Berxwedan di ber serok Barzanî de

Cankurd  https://cankurd.wordpress.com     kurdistanicom@yahoo.de

  06. Feb. 2013Barzani-Group-1

Serok Barzanî ne ji êla min e, û ez jî ne ji êla wî me, ez ji êla Duderî me û ew Barzanî ye. Bi ser ve jî ez li parçeyekî Kurdistanê ji dayîk bûme, ew jî ji parçeyekî dî yê Kurdistanê ye. Ew serokê herêma başûrê Kurdistanê ye û ew serokê partiyeke mezin e, ku ne endamê wê me, û ez jî Kurdekî mişextî û koçkirî me, hema ne serokê şivanên gundê xwe me jî… Lê gava hêriş li ser Serok Barzanî tên kirin, dilê min î nesax bêtir ditengije, ez di xwe de dixeyidim û nizanim çi li hember van hêrişan bikim.

Lew re min tenha helbesteke piçûk nivîsandibû, hema ez nizanim ew baş e an ne

Gava min dest bi nivîsandina vê gotarê kir, bûyereke dûrokî ya navdar li ba Ereban hate bîra min. Sala ku cenabê pêxember Mihemmed, selewat û silav lê bin, tê de ji dayîk bûye, jê re dibêjin „A’mulfîl- Sala Fîl“ ji ber ku di wê salê de Hebeşiyan bi leşkerekî mezin, ku hinek fîl jî li gel wan hebûn, ber bi Mekke ve hatin, ku Kaabe wêran bikin. Kaabe berê navenda perestgahên heme êlên Ereban bû. Hîngê bavpîr an apê pêxember, selewat û silav lê bin, li bêşeyê „Sehrayê-Çolê“ li hinek hêştirên xwe digeriya, nedizanî ewana ku ve berşê bûne. Komeke mirovan rastî wî hat û jê pirs hat kirin, ka ew li çi digere. Bersîv da wan, ku ew li hêştirên xwe digere. Ewana keniyan û gotinê:“Tu li pey hêştirên xwe digerî û Hebeşî di rê de bo kavilkirina Kaabe.?“ Wî bersîv da, got:“Bo min hêştirên min giring in, bo Kaabeyê xwedayê wê heye, wê diparize.“ Rast jî, Xwedayê Kaabeyê, ew mala ku pêxember Ibrahîm, silav lê bin, bo perestiya Xwedê ava kiribû, parast û hêrişa Hebeşiyan badilba çû, pir dilşikestî û serîdaxistî vegeriyan welatê xwe.

Bê guman, bo serok Barzanî jî Xwedayek heye, ew berê gelek caran ji hêrişên wêran û kavilkar parastiye, wê niha û dema ku li pêş me jî, dîsa biparize. Bêtir ez naxwazim tiştekî dî li ser vê yekê binivîsim. Helbesta min jî eve bû:

Barzanî balatirîn nav e

Ew bo me Kurdan bav e

Ew dil e… û ew çav e…

Barzanî bo me ro ye

Ew bayê sibê ye

…û ew bo nanê me xo ye…

Barzanî li cîhanê dengê me ye

Ew rêber û pêşengê me ye

…Di şevên tarî de Barzanî pêşmerge ye

Barzanî hilgirê ala me ye

Ew xudanê keleh û bingeha me ye

…û di cengê de Barzanî serdarê me ye

Barzanî bo me havîn û zivistan e

Bo me hem ba ye û hem barane

…û ew lêvegera Kurdistan e…

                         lêvegera Kurdistan e

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s