Stûnên baweriyê di Îslamê de – (1)

Cankurd

July 22, 2010

Pêşekî berxwedarî bo Xwedê ye, em berxwedariya wî dikin, piştvaniyê ji wî dixwazin, lêborîn û bexşînê ji wî dikin, li wî vedigerin, û xwe bi wî ji neqencî û bedkariyên xwe diparizin. Ewê Xwedê bîne ser rêya rast, kesek nikane wî jê vegerîne, û ewê Xwedê wî ji rê derîne, kesek nikane wî bîne ser rêya rast…û ez dîdariyê dikim, ku Ji Xwedê pêve çi xwedê dî nînin, ew bi tenê xwe ye, bê hevpar e, û ez dîdariyê dikim, ku Muhemmed evd û pêxemberê wî ye…

Yek ji egerên pêdabûna rêgahên terror a xûnrêj û tengmejiya siyasî-olî, wekî pêdabûna rêgahên sofîtiya ku basikên neteweya îslamî, bi sedan sal, şikandibû, belavbûna baweriyên çewt û ne diristin  di nav civatê de, û derketina gelek kesên ku xwe wekî zanayên olî didine xuyakirin,  bi cil û rîhên xwe dikanin gelê nezanan bixapînin, û ji xwe re li ser milên hinek kesên wekî xwe peyrewiyê pêda bikin û roj bi roj xwe di nav gel de wekî rêber û olnasên mezin bidin pejirandin. Êdî ewana çi dibêjin dibe “Fetwa” û kî bi wê fetwayê neke, ji xêza rastîn a Îslamê derketiye, ew wekî “Murted”–bi wateya: ji ser olê vegeriyayî- têye dîtin, û ew ji civatê têye bi dûrxistin, ji bereketa “Şêx” têye bêparkirin, û nema kes silavê jî li wî dike…Carina jî ên wilo ji rê derçûne tên kuştin, tevî ku di Îslamê de bingeha serekîn a bawerkirinê: Azadî ye. Ewê bawer kir ji xwe re bawer dike, ewê bawer nekir li ser ya xwe dimîne, û tenha Xwedê ”Ellah” Roja Rabûn û Civanê dikane mirov li ser baweriya wî bide ber dadgeha xwe û ji bipirse, ka ji bo çi wî wilo bawer kir, û wilo bawer nekir. Mafê kesekî dî ji Xwedê pê ve di tawanbarkirinê de nîne. Hema mafê çi mirovekî jî nîne, ku xelkê ji ser baweriya bi tenahiya Xwedê vegerîne,zorê li kesekî bike, ku bi Xwedê tea’la bawer neke, çi ew kesê bawermend ji malbata wî be û çi ji derveyî malbat û nasên wî be. Mirov di bawerkirinê de azad e, û ewê ola xwe biguhêre li gor dîtina hinek zanayên Quranê nayin kuştin, yek ji wan zanayan jî, Prof. Dr. Mihemmed Salêh Gaborî ye, ku dibîne ev zorkirin û tawanbarkirin tersî wê azadiyê ye, ya ku Quran bo mirov misoger kiriye, û ew mafê jêpirsînê li ser bawerkirin û nebawerkirinê tenha mafekî Xwedayî ye.

Baweriya Îslamî:  Ewe ku mirov ji dil de, û bê hîç gumanekêm bi Xwedê tea’la, bi melaîketên wî, bi pêxemberên wî, bi Roja Rabûnê, bi Qederê, çi xêr û çi nexêr ên wê bawer bike, ku tev ji aliyê Xwedê ve tên…

Jêdera baweriyê: Pirtûka Xwedê (Qurana pîroz) e, (Sunnet) a rast a pêxember e – Selewat û silav lê bên – û (Yakrayî) ya “Îcmaa’” Selefên qencin.

Bo vê yekê, pêwîste em du peyvan bidin nasîn: Sunnet û Selef.

Ji bo nasdana “Sunnetê” ji aliyê zimanî ve, di nav zanayên olê yên berê de, hinek ciyawaziyên piçûk hene, hema giş di wê nasînê de yekrayin, ku mebest ji “Sunnetê” rêveçûna jinni, bawerî û rêgah a “Terîqeta” cenabê pêxember e – Selewat û silav lê bin -. Ev hedîtha wî vê yekê baştir dide xuyakirin:

((Kî di Îslamê de Sunneteke baş pêda bike û piştî wî bi wê bite karkirin, ji wî re nirxê wê wekî heme kesên bi wê kar bikin têye hejmartin, tiştek jê kêm nabe, û kî di Îslamê de sunneteke nebaş pêda bike û piştî wî bi wê bite karkirin, wê gunahê wê ji wî re bite hejmartin, wekî gunahên wan kesên ku pê kar bikin, tiştek jê kêm nabe.)) [Muslim derxistiye]

Sunneta pêxember – Selewat û silav lê bin – heme gotin û kirinên rojane yên cenabê wî ne, ji Qurana pîroz pê ve, çi berî dahatina “Weh’yê” û çi di pey re, bi ser ve jî şêweyên rabûn û rûniştinên wî di her warekî de, biryarkirin û pejirandinên wî yên bi erêkirina devkî an jî bêpeyivîn, û tersî wê yekê jî, heme nepejirandinên wî bi neykirina devkî an jî bêpeyivîn.

