî?“
Keçikê bersîv da:
„-Ez berê ji va cîhana we bûm, hema niha ez ji cîhaneke dî me.“
Padișah nema xwe digire, ji paș darê derket û gote keçikê:
„- Bi salan û mehan e, ez li keçeka wekî te digerim. Were bi min re, ez padișah im û ez ê te li xwe marbikim.“
Padișah keçika bêdest li xwe markir, û çend salekê jiyaneke baș bi wê re teva kir. Hem padișah û hem jî dayîka wî gelek ji bûkê hez kirin. Padișah ji wê re du dest ji tûc û zêr û çermê bazan çêkirin, ku wekî du destin mirovî dixuyan. Hema Șeytan ne raza bû, çavdêrî dikir, kîn û nevîna wî ji berê bêtir û bi hêztir bû.
Padișah binzor bû ku biçe aliyekî dûr ê memleketa xwe ya fît û fireh, ji ber ku li wir ceng hebû. Jina wî li mal ma, ji ber ku bi du canan bû. Dayîka wî pir hajê dikir. Gava Xwedê kurekî kubar da padișah, dayîka wî namyek, bi rêya șandiyekî suwar, ji wî re hinart û di nameyê de nivîsand, ku jin û neviyê wê pir xweșiyar in û li hîviya vegera wî ne. Xwedê kurekî pir sax û çeleng dayî wî.
Șandiyê suwar teviya rojê ji ser pișta hespê xwe danehat, û tew nedizanî, ku suwarekî bi cilin reș û li hespekî reș pișthesp bûye, ji dûr ve li pey wî tê. Bi hêvarê re șandiyê șahanî westa, ew ji ser pișta hespê xwe dahat, da hesp piçekî vehese û têr av vexu, ji coyekî, ku di nav daristanekê re dixulxulî. Pișta xwe da koka dareke mezin û pêlên bayekî germik li rûyê wî dan, ew di xew ve çû. Suwarê hespê reș giha wir û ji hespê xwe peya bû, destê xwe avêt tûrê çermî, yê ku bi milê wî ve bû, vekir û name jê derxist. Name bi mûmê nehatibû șeqlekirin, ji ber ku nameyên dayîka padișah ne nameyên fermî bûn. Bi dizîka û hajêkirin name ji hev kir. Paș ku ew xwend, puf ser nivîsa li ser kaxedê kir, ew nivîs sîl bû û li șûna wa nûçeya baș, a ku ji padișah re diçû, wilo nivîsand:
„-Kurê min î bextreș, bûka te û neviyê min li hîviya te ne, hema ez çi bibêjim, ew ji navê bi jor ve mirov, lê ji navê û bi jêr ve seg e. Min dizanî, ku ev keça ku te li xwe markiriye, ne mîna mirovên rast û dirist e, hema min newêrî bû ji te re bibêjim û dilê te neșikînim.“
Șeytan name dîsa da hev, bi rîbana wê ya sor girêda û ji nû ve xiste tûrikê șandiyê, ku dikire xurexur.
Name giha padișahê, ku di nav kar û barê cengê de bû, ew bêtir ji kuștina peya û suwaran xemgîntir bû. Wî nizanî bû çi bike û çi bersîvê bide dayîka xwe. Li dawî, bê ku ew kaxedeke fermî bi kar bîne, hema li ser çermekî nerm nivîsand, ku bila dayîka wî bêtir hajê jin û kurê wî bike, heta ew vedigere, ew çerm da hev, bi rîbaneke sipî girêda û da șandiyê xwe. Ew șandî li hespê xwe suwar bû û bi aliyê keleha șahanî ve zîvirî. Hema Șeytan li benda wî bû, û rîhên xwe yên belek dixurandin. Di nîva rê de, șandî dîsa ji hespê xwe peya bû û dîsa pișta xwe da koka darekê û di xew ve çû. Șeytan bi asanî ew name jî derxist, puf ser nivîsa wê kir û li ciyê wê nivîsand:
„-Dayê, ez pir xemgîn bûm. Ez di cengê de me, lew re ez nikanim niha bêm. Kurê min î nîvê wî seg e, yekser bikuje, çavêd bûka min derxîne, zimanê wê bibirre û wê ji kelehê bavêje, bila kesek nizanibe çi bûye û ew jî nikanibe bo kesekî tiștekî bibêje.“
Șeytan, ê ku ew nameya guhartî, ji nû ve xistiye tûrikê șandiyê șahanî, guman kir ku bi wê șêweyê wî tola xwe ji keçika bêdest hilanî. Dayîka padișahê xemgîn, wê fermana kurê xwe tavilkê bi cîh bîne. Lew re ew berken bû û wekî lawekî çiyayî pișthesp bû û bi nav daristanê de wekî bayekî tunde lez kir.
Dayîka padișah, ê ku dûr bû ji kelehê, gava nameya kurê xwe xwend, guman kir ku nameya wê çewt hatiye têgihîștin, heta ku kurê wê bersîveke wilo daye. Lê ji ber ku ew tirsiya bû, ku kurê wê ji nișka ve vegere mal û berî her tiștekî bike jin û kurê xwe bikuje, wê nameya kurê xwe avête nav agirê, șand pey nêçîrvanekî û ji wî xwest, ku ew bi zûkî biçe nav çiyan û ji wê re koviyekê bikuje û bîne. Bê ku kesek bibîne, bi tenê xwe, wê parek ji zimanê koviya kuștî jê kir û herdu çavêd wê derxistin û xistin qutiyeke zîvî û di bin balifê xwe de ew qutîk veșart. Bang li bûka xwe kir, çiqineke tijî zêr jê re amade kir û gote wê, ku jiyana wê û ya kurê wê di bivebûnê ‚telezgehê‘ de ye, divê ew ji kelehê bi dizîka derkeve, û bila kesek nebîne ku wê kurê xwe bi xwe re biriye, berî ku mêrê wê vedigere û wan herdukan dikuje. Bûka ku dilê wê ji tirsa leriziye dizanî, ku xasûya wê pir ji wê û ji kurê wê hezdike, lê nedizanî ji çi re mêrê wê ji wê sîv hatiye û amade ye wê û kurê wê jî bikuje. Di tariya șevê de, ew bi dizîka di rêyeke binzevînî re, bi harîkariya xasûya xwe, ji kelehê reviya û li ser pișta kerekê, wekî jineka hejar a gundiyan, kurê xwe bi sîngê xwe ve guvaștibû.
Roj çûn û șev derbas bûn, jina bêdest giha ber xanekê, ku di orta daristanekê de bû û pir hindik rêwî û mêvan li wir ji rê diketin. Lê gava bizava xwe kiriye, da zêrekî ji berîka xwe derxîne û bide xudana wê xanê, tiliyên wê yên çêkirî baș kar nekirin û xudana xanê yekser tê derxist, ku ew jina padișahekî ye, ji ber ku çêroka markirina wê gelek navdar bûbû. Xudana xanê bi șev ji mêrê xwe re hewalda, wî gotê:
„-Jinê, bila tew kesek nizanibe, ku ev jin li ba me ye. Rojekê em ê binasin egera hatina wê vê xanê çî ye, û dibe ku em gelek pare ji ber wê yekê bistînin. Hema devê xwe li ser wê ji kesekî re veneke. Dibe jî gava em vê mijarê vekin, seriyê me pir bêșe, an jî hinek me bikujin. Pareyên wê hene an nînin, niha ev ne giring e.“
Padișahê xemgîn, gava vegeriya keleha xwe û bi dayîka xwe re peyivî û ziman û çavêd koviyê li ba wê dîtin, hîn xemgîntir bû, lê gava naskir ku nameyên wan herdukan hatîne guhartin, ferman yekser da, bo girtina șandiyê ku di navbera wî û dayîka wî de çûye û hatiye. Șandî ji wan re hewalda, ku wî du vehes dane xwe, herdu li bin darekê, li çûyînê û hatinê, ji ber ku rêya pir dirêj bû. Padișah dît ku tew gunahê wî xortî nîne, lew re ew ji ba xwe der kir, bê ku wî tawanbar bike, an bihêle ew xort bizane, ka ji ber çi ew hate girtin û ji çi re padișah pirsê wilo ji wî dike.
Padișahê dil tijî guman bûye, ji diya xwe pirs kir, ka bûye! Dayîka wî gotê, ku ev karê cadobazan û Șeytanan e, ev tew ne karê mirovan e. Ji wê rojê de, padișah dest bi lêgerîneke fireh kir, da jin û kurê xwe bibîne û wan li mala xwe vegerîne, û her roj ji dayîka xwe dipirsî, ka kurê wî wekî wî dixuye an ne, çav û dev û bejmêra wî çewa ye, ew çewa dikene û dest û pêyêd wî çone. Dayîka wî, ya ku ne kêmtir ji wî hezdikir, bûk û neviyê xwe careke dî bibîne, ji wî re her tiștek hewaldida û di ber hewaldanê re hêstir ji rûyê xwe dimaliștin.
Heft salan derbas bûn. Jina bêdest, a ku wan herdu destên çêkirî avêtibûn sandiqekê di odeya xwe de li qatê jorîn ê wê xanê, bi xûngermî bizava xwe dikir bo fêrkirin û mezinkirina kurê xwe. Roj bi roj destên wê bêtir xuriyan û ji wê re destin piçûk di șûna yên jêkirî de pêda bûn û roj bi roj mezintir bûn. Wê ji Xwedayê xwe xwestibû ku ji wê re destên wê ji nû ve pêda bike, da ew bi xwe berdestiya kurê xwe bike, û Xwedê axaza wê bi cîh anî.
Rojekê, padișah bi xwe, û bi wî re komek ji peyrewên suwar, ku ji welatekî dûr vedigerîn, hatin bûn mêvanên wê xanê. Xudana xanê ji mêrê xwe re got, ku wekî wê ji gelek mêvanan bihîstiye, ev padișah mêrê wê jinê ye, ku heft salin mêvana wan e û kesek pê nizane. Mêrê wê gotê:
„-Ka bihêle, ez bi șêweyekî neyekser, bizanim, ka ev padișah çi li ser jin û kurê xwe dibêje.“
Xudanê xanê, wê șevê, gelek mey da mêvanêd xwe, yên ku padișah di nêv wan de, bi dilekî xemgîn daniștibû û tew mey venedixwar. Paș ku peyrewên padișahê westiyayî serxweș bûn, xudanê xanê, bi lawazî û zanayî, pirsek li pey pirsekê kir, șor ji wan derxistin û wan jî bi asanî bersîv dane wî. Padișah li xudanê xanê hoșyar bû, ku dixaze agahiyan li ser jin û kurê wî bibihîse, lew re gotê:
„-Were ba min, ez ji te re teviya rastiyê bibêjim.“
Wilo got û ji xudanê xanê xwest, ku rêya razanga wî șanî wî bide. Jina xudanê xanê, ku li paș seriyê padișahê xemgîn rawesta bû û guhdariya wan dikir, gote mêrê xwe:
„-Dem hatiye em jî rastiyê bibêjin. Ne wilo ye?“
Mêrê wê bi hejandina seriyê xwe jê re erê kir. Herduka bi çepilêd padișahî girtin û birin gihandin ber deriyê odeya jina wî, ku di tenișta kurê xwe de raza bû û çarîkeke șevînî di ser xwe û kurê xwe re rêxistibû. Padișah derbas bû odeya, ku rohniya mûmeke mezin hindirê wê piçekî dida xuyakirin. Derî li paș xwe girt û ber bi textê razanê çû, dît ku kesek di bin çarîka șevînê de raketiye û diyare zarokek jî di hembêzê de ye. Padișah bi dizîka çarîk ji ser rûyê wî kesî veda, dît ku jineka dêmdurreyî, wekî jina wî ya windayî ye, lê herdu destên wê hene, û di hembêza wê de jî kurekî rû wekî sêvekê raketiye. Wî nizanî çi bibêje an çi bike. Jinik li wî hișyar bû, hem bi tirs û hem jî bi hîvî li wî nêriya û xwest, ku berî her tiștekî, kurê xwe ji lêdana șûrê wî biparize. Nizanî bû çi bike, lew re tenha gotê:
„-Erê ez jina te me û ev jî kurê me ye. Dilovaniyê li me bike, me nekuje. Me tiștekî nebaș nekiriye, Xwedê dîdarê min e.“
Padișah çû cîhaneke dî û vegera, dest li wî sist bûn û li ser keviya textê razanê rûnișt, dilê wî hate girtin û xwîdan bi ser eniya wî ket. Carekê li bejmêra kurê xwe nêriya, dît ku her pareke wî wekî ya mirovan e, segê çi û derewa çi! Lê gava li destêd jinikê nêriye, di dilê xwe de got:
“-Dibe ev jin wekî jina min a berê be, an ji min ve wilo dixuye. Hema destêd vê hene. Qey eve tew ne jina min e? Ev kur jî dibe kurekî dî be, ji ber ku min kurê xwe tew nedîtibû.“
Jina wî çû, ji sandiqa xwe, wan herdu destên çêkirî anîn, û çêroka xwe û ya jêkirina hurmiyan ji baxçeyê wî anî bîra wî, û bi ser de jî, hinek bûyer ji wî re hewaldan, ku padișah baș dizanî, ji wan herdukan pê ve kesek nizane. Kela dilê wî dahat û wî zanî, ku ew jin jina wî ye û ew kur kurê wî ye, herdu hembêz kirin, ew û jina xwe bi ser hev de giriyan.
Roja dî, padișah dest bi șahiyeke gelek mezin kir, nûçe ji dayîka xwe re hinart, û heft roj û heft șevan dewateke mezin çêbû… Padișah bi jina xwe re vegeriya kelehê û bi hev re jiyaneke dirêj û xweșiyar derbas kirin û gelek zarokên wan pêda bûn.
Çêroka me teva bû, gewriya me ji hewaldanê zuwa bû… Selewat û silava li peyxemberê ummetê bikin, û ji me re xewaneke dagirtî amade bikin.

