Hamêd Bedirxan

Cankurd

Hamêd Bedirxan Hozanvanekî mirovnêz bû Baş tê bîra min. Piştî reva Ereban a mezin bû li ber Îsraîl di cenga 1967’ê de, em xwendekarên dibistana navîn, ku çavên me taze li pirs û kêşeyên ramyarî, çandeyî û netewî vebû bûn û bi taybetî li pirsên çînî û fîlosofî..Me gellek pirtûkên, ku dihatin wergerandin bo Erebî dixwandin û gava pirtûkeke bi Kurdî bi dest yekî keta, êdî ew padişahê me bû, em li ber û dora wî digeriyan, ku wê pirtûkê bi dest xwe ve bînin û bixwênin.. Di wê demê me gellek zanayên ereb ji mamhostayan dinasîn, lê kurdekî fena wan bi çandeyê dizanî pêrgî me nehatibû, me nedîtibû.. Ez heftê carekê an du caran diçûm ba hinek mamostane kurdên komonîst û bi wan re diketim peyv û gengaşan li ser kêşeya netewî û li ser hinek pirsên çînî..Ez ji wan pir fêr dibûm û min pir pirtûk ji wan dibirin û dixwandin, lê bîr û baweriyên min cuda bûn ji yên wan û di pirsa netewî de em tersî hev û din diçûn.. Rojekê min li ba wan destnivîseke xweşxêz bi zimanê erebî li ba wan dît, hozaneke nûjen bû ya bi navê “Ricûu’n mîn Waterloo: Vegerek ji Waterloo” û pareke din ji hozanekê, ku bi navê “weseka min”..Min ewan xwandin..Ez gellekî bi wan hikar bûm, lê zimanê wan ê erebî jar bû, tê de pir şaşiyên çûnivîsê hebûn.. Ji min re gotin, ku evan hozanên Hamêd Bedirxan in û ew kurdekî ji bakurê Kurdistanê ye, mala wî li gundê şîyê ye, li ser sînorê ye, pir hejar e û pereyê wî bo çapkirina destaneke hozanan nînin.. Min pir hez kir, ku ez wî binasim û di demeke kin de ew ji gund hat Helebê û min ew li mala wan mamhostayên çep dît..Xortekî mîna min di destpêka hişyariya xwe ya ramanî de, dê çawa kanibe li ber lehiya çemekî mezin ji çand û dûrok û hozan û serpêkên ramyarî û ramanî raweste..?! Bi rastî ji wê dîtinê ve, em bûn dostên hevdu û hercarê ew dihat Helebê, dihat mala me jî. Destpêkê bavê min digot: – “Kurê min ev komonîst e û çil salî ji te pîrtir e, tu çawa li gel vî bûyî dost?..” Min jî bersiv didayê: – “Ma ne hemî dostên te yên, ku tu bi wan re bi kaxetan û tawlê dilîzî, tev komonîstin..” lê piştî demekê êdî bavê min jî bûbû dostê wî .. Wek ji min re ewî bi xwe gotiye; ew helbesta “Vegerek ji Waterloo”, ku bi rastî yek ji hêjatirîn parçeyên bijarte yên hozanên wî ye, gava di karê avahiyê de kar dikir nivîsî bû, tenekeyên tijî çemento li ser milên xwe radikirin û di silimek darî re hildikişî, da nanê zikê xwe bistîne..Ewî digot: “- Karkir û xudankar bawer nedikirin, ku helbesteke mîna wê ji dest min derketiye..” Di wê helbestê de ew reva Ereban ya ramanî, reva hişê êldarî û reva sosyalîzma netewî û kêmhişiya çîna serdest û deselatdar tîne zimên..Dixwast bo Ereban bibêje, ku pêwîste ewan hişê xwe biguhêrin û ji reva 1967’ê fêr bibin.. Ew hozan hat belavkirin û navê Hamêd Bedirxan êdî ket ser gellek zimanan.. Hamêd Bedirxan bi windakirina Nazêm Hîkmet hikar bûbû, pir ew dihanî ser zimanê xwe û ji min re li ser Hemzatov, Lorka, CHE Geovara û pir qehremanên şoriş û çandeya çep dipeyivî.. Ez ji wî fêr bûm pir tiştan, tenê gava serxweş dibû, ez jê dixeyidîm ji ber ku ez dij bi noşîna mey û Ereqê me û min hez dikir ew bipeyive û cîhana min a çandeyî bi zanîna xwe dagire, fireh bike.. Hamêd ji aliyê diravî ve pir hejar bû, lê ew pirtûkxaneya hozanvanî û ramyarî bo gellek xwendekarên kurd bû..Hozanvanên ereb hîn ew baş nas nekiribûn, lê di nav Kurdan de pir hatibû naskirin.. Pişt re Li nav Ereban navdar bû. Gava ez bi wî re li ser Kurd û Kurdistanê dipeyivîm, di wan salên pêşîn de ji hevnasîna me, ji min re digot: “-Ena lestû mîn wetenîl eşîre: Ez ne ji niştê êlê me.”. Lê min bihîst, ku Hamêd Bedirxan di salên dawiyê de ji jiyana xwe piçekî bêhtir ber bi pirsa netewî ya kurdî ve hatibû û li ser tevgera netewî ya kurdî jî dipeyivî û tozeke Kurdînî jî xistibû nav hozanên xwe..Mixabin! Em ji hev bi dûr ketin û gava hatiye Almaniya, hinek xêrnexwaza nehêlan ew min bibîne.. Hamêd Bedirxan nedixwast pir li ser ciwaniya xwe bipeyive, loranî ew diêşiya gava li ser wê demê dihat pirsîn..Lê diyar bû, ku ew di jiyana xwe de pêrgî pir serpêkên bi hêstir û girîn hatibû.. Ji min xwast, ku ez hinek hozanên wî wergerînim bo Kurdî û du caran jî helbestên xwe bi Kurdî ji min re xwandin..Wî rexneyên xwe li nivîs û hozanokên min dikirin û şanoweke min abi zimanê erebî li gel xwe bir, ku jê re sergotinekê binivîse, lê me hev û din piştî wê nedît, ez çûm bendexaneyê çûn û hatina wî jî kêm bû.. Digot: “- Bi Erebî binivîse, da tu navdar bibî, pişt re bi Kurdî jî binivîse..” Lê mixabin! Min gellek hez dikir, ku fêr bibim nivîsîna bi Kurdî û tevî ku ez bi Erebî baş dinivîsim, lê di wan salan de tenê min sê gotar bi Erebî belav kirin..Tiştên, ku min bi Erebî jî ta niha nivîsandine, giş mane, min nedane çapkirinê. Min hinek helbestên Hamêd Bedirxan wergerandin, lê ewan li welêt man û ez nizanim çi bi wan hat..Destana wî (Li ser rêyên Asiya) ku bi Erebî ye, hat ji min re, lê mixabin! Ew destan jî Feuzî Etroşî ji min bir û venergerand.. Di pirtûka min a hozanê de (Dilopeka xwîna dila) hozana tev paşîn ya Hamêd Bedirxan e, min ji Erebî wergerandiye û navê wê (Leşkerên Hêviyê) ye..Destpêka wê jî wilo ye: “Werin zarokno! Zarokên welatê min! Zarokên hemû welatên cîhanê! Em ji çavên xwe hêstirên sotinê, dudiliyê û keserê bimalin…” Ez dixwazim di vê navê de du bûyeran li ser Hamêd Bedirxan bînim ziman: Carekê hat mala me û di wê rojê de min bihîstibû, ku polîsên veşartî dîsa hatine mala me, li min pirsiyane..Hamêd Bedirxan ji diya min pirsî, ka bo çi hêstir ji çavên wê dibarin, diya min ji wî re ew nûçe got, Seriyê xwe bada û bêdeng ma, hîç tiştek negot, lê min dît, ku hêstir ji çavên wî jî dibarin.. Min ji wî re qehwe anî û gotê: “- Mamoste! Tu bo çi wilo xemgîn bû?!” Gote min:“- Te ciwaniya min anî bîra min..Erê ma hîn kurdek li ser rûyê zevînê heye neketiye zindanê?” Pişt re gote diya min a, ku leganeke tijî gul li ber wê bû: “- Gul hatine pêdakirin, ku mirov li wan temaşa bike, wan bihin bike, ne wan biçirîne, ku bike şîrone û leçer..”..Ew ji ciyê xwe rabû, destê xwe li milê min xist û got: “- Eger tu dixwazî bibî mirovekî mezin, li pêş binêrin û rêya xebatê bernede..” Carekê jî em di nav pirtûkan de li odeyeke min a piçûk rûniştibûn, gote min:“- Ez ji diho ve gellek tûre bûme, xeyidî me..” “- Çima mamoste?!” “- Dihonî ez û serekekî tevgera kurdî li maleke Kurdên komonîst bûn, me bi hev re Ereq vedixwar.. Me ji radio bihîst, ku Mela Mustefa Barzanî koç kiriye diyarê dilovaniya Xwedê. Ewê ku xwe serekê tevgera netewî dizanî, keniya û çepik lêdan û got: “-Vaye em ji pîrê kevneperest azad bûn”..Hamêd got: “- Wijdana min negirt, ez di cî de rabûm ser pêyan û deqeyekê bêdeng ji bo hurmeta Mela Mustefa rawestiyam..Lê mixabin! Min Ey Reqîb nedizanî…Ew qehremanê azadiyê bû, bîr û baweriyên wî ne mîna yên min bûn, lê ew ji bo azadiya gelê xwe xebitî.” Hamêd eve got û cigareya xwe kişandm dîsa bêdeng bû.. li pirtûkan û li dora xwe nêriya û bêdeng rabû çû.. Bi rastî min di Hamêd Bedirxan de hozanvanekî jêhatî û mirovnêz nas kiribû ûez pir ji hozanên wî hez dikim û bi naskirin û dostaniya serbilindim. Lew re min hinek ji helbestên wî vegerandin Kurdî: Leshkerên Hêviyê! Hamêd Bedirxan / Şam 1983 / sala 1985Cankurd Wergerandina: ( Ev hozana xweşik berî lêdana hov a World Trade Centre bi 18 salan hatiye nivisandin) Werin zarokino! Zarokên welatê min Zarokên hemî welatên cîhanê! Em ji çavên xwe hêstirên sotinê, dudiliyê û keserê bimalin.. Em dest bi lawajanên xewê bikin …û bi yek dev…. Bila bi bahozan re li hemî cîhanê belav bibe.. Di deryan û çiyan re Bi bajarên mezin re.. di oqyanûsan re. Gava ez piçûk bûm Navan ez ditirsandim: Îskenderê makdonî, Cengîz Xan Daryosê zordest û Kîpiyadês Û gava Teymor Leng dihat bîra min Min tuf ser axê dikir! Ez ji darên rengê hovan ditirsîm Wek çawa hûn ji kuştiwarê Guevera ..û Lomomba, ji kuştiwarê gelan heznakin… Di şevrêketinên xewna min de Ez bi Huseyn û laşên çola Kerbelê re dimam Lê, hûn di xewnan de Termên, ku di devên segan de dibînin Li çola Sînayê.. Sebra û Şatîla.. Li Sohr û Sayda..Salvador û Prêtoriya.. Kêr di stoyê çûkê de ye.. Gava em piçûk bûn, Napalm tune bû Lê bîranînên bi sotin Sungiyên serbazê reş di nav leşkerê General Goro de.. Em çiqas digiriyan – ez digiriyam- me zarokan.. Bi ser şehîdên deşta Girante de ..û çiyayên Astoriya.. Çiqas di bîra me de bûn, Wêneyên Hemze, Huseyn û Rustem.. Lê hûn, bi navên Cemîle û Guevera yê mêrxas Zorba û Mazlum dipeyivin.. Çi caran ez bi Danton û Mara re ne bûm Ez bi Babov re bûm.. Lê hûn, bi min re niha Mehmûd Derwêş û Tewfîq Ziyad dixwênin.. Werin zarokên welatê min …û zarokên hemî cîhanê…. Em rêzên xwe bikin yek Pêlên ji xeydê Pêlên ji hezkirinê Bi hev re bilivin… ..û li wir..li hêviya nan û chokola.. Li hêviya dêmên kenok ên dayîkan.. Em şer bikin dostino! Zarokên welatê min û hemî cîhanê Dij bi çekên neotronî û Amerîka.. Ji bo defteran, nivîsaran û avê Ji bo ezmanê şîn û firindan Ji bo genim û gulîlk û baxan… Werin em bicivin, hemî piçûkên cîhanê! Leşkerê me wê pir mezin be Ji çendek zarokan Wê leşkerê me ber bi rojên şirîn ronak ve bibore..!

