Civaka mirovî ya nizim

   Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  Avakirina neteweyekê

 ((6))

  21. 03. 2013

Civakiya nizim, a li paş mayî û civakiya bala û pêşketî, taybetiyên zincîrkên destpêkî ya mirovatiyê ne, yên gelên ku di nerdewana şaristanî re hilkişîne, û şêweyn avakirina zincîrkên nijadî ne, yên ku şaristanî û bajarvanî pêda kirîne

Li ser vê yekê, em dikanin bibêjin, ku du babetên mirovatiyê û du terzên civaka mirovî hene, ya hovane an koçerî, ku li şûn maye, û ya avedanî, pêşketî û bi bilindiyê de hilkişiye

Di civaka koçerî de, gava rewştên cîh û war harîkar bûn, mirovatî di avakirin û geşkirina jiyanê de pêşve çûbû, û gava rewşta derdora wê wêrantir bû, wan avakirin û pêşketin ji dest çû bûn, wekî em niha li bajêrê Tedmurê (Palmêra), li Rojhilatê Sûriyê dibînin. Berê, di dema Imperatoriya Roma de, ev bajarekî gelek hêja, bi pir bîstan û keskî bû, bi bazarganiyeke fireh bû, lê ji ber ku av li wir gav bi gav kêmtir bû, ew bajar jî hêdî-hêdî têkçû û dem bi dem Tedmur bû cîh û warekî kavil bûyî, daniştvanên wê kêmtir bûn, û ji wir bar kirin, û bajarê niha li ser axa Tedmur pêda bûye, tew ne girêdayê wê şaristaniya berê ye. Bê guman hêrişên Romanan jî li ser xelkê Tedmur egereke mezin bû ji egerên berbadkirina wê şaristaniyê. Niha bêşe “Sehra” bêtirê herifteyên wî bajêrî di bin qûmê de vedişêre, tew co û cobarkên wê avê jî nemane, ku bajar li ser dijiya. Tedmur ji ber wê yekê di nerdewana şaristaniyê re bi xarê ve daket

Ji ber ku tevgera aborî ji civaka mirovî re pir giring e û ew dibe motora livîn û pêşketina civakê, kar û acetan ji mirov re pêda dike, lew re pevgirêdana pêşketina mirovî bi bilindkirina asta aboriya civakê ve, ji serî de û ta niha, dimîne bingeha serekîn. Em dibînin, ku li herêmên bêtir çandinî heye, li wir bêtir civaka mirovî cîhê xwe girtibû, di nêv daristanên Birazîl de an jî li bêşeyên Erebistan û Afrîkayê, yên rût û kêm av, civakên ku hebûn jî, an şaristaniyên avakirî jî, di nerdewana pêşketinê de hatîne xarê û têkçûne                                                                                                                                                     

Ibin Xeldon, ku yek ji mestirîn zanayên civakê bû, di “Elmuqeddîme” de, egerên jiyana mirovî bi sê astan parve dike: Asta giringiyê, asta pêdiviyê û asta nepêwîstiyê.

Ji mirov re di civaka koçerî de, berî her tiştekî, av û xwarin û cil giringtirîn tişt bûn, lew re bo koçerên bêşeyê ceng di nêv êlan de ne li ser tixûb û sînoran çêdibûn, cengên wan li ser jêderên avê û li ser çêrgehan çêdibûn, ji ber ku bo pezê wan geya û av giring bûn, ji pez hem jîr û hem jî goşt û hirî an pirç ji wan re dihatin, û jiyana wan li ser jiyana  pêz bû. Ji bo paristina pêz û jêderên avê, pêdiviya wan bi xortkirina “Hevgirêdana xûnî” di nêv êlê de hebû, pêdiviya wan bi standina rum û şûr û mertalan hebû, ku bi wan xwe û pezê xwe, war û jêderên av û geyayê biparizin û cengê bikin. Aboriya civaka koçerî wekî jiyana wê ya çandeyî – civakî pêşneketî dimîne, hinek acet û pêkarên ku endamên civakê bi xwe çêdikirin, di nêv wan de hebûn, bazarvanî jî di şêweyê guhartina tiştekî bi tiştekî de mabû, bi destxistina hesp û hêştiran jî ji bo cengê û ji barkirina kon û zar û zêçên wan re pêwîst bûn. Carina jî hêştir wekî qelengê bûka xwe didan an jî di ber xûna ku ji êleke dî hatiye rijandin de didan wê êlê. Di va sîstema koçerî de, cudahiyên mezin di nêvbera endamên êlê de tune ne. Bo her êlekê serekek heye, lê hemî endamên êlê kar û şivantiyê ji malên xwe re dikin, li nêv daristanên Berazîl hemî endamên obeke mirovî bi hev re diçine nêçîrê û gava ajalekî dikujin an digirin, ew yê gişan e, û goştê wî ajalî li ber agirî bi hev re dixun an jî li hev parve dikin, zarok û jinên wan bi wan re ji goşt dixun û ji xûnê vedixun. Tew cilên wan nînin, û gava yek ji xwe re holikekê an zincekê ava dike, giş bi wî re dibine harîkar. Karê jinan pir e, hema yê mêran buve ye “xeter e”, hem di nêçîrê de û hem jî gava ewana hildikişine ser pîkinên darên bilind, da berên wan daran jêbikin an hingivê di nêv wan de ji xwe re derxînin. Dibe ku hinek obên van mirovan an jî van êlan niha piçekî pêşdatir bin, lê ewana berê wilo di şêweyekî nizim de dijiyan. Di van civakan de mafên kesanî ji yekî re di pileyeke jêrîn de bûn, bêtir mafên obê an êlê dihatin paristin. Li nêv hinek komikên mirovî yên di pileyên nizim ên şaristaniyê de mafên serekê obê, komikê an jî êlê diyar bûn: Gotina wî naye şikandin, ew karan nake  û gelek jinan ji xwe re destine, û gava pevçûnek çêdibe, ew dibe navber û li hev hatinê pêda dike. Carina ew ji malê xwe tiştekî dide, da aştiyê bo gelê xwe bîne, hema ji her aliyekî ve ji wî re diyarî tên û ji dayîna xwe bêtir tiştan destîne. Di cengê de, ew serhêzê êlê ye, û birayra barkirinê ji erdekî bo cîhekî an bo orteke dî ji wî de tê, lê carina şêwirmend û rîhsipiyên êlê, wî ji biryara wî dadixînin, hema bi piranî biryara dawî ya wî ye

Taybetiyên van civakan gelek in, ji wan jî hevkarî di her warekî aborî û civakî de, camêrî ji mêvanan re, fedekariya endaman di ber obê an êlê de, tunebûna nexweşiyên ku ji ezeziyê pêda dibin, cîhbilindiya jinan û mezinbûna sira wan di komika civakê de…û asaniya jiyana mirovî wan taybetiyan bêtir didin xuyanîkirin

Li ba êlên Irokêsan, ku li bakurê rojhilatê Amerîka dijiyan, ji zû ve, şêweyekî jiyana hevreyî ya pêşkeftî hebû, û li ba wan hoşmendiya paristina wargehê bi pêş ve çû bû. Li nêv êlên Zerdeştî jî agir, ax, av û ba pîroz “Muqeddes” bûn, lew re li ba wan hinek serohatin taybet bo miriyên xwe pêda kiribûn

Bermayê gotarê heye

Em ê di gotara 7ê de li ser civaka mirovî ya pêşketî “civakên şaristanî” bipeyivin

                                                                                         

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s