Cotek solên sor

                                                                                  (Kurdîkirina efsaneyeke Almanî-Hungarî) (*)
Cankurd, 28.12.2011

Çi hebû, çi tune bû…
Li gundekî hejaran, ku di ber daristaneke mezin de bû, keçeke piçûk a sêwî li nav malan dijiya, parsa nanê xwe ji gundiyan dikir û di rewșeke pir wêran de rojên xwe yên tehl û tirș derbas dikirin. Zivistanên sar jî ew bê cilin, ku wê ji serma û seqemê biparizin, dima. Solên wê jî tune bûn. Kesekî ji xwe re xwedîkirin an paristina wê sêwiyê nekiribû bar. Karbidestên deselatî jî tew haj rewșa mirovên hejar nedikirin. Hîn di dehsaliya xwe de, wê sêwiyê zanî bû, ku kar û barên jiyana wê tenê histobariya wê ne. Lew re ew di dilê xwe de dihizirî, çewa ew ji xwe re solin germik pêda bike, û ji ber wê yekê, di ber dikana koșkarekî solan re çû û hat û bi dizîka li wî temașa kir, çewa ew çerman dibirre û solan didirû. Ji wê re çerm, șûjin û nexekî șimakirî pêwîst bûn.
Keçika sêwî jîr û jêhatî bû. Di demeke kin û kurt de, dest bi dirûtina solekê kir. Soleke ku rengê wê yê sor dîna keçikê bi ser xwe ve kișandibû. Ew bi karê xwe serbilind bû,  sîngê wê yê piçûk nema têra dilê wê dikir. Pêyêd xwe yên xas xistin cotê solên sor, pișt re hate bîra wê, ku divê ew ji bo rêzgirtina wan solên sor, lingêd xwe yên qerêj paqij bișû. Solêd xwe xistin bin çengêd xwe û çû di coyekî ava sar de lingêd xwe șuștin. Ji serma bêçiyên pêyêd wê șîn bûn, lê ji ber xatirê wan solên sor ên hezkirî, ji xwe re digot: Xem nake. Herçend gavan gavdikir carekê dawa kincê xwe yê kevnar, di destekî xwe de, kom ser hev dikir, û bi bin kabêd xwe de dinêriya, da ew solên xwe bibîne. Ew hem dilșad û hem jî serbilind bû bi karê destên xwe, lê gava dihate bîra wê, ku dibe ew dîsa wê rojê birçî di axurekê de rakeve, ji dilê wê kesereke kûr û dirêj hildikișî.
Rojekê ew jî di nav hinek zarokên dî de rawestiya bû, ewên wekî wê hejar û sêwî bûn. Wan li aliyekî rê destên xwe bo parsê vegirtibûn, û çavrêya hinek kesan dikirin, da pariyeke nan an penesekî bidin wan. Ji aliyekî ve çar koleyên qanat û bi hêz hatin, ku di nav xwe de mehfeke hevrîșmî ya zer û sipî, li ser du dîrakin dirêj hilgirtibûn. Ewana hatin li ber zarokan rawestiyan û mehf ji milên xwe daxistin tenga kabêd xwe. Ji hindirê mehfê jineke navsalî histo û destekî xwe bi derve de dirêj kirin, rûyê xwe yê nîvpêçayî ber bi wan kir, bi destê xwe hinde quruș avêtin ser wan, ku zarok giș li hev xurcilîn û her kesekî xwest ew bêtir qurușan ji erdê rake, û bi ser hev de kirine cirecir. Tenha xudana solên sor, di cîh de, bêliv rawestiya, wekî ji wê pare tew ne pêwîst bûn. Diyar bû mehf û xudana mehfê teviya hișê wê revandin û nema dizanî çi bike. Jina xanedan carekê bi du çavin kesek, ên wekî yên pisîkekê, ji jor ve ta bi solên wê nêriya û bi tliya xwe nîșanek dayê, ku biçe ba wê. Keçika solsor ber bi mehfê ve çû, jina xanedan bi çeplê wê girt û kaș kir, keçik hilkișiya nav mehfê. Jina ku di ber kirasekî rengîn, tenik û dirêj de bû, bi destê xwe yê dî zengilekî piçûk hejand, her çar koleyan bi hev re mehf hildan ser milên xwe û yekser ji wir bi rêketin û zarok bi pey wan ketin. Di teviya rê de, keçika solsor bi mehfa wekî hezêlekê dihejiya dilșad bû, ji ber ku wê tiștekî wilo berê nedîtibû û nebihîstibû. Jina xanedan jî herdem bêdeng li cilên wê û li solên wê yên erzan û sor dinêriya.
Mehf giha ber dergahê koçkeke mezin û kevnare, ku tenha baron û axayên maldar dikanîn di maleke wilo de bijîn. Paș ku ew li pey xanimê di nerdewanekê re derbas nav koçkê bûn, tiștê xanimê di serî de bo wê gotiye ev bû:
„- Va cil û solên xwe yên erzan û gemar ji xwe deyne, bila jinên berdest seriyê te pak bișûn û cil û solên te bavêjin nav agirê.“
Dilê keçikê hate girtin, hema nedizanî çi bersîvê bide wa xanima ku ew ji nav hemî zarokên hejar û sêwî hilbijartiye û bi xwe re aniye mala xwe. Du jinên qelew ku cilên wan wekî yên așkaran bûn hatin, xwe ji navê de bo xanima xwe piștxûz kirin, heryekê ji wan bi çeplekî keçikê girt, ew dane nav xwe û bi xwe re birin. Bihna goștê xav û gelek xwarinan bi hev re ji wan hate difna keçikê.
Paș ku cil û solên sor ên keçikê avêtin nav agirê, dilê wê pir xemgîn bû, ji ber ku wê ew sol bi xwe çêkiribû û ji rengê wê sor pir hezdikir. Kesereka kûr kișand û bê xwarin çû razanga ku ji wê re hatibû amadekirin, cara yekemîn bû ku wê seriyê xwe danî ser balifekî nerm, çavên xwe dan hev û bizava xwe kir ku solên xwe yên sor ji bîr bike…
Roja yekșembê, ku gundî tev diçûne dêrê bo nimêja xwe bikin, xanimê çavrêya keçika sêwî kir ku ew cilin paqij û hêja di ber xwe ke û bi wê re biçe dêrê. Keçik li soleke hêja û paqij geriya, dît ku di sandiqeke darî de gelek solên cihê-cihê û ji gelek rengan hene, hinek zirav wekî nikilê qazan dixuyan, hinek pehnîbilind ku wekî du stûnên zirav ên di binê solê de dixuyan û hinek jî wekî fîlurên bê pehnî, sivik û nermik, lê yeke bi rengê sor tune bû. Dawî dît ku tiștekî di taqeke malê de dixuye, wekî çiraxekê șewq dide. Sandiqa solan kaș kir ber dîwarî, hilkișiya û destê xwe avête hindirê taqê, dît ku coteke solên sor e, lê pir ji yên wê çelengtir, nûtir û baștir dirûtî ye. Ew pir dilșad bû. Bi zûkî pêyêd xwe xistinê û bi derve de beziya, lê gava çavêd xanimê li solên wê ketin, rûyê wê tehl û tirș bû, hema tiștek negot.
Di dêrê de, gelekan bi dîtina keçika sêwî, ku bi wê xanimê re hatibû, dilxweș bûn, hema gișan bi nevînî ‚kurh‘ li solên wê yên sor nêriyan û rûyêd xwe ji wê guhartin. Keçikê nizanî bû ji çi ra ewana ji wan solan hez nakin, û di dêrê de nebaș bû, ku ew bi xanima xwe re, ku wekî mezineka gundiyan tê nasîn, li ser sola xwe ya nû bipeyive.
Ji nișka ve, keçikê dît ku ji șabûna wê bi wan solên sor, dilê wê hilperkê ‚reqsê‘ dixwaze. Pir bizava xwegirtinê kir, lê viyana dilan gelek hêzdar e. Ew ji nav gundiyan derket û li pêș wan hilperikî, wekî ordeka ku bi vegera hevalê xwe dilșad bûye, vir de û wê de, difirre û basikan di ser ava golekê re li ba dike. Hinek ji nimêjvanan keniyan û hinek jî xeyidîn, hema xanima ku ew keçik bi xwe re anî bû dêrê, bi nêrîna wan re rûzer bû, lê bêdeng û bêlivîn li wê û li wan temașa kir.
Di rêya vegerê de, ku keçik di tenișta xanimê de, di nav mehfê de, li ser doșekeke giran û rengîn rûniștibû, cotê solên xwe jî xistibû dawa xwe, wekî bûkelîstokekê, xanimê gotê:
„-Keça min a kubar, qey te ev cotê solan hilbijartiye?“
„-Min ji solên sor hezdikim.“
„-Ma te nedît, çewa hemî gundî ji te sîv hatin?“
„-Min dizanî ku ewana hejarî û sêwîtiya min nepejirînin.“
„-Dibe jî, hema haj xwe bike, bila em di nav gundiyên xwe de nebine leng û pêkenok.“