———————————-

Ez li kushtiwarê Lorka digerim

Wergerandina ji Erebî: Cankurd

(Wek em dizanin Hamêd Bedirxan komonîst bû, pir ketibû bin hikariya Nazêm Hîkmet, û tevî ku Kurd bû jî, lê xwe ji netewayetiya kurd diparist..Em demeke dirêj dostên hev bûn û pir dihat mala me li Helebê, em li ser kêsheya kurdî bi hev re dipeyivîn û rêzgirtin ji dîtina min a neteweyî re diyar dikir, lê digot jî: Ez ne ji nishtê êlê me! ..Dixwast ez bibim niviskarekî bi nav û deng..Lê mixabin! rêyên me ji hev cuda dibûn..û min daxwaza dilê wî bi cih ne anî… Min du parçeyên hozanên wî ji Erebî wergerandin bo Kurdî, yek ji wan eve ye û ya din jî (Leshkerê Hêviyê) ye, ku di dîwana min ( Dilopeke xwîna dila) de ye.. Gava min Hamêd Bediraxn nas kiriye wî (Vegera ji Waterloo) bi destnivîs teva kiribû, ez bi wê helbestê pir hejiyam..Hêviya min ewe, ku ez wê careke din bibînim û wergerîn zarê dayik û bavê Hamêd Bedirxan, Kurdiya, ku jê hez dikir, pê dipeyivî, lê nekanî bû pê belav bikira..Ew binzor bûbû bi Erebî belav bike, tevî ku pir caran nivîsên wî pêdiviyê serrastkirina zimanî bûn.) Ez li ser sîvlekên bajar û zireyan (1) rawestiyam Ez hemî qeraxan, zinar û qûm û çêkirgehên keshtiyan dibînim!.. û mala miriyan… Ez lêdigerim: Li kushtiwarê Lorka?!.. Ez ketim nav taxên gelêrî yên nebedkirî Li gel kushtiwar û dizan rûnishtim.. û bi shevan, di havîn û zivistanê de, geriyam li kushtiwarê Lorka… Ez daketim kûraniyên zevînê (2) Di çalên komira kevirî de û bi wêrekiyeke mezin Ez pêrgî alafa “Girîzo” (3) hatim û dîwarên heriftî.. û rêyên hishbir.. û qîrînên karkiran!.. Ez li kushterê Lorka geriyam!.. Ez li wir bûm, di nav zireyan de Li gel talankeran Li gel serbirr û dêwên bahozan û têwerkirinan.. û ez li kushterê Lorka geriyam!.. Ez li bayan suwar bûm Li qantir, Li tirênan û li keshtiyan… Min pir mîl (4) ji maweyan (5) û bê jimar derbas kirin… Ez qûma sehraya û badê (6) çolistanan bûm.. Ez li bin konan Li gel shivanan.. Shîrê miyan Karwanên hêshtiran.. Avên shor Di avçalan de bûm.. Ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Ez di ber kenarên çeman re boriyam… Li nav beyaran, rezên tirî û zeytûnan… Zireyên pêldayî ji sundisê kesk Dîmenên guhartî di her awirekî de.. Desht û dûzî, gelî û gir..û çiyan.. Çemê Tace (7) û Xirnate, bajarê berbangê (shifaqê)! Aasî Garon Donaw Antakya Bordour Komara gelêrî : Taborîth (8) Sala hezar û nehsed û hinekî.. Ez li kushtiwarê Lorka û komarê..geriyam û min gotinên Wolter, ku di ber Kala de kirine, bihîstin.. Skala.. Volî Berger, Tabu… Çayxaneyên shevî û kabarêt Dîdarên balkêsh, shirîn, tirsavêj û lezok… Min yarî li gel keçên nûgihayî kirin… Min jinebî hembêz kirin.. û li gel mêrkiriyan bi hêzeke bê wekanî raketim.. û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. ( 2 ) Min dasika xwe li gel palekaran hilgirt û bi zûkî ji xew rabûm.. Min ceh û genim çiniyan.. û bi tiliyên xwe yên hozanî pembo çiniya tayên nîsk û colbanan hilkirin.. û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Ez li ber shewqa hêvê li ser bêderan raketim Min çêrok û efsane ji devê cotiyaran bihîstin Li ser axatiyê, evîn û mirinê û li ser kedxwarinê.. Min shevên bi tirs di jêrzemînê de borandin Li gel kablîzkan (9)..di qulînên wan de… û ez li gel mezelkolan (10) mam Ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. Min endizyarî kir, felsefe xwend û aboriya ramyarî.. û min diploma torevanî û rojnamevanî stand..

Ez bûm rêhevalê kotan (11) û malvesharan..

Min ji kenalên romanî vexwar û min çemento hilgirt qatên bilind

û ez di karê ramyarî de bi cih bûm û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!..

Min kesek nedît Min nedît! Min nedît!.. (3)

û min dest bi koçkirinê kir ji dergehê wê yê fireh de bi nav tarîgehên dûrokê de.. Ez bûm rêhevalê Gulgamêsh Ez bûm Enkîdo..

Min burca Babil ava kir…

Min ji Semîr Emîs hez dikir..

û Roksana…

Min Ehram ava kirin

Ez yek ji wan karkiran bûm, ku bi hezaran mirin

Ji ber Belharsiya û Malariya Min bi gayan re qutê kir..

û ez hêzdar, wêrek bûm di rûyê komplo û xinizlîskan de rawestiyam

Di Pireya Keseran de û Dadgeha Teftîshê de…

Lê ez bi ashên bayî re neketim pevçûnê..

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!

Ez li gel shah û Imperatoran bûm sultan û shahzad û kerdînalan Ez li gel keyser bûm Prothos hêrish ser min kir…

û min al hilgirtin..

û min di kolos û kelehan de venan û li ser destên Spartacus û Babekê Xuremî..

Ez li ber maseya li hev bihakirinê rûnishtim, Li gel Antonio û Cleopatra!..

Ez hozanvanekî salbiçûk bû û ez bi xweshnûdî pêrgî mirinê bûm û min seriyê xwe kir bihayê wê shevê…(12)

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam…

Min bi evînê bawer kir..

Poshkîn, Lêrmantof û Vîrgîl Ovîdês Dantê û Mîlton…

Di Fîrdewsa windayî de û li ser devê dûjehê û rêçala Daryal..û..

Inîyîd..

Min bi evînê bawer kir..

û bi Zerdesht ..

û Boda..

û Konfoshyûs û Mesîh..û Muhemmed…

û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!..

Xedîce li pêsh Mîhrabê bû…

û Meryem bo cîhanê û bo hejaran berken dibû..

Delîle di razangeha Shemshûn de bû..

La Martin li pey seleceya Coslîn bû…

û seriyê Domînîk li ser kabên Êlîwar bû û Êlza bo Aragon dikeniya… ( 4 )

Ez bi kushter û kushteran re, û bi kushtî re jiyam…

û ez li kushterê Lorka geriyam!..

Ez tev li ceng û shergehan bûm…

Ji Troya ya xiniz de Ta bi Boatiyê

Ji Cenga navxweyî ya espanî ve

Ta bi Cenga Bon û ez bûm rêhevalê Hanîbal

Di rêçalên çiyayên Alp de..

Li kî derê ye niha Evdilrehman El-Xafiqî Charl Martin..

û Jokof û damekirina Berlin?! (13)

Loyed Goerge Clêmanso Hitler û Eisenhauer!?..

