Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (4)

Cankurd

09.08.2009

Hozanvanê mezin Perto Begê Hekarî jî dest avêtiye „Pêdaçûnê“ bo xemilandina helbestên xwe û bo xortkirina wate û mebestên wan.

Ew di helbesteka xwe de wilo dibêje:

Eger hetta qiyamet ez

Bikim hejmar û binvîsim

Ji î‘syana ku dê reş bin

Hezaran defter û tomar

Ew di vir de bi pirkirina jimarê „hezaran defter û tomar“ gunahên xwe yên ku civiyane li ber Xwedê tîne zimên, ew ji wan bi hezaran defter û tomar (Sicil) reş dike û dadigire.

Li dereke dî dibêje:

Ya rebbî min reşkirin sê sed hezar defter gunah

Kaxeza xêran beyad û şeran yekser siyah

Der du a’lem nîne min xeyrî te ya rebbî penah

Padişahê padişahan sahibê „Yewmûl hîsab“

Ew di vir de hejmarê hîn pirtir dike, ji “sed” defteran gunahên wî „Sê sed hezaran“ ji defteran reş dikin, kaxeza xêran sipî maye, têde de tiştek nehatiye nivîsandin û ya nexêran û bedkariyan tev reş bûye, di herdu cîhanan de, ya ku em têde dijîn û ya paş mirinê, ji Xwedê pêve piştvan ji hozanvanê me re nînin, û Xwedê padişahê padişahan e, roja ku mirov têne ber tawanbarkirin û bersûckirinê…

Di helbesteke dî de, Perto Hekarî ji Xwedayê xwe bexşîn û lêborînê tika dike, dibêje:

Seyla keremê we dê bikit xweş

Sed kohê gunah bibit wekî pûş

Lehiya camêriya Xwedê gava bi ser hozanvanê me de birije, wê “sed” çiyayên gunahan bike pûş, wê bike kês û kayê, wê bihêre û hûr bike…

Di rewştên xwe de, Pertoyê Hekarî zor xort û bi kanîn e, lê wekî diyar dibe, jimareya “sed” bi binê zimanê wî ve zemiriye, tew nikane (1) ji bîr bike:

Şevek rewşen ji enwara tecella

Mubarektir ji sed nû rojê x’erra

[Enwar bi Erebî ye: Ronahî,Tecella bi Erebî ye: xuyabûyî, Mubarek bi Erebî ye: Pîroz, û x’erra bi Erebî ye: Sipehî û diyar û bi rohnî.]

Ew hinde caran jimarê gelek bi jor ve hildide, da bêtir wateya ku dixwaze bide nasîn xortir bike, wekî di vir de:

Wê vexandim ez di gel xwe birme seyrana rezî

Sed hezar elwan û reng nîşa me dan û tewizî

Nêrgiz û reyhan û çîçek, sorgulên reng qurmizî

Baxê westanê Îrem da, pir di reyhanê me jî

Lew dinalim ez ji derdan, keftme h’alek xerab

[Elwan peyveke bi Erebî ye: Reng, Îrem: Navê bajarekî kevnare ye ku di Qurana pîroz de hatiye.]

Em dibînin ku (sed hezar) reng li ber xwe dîtine gava dildar ew li gel xwe biriye nav rezî…

Li ciyekî dî pêdaçûnê bi terzekî dî bi kar tîne, ew kesê ku nefsa xwe dinase dike xudanê dewletekê, eve jî rewşteke pir xweşik û hêja ye, hema bi pêdaçûnê pêşberê xwendevanê xwe an şagirdê xwe dike:

Da qencî sehbikî, binasî tu nefsê xwe

Ji ew paş ve, dê bizanî, xudanê çi dewlet e

Ew li ciyê bi kar anîna hejmar û bêtirkirina hejmarê, mezinkirina babetê û bilindkirina bihayê nasîna nefsê xwe, bo pîvana nirxêd xwe bi kar aniye…

Li vir jî ew têkiliyekê di navbera rewşta xwe û felekê de pêda dike, wekî li ba Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî jî, ew bedkariyên xwe pirtir û mezintir dike, ta digihîne asîmanan:

Curmê di me ji êre hazirin, ta bi felek

Ji beh’ra keremê tu bikra mewc û pelek

Şev nîne ku min nale nebûn ji felek

Hêstir ji Furat û Nîl boş bûne gelek

[Perto di vê helbestê de, du caran dest davêje zarava Kurmanciya jêrîn „Soranî“ carekê “êre” li ciyê ”ji vir de” û carekê li ciyê “tetu” bi kar tîne…]

[Curm bi Erebî ye: Karê nebaş wekî kuştin û dizînê. Nîl: Navê çemê mezin e ku ji orta Afrîqa de diherike, di Hebeşê, Sudan û Misirê re derbas dibe]

Ew mikiriya xwe li ba Xwedê tîne zimên û “curm” ên xwe ewqas pir dike, ku wan ji zevînê li ber xwe digihîne asîmanan. Hêstirên çavên hozanvanê me jî wekî herdu çemên mezin “Furat û Nîl” boş dibin… Eve jî pêdaçûneke zelal e, ku di rastîniyê de tew nîne.

Ew di dereke dî de dibêje ku heme “hemî” mirov û melek tev hosanin ji ber dermankirina xemên dilê wî, nalîn û fîxanên wî jî di “neh” çerxên felekê re derbas bûne:

Ey Mesîh’a di hewara me were cost û çelek

Zêde teqrîrê beyanê xemê dil bûne gelek

Acizin wê ji dewaya me heme îns û melek

Me ji ber nafekê wan xemzeyê cavê di belek

Zarî û ahê me borîne ji neh çerxê felek

Pertoyê Hekarî jî peyvên pêdaçûnê, yên ku li ba hozanvanên dî hene, di warê hezkirin û evîndariyê de bi kar anîne, wekî di van rêzikan de:

Remzeyek min dî ji tîran hate cergê min xedar

Du birîn bûne li cergê min nema sebr û qerar

Ew çi eytûn e di dil da, min disojit pêt û nar

Hin dibêjin: Ew cinûn e, hin dibêjin: Dîn û har

Kuştime çavêt di reş, awriyan kirme kebab

[Cinûn: Bi Erebî ye: Dînbûn û şêtbûn.]

Em dibînin ku di dilê hozanvanê me de, wekî di dilê Melayê Cezîrî de jî, tîr hatîne venandin, eytûna agirî heye, û çavêd reş bi awirêd xwe dilê wî kirine kebab…Tu dibêjî: Qey ev helbesta Melayê Cezîrî bi xwe ye, gava Mele wilo lêdike:

Min di dil kovan hezar in, dax‘ û keyber bê hîsab

Mîh’neta werdên bi xar in, wîn di dil da sed nîşab

An jî wekî li vir:

Dilberê îro seh’er avête cergê min du dox

Yek li sîne yek li dil da, lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên, jê dizît her xûn û zox (2)

Pertoyê Hekarî di helbestvaniya xwe de hostayekî navdar e… Binêre ew nûçeyan, gotin û helbestan, ji xwe re çendîn giranbiha dibîne:

Perto, were, guhde vê nesîhet

Emma ji dil û ji can bi dîqqet

Da çend xeberek ji bo te bêjim

Lee’l û guher û durran birêjim

[Guhde: Guh bide. Nesîhet bi erebî ye: Azar. Emma bi Erebî ye: Hema, Dîqqet bi Erebî ye: Bi hûranî û nêzbûn, Xeber bi Erebî ye: Salox û nûçe…]

Li ba hozanvanê me yê hêja, peyv wekî durr û guher û cewheran bihane, ne kêmtir.

Wekî ew dikane tiştan bilind bike, dikane wan nizim û erzan jî bike…Perto yê gelek oldar û Xwedatirs e, [wek li vir]:

Ya îlahî, min ji gunahan defterek wafir heye

Pêşemanim bê hukim, min nefseka kafir heye…

Pertoyê Hekarî di pêdaçûna xwe de digihe wê pileyê, ku nema ew ji ber êş û birînên li dil xwe nas dike:

Mi di dil qe nema sebr û qerar û ço e’zim

Heye omêda wîsalê, lew ji wê ez bi lez im

Sed birîn wê min di dil da, qe nizanim ku ez im

Lewmeyî min mekin, îro ey bira xûş û xizim

Wê li min zêde dibin demekî coş û kelek

[E’zim: bi Erebî ye: Viyana xort û tuwana.]