Li ser karkirinê bi gotin û fermanên pêxemberî, Ebo Hureyre, Evdirehman kurê Sexir, Xwedê jê razî be, got: Min bihîst ku pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – dibêje: ((Ewê min ji we re gotiye nekin, xwe jê biparizin, û ewê min ji we xwestiye hûn bikin, hûn çi kanin jê bi cîh bînin wê bikin. Ewên berî we tenha ji ber pir pirsîn û nelihevhatin ên li ser pêxemberên xwe têkçûn.))[Buxarî û Muslim derxistine]

Ji ber vê yekê, Ehlê ‘xelkê’ Sunnet û Cemae‘tê wan kes in, ên ku li ser rêgaha pêxemberî ne, û bi “Cemae’tê” hatîne naskirin, ji ber ku ewana li ser rêya rast, rêya “heqq” in, di olê de ji hev cihê nebûne, li ser pêşengên olî yekray in, dijî rêgahên wan neçûne, û li ser wê rêyê ne, ku “Selef” ên qenc li ser bûn. Hinek jî wan bi “Ehlê Hedîth” an “Ehlê Ether” an jî bi “Ehlê Etbaa‘“ navdikin, û hinde caran jî bi “Tayîfeya Mensore” (ên serkeftî) û bi “Elfîrqe Ennaciye” (Desteya rizgarkirî) tên nasîn.

Selef: Wan rêheval û peyrewên qenc ên pêşîn in, yên ku di demên pêxember – Selewat û silav lê bin – û her çar paşengên wî yên rênas de (Ebo Bekir, Omer Bin Elxettab, Osman Bin Effan û Elî Bin Ebî Talêb) jiyane û li ser rêgaha pêxemberî mane, jê derneketine, û wan hemî Îmam û rêbaznasên, ku di sîngê dema belavbûna Îslama rast û dirist de, li gor Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî jiyane û kar kirine.

Pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – teviya bingeh û hemî stûnên ola Îslamê ji neteweya xwe re, hîn di dema jîna xwe de, xuyakirine, û ji ber vê yekê, kesek nikane tiştekî bide ser an jî jê kêm bike, û bibêje ku ewê wî pêda kiriye, ji bingeh û stûnên ola Îslamê ye.

Nabe mirovek bi kiryarên xwe, an jî bi gotinên xwe dij bi metnekî diyar ji metnên Qurana pîroz û dij bi kiryarekê ji kiryarên pêxemberî derkeve û ewê ku dibêje an dike, çi Îmam û çi Şêx dibe bila be, wekî baweriya Îslamê bide pejirandin. Ewên ku dibêjin:”-Ewliya yên me hatîne nameya pêxember – Selewat û silav lê bin –, ku Îslam e, bigihînin serî û teva bikin”, ewana dij bi metnê Qurana pîroz derdikevin, ew metnê ku li ser zimanê pêxember  – Selewat û silav lê bin – dibêje: ((Îro, min ji we re ola we gihand serî, û min nîîmetê xwe bo we teva kir, û ez ji we re bi Îslamê wek olekê razî bûm.))[Sûreta Elmaîde, Ayet 5]

Mixabin, hinek zanayên (Çûyana Şîee’) dibêjine ku pêxemberê Xwedê – Selewat û silav lê bin – avahiya xwe negihan serî, û Îmamên wan hatîne, ku wê lêkirinê teva bikin. Eve jî tersî ayeta Qurana pîroz e, ku me niha aniye zimên. Eve jî îro dibe egera gelek tevliheviyên mezin, di jîna civet û gelên musilman de.

Destdanîn li ber hemî fermanên Xwedayî û pejirandina, bê neykirin, Îslam e. Hinek jî ji zanayan dibînin ku wê hîn baştir be, ku mirovê bawermend di peyîn û axiftinên xwe de wanpeyv û pevekên rêbazî yên naskirî bi kar bîne, da ew nekeve çewtiyan. Dibe ku wan peyv û pevekên bo nûjenkirina hinek tiştan ne baş dicîhê xwe yê rêbazî de bin, û wilo mirov bikeve nav gunahan, bê ku mebesta wî tiştekî wilo be.

Hişê dirist wê her li gor rêbaza dirist be, di navbera “E’qil” û “Neqil” de, di navbera hişê mirov û metnên rast ên Quran û Sunnetê de ciyawazî çênabe. Pirtûkeka Şeyxulîslam Ibin Teymiye yê Heranî li ser vê yekê heye, ku nave wê wilo ye (E’demû tea’rudd Ele’qil wenneqil) bi wateya ku hiş û nivîsa rêbazê li hev nakevin, qewxî di navbera wan de pêda nabe, hema Mamhosteyê zana Prof. Dr. Gaborî dibêje ku Şeyxulîslam Ibin Teymiye di vê yekê de çewt çûye, ji ber ku hinek tiştên Quranê hene, wekî ji dayîkbûna hezretî Îsa kurê Meryemê –Silav lê bin – bê ku bavekî wî hebe, an jî mijara Îsrai û Mî’racê, tew nakevin mejiyê mirov, hema mirovê bawermend bi wan bûyeran bawer e, ji ber ku baweriya wî hem bi diristbûna gotina pêxemberî li ser wê bûyerê heye û hem jî ew bawere ku Qurana pîroz ji aliyê Xwedê tea’la ve dahatiye, ne nivîseke mirovî ye, bûyera Îsra û Mî’racê jî di Qurana pîroz hatiye. Di vir de “Eqil” û “Neqil” li orta hev dikevin. Ji mirov bawermend ditê xwestin, di qewxiyeke wilo de,  ew “Neqil” bide pêş, ji ber ku ew rast û dirist e, û dibe ku hişê mirovî tênagihe her tiştekî derveyî cîhana wî ya berbiçavkirî, ku pareke piçûk e ji pêdakiriyên Xwedayî.

Divê mirovê bawermend wan şêwepeyvan bi kar bîne, ku di rêbazê “Şarîe’tê” de berê bi kar hatîne, û heta dikane xwe ji şêwepeyvên pêdakirî, ku ciyên yên rêbazî nikanin bigir, bidûrxîne, da kêmtir di çewtî û şaşiyan keve.