..û ez li kushtiwarê Lorka geriyam!.. E

z ne ji (Intelegenc Service) (14) bûm an ji Gestabo Ez ne ji mêrên dema Evdilmalêk Merwan û El-Muntesêr Bîllah bûm..

Ez cotkarim Di birçîbûna xwe de Di evîna xwe de Di gundê xwe de Ez li kushtiyarê Lorka digeriyam!..

Carekê jineka falgîr (15) bo min got:

– Bo çi tu li kushtiwarê Lorka digerî?

Ma ew ne li her dereka ku te serî lêdayî ye.

Ew di zireyê de serdarê keshtiyê bû..

û di hishkiyê de: Shah..

û shahzad û shahên komir û qesdîr û hesin in..

Rockfêler, Ford Seyid û bankin…

Li deshtan ew Axa ye..

Li bajaran ew sermiyan e..

Di evîna (serdema Neotronî) de ew dilber e…

Hemî kushtiwarên, ku li dora selece ne..

Ên xayîn in û (bihayê zêde ye)…

Nezanîn û belengazî û nesaxî û tu yî ewa ku li tenishta min rûnishtî û bi min re dixuyî..

bohîmî (16)..

nîshanbazî suryalî…

Tu kushtiwarê Lorka yî..

Ez, tu û em..

Hemî ewên ku li ber bûyerên rojane radiwestin Destgirêdayî û bêlayî…

Ên kushtiwar in…

Rabin…ji xewa xwe..

Ji kêfnûshiyê xwe…

Em naxwazin, ku careke din bimirin Lorka û Goevara…

û Lomomba…

—————————————–

01- Zire : Behir, Derya

02- Zevîn : Erd, Zemîn

03- Girîzo: Shêweyekî shikeftên komira kevirî ye, pir caran diteqe û gellek karkir tên kushtin

04- Mîl: Dora 1600 Metr e

05- Mawe: Mesafet û dûrî

06- Bad: Ba

07- Tace: Çemeke li Espanya

08- Taborît: Komareke gelêrî, sosyalîst, tobawî ye, ku gelê wê cîngane (Qurbet) in, li çiyayê Karbat ûderdorên wê dijiyan

09- Kablîzk: Kabcî û qumarcî

10- Mezelkol: Ewê li goristanan kar dikin û goran dikolin

11- Kotan: Ewê ku kar ji binî ve kirê dikin û bi pareke mal an pere dixebitin, wek muteehêd û Kirêkaran

12- Hozanvanê salbiçûk di hozaneke Poshkîn de shevekê ji sê shevên Cleopatra dikirre û seriyê xwe wek biha dide

13- Damekirin: Hîsar û ji wê lîska Dame (nehberk û sheshberkê) hatiye

14- Mebest CIA -Karbidestiya hêminiya Amerîkî ya namdar e

15- Falgîr: Ewê / Ewa ku tê re dinêre, pasheroja mirov jê re dibêje.

16- Bohîmî: Ji navê Bohîmiya hatiye, ew jî navçeyeke ji Swîsra, dibêjin ku berê li wir jin û mal tev li hev bûn, hevparî di her tishtekî de hebû.

Gotin

Wergerandin ji Erebî: Cankurd 1980

Kulîlkek biçûk got: Ez naxwazim di zivistanê de bimirim Ji ber ku serma ye…berf û baran e…

Çûkeke biçûk got: Ez naxwazim di bin ewirin reş de bimirim

Mizgînê jî got: Ez naxwazim bimirim, ne li zivistanê û ne li havînê… Zivistan sar e, qerisiye… û havîn germ e, bi tîn e… Gişa ji Biharê hez dikirin… Lê dûrokê, û serpêkan (1) Em hokirin, ku mar jî li Biharê şiyar dibin û di nav geya de davk û kemendan ji çûkan re vedigirin…

De bila em şiyar bin..

________________________________________ (1) Serpêk: Tecrube

We em xapandin

Cankurd – 28.05.2013

Imagehttp//:cankurd.wordpress.com      kurdistanicom@yahoo.de

Rojek derbas nabe, ku nûçeyeke nebaş ji herêmên Rojavayê Kurdistanê, di malperên Internetê de belav nebe. Van nûçeyên ku bi nivîskî an bi telefonê ji me re tên û em vîdoyên wan jî hinde caran dibînin, û em li ser rastîniya jêderên wan radiwestin, dibêjin ku her roj lêdan û kuştin û revandina mirovan li welêt çêdibin. Van hêriş ne ji aliyê leşkerê rejîma Esed ve, ne jî ji aliyê sopayê sûrî yê azad ve û ne jî ji aliyê komikên îslamî yên ereb ve pêda dibin, van karên nebaş, ku bi ser gelê me de tên, ji aliyê partiyekî Kurdan ve, ku bi navê „Partiya yekîtiya Demokrat“e, li qelemê dikevin.

Li herêma Kurdaxê davêjine ser rêveçûneke jinan, ku bi terzekî aştiyane jin û keçên Kurd derketibûn li pêş seraya hukumdariya bajêrê Efrînê, ji bo aştiyê, mafên mirov û ji bo xwestina xwarin û av û cereyanê, bi ser ve jî bo xortkirina hevkariya di nav hêzên neteweyî yên gelê me de. PYD avêt ser wan jin û keç û zarokan, bi lêdan û porkişandin û bi dijûnên nebaş ewana ji ser hev belav kirin û hinek ji wan girtin, dan ber jêpirsînê. Yek ji wan dota şehîdekî Kurd e, ku bi navê wî Hennan Dîko bû, û ji malbateke navdar bû. Ji wan jinan re gotin, ka ji bo çi ewana li hember „Cebhetul Nusre“ an li hember „Sopyaê Sûrî yê Azad“ dernakevin, tevî ku wan herdu hêz li derveyî „Kurdistana Azadkirî!!!“ ne, û berpirsiyariya navçeya ku tê de rêveçûn çêbûye, wekî dixuye, di destê PYD de ye.

Li Rojavayê Kurdistanê bi behaniya derewîn a firotina „Heşîşê“, pirr mirov hatin kuştin û li gelek navçeyan bi șêweyekî hovane, wekî li (Til Xezalê), li herêma Kobaniyê, avêtin ser malên Kurdan û xûn rijandin, tevî ku firoşkarên Heşîşê li gor zagona Sûrî nayin kuştin, ewana tên girtin û wan davêjin zindanan. PYD ta niha ne xudan zagoneke fermî ye, ku wilo xûna xelkê, her roj birijîne û behaneyên wilo erzan pêda bike, bo hukumdariya xwe bigudîne.

Ma qey hemî kesên, ku PYD ta niha kuștine, û bi taybet wan kadroyên tevgera neteweyî ya kurdî, giş Heşîşfiroş bûn?

Paş ku şandiyeke Encumena Neteweyî ya Kurdî çû Istanbolê û bi hêz û kesaniyên hembervaniya Sûrî re, di van rojên dawî de, kete gengeşiyê li ser tevlêbûna wê di xebata hembervaniya neteweyî ya Sûrî de û xwe amadekirina bo kongireya Genfê 2, Asayîş û Masayîşên (PYD) avêtin ser xebatkarên wan partiyan li gelek deran û bi taybet li bajêrê Amûde, ku yek ji navendên serhildanên gelê me ye, berê û niha jî.

Ev PYD bi xwe PKK ye li Rojava Kurdistanê, tevî ku ew hezdike, xwe wekî partiyekî serbixwe bide nasîn, lê gelê me baş dizane, ku evana „Apocî“ yên berê ne, yên ku ji me re û ji her kurdekî niştperwer re, digotin „ew ê ji Kurdistaneke serbixwe re nexebite, xiniz e, bê rûmet e, bê şeref e û xayîn e“, û îro ji gelê me re dixwazin siyaseta xwe ya nermokî wekî siyaseteke diristir bidin pejirandin û dîsa dibêjin, ku ewê ne li gel wan be, hevalê neyar e, noker e û xayîn e, tevî ku bi xwe nema tiştekî ji gelê Kurd re dixwazin, heta di navê partiya wan de jî ne Kurd û ne Kurdistan heye, û di bernameya wan de jî ne serxwebûn, ne federalî û ne jî autonomî ji Rojavayê Kurdistanê re heye. Hukumdariya wan jî di bin gumanê de ye, ji ber ku balafirên Esed di ser baregehên wan re difirin û diçin li baregehên hinek dî didin. Ta niha li hinde ciyan, wekî li Nubbul û Alzahra, ku xelkê wan Şîhe ne, PYD aşkere alîgê (alîgirê) leşkerê Esed bû. Di navbera wê û sopayê sûrî yê azad de gelek caran pevçûn pêda bû. Ma qey Nubbul û Alzahra ji Rojavayê Kurdistanê ne, da PKK xelkê wan ji Sopayê Azad biparize? PKK gelê me dikuje û dibêje:“Ez we diparêzim!“ Ma gelê me ji kê diparize? Qey ji serhildana gelê Sûrî diparize ne ji leşkerê Esed?

Fermana bilind a vê komikê Apociyan, wekî komikên dî yên li Rojhilat û Başûr û Bakurê Kurdistanê jî, ku di bin navin wilo yên bê Kurdînî pêda kirîne, ji serokatiya PKK, ji çiyayê Qendîlê ve tê. Iro, bê ku carekê jî ev komika Apociyan bavêje ser qişleyeke leşkerê dewletê an jî aliyekî naskirî ji dewletên cîhanê piştvaniya wê bike, bûye xudana deselatê di Rojavayê Kurdistanê de. Ev çawa dibe, ku hêzek welatekî bê ceng û cîdal bistîne? Gelek çek û debanên giran li ser trombêlên bi çar têvedankan ketine destên PYD, ji ku ve kes nizane. Pirrepirra hêzên wan e, li teviya Rojavayê Kurdistanê „checkpoint“ên sopayekî bi hezaran keç û kurên Kurdan di nav de pêda kirine, heta keçikên 12 û 13 salî jî ji xwe re kirine „Grîlla“ û „Asayîş“, ji dibistan û berdestiya dayîk û bavan derxistine, û bi wan davêjin ser baregehên partî û komeleyên Kurdan, ku ji wan jî hene bi vê PYD re ketine nav hevbendiyekê, ku di saya serok Masûd Barzanî de bi navê „Desteya Kurdî ya Bilind“ hatibû avakirin, û ji ber karên nebaş ên PYD, Encumena Neteweyî ya kurdî, ku têde gelek partiyên me yên dermokrat hene, gihaye pileya destkişanê ji hevkariya di nav wê desteyê de.