Perto di vê helbestê de bi hîviya dîtina yara xwe ye, an jî yarê xwe yê caneyî “rûhanî“, lew re ew bi lez e û ji xûş û xizimên xwe tika dike ku lewmeyan ji wî nekin, gava coş û kelek li wî zêde dibin…Ew tew nizane ku ew xwe bi xwe ye…

Gava li ber Xwedayê xwe digere, xwe pir nizim û kêm û serîdaxistî dide xuyakirin, xwe wekî segê di deriyê şikeftê de(3) li ber pêxemberê Xwedê- Selewat û silav lê bin– dide rewştinê:

Paşî ve ezê melûl û bedkar

Peyrew û ke wekî seyê ber x’ar

Ba niyaz û eda serê xwe rake

Perto bi şefae’ta xwe şake

Ew li ber pêxemeberê Xwedê –Slewat û silav lê bin– digere, ku bi mehderî “şefae’tê” dilê wî şabike, ewê ku wekî seyê di deriyê şikeftê de melûl û çavrêyê wê piştvaniyê ye…

Perto li piyaleke ji meya yekaniyê “weh’detê” dipirse û digere, û gava ew bi destê xwe ve bîne, wê mest bibe û qebayê xwe, ku di vir de bi wateya govde û “zahir” e, wekî gulekê biçirîne…

Li dawî em dikanin bibêjin ku Perto bi vê pêdaçûnê, hildikişe pileya hozanvanekî rast mezin û balkêş:

Camek bide min ji xemra weh’det

Kasek bide min ji zewqa ulfet

Tasek bide min xemra baqî

Wek nûş bikim bi îştiyaqî

Da mest bibim mîsalê bulbul

Sed pare bikim qeba wekî gul

[Pare: parçe]

Eger em çavêd xwe di dîwana Pertoyê Hekarî de bigerînin, emê gelek wêneyên wilo bi hêz, ku bi pêdaçûnê xemilandîne, bibînin, hema em Perto di vir de dihêlin û bi ser hozanvanekî dî yê mezin de diçin.

Bo ewê dixwaze bêtir di nav gulistana Perto de bigere, wê pirtûka hêja Tehsîn Îbrahîm DoskîDîwana Perto Begê Hekarî”, ku sala 2006 ji aliyê Spîrêz ve li başûrê Kurdistanê hatiye belavkirin, pir bi mifa û hode be…

——————————————–

(1) Nikane: ji nekanînê hatiye, mixabin diyare hinek peyva “kanîn” nansain û li ciyê “nikane” herdem “nikare” bi kar tînin û ji wan e ku “nikane” çewt û şaş e, ji ber ku li navçeya wanew bi kar naye…

(2) Li ba hozanavnên me yên Kevin bêtr “Xûn” li ciyê “xwîn” bi kart ê.

(3) Binêr li çêroka Ehlilkehif di Qurana pîroz de

[Bermayî  heye]

Advertisements

Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (6)

Cankurd

28.10.2009

Wekî me li ba hozanvanên dî yên mezin Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqê Teyran,  Pertoyê Hekarî û Siyapûş bi karanîna „Pêdaçûnê“ mîna şêweyeke bilind a wêjevaniyê dîtiye, wê di nav helbestên hozanvanên me yên klasîkî yên din de jî bi ber çavên me keve, û yek ji wan helbestvanê bi nav û deng Xakî ye (1858-1909), ku navê wî yê rastîn Şêx Mihemed Can e. Seyda Zeynilabidîn Zinar di sala 1992ê de, li bajêrê Stockholm (Swêd), bi navê çapxaneya Pencînar (Weşana Çanda Kurdî), pirtûka wî ya giranbiha (Leyl û Mecnûn) ji tîpên Erebî kiriye tîpên kurdî yên nûjen, û têde serketiye, bi şirovekirina piraniya peyvan (Binêr ferhengoka pirtûkê) û bi xebata xwe ya hêja bo derxistina pirtûkê, wekî ew di maka xwe de hatibû lêkirin.

Hozanvan Şêx Mihemed Can xwe di dastana Leyl û Mecnûn de, bi Xakî nav dike:

Ya Rebb, tu Xakiyê gunehkar

Meh’rûm nekî ji şahê muxtar (r. 44)

Bi mebesta: Ey Xweda, tu (Xakî) yê xudan guneh ji mehderiya „şefae’ta“ cenabê pêxember, selewat û silav lê bin, bêpar nekî.

Weku hozanvanê jêhatî Siyapûş dastana xwe (Seyfulmuluk) [Binêre birr 5 ji gotara me] li ser şehzadeyekî Ereb nivîsandiye, Xakî jî çêroka Leyl û Mecnûn ji çanda erebî biriye û li ser eşq û liyaniya Qeys û Leyla, ku herdu Ereb in, ev dastana mezin û xweşik lêkiriye.

Qeys ji Leyla hezdike, hema wê nadine wî, ew bi çol û bêşeyê „Sehrayê“ dikeve, şêt û dîn dibe, û Ereb wî bi Mecnûn navdikin.  Şehzadeyekî Ereban wî di rewşeke wêran de, xas û tazî, li çolê dibîne, wî bi xwe re tîne mal, pir rêzgirtin û xweşhatina wî dike, û soz dide wî, ku biçe Leylê ji wî re bistîne, çi bi mal û qeleng û çi bi darê zorê be. Gava bavê keçikê dayîna dota xwe neydike, di navbera wî û wî şehzadeyî de cengeke mezin dest pêdike, hema Qeys (Mecnûn) dirazan li ba Xwedayê xwe bo malbat û êla Leylê dike, ku ewana bi serkevin, ne şehzadeyê ku ji wî re piştvane, ji ber ku her tiştekî Leylê li ba evîndarê dîn û şêt bihatire ji her tiştekî dî di jîhanê de…

Xakî jî, wekî me gotiye pir destê xwe davêje “Pêdaçûnê“, bo xortkirina wateyên peyvên xwe. Binêre ew di vir de çi dibêje:

Xîme bi mîsalê deştekê reş

Eqlê merivan dikir muşewweş (r. 31)

[Xîme bi Erebî ye: Kon, Muşewweş: Tev li hev bûye, bi nav hev ketiye]

EW konekî mîna deşteke reş fireh dibîne, ku hişê mirovan tev li hev dike… Heger bigota wan xîmeyan ne pêdaçûn bû, ji ber ku gelek konên reş di ber hev de wekî deştekê wê dîtin, hema yek kon bi serê xwe wekî deştekê bixuye, piçekî pir û pir e…

Xakî li ba wê yekê namîne, ew bêtir pêda diçe û dibêje:

Bê hed û e’ded cemel deranîn

Mecmûî‘ kirin ziyafe, danîn (r. 33)

Ji mêvanan re bê hejmar (bi wateya hejmareke pir mezin) ji hêştiran bi tevayî serjêkirin û bo mêvaniyê danîn. Em tev dizanin ku bê hêştir êlên Ereban nedikanîn di bêşeyên fireh re bigerîna. Bo wê hêştir xudî dikirin, ji ber ku hêştir gelek rojan bê av dikane di bin barê xwe de bigavîne, carina hêştir jî wekî pez bo mêvanên xwe serjê dikirin, hema çi caran wan bê hejmar hêştirên xwe serjê nedikirin…Eve pêdaçûne, da hozanvan camêriya wan mirovan bide xuyakirin.

Li ser Leylê dibêje:

Weqtê dimeşî li ser zemînê

Aşiq dimirin ji ber evînê

Ger dêm bike ez hîcabê a‘rî

Şemsa li felek dibîte tarî (r. 36)

Gava Leyl di nav xelkê re digeriya, dildar û evîndar ji derdê wê re dimirîn û gava çarîka xwe ji ser rûyê xwe bavêta, roya li asîmanê li ber wê dibû tarî, bi wateya sipîbûn û rohnîbûna dêmê Leylê

Xakî jî gelek caran destê xwe davêje hejimarê, bo xortkirina wateyên xwe… Li jor (Bê hejmar) bi kar anîye û li vir wekî klasîkên me yên dî, dest avêtiye hejmareke pir mezin:

Ne ku bi dilek, bi sedhezar dil

Ew jî weh li Qeysî bûye mail (r. 37)

Wekî ku liba Leylê (100000 dil) hebûne, ne dilekî tenê… Ew dixwaze xortbûna hezkirina wê bide diyarkirin…

Li ba wî çiya jî mîna mirovan xudan dilin, bi axîn û keserin, lew re ew dibêje:

Bulbul ku ji xunçeyê qetandin

Ah û keseran çiya h’elandin (r. 39)

…û li ba Xakî jî ji çavên evîndaran hêsir wekî lehiya çeman dibarin:

Dengê wî hukum dikir li Leylê

Hêsir diwerî bi mîslê Seylê (r.40)

[Seyl bi Erebî ye: Lehî]

Sirûşt li ba hozanvan ên me yên kevnare bi giyan e, û di her helbesteke wan de mirov hinek dîmenên wilo berçav dike:

Her pêlekê ba ku tê ji pê ra

Meh’bûbî dike selamî vê ra (r. 40)

Em dibînin ku ba wekî birîdê (Post) ji Mecnûn re silava dibe bo Leylê

Li ba klasîkên me gişan dil ji ber evînê têye sohtin û wekî biryanê “kebabê” têye hûrkirin û biraştin, û li ba Xakî jî ev dîmenê pêdaçûnê gelek bi kar hatiye:

Der şeb diçû pêşê mahîtabê

Cerg û dilê xwe dida kebabê

Wî ahî dikir û dida hewaran

Herçî dibihîst şubhê baran (r. 50)

[Şeb: şev, Ahî: Axîn]

Bi şev diçû ber tava heyvê û cerg û dilê wî dihatin bizdan, dibûne kebab û biryan… Axîn û hewara wî bilind dibû û herkesê ku dibihîst hêsir ji çavan wekî baranê dibarîn….