Ji stûnên baweriya mirovê Musilman e, ku bi bêşaşîtiya “ma’sûmiyeta” pêxember –Selewat û silav lê bin – bawer bike. Pêxember di belavkirina ola Xwedayî de neketiye çewtiyan, hema wekî mirovekî, di jînê de kesekî bê şewtî û şaşî nîne. Xwedê tea’la pêxember ji kirina gunahan paristine û lew re van herdu mijar ji hev cihê ne. Neteweya Musilman jî bi tevayî nakeve Rêwindabûnê “Ddelaletê”, hema bo kesekî bi serê xwe Ma’sûmiyet nîne. Pêxember di ragihandina olê de, li gor fermanên Xwedayî kar dikir, ji wê rê dernediket. Gava olnas lli ser mijarekê li hev nekin, vegêra wan Qurana pîrozû Sunneta pêxember e.

Di neteweya Musilman de, hinek kesên “Nûjenkar” hene, Xwedê pir hêz ji aliyê zanînê ve daye wan, dîtinên wan qenc parek ji kelepora pêxemberî ye, hema ewananikanin bibin şûngirê Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî, ji ber ku kesekî bê çewtî ji Xwedê pê ve nîne.

Divê mirovê Musilman, ta wekî kesekî bawermend bite dîtin û pejirandin, xwe ji tiştên ku ew pê nizane bidûrxîne, her tiştek ji wî nehatiye xwastin. Gava tiştek nizanî bila ji zanayan bipirse, li pirtûkên wan vegere, da xwe ji guneh û çewtiyan biparize.

Di dan û standina xwe de, bi xelkê re, pêwîste kesê bawermend ji xêza rêbazî tew dernekeve, nabe yek tûjbûn û quretiyê bi tûjbûn û quretiyê, an bikeve nav zeviyê h’eramiyê, da ji wî xelk bawer bike. Şaşî bi şaşiyê naye rastkirin, çewtî ciyê rastiyê nagire, pêdaçûna bê hişmendî ne rêya dirist e, û her pêdakirineke ne ji ola me ye “Bîde’t e” di olê de, her Bîde’tek rêwindabûneke, û her rêwindabûneke olî di agirî de ye.

Yekanî “Tewhîd” di baweriya Îslamî de

Di bingeha olê de, pejirandina wan navane, ku Xwedê tea’la bo xwe, ji pêxemberê xwe re daxistine, bê wênekirin û guhartin, û neykirina wan navên, ku ji xwe re neykirine, an jî pêxemberê Xwedê -Selewat û silav lê bin- neykirine, û bê tunekirina navekî, ku bi cîh bûye, ew ji navên Xwedê ye. Xwedê tea’la bi xwe li ser xwe di Qurana pîroz de gotiye: ((Tiştek wekî wî nîne û ew guhdar û dîdar e.)) (Sûreta Eşşûra-11)

Wênekirin an nepejirandina navekî ji navên Xwedê tea’la “Kufr”e. Kufr bi Erebî serpêçana rastiyê ye. Guhartin di wan navan d, an watedayîneke veşartî wekî watedayînên desteyên “Batiniye” ne ji ola Îslamê ye, şaş û çewt û rêberdan e.

Baweriya bi yekbûna Heyînê “Wîhdetulwucûd” û baweriya ku Xwedê tea’la di afirendeyên xe de hatiye pişaftin û bi wan re bûye yek, mirov ji baweriya rast a Îslamê bi dûrdixîne.

Divê mirov bi hebûna melîketan, û karên ku bi hatîne pesartin bawer bike.

Wekî wê yekê jî, pêwîste mirov bi pirtûkên ji Xwedê de hatîne, wekî Zebor, Tewrat, Încîl û Qurana pîroz bawer bike. Hema naye ji bîrkirin ku hem Tewrat û hem Încîl jî ji aliyê peyrewên wan herdu olan de hatîne guhartin û gelek tişt di nav wan de hatîne danîn, ku tew di wan de tune bûn, û hinek tişt ji wan hatîne rakirin, ku ji bingehên wan pirtûkan bûn.

Pêwîste mirovê bawermend bi pêxemberên Xwedê –Silav û selewat li wan gişan bin- bawer bike, û bi ser ve jî pêwîste ewa bawer be, ku evana başirîn afirendiyên Xwedê tea’la bûn. Hezkirina wan mirov ji Xwedê tea’la ve dinêzîne û nevîna wan “kurha wan” mirov ji Xwedê tea’la ve bidûrdixîne. Di vir de jî pir pêwîste ku mirov bawer bike, ku pêxember Muhemmed –Selewat û silav lê bin- pêxemberê tev dawî bû, ji wê pê ve çi pêxember ên dî nayin, û her kesekê ku li pey hatina wî wekî pêxemberekî bide xuyakirin, ew derewkar e û pêwîste mirovê bawermend bi wî û bi pêxembertiya wî bawer neke.

Mirovê li ser rêgaha Sunnetê diçe bi Roja Civanê “Yeumilmehşer” bawer dike, û bi nîşan û mercên nêzîkbûna wê rojê. Di wê rojê de, wê heme mirov bên vejandin û her kesek wê li gor kirinên xwe yên qenc û neqenc bite pirskirin.

Her tiştekê ku bi seriyê mirov bê, çÎ xêr û çi şer ji Xwedê tea’la de ye, Xwedê qedera mirov di lewh’ekî paristî de nivîsandiye. Hema mirov dikane bi biryara xwe di navbera wan xêr û şeran de hilbijêre, biryar ya wî ye…Ji ber ku gava biryar ne ya wî bi xwe ba, ew tew nedihat bersûckirin û tawanbarkirin.

Mirovê bi Sunnetê bawer e, baweriya xwe bi nehaniyê “Xeybê” tîne, weku hebûna text û kursî, behişt û dûjeh, aramî û êşa di gore de, pira Cenefatê “Rasterêk: Bi Erebî Sîrat” û Pîvanekê “Mîzanê”, û her tiştekê ku bi rêyeke rast û dirist ji pêxemberên Xwedê tea’la de gihaye wî.