Ta niha êşa ku gelê me yê Kurd ji ber hêrişên Apociyan dibîne, destpêka derketina PKK li bakurê Kurdistanê tîne bîra me. Hîngê hemî hêzên gelê me li başûr, li rojava û li rojhilat piştvaniya PKK kirin, bi hîviya ku gelê me yê birîndar û pirrlêdayî li bakur ji nû ve ji razanga mirinê hilbe, lê pişt re hemî wan hêzên neteweyî li xwe hişyar bûn û pêhoşîn, ku PKK wan tew napejirîne, xwe wekî şûngirê wan tevan dibîne û bizava xwe dike, wan gişan ji ortê rake, wan ji qada xebatê sîl bike, wan teva bike. Ev sînaryo vê carê li Rojavayê Kurdistanê tê lîskandin. Pirraniya gelê me vê yekê wekî xapandineke  mezin dibîne, ji ber ku gelê me deriyên malên xwe, sîn û dilên xwe bo her reviyekî PKK, di rojên teng û tarî de vekir, wan xortên, ku tî û birçî di sînoran re hatibûn wekî zarokên xwe xudî kirin, û bi ser ve jî gelek piştvaniya PKK ji her aliyekî ve bi xortanî kir, da kanibe sala 1984ê dest bi şorişê bike. Jin û bûkan zêrên xwe ji ber û sîngên xwe dikirin, bazing û gustîlkên xwe davêtin ber lingêd „Serokê Serokan!“. Ewê vê yekê bavêje paş guhan wê kûr bibe, û ewê wa piştvaniya mezin, bi xûn û bi zêr û bi her tiştekî berhemdar, ji bîr bike, mirovekî kêm e û bi kêşeya Kurdistanê re ne dirist e.

Iro tiştê PKK bi navê PYD an bi behaneya cîbecîhkirina hêminiyê di Rojavayê Kurdistanê de dike, ji zorbazî û sîtemkariya rêjîma faşist a partiya Baas wêrantir e. Ev zoradriya malbata Esed bi xwe ye.

Hîviya min ew e, ku giş roşenbîrên Kurdistanê, part û rêkxirawên wê li hember dîktatoriya PKK di Rojavayê Kurdistanê de bêdeng nebin.

Civaka mirovî ya nizim

   Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  Avakirina neteweyekê

 ((6))

  21. 03. 2013

Civakiya nizim, a li paş mayî û civakiya bala û pêşketî, taybetiyên zincîrkên destpêkî ya mirovatiyê ne, yên gelên ku di nerdewana şaristanî re hilkişîne, û şêweyn avakirina zincîrkên nijadî ne, yên ku şaristanî û bajarvanî pêda kirîne

Li ser vê yekê, em dikanin bibêjin, ku du babetên mirovatiyê û du terzên civaka mirovî hene, ya hovane an koçerî, ku li şûn maye, û ya avedanî, pêşketî û bi bilindiyê de hilkişiye

Di civaka koçerî de, gava rewştên cîh û war harîkar bûn, mirovatî di avakirin û geşkirina jiyanê de pêşve çûbû, û gava rewşta derdora wê wêrantir bû, wan avakirin û pêşketin ji dest çû bûn, wekî em niha li bajêrê Tedmurê (Palmêra), li Rojhilatê Sûriyê dibînin. Berê, di dema Imperatoriya Roma de, ev bajarekî gelek hêja, bi pir bîstan û keskî bû, bi bazarganiyeke fireh bû, lê ji ber ku av li wir gav bi gav kêmtir bû, ew bajar jî hêdî-hêdî têkçû û dem bi dem Tedmur bû cîh û warekî kavil bûyî, daniştvanên wê kêmtir bûn, û ji wir bar kirin, û bajarê niha li ser axa Tedmur pêda bûye, tew ne girêdayê wê şaristaniya berê ye. Bê guman hêrişên Romanan jî li ser xelkê Tedmur egereke mezin bû ji egerên berbadkirina wê şaristaniyê. Niha bêşe “Sehra” bêtirê herifteyên wî bajêrî di bin qûmê de vedişêre, tew co û cobarkên wê avê jî nemane, ku bajar li ser dijiya. Tedmur ji ber wê yekê di nerdewana şaristaniyê re bi xarê ve daket

Ji ber ku tevgera aborî ji civaka mirovî re pir giring e û ew dibe motora livîn û pêşketina civakê, kar û acetan ji mirov re pêda dike, lew re pevgirêdana pêşketina mirovî bi bilindkirina asta aboriya civakê ve, ji serî de û ta niha, dimîne bingeha serekîn. Em dibînin, ku li herêmên bêtir çandinî heye, li wir bêtir civaka mirovî cîhê xwe girtibû, di nêv daristanên Birazîl de an jî li bêşeyên Erebistan û Afrîkayê, yên rût û kêm av, civakên ku hebûn jî, an şaristaniyên avakirî jî, di nerdewana pêşketinê de hatîne xarê û têkçûne                                                                                                                                                     

Ibin Xeldon, ku yek ji mestirîn zanayên civakê bû, di “Elmuqeddîme” de, egerên jiyana mirovî bi sê astan parve dike: Asta giringiyê, asta pêdiviyê û asta nepêwîstiyê.

Ji mirov re di civaka koçerî de, berî her tiştekî, av û xwarin û cil giringtirîn tişt bûn, lew re bo koçerên bêşeyê ceng di nêv êlan de ne li ser tixûb û sînoran çêdibûn, cengên wan li ser jêderên avê û li ser çêrgehan çêdibûn, ji ber ku bo pezê wan geya û av giring bûn, ji pez hem jîr û hem jî goşt û hirî an pirç ji wan re dihatin, û jiyana wan li ser jiyana  pêz bû. Ji bo paristina pêz û jêderên avê, pêdiviya wan bi xortkirina “Hevgirêdana xûnî” di nêv êlê de hebû, pêdiviya wan bi standina rum û şûr û mertalan hebû, ku bi wan xwe û pezê xwe, war û jêderên av û geyayê biparizin û cengê bikin. Aboriya civaka koçerî wekî jiyana wê ya çandeyî – civakî pêşneketî dimîne, hinek acet û pêkarên ku endamên civakê bi xwe çêdikirin, di nêv wan de hebûn, bazarvanî jî di şêweyê guhartina tiştekî bi tiştekî de mabû, bi destxistina hesp û hêştiran jî ji bo cengê û ji barkirina kon û zar û zêçên wan re pêwîst bûn. Carina jî hêştir wekî qelengê bûka xwe didan an jî di ber xûna ku ji êleke dî hatiye rijandin de didan wê êlê. Di va sîstema koçerî de, cudahiyên mezin di nêvbera endamên êlê de tune ne. Bo her êlekê serekek heye, lê hemî endamên êlê kar û şivantiyê ji malên xwe re dikin, li nêv daristanên Berazîl hemî endamên obeke mirovî bi hev re diçine nêçîrê û gava ajalekî dikujin an digirin, ew yê gişan e, û goştê wî ajalî li ber agirî bi hev re dixun an jî li hev parve dikin, zarok û jinên wan bi wan re ji goşt dixun û ji xûnê vedixun. Tew cilên wan nînin, û gava yek ji xwe re holikekê an zincekê ava dike, giş bi wî re dibine harîkar. Karê jinan pir e, hema yê mêran buve ye “xeter e”, hem di nêçîrê de û hem jî gava ewana hildikişine ser pîkinên darên bilind, da berên wan daran jêbikin an hingivê di nêv wan de ji xwe re derxînin. Dibe ku hinek obên van mirovan an jî van êlan niha piçekî pêşdatir bin, lê ewana berê wilo di şêweyekî nizim de dijiyan. Di van civakan de mafên kesanî ji yekî re di pileyeke jêrîn de bûn, bêtir mafên obê an êlê dihatin paristin. Li nêv hinek komikên mirovî yên di pileyên nizim ên şaristaniyê de mafên serekê obê, komikê an jî êlê diyar bûn: Gotina wî naye şikandin, ew karan nake  û gelek jinan ji xwe re destine, û gava pevçûnek çêdibe, ew dibe navber û li hev hatinê pêda dike. Carina ew ji malê xwe tiştekî dide, da aştiyê bo gelê xwe bîne, hema ji her aliyekî ve ji wî re diyarî tên û ji dayîna xwe bêtir tiştan destîne. Di cengê de, ew serhêzê êlê ye, û birayra barkirinê ji erdekî bo cîhekî an bo orteke dî ji wî de tê, lê carina şêwirmend û rîhsipiyên êlê, wî ji biryara wî dadixînin, hema bi piranî biryara dawî ya wî ye

Taybetiyên van civakan gelek in, ji wan jî hevkarî di her warekî aborî û civakî de, camêrî ji mêvanan re, fedekariya endaman di ber obê an êlê de, tunebûna nexweşiyên ku ji ezeziyê pêda dibin, cîhbilindiya jinan û mezinbûna sira wan di komika civakê de…û asaniya jiyana mirovî wan taybetiyan bêtir didin xuyanîkirin

Li ba êlên Irokêsan, ku li bakurê rojhilatê Amerîka dijiyan, ji zû ve, şêweyekî jiyana hevreyî ya pêşkeftî hebû, û li ba wan hoşmendiya paristina wargehê bi pêş ve çû bû. Li nêv êlên Zerdeştî jî agir, ax, av û ba pîroz “Muqeddes” bûn, lew re li ba wan hinek serohatin taybet bo miriyên xwe pêda kiribûn