Li dereka dî dîsa baranê ji çavên Leylê dibarîne, hema barana meha Nîsanê, ku gelek pir û xort e:

Weqtê ku bima tenê ji însan

Baran dirijî ji e’wrê Nîsan (r. 71)

Wekî şêxekî sofî, Xakî jî dînbûn û şêtbûna Qeysî davêje ser Xwedê tea’la, eve jî baweriya giş helbestvanên me yên kevnare bû:

Lêkin çi bikim, bi hemdê nînim

Ez girtiyê hakimê evînim

Ez kirme ji bo xwe e’bd û kole

Lewra me mekan çiya û çole (r. 60)

[Mekan bi Erebî ye: Cîh]

Ew nabêje ku Qeys ji ber evîndarî û jarbûna xwe ve ketiye wê rewşê, ew li ser zimanê Qeys dide xuyakirin, ke ev “teqdîra Xwedê” ye û Xwedê ew kiriye dîn û şêt:

Teqdîrê Xwedayê la yezal e

Wî daye min ev girîn û nale (r. 60)

[Layezale bi Erebî ye: Her heye.]

Hema ev baweriya Cebriyan Binzorbûyan” hîç ji hozanvaniya Xakî û hozanvanên me yên dî kêm nake. Ew helbestvanekî jêhatî û mezine. Binêr çi dibêje:

Hem zulfê Leylê mîslê zencîr

Keftine unuq bi xeyrê teqsîr

Qatqatî li dorê bûne h’elqe

Der agirê işqê kirme h‘erqe (r. 60)

[Unuq bi Erebî ye: Histo, Teqsîr: Kêmanî, H‘elqe: Qulp, Der bi Farsî ye: di. H‘erqe: Sotîn.]

Zulfên Leylê ku wekî zincîr in, bê kêmanî bi ser histoyê wê de hatîne, qatqatî di dora histo re bûne qulp, û evîndar avêtine nav agirê eşq û liyaniyê, têde ew sotandine… Eve jî rewştineke klasîkî ya pir xweşik û delal bû li ba hozanvanên me, di civata me ya oldar û xweparêz de, ku bêtir delîveyên rewştina jin û keçan bo helbestvan ne asan bûn, bi taybet gava yek şêxekî ji şêxên civatê bû, wekî Xakî

Wekî me gotî, Xakî bi pirkirina hejmarê, bi mezinkirina tiştan, û bi tûjkirina rewştan…bi pêdaçûnê, helbestên xwe dagirtine…Wekî di vir de:

Leşkerê wî bi şubhê qûmê beh’ran

Xuddamî wekî nebatê seh’ran (r. 72)

[Beh’r bi Erebî ye: zirê, Xuddam: Berdest, Nebat: Geya, Seh’ra: Bêşe, çol]

Leşker bi hejmarê ji qûma ber zireyê pirtire û berdest jî ji geyayê çolê pirtirin…!!!

An jî li vir:

Esker bi mîsalê avê beh’ran

Daîm kişiyan li rûyê seh‘ran

Bê h’ed û h‘îsab ji hev dikuştin

Xwûnê wekî Seylê meyit dişuştin (r. 78)

Li ba Xakî gava pevçûn di cengê de çêdibe, leşkeran bê hejmar ji hev dikuştin û xûn wekî lehiyê kuştî dişuştin. Ji xwe cengan herdem xûn û kuştin û hêsir pêda dikin û li pey xwe gelek çêrokên wilo dihêlin, ku hejmarên rastîn dibine hejmarin efsaneyî…

[Bermayî heye]

Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (5)

Cankurd

19.09.2009

Me berê 4 gotar li ser „Pêdaçûnê“ di helbest û beyta kurdî ya kevnare de, bi rêya hinek malperên kurdî yên hêja belav kirin, û me di wan de helbestên Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqê Teyran û Pertoyê Hekarî di ber çavan re derbaskirin. Emê niha jî li ser hozanvanekî xwe yê mezin rawestin, li ser Siyapûş, ka wî jî „Pêdaçûn“ di helbestên xwe de bi kar anîye an ne, bi çi şêweyan, û di va hunerê de çendîn balkêş û xweşik, wî helbestên xwe vehûnandine…

Lê berî wê yekê, ez hezdikim bo xwendevanên me yên ciwan bînim zimên, ku Siyapûş di dastana „Seyfulmiluk“ de, ewa ku ji aliyê zanayê Kurd ê mezin ve, Prof. Celîlê Celîl, hatiye weşandin (1), li ser lîska çogoyê jî helbest gotiye. Eve jî tiştekî balkêş e, ku hîn ji wan demên kevin de, li Kurdistanê, ta li ba hozanvanan jî bo lîska topê giranbiha bû, û hêjayê pêmijûliya helbestî bûye. De werin em bi hev re bixwînin Siyapûş çi dibêje:

Bi te’cîl go li meydanê revandin

Be pêşî, herdu şehbazan gihandin

Li ser da hatinê şehbaz û şahîn

Bi kaşûyê hilanîn goyê zerîn

Ji destê wan deranîn go bi le’bê

Ji şerqê lêdidan heta bi x’erbê

Heta deh ser temam bû go nedan kes

Du cindyê farisê danayê eqdes

[Te’cîl erebî ye bi wateya bi lez. Le’bê erebî ye: Lîsk]

Em dibînin çewa bi lez û bez şehbaz bi goyê dilîzin, ji dest hev direvînin, bi çoyê taybet “kaşû” hiltînin, ji vî alî dibine wî alî û hetta deh ser “dewr” diqedin Nadine dest kesekî…û xilatê jî du hespên cindî bo şehbazê baştir wekî xilat tên dayîn.

Siyapûş jî wekî hozanvanekî me yê klasîkî, ji wê xêzê derneketiye, ew xêza rewştdayîn ên mezin, ku gelek “Pêdaçûn” têde heye. Ew jî carina pirkirina jimarê, an jî anîna hinek rewşên ku tew nakevine mejiyan, an jî di wekaniyê de pir û pir pêdediçe, ku hinek dîmenan dide dîlber, ji wan dîmenên xweşik û şirîn, hema di rastîniya jînê de, çi caran pêda nabin.

Ew li ser memeleketa Pêxember Suleyman vê dibêje:

Çiharsed şehr û bajarê xudannam

Di her hukmê wî bû, wek Misr û wek Şam (r. 22)

Em dizanin, ku piraniya memleketên dema pêxember Suleyman di bajêrekî an du bajaran de bûn, dibe jî ku bo hinek padişahan memleketeke firehtir hebû, lê kesekî di dûrokê de, ji Siyapûş pê ve, negotiye ku di memleketa pêxember Suleyman de çarsed bajarên wê yên navdar wekî Misr û Şamê hebûn. Eve pêdaçûneke gelek mezin, wekî ya wan stranbêjên ku bajarê Mixriban ê Memê Alan, li ser sêsed û şêst û şeş wîlayetan e…

Siyapûş bi wê tenênake, ew dibêje ku heme teyr û tilûr û Cinn û mirovan pesina pêxember Suleyman didan:

Xisûsen medh’ê wî pêşî Sulêman

Digo teyr û wuhûş û cinn û însan (r.22)

Em li vir biêrin û bijmêrin, bi me re tiştekî seyr wê derkeve:

Çi bêjim, esker û komê suwaran

E’ded zêde ji du nehsed hezaran (r.22)

Ew hejmara leşkerê padişahê ereb, Ibnî Sefwan, wilo dide xuyakirinê

[Du neh sed hezar : 2×900.000 = 1.800.000]

Hema em dizanin ku hejmara teviya Ereban hîngê dibe ne bêtir bû ji vê jimarê, çewa hejmara leşkerê padişahekî ji gelek padişahên wan wilo pir û mezin bû!.