Roja dî, dewateke mezin a lawekî xanedan li gundekî dî hebû. Xanim jî hatibû vexwendin. Ew çû dewatê û keçika sêwî jî bi xwe re bir. Di dîlanê de çavêd dîlangeran gișan li solên sor ên wê keçikê bûn, hema kesekî bo wê tiștekî nebaș negot. Wê rojê  ew pir hilperikî, sema bi dilê wê bû, û carina jî di orta dîlanê de, bi tenê xwe, hildiperikî. Diyar bû ku solên wê yên sor viyaneke bi hêz xistibû dilê wê.
Li dawiya wê rojê, berî ku ro biçe ava, xanim bê keçika sêwî vegeriya mal, ji ber ku keçik ji dîlanê derneket, û tew guh neda bangên wê. Keçik bi solên xwe yên sor, bi hilperkîna xwe ve gêro bûbû.
Di navbera gundê ku dewat lê hebû û koçka xanimê de, rêyeke dirêj û berwar hebû, bi kaș û gelî bû, û carina rê dikete nav daristana mezin a ku li paș wê koçkê bû. Keçikê dît ku asîman sor û mor dibe û lew re bizava xwe kir bo vegerê, hema nikanî bû ji hilperikînê raweste, solên wê teng bûbûn, an jî pêyêd wê werimî bûn û wilo diyar bûbû ku bîçiyêd pêyêd wê stûr û qelewtir bûne, tew nema dikanî cotê solan ji lingêd xwe bike. Dawî têgiha ku solên wê yên sor wê binzor dikin, ku hilperikîna wê bigude û neyê rawestandin. Wê pișta xwe da dewatê û berê xwe da rêya ku tê re dema taștiya hatibû. Kesekî ji gund negotê: „-li vir bimîne“, ji ber ku dewat bû û her yek bi karê xwe ve, an bi mêvanê xwe ve gêro bûbû. Keçik di rê da hilperikî û di wan sirt û newalan re ber daristanê ve çû.
Dema ew gihaye nav daristanê, êdî ro çû bû ava û tariyê perdeya xwe bi ser daran de daxistibû. Siya keçikê ku li binê sirtekê dixuya, ji ber hilperkînê dihilat û dadihat, êdî winda bûbû. Hêza wê nema bû, hema solên wê yên sor li wê zor dikirin ku ew hilperikîna xwe bigudîne… Ji dûr ve dengên rovî û çeqelan, beraz û guran hatin guhên wê û tirs xistine dilê wê, hema ew bê rawestan hildiperikî.
Paș kurtdemekê, rê giha nav darin qelew ên ku wekî komeke mêrên serxweș, xwe bi hevdu pesartibûn da nekevin, û giș ji navê de dihejiyan. Li wir rê bû du șax, șaxek bi aliyê rastê de û yek jî bi aliyê çepê de. Keçik di cîhê xwe de ziq rawesta, êdî nema dizanî ku ve biçe. Dema bi xanimê re hatiye, ewana di nav wê mehfê de bûn, ku li ser milên çar koleyan bû, wê tew dîna xwe neda bû rê. Ew hizirî, ka bi kijan alî ve biçe, hema ji ber hilperikîna xwe hișê wê baș kar nedikir. Li dawî bi aliyê çepê de çû, lê wê nedizanî ku ew rê diçe kûraniya daristanê, û di tariyê de winda dibe.
Demekeê dirêj ew hilperikî, ta giha ber malekê, ku çirûskeke ronahî di taqeke malê re xuya bû. Bi hilperikînî giha ber deriyê ku ji daran çêkirî bû, û carekê bi gurmista xwe lêda, derî bi zûkî vebû, Pîremêrekî girs û qanat derî vekir û bi çavin hûrik ji jor ve li wê nêriya, dît ku ew di cîh de hildiperike, lê pir westayî dixuye. Pîremêr carekê desetekî xwe avêt riha xwe ya dirêj û sipî, pișt re bi hindir ve çû û keçik jî li pey.
Keçikê di ber hilperkîna xwe re gotê:
“-Mamo, ji nîvro de ez di vê rewșê de me, ez nikanim rawestim, ji bo Xwedê harîkariya min bike. Derdê min ji cotê solên sor e.”
Pîremêr ta nîva șevê gelek bizav kirin, da cotê solan ji pêyên keçikê bike, hema ew bi ser neket. Ta sibê ew bi kutekê orta xaniyê xwe ve girêda, lê gava ew ji nav ben û kêndirê azad kir, dîsa ew hilperikî, hilat û dahat, ku tiștek ji xwarinê di zikê wê de nama.
Li dawî, gava çare neman, keçikê ji wî xwest ku ew palte bîne û lingêd wê di gûskan re bibirre. Pîremêr bi ya wê kir, lê wilo bi zûkî û zanayî, ku keçikê ji nișka ve xwe bê pê û bê sol dît. Ji ber êșê hiș ji seriyê wê çû û pîremêrê ku di jîna xwe de gelek caran ji ber karê darbaziyê birîndar bûbû, dizanî çewa lingêd wê yên birrandî derman bike.
Paș du rojan keçik li xwe hișyar bû, dît ku ew nema hildiperike, û ew bê pê ye, solên wê yên sor tew ne li wir in. Pîremêr gotê ku pêyêd wê yên jêkirî di wan solan de hilperikîn û bi pașiya daristanê de çûn winda bûn.
Bi ser wê yekê de, keçikê kotikek ji pîremêr stand. Du aliyên wê qulkirin, benek têre derbas kir, ew kotik bi milê xist, û ji wir derket, li nav gundan bi parskirinê jiya, xwarina ku jê re dixistin kotikê, li bin darekê, bi tenê xwe, berî razanê, dixwar. Ne ew careke dî li xanima maldar pirsiya û ne jî kesek li wê pirsiya. Paș mirina pîremêrê darbirr, ew hate mala wî, ya ku di nav daristanê de bêxudan mabû, û jiyana xwe ya mayî di wê malê de bir serî.
———————————
(*) Kurdîkirina efsaneyê li ser kurtiya wê, ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd

Baronê Rihșîn

Cankurd, 5. Dezember 2011

Ev efsane yek ji efsaneyên ku șaxnas û zanayên nefsa mirovî ‚Psîșologî‘ bi xwe ve gêro û mijîl kirîne, wekî Odîpos û Gilgamêș, û wekî șanoya ‚Hamlêt‘ a William Shakespear, lew re ez dixwazim vê çêrokê ji we re bi Kurdî binivîsim. Eve ne wergerandine, lê heta ez dikanim, ez ê di lêkirinê de ji çarçiva wê dernekevim, ewa ku xanim (Clarissa Pinkola Estés) di pirtûka xwe ya giranbiha de (Gurejin) nivîsiye. Ev xanim șaxnaseke mezin a Psîșologî ye, di 500 Rûpelan de, bi rêya lêkolînên xwe  yên hêja, di efsaneyên mirovî de, dide zanîn ku di kûraniya nefsa her jinekê de taybetiyên (Gur) hene 

                                                                                  

Çi hebû çi tune bû…

Li derveyê bajêr û bajêrokan, li dûrî  gund û zeviyên gundiyan, di nêv daristanekê de, baronekî xanedan, ku xudanê keleheke bi surhên bilind û qaling bû, bi tenê xwe dijiya. Ji malbata wî kesek nema bû, ji merivên wî hinekan barkiribûn çûbûn bajêrên dûr û ên pîr jî koçka xwe bi gorê guhatibûn, û êdî geya li ser goristana wan  șîn bûbû. Berdestên wî jî li dora wî nema bûn, bo çi rewșa wî wilo bû, kesekî ji wî pêve nedizanî. Riha baronê qanat û hêzdar dirêj û bi rengê hișîn bû, lew re ew bi „Baronê Rihșîn“ ji aliyê gundiyên ve hatibû navkirin, ewên ku li tenișta wê daristanê dijiyan. Wan carcar xwe dadiqelistin û bi dizîka ji koçka wî ve nêzîk dibûn, hema nediwêrîn li dergahê koçkê bidin an xwe li ber wî xuya bikin, ji ber ku ewana gelek ji wî ditirsîn û nedizanîn çewa bi wî re têkiliyê pêda bikin.

Rojekê ji rojan, Baronê Rihșîn șûr û tîrkevan û qimeya xwe rakirin, kurkekî sor û reș li xwe kir, hespê xwe ji axurê derxist, dergahê mezin ê koçkê bi kilîtekî hesinî û gir kilît kir, pișthesp bû û ji wir bi rê ket

Paș demeke dirêj di nêv dar û geyayên bejinbilind re, ew giha ber mala gundiyekî hejar, ku li aliyekî daristanê bû. Sê kurên gundiyê hejar û pîr hebûn, kur êdî bûbûn peyayin bi hêz, û sê dotên wî jî hebûn, yek ji yekê ciwantir û çelengtir, lê belê wan mêrnekirî bûn. Gava Baron li ser pișta hespê wî yê reș dîtin, bi derve de beziyan, xweșhatin û silaviya wî kirin. Bavê wan jî derket, û xwe ji navê de bo mêvanê xwe çemand û ew fermoyê mala xwe kir.