Bermayê gotarê heye

Em ê di gotara 7ê de li ser civaka mirovî ya pêşketî “civakên şaristanî” bipeyivin

                                                                                         

Avakirina neteweyekê

  Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

 07. Jan. 2013

 Bê guman pêdabûna kesayetiya mirov li ser rûyê vê zevînê, gava serekîn û bingehîn bû, ji pêdabûna civaka mirovî re, ji ber ku ev civak ji mirovan pêda bûye, û derketina kesayetiya mirovî di gerdonê de bûyereke gelek mezin bû di nêv sirûştê de, mirov ji ajalan pêda bûye an Xwedê ew li gor baweriyên olî  bi taybetmendiyekê afirandiye, ciyê gengeşiyeke dûrokî ya dirêj e, hema pêdabûna civaka mirovî û avabûna kesayetiya civakê, wekî mestirîn bûyerên pêşketina mirovî ye. Di vê yekê de zanayên kesayetiyê û yên civaka mirovî, çi bawermend çi bêbawerî, yekdeng in. Guman tê de nîne

Mirov dema bi serê xwe be, ew tenha li ser pêdiviyên xwe yên rojane, wekî xarin, vexarin, xweparistin ji ajalan, ji dûpişk û maran, ji xumxuma ewiran û lêdana birûskan, bi ser ve jî ji bo bicîhkirina razanga xwe, teviya dema xwe derbas dike, lê gava ew bi jin û zarok be, ew bi bira û xang be, ew êdî ne tenha xemwarê xwe ye, ew xema malbata xwe jî dikişîne û lew re ew dibe mirovekî civakî

Pişt re ew malbat fireh dibe, zar û zêç bêtir dibin, û bi wê firehbûnê re histobariya mirovê ku berê bi serê xwe bû, mestir û balatir dibe. Ew binzor dibe bo pêdakirina têkiliyên civakî di nêvbera xwe û wan endamên civaka piçûk de, ya ku li derdora wî ye, bizavên curecure bike. Histobarî di komika mirovî de tên parvekirin û bi wê parvekirinê re deselatdariya civakî jî pêda dibe û herku firehtir dibe bêtir têye li saz xistin, têye organîzekirin. Çembera nasyarî û zanîna mirovî jî firehtir dibe, û bi zanîn û nasyariyê civak pêş dikeve û hêzdartir dibe. Bêguman pevçûn di nêv endamên komikê de jî pêda dibin û di pevçûnan de yên hêzdartir hêzingiyê, deselatê û bavtiya komikê dikin. Pejirandina encamên pevçûnan û parvekirina histobariyan jî serohat û traditionan pêda dikin. Di çanda civakî de heram (qedexe an berbestî) û helal (Ne qedexekirî an serbestkirî) tên naskirin û ji hevdu cihê dibin, zagon (Yasa) pêda dibe. Wilo em dibînin, ku civaka mirovî ya li darxistî, bi deselatî û histobariya civakî, bi çanda civakî, bi zagon û yasa û ol ava dibe

Ji ber ku di zimanê Kurdî de, tevî ku ew zimanekî rast fireh e, pirtûkên li ser „Zanîna civakî“ nînin, lew re em ê di gotara xwe de pêrgî hinde astengiyan bên, û ji ber kêmbûna bêjeyên pêwîst û ravend bo şirovekirina mijarê: Avakirina neteweyekê, em ê binzor bibin wan pêda bikin, lê wê li gor bend û bingehên zimanê kurdî bin, wê asan bêne têgihîştin

Mirov ji ku hatiye

Li gor ol û baweriyên dînî, mirov ji aliyê Xwedê ve, ku kesek an tiştekî wekî wî nîne, mirov ji axê pêda kiriye û ji ruhê xwe nefesek daye wî, ew mirov bi navê Adem bû, ew kiriye serdestê hemî afirindiyan û ji giş melekan xwestiye, ku ewan serî ji Adem re deynin ‘Secdê bikin’, gişan ew ferman pejirandiye, tenha Iblîs  ‘Şeytan’ nepejirandiye û gotiye, ku ew ji agir e û agir ji axê bi hêztir e û paqijtir e. Pişt re Xwedê ji Adem re jinek pêda kiriye, ku li gor oldarên Israîliyan, ew jin ji parsûyên Adem e, û ew jina ku bi navê Hewa bû, li gor dîtina wan Israîliyan, bûye egera derkirina mirov ji behiştê. Temenê mirovatiyê jî li ser rûyê zevînê, di “Israîliyatan” de, nagihîne 15000-20000 Sal

Di nêvbera vê nêrînê û ya Islamê de ciyawaziyek heye, ji ber ku di Qurana pîroz de Iblîs herdukan dixapîne, hem Adem û hem Hewa, wilo jî jin nebûye egera xapandina Adem, ew bi xwe jî ketiye davka Şeytên. Ya dî ewe ku, mirov li gor Qurana pîroz demeke pir dirêj ji demê jiyaye, û tew nehatibû bi lêvkirin. Gava Xwedê xwestiye mirov pêda bike, ew viyana xwe li ber melaîketan tîne zimên û dibêje ku ew ê mirov pêda bike, melaîket bo Xwedayê xwe gotineke nêzîk vê dibêjin:” Ma tu yê wî yekî pêda bikî, ew ê ku xûnê dirijîne û zevînê diqerijîne

Mamhostayê zanînên Quranê, Prof. Dr. Gaborî, dibêje ku nedûr e mirov berî Adem bi milyonan sal jî hebûn, ji ber ku melîket ji ku ve dizanin, ku mirov xûnrêj û zevînqerêj in. Mirov ên berê hebûne, hema xûna hevdu rijandine, zevîn qerêj kirîne û hevdu qirkirine, lê em, mirovên niha, ji pişta Adem in

Li gor zanîna mirovî, ku ji zû ve pirsin mezin li ser kok û maka mirov hatîne pirskirin, ev pêvaçûya mirovî, ji pêşkeftina hinek nijadên ajalî pêda bûye û pêş ve hatiye

Hîn di dema Fînîkqiyan de, ku niştê wan Lubnan a niho bû, ger û çûyîneke bi navê (Hanno) heye, ew Hannon, ku di sala 520 Berî Zayînê de, ji Qurtaxe an Qirtaje bi 60 keştiyan derketiye, rûyê xwe daye Marakêş, û di Atlantîk re heta çemê Zêr, ku jê re (Rio de ORO) dibêjin, pişt re heta çemê Senîgal çûye,li hinek welatên Afrîka mirovin wekî Gorêlla dîtine, çend kes ji wan bi xwe re li keştiyên xwe bar kirine, lê di zireyê de ewan kuştine û tenha çermêd wan bo pûtperestgeha Yûnû bi xwe re anîne

Helbestvanê ereb ê navdar, Ebûlela Elmeerrî (973 -1057), di helbesteke xwe de dibêje, ku tiştê xelk heyret kiriye, ewe ku ajalek ji hişkiyê pêda bûye. Hinek dibêjin ku  mebesta wî pêdabûna mirov e. Ji xwe Ebûela Elemeerrî bi ol û dînan bawer nedikir û li ser wan helbestin balkêş vehûnandine

Berî Darwîn bi sedan sal, civaknas û dûrokvan Ibin Xeldon (1332-1382), seriyê xwe bi mijara pêdabûna mirov êşandiye, ew asoyê jêrîn ê pêdabûna mirov bi asoyê bilind ê ajal „Heywan“ ve girê dide, û li ser pêdabûna mirov ji meymûnan tîne zimên. Dîtinên Ibin xeldon pir pêşdatirin ji derxistina kelexoyên mirovê „Naynderthal“ û mirovê „Cawî“, ku jêre pithecanthropus Erectus“ dibêjin

Lê çendîn zanîn pêş ve çûye jî, kesek nikane bi cîh bike, ku ew dîdarê va Pêvaçûya demdirêj a civaka mirovî ye, ji ber hindê jî, gelek dîtin û nasyarî tev li fantaziya zanyaran dibin, hema roj bi roj, paş evqas pêşkeftinên mezin di zanînên civakî û mirovnasînî de, û bi taybet zanînên DNA û kompûterên hêzbilind, mirovatî gav bi gav ber bi wê rastiyê ve nêzîk dibe, ewa ku mirov ji yek nijad û yek jêder dizane

Qurana Pîroz jî, gotineke wekî vê dibêje, ku mirov yek netewe bûn, ol û baweriyê ewan ji ser hev belav kirin

                                                                                                         ((Bermayê gotarê heye))

Nijadên mirovî -1

  Avakirina neteweyekê – 2

  Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

 05. 02. 2013

Tevî ku Xwedayê cîhbilind, di Qurana pîroz de dibêje, ku mirov giş ji Adem in û Adem ji axê ye, dîsa jî hinde dûrokvanên Musilman, wekî Elmesûdî vê yekê li gor fantaziyên xwe dide qelemkirinê û dibêje, ku ‚Kurd‘ ji nijadê „ên Gonê“ ne, ji neslê „Cinn“ hatîne, û nijadperestên Tirkan dibêjin ku Tirk ji nesl û nijdê gur in

Ji wan fantaziyên erzan jî, gotina Elmesûdî, ku egera ciyawaziya rengên mirovan ji hev û din, ewe ku melekê mirinê, Izraîl ê Xwedê teala ew şandibû bo ji wî re axê bîne, da ew mirov jê pêda bike, ji her şêweyekî axê hinek anî, ji reş, ji sor, ji sipî û zer, û ji ber wê yekê mirov jî rengareng in