Ne tenê wilo, mal û zêr ê wî Ibnî Sefwan jî li ba Siyapûş pir bû, ku tew naye jimartin, ew dibêje:

Di bihayê bidem defîne

Hemî cewher ji zêr nehsed xezîne  (r.25)

[Defîne bi Erebî ye: Kann û malê veşartî]

Bi ser de jî, li ba Siyapûş, ew padişahê ereb, ku ewqas di dûrokê de nenas e, dibe xudanê gelek hesp û çek û cewheran:

Hezar û sedhezar espê xudanbext

Cewahirbend ji zêrê kesme û rext

Bihayê esp û rextek min beraber

Xeracê Misr û Şaman bi seraser (r. 25)

Bo Îbnî Sefwan 1000 û 100.000 hesp hene, û bihayê hesp û rexteke bi cewheran xemilandî, li ba Siyapûş beraberê xeracê „jêhatê“ xûka welatên Misr û Şaman e…

Wekî diyar dibe, hozanvanê me dixwaze wî padişahî di dastana xwe de bike kesekî ku gelek hêzdar û xudan mal û cîgahekî bilind e di çêrokê de, lê bo çi evqas giranbihayî, eznizanim. Binêr ew hîn çi dibêje:

Çiqas deşt û newal û koh hesarin

Hemî yekser tejî Rustem suwarin… (r. 39)

Ev leşkerê ku deşt ûnewal û çiyan tejî dike, giş suwarên wekî Rustemê Zal in…Rustemê Zal di efsaneyê kesekî bi hêza xwe bê wekanî bû…

Gava ev leşker pêrgî neyarê xwe ditê, hîrehîra hespan û dengvedana wî dengî digihe kewkeban:

Bi şahî tev li hev bûn herdu derya

Seda û dengê espan çû sureyya (r. 41)

Ew di ciyekî dî de dibêje:

Çiqas ehlê bîladê Misr û Şaman

Çi mêr û jin, ji xas û hem ji e’waman

Hemî yekser hezîn û dil pir ez x’em

Ji x’emxûrî nebûn mesrûrî yek dem (r. 88)

Ew xemgîniya kesanî an jî ya kesekî dike xemgîniya teviya xelkê Misr û Şaman, ya mirovên taybet û ya hemî gelên wan, eve jî pêdaçûneke bi mebesta xuyakirina nasdarbûn û navbilindbûna kesekî ye…

Li ser cengê jî vê di ciyekî de dibêje:

Bi şîr “şûr” û tîr û rim hevdu dirandin

Ser û zend û du “dûv“, dest û pê firandin

Ji qehra tevlihev bûn av û ateş

Ji erdê ta felek dûmanê kir reş (r. 235)

Mebesta hozanvan ji derya di vir de ewe, ku herdu leşkerên li hember hev wekî derya pir mezin in…Dûmanê ku ji nav cengê jî ta bi asîmanên jorîn bilind dibû…

Siyapûş jî wekî hozanvanên me yên dî, di rewştên evîndariyê de, destan davêje wan dîmenên klasîkî yên berê me li ba Ehmedê Xanî, Melayê Cezîrî, Feqê Teyran û Pertoyê Hekarî dîtine. Ew pir bi çelengî û jêhatin li ser rewşt û dîmenxuyaniya dilbera xwe, an jî dilberê caneyî radiweste…

Gerden wekî şûşê safî ye, dûr e ji e’yban

Zulfê di reşxal lê dikirin ceng û cîdalê (r. 54)

Dilê wî jî dibe biryan û kebab, qîrên û zarîna wî digihe çerxên asîmanî, tîr li dil û cergê wî dikevin, û xûn ji wî wekî co û robaran dizît…Bi wî re teviya xelkê û gerdonan xemgîn in…

Hinde caran Siyapûş wan dîmenên Melay Cezîrî vedijîne, wekî di vir de:

Mitriban girte destan naye û çeng

Bi canan saqiyan anîn mey û beng

Çû çerxê heftemîn awazê mitrib

Kirin zewq û xoşî heta bi mix’rib

Kirin zewq û surûr ehlê mulaî’b

Di xew ra çûn heta çeşmê kewakêb (r. 78)

[Mix’rib bi Erebî ye: Roava, Surûr bi Erebî ye: kêfxweşî, Ehl bi Erebî ye: Xudan, Mulaî’b bi Erebî ye: Lîzkvan]

Hozanvanê me yê mezin û jêhatî ne tenê mirovan lipaş şeveke dirêj a kêfxweşiyê dike xewê, ew biwan re çavên kewkeban jî di xew ra dibe…

Hema me berê dît, çewa Melayê Cezîrî jî dengê mitrib (stranbêj) û çengan digihîne felekê û Xerçengê:

New ya mitrib û çengê

Fîx’an avête Xerçengê…

Siyapûş di gelek ciyan de dest davêje tîr û kemendan bo diyarkirina êş û kulên dilê xwe, wekî ew dest davêje hejmarê bo xortkirina wateyên xwe, hema tiştek ji hozanvaniya wî kêm nabe, belku hîn xortir dibe. Lê ji ber ku em li ser (Pêdaçûnê) radiwestin, pêwîste em wê yekê binxêz bikin û aşkere bikin. Binêr ew çi dibêje:

Çi hatî ser te, ey çeşm û çirayem

Bibê bo min tu, ey şêrîn birayem

Bi vê surrê ku ez îro bizanim

Bibin qurbanî te sed ruh’ û canim (r. 83)

Di vir de li ba Siyapûş sed can hene, ne yek…Heger jinek ba, me yê ji wê bipejiranda, ku ew bibêje: Ez bi du cana me… Carina jî tê gotin: Heft canên wî hene, bi wateya zû namire, lê çi caran bo kesekî bêtir ji canekî nîne…

Lê carina jî hozanvan yekser û bê navber wêneyên xwe li qelem dixîne, ku lêvên xunce dike egera nalîn ên dilê xwe, wekî di vir de:

Îro me ji dest xunce leban nale ji dil tên

Ahîn û girîn û şîwen, ez cerhê di kul tên

Zêde ji cefa û elemên tîrê qizil tên

Sed bilbilê şeyda ji teleb bade ê gul tên (r. 85)

Hema em baş dîna xwe bidinê, emê bibînin ku ew dîsa dest davêje hinde tabloyên ku ji aliyê Melayê Cezîrî ve berê hatîne amadekirin û wan bi kar tîne…û bê guman tiştekî wilo nazik û xweşik wekî rêzika dawîn ji van çar rêzikên wî jorîn di helbestvaniya jîhanî de kêm e: Sed bilibilên dîn û şeyda bûyîne ji daxwaza meyê gulê tên…

Siyapûş di van resm û wêneyan de pir xort e, û gava mirovçavan di dastana wî (Seyfulmuluk) de bigerîne, wê hozanvanekî rast mezin û navnemir li ber xwe bibîne:

Bi bê cezbe dilerzî, hate recfê

Li wechê gul belav bû tayê zulfê

Wekî miskê belav bûn tayê zulfan

Şikavtin yek bi yek bişkoj ji qulfan (r. 50)

[Recf bi Erebî ye: Lerzîn, Wech bi Erebî ye: Rû]

An jî wekî vir:

Li he’mamê ku rûnişt ew perîrû

Li belgê gul belav bûn enberîn mû

Guharên şebçirax bend kir muh’eyya

Di koşna wekî e’qdê surreya (r. 51)

[Muh’eyya bi Erebî ye: Rû û dîmen, Surreya: Ew çiraxa mezin a ku di orta xan û eywanan de bi gelek mûman e]

——————————————

(1)          Prof. Dr. Celîlê Celîl, Siyapûş (Seyfulmuluk), Instîtuta Kurdolocî-Wien, Austriya, sal 2000, çapa yekê.

[Bermayî  heye]

Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (3)

Cankurd

09.08.2009

Di strana kurmancî ya gelêrî de û di beytên hozanvanî de jî gelek pêdaçûn heye, wekî ku di nav gotin û peyivîna me ya rojane de. Li ciyê ku yek bibêje:“Mala min dûr e.“  Ew dibêje:“Ez li dayia dinê rûniştîme.“ An jî gava yek tinaziyan bi yê dî bike, li ciyê ku bêje:“Difna wî mezin e.“ Ew dibêje:“Li zivistanê heft keran li bin difna wî girê bide, dûvê yekî ji wan şil nabe.“ Eve pêdaçûn e, û me du birrên çûyî ji gotara xwe li ser pêdaçûnê nivîsandin, me têde li ba Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî çav gerandin, ka wan jî „pêdaçûn“ bi kar anî bûn an ne.

Di Memê Ala de, ku ji aliyê Eugen Prym û Albert Socin ve sala 1889, ji Instîtûta Pêtersbourgê re li Rûrsiya metnên stran û helbest û çêrokên kurdî civandine, li ser çelengiya Memê Ala(n) wilo hatiye stran:

De guh bidêrin ji dila

Ji sûreta Memê Ala, du barêd sorgula

Em dibînin, li ciyê ku stranbêj bêje: herdu gulmên Memê Ala(n) sor bûn, ew „du barên gulan“ bi kar tîne…Eve wekanîyeke çeleng û xweşik e, hema pêdaçûneke pêjinî ye, ku di rastîniyê de nîne…

Di hinde berhemên kevnare yên wekî Zenbîlfiroş û Memê Alan de „pêdaçûn“ bifirehî heye, lê bi rast di Zenbîlfiroş de pir hindik heye, ne wekî Memê Alan e.

Di pirtûkên pîroz de, Xwedê rê li ber pêxember Mûsa û gelê wî di nav zireyê „beh’rê“ re rêyekê vedike û wan ji nêçîra hov a Fîrewn û Harûn û leşkerên wan azad dike, ew rê di „Zenbîlfiroş“ de dibe duwzdeh rê:

Mûsa di nêv beh’ra e’mîq

Te lê vekir duwazde terîq

Fîrewn di nav mabû x’erîq

Dî bû cezaya şîrketê

(E’mîq bi Erebî ye: Kûr. Terîq: Rê ye. X’erîq: Diavê de binve bûye. Şîrket: ne baweriya biyek Xwedayî ye.)