Baron li derveyê wê malê, li ser kursiyeke darî danișt. Wî dizanî ku mala gundiyekî wê ne bi dilê wî be, ew ê ne paqij û ne fireh be, dibe jî bihna genî jê bê. Dotên gundî bi lez û bez ji wî re avjong û mastav anîn û bavê wan ji mêvanê xwe pirs kir, ka ew hezdike goștê berxekî an yê elokekî bixu. Baron got:

“-Ez ê dilșad bim, ku hûn bibin mêvanê koçka min. Ez ne birçî me, û ez niha bi ser oxireke xwe de diçim.”

 Wilo got, cameke mastavê hilda ser xwe, dilopên ku bi ser riha wî ya hișîn de hatîne, bi destmaleke sipî maliștin, rabû ser xwe û ji wan re diyar kir, çewa ewana roja dî biçin koçka wî, û gote keçikan ku wê hîn baștir be, eger birayên wan, dayîk û bavê wan jî bi wan re bên keleha wî. Careke dî pișthesp bû û ji ba wan bi dûr ket.

Gava birayêd keçikan ji karê xwe vegeriyan, giș li hev rûniștin û di ber xwarina Șîva re li ser baronê rihșîn peyivîn. Birayê mezin gote xangên xwe:                                           “-Ez tênagihim bo çi baronek hejarin wekî me vexwendiyên koçka xwe dike!”

Keça mezin jî got:

“-Ez rast ji riha wî ya șîn ditirsim.”

Ya dî ku ji wê ciwantir bû got:

“-Wekî dixuye, rûyê wî di jiyana xwe de ti caran berken nebûye.”

Keça ji gișan piçûktir, di xwe de hizirî, û paș ku gelek pirs di seriyê wê de pêda bûn û bersiv jê re dîtin, got:

“-Divê em vê vexwendinê baș bibînin, dibe ew ji me re nîșana qenciyê be.”                   Paș ku dayîka wan a porsipî baș guhdariya wan kir, got:

“-Çewa em ê vexwendina baronekî bê erêkirin bihêlin? Di teviya jiyana me de, em pêrgî camêrekî wilo nehatîne, me ji zor û setema maldaran pê ve tiștek nedîtiye. Me tew koçka axayekî jî ji hinder ve nedîtiye. Riha wî hișîne, ne wek yên xelkê ye, hema porê min û yê bavê we jî sipî ye. Raste ew mêrekî navsalî ye, hema bi hêze, wekî ciwanekî dixuye.”

Bavê wan jî got:

“-De bila em carekê biçin koçka wî, pișt re em ê bizanin, ka ev vexwendin bo me xêre an ne.”

Roja dî, hemî li hesp û qatiran suwar bûn, û berê xwe dan nêv daristanê, ku koçka Baron di kûraniya wê de bû. Baron li ber dergahê koçkê, li derve, li wan çavdikir.

Xudanê koçkê bi mêvanên xwe re demeke xweșik derbas kir, keçikan û diya wan xwarin amade kirin, weku ewana berdestên wî ne. Șorbeya nisîkan, goștê asikan, birinc, savar, firîk û gelek șêweyên tirșikan, û pișt re hingiv û șîroneyên bi gûz û behîvan,  avjong û mastav, têra her yekî / yekê hebû û hîn gelek bêtir.

Li dawiyê, xudanê koçkê dest avêt riha xwe ya hișîn, û bi zimanekî nerm gote bavê keçikan:

„-Bo min rûmeteke, ez destê doteke te bixwazim. Tu dibînî, ev koçka mezin û fireh sar û valaye ji kenînê zarokan.“

Bavê keçikan li çavên jina xwe û li yên hemî kur û dotên xwe nêriya, ji dota piçûk pêve gișan rûyên xwe ji ber awirên wî guhartin. Pișt re got:

„-Axayê min ê comerd û navbilind, bo min û malbata min mestirîn rûmete, ku em bi kesekî mîna we re carekê di jîna xwe de, li ber maseyeke xwarinê rûnin. Bila ez û zarokên xwe di berdestiya We de jîna xwe derbas bikin, em ne poșman in.”

Paș vê gotinê, nema kesekî tiștek xwar an vexwar, û diyar bû ku Baron jî giha armanca xwe, ew ê bibe zavayê pîremêrê hejar, lê kijan dota wî dibe jina wî, hîn di wê șevê de ne xuya bû.

Li mal, hersê dotên pîremêr li hev rûniștin û li ser baronê xanedan bi hev re peyivîn.

Ya mezin got:

“-Rihên wî yên hișîn nakevine dilê min, ew ji min re wekî ejderhayekî dixuye, tevî ku ew pir maldar e, we dîna xwe dayê ku ew bi tenê xwe dijî. Ez nikanim bibim kebaniya wî.”

Ya orte ji wan got:

„-Hema berdestek an așkarek jî di wa koçk û seraya fît û fireh de nîne. Bi ser ve jî ew ji nișka ve dike û bi șêweyeke nenas li me dinêre, wekî kesekî șêt û dîn. Qey ez ê hemî wan xaniyan bi xwe bimalim? Ez wî nakim mêrê xwe, çi dibe bila bibe.“

Ya piçûk kurtedemekê hizirên xwe, di dilê xwe de, kirin, pișt re li xwe haydar bû, û gava wê dît, ku herdu xangên wê li hîviya gotineka wê ne, got:

„- Ne rihên wî yên șîn û ne ji tenahiya wî ji min re dibine egerên neykirinê. Ew dixwaze bibe zavayê malbata me ya hejar û bêhebûneke diravî. Dayîk û bavê me herdem di wê hîviyê de bûn, ku peyayekî comerd û rewșbaș bibe zavayekî wan. Baron mirovekî bi hêz e, maldar e û zimanxweș e. Bo çi ez ê nebime jina wî?“

Paș vê gotinê, nema kesek ji wan bêtir peyivî. Her yek ji wan kete nav pirtiyên razanê, nivîn kișande ser seriyê xwe û di dilê xwe de hizirî.

Baronê Rihșîn bûka xwe ji mala pîremêrê hejar bê dewat anî, dota wî ya piçûk li paș wî, li ser pișta hespekî sipî suwar bû, herduwên dî jî bi xemgînî li wê nêriyan, lê di kûraniya dilê her yekê de xewna bûkiyê mezin bû. Ji xûșka xwe re dirazên jîneke șad û hêjatir kirin, û hêstiran çavên hersê birayên wê, bav û diya wan jî tijîkirin. Ji wan pê ve kesek li wir nebû. Ewana dûrî mirovan û niștegehên mirovan bûn.

Hîn mehek derbas nebû bû, Baron gote bûka xwe:

„- Bêguman te bîra dayik û bavê xwe, xang û birayên xwe, kirî.“

„- Rast e. Min gelek bîra wan kiriye.“

„- Bașe, ez niha diçime bajêr, ku hinek hûr û mûr bikirrim. Ez ê rêya xwe bi mala we xînim, bila ewana tev bêne vir, hûn bi hev re rojekê an du rojan derbas bikin. Vane hemî kilîtên koçk û serayê, têde 100 ode, çi mezin û çi piçûk, hene. Hûn dikanin ji xwe re di nav de bigerin, hemî kevnareyên ku têde bi çavên xwe bibînin, tenha odeyeke pir piçûk di jêrzevînê de, li bin pașmaxa xaniyê li paș seraya mezin heye, nabe hûn wê  odeyê vekin. Vaye kilîtê wî jî di nav kilîtan de ye, ew yê tev piçûk e. Gava hûn wê vekin, ez ê ji te sîv bêm û dibe ku tu ziyaneke bêwekanî bibînî. Baweriya min bi te heye, bila ev bawerî jar nebe.“

Wilo got, gurzê kilîtên hesinî ku pir giran bû; xiste destên bûka xwe, eniya wê maç kir, ber bi dergahê ve çû û seraya fireh û vala dengê solên wî yên giran veda.

Di wê rojê de, herdu xang û hersê birayên wê hatin, dayik û bavê wê nehatin, ji ber ku herdu nexweș ketî bûn, lê ewana hîvîdar bûn, ku dota wan bi xûșk û birayên xwe re bite zeyî. Ji xwe pêwîst bû, ew berî hatina wan biçûya zeyî, hema wilo nebû, û dibe jî ku Baron heznedikir ku bûka wî bi tenê xwe li mal bimîne, gava ew biçe derekê, an bêyî wî li mala bav û dayîka xwe bimîne, lew re rêya xwe bi mala xezûrê xwe xist û xang û birayên bûkê șandin ba wê.

Roja xwe ya pêșîn bi xwarin û vexwarinê derbas kirin, lê roja dî xangan xwestin xanî û serayê, veșartok û antîkên hemî odeyên koçka Baronê Rihșîn bibînin, û birayan xwestin li derveyê koçkê, li nav baxên wê, ji xwe re li asik û tawûs û kewan temașa bikin, piçekî șûrbaziyê bikin û tîran bavêjin.

Keçikan hemî antîk û veșartokûn koçka mezin û fireh, ode bi ode, serzevîn û binzevîn, giș dîtin û têre geriyan. Tiștekî wilo xweșik di jîna xwe ya rastîn de û di xewnan de jî nedîtibûn. Pir dilșad bûn, û ji kilîtê piçûk pê ve hemî kilîtên dî li deriyan xistin…

Li dawiyê, gihan ber deriyekî nizim, ku ji textê kevin û hesinê zingarî bû, di binê jêrzevîna xaniyekî de, ku li pașmaxa seraya mezin bû. Ji hemî kilîtan hîn yê piçûktir ji gișan di nav tiliyên bûkê de digote wê:

„-Qey ez ne kilîtim? De min jî carekê bi kar bîne.“

„-Kilîtê kinik, min soz da mêrê xwe, ku ez te bi kar neyînim.“

Wilo got, hema di sîngê wê yê sedefî de, agirekî bi alav vêket, dilpijînekê ew girt. Hem wê û hem jî xangên wê diviyan bipeyivin, ji hev re bibêjin ku bo çi wê nebînin çi di wê odeyê de heye. Ji wan hizirên dilê bûkê pirsek hebû:“-Qey ev deriyê nizim diçe razanga jineka dî? Lew re  mêrê min naxwaze ez rastiyê bizanim.“ û di seriyê wê de hewiyeka ji wê çelengtir û ciwantir pêda bû, ku xudana razangeke wekî textê Belqîs e. Seriyê wê tengijî û ji wê ve diyar bû, ku dûmanê agirekî ji bêvilên wê derdikeve.

Xûșka wê ya mezin got:

“-Ez ditirsim ew niha vegere, bi ser me de bê, û ji me pir bixeyide.“

Ya dî got:

“- Ez dibêm, qey wî kana xwe ya zêr û zîv di vê odeyê de veșartiye, lew re naxwaze kesek bizane çi di wê de heye.”

Bûka Baron bi kilîtê piçûk ew deriyê nizim vekir, yek li pey ya dî, hersê derbas bûn hindirê tarî. Xûșka mezin bi paș ve vegeriya, çû mûmek anî, ew vêxist û hat, di ber yên dî re çû pêș wan…Çi bibînin?

Li ciyên ku rohniya wê mûmê gihayê, parçeyên lașeyên jinan hebûn. Jinin tazî, ku serî, dest, û pêyên wan ji hev birrandî bûn, di goleke xûna xwe de belav bûbûn…

“-Ev çiye? Ev çi hovîtî ye?”

Bûka Baron wilo got û bi sîngê xwe ve li orta lașekî ket, ku serî bi jêr de bû, por di nav gola xûnê de belav bûbû, ling bi darekî di ser seriyê wê re girêdayî bûn, û memikên bi xûnê sorbûyî bûn, wekî du hinaran bûn.

Bi lez û bez, tev li tirseka bê wekanî, hersê xang ji wê odeya nenas, bihingenî, tarî û xûnî, reviyan, derî li paș xwe girtin, bi destin lerzok bûkê derî kilît kir û li hev nêriyan, bi çavan ji hev pirsiyan, ka çi bikin!

Xanga mezin got:

“-Xangê, kincê te yê sipî tev bi xûn e, destên te û kilît jî.”

Her sê çûn razanga bûkê, kincê wê ji wê șimitandin, avêtin nav agirê pixêreka ku herdem alavbilind bû. Xanga mezin bi mașeyekê ew kinc di nav kizotên agirî de livlivandin, da bi zûkî tev bisoje û bibe xulî. Xanga dî bi çepilê bûkê girt û ber bi curnekî avê bir û herdu destên wê șuștin, û hinek çilpikên xûnê, ku li ser gulmên wê bûn, bi destmalekê paqij kirin. Bûkê jî gelek bizav kirin, ku kilîtê di destê wê de, ji xûnê paqij bike, hema her û her xûnê ji kilîtê dirijî, tew nedihat birrîn.

Bûkê bi dengekî lerzok, weku bi xwe re dipeyivî, got:

“- Hey lê, ez çi bikim? Qey xûn ji vî kilîtî dize? Nema radiweste.”

Ji tirsa re, ew kilîtê piçûk û xûn jê dihat xarê, ji nav gurzê kilîtan derxist, û ew xiste sekretûneke “dolabeke” cilan, ku li aliyekî razangê bû, deriyê wê dolabê girt û xwe avêt ser doșeka xwe ya razanê, bi destan çavêd xwe peçinîn û bi hêrs giriya.

Xanga mezin hat û xwe di ber wê re dirêj kir, destekî xwe di ser sîngê wê re gihande doșekê û got:

“-Negirî, xangê, negirî. Tiștek nabe, Xwedê me diparize.”

Ya dî jî ber bi wan ve hat û got:

„-Heger Baron pirsek ji te kir, bibêje ku me kilît bi șașî bi kar anî, deriyê odeyê vebû, hema ji ber ku hindirê wê tarî bû me tiștek nedît, û em tirsiyan di tariyê de biçine hindirê odeyê.“

Bûkê xwe rastkir, hêstirêd xwe bi destan maliștin û got:

„-Lê kilît?“

Xanga orte got:

„-Ka bide min, ez ê bavêjim hîșta kelehê, nav geyayê bilind. Gava Baron li wî kilîtî pirsiya, bibêje: Qey ew di tariya xanî û jêrzevînan de ji gurzê kilîtan ketiye, û em lê hișyar nebûne.“

Xanga mezin jî taze li xwe haydar bû, ku wê mûma bi xwe re biriye hindirê jêrzevîna tarî û tijî parçeyên lașan, li șûn xwe hêștiye, ji lez û bezîna wan, ji tirsa ku dilên wan girtiye, tew ji bîr kiriye. Got:

„-Ka kilît bide min, ez ê herim wê mûmê bînim an ji wir rakim û vemirînim.“

Di wê navê de, Baron ê Rihșîn ji nișka ve deriyê razangê vekir û dît ku rewșa wan ne li ser hev e, gelek tirsiyane. Yekser guman kir ku wan rastiya wî naskirine. Bi sinatî „hêdîka“ ber bi wan ve hat û destê xwe dirêj kir. Bûkê gurzê kilîtan ji tenișta xwe rakir û ber bi wî ve dirêj kir, lê destê wê lerizî û Baron têgihîșt ku gumana wî di cîh de ye. Herdu xangên bûkê, li pey hev ji razanga bûkê derketin, yek bi ser surha koçkê de beziya, bi hîviya ku deng li birayên xwe bike, gava ewana li hîșta koçkê dîtin, û ya dî bi xarê de çû, li derveyê dergahê koçkê rawestiya, da ji birayêd xwe re, gava hatin, mijarê bîne zimên, û ji wan bixwaze ku harîkariya xanga wê bikin, gava Baron tiștekî nebaș bîne seriyê wê.

Baron li gurzê kilîtan nêriya, dît ku yê ji gișan piçûktir ne di nav wan de ye. Gote bûka xwe:

„- Min bawerî bi te kir, hema tu ne cîhê baweiyê bû. Kanî kilîtê piçûk?“

Bûka wî xwest derewekê bike, hema kanîna wê nema bû. Tenha ber bi sekretûna cilan nêriya. Baron dît ku goleke xûnê li ber wê sekretûnê heye. Ew ber bi wê ve çû, deriyê wê vekir, dît ku çilpikên xûnê ji kilît dadikevin ber solên wî, dengekî wekî yê dilopên baranê jê tê. Kilît rakir, û bi destekî xwe, ku wekî yê dêwekî mezin ê bi hêz bû, bi pêlikên porê wê girt û ji ser textê razanê bi xarê ve kaș kir, êșeke mezin bi canê wê ket, û nalîneke nazik ji wê hat, ew bi kașkirinê re li ser mermerê odeyê, li ber lingêd Baron com bû.

Bûkê naskir ku êdî ew jî têye kuștin û lașê wê yê parçe-parçekirî wê wekî yên jinên dî cîhê xwe di jêrzevîna tarî de bistîne. Diviya bû  ew jîna xwe ji nav destên wî kușterî azad bike, hema bi çi tonî û bi çi çareyê? Ji nișka ve hate bîra wê, ku dayîka wê carekê gotibûyê:“ Jin wekî guran e, gava hêriș li ser wan çêdibe û dikevine tengiyekê, ewana gavekê bi șûn ve diçin, hêza xwe dicivînin ser hev û bi ser hêrișvan ve hêriș dike, zora wî dibin û xwe azad dikin.“

Baron got:

„-Tu dizanî, wan lașeyên kerkerkirî yên kê ne? Ewana jî wekî te bûkên min bûn, jinên berdest û bermalên min bûn. Ewên ku min bawerî bi wan kiribû, lê ewana jî wekî te ne cîhê baweriyê bûn. Niha sir ate ye ku tu jî wekî wan cîhê xwe di wa jêrzevîna tarî de bistînî.”

Bûka dil bi tirsê dagirtî, ji nișka ve ji cîh hilgavt, û li hember wî wekî hembervanekî di qada cengê de rawestiya û got:

“- Tu ne dirist bûyî bi malbata min re. Te xwe wekî kesekî dilnaz û mirovhez da xuyakirin, heta te em xapandim, lê niha ez têgiham, ku di rastiyê de, tu hovekî mirovkujî. Te derew li min kir û te rastiya xwe li ber min veșart, te hovîtiya xwe bi xan û eywanan, bi xwarina goștên asikan û bi xaliyên giranbiha pêça. Tu çi dixwazî bi min bikî bike. Ez ji mirinê natirsim, hema kurtedemekê bide min, da ez nimêja xwe bikim, li ber Xwedayê xwe bigerim, bila ew nezanîna min wekî gunah li ser min nejimêre. Min soz da mêrê xwe ku ez wî kilîtî bi kar nayînim, lê min sozê xwe bi cîh nehanî. Ez ê ji Xwedayê xwe bixwazim ku wa șașiya min li min biborîne. Tenê kurtedemekê bide min, da ez nimêja xwe bikim, wekî dî ez tiștekî ji te lava nakim.“

Baron got:

„-Bașe, nimêja xwe ya berî mirinê bike. Ez ê herim jêrzevînê û vegerim.”

Wilo got û bi derve de çû. Bûkê jî bi lez û bez deriyê razanga xwe ji hinder ve kilît kir, û li șûna nimêjê bike, bi ber pencerê ve beziya, û bang li xanga xwe kir, ewa ku li ser surha koçkê li wê rêyê dinêrî, ku di nav geyayên daristanê re wekî marekî gewr dixuya.

Bûke gote xanga xwe:

“-Qey birayêd me naxuyin?”

“-Na, naxuyin, hema ji dûr ve kulxan di rê de heye, ez nizanim ew kulxan ji ber nalên hespan radibe an tolaza babelîskekê ye.”

Bûkê deng li xanga dî kir, ewa li derveyê dergaha kelehê bû, jê re got:

“-Xangê, gava birayêd me hatin, yekser wan haydar bike, berî ev kușterê genî me hersêkan dikuje:”

Wilo got û di razanga xwe re vir de û wê de çû û hat. Dîsa ber bi pencerê ve beziya û pirskir:

“-Birayên me hatin?”

Xanga wî bersiv da.

“-Erê, vane sê suwar ji kelehê ve nêzîk dibin. Bi gumana min, ewana birayêd me ne.”

Di wê navê de, Baronê Rihșîn, di nav lașan re digerî û ji xwe dipirsî, ka lașê bûka xwe ya nû bi kijan çengelî ve biçengilîne.  Dawî, ji jêrzevînê derket, derî li paș xwe girt, kilît kir, kilîtê piçûk di têla gurzê kilîtan re derbas kir, mûma ku hîn vêketî bû, vemirand danî derveyê odeyê, û bi jor ve, ber bi razanga jina xwe ve, di nerdewaneke mermerî re, rûtehl, wekî kesekî șêt û dîn di ber xwe de kire kumekum, hilkișiya û șûrê xwe ji ber nava xwe kișand, di destê xwe de hejand û carekê vewșand.

Hersê birayên bûkê gihan ber dergahê koçkê. Xanga wan a ku hîn li hîviya hatina wan bû, bi herdu destan li kab û sîngê xwe da. Got:

„-Hawar…Birano, hawar…“

Gava birayên wê têgihan çi heye, yê mezin ji wan deng li xanga xwe, ya ku li ser surha kelehê bû, kir û got:

“- Zû ji xanga me re bibêje, ku vaye em hatîne hawara wê. Bila derî veneke heta dengên me dibihîse.”