Mixabin, di dûroka mirovatiyê de, gelek nêrîn û dîtinên çewt û nebaş di nêv mirovan de belav bûn, ewên serdest dixwastin bidin pejirandin, ku xûna wan şîn e, ne wekî ya mirovên bindest sor e, hinek „Rûmetdaran“ li Ewrûpa, digotin ku gel û mirovên binzorkirî ji nijdê „H’am“ in, ewê ku –li gor nêrîna wan a çewt – ji aliyê pêxember „Nûh“ ve hatibûn kolekirin, hinekan jî, û bi taybet ji Almanan, xwe ji nijdê zormendên bajêrê berxwedanê yê navdar „Troya“ didîtin, û li Firensa Firenkiyan xwe bi kurê lehengê navdar Hêktor ve girêdidan. Gava Nikolas Frḗret bizava xwe kiriye, va çewtiya dûrokî tazî û pûç bike, Firenkiyan ew di sala 1714ê de xistin zindana Bastîl a navdar. Li Rûsiya jî xanima Imperator Elîzabeth dûrokvanê Alman Müller avête zindanê, gava wî di sala 1749ê de bi cîh anî, ku Urus ji nijdekî Fînî-Teterî ne

Van hevnizimkirinên nijaperest pevçûnên xûnî, qirkirinên nijadî û cengin wêrankar di cîhanê de pêda kirin. Hinek siyasetmend û nivîskarên Firensî, ceng û pevçûnên di navbera deselatiyên şahanî de, li Ewrûpa, wekî neyartiyeke sirûştî ya nijadan didîtin. Wan nijadên xwe Latînî bilindtir ji nijada germanî dizanîn û Alman wekî nijadekî hov ê li şûn mayî di şaristaniyê didan nasîn. Tersî wan jî Almanan xwe wekî nijadeke „Arî“ ya pir paqij, zîrek, zana, û xûnpaqij dinasîn, û hemî gelên cîhanê di bin xwe re didîtin. Ev baweriya çewt û nemirovane, li ba partiya Nazî, ya ku Adolf  Hitler rêberê wê bû, di navbera 1933 û 1945 de, bû ramiyariyeke neteweyî ya tund û tûj, û ew polîtîk bû egera kuştina 55 milyon mirov, di cenga cîhanî duwê de, û bû egera çêbûna Holokoust , a ku tê de bi milyonan Ciho hatîne qirkirin, çi bi kuştinê û çi bi sotandinê di eytûnên agirî de û çi jî bi rêya çekên kîmî. Egera serekîn a cengên li dijî neteweya Kurd jî, ku ji dema Umewiyan ve, ta niha çêbûne, nijadperestiya sultan û padişahên ne Kurd bû, an jî ew nijadperestî çarîkek bû ji talankariya aborî ya niştê kurdan re. Li hember wan hêrişan, em dibînin, ku helbestvanekî bi navê Elmutewekkîlî di dema Ebbasiyan, bi Erebî bang li Ereban dike, dibêje

„Ez  ji neslê Cem im, û hilgirê jêmayê padişahên Ecem im“

„Bi min re alaya Kawiyan heye, û ez ê bi wê serweriya giş neteweyan bikim“

„Ez ê bala hilkişim, bi tîjka qelem û ya şûr ez ê bi serkevim“ 

Helbesta wî wilo tund serbilindiya nijada xwe tîne zimên, û pişt re Ereban erzan dike, heta zarowên Benî Haşim, ku pêxemberê Musilman , Muhemmed, silav û selewat lê bin, ji wê malbatê ye, dibêje

„Bibêje bo Benî Haşim tevan, ewên ku soz û peymanan naparêzin“

„De vegerin herin Cezîreya xwe, da hûn marmaroşk û kuliyan bixun“

Nivîskarê amerîkî yê navdar Mark Twain (1835-1910) di pirtûka xwe de „Ewên bêgunah li derve“, ku sala 1869ê hatiye belavkirin, li ser gera xwe di Rojhilata Navîn û Türkiyê de, gelek gotinin nebaş û nexweş li ser gelên Musilman dibêje, ew nijadê Ereban bê hiş, bê mirovatî, bê wijdan, bê şaristanî û bê paqijî, dide xuyakirin, lê gava li ser Fillehan li Filestanê, di bajêrê Al-Nasire de, ku ewana jî ji nijadên Ereb û gelên herêmê ne, dipeyive, ew dibêje ku Filleh çendîn paqijin, tew li ba  mêş, kêç û sipî nînin, ne jî ewana wekî Ereban li ser pişta suwar dibin, tew hêştirên qerêj, ên dikine pirepir, li ba wan nînin. Li ser va reşkirina nijadî ya neteweyekê, ku tenha ji ber ola wê çêbûye, pirtûka  rojnamevan û nivîskar Robert Dreyfuss, di sala 2005ê de, bi sernavê „Lîska Şeytên“  belav kiriye, xweşik radiweste

Li Firensa, Belçîka jî, pir ji mêj ve, hinek kesên ku puf agirê nijadperestiya neteweyî kirîne, berî derketina Adolf  Hitler bi nêrînên xwe yên Nazî, ji zû ve hebûn, da agir gurrtir û hêgîntir bibe, wekî Mirquet û Pergameni, ku herdu zanayin mezin bûn, gelên Firensî û Ewrûpî, li dij Almanan dihurhitandin, û wilo didan xuyakirin, ku Alman gelek şeryar in, talankar in, koledar in, dizkar in, ji nijadekî nerûmetdar û mirovnehez in

Li ba Ingilîzan, ku gelek ji wan bi serketina nijada „Ingilo-Saksonî“ bawer dikin, kîn û neyartî û nevîneke bê wekanî, di dev û sîngên wan de, li hember gelên Irlendî-Kiltî hebûn. Hîn di sala 1913ê de, şêwirmendê „kanzlerê“ almanî Theobald von Bethmann Hollweg li ser pêdabûna pevçûneke xûnî ya fireh û mezin, di nêvbera nijada „Arî“ ya gelê Alman û nijadên dî yên ku ne Arî ne, li ber serdar û serleşkerên xwe bi aşkereyî peyivî bû, û ji ber wê yekê li gor dîtina wî, pêwîst bû ku Alman bêtir çek ê debanan bo leşkerê xwe amade bikin û leşkerê xwe hîn bêtir mestir û hêzdartir bikin

Li Amerîka gelek zanayên xudan nêrînên olî û ramiyarî hebûn, ewên ku piştvaniya kolekirina mirovên rengsiyah dikirin, û digotin ku reşikiya koleyan hîn ji dema Habîl û Qabîl de heye. Habîl û qabîl herdu kurên hezretî Adem bûn. Wan nijadperestên amerîkî digotin, ku dema Qabîl birayê xwe Habîl kuşt, xwedayê dadmend  rû û çermê wî reş kir. Bi wê yekê kolekirina nijadeke mirovî ya sipî ji nijadeke mirovî ya reş re, wekî „Qeder“a mirovî didan nasdan. Eve jî tersî zagona Xwedayê dadmend e, ku dibêje mirov hemî ji Adem in û Adem ji axê ye, di nêvbera wan de, ne reng û ne ziman û ne jî nijad ciyê bilindiyê û serweriyê ne, nêzîktirê wan ji Xwedê ve, bêtirê wan e di tirsîn û baweriyê de. Di sala 1926ê de, li Bermingham, li Alabama, di rojên berî hilbijartinê de, belavokek hatibû belavkirin, têde ji aliyên hinek „Sipî“ yên amerîkî ve hatibû xwestin, ku mirovên ji nijadên „Sûrî“ û „Girîkî an Yûnanî“ wekî mirovên „Reşik“  bên jimartin, divê mafê wan jî di hilbijartinê de tune be, û giha bû wê pileyê, ku kesekî navê xwe bo hilbijartinê dabû belavkirin, xwe wekî „Xwepêşkiriyê mirovê sipî“ dabû nasîn û gotibû, ku eger serketina wî di hilbijartinê de bi dengên van hindikiyên ne „Sipî“ ve girêdayî ye, ew serketina xwe tew naxwaze. Hema gelê Alabama baş dizanî, ku ew direwan dike

Ereban serweriya neteweya Islamê ji xwe re „maf“ dîtin, û piraniya wan li welat û navçeyên dagîrkirî, xwe wekî „Seyyid“ û „Serwer“ dane nasîn, û di nêv Musilmanan de terzekî wilo çewt ji ola Islamê belav kirin, û eve jî bû egera gelek serhildanên Antî-Ereb, û bi teybet li Iranê, ku dema berî Islamê Bexdad jî di bin destê Farisan de bû, û baweriyên nijadperest ên dij-Ereb û dij-Islamê jî, di dema Xîlafeta Ebbasî de, bi firehî belav bûn. Dibe jî van bawerî hîn ji dema Umewiyan de pêda bûbûn, ji ber ku Xîlafeta Umewî serdestiya nijada Ereb di Rojhilata Navîn de, bi darê zorê bi cîh anî, û gelek xûn jî ji bo wê yekê hate rijandin, bêtir ji xûna gelên ne Ereb

Ji aliyekî dî ve, gava nijadek an neteweyek bi ser dikeve û yê derdora xwe binzor dike, eve encamin nebaş di nav wan gelên binzorkirî de pêda dike, û gelek kes ji wan bindestan nasnameya xwe, çanda xwe ya neteweyî, zimanê dayîk û bavên xwe, wekî cilin genî bûne, ji xwe davêje, û xwe mîna kes in ji neteweya serdest didin nasîn, û ji ber wê yekê, em dibînin çewa neteweya Ereb evqas mezin bûye, û peyva „Elmusteerîbon –ên Erebkirî“ bi kar tê bo rewştkirina wa piraniya, ku di koka xwe de “Ne-Ereb“ in. Niha li Amerîka jî rewşeke wilo heye, ku gelek mirovên ji nijad û neteweyên dî bi asanî têne pişaftin, û mixabin Kurd jî, ku gelek ji wan paş şikestina serhildana Xweybûn koç kirin Amerîka, di serî de ji xwe re hinek komele ava kirin, dawî tev di civaka amerîkî de winda bûn. Gelek Kurd êdî şerm û fedî dikin, ku xwe wekî „Kurd“ bidin nasîn. Ne tenê li Amerîka û ewrûpa, belku li piraniya welatên serdest, ku Kurd xwe tê de wekî „Hindikiyeke neteweyî“ dijmêrin, û di nav Kurdan de, wekî di nav gelek gelên Musilman de, peyva „Seyda“  belav e, ew jî bi wateya ku ev mele an ev şêx ji malbateke erebî ye, wilo ew serwer û pêşeng û bêtir xudan maf e di deselatdariya civakî û ramiyarî û olî de. Di rastiyê de, ewana malbatin ne Ereb in, xwe bi xwe pişaftine û xwe kirîne Ereb. Niha li Türkiye jî, bi hezaran malbatên Kurd xwe wek Tirk didin nasîn û gelek mirovên me, ji ber tirsa dûrokî ya temendirêj, tew bi Kurdî napeyivin û di malên xwe de jî bi Tirkî dipeyivin, û mixabin ji wan jî obeke mezin ji roşenbîran, hunermendan û polîtîkvanan heye. Wekî ez dizanim partiyekî kurdî jî zimanê fermî saziya wê „Tirkî“ bû

