Delalê

2002

 

Delalê, hiye hiye

Va demeke ji mêje,

Bapeşk bi ser warê min de hatiye

Konê min î reşmal bi ser serê min de dagerandiye

û surha baxê min î bi evînê xemilandî herifandiye..

Va demeke dirêje

Ewirê kîna neyaran bi ser bihara min de hilweşiye

Hemî gul û nesrînên min hilçiniye…                                                  

Lêmişta xeyda xêrnexazan,

                       û bi ser de jî vê dûriyê

                                               Dilê min î piçûk daye ber xwe,

                                                  bi xwe re biriye…

Belê, dayika zarokên min

Rohniya herdu çavên min

Li hember van hêrişan

Palpişt û hevala min

Ji te pê ve kîye…?

 

Delalê, hiye hiye

Ber destê vê sibê,

Dergahê ezmanê Xwedê

Bo hemî mirovan vekiriye

Lê rêya welatê min ji ber min reviye

û dêwekî ejderha li ber dergahê rawestiye…                             

Bahozeke wêrankar bi ser baxê Irem de hatiye

                                                      …û dîwarê keleha evînê…

Bi ser hozanvanê me de ketiye

Ne saz û awaz e, ne serfiraz e…                        

Di navbera du cîhanan de winda bûye,

Gava ew ristekê dixwîne

                               Ma ji min û te pê ve guhdarê wî kî ye

Li dûrî niştê me yê, ku roj bi roj tê dizîn

Di dilê min û te de,

                   Her nûçeyeke nebaş ji welêt dibe birîn

Ji zû ve hemî xweşiyên jînê bi me tehl bûne

…û van welatên fireh li me wek zindanê teng bûne

Lê gava ez û te bi hev re straneke kurmanciya kevin dibihîsin

…û di nav re dêmê te yê xemgîn    

Wekî guleke Corî sor dibe 

Hîngê dilê min li xwe hişyar dibe…                    

                                                          û di tariya vê dûriyê de

bihnekê bi te re şa dibe…                                                                         

Delalê hiye hiye

Hevala rêya dirêj

Pir ji zû ve, pir ji mêj

Dixwazim bo te bibêjim

Veşartoka hindir dilê xwe bo te birêjim

Kesê ciyê baweriyê

Kesê ji min re her bûye egera hîviyê

Dil û mejiyê dagirtî bi Kurdîniyê

                                                               û mirovatiyê…                                                   

Ma ji te pirtir li vê dinê kî ye?

                                             Li vê dinê kî ye?

 

 

 

 

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s