Zevîn û cîhwar (Zemîn û Geografiya)


 Cankurd  
kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  Avakirina neteweyekê  – 4

 11. 02. 2013

 Me di gotara yekemîn de, ji van gotarên me yên li ser “Avakirina neteweyekê”, gotibû ku ji jiyana mirovî re û ji bo pêdabûna civaka mirovî, pişt re bo neteweyekê, zevîn “zemîn” pêwîst e. Ji ber wê nasyariyê jî, neyarên gelekî ji gelan, bi her şêweyekê bizavên xwe dikin, da zemîn ji destê wî gelî bistînin, an jî bidin bawerkirin, ku ew gel bê zemîn e. Eger gelê Ciho zevînek ji xwe re li Rojhilata Navîn bi dest nexista, wî nikanî bû dewleta Israîl pêda bikira. Niha jî astengiya serekîn li ber firehkirina wê dewletê, herdem mijara “zevîn” e, û dibe ku hemî cengên Israîl bi Ereban re ji ber du tiştan in, standina bêtir zevînê û destdanîn li ser jêderên avê di herêmê de

Jiyana mirovî, di gerdonê de, li ser Heyvê an li ser Stêrka Sor nebû, ji mirov re hinek regez “Unsur” û mercên bingehîn pêwîstin. Ji wan regezan (Av û ba), ji ber ku bê av û bê ba jîndarî çênabe, hemî berhemên xwarinê ji civaka mirovî re ji erdê ne, av tune be, jîn pêda nabe, û bi ser ve jî hinek pêwîstiyên dî hene, wekî hebûna pileyeke “Germbûn” û “Sarbûnê” ji mirov re, û hebûna pileyeke taybet ji Oksîcînê di bayê de. Heger van merc ne harîkar bin bo jiyana mirov, ew nikane li ser rûyê vê Erdê jî bijî 

Li ser vê zevînê ne tenê mirov dijî, bi wî re “Giyayî” û “Ajal” jî hene, di avê Masî û cuda-cuda reng û babet ji jîndarên avî, li ser axê û di bin axê de jî cihê-cihê ajal û sewal û firind hene, û jîneke mîkrobî jî heye, ku em bi çavan nabînin, lê bi rêya Mîkrodînê, ku jê re Mîkroskop dibêjin, em dikanin wan bibînin. Di nêvbera mirov, giyayî û sewalan de têkiliyin dûr û dirêj hene, her nijadek ji wan dixebite, ku jiyana xwe bigudîne, lê bê hebûna wan hersê jiyanan, wê mayîna civaka mirovî tune ba. Di vir de, li ser rûyê vê Erdê “pevçûna ji bo mayînê” heye, û di nêv komikên mirovî de jî ev pevçûn herdem hebûye, bêtirê wan paevçûnan xûnî bûne, şar û gund hatîne wêrankirin û kavilkirin, rêçeke sor ji kuştewariya mirovî di dûroka wî de li şûn maye 

Di Qurana pîroz de, li ser xûnrêtina mirov û qerêjkirina Erdê ji aliyê wî ve, di dema afirandina Adem de di nêvbera Xwedê teala û melaîketan de hatiye hewaldan. Lê belê di ciyekî de Qurana pîroz dibêje, ku eger mirovan hev û din têvenedana “dehf nekirana” wê zemîn bigemiriya. Ev hevdu kaşkirin û têvedan bûye egerek ji egerên mayîna mercên jiyanê ji nijadê mirovî re

Bê cîh û warên guncaw “munasib”, mirov nedikanî jiyana xwe bigudîne, bo nimûne kêmbûn an piçûkbûna civakên mirovî li çiyayên pir bilind ên gelek sar in, wekî Hîmalaya Li Asiya, Agirî li Kurdistanê, an jî Andîz li Amerîka û Klîmancaro li Afrîka, an jî li bêşeyên “sehrayên” bê giyanî û bê av û gelek germ in. Di nêv sînorên herêmî de, ku bo jiyana mirovî harîkar in, mirovatî pêda bûye û gav bi gav pêş ve çûye. Lew re, em dikanin bibêjin, ku “Jîngeh” parêzerê komika mirovî ye, û pêşkeftina komikê ji aliyê şaristanî ve çember dike. Ew komelê şeqle dike. Geografiya “Cîh û war”, sirûştiya wê derê, ji aliyê germbûn û sarbûnê ve, û şêweyê “teherê” wê “Çiya, Deşt, Çem…”, ku em bi Topografiya dizanin, yekbûn an yekîtiya komika mirov bi cîh tînin. Em dibînin, ku têkçûna Hanîbalê Lîbî di hêrişa ser Roma de, bi egera sarbûna çiyayê Alp bû, ku dikeve nêvbera Firensa û Italiya, wekî wî jî Napoleon Bonaparte di Rûsiya de têkçû, û di dûroka mirovî ya nêz de Adolf Hitler jî gelek parçeyên leşkerê xwe di berf û sermaya Rûsiya de winda kir 