Bawerî bi mehdera “Şefae’ta” pêxemberê Xwedê tea’la, Muhemmed –Selewat û silav lê bin- tayekî giring e ji baweriya Îslamê, wekî wî pêxemberên dî yên Xwedê tea’la –Silav lê bin-.

Ewê bibêje ku wê Xwedê tea’la di jîna xwe dîtiye an jî dibîne ne bawermendekî musilman e, mirov wê Roja Civanê  Xwedayê xwe bibînin, ne di jîna wan de.

Kerametên Ewliya û Qencemirovan hene, hema ne her tiştekî ku sînorên hiş derbas dike “keramet” e. Dibe jî ew bi hikariya Şeytan û Sihirbazan be. Gava wan “keramet” ji rêya Qurana pîroz û Sunneta pêxemberî derkevin, ewana neqencî ne.

Di her mirovekî bawermend de tovek ji “Wîlayetê” heye, ew jî li gor baweiya wî bilind dibe an nizim dibe…Wîlayet histobariya Xwedayî ye, ku daye mirovan û nedaye hîç afirendekî dî. Ji ber wê yekê jî di qurana pîroz hatiye ku Xwedê rûmet daye zaroyên Adem (Mirov).

[Dûmahîk heye]

Stûnên baweriyê di Îslamê de – (2)

Cankurd

November  2, 2010

Pêşekî berxwedarî bo Xwedê ye, em berxwedariya wî dikin, piştvaniyê ji wî dixwazin, lêborîn û bexşînê ji wî dikin, li wî vedigerin, û xwe bi wî ji neqencî û bedkariyên xwe diparizin. Ewê Xwedê bîne ser rêya rast, kesek nikane wî jê vegerîne, û ewê Xwedê wî ji rê derîne, kesek nikane wî bîne ser rêya rast…û ez dîdariyê dikim, ku Ji Xwedê pêve çi xwedê dî nînin, ew bi tenê xwe ye, bê hevpar e, û ez dîdariyê dikim, ku Muhemmed evd û pêxemberê wî ye…

Yekaniya “Tewhîda” viyanî

di baweriya Îslamî de

Xwedê yek e, bê hevpar e di xwedîtiya xwe de, di nav û rewşên xwe de, ew xudanê hemî cîhanan e, û ji ber vê yekê jî evdaltî tenha ji Xwedê re dibe, ne ji hîç tiştekî an kesekî dî re. Li ser vê bingeha dirist jî: Nabe ku yek diraz û axaz û berger û çi şêweyekî dî, yê ku bihna an tamzara hevpariyê jê were, ji Xwedê pê ve bo kesekî an tiştekî bike. Ne melaîke, ne pêxember, ne mirovekî qenc, kesek nikane ciyê Xwedê di ola Îslamê bigire an di ber wî de diraz “duaa’ û qurbanan bipejirîne, gunahan bibexşîne an jî wa piştvaniya ku mirov ji Xwedayê xwe tika dike ji wî re bike. Xwedê bi hezkirin têye perestin, bi tirs û bi tikajêkirinê jî, gava mirov tenha yekê ji van bide ber xwe, ew dikeve şaşî û çewtiyê.

-Zindîq dibêjin em evdaltiyê ji Xwedê re tenha bi hezkirinê dikin

-Herûrî dibêjin em ji ber tirsa ji Xwedê ji wî re evdaltiyê dikin

-Murcîe jî dibêjin ku ewana tenha tika “rica” bi evdaltiya xwe ji Xwedê dikin. Hema mirovê xudan baweriyeke îslamî ya dirist bi her sê şêweyan (Hezkirin, Tirs û Tikakirin) evdaltiya xwe ji Xwedayê xwe re dike.

Serîdanîn û razîbûn û guhdan a bê dudilî, tenha bo Xwedê tea’la û bo pêxemberê wî ne –Selewat û silav lê bin-. Bawerî bi Xwedê bêgumanî di yekaniya wî de ye, hevpar ji wî re nînin, ne di fermandariya wî wî de û ne jî deselatdariya wî de. Ji ber wê yekê jî nabe mirovê bawermend fermaneke tersî ya Xwedê ye wekî fermana Xwedê tea’la bibîne û di şûna ya Xwedê tea’la de bi kar bîne. Di vir de ji mirovê bawermend tê xwestin ku li ser rêbaza Muhemmedî kar bike û wê ji xwe re, ji malbata xwe re, ji komela xwe re û ji civata xwe re bike bingeha kar û pêkarkirinê, çi guhartin div ê bingehê de mirov dike gawir, û kî bib8ne ji wê rêbazê derkeve, ew dibe gawir. Karkirin bi rêbazeke ne xwedayî ye, guhartina wê û nepejirandina wê mirov ji baweriya rast û dirist derdixîne.

Parvekirina ola Îslamê, ku parek “Heqîqet” e û parek “Şerîe’t” e, bi mebesta ku ya pêşîn bo kesên hilbijartî ye û ya paşîn bo gelê Musilman e, di ola me de nabe. Wekî wê jî cihêkirina siyasetê ji olê ye, an jî dûrxistina rêbazê ji deselatiyê. Ji ber çi ji siyasetê an ji “Heqîqetê” tersî rêbazê be, li gor pileya tersbûna xwe çewt û şaş tê dîtin. Yê mak û bingeh di her karekî mirovî de rêbaza Xwedayî ye, ne siyaset û “Heqîqet” e.

Ji Xwedê pê ve kesek nehaniyê “Xeybê” nizane, ne Sihirbaz, ne wan kesên di qûmê de û di fincanêd qehwê de dixwînin, an jî bi jimaryariya stêrkan xwe wekî zanayên nehaniyê didin nasîn. Tenha Xwedê tea’la dizane çi di deftera nehaniyê de bo mirovan nivîsiye. Xwedê tea’la bo hinek pêxember û şandiyên xwe, bo xwe mirovên taybet, hinek tişt dane nasîn, lê ne her tiştek û ne ji her yekî re, çiqas zana dibe bila be. Pêxember Yûsif –Silav lê bin– xewna Fîre’wnê Misirê şirove kir û “Xizir” egera kirinên xwe yên ku nakevin hişan ji hezretî Mûsa re –Silav li herduwan bin- da xuyakirinê û pêxemberê paşîn, Muhemmed –Selewat û silav lê bin- hinek tiştên ku hîn nebûne ji hogir û peyrewên xwe re anîn zimên. Lew re bawerkirin bi Stêrkxundan, fincanxund û her şêweyekî gumanbaziyê mirov ji baweriya olî ya dirist bidûrdixîne.

Çareya ku di qurana pîroz de bo berger û lavakirin û tikakirinê ji Xwedê tea’la hatiye sê şêwe ne:

-Rêbazî ye: Gava mirov li ber Xwedê tea’la bi nav û rewşêd wî bigere, an bi karekî xwe yê baş li ber Xwedê tea’la bigere, an jî bi diraza “duaa” ya mirovekî hîn li jiyanê ye.

-Pêdakirî ye: Ew şêweya ku di olê de nehatiye, wekî bergera bi kesaniya pêxember û qencemirovan, bi maf û hurmet û maldariya wan, bi cîh û pileya wan. Eve nabe û ne ji ola me ye.

-Hevparî ye: Mirov dibe hervparek “muşrik” gava bi rêya miriyan dirazên xwe li ber Xwedê tea’la bike, wan ji xwe re bike navber, an jî ji wan û ji gorên wan axazên xwe bike, piştvaniyê ji wan bixwaze. Di vir de pêwîste em mehderiya “Şefae’ta” pêxemberan roja Rabûn û Civanê ji va şêweya ne dirist cihê bikin. Mehderî di Quran û gotinên pîroz de hatiye, ewe jî tenha paş destûrdayînê ji aliyê Xwedê tea’la vet ê kirin, hema xistina mirovekî mirî di navbera xwe û Xwedê de, dirazkirin bi rêya wî, piştvanî ji wî xwestin, mirovê bawermend dike kesekî “Gorperest”.

Kirinên mirovan gava diçin serlêdana goristanan sê şêwe ne:

-Rêbazî ye: Gava mirov diçe bo silavlêkirina merivên xwe yên ku jê hezdike û di gore de ne, bowan dirazan ji Xwedê tea’la bike, an jî bi rêya wê serlêdanê mirinê bîne bîra xwe, da rêya xwe di jiyanê de serrast bike, ders û waneyekê ji mirinê fêrbibe, ew karekî baş û rêbazî ye.

-Pêdakirî ye: Gava mirov biçe bo ku wan miriyan di navbera xwe û Xwedê tea’la de bike navber, wan goran bixemilîne û xweşik û navdartir bike, an jî wan bike cîhê nimêj û axazkirinê, mirov xwe ji rêbaza olî ya dirist bidûrdixîne, gunahan dike û dikeve warekî ku tew di rêbaza Xwedayî de nîne.

-Hevparî ye: Tersî yekaniya Xwedê tea’la ye, ku mirov diraz û axazên xwe ji kesê di gore de bike, an jî gerînê “Tewafê” di dora gore bike, an sozan li ber mirî li ser xwe bide “Nizirkirin”, an jî qurbanê ji wî re serjê bike. Mirovê wilo dike hevparan ji Xwedê tea’la re pêda dike. Ew dibe Hevparek “Muşrîk”.

Bereket ku bêtirkirina xêrê ye, ji Xwedê tea’la ye, ne ji kesekî dî ye. Bereket di pêncan de heye:

1-Di kesan de: Di kesaniya pêxemberan de heta roja mirina wan. Gava ewana koç dikin, êdî çi sira wan namîne.

2-Di Karan de: Her karekî qenc ê ku tê de xêra mirovan heye, û li gor rêbaza Xwedayî ye, karekî mubarek e, ji xwediyê wî re qencî têye bêtirkirin.

3-Di tiştan de, wekî di ava Zemzemê de.

4-Di cîh û deran de: Wekî di mizgeftan de, gava yek nimêja xwe li mizgeftê bike, xêr jÎ wî re bêtire ji nimêja di mal de bike, an bi tenê xwe bike.

5-Di demê de, wekî mirov teviya şeva Qederê „Leyletulqeder“ Xwedêperestiyê bike, an jî karekî dî yê baş, komela bawermendan ji neyaran biparize an birînên mirovan derman bike an jî xaniyekî bo hejarekî lêbike…Gava wê dema pîrozkirî ji destê xwe nede, ew dem ji wî re bereketê tîne.

Di rastiya olê de çare û rêgah jî wekî mebestan têne pîvan û jimartin. Her rêgaheke ku te digihîne hevpariyê „şîrkê“ an jî te dixîne wê rewşê, ku tiştekî di olê de tew nîne tu pêda dikî, nûjenkirineke „bîde’yeke“, û her pêdakirineke nû di koka olê de şaşî ye, û her şaşiyek di agirî de ye.

Bawerî hem bi dev e û hem jî bi kirin e. Kêm dibe û bêtir dibe, divê mirov bi zimanê xwe mukiriyê bi yekaniya Xwedê bike, û di dilê xwe de jî li ser wê baweriyê bimîne, ne wekî hejhejokan be, îro bawer dike û roja dî bawer nake…nîşana dilsoziya mirov jî di bawerkirinê de kirin û karên wî.

Ewê dîdariya bi yekaniya Xwedê tea’la û bi pêxembertiya şandiyê wî Muhemmed –Selewat û silav lê bin-nîne, ne li vê dunyayê û ne jî li Axîretê, wekî kesekî bawermend naye nasîn. Ewê baweriyê ji karê xwe cihê bike „Murcîeye“. Hem Îslam û hem Îman „Bawerî“ navin rêbazî ne, di navbera wan de tevayî û taybetî heye, ku yê Musilman li gor gotinên pêxemberî yên pîroz, ew kese ye, ku ji ber ziman û destê wî musilman neyin êşandin, lê ewê bawermend ew kese ye, ku hemî mirov, çi musilman û çi ne musilam, bo namûs û mal û canên xwe ji wî hêmin bin. Musilman ew kese ye ku berê xwe dide Kee’be ya rûmetdar û nimêja xwe dike, lê bawermend gelek ji wê bêtir bi benê ola Îslamê ve girêdayî ye.

Mirovê bawermend behiştî ye, ew di agirî de herheyî nabe, tevî ku ew ji ber ku gewre gunahên „Kebaêrên“ xwe ve demekê bikeve agirî jî. Ew li vê dunyayê wekî kesekî/keseka bawermend tê nasîn, lê Xwedê tea’la wî/wê di Roja Civanê de bi gewregunahên wî/wê tawanbar dike, an jî ji wî/wê re wan gunahan dibexşîne. Di vir kesek nikane li ser bawermend bibêje: Tu mirovekî dûjehî yî, ciyê te ne behişt e.

Nabe mirovekî musilman bi „Gawir“ bite navkirin an naskirin, gava nîşaneke rêbazî ji wê yekê re tune be. Şeqlekirina xelkê musilman bi „kufrê“ ne tiştekî asan e, divê mirov xwe ji tawanbarkirina bê n8şan û bê bingeh biparize. Gava mirov bawer kir ku ji Xwedê tea’la çi xwedayên dî nînin û bawer kir ku Muhemmed –Selewat û silav lê bin- pêxemberê wî ye, êdî mafê kesekî nîne ku wî bike „Gawir“. Ew gotina xwe ji dil de dibêje an derewan dike, me dilê wî neqelaştiye û em nizanin ka ew rast dibêje an ne, ew û Xwedê xwe.

Qurana pîroz peyva Xwedê tea’la ye, hem ji aliyê tîpan ve û hem ji aliyê wateyan ve. Ji Xwedê de dahatiye ser pêxemberê wî, destpêk û dawî, hatin û veger, tev ji wî de ne û li ba wî ne. Wî qurana pîroz di nivîsdanekê de, li ba xwe, heta Roja Civanê paristiye. Mirovê bawermend gawir dibe gava tiştekî ji quranê kêm bike an di ser ke, an jî bibêje ku ev quran çêrok û çêrok in, têde wateyin dî yên veşartî hene ku tenha bo hinek mirovan in. Qurana pîroz bi rêya pêxember Muhemmed –Selewat û silav lê bin– bo hemî mirovan hatiye, ne bo hinek taybet, ne bo nijdekê ji nijdên mirovî, an neteweyekê an çînekê ji çînên civatê. Lew re ew bi du wateyan nabe, ew zelal û aşkere ye, da hemî mirov pê bawer bikin. Wan bizavên rêgahên binveyî „Batinî“ ku dibêjin wateyên dî yên quranê hene, tenha zanayên wan têdigihin û li ser wê yekê baweriya xwe avadikin, ne rast in. Mirov bi wan nerastiyan ji rêgaha Muhemmedî bi dûr dikeve.

Xwedê tea’la dipeyive, hema çi demê, çewa û bi kê re, em tew nizanin, lê di qurana pîroz de hatiye ku Xwedê bi pêxember Mûsa re –Silav lê bin – peyiviye.

Mirovê bawermend bi Qederê bawer dike. Bawerkirin bi Qederê, ku xêr û şerê wê ji Xwedê tea’la ye, stûneke ji stûnên baweriya Îslamî. Gava Xwedê bixwaze tiştekî bîne seriyê mirov, mirov nikane fermana wî an zagona bişkîne. Xwedê biryar da ku Mûsa, Îsa, Muhemmed û gelek mirovên dî bibin pêxember, –Selewat û silav li wan tevan– û Xwedê tea’la biryar da, ku Şeytan ji memleketa wî derkeve, ta Roja Civanê nifirîn li ser be, êdî kesekî nikanî bû wan herdu biryaran biguhêre. Xwedê kesê bawermend di baweriya wî de xorttir dike û kesê tersî wê biçe di rêwindabûnê de rêwindatir dike. Mirov tenha bi karên xwe dikanin xwe ji Xwedayê xwe ve nêztir an dûrtir bikin. Eve qedera Xwedê tea’la ye, kesek nikane biguhêre. Di qederê de du ferman hene:

-Viyana kirinê: Xwedê tea’la li gor axaza xwe tiştekî dike an dihêle. Kesek nikane wan zagonên wî yên afirandinê biguhêre an qedexe bike. Wî zevîn û asîman pêda kirin, çerx û felek jê re danîn, şev û roj parve kirin, her tiştekî jîndar ji avê pêda kir…Eve qedera viyanî ya kirinî ye.

-Viyana rêbazî: Ew jî axaza Xwedê tea’la ye, ku mirov li ser vê rêbazê biji ber ku ew dizane çi ji mirov re baştir e û çi jê re wêrantir e…Ewê li dij vê qederê derkeve, Roja Civanê ji wî tê pirsîn, ew tê dadberkirin, bersûckirin û li gor gunahên xwe tê tawanbarkirin. Xwedê xwest wî davêje nav agirî û xwest ji wî re wan gunahan dibexşîne. Kesek nikane va zagona xwedayî biguhêre.

