Em û Mahabad

    kurdistanicom@yahoo.de    https://cankurd.wordpress.com

22. Jan. 2013

Di va roja pîroz de, ku rojeke gelek giring e, di dîroka neteweya Kurd de, ez ji xwe dipirsim, gelo me di va dema dirêj de, ji avakirina komara Kurdistan ve, ta îro, çi nîşan dan cîhana derdora xwe, ku rast em neteweyekin ji neteweyên va gerdona fireh! Ka, em çend gavan bi pêş ve çûn, di rêya azadiya xwe de? Di avakirina mala xwe de, di paristina hebûna xwe de, li hember van hêrişên hovane, ku ji her aliyekî ve bi ser me de tên

Di nêvbera roja me ya niho û roja Mahabadê de demeke dirêj, tijî tehlî û sorbûn  di ser me re derbas bû, hema rewşa me hîn wekî berê ye, rewşa parçebûnê ye, û em ta niha wekî neteweyekê bi histobariyên xwe yên serekîn ranabin, em siyasetên partînî, navçeyî û tejtejî dikin, bo me yek rêberî nîne û bo me gotareke siyasî ya yekbûyî nîne

Li Mahabadê me yek ala hebû, îro alaya me ne yek e. Li Mahabadê me yek partî hebû, îro partiyên me gelek in, hema parçekirî, jarkirