Ji bîr neke

جان كورد – Cankurd

(Vehûnandineke dilê pîremêrekî)

Ji bîr neke,

Kurdê hejar…

Dayîk û xuhên te dîsa,

Di nêv têlên sînor û serhedan re,

Direvin ji ber neyar…

Li Til Hasil û li Til Eren,

Li Girê Sipî,

Li Serê Kaniyê,

Li Şengal û li Zimmar…

Ser ji nû ve,

Lava dikin,

Da neyên kuştin,

Da neyên revandin,

Da neyên girtin…

Bi ser termên zarowan de dilorînin

Gazî dikin mirovatiyê,

… û seriyên xwe diçemînin

li ber neyarekî din…

Neyarekî bê wijdan…

û gurekî çilek, zikbirçî, dev bi xwîn,

û gelek har…

Ji bîr neke, Kurdê bêzar

Teviya gundên te… û bajar,

Ji ber zora hovane,

Ji ber hêrişên talane,

Dîsa dikine hawar… hawar.

Ji bîr neke,

ku piştvanê te,

berî her kesekî, birayê te ye,

Ew jî Kurd e, wekî te ye,

Ew rahişte tivinga xwe,

Kete rêya bav û bavpîrên xwe,

û hate hawara te…

Ji bîr neke,

Ku neyar we ji hev cihê nake,

Mafê we yê mirovî tew nas nake,

Neyar hatiye talana we,

Direvîne pez û her tiştê we,

Disotîne dar û mala we,

lawên we ji xwe re dike xwekuj û şervan,

û dotên we difiroşe li bazaran,

Li xwe jî va hovîtiyê “H’elal” dike,

Bi navê olê li kesên xwe parve dike…

Ji bîr neke,

Paş ku evana ji Kurdistanê bên derxistin,

Çi bi lêdan û kotekî, çi bi kuştin,

Neyar her dimîne neyarê te,

Tew nabe hevrêyê te,

Ji ber ku rih dibe bost

Lê neyar nabe dost,

Ji bîr neke,

Bira jî her dimîne birayê te,

Bira tew nabe neyarê te…

 kurdaxi@live.com     https://cankurd.wordpress.com     www.facebook.com/Cankurd1cropped-cropped-cropped-cropped-meydanke-av-000111.jpg

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s