Lehengên welatê me

Cankurd

Li welatê me hene çend leheng

Gelek naskirîne, bi nav û deng

Hemî tiştên dinê dizanin ew

Dixwînin bi ser me de wekî kew

Partîzanin tev li serê çiyan

Bi kulehên xweşik wek Mîdiyan

Xwe didin nasîn, ku aştîxwaz in

Tew dewleteke kurdî naxwazin

Ji ber ku „Serok“ hatiye girtin

Peyva „Kurdistan“ hatiye kuştin

Li Kobanî, lehengên li pêşin

Xûna xwe bo „Kurdistan“ dirrêjin

Gelo, qey li Amed naye şerkirin

„Serxwebûn“ li wir hat ji bîrkirin?

Demirtaş lehengê salonan e

Gotina wî wek ya dijminan e

Dibêje: “Şengal ne Kurdistan e“

Wekî şivanê pez da guran e

Ji ber ku lehengên wek wî hene

Lew re pêdivî bi dijmin tune

Eve Şengaliyan dixapîne

Peyva Demirtaşî derewîn e

Sibê lîsk li serê Mehabad e

Lew re dilê min î bi firyad e

Ji ber vê bang dikim li Barzanî

Li Pêşmerge, li her Kurdistanî

Kesên wekî Selahdîn Demirtaş

Ji nav rêzên xwe bavêjine paş

Bibêjin: „Şengal, Kerkûk yên me ne

Kuro, cîhê te li nêv me tune“

Ji çiyayê Lêlûn ta Hemedan

Kurd dibêjin: „Kurdistan yan neman“

__________________________________________________

https://cankurd.wordpress.com    kurdaxi@live.com

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s