Di wê navê de, Baron giha ber deriyê razangê, xwest ku derî veke, naskir ku derî ji hindir ve kilît kirî ye. Bi dengekî bilind qîriya, got:

“- Veke, ma qey nimêja te naçe serî?“

„- Ez ê çewa deriyê  xwe ji kușterekî re vekim? Ma ez jî wekî te șêt û dînim?“

„- Mafê te yê jînê nemaye, ji ber ku te xinizî bi min kir, niha jî te derew li min kir. Wekî ji min re dixuye tu tew nimêj nakî, tu li rêyeke revê digerî, hema kesek nikane ji darbestika min a zêrîn bireve. Qey ez tew nezanim, ku razanga te li odeyekê çêbikim, ku tu bi zûkî jê derkevî?“

„- Ji ber deriyê min here, berî birayêd min te dikujin û termê te davêjin hîșta kelehê, ku cinawer û ajalan bixun. Vaye dengên wan û șîngeșînga nalên hespên wan tên guhên min û vaye xanga min a ku li ser surha kelehê min bi hatina wan haydar dike.“

„-Birayên te? Tu dîsa derewan li min dikî. Min bi çavên xwe ewana di kûraniya daristanê de dîtin, ewana bi nêçîra xwe ve gêro bûne, tew dengê kesekî jî naye wan. De veke, veke…“

Bi destekî xwe, û bi kabeka xwe li derî da, hema derî venebû. Lê ji paș wî ve dengên birayên bûkê hatin guhên wî. Ji tirsa re gurzê kilîtan ji destê xwe avêt, șûrê xwe hejand û gote wan:

„-Diyare hûn dixwazin bi xangên xwe re bimirin. Qey hûn evqas ji hev hezdikin? Ma hejar hemî wilo hevdilin?“

Birayêd bûkê șûrêd xwe ji kanan kișandin û li pêșmaxa razangê belav bûn, her yek ji aliyekî ve ber bi wî ve hat. Xanga wan a mezin jî, ku bi wan re ji derve de hatibû, beziya û deng li bûkê kir, got:

„-Xangê, netirse, Xwedê wê piștvaniya me bike, û birayêd me yên leheng wê vî kușterî bikujin û wê lașê wî bavêjin bo qertelan, ku di nav hev de parçe-parçe bikin û ji ortê rakin, da qerêjiya wî li ser rûyê zevînê nemîne. Ez ê hestiyên wî bi soringê cîlav bikim û di goreke pir kûr de veșêrim, da ewana va daristanê qerêj nekin.“

Baron ê Rihșîn û birayêd wan keçan li hember hev șûrbazî kirin, gelek birîn li hev pêda kirin, hema li dawiyê, wan hersêyan zora wî birin, ew bi kaban çû xarê û șûrê birayê mezin wekî birûskê di paș seriyê wî re hat vewșandin û seriyê wî firriya, li ser mermerê sipî yê wê pêșmaxê çilpikên xûnê li șûn xwe belavkirin, lașê wî yê gir, ku xûn ji histoyê dipijiqî bi aliyekî de hate xarê, dengekî wekî yê hirçekî ku têye serjêkirin jê hat û bi rumpîniya lașe re xûn bi her aliyekî de pijiqî.

Birayê piçûk, ku birîna wî ji yên dî siviktir bû, deng li xanga xwe ya di razangê de kir û got ku ew azad e, hemî sax in û dikanin bi azadî biçine mala xwe.

Lașê Baronê ku Rihên wî yên șîn di xûna wî de sorbûne, ji surha kelehê de avêtin hîștê, da qertel û ajalên çolê wî parçe-parçe bikin û tiștekî ji goștê wî bi hestiyan ve nehêlin.

Ji wê rojê de, wan bira û xang ji wir çûn û xanga mezin soz kir, ku ew ê pișt re vegere, da hestiyên Baron cîlav bike, da qerêjiya wan negihe zevînê mirovan. Birayê wê yê piçûk jî gotê, ku ew ê bi wê re bê, da ew goreke pir kûr ji wan hestiyan re bikole.

„Vasalîsa“ ya hoșmend

 (Kurdîkirina efsaneya Rûsî, ya bi navê „Bûkelîstok“ , navdar e)(*)

Cankurd, 19.12.2011

Çi hebû, çi tune bû…

Jineke ciwan a ku ji ber nesaxiya xwe ketibû ser textê mirinê, bi dengekî jar û zirav, bang li mêrê xwe yê xemgîn û li dota xwe ya deh salî kir, da weseka xwe li wan bike. Navê keçikê „Vasalîsa“ bû. Herdu hatin û li ber lingikên textê wê, bi çavin tijî hêstir, rûniștin. Vasalîsa hîn a piçûk bû, lê têdigihêșt ku dayîka wê nema ji nû ve sax dibe. Bavê wê jî tew nedikanî bipeyive, ew bê omêdî bû, û tenê hîvî dikir ku jina wî  bi kêmtirîn êș û sojîn dest ji jîna xwe berde. Lew re, wî di dilê xwe de, diraz li ber Xwedê dikirin û bizava xwe dikir ku dota wî Vasalîsa li kula dilê wî haydar nebe. Ji wê dotê bêtir zarokên wî û jina wî ya li ber barkirina dawîn tune bûn.

Paș ku dayîka Vasalîsa weseka xwe ya tenha li mêrê xwe kir, ku ew herdem haj dota wê bike, wê bi giș hêza xwe, ji her aliyekî ve, biparize, rûyê xwe yê zerbûyî ber bi dota xwe kir û gotê:

„- Dota min a ku li ba min ji erd û asîman bihatire, Vasalîsa min a ku tiștek li ser rûyê vê zevînê jê șîrîntir nîne, Xwedê te ji her nebașiyekê biparize… Vaye ez vê pûkelîstokê didime te. Bila herdem bi te re be, hajê bike, bila kesek wê ji destê te nerevîne. Te çi pirs hebin, ji pûka xwe bike, ewê bersivên rast û dirist bo pirsên te bide. Herroj pariyeke nanê xwe bixîne devê bûkelîstoka xwe, û ji bîr neke ku min ev bûk tenha ji te re çêkiriye. Baș lê binêre, rûyê wê, çavên wê, dev û difna wê, por û biskên wê, tev wekî yên te ne. Ji vê pê ve ez tiștekî dî nikanim bot e bibêjim.“

Dayîkê wilo got û tiliyên destê wê yê ku ji bin nivînê derketibû carekê liviyan û çavêd wê sipî bûn, wekî ew li tiștekî di dîwarî de heye dinêre, û nema ew liviya an peyivî. Li derveyê mala wan a ku li ber daristanekê bû, heyveke çarderojî  di paș ewirekî reș de winda bû.

Demeke dirêj, Vasalîsa û bavê wê xemgîn û dilsotî man. Bavê wê hîn mêrekî ciwan bû. Ji ber hejarbûnê ew binzor bû, ku herroj di birrîna daran de kar bike, û pișt re dema dihat mal, ji bo xwarin û maliștina mala xwe jî demekê dixebitî, lew re nikanî bû bi dota xwe re bilîze an biçe nav gundê ku ji mala wan ve dûr bû. Paș ku di dilê xwe pir hizirî, biryara xwe da ku jinekê ji xwe re, lê baș dizanî ku di navbera dota wî û dêmariya wê de, wê dilsarî pêda bibe, dêmarî ji zarokê mêrê xwe heznakin, gava ewana ne ji danga wê hatî bin. Eve taybetiyeke jinan e, lê bo çi wilo ye, em nizanin.

Bavê Vasalîsa jinek ji xwe re anî, û di zikê du salan de du dotên wê pêda bûn. Vasalîsa ji wan re bo berdesta male, bêtirê karên maliștinê, șuștinê, êmkirina dewar û mirîșkan, danserheva doșekên giran û nivînên mezin, paqijkirina camên çiraxan, yên pencereyan, û piyaleyên vexwarinê, avdana kulîlk û baxçeyê dora malê jî, tev bûn kar û histobariyên Vasalîsa. Bavê wê didît û dizanî ku jina wî ya nû pir zorbaziyê li dota wî dike, hema devê xwe venedikir û tew nedizanî çare çî ye. Bi ser ve jî, ya li dawiya gișan xwarina xwe dixwar Vasalîsa bû, û ya ji gișan kêmtir xudan maf bû di nav wan de dîsa Vasalîsa bû.

Gava ew keçik ji rewșa xwe hosan dibû, an kela xeydê di dilê wê de hildida û dirije, wê bi dizîka pariyek ji nanê xwe dixiste devê bûkelîstoka xwe û ji dipirsî, ka ew çi bike, bûkê bersiv didayê, digt:“-Tewat, tewat! Xwedê ji mirovê bi tewat hezdike….û Xwedê bi mirovên tewatmend re ye.”

Roj hatin û șev çûn, dêmariya Vasalîsa bi herdu dotên xwe re, bêyî Vasalîsa dilîst, bi wan re dikenî û li ser gelek tiștan dipeyivî. Ewana bi xwe re dibirin nav gundê ku jê hatiye, lê Vasalîsa tenê di mal de dihêla. Vasalîsa hoșmend jî ji bavê xwe re tiștek nedigit, da xemgîn nebe. Ji bûkelîstoka xwe pê ve bi kesekî re nedipeyivî. Ji xwe tenê ew bûk li ba wê bû, û baweiya wê bi bûkelîstokê mezin bû, ku ewê herdem harîkariya wê bike, ji ber ku ew yadîgariya dayîka wê ye.

Rojekê, paș ku dêmariya Vasalîsa ew șande nav daristanê, da ji wan re sepeteke kuvark û șelekek hêzing bicivîne û bîne, bi herdu dotên xwe re rûnișt û berî ro diçe ava, gote wan:

“- Ez dixwazim vê keçikê bișînim ciyekî dûr ê di nav daristanê da, ku li wir sihirbazeka bi navê “Baba Yaga” heye, ewê keçikê  bigire û wê bixuwe. Heger nexuwe wê nehêle ew careke dî vegere, wê ji xwe re bike kole û berdest. Emê ji wê teva ‘xelas’ bibin. Ezê derewekê li keçikê bikim, ku ew bawer bike û bi xwe biçe mala “Baba Yaga”.”

Wilo keniya û rabû agirê pixarê û çirayan di mal de vemirand. Dotên wê bi çavin tirsiyayî li wê nêriyan. Wê got:

“-Tew netirsin, mebesta min ji vemirandina agirî û çiraxan heye…Netirsin.”

Di wê nave de, Vasalîsa di bin șelekê xwe yê hêzingan de, piștxûz û giran-giran ber bi mal ve vedigeriya, di destekî de jî sepeta kuvakan, û di destekî de, seriyê benê ku șelek pê girêdayî bû, hêl dibû. Diyar bû ew pir westa bû, tî û birçî bû.

Vasalîsa giha hewșa male, șelekê hêzingan ji ser pișta xwe ya piçûk avêt, pișt û milên xwe carekê hejandin, û di deriyê textî yê giran re derbas bû hindirê malê, ku êdî tarî bû.

Dêmariya wê bi rovîtî deng li Vasalîsa kir, got:

“-Vasalîsa ya ciwan, bê te em di tariyê de dimînin. Agirê mala me vemirî û em nikanin çiraxan jî vêxînin.“

„- Qey bavê min nikane agirî vêxîne?“

„-Bavê te çûye bajêr û heta sibe venagere.“

„- Ma ez dikanim çi bikim?“

„- Tu dikanî biçî bo me kizoteke agirî bînî. Herdu dotên min piçûk in, û min jî teviya rojê kar kiriye, ez westa me.“

Vasalîsa dizanî ku ew nerast dibêje, ji ber ku hemî karê malê li ser milên wê bû, lê wê nedixwest jina bavê xwe bixeyidîne. Lew re pirsiya:

„- Ez kizoteke agirê ji ku bînim?“

„- Tu yê biçî nav daristanê, di tariya kûraniya wê de mala pîrejineka bi navê ‚Baba Yaga‘ heye. Here ba wê jinê û ji me re agirekî bîne. Em nikanin ta sibe di tariyê de bimînin, herdu dotên min wekî min ji traiyê ditirsin, qey tu ji tariyê natirsî?”

Bê ku Vasalîsa tiștekî dî bibêjî an bipirsî, destê xwe avêt sêleke piçûk a ku li derveyê deriyê malê bû, rakir û berê xwe ji nû ve ber bi daristanê. Asîman êdî sorbû bû û daristan ketibû siya çiyayên bilind, nema darên wê baș dixuyan.

Vasalîsa demekê di nav daristanê re, di rêyên wê yên zirav re, ber bi navenda wê ve çû, carina bi lez û bez û carina ji tirsa bi sinatî û bê ku dengê keviran an șikestina darikan di bin çaroxên wê de bilind bibe. Ji nișka ve, suwarekî bi cilên sipî, di ber wê re, hespê xwe yê sipî bi pêș ve bezand. Ew bêtir tirsiya, lê gava wê dît ku suwar tiștek bi wê nekir û tiștek jî negate, tirsa dilê wê kêmtir bû. Di nav daristanê de dora wê tarîtir bû, û guman li ba wê mezin bû, ku ji nișka ve wê gurek an hirçek xwe bavêje ser wê û wê parçe-parçe bike.

Paș ku ew demeke dî bi pêș ve çû, dîsa suwarekî dî di ber wê re hespê xwe bezand, lê ew suwar bi cilin sor bû û hespê wî jî sor bû. Dilê wî ji tirsa veciniqî û govdeyê wê ya nazik lerizî, sermayekî li pișta wê da, ku avika zikê wê yê birçî tev li hev bû, darên ku wekî ejdirahayan bûn did or seriyê wê re bi lez geriyan. Ew hîn bi pêș ve çû û sêla ku ji bo kizoteke agirê bi xwe re aniye, ji destekî xiste destê dî, û lez kir…

Paș ku demeke dî gavkir, êdî ling û kabêd wê, di tariyê de, li darên șikestî û li zinarokên tûj ên wekî kêran diketin, hema wê bi tewat, guh neda dilê xwe yê bi tirs û êșê dagirtî bû û rêya xwe gudand. Dîsa suwarek di ber wê re derbas bû û hespê xwe bezand, hema ev car suwar bi cilin reș bû û hespê wî jî reș bû. Reș rengê tariyê û mirin û nebașiyê ye, û gelek mirov jê ditirsin, ne tenê Vasalîsa ku di tariyê de, di nav daristanekê de, tenha dice. Sêla xwe ji tirsa avêt, da ew siviktir bibe, û bi pêș ve lez kir.

Dawî, rohniyek bi ber çavêd wê ket, ew giha ber maleke mezin a ji text û daran hatiye lêkirin. Sinca dor malê jî ji hestî û qafên mirovan avakirî bû. Wekî birûskek li singe Vasalîsa bide, ew di cîh de rawestiya û bi sîngê xwe girt. Ji bûkelîstoka xwe pirs kir, ka ew çi bike, wê gotê:”-Netirse…Bi pêș ve biçe.” Rast jî, wekî her car tirsê dilê wê di rê de digirt û bûkelîstoka wê dilê wê bi hêzeke nedîtî dadigirt, gava wê dît ku wan hestî û qafên mirovan tew nalivin, bi dizîka gavkir. Ew giha ber derî, carekê bi destê xwe lêda, dengê pîrejinekê li wê vegerand, got:

“-Kî ye eva di tariya vê șevê de hatî mala Baba Yaga? “

“-Ezim, ez Vasalîsa me, ez hatîme kizoteke agirê bo mala bavê xwe bibim.”

“-Qey min li vir dikana agirfiroșiyê vekiriye? Agirê min ne erzan e.”

Derî bi xwe vebû û bihneke genî ji hindirî hat. Vasalîsa rûyê guhart, lê ew binzor bûbû ku derbas bibe hindirê wê malê, da armanca xwe ji wê hatinê bi cîh bîne.

Li ber agirê pixareyeke piçûk, pîrejineka ku wekî komeke hestiyan dixuya li ser hinek post û mînderên ku li ser sendeliyeke bilind rûniștibû. Herçar lingikên wê sendeliyê ji hestiyên lingên mirîșk û qazan hatibûn çêkirin. Sendeliya pîrejinê di bin govedeyê wê yê jar de wekî hêlikeke li nav rezan û li ber bayê dihejiya. Vasalîsa di duwanzdeh salên jîna xwe de tiștekî wilo berê nedîtibû û ne jî bihîstibû. Zimanê wê di devê wê de bû lûpaqekî hevîrê hișk bûyî. Li aliyekî malê sibirgeyeke ku sihirbaz lê suwar dibin hebû, ew ji hestî û porê mirovan hatibû çêkirin.

Baba Yaga pirsiya:

„-Ho..ho..Dota mirovan, tu div ê tariyê de li çi digerî?”

“-Dayê, min li derve got ku ez ji bo standina kizoteke agirê hatîme, li mala me agir vemiriye, xangên min û dêmariya min di tariyê de ditirsin û bavê min jî ne îșev ne li mal e.”

“-Ha…ha…ha…Hemî kesên wekî te, vê behaneyê bo hatina xwe dibêjin. De ji min re bibêj, bo çi ez ê kizoteke agirê bidime te?”

Vasalîsa bi dizîka pariyek nanê hișk ji berîka kincê xwe derxist, kire devê bûka xwe ya ku êdî bi singe xwe ve diguvașt û pirsiya, ka ew çi bersivê bide Sihirbazê. Bûkelîstokê bersivek gotê û wê jî ew bersiv wilo gote Baba Yaga:

“-Ji ber ku ez ji te lava dikim.”

„-Him…te xwe ji kuștinê azad kir. Ev bersiveke rast bû, lê dîsa jî ez agirê xwe nadime te, heta tu hemî kar û barên mala min nekî.“

Vasalîsa ji bûkelîstoka xwe pirs kir, ka ew çi bersivê bide sihirbazê. Dawî got:

„-Erê, ez ê hemî karan bikim.“

„-Ez ê niha rabim biçim, tu yê cilên min bișûyî, mala min bimalî, Taștî, Firavîn û danê min ê Șîva bo sibe amade bikî, û tu yê genimê min ji hembarê ‚enbarê‘ derxînî, hemî teneyên kufikî bûyîne ji yên sax cihê bikî, vaye di çiwalê hanê da ye, heger ez bi berbanga sibê re vegerim û te karê xwe teva nekiribî, ez ê te tev por û hestiyên te bixum.“

Pîr li sibirgeya xwe suwar bû û di pencereyeke malê re wekî firrindekî firriya û bi asîmanê de hilkișiya. Vasalîsa gelek xemgîn bû, nema dizanî çewa dest bi kar û barê xwe bike, hema bûkelîstokê dilê wê hêzdartir kir û gotê vê û vê li pey hev bike,  xemê nexu, tu yê berî vegera vê cee’ziyê her tiștekî amade bikî. Bi rastî jî, Vasalîsa wekî bûkelîstoka wê jê re gotiye, karê xwe teva kir, ji xwarina ku bo pîrê amade kirî jî pariyek da bûka xwe, û bi xwe jî têr xwar û berbangê çavên xwe dan hev û kurtedemekê raza.

Bi derketina royê re, ji paș çiyan, Sihirbaz ji sibirgeya xwe di orta malê de peya bû, li derdora xwe nêriya û bihna xwarinên xweș kir, û carekê li genimê xwe yê ku li hindirê malê nêriya, ku li ser șalekê hatibû belavkirin, dît ku rast paqije, cil û hindirê mala wê jî paqijin, wekî wê xwestibû. Deng li Vasalîsa kir, wê çavêd xwe vekirin û misdanû ji ber ku piștrast bû bi tevakirina kar û barên xwe, ew ji pîrê neitrsî.