Bermayê gotarê heye

Civaka mirovî ya nizim

  Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  6  – Avakirina neteweyekê

  21. 03. 2013

Civakiya nizim, a li paş mayî û civakiya bala û pêşketî, taybetiyên zincîrkên destpêkî ya mirovatiyê ne, yên gelên ku di nerdewana şaristanî re hilkişîne, û şêweyn avakirina zincîrkên nijadî ne, yên ku şaristanî û bajarvanî pêda kirîne

Li ser vê yekê, em dikanin bibêjin, ku du babetên mirovatiyê û du terzên civaka mirovî hene, ya hovane an koçerî, ku li şûn maye, û ya avedanî, pêşketî û bi bilindiyê de hilkişiye

Di civaka koçerî de, gava rewştên cîh û war harîkar bûn, mirovatî di avakirin û geşkirina jiyanê de pêşve çûbû, û gava rewşta derdora wê wêrantir bû, wan avakirin û pêşketin ji dest çû bûn, wekî em niha li bajêrê Tedmurê (Palmêra), li Rojhilatê Sûriyê dibînin. Berê, di dema Imperatoriya Roma de, ev bajarekî gelek hêja, bi pir bîstan û keskî bû, bi bazarganiyeke fireh bû, lê ji ber ku av li wir gav bi gav kêmtir bû, ew bajar jî hêdî-hêdî têkçû û dem bi dem Tedmur bû cîh û warekî kavil bûyî, daniştvanên wê kêmtir bûn, û ji wir bar kirin, û bajarê niha li ser axa Tedmur pêda bûye, tew ne girêdayê wê şaristaniya berê ye. Bê guman hêrişên Romanan jî li ser xelkê Tedmur egereke mezin bû ji egerên berbadkirina wê şaristaniyê. Niha bêşe “Sehra” bêtirê herifteyên wî bajêrî di bin qûmê de vedişêre, tew co û cobarkên wê avê jî nemane, ku bajar li ser dijiya. Tedmur ji ber wê yekê di nerdewana şaristaniyê re bi xarê ve daket

Ji ber ku tevgera aborî ji civaka mirovî re pir giring e û ew dibe motora livîn û pêşketina civakê, kar û acetan ji mirov re pêda dike, lew re pevgirêdana pêşketina mirovî bi bilindkirina asta aboriya civakê ve, ji serî de û ta niha, dimîne bingeha serekîn. Em dibînin, ku li herêmên bêtir çandinî heye, li wir bêtir civaka mirovî cîhê xwe girtibû, di nêv daristanên Birazîl de an jî li bêşeyên Erebistan û Afrîkayê, yên rût û kêm av, civakên ku hebûn jî, an şaristaniyên avakirî jî, di nerdewana pêşketinê de hatîne xarê û têkçûne                                                     

Ibin Xeldon, ku yek ji mestirîn zanayên civakê bû, di “Elmuqeddîme” de, egerên jiyana mirovî bi sê astan parve dike: Asta giringiyê, asta pêdiviyê û asta nepêwîstiyê

Ji mirov re di civaka koçerî de, berî her tiştekî, av û xwarin û cil giringtirîn tişt bûn, lew re bo koçerên bêşeyê ceng di nêv êlan de ne li ser tixûb û sînoran çêdibûn, cengên wan li ser jêderên avê û li ser çêrgehan çêdibûn, ji ber ku bo pezê wan geya û av giring bûn, ji pez hem jîr û hem jî goşt û hirî an pirç ji wan re dihatin, û jiyana wan li ser jiyana  pêz bû. Ji bo paristina pêz û jêderên avê, pêdiviya wan bi xortkirina “Hevgirêdana xûnî” di nêv êlê de hebû, pêdiviya wan bi standina rum û şûr û mertalan hebû, ku bi wan xwe û pezê xwe, war û jêderên av û geyayê biparizin û cengê bikin. Aboriya civaka koçerî wekî jiyana wê ya çandeyî – civakî pêşneketî dimîne, hinek acet û pêkarên ku endamên civakê bi xwe çêdikirin, di nêv wan de hebûn, bazarvanî jî di şêweyê guhartina tiştekî bi tiştekî de mabû, bi destxistina hesp û hêştiran jî ji bo cengê û ji barkirina kon û zar û zêçên wan re pêwîst bûn. Carina jî hêştir wekî qelengê bûka xwe didan an jî di ber xûna ku ji êleke dî hatiye rijandin de didan wê êlê. Di va sîstema koçerî de, cudahiyên mezin di nêvbera endamên êlê de tune ne. Bo her êlekê serekek heye, lê hemî endamên êlê kar û şivantiyê ji malên xwe re dikin, li nêv daristanên Berazîl hemî endamên obeke mirovî bi hev re diçine nêçîrê û gava ajalekî dikujin an digirin, ew yê gişan e, û goştê wî ajalî li ber agirî bi hev re dixun an jî li hev parve dikin, zarok û jinên wan bi wan re ji goşt dixun û ji xûnê vedixun. Tew cilên wan nînin, û gava yek ji xwe re holikekê an zincekê ava dike, giş bi wî re dibine harîkar. Karê jinan pir e, hema yê mêran buve ye “xeter e”, hem di nêçîrê de û hem jî gava ewana hildikişine ser pîkinên darên bilind, da berên wan daran jêbikin an hingivê di nêv wan de ji xwe re derxînin. Dibe ku hinek obên van mirovan an jî van êlan niha piçekî pêşdatir bin, lê ewana berê wilo di şêweyekî nizim de dijiyan. Di van civakan de mafên kesanî ji yekî re di pileyeke jêrîn de bûn, bêtir mafên obê an êlê dihatin paristin. Li nêv hinek komikên mirovî yên di pileyên nizim ên şaristaniyê de mafên serekê obê, komikê an jî êlê diyar bûn: Gotina wî naye şikandin, ew karan nake  û gelek jinan ji xwe re destine, û gava pevçûnek çêdibe, ew dibe navber û li hev hatinê pêda dike. Carina ew ji malê xwe tiştekî dide, da aştiyê bo gelê xwe bîne, hema ji her aliyekî ve ji wî re diyarî tên û ji dayîna xwe bêtir tiştan destîne. Di cengê de, ew serhêzê êlê ye, û birayra barkirinê ji erdekî bo cîhekî an bo orteke dî ji wî de tê, lê carina şêwirmend û rîhsipiyên êlê, wî ji biryara wî dadixînin, hema bi piranî biryara dawî yaw î ye

 Taybetiyên van civakan gelek in, ji wan jî hevkarî di her warekî aborî û civakî de, camêrî ji mêvanan re, fedekariya endaman di ber obê an êlê de, tunebûna nexweşiyên ku ji ezeziyê pêda dibin, cîhbilindiya jinan û mezinbûna sira wan di komika civakê de…û asaniya jiyana mirovî wan taybetiyan bêtir didin xuyanîkirin

Li ba êlên Irokêsan, ku li bakurê rojhilatê Amerîka dijiyan, ji zû ve, şêweyekî jiyana hevreyî ya pêşkeftî hebû, û li ba wan hoşmendiya paristina wargehê bi pêş ve çû bû. Li nêv êlên Zerdeştî jî agir, ax, av û ba pîroz “Muqeddes” bûn, lew re li ba wan hinek serohatin taybet bo miriyên xwe pêda kiribûn

Bermayê gotarê heye

Em ê di gotara 7ê de li ser civaka mirovî ya pêşketî “civakên şaristanî” bipeyivin

Civaka mirovî

  Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  Avakirina neteweyekê – 

 04. 03. 2013

 Di 4 gotarên xwe yên berê de, em li ser pêdabûna nijada mirovî, zincîrkên nijadî, Zevîn û war û cîgahê wê (geografiya wê) peyivîn, û niha jî em ê li ser civaka mirovî û pişt re di gotareke din de, em ê li ser pêşketina wê bipeyivin

Mirovatî ji rewşa yekaniya mirov pêş ve hatiye, û mirov ji aliyê cobarkirina “cedwelekirina” civakan ve, wekî Moriyan “Gêreyan”, Mêşên Hingiv, Kevokan, Guran û wan ajalên bi keriyan û colan dijîn û di çêrgehan de digerine. Civak rewşeke ji rewşên nijadên mirovatiyê ye. Hîn di pêşedemên gelek kevnare de, mirov ji ber gelek egeran bi hev re, komik-komik, di nêv hev de, û bi hev re dijîn. Da hevdu ji hêrişên biyaniyan û ajalan biparizin, da bi hev re biçine nêçîrê, an jî ji ber kar û barên, ku jê re bêtir ji mirovekî pêwîst in. Civakî û civakpêdakirin ji giringiyên jiyana mirovî ne. Zanyar û civaknas va taybetiya ber bi çav, li ba Şambanzî (Gorîlla) jî dibînin, û li ser vê taybetiyê hevmaliyeke hevpar di navbera mirov û Şambanzî de avadikin, hinek bawer dikin, ku mirov û Gorîlla an Şambanzî ji yek jêderekê ne, hema ewên ku bi pêdabûna mirov li gor hewaldana olên asîmanî bawer dikin, çi caran va yekê napejirînin. Di navbera mirov û gêre û mêşên hingiv û ajalên dî yên bi komikî dijîn de çi hevmaliyê nabînin an avanakin

