Civaka mirovî

  Cankurd   kurdistanicom@yahoo.dehttps://cankurd.wordpress.com

  Avakirina neteweyekê – 

 04. 03. 2013

 Di 4 gotarên xwe yên berê de, em li ser pêdabûna nijada mirovî, zincîrkên nijadî, Zevîn û war û cîgahê wê (geografiya wê) peyivîn, û niha jî em ê li ser civaka mirovî û pişt re di gotareke din de, em ê li ser pêşketina wê bipeyivin

Mirovatî ji rewşa yekaniya mirov pêş ve hatiye, û mirov ji aliyê cobarkirina “cedwelekirina” civakan ve, wekî Moriyan “Gêreyan”, Mêşên Hingiv, Kevokan, Guran û wan ajalên bi keriyan û colan dijîn û di çêrgehan de digerine. Civak rewşeke ji rewşên nijadên mirovatiyê ye. Hîn di pêşedemên gelek kevnare de, mirov ji ber gelek egeran bi hev re, komik-komik, di nêv hev de, û bi hev re dijîn. Da hevdu ji hêrişên biyaniyan û ajalan biparizin, da bi hev re biçine nêçîrê, an jî ji ber kar û barên, ku jê re bêtir ji mirovekî pêwîst in. Civakî û civakpêdakirin ji giringiyên jiyana mirovî ne. Zanyar û civaknas va taybetiya ber bi çav, li ba Şambanzî (Gorîlla) jî dibînin, û li ser vê taybetiyê hevmaliyeke hevpar di navbera mirov û Şambanzî de avadikin, hinek bawer dikin, ku mirov û Gorîlla an Şambanzî ji yek jêderekê ne, hema ewên ku bi pêdabûna mirov li gor hewaldana olên asîmanî bawer dikin, çi caran va yekê napejirînin. Di navbera mirov û gêre û mêşên hingiv û ajalên dî yên bi komikî dijîn de çi hevmaliyê nabînin an avanakin

Cemawerî ji mirov re hem mifayê û hem ziyanê jî tînin, û di civakê de nexweşî jî bi zûkî belav dibin, bi egera pevçûnên li ser dêrîn û jinstandin û deselatdariyê xûna mirovan jî têye rêtin. Da civak xwe biparize, ji endamên xwe re zagonan pêda dike, sînor û serhed çêdibin, û hinek dibêjin ku ol jî ji ber paristina civakê hatîne pêdakirin, lê di binyada xwe de pêdakirinin mirovî ne, dibêjin ku çi xwedayan an dêwan wan ol nedane mirov

Ji aliyê biologî ve, em dibînin, ku hinek buhçik û ajal hene, tew hêgên xwe naparêzin, li şûna xwe dihêln, lê pir hêgan dikin, da hinek bijîn eger hinek hatin talankirin. Sira yê nêr jî bi derbaskirina rewşa lêketinê bi ya mê re namîne. Li ba mêşên hingiv tenha histobariya nijadê nêr lêketina bi şahbanoya wa qendîlê re ye, ku tê de ewên nêr dijîn. Pişt re mêşên mê an yên “karkir” li wan mêşên nêr tên hev û wan qirdikin, û termên wan ji qendîlê davêjin derve. Lew re em dikanin bibêjin, ku li ba wan mêşan sira nijadê nêr di mayîna nijadê wan de pir nizim û piçûk e, lê ya nijadê mê gelek mezine. Li nêv gêre û mêşên hingiv axazên li gan ketinê “Sex” nînin, hema ewana li dora şahbanoya xwe dicivin û wê diparizin, da tenha ew bi yên nêr re bikeve rewşa lêketinê û hêgan dayîne. Hema mirov ne wilo ne, sira yê nêr di nêv wan de sireke giring e û kesek ji ber kesekî ve nabe egera paristina nijadê mirovî, hemî di civakê de xudan histobarî ne, û histobariya wan a mezin paristina gudandina “dewamkirina” û mayîna nijada mirovî ye. Ev histobarî jî di civakê de bi cîh tê. Di dema niha de, ji ber ku hinek jin, ji ber egera nexweşiyê, nikanin zarokan di zikê xwe de hilgirin û wan sax bînin jiyanê, hekîm tova ku ji lêketina mêrê wê bi wê re pêda dibe, di zikê jineke dî ya nenexweş de mezin dikin, an jî di hinek xanîk û acetên teybet de, lê belê ev şêweyê nijadparistinê hîn di çembereke pir teng de ye. Ta niha mirovatî bi rêya guhastina di nêvbera nêr û mê de, bi şêweyeke sirûştî, hatiye paristin. Li ba xatûna bilind, a ku di memleketa mêşên hingiv de, hêgan tîne û ên nêr tenha bi wê re li gan dikevin, mejî piçûktir e ji mêşên karkir, ku histobariyên wan mezin in, ji wan jî karê paqijkirina qendîlê, baweşandin, civandina xwarinê û berdestiya xatûna bilind, a ku ji wan re gudandina nijadê wan diparize

 Di civaka Gorîlla de, ku nêzîk e ji civaka mirovî, jîndarî û nêrşengiya nijadî “Cinsî” li ba nijadê nêr, li gel mêşengiya nijadê mê, dibe hêza paristinê ya serekîn ji paristina nijadî ya wan ajalan, ku di daristanê de dijîn. Bi hev re jiyana Gorîllan dihêle, ku hinek taybetiyên wan ên komikî pêda bibin, û dengên bilind û qîreqîran, bi hinek livîn û tevgerên tirsandina nijadên biyanî, dikanin wan biyaniyan ji xwe qorî bikin, zarokên xwe ji revandin û nêçîrê biparêzin, civaka xwe ji rewşên buve “xeter” derxînin, lê ne ji her rewşekê, û bi taybet li ber çek û dav û debanan ewana bêçare dibin

Di civaka mirovî de, her kesek ji endaman bizava xwe dike bo bilindkirina cîyê xwe û navê xwe di nêv endamên civakê de, bi standina bêtir hêza govdeyî, malbatî û aborî, bi rêya pêdakirina çek û debanan, an standina cîyên bilind di deselatiya civakî de, bi zanîn û kanîn, mirov di ser hev re, têne xuyakirin û hejmartin. Lê belê, civak jî kesaniya xwe ya giştî di mejî û nefsa her endamekî xwe de diçîne, û gava em li êlên çolistanan binêrin, em ê bibînin, ku endamên her êlekê xudan taybetiyin cuda ne ji endamên êlên dî. Hinek serohatên comerdiyê, wêrekiyê, hevparistinê li nêv êlan pir xorttirin ji wan serohatan li nêv rûniştvanên bajêran, bi ser ve jî, têkiliyên wan bi sirûştê û bi ajal û sewalan re, naskirina rewşên bad û baran û bahozan, serma û germa, kanîna demeke dirêj bê av û bê xwarin di çolistanê de, kanîna berhevkirina berên daran û civandina hêzingiyê ji malan re, xwedîkirina pez û suwarî, li ba gundiyan pêşdatir in ji nasîn û zanîna yên bajarvaniyan, û tenha zana û şaxnas ji gundiyan baştir dizanin

 Rewşa êlên li bêşeyê “Sehrayê” jî ne wekî ya êlên li çiyan e. Koçerên Obarîcînîz li Australiya dijîn, ne wekî yên Askîmo ne, û koçerên li derdora Agirî li Kurdistanê dijîn ne wekî ya Erebên li Hîcazê, an koçerên li Afrîka ne

 Di vir de, geografiya nijadî „Ethnografiya“ bi firehî û kûranî li ser van cudahiyan di nêvbera pêşkeftina nijadên mirovî û ciyawaziya wan ji hevdu radiweste. Belavbûna mirovatiyê li ser rûyê zevînê, ku geografiya wê û mercên jiyanê tê de cihê-cihê ne, hêşt ku mirovatî ne li her derekê wekî hev di nerdewana pêşkeftina zincîrkên nijadî re hilkişe. Raste ku mirov ji jêderekê hatîne, û berê ewana yek netewe bûn, lê niha li ber me cudahiyên gelek ber bi çav di nêvbera gel û neteweyan de hene. Me xwestiye an me nexwestiye, xelkê Yemenê û civaka Yemenê, ji xelk û civaka Swêdî an ji ya Sîpîrî cihê ne, heta rengên çermên wan jî ne wekî hev in

Mirov, ê ku li ser du pêyan, an li ser du lingan digere, pileyekê ji ajalên li ser çar pêyan digerin bilindtir e, ew dikane xwe bêtir ji ajalan di rewşên taze de bi cîh bike, û civaka mirovî, ku ji hebûn û paristina mirov re dibe alîkar, bergeheke fireh ji endamên xwe re amade dike, û wilo mirovatî bi gavin mezin di nerdewana şaristaniyê re hilkişiya, hema ne li her derekê ji zevînê ev pêşkeftin pêda bû. Li hinek cîh û waran de, bi taybet li Afrîka, şaristanî ji ber gelek egeran pêş ve neçû, hema dîsa jî em hinde waran dibînin, ku mirovatiyê tê de gavin pir bilind avêtine, wekî li Misirê, di dema Fîrewniyan de, û Misir li bakurê Afrîka ye

 Li ba ajalan, hinek rewştên zorbaziyê, hevkariyê, lîsk û hevnasînê hene, li ba mirovan jî van rewş hene. Mirov ji ajalan fêr bû gelek livîn û şêweyên lîsk û nêçîrvaniyê, hema ajal ji mirov fêr nebûn. Li ba mirov mejî mestir e ji yê ajalan, û li ba mirov ramankirin, pêdakirina tiştan, peyivîn, û jiyaneke hindir xwe heye, ku em li ba ajalan di pileyin pir nizim de dibînin. Lew re civaka mirovî, ku van diyardeyên mirovî xorttir kirîne, ne wekî civaka ajalî ye, ku bêtir li ser bingeha nêçîrê, li gan ketinê, û xwe paristina ji ajalên dî hatiye avakirin

Mirov li ser rûyê zevînê belav bûn, jiyan û kefteleftên wan ji hev verê bûn, ji ber ceng û bobelatên sirûştê, û ji ber pêdiviyên xwarin û vexwarinê, mirov ji hev bi dûr ketin, taybetiyên wan bi gelek şêweyan pêda bûn, zimanên wan ji hev bi dûr ketin, û heta giha wê qonaxê, ku rengên wan jî nema wek hev in, lê bi gelemperî, van hemî şêweyên cihê-cihê di nêv civakên mirovî de pêda bûn

Paş ku dewletên mezin, wekî Çînê, li ser rûyê zevînê hatin avakirin û gelek bajarên mezin wekî Pêkîng çêbûn, wekî ewên ku li Ewrûpa, amerîka û li Rûsiya, civakên mirovî jî ber bi hev hatin, jin ji hev birin û gelek jin di cengan de bi darê zorê hatin revandin, ku xûna wan nijadên ku di destpêka dûroka xwe de yek malbat bûn, û pişt re li ser rûyê zevînê ji hev belav bûn, ser ji nû ve tev li hev bû. Di vir de olên mezin jî sira xwe lîstin, û niha em dibînin, ku hem Ewrûpa ji aliyê nijadî ve tev li hev bû ye û hem jî welatên Musilman. Li Kanada civaka mirovî nema wekî civaka nijadê sipî têye jimartin, û bi taybet li bajarên mezin, wekî Montryal, Toronto û Vankover. Li Parîs, Roma, Berlîn, Hong Kong, Moskow û London jî ev tevlihevbûna nijadî baştir dixuye

Berê hevgirêdana xûnî bingeha civakên mirovî datîna, niha hevgirêdana aborî-çandeyî bêtirê bingehê amade dike, û hebûna civaka mirovî bi pêşketina wê ya aborî-çandeyî ve girêdayî ye

 Bermayê gotarê heye…

Em ê di gotara 6ê de li ser pêşkeftina civaka mirovî bipeyivin 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s