Çi demê mirov ji dayîk bibe, an jî bimire, ew fermana xwedayî ye, qedera wî ye. Riziq jî ji Xwedê tea’la de ye, gava xwarinek an malek an tiştek ji te re hatibe nivîsandin, êdî kesek nikane ji xwe re bistîne, ew dikeve destê te, wilo jî xweşî û nexweşî, şadî û tengî, wekî îmtîhanê ji mirov re hatîne nivîsandin. Ka mirov çewa dike li hember wan astengiyan, bi tewat e an ne bi tewat e. Hema ji mirov re hiş û viyan hene, gava ew bizava xwe bike wê ji tengiyê rizgar bibe, gava bixebite wê baştir bijî, gava kar bike wê hejar nemîne, û gava haj xwe bike wê bi zûkî xwe ji nexweşiyan azad bike…Lê tew naye pejirandin ku mirov zorbaziyekê an neqenciyekê bike û qederê ji xwe re bike bihane û eger. Ew biçe mirovekî dî bikuje û bibêje: Ev qedera Xwedê ye!. Pîsîtiyê bike û xwe di bin basikên qedera xwe de veşêre. Xwedê tea’la rêbazek bi rêya pêxemeberên xwe –Silav li gişan bin– axistiye ser mirovan û di wê rêbazê de gotiye: Vê û vê bike, hem vê û vê neke. Gava tu qenciyan bikî tÜ li gor qedera wî dikî, lê gava tu neqenciyan bikî, tu li hember qedera wî ya rêbazî derdikevî…

Yek ji stûnên baweriya rastîn jî cîhgirtina di nav komelê „Cemae’tê“ de ye û peyrewiya li pey rêberekî ye. Komela îslamî hogir „Eshab“ ên cenabê pêxember in –Selewat û silav lê bin-, ewên bi qencî li pey wan diçin, yên ku li ser rêç û şopa wan in, ji roja ku Îslam hatiye belavkirin ve ta Roja Civanê. Kî bi şêwe û rêgaha wan li ser rêya ola xwe biçe, li gor pîvan û lêkolîn û ji ser hev derxistinên wan be, tevî ku di hinek parîkan de şaş kir jî, ew ji komelê ye. Lew re nabe mirov komela musilmanan parçe-parçe bike, ji ser hev bibe, an dilrevîniyê „fîtneyê“ di nav de pêda bike. Divê mirovên bawermend li pirtûka Xwedê tea’la û li Sunneta pêxember –Selewat û silav lê bin– vegerin, gava di navbera wan de ciyawazî pêda bûn.

Ewê ji komelê bidûrkeve, divê bi nermî û zimanxweşî bite azarkirin, û banglêkirin da vegere nav refê xwe, û divê ji aliyê bawermendan ve harîkarî  jêre hebe, da ew tewbe bike, li xwe û li komela xwe vegere. Tawanbarkirina wî jî gava çêbibe divê bi dilovanî û hezkirin be, di çaçiva rêbazê de be, ne bi zorbazî û hovîtî be.

Divê komel mirovên xwe li ser bendên bingehîn û naskirî yên pirtûka Xwedê tea’la, sunneta pêxemberî û yekrayî „Îcmaê‘“, mirovên xwe bîne ser hev, ne li ser her hûrikiyan. Divê armanc paristina komelê bi tevayî be, ne ku jîna mirovan wilo tehl û tirş bikin, ku êdî hinek xwe di cîhê Xwedê tea’la de bibînin an jî bi kîn û nevîn gelê bawermendan ji ser hev belav bikin.

Musilman di kok û binyada xwe de bi baweriyeke dirist in û bi mebesteke dirist in. Nabe mirov her kesekî bê nîşan û bê bicîhkirin bersûc û tawanbar bike. Lê ewê ku li ser wî baş diyar bibe, ku xêra komelê naxwaze û bi kirinên xwe ziyanê digihîne yekbûn û sadebûna wê, divê ew bi terzekî rêbazî bite rawestandin, ji ber ku bercewendiya komelê ji ya wî giringtir e.

Hem nimêja bi komê re û hem jî ya bi hev re di roja înê de, ji pênasiyên bilind ên Îslamê ne. Hêlana wan bê egereke rêk û pêk ne ji olê ye. Dibe ku pêşnimêjer kêmzanîn be an piçekî di ola xwe de ne dirist be, hema evana nabin eger bo hêlana nimêja komê an nimêja bi hev re di roja Înê de. Gava bawermend pêşnimêjerekî hêjatir û diristir bibîne, ew dikane nimêjgeha xwe biguhêre, hema nabe wan herdu pênasiyên mezin ên olê bihêle. Nimêj li pey yekî nabe, ku li ser wî bi cîh bûye an hatiye biryarkirin, ku ew „Gawir“ bûye, ji olê derketiye.

Rêberiya mezina neteweya musilman, ji wî kesî re dibe maf, gava piraniya Musilmanan, zanayên wan û hişmendên wan li sr wî yekray bin, ji mirovê bawermend  tê xwestin ku li pey wî rêberî biçe, û tenha mafê jêcihêbûnê heye gava ew bi cîh bibe, ku ew rêber li gor pirtûka Xwedê tea’la û Sunneta pêxember –Selewat û silav lê bin– ketiye warê kufra aşkere û diyarbûyî. Hem nimêj, hem Cîhad û hem jî Hec li peya rêberê neteweyê histobariye, tevî ku ewana zorbaziyê jî bikin. Lê gava ketin warê kufra xyuayî êdî bawermend dikanin wî biguhêre an bi wî re di şer û têkoşînê kevin.

Pevçûnên xûnî di nav bawermendan de ji gewregunahan tê jimartin, ne li ser malê dunyayê û ne jî di ber nijdekê, an êlekê, an malbatekê de. Tenha li hember wan kesên ku davên ser komela musilman, dixwazin ola Îslamê ji ortê rakin, an jî baweriya îslamî wilo biguhêrin, ku wekî ya xwe an jî wêrantir bikin. Di nav Musilmanan bi xwe de pevçûnên xûnî tew qedexe ne, lê derketin di rûyê zorbazan de, çi musilman û çi ne musilman histobarî ye.

Hogirên cenabê pêxember –Selewat û silav lê bin-, ku rêberin hêja bûn, ciyê hezkirin, rêzgirtin û navgiraniyê ne, ji mirovê bawermend tê xwestin ku wan biparize û sixêfdan û dijûnan di mafê wan nepejirîne, ji kesekî re tew neke, ku bizava xwe dike bo reşkirina dîmen û navên wan, û bi taybet herçar rêberên pêşîn û paşeyên „xelîfeyên“ rênas: Ebo Bekir Essiddîq, Umer Ibin Elxettab, Osman Ibin E’ffan û Elî ibin Ebî Talêb –Xwedê ji wan razî be– . Kî wan dij bi hev bide diyarkirin û dilrevîniyê „Fîtneyê“ li ser paşatiya wan pêdabike, divê ji aliyê mirovê bawermend ve neyê pejirandin. Mirovê bawermend rêzgirtinê bo van herçar hogir û rêberên mezin dike, kêmaniyê nagihîne wan û nepejirîne ku kesek wan kêm û erzan bike.

Hezkirina malbata pêxemberê Xwedê tea’la –Selewat û silav lê bin– ji stûnên ola me ye. Bi ser ve jî baladîtin û mezinkirina pileya dayîkên bawermendan, jinên pêxemberê Xwedê tea’la –Selewat û silav lê bin-, û nasîna başbûna wan, û her zanayekî, pêşmêrekî, mucahîdekî û têkoşerekî, ku xebatek kiriye bo bilindkirina navê Îslamê, tevî ku hinek ji wan ketibin şaşiyan jî, ji ber ku ewana jî mirov bûn, û zaroyên Adem –Silav lê bin- hemî dikevine şaşiyan, ji Xwedê tea’ala pê ve kesekî ji şaşiyan bêpar nîne.

Cîhad di ola Îslamê de kulikê bilindê olê ye. Ew histobarî ye, heta Roja Civanê. Li ba pêxemberê neteweyê –Selewat û silav lê bin– cîhada mirovê bawermend bi nefsa xwe re, li dij bi şeryarî û neqenciya xwe, mestir e ji cîhada di şergehên pevçûnên xûnî de. Eve di gotinên wî yên pîroz de hatiye, û zanayên Hedîsa rûmetdar ev bi cîh kirine, ku rast ji aliyê wî ve hatiye gotin.

Ji stûnên baweriya me ye jî, ku mirovê bawermend qenciyê ferman bike û neqenciyê neybike. Di vir de, herdem bercewendiya komelê ciyê pêşîn destîne, lew re pêwîste mirovê bawermend –li gor kanîna xwe– di nav mala xwe de, di nav kesên derdora xwe de, her bi nazikî, û her bi rêbazî ji dil de alîgê “alîgirê” ola xwe be, karên neqenc ney bike û yên qenc erê bike, mirovêd nêz bi ser rêya rast û baş de bikişîne û ji ya çewt û nebaş bidûrxîne.

Ji taybetiyên desteya rizgarkirî û rêgaha serkeftî, ewe ku mirovê bawermend gelek giringiyê dide pirt6ka Xwedê tea’la, bi xwendin û şirovekirin û bi ezberkirinê û fêrkirina zarokên xwe bi wan taybetiyan. Wilo jî mirovê bawermend giringiyê bi gotinên pîroz ên cenabê pêxember dike –Selewat û silav lê bin-, li ser wan radiweste, li gor wan dijî û zarokên xwe jî bi wan fêrdike, di têkiliyên xwe de di saya wan de radibe û rûdine.

Mirovê bawermend ji her aliyekî ve, xwe û malbat û komika xwe ya civakî bi fermanên xwedayî diparize, viyana Xwedê tea’la bi cîh tîne, baweriyê bi qedera wî dike, para xwe jî ji dunyayê dibe, bê ku mafê kesekî jê bistîne an zorbaziyê bike. Divê bi xwe re û bi yên dî re dadmend be.

Divê bawermend di baweriya xwe de, di kirinên xwe de û di gotinên xwe de, her di navenda baweriyê de be, ne li kenara wê be, tûjkirin û destjêberdan nabe.

Ji bawermend tê xwestin ku herdem ji berhevhatina komela musilman re, ji yekbûna bawermendan re, ji kêmkirina qewxî û pevçûnan re, ji hevnêziya gelê bawermend re bixebite, û gotina ku musilman ji hev bidûrdixîne neke. Bangeşiyê bo rêgaha diristir bike, Sunneta pêxemberî vejîne, û di her karekî de, çi piçûk û çi mezin, rêbaza xwedayî bike dadmend û pîvandar.

Mirovê bawermend kesekî dadmend e, hem bi xwe re û hem bi xelkê re, peyva rast dibêje, neqenciyê nake û naxwaze. Di mal de, di civatê de û di nav mirovatiyê de wekî mirovekî pêbawer û hezkirî dilive, ne wekî kesekî ku bi her mûyekî rîhên wî ve Şeytanek heye.

Rindî bi xelkê kirin, diristî di rabûn û rûniştinê de, azardayîn li gor pirtûka Xwedê tea’la û Sunneta pêxember –Selewat û silav lê bin-, dayîna mafên xelkê, dilovanî û neêşandina mirovan, bi ziman û bi destan,  ji taybetmendiyên mirovê bawermend in, çi mêr û çi jin.

…û dawiya diraza me, berxwedarî bo Xwedê tea’la ye, xudanê zevîn û asîmanan.

—————————————–

Jêderên gotarê:

–         Dr. Nasêr evdilkerîm Ele’qil (Di baweriyê de)- Darulweten –Riyad- sala 1411 koçî.

–         Prof. Dr. gaborî (Usul Ettewhîd fîl Îslam)- Darulqelem-Şam -1406 koçî

–         Muhemmed Cemîl Zeyno (Eleqîde Elîslamiye)-çapa 10ê ya wezareta ragihandinê, Mekke- 1407 Koçî

–         Ehmedê Xanî (Fî beyanî erkanîl Îslam)

–         Ibrahîm Heqî Erzeromî Eqîda Îmanê)-Wergerandina Cankurd bi Kurdî.

…û hinde jêderên dî yên bi Kurdî û Erebî