Cemawerî ji mirov re hem mifayê û hem ziyanê jî tînin, û di civakê de nexweşî jî bi zûkî belav dibin, bi egera pevçûnên li ser dêrîn û jinstandin û deselatdariyê xûna mirovan jî têye rêtin. Da civak xwe biparize, ji endamên xwe re zagonan pêda dike, sînor û serhed çêdibin, û hinek dibêjin ku ol jî ji ber paristina civakê hatîne pêdakirin, lê di binyada xwe de pêdakirinin mirovî ne, dibêjin ku çi xwedayan an dêwan wan ol nedane mirov

Ji aliyê biologî ve, em dibînin, ku hinek buhçik û ajal hene, tew hêgên xwe naparêzin, li şûna xwe dihêln, lê pir hêgan dikin, da hinek bijîn eger hinek hatin talankirin. Sira yê nêr jî bi derbaskirina rewşa lêketinê bi ya mê re namîne. Li ba mêşên hingiv tenha histobariya nijadê nêr lêketina bi şahbanoya wa qendîlê re ye, ku tê de ewên nêr dijîn. Pişt re mêşên mê an yên “karkir” li wan mêşên nêr tên hev û wan qirdikin, û termên wan ji qendîlê davêjin derve. Lew re em dikanin bibêjin, ku li ba wan mêşan sira nijadê nêr di mayîna nijadê wan de pir nizim û piçûk e, lê ya nijadê mê gelek mezine. Li nêv gêre û mêşên hingiv axazên li gan ketinê “Sex” nînin, hema ewana li dora şahbanoya xwe dicivin û wê diparizin, da tenha ew bi yên nêr re bikeve rewşa lêketinê û hêgan dayîne. Hema mirov ne wilo ne, sira yê nêr di nêv wan de sireke giring e û kesek ji ber kesekî ve nabe egera paristina nijadê mirovî, hemî di civakê de xudan histobarî ne, û histobariya wan a mezin paristina gudandina “dewamkirina” û mayîna nijada mirovî ye. Ev histobarî jî di civakê de bi cîh tê. Di dema niha de, ji ber ku hinek jin, ji ber egera nexweşiyê, nikanin zarokan di zikê xwe de hilgirin û wan sax bînin jiyanê, hekîm tova ku ji lêketina mêrê wê bi wê re pêda dibe, di zikê jineke dî ya nenexweş de mezin dikin, an jî di hinek xanîk û acetên teybet de, lê belê ev şêweyê nijadparistinê hîn di çembereke pir teng de ye. Ta niha mirovatî bi rêya guhastina di nêvbera nêr û mê de, bi şêweyeke sirûştî, hatiye paristin. Li ba xatûna bilind, a ku di memleketa mêşên hingiv de, hêgan tîne û ên nêr tenha bi wê re li gan dikevin, mejî piçûktir e ji mêşên karkir, ku histobariyên wan mezin in, ji wan jî karê paqijkirina qendîlê, baweşandin, civandina xwarinê û berdestiya xatûna bilind, a ku ji wan re gudandina nijadê wan diparize

 Di civaka Gorîlla de, ku nêzîk e ji civaka mirovî, jîndarî û nêrşengiya nijadî “Cinsî” li ba nijadê nêr, li gel mêşengiya nijadê mê, dibe hêza paristinê ya serekîn ji paristina nijadî ya wan ajalan, ku di daristanê de dijîn. Bi hev re jiyana Gorîllan dihêle, ku hinek taybetiyên wan ên komikî pêda bibin, û dengên bilind û qîreqîran, bi hinek livîn û tevgerên tirsandina nijadên biyanî, dikanin wan biyaniyan ji xwe qorî bikin, zarokên xwe ji revandin û nêçîrê biparêzin, civaka xwe ji rewşên buve “xeter” derxînin, lê ne ji her rewşekê, û bi taybet li ber çek û dav û debanan ewana bêçare dibin

Di civaka mirovî de, her kesek ji endaman bizava xwe dike bo bilindkirina cîyê xwe û navê xwe di nêv endamên civakê de, bi standina bêtir hêza govdeyî, malbatî û aborî, bi rêya pêdakirina çek û debanan, an standina cîyên bilind di deselatiya civakî de, bi zanîn û kanîn, mirov di ser hev re, têne xuyakirin û hejmartin. Lê belê, civak jî kesaniya xwe ya giştî di mejî û nefsa her endamekî xwe de diçîne, û gava em li êlên çolistanan binêrin, em ê bibînin, ku endamên her êlekê xudan taybetiyin cuda ne ji endamên êlên dî. Hinek serohatên comerdiyê, wêrekiyê, hevparistinê li nêv êlan pir xorttirin ji wan serohatan li nêv rûniştvanên bajêran, bi ser ve jî, têkiliyên wan bi sirûştê û bi ajal û sewalan re, naskirina rewşên bad û baran û bahozan, serma û germa, kanîna demeke dirêj bê av û bê xwarin di çolistanê de, kanîna berhevkirina berên daran û civandina hêzingiyê ji malan re, xwedîkirina pez û suwarî, li ba gundiyan pêşdatir in ji nasîn û zanîna yên bajarvaniyan, û tenha zana û şaxnas ji gundiyan baştir dizanin

 Rewşa êlên li bêşeyê “Sehrayê” jî ne wekî ya êlên li çiyan e. Koçerên Obarîcînîz li Australiya dijîn, ne wekî yên Askîmo ne, û koçerên li derdora Agirî li Kurdistanê dijîn ne wekî ya Erebên li Hîcazê, an koçerên li Afrîka ne

 Di vir de, geografiya nijadî „Ethnografiya“ bi firehî û kûranî li ser van cudahiyan di nêvbera pêşkeftina nijadên mirovî û ciyawaziya wan ji hevdu radiweste. Belavbûna mirovatiyê li ser rûyê zevînê, ku geografiya wê û mercên jiyanê tê de cihê-cihê ne, hêşt ku mirovatî ne li her derekê wekî hev di nerdewana pêşkeftina zincîrkên nijadî re hilkişe. Raste ku mirov ji jêderekê hatîne, û berê ewana yek netewe bûn, lê niha li ber me cudahiyên gelek ber bi çav di nêvbera gel û neteweyan de hene. Me xwestiye an me nexwestiye, xelkê Yemenê û civaka Yemenê, ji xelk û civaka Swêdî an ji ya Sîpîrî cihê ne, heta rengên çermên wan jî ne wekî hev in

Mirov, ê ku li ser du pêyan, an li ser du lingan digere, pileyekê ji ajalên li ser çar pêyan digerin bilindtir e, ew dikane xwe bêtir ji ajalan di rewşên taze de bi cîh bike, û civaka mirovî, ku ji hebûn û paristina mirov re dibe alîkar, bergeheke fireh ji endamên xwe re amade dike, û wilo mirovatî bi gavin mezin di nerdewana şaristaniyê re hilkişiya, hema ne li her derekê ji zevînê ev pêşkeftin pêda bû. Li hinek cîh û waran de, bi taybet li Afrîka, şaristanî ji ber gelek egeran pêş ve neçû, hema dîsa jî em hinde waran dibînin, ku mirovatiyê tê de gavin pir bilind avêtine, wekî li Misirê, di dema Fîrewniyan de, û Misir li bakurê Afrîka ye

 Li ba ajalan, hinek rewştên zorbaziyê, hevkariyê, lîsk û hevnasînê hene, li ba mirovan jî van rewş hene. Mirov ji ajalan fêr bû gelek livîn û şêweyên lîsk û nêçîrvaniyê, hema ajal ji mirov fêr nebûn. Li ba mirov mejî mestir e ji yê ajalan, û li ba mirov ramankirin, pêdakirina tiştan, peyivîn, û jiyaneke hindir xwe heye, ku em li ba ajalan di pileyin pir nizim de dibînin. Lew re civaka mirovî, ku van diyardeyên mirovî xorttir kirîne, ne wekî civaka ajalî ye, ku bêtir li ser bingeha nêçîrê, li gan ketinê, û xwe paristina ji ajalên dî hatiye avakirin

Mirov li ser rûyê zevînê belav bûn, jiyan û kefteleftên wan ji hev verê bûn, ji ber ceng û bobelatên sirûştê, û ji ber pêdiviyên xwarin û vexwarinê, mirov ji hev bi dûr ketin, taybetiyên wan bi gelek şêweyan pêda bûn, zimanên wan ji hev bi dûr ketin, û heta giha wê qonaxê, ku rengên wan jî nema wek hev in, lê bi gelemperî, van hemî şêweyên cihê-cihê di nêv civakên mirovî de pêda bûn

Paş ku dewletên mezin, wekî Çînê, li ser rûyê zevînê hatin avakirin û gelek bajarên mezin wekî Pêkîng çêbûn, wekî ewên ku li Ewrûpa, amerîka û li Rûsiya, civakên mirovî jî ber bi hev hatin, jin ji hev birin û gelek jin di cengan de bi darê zorê hatin revandin, ku xûna wan nijadên ku di destpêka dûroka xwe de yek malbat bûn, û pişt re li ser rûyê zevînê ji hev belav bûn, ser ji nû ve tev li hev bû. Di vir de olên mezin jî sira xwe lîstin, û niha em dibînin, ku hem Ewrûpa ji aliyê nijadî ve tev li hev bû ye û hem jî welatên Musilman. Li Kanada civaka mirovî nema wekî civaka nijadê sipî têye jimartin, û bi taybet li bajarên mezin, wekî Montryal, Toronto û Vankover. Li Parîs, Roma, Berlîn, Hong Kong, Moskow û London jî ev tevlihevbûna nijadî baştir dixuye

Berê hevgirêdana xûnî bingeha civakên mirovî datîna, niha hevgirêdana aborî-çandeyî bêtirê bingehê amade dike, û hebûna civaka mirovî bi pêşketina wê ya aborî-çandeyî ve girêdayî ye

 Bermayê gotarê heye…

Em ê di gotara 6ê de li ser pêşkeftina civaka mirovî bipeyivin