(Te lê vekir: Te li wî vekir)

Paş ku Zenbîlfiroş xwe ji nav lepên xatûna mêşeng a ku dixwast bi wî re li gan keve aza dike, ew xwe ji burcê ve davêje xarê, hema Xwedê tea’la yê hemî tiştî dibîne û dibihîse bi zûkî melek Cibarîl dişîne ku wî li banî bigire. Melek Cibraîl nehêle Zenbîlfiroşê ewqas pak û bi tewat û bi Xwedê bawermend bikeve ser zevînê û bimire an birîndar bibe. Di çêroka helbestî de wilo têye ristin:

Cibraîl çîtî çeleng

Jor da firî ji her heft felek

Law li hewa girtî kelek

Vêra dida îa’netê

(Hewa bi Erebî ye: Ba. Îa’netê: harîkariyê)

Melek Cibraîl ne tenê wî ji mirinê qurtal dike, ew xwe jêre wekî kelekê amade dike, weku li ser rûyê zireyê gava mirov bi kelekê digere û tiştek pê naye, bi bin ve naçe û tew şil nabe…

Ji van herdu ciyan pêve di Zenbîlfiroş de pêdaçûn nîne an pir hindik bi kar hatiye, ku bi ber çavan nakeve…

Di “Zembîlfiroş” a Albert Sosin û Eugen Prym de, ewqas pêdaçûn weku li ba Melayê Cezîrî an Ehmedê Xanî heye, nîne. Eve jî pirsekê davêje ber me:

“Gelo, ma herku hozanvan baştir be, ew bêtir pêdaçûnê bi kar tîne?”

Divê li ser vê yekê gengeşe çêbibe…

Di vê Zembîlfiroşê de, xatûna dil bi arezo û hewesê dagirtî wilo bo lawê Xwedatirs, bo Zembîlfiroş li ser govdeyê xwe yê çeleng dibêje:

Xatûn dibê lawê verîvan

Were nav rîhan û sêvan

Tu şeker bimêj bi herdu lêvan

Şibhê cama şerbetê

Bê guman ev wêneyekî mêşengî yê pir ciwan e, hema van rewştin pêjinî ne, û li ba giş hozanvanên me yên kevnare tên dîtin, ewên ku di warê evînê de, çi ya mirovî û çi ya canî “rûhî” de helbest vehûnane.

Gava em ji xwe re bihizirin; memikên jinan ku nermik û sipî ne, wekî sêvan hişk û sor bin… Ma herdu wêne ne dûrî hev in? An jî mêrek ji govdeyê jinekê şerbeteke şîrîn vedixu! Ev pêdaçûneke diyare di rewştê de, lê carekê bûye terzekî wekaniyê di helbesta kurdî ya kevnare de…

Di beyta Xanê Lebzêrîn de jî hinde caran Pêdaçûn bi xortî heye:

Dimdim berekî kop e

Vê têne bi tifing û top e

Weku baranê dilop e

Şahî go: Mehmûdko Alekanî

Ey sewo (sego) ji nislê Şeytanî

Tu bo çi xaîn digel Temirxanî ?

Di Strana Têlî de:

Ezê xanîkî çêkim li vê milê

Ezê derîkî têkimê ji darê gulê (dargulê)

Ez terka xelqê delal(ê) Têlî nakim

Heta stêrka sibê li min hilê

Ezê xanîkî çêkim li vê dûzê

Derîkî têkim ji darê gûzê

Ez û xelqê delalê Têlî

Tê da rûnin hersê mehê di Temûzê

Tevî ku Temûz yek meh e, ew di stranê de dibine sê meh.

Lê em dixwazin niha piçekî li hinde hozanvanên xwe yên mezin vegerin, ka wan çi pêdaçûn bi kar anî bûn. Me berê li ser Ehmedê Xanî û Melayê Cezîrî nivîsandibû, emê niha biçin nav baxê Feqiyê Teyran, ka wî çi dîmenên xweşik ên bi pêdaçûnê dagirtî û bi wêneyên delal xemilandî bo me hêlane.

Di helbesta (Ellah çi zatek eh’sene) dibêje:

Çerxê di nêv çerxa ez im

Rûh‘ û rewana min tuyî

Ez hişkedar im na rez im

Xeml û ruhana min tuyî

Di vir de hozanvan xwe wekî govdeyekî dide xuyakirin ku canê wî dîlber e, û xwe wekî dareke hişk dide diyarkirin ku xeml û ruhana wê dîsa dîlber e…Bi ser de jî dîlberê xwe hîn ji xwe balatir û mestir û rohnîtir dike, gava di helbesta Berîkanî de,li hember Melayê Cezîrî vê dibêje:

Gul im di destê xaran

Bi Îsmê (Muhemmed) navim

Bilbilim di gulzaran

Ji e’şqê lew zerbavim

Diremza muhirdaran

Tu rojî, ez hetavim…

Em tev dizanim ku bê royê (rojê) hetava wê nîne…

Di helbesta (Ey av û av) de, Feqiyê Teyran avdike mirovek û pirsan jê dike, ew dibêje:

Pirsa Feqiyê bi cih nebû

Lew ra di furqanê hebû

E’rşê Xudê li ser te bû

Avê, gelo, bîra te tê?

[Furqan: Quran e]

Ew ji avê dipirse, ka tê bîrê dema e’rşa Xudê li ser bû. Feqiyê wilo dipirse ji ber ku di Qurana pîroz hatiye ku e’rşa Xwed berî pêdakirina zevîn û asîmanan li ser avê bû, hema ev av di helbesta Feqiyê Teyran de dibe mirovekê ku dikane bersîvên wî bide…Eve bêguman wekaniyeke pir hêja ye ji aliyê pêjiniyê ve, hema di rastîniyê de tiştekî wilo çênabe…

Li ser dîlberê xwe Feqiyê Teyran dibêje:

Remzê ku dê dîlber bikin

Carek bi çeşman seyr bikin

Dê kohê Qaf kerker bikin

Mecrûh’ê pir kohvanim ez

Gava dîlber bi çavan carekê li çiyayê Qaf binêre, wê çiya hûrhûr bibe, biherife û ji ser hev biçe, lew re ew ji ber seyrkirina wan çavan birîndarekî pir bi kovan e…

Feqiyê Teyran jî peyvên wekî yên Melayê Cezîrî û Ehmedê Xanî bi kar tîne,gava ew dixwaze evîndariya xwe ji dîlberê xwe re bîne zimên. Ew têye sohtin, birîndarkirin û li ber agirê awiran û nedîtinê serxweş û mest dibe, ew dibe biryan û rengzer dibe:

Bilbilim daîm dixûnim

Ez yeqîn er (eger) te nebînim

Dîn dibim, sewda dimînim

Serxweş û sergiranim ez

Serxweş û ebter kirim

Ji î’lletan renzer kirim

Sotim û kerker kirim te

Agir û biryanim ez

(Di helbesta: Îro ji dest husna hebîb)…

Feqiyê Teyran jî (sed û hezra) bo pirkirin û pêdaçûna hozanvanî bi kar tîne, lê ew di vir de rast pêjiniyeke bê wekanî bi kar tîne:

Xwezî min sed ser (serî) hebana

Sed hezar dev pêve bana

Ew hemo li medh’ê te bana

Hêj (hîn) bi wan nuqsanim ez

Feqiyê me hezdikir ku bo wî sed serî li ciyê seriyekî hebana, di her seriyekî de sedhezar dev hebana, û hemî devan pesina dîlber bidana, dîsa jî Feqiyê di wê pesindariyê de wê xudiyê kêmaniyê ba…Ma ji vê hêj (hîn) bêtir çi pêdaçûn a pêjinî li ser rûyê zevînê heye?

Paş çend rêzikan, bo xortkirina pêdaçûnê, dîsa dest davêje hejmarê, û dibêje:

Her kesê e’şq tê eser kit

Sed hezar perdan di ber kit

Hemûwan dê ker bi ker kit

Taziyê u’ryanim ez

Ewê ku liyanî (e‘şq) tê hikar kit, bila sedhezar perde bi ser xwe de berde, wê dîsa mîna Feqiyê tazî bibe, ji ber ew liyanî dê wan perdeyan biçirîne û ji ber wî bike, wî bicersinîne û hezkirina wî aşkere bike…

Feqiyê Teyran rast pir ciwan û hêja pêdaçûnê bi kar tîne, û gava em bêtir bi nav baxê wî yê pêjiniyê de herin, emê hîn bêtir ji wan dîmen û wêneyên pêdaçûnî yên kevnare û xweşik berbiçav bikin, hema wê gotara me pir dirêj bibe, lew re wê baştir be bo kesê lêkolîner ku ew vegere (Dîwan a Feqiyê Teyran) a mamhosteyê delal û dostê kîbar Seîdê Dêreşî, ku ji aliyê Spîrêz Press ve li Dihokê,sala 2005 hatiye weşandin.