Gava em li kevnemlên gelê Çînî binêrin, em ê bibînin, ku ewana gelek çeleng û xweşik, ji textê pir giran û hêja hatîne avakirin, lew re ewana di şaristaniya mirovî de bûne nimûneyin avahiya serkeftî, hema kevnemalên li Rojhilatê Sûriya an li başûrê Iraqê dijiyan bêtir ji heriya sorkirî “di agirê de germkirî” ne, ewana bi zûkî herifîn û ji ser hev çûn. Misriyan kevir bo avakirina perestgeh û gorên Fîronan baş bi kar anîn, wan bi rêya keştî û kelekan ji welatên dûr jî kevirên pêwîst dihanîn. Girîk û Romanan jî avahiyên gelek bi nav û deng, wekî cîgahn lîsk û şanoyê, li şûn xwe hêştin, hema gelên Hindî yên Sor bakurê Amerîka, gelên Afrîka û yên Obercînês li Australiya, tew qîma xwe bi avahiyê ne anîn û li ba wan nêçîrvanî karê bêtir hêja bû, lew re em wan wekî gelên jar û paşketî di şaristaniya avahiyê de dibînin. Rêç û şopên xuya û bel, wekî surha Çînê, Akropolîsa Girîkan, Sêkoşevanî yên Misriyan, Pêrsîpolîsa Farisan, Lîstgeh û avahiyên şahanî yên Romanan, bêtir bala mirovan bi ser xwe ve dikişînin, di hêrişên Mongolan û gelên Turk de, li ser Çînê an ber welatên Rojava ve, wekî Kiyêf, Mosko, Bexdad û Şamê, hîç nebûne nîşanên pêşkeftin û şaristaniya mirovî 

Jîngeh û sirûşta guncaw ji mirov re dibine eger û çembera pêdakirina kesayetiyeke nijadî an komelî. Lubnanî ji dema Fînîqiyan de bûn bazarganên, ku gelek baş bi kirrîn û firotinê dizanin, bi rêya zireyê “deryayê” li welatan geriyan, li her welatekî ji Afrîka, Ewrûpa û Amerîka Navîn û ya Başûr bi cîh û war bûn, li wan welatan jî bazarganiya xwe xorttir kirin, hinek ji wan jî bûn kesin navdar an maldarên gelek mezin û jêhatî. Ji dema Fînîqiyan de çandeke geryanê li ba Lubnaniyan pêda bû, wêjevanî û zimanê wan jî xiste bin hikariya  “bandore” xwe. Niha Lubnanê wekî iqlîmekî firensî dixuye, ne wekî welatekî ku endam e di “Komkara Erebî” de. Ev jîngeh û ev cîhwar bi destê wan gelan neket, ku welatên wan ji zireyê ve dûr in, wekî gelê Kurd, ku di zincîra çiyayên Zagros û derdora wê de dijiya û ta niha dijî. Ji ber vê yekê jî, dûroka civatên van gelan û neteweyan ne mina hev in, çande yên wan jî ji hev cihê ne, û di dûrokê de kesyatiyên wan ên civakî jî ne wekî hev in. Ew ê li ser pişta hespê dikeve ceng û talanê, li bêşeyên Asiya, wekî Turk û Mongolan, ne mîna wî yekî ye, ku li Vînîsiya di nêv bazarganên gelek welatan de jiya ye û mezin bûye. Dûrokên çandeyî û heta zimanên wan jî roj bi roj ji hev verê dibin û ji hev bi dûr dikevin, tevî ku  di Qurana pîroz hatiye:”Xelk (mirov) berê yek netewe bûn  

Di gotara 5ê de, em ê li ser “civaka mirovî û pêşkeftina wê” rawestin 

((Bermayê gotarê heye))

 

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s