Pîrê got:

„-Vê carê tu bextewar bûyî, te her tiștek, wekî min diviya, kiriye, lew re ez te naxum.“

Ew ber bi  sendeliya xwe ve çû û ji nișka ve qîriya, wekî ew bang li hinek koleyan dike. Ji aliyekê malê ve sê destên piçekî ji yên mirovan ji tunehiyê pêda bûn, ber bi wê ve hatin û liviyan. Li paș wan destan çi govdeyên mirovan an ajalan tune bûn. Pîrê ferman da wan: „-Ka șorbeya min bidin min.“

Wan destan bi sivikî zerikek șorbe anîn û bi kevçiyekî darî yê mezin șorbe xistin devê pîrê. Wê di nav re du caran gote Vasalîsa:

„- Te șorbeyeke xweș amade kirî.“

Paș ku pîr têr șorbe bû, ber bi orta malê de çû, serdefkê saringeke binzevînî vekir,  û deng li Vasalîsa kir, got: „-Were li vir binêr.“

Vasalîsa ber bi saringa binzevînî ve çû. Pîrê gotê:

„-Vaye di vir de çiwalekî tijî tovên Ganguliyê hene. Tu yê îro bi șev wan tovan gișan ji ganguliyan daweșînî û ji min re di teștekê de biparizî heta ez bi êvarê re vedigerim. Heger ez tovekê li hindirê malê an di Ganguliyan de bibînim, ez ê te bixum.“

Wilo got û çû razanga xwe, ta heta êvarê raze…

Paș kurtedemekê xurexura sîngê wê bû. Vasalîsa pariyek nanê hișk xiste devê bûkelîstoka xwe û jê pirsiya, ka ew çi bike ji bo wan tovên Ganguliyan û ji bo çi pîra sihirbaz ji wê dixwaze, ku ew bi șev kar bike, ne bi roj. Bûka wê bersîv da, got:

„-Xem nexu, ez ê harîkariya te bikim, dilê xwe vehesîne, ew ne karekî giran e. Sihirbaz tev karê xwe bi șevê dikin û ji kole û berdestên xwe jî dixwazin ku wan karan bi șev bikin. Bê guman bi roj, ku rohnî heye, derxistina tovan ji Ganguliyan asantir e.“

Vasalîsa bi harîkariya bûka xwe, hemî wan ganguliyên di çiwalekî de bûn, ji binê saringa di hindirê malê de derxistin û bi șev ji tovan paqij kirin, tov jî bê ku teneyek ji wan winda bibe, xistin leganekê û danîn ber senndeliya pîra sihirbaz.“

Paș ku Baba Yaga ji gera xwe ya derve hate malê û ji sibirgeya xwe peya bû, li legana tijî tovên Ganguliyan nêriye, piçekî berken bû û got:

„- Wax…wax..wax…Min nizanî bû, tu evqas zîrekî, qey hinek Reșkên Șevê harîkariya te kirîne, te van hemî tov ji min re civandine ser hev?.“

Vasalîsa ku di dilê xwe de digot:“-Bêguman ev cara yekemîn e, ku ev sihirbaz di jîna xwe de berken dibe.“ newêrî ji wê re bibêje ku bûkelîstokekê harîkariya wê kiriye, ji ber ku nedizanî, wê çi encamên wê gotinê pêda bibin. Di kûraniya dilê xwe de jî, tew nedixwast kesek raza wê bûkelîstokê bizane. Lew re çi bersîv neda pîrê.

Baba Yaga bi destan çepikek lêda, șeș destên, ku bê govde bûn, ji tunehiyê derketin û hatin tiliyên xwe li ber pîrê gihandin erdê û rawestiyan. Pîrê ji wan xwest ku jê re wan tovan biguvișin, û bi zeyta ku ji wan derdikeve rû û lêvên wê nerm bikin. Pîr bi tevayî wekî mirovekî ji hestiyan dixuya û tew kesekî nedizanî çendîn salin ew li ser rûyê vê zevînê dijî. Bi lez û bez wan destan li tovan hatin hev, tev guvaștin, zeyta wan xistin kûzikekî, ku neqșin wekî seriyên marin bi qoçên gayan li ser bûn, û bi tiliyên xwe dirêj û zirav, wekî yên xanimên di salonên berberiyê de dixebitin, rû û lêvên pîrê nerm kirin.

Vasalîsa ku tirs ji Baba Yaga di dilê wê  de nama bû, pirs kir:

„-Dapîra hêja, ma ez dikanim pirsekê ji te bikim?“.

„-Herê, dota min, bike, lê bila tu bizanî, ku bêtir zanîn mirovan zûtir pîrdike.“

„-Min di rêya hatina xwe de, sê suwar li pey hev dîtin, yekî sipî, yekî sor û yekî reș, hespên wan jî bi rengên wan bûn. Evana çi ne, an nîșana çi tiștanin?“.

Baba Yaga bersîv da:

„-Suwarê pêșîn roja min bû, yê li pey wî hatî, rojavaya min bû û yê dawîtirê wan herdukan șeva min bû.“

„-Him…“

„-Qey tu dixwazî hinek pirsên dî ji min bikî?”

Bûkelîstoka Vasalîsa bi dizîka gote wê:”-Çi pirsan neke, dibe ku ew ji te bixeyide.”

Vasalîsa di dilê xwe de hezdikir pirsa wan destên bêgovde bike, hema dizanî ku bûkelîstoka wê pir hoșmende, û xêra wê dixwaze, lew re wê gote pîrê:

“-Na, dapîra min, na….Te bi xwe gote min, ku zanîna pir mirovan bi zûkî pîrdike.”

“-Him…Tu gelek zîrek û hoșmendî, ev çawa dibe, ku keçeke mîna te piçûk wilo zana û xebatkar e?”

Vasalîsa bersîv da:

“-Ji ber ku bereketa dayîka min li ser min heye, wê diraz ji bo min kirîne, da Xwedê min ji gunah û ji çewtiyan biparize.“

„-Bereketa dayîka te?“.

Pîr xeyidî û ji nișka ve ji cîh hilgaftin, bi çeplê Vasalîsa girt û bi derve de li pey xwe kaș kir, û ji Vasalîsa pirsî:

„-Ka tu yê kizoteke agirî di çi de bibî? Qey te ji bîr kir ku tu tiștekî bi xwe re ji mal bînî?“.

„-Na…min ji bîr nekir. Min sêlek bi xwe re anî, hema ji tirsa xwe di tariya daristanê û ji wan suwarên te, min ew sêl ji destê xwe avêt, da ez siviktir û zûtir bibezim“.

Pîrê bang li dest û ling û qafên ku li ser sinca malê kir, qafek ji wan qafan wekî qirikekê firriya û ber bi wê ve hat, û li pey wî qafî jî destekî mirovan ku tenha hestî bû, li pey wî qafî beziya û hat xwe li pîrê dirêj kir.

Pîrê gote Vasalîsa:

„- Vaye ji te re ev kelexoyê ku agirekî pir bi hêz têde heye, bixîne ser vî destî, û here bilezîne, da tu agirê ji mala bav û dêmariya xwe re bibî“.

Bûkelîstoka Vasalîsa di berîka wê de liviya, weku tirsekê dilê wê girtiye, lew re Vasalîsa bi zûkî rahișt ew qafê ku bi fermana pîrê bi ser wî destî ketiye, û bê ku tiștekî an supasiyekê bibêje ber bi mala xwe ve beziya. Di nav daristana tarî re rohniyeke bi hêz û șîn ji wî qafî li dora Vasalîsa belav dibû, ku rêya xwe di tariyê de baștir û asantir ji berê didît. Ji qafê ku di hafa seriyê wê re rohnî di dev û bêvilên xwe re davêjt dengek hate guhên Vasalîsa. Qaf gotê:

„- Kurê, tew netirse, heta ez heme, ne mirovek û ne jî ajalek diwêre nêzîk te bibe. Tenha min bigihîne mala bav û dêmariya xwe.“

Dêmariya Vasalîsa û herdu dotên wê, di mal de, ku bi hev re ketibûn nav lîsk û yariyan, û di wê baweriyê de bûn, ku Baba Yaga ji du rojan ve Vasalîsa xwariye, di pencereyeke malê re dîtin, ku rohniyeke șîn di nav daristanê re dilive û bi aliyê wan ve tê, ber bi malê ve nêzîk dibe. Bavjina Vasalîsa ku matmayî bû, bi lez û bez puf ser çiraxên ku taqên malê de bûn û bi zûkî agirê pixarê jî bi satileke av vemirand.

Hersê bi lawazî, li derve, ber bi Vasalîsa ve beziyan û xweșhatina wê kirin. Vasalîsa dilpak ji wan bawer kir, û tew nedizanî ku ew hatibû hinartin ba pîra sihirbaz, da ew bite kuștin û xwarin.

Di wê șevê de rohniyeke șîn teviya malê girt, û bavê Vasalîsa hîn jî li aliyekî daristanê darên hișk, ku bi roj birriya bûn, bi dilekî tijî xem dicivandin ser hev, da wan ji mala xwe re bike kutikên agirdadanê. Xema wî mezin bû ji ber ku du roj di ser dûrketina dota wî ya mezin re derbas bûbûn, û tew nizanî ew ku ve çûbû. Wî di dilê xwe de guman kiribû, ku tiștekî nebaș bi seriyê wê hatiye, û ji xwe re digot ku ew ê bi berbangê re di nav teviya daristanê de li Vasalîsa xwe bigere.

Dêmariya Vasalîsa û herdu dotên wê çûn razanga xwe, û demekê wê çavêd xwe girtin, bê liv û bê șiv di bin nivîna xwe, pilaneke nû ji bo tunekirina Vasalîsa rêst. Vasalîsa gelek westa bû, hîn a bê xwarin bû, û dêmariya wê jî bo wê çi xwarin nehêla bû. Ew ji malê derket, çû ji xwe re du an sê hêgan ji pînka mirîșkan bîne, hema hîn ew negiha bû lîsê mirîșk û qazan, nema dikanî gavbike, ew di cîh de rûnișt, çavêd nema vedibûn, ew bi aliyekî de ket, piyêd wê sist bûn, û bi zûkî di xew ve çû..

Ji qafê ku wê bi xwe re anî bû gelek rohnî derket û penc da, tîrêjên rohniyê bi her aliyekî ve çûn û belav bûn, hergav hêzdartir û rohnîtir, ew mal ji dûr ve wekî qendîleke mezin a ku mûmeke pir mezin têde ye xuya bû…

Nîvê șevê, gava bavê Vasalîsa ji nav daristanê derketiye û berê xwe ber mala xwe kiriye, dît ku ji her aliyekî malê ve, di derî  û pencereyan re alavên agirî hiltên. Kutikên wî li ser pișta xwe wekî șelekekî barkiribû, bi sistbûna destên wî re, ji ser piștê hatine xarê, ew beziya lê nizanî bû çi bike, xwest biqîre hema deng ji devê wî derneket, ew hate hewșa mala xwe, lê ji ber agirê ku mala wî, tev jin û zarokên wî girtibûn, nikanî bû xwe bêtir nêzîk bike, ew di cîh de rûnișt û giriya, ew gelek giriya…

Bi berbangê re, wî hêstirên ku hîn di çavan de mayîne bi devzendên kurtikê xwe yê zer paqij kirin, û li derdora xwe nêriya…Çi bibîne! Dota wî Vasalîsa wekî berxikekî jar li aliyê wê yê rastê di xeweke kûr de bû, ew tew lê hișyar nebû bû, ku agirê wê bo mala bavê xwe anî bû, teviya malê, bavjina wê û herdu dotên wê jî sotandibûn û kiribûn xulî.

———————————

(*) Kurdîkirina efsaneyê li ser kurtiya wê, ku xanim a navdar Clarissa Pinkola Estés di pirtûka xwe ya giranbiha „Gurejin“ de nivîsandiye, û ji Ingilîzî hatiye wergerandin bo Almanî, hema ev Kurdîkirin ne wergerandine. Cankurd