[Bermayî  heye]

Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (2)

Cankurd

09.08.2009

PêdaçûnMubalexe“, ku bi Almanî jêre „Hyperbel“ dibêjin, û me para pêşîn ji vê lêkolînê li ser wê yekê di dastana Melayê Cezîrî de nivîsandiye, li ba şêxê helbestvaniya kurdî, Ehmedê Xanî jî pir bi kar tê.

Ew di rewşdayîna Mîrê Botan de, di dastana „Mem û zîn“ de,wilo dibêje:

Mecmûe’yê mumkînat û meqsûd

Wacib kirbûn li nik wî mewcûd

Di vir de teviya dibeyan û giş mebestan di kesaniya mîr de hene, eve jî pêdaçûneke kin û kurt û pir xort e, bi zanatî hatiye, lê di rastîniyê de nakeve hişan.

Li ser koçka mîr û li ser hêla h’eremê vê dibêje:

Sehna he’remê ji nazenînan

Cennet tejî bû ji h’orê e’ynan

H’oriyê wî di cennetê gelek bûn

Xulamêd wî h’ezretê melek bûn

Li ba Mîrê Botan, li gorî helbesta Ehmedê Xanî, behişteke tijî „h’orile’yn“ heye, ku heta xulmanêd wî jî dibine hezretên melekan…

Li ser Zînê û xûşka wê Sitiyê vê ciwankirin û lewendkirinê dubare dike, balatir û xweşiktir li qelem dixîne, ew dibêje:

Yek esmer û ya duyê zerî bû

Yek h’orî û ya duyê perî bû

Gerden te digo di destê saqî

Qarore ye por şeraba baqî

Yan şubhetê şîşeya nebatê

Yan menbea’ kahniya heyatê

Ew herdu wekî du şebçiraxan

Gava dimeşîne bax û raxan

Nalan dikirin cemad û h’eywan

Talan dikirin nebat û însan

(Qarore: şîşe ye, mebea‘: bi Erebî ye: jêdera kaniyê, cemad: bi Erebî ye: Bê can.)

Van rewştên ku di vir de hene, bi tevayî pêdaçûn in helbestî ne, di rewşdayîna jin û yaran de, li ba gelek hozanvan ên me yên kevnare têne berbiçavkirin, ne tenê li ba Ehmedê Xanî. Gerdenê yarê wekî qarore û cama piyalê ye, ku têde şeraba safî ya nebatê heye, an ew kanî û jêder a ava heyatê ye…!!!

Carina mirov ji xwe dipirse, gelo: Evana ewqas bi hev hikar bûne an jî van pêdaçûnên xweşik û delal di wan deman pir hezkirî bûn, wekî niha hinek hozanvanên me bo keviran lêv û guhan, û bo heyvê basikan, pêda dikin?

Ehmedê Xanî jî wekî Melayê Cezîrî dihêle „sed“ dil û can ji ber evînê bêne sohtîn û biraştin û têkiliyê di navbera mirov û kewkeban de pêda dike an wan wekî kewkeban balatir û balkêştir dike.

Ew li ser Zîn û Sitiyê vê dibêje:

Sed can û dil û ceger disotin

Xelqê bi mesel ji wan digotin

Rojan û şevan gelek dinalîn

Heta ku di gel melek dikalîn

Em di vir de ne tenê sohtîna dil û cerg û mîlakan dibînin, lê belê em nalîna xelqê bi rojan û şevan dibihîsin, û bi ser de jî kalîna melekane ji ber çelengiya herdu xangan.

Li ser Mem û Tacdîn jî vê dibêje:

Ew yar ji dil ne serserî bûn

Wan şubhetê Mêhr û Muşterî bûn

(Ji dil: bi wate ya “rast”. Mêhr û Muşterî du kewkebin di asîmanên gerdonê de).

Di cejna Newrozê de, gava ku Mem û Tacdîn rastî “pêrgîZînê û Sitiyê dibin, Ehmedê Xanî wilo wê temaşgehê tîne rewştin:

Wan gofte nedî ku ew çi rengin

Wî go: Du kur in, ziyade şengin

Wan go ku bi şûr û şeşperin

Yane bi xedeng û xencerin ew

Di navdayîna bo rengekî ji rengan mirov carina peyva lêhatî nabîne, hostayê helbestê, Ehmedê Xanî jî dihêle ku herdu lawên (Mem û Tacdîn) ku pêrgî Zînê û xûşka wê Sitiyê tên, tew gofteya “bêjeya” li gor wan rengan nebînin.

Ew hîn bêtir pêda diçe û dibêje:

Wî go ku bi xemze û bi awir

Xelqê dikujin wekî bi keyber

Gotin: E’ceb ev keçêd kêne?

Yan herdu melaîkêd Xudêne

Ev mêwe li kî cihî gihane

Ev gul li çi gulşenê numane

Sed car diketine astanan

Hetta ku gihane Aşiyanan

Herdem ku Sitî û Zîn dibêjin

Sed reng sirşikê xûn dirrêjin

„Sed“ car û „Sed“ reng li vir jî heye, ew jî bo bêtirkirinê ye û bo pêdaçûnê ye, û li vir jî çavlêdank „xemze“ û awir dibine acetên cengê, wekî li jor „xedeng“ û „xencer“ li vir  (Keyber) heye û gelek  xûn ji ber lêdana wan çavan têye rêtin.

Ehmedê Xanî dizane sohtîna liyaniyê „eşqê“ çendîn bi hêz û bi hikarî ye, lew re wê dîmenê perwaneyê ku di dora agirê re digere di vir de hîn balatir û naztir û ciwantir diwêneyîne, ew ji evîna govdeyî hildikişe pileyeke bilindtir, ku qefesa sîngî mişkat e ‚çiraxe‘, dil dara ku agir û rohniyê dide, can zeyta ku bi wê mişkat têye vêxistin, û ew hemî pêdakirina caneyî ya mezin bê ked û cefa bi dest nakeve…Mem û Tacdîn bê têkoşîneke caneyî ya mezin wê wekî perwaneyên ku li ber agirê per lê hatîne sohtîn bibin:

Tacdîn û di gel Memê te gotî

Perwane ne, per li wan me sotî

…hûn bimînin di xêra Xwedê de

(Bermayê lêkolînê hîn heye)

Pêdaçûn (Mubalexe) di helbest û beyta kurdî ya klasîkî de – (1)

Cankurd

05.08.2009

Pêdaçûn (Bi Kurmanciya jêrîn ‚Soranî‘: Pêwedan) ew şêweyê axiftin û nivîsînê ye ku mirov tiştan pir mestir ji rewşta wan a rastîn bike, ji aliyê jimar û babet û rewşt û taybetiyan ve…Di zimanê Erebî de jêre „Mubalex’e“ têye gotin. Li ba hozanvanên ereb ev şêweyê hunera wêjevanî pir hezkirî bû. Li ba hozanvanên Kurd jî ev hunera wêjevanî heye û balkêşe, tevî ku hozanvanên me yên mezin bi piranî oldar bûn, lê dîsa jî wan dest avêtiye vê hunerê û ji xwe re bi kar anîne, rast an ne rast, şaş an ne şaş…

Melayê Cezîrî di seriyê dastana xwe de dibêje:

Newa ya Mutrib û çengê

Fîxan avête Xerçengê

Were saqî heta kengê

Neşoyin dil ji vê jengê

(Newa bi Farsî deng e. Çeng: aceteke sazpêdakirinê ye)

Ew dibêje ku dengê sazbend û çengê nalîn gihande burca Xerçengê “Seretanê“ ku li asîmanê ye… Eve jî tiştekî ku têde pêdaçûn heye, ji ber ku çendîn dengên stranbêj û deholkut û çengan an çangan bilind be jî, dîsa nagihîne asîmanan…

Pişt re bi çend rêzikan dibêje:

Dinalim şubhetê ree’dê

Bi wateya ku nalîn û axîna wî wekî hurmîna e’wiran e…

Ew dîlbera xwe, çi ya rastîn û çi yê maa’newî, bi durre teşbîh dike û bi ser ve jî, dîlber dike Belqîs a ku şahdarî li memleketa Seba dikir û çêroka wê li gel pêxember Sulêman di Qurana pîroz de hatiye hewaldan. Ew jineka çeleng û jêhatî bû.

Min dîlberek durr heye

Meh’bûbê şîrîn surr heye

Husn û cemalek pir heye

Belqîs sîfet, mesken Seba

Dîtina dîlberê di hozanên kurdî yên kevnare ‘klasîkî’ de wekî durr û cewherê, an jî dîtina rûyê wê wekî heyvê, li ba gelek hozanavan têye berbiçavkirin, ne tenê li ba Melayê Cezîrî, tevî ku ev wekaniyeke pêdaçûnî ye, û diyare ew rewşt di wan deman de gelek hezkirî bû. Li ba hozanvanên ereb (1) jî ev dîmen pir heye….

Dîlber dibe dareke pelzêrîn an jî baxekî ji gulan…Melayê Cezîrî dibêje:

Selwa rewan, zerîn wereq

Çîçek (Melê) dîn sed neseq…

(Wereq erebî ye: Pel, û neseq: rêz. Zerîn: ji rengê Zer hatiye)

Jimareya (Sed) an (hezar) an jî (Bê hîsab) bo bêtirkirinê pir di helbestên me yên kevnare de tên, li ba Ehmedê Xanî jî di dastana Mem û Zîn de heye.

Melayê Cezîrî di rewştkirinê de pir pêda diçe û ev pêdaçûn li ba wî êdî bûye bingeheke hozanvaniyê ku nema dikane xwe jê azad bike. Binêr ew çi dibêje:

Xedenga furqetê ree’d e

Dilî ew x’efletî lêdit

Dibêjim wer cebel bit

Ew biker bit wî di gavê da

(Xedeng:Tîr. Ree’d bi Erebî ye: Hurmîna e’wiran. X’eflet jî bi Erebî ye: Ji xwe çûna dil)

(Wer: di vir de „wek“…)

Em dibînin ku ew tîrên dûrketinê wekî hurmîna e’wiran gava têye guhan teşbîh dike, eve jî pêdaçûneke ne piçûk e…

Sohtîna perwaneyê di helbesta kurdî ya kevnare de li ber nûr û şewqê jî pir hezkirî bû, eve ne tenê wekî „wekaniyê“ têye jimartin, belku yek ji balkêştirîn şêweyên pêdaçûnê ye di hozanê de:

Gelo, dîsa bebînim ez

Çirayê wesletê hilbit

Bisojim şubhê perwanê

Di ber wê nûr şewqê da

Li dereke dî hozanvanê me yê dil tijî liyanî „eşq“ xwe wekî çiyayê Qendîl bi hêz dibîne, û bi wê wekaniyê tenê nake, ew xwe bi „Fîl“ jî dide teşbîhkirin,ji ber ku kanîn û tewata fîl pir e:

Tu narê firqetê zanî

Dikarim ez teh’emul kem

Diyare kohê Qendîl im

Meger fîl im di eşqê da

Di hejmardayînê de Melayê me ji“Hezar” hildikişe “Bê jimartinê“ û dîsa dadikeve “Sed”, kêmtir na:

Min di dil kovan hezar in

Dax û keyber bê hîsab

Mîh’neta werdên bi xar in

Wên di dil da sed nîşab

(Werd bi Erebî ye: Gul. Nîşab jî bi Erebî ye: Tîr)

Ew peveka xwe pêşûpaş dike, dibêje:

Sed nîşab in min di dil

Îro ji xarên sorgulan

Yek bi yek peykan çevî bûn

Çûne cergê da kulab

Li ba Melayê Cezîrî awirên çavên dîlberê tîr û xedeng in, dil û cergê wî ji ber wan bi kovan û kul in, ji wan xûn wekî coyên avê, hema tijî xûn sor wekî e’qîq û zox a wekî erxewanê  dixulxulin, eve jî pêdaçûneke qatqatî di ser hev re bilind dibe, ku ji aliyekî ve helbestê xweşiktir û balkêştir dike û ji aliyekî ve bi wêneyan berhemdar dike, hema pêdaçûn pêdaçûne, û hozanê ji jîhana rastîniyê radike dibe jîhana fantazî û pêjiniyê:

Dîlberê îro seher avête cergê min du dox

Yek li sîne, yek li dil da, lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên, lê ji ber tîra qizil tên

Yan ji kovanên di kul tên, jê dizît her xûn û zox

Xûn ji dil co co rewan tê, wek e’qîq û erxewan tê

An jî li vir binêre, ka Melayê me gihaye çi pileya pêdaçûnê, ku tew nakve hişan, hema pir xweşik û nazik di mijara xwe de dimîne:

Ger bipirsit carekê xatûn li h’alê suxteyî

Qifl û zincîr dê vebin, bê îsm û dest û mifte ye

Bend û zincîr dê vebin, cerhên di kul dê xweş biket

Lew ku navê dîlberê, dermanê derdê bend ye…

(Qifl bi erebî ye: Kutik kilît dikevêyê. Cerh’ “Curh’” erebî ye: Birîn. Mifte erebî ye: Kilît)

Gava dîlber li wî bipirse, wê dergahên zindanê ji xwe serê vebin, wê birînên wî xweş bibin…Bo çi? Ji ber ku navê dîlber dermanê derd û kulên girtî ye…Hema wekî ji “nav” dixuye, mebesta Mele pir balatir e ji dîlbera mirovî…Belku tenha navê Xwedê tea’la dermanê derd û kulan be…

Carina pêdaçûn a wekî va rewşta ku hozanvanekî kevnare yê ereb anî bû: (Rûyê te heyv e û bejna te rum e) helbestê wêran dike. Dibe ku di wê demê de ev dîmenekî pir çeleng bû, hema niha nîşanên tirafîkê “Lewh’ên hatûçûnê” tîne bîra mirov…

Mixabin li ba Melayê Cezîrî hinde rewştên wilo yên ne nazik hene, wekî:

Mela, me li gerdena dîlber ji nosed bûse mayin deyn…

Gerdenê (stoyê) dîlber wekî yê ajalê efrîqayî yê ku histoyê wî pir dirêj e, ji nehsed bostan e. Eve jî dîlber ji mirovatiya resen û naskirî bi dûr dixîne û wekî giyanwerekî nenas dide xuyakirin. Heger Mele yekser bigota ku dîlber wekî Zerafê ye, wê baştir û ciwantir ba ji pîvana gerdenê wê bi bostan û bi dayîna jimareya nosedî.

—————————————

(1) Navên Kurd û Ereb û her navekî wekî wan pêwîste bi tîpên gir dest pêbike, hema gava ew nav wekî rewşt (sîfet) hatibe, pêwîste bi tîpa hûr dest pêbike: Kurd hatin…Helbesta kurdî…

(2) [Bermayî  heye]

Wekanî (Lêkçûnî) di helbesta kurdî ya klasîkî de

Cankurd

31. Oktober 2009

Wekanî di nav peyv û pevekên me yên pexşanê de, her roj û her şev derbas dibin. Em Wekaniyê gelek bi kar tînin, ku Kurdên Soran jêre „Lêkçûn“ dibêjin û Ereb jê re „Teşbîh“ dibêjin.

Bo nimûne:„Dilê min ji min re got.“

Di vir de min dilê xwe kir wekî mirovekî, ku dipeyive, tevî ku bo dil ne dev û lêv hene. Ev wekanî ye, hema têde acetê “pêkarê” wekaniyê nîne. Ew pêkar jî eve: WEK (Wekî)…

Kurmanc li şûna acetê „pêkarê“ Wek (wekî, weke, weku) hinek pêkarên dî jî bi kar tînin, û hinde caran pêkarên ne kurdî jî, emê li xarê bên ser wan.

Wekî me di efsane û çêrokan de bihîstiye, şûrê cenabê Îmam „rêber“ Elî Bin Ebî Talêb, Xwedê rûyê wî rûmetdar bike, neçelî bû. Bi wateya du tîjkên şûrê wî hebûn. Gava ez dibêjim: „Rustem dilneçel e.“ Ez Rustem hem wekî mirovekî pir wêrek didim xuyakirin û hem jî dilê wî wekî şûrê hezretî Elî dikim. Eve Wekanî yeke duqatî ye û bê pêkarê wekaniyê ye.

Carina jî wekanî di şêweyê pirsekê de ditê, wekî di vir de:

“Qey ev ker e, lo?”

Xudanê guftarê dixwaze yekî wekî kerekî bide diyarkirin, hema ew peveka xwe bi şêweyê pirsê û bê acetê wekaniyê lêdike, da gotina wî piçekî nermtir derbas be…

Ji xwe peveka Wekanî, bi pêkar (acet) be an bê acet, yek wate jê tê xwestin, ewe ku navê wekaniyê wekî tiştekî dî bide xuyakirin.

Rûyê yarê sêveke (Rûyê yarê: Navê wekaniyê ye) (Sêv: Lêkçûyî ye) (Acetê wekaniyê nîne)

Rûyê yarê wekî sêvekê ye (Di vê pevekê de hersê parê peveka wekaniyê hene)

Carina jî mirov di pevekeke dirêj de wekaniyê bi kar tîne, ku di xwendin an bihîstina pevekê re mirov dizane çi bi çi hatiye wekîhevkirin. Bo nimûne:

„Rovî devê xwe da ber guhê Zeyniddîn û bo wî fort û derew li ser Mem û Zînê kirin.“

Di vir de nageh Beko yê Ewan tête bîra me, ku li ba mîr Zeyniddîn fesadî dikir, da navbera Memê Alan û yara wî Zînê biherifîne…Ew ne rovî yê çolan e ku devê xwe daye ber guhê şehzadeyê me, ew „şalyarê“ wî Beko yê Ewan bi xwe ye… Di va peveka wekaniyê de jî acetê wekaniyê bikar nehatiye…

Di helbesteke Şêx Nûreddîn Birîfkanî wekaniyeke mîna nimûneya pêşîn me aniye heye, ku ew dil wekî  şah û mîr dike û govde wekî destegîrekî jêre dibîne:

Dil bi xwe şahê emîr e

Ev cesed jêra esîr e (r.21)

[Şêx Nûreddîn Birîfkanî– 1791 – 1850, 1991 Hewlêr, çapxaneya çand û ciwanan, civandina dîwanê û lêkolîn: Şêx Wehîdiddîn Birîfkanî]

Bi kar anîna Wekaniyê bê pêkarê wê di gelek helbestên me yên klasîkî de heye, ji wan jî, li ba Ehmedê Nalbend (Muxlis), ku rewşa xwe ya bêjiniyê wekî gorekê û wekî telqîna miriyekî  dide der:

Jineka baş û belaş  me divêtin

Qet nebêjin ku eve yarîne

Ez neşêm hebit her şev

Bê jinî qebre, telqîne (r. 46)

Li vir jî jinê dike kew û dilê wî ji ber gotin û bihîstina gelek helbestan wekî mirovekî êdî qelew bûye:

Bê dil me nînin xewn û xew

Derbûn birîne û nîne kew

Şî’ra me dil pê bûn qelew

Ez çûm semaê çavniqîn (r.204)

[Ehmedê Nalbend (Muxlis), berhevkirina xalid Husên Yaqûb, Emîndariya giştî ya roşenbîrî lawan, 1989, çapxan Somer)

Carina navê wekaniyê tew naye lêvkirin, hema mirov dizane ku di pevekê de wekaniyek heye, nimûneya wê van du rêzikên helbestî yên Şêx Mihemd Can (Xakî):

Weqtê ku bima tenê însan

Baran dirijî ji ewrê Nîsan (r. 71)

Dema Leyl dûrî mirovan dima, ji ber dildarî û evîndariya xwe, hêsir wekî barana meha Nîsanê ji çavên wê dibarîn. Em dibînin ku navê wekaniyê (hêsir) ji pevekê hatiye avêtin, lê em dizanin ku mebesta helbestvan ji barana Nîsanê di vir de hêsir ên Leylê ne.

Şêx Eskerî jî di “Îqdê Durfam” de dibêje:

Du şêran pence bir sîne dirandin

Dil û hestî hemî pêkve helandin (r.32)

Mebesta hozanvanê me ji (Du şêran) herdu çavên dilber in ku penc avêtine û sîngê wî çirandine.

[Şêx Eskerî (1898-1952), Îqdê Durfam, Tîpwergerandina Zeynilabidîn Zinar, Weşanên Apec-tryck& Förlag, Spanga, Swêd,1991]

Carina jî tersî wê yekê nave lêkçûyî di wekaniyê de hatiye rakirin, nimûneya wê van du rêzikên helbestî yên Xakî ne:

Bulbul ku ji xunçeyê qetandin

Ah û keseran çiya helandin (r. 39)

Li vir çiya wekî mirovan ji ber dûrketinê bi ah û keser in. Navê wekaniyê heye, hema acetê wekaniyê û navê lêkçûyî hatîne rakirin…

[Şêx Mihemed Can (Xakî)(1858-1909), dastana Leyl û Mecnûn, Pencînar- Weşanxaneya Çanda Kurdî, Stockholm, Swêd, sala 1992]

Wekî me di serî de gotibû, Kurmanc li şûna acetê „pêkarê“ Wek (wekî, weke, weku) hinek pêkarên dî jî bi kar tînin, ji wan jî : Mîna, nola, çu, çun, manendî…û hinde caran pêkarên ne kurdî jî bi kar tînin: Şiklê, teşbîhê, şubhê, mîsalê, mîslê…ku ji Erebî hatîne û di nav zimanê me de mayîne…

Di helbesta kurdî de, van heme pêkarên wekaniyê bi kar hatîne.

Wek (wekî, weke, weku):

Şêx Eskerî dibêje:

Yetîmê diltijî pur hesret û derd

Ji girye û zariyan bûye (wekî) erd

(r. 118) [Iqdê Durfam]

Li ciyekî dî dibêje:

Ji destan ketye golê masiyê qot

(Wekî) fîlê xizan ma qeşmer û rût

(r. 148) [Iqdê Durfam]

Şêx Mihemed Can (Xakî) li ser Kurdan dibêje:

Her mêrê di wan de ejdiya ye

Nêv Rom û Ereb (wekî) çiya ye

(r. 27) [Leyl û Mecnûn]

Em dibînin ku Xakî di rêza jorîn de wekanî bê acetê wê aniye û di rêza jêrîn de acetê (Wekî) bi kar anîne. Ev guhartinjî helbestê xweşiktir dike…

Di gelek ciyên dî de jî (wekî) bi kar tîne, hema carina dest davêje acetên Erebî jî. Lê di vir de (wek) li şûna (wekî) bi kar aniye:

Bû h’erb û serî ji hev pekandin

(Wek) belgê şecer cesed weşandin

(r. 81) [Leyl û Mecnûn]

[H’erb bi Erebî ye: Ceng, Şecer: Dar, Cesed: Govde û laş]

Manendî:

Şêx Nûreddîn Birîfkanî dibêje:

(Manende) yê Mêşane ew

Serî di xwe kîşane ew

Hemya ji ber êşane ew

Dunya ji ber bê keyfîye (r. 65)

Şêx Mihemed Can (Xakî) dibêje:

Go: Wa ye le ber derê mux’arê

(Manendî)  durrê di nav x’ubarê

(r.115) [di dastana Leyl û Mecnûn de]

[Mux’are bi Erebîye: Şikeft, x’ubar: Toz]

Bi wateya ku ew mîna durreyeke di nav toza axê de dixuye.

Çu:

Şêx Evdirehmanê Axtepî di Rewdineîm de dibêje:

(Çu) Îskenderî serteser a’lemê

Bikî qebze û mulkê xwe tu hemî (r.115)

[Qebze bi Erebî ye: Mista destî, Mulk: Dêrîn]

Di ciyekî dî de jî dibêje:

(Çu) Mewla kirî şahê însan û can

Îmamet tu bikî ji bo cumlekan (r.180)

[Mebest ji Mewla li vir cenabê pêxembere. Îmamet:Rêberî. Cumlekan: Tevan]

An jî li vir:

(Çu) wî kelbê eshabê kehf û reqîm

Digel xubsê eslê necaset zemîm (r.393)

[Bi wateya wekî segê xudanên şikeftê, ku çêroka wan di Qurana pîroz de hatiye]

Lê carina li ciyê (Çu) (Çun) tê nivîsandin û bi karanîn,wek di vir de:

Bi deryûze û parsekî (çun) geda

Medihxwan veweste li babê huda (r. 394)

[ Şêx Evdirehman Axtepî (1850-1905), Rewdineîm, Zyenulabidin Zinar, Yekitiya Nivîskarên Kurd-1991, Stockholm, Swêd]

Em dibînin ku (çun) jî bi wateya (wek) hatiye, hema pêwîste em (Çu û Çû) (Çun û Çûn) ji ser hev derxînin, lora ku (Çû) bi wateya cîhê xwe hêla (Bi Soranî: Roşt) û çûn gava bêtir ji yekî biçe…Nabe em li şûna (çû an çûn) (çu an çun) bi nivîsin an tersî wan…

Gava em li helbestên me yên kevnare binêrin, emê bibînin ku helbestvanên me gelek şêweyêna cetên „pêkarên“ wekaniyê bi kar anîne,wekî:

Dengê wî hukum dikir li Leylê

Hêsir diwerî bi (mîslê) seylê

(r.40)    [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Wan xweş dikirin sefa û suhbet

Nav gulşenê (mislê) avê cennet

(r. 76)   [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Wî ahî dikir û dida hewaran

Herçî dibihîstî (şubê) baran

(r. 52)    [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Leşkerê wî bi (şubhê) qûmê beh’ran

Xuddamî (wekî) nebatê seh‘ran

(r. 72)    [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Yek (şubhetê) min ku bû perîşan

Daîm li çiya û çol e îskan

(r. 74)    [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Leylê bi (mîsalê) durrê yekta

Bêmisl, û qerîne, nîne hemta

(r.75)      [Xakî: Leyl û Mecnûn]

Wekî dixuye, li ba helbestvanên me yên klasîkî  bi karanîna zimanên biyanî û bi taybetî yê Erebî tiştekî hezkirî bû, û egera wê jî ola wan bû, lê naye wê yekê, ku yek bibêje wan Kurdî baş nedizanîn an zimanê kurdî teng e…Na…na..na… hem ewana Kurd bûn, Kurdîhez û welatperwer bûn û hem jî wan baş bi Kurdî dizanîn. Gelek ji wan êş û nalîna xwe anîne zimên li ser rewşa ziman û helbestvan û gelê Kurd, û di helbestên wan de eve baş diyare, û gava em peyvên kurdî yên di helbestên me yên klasîkî de bicivînin, emê ferhengeke baş jê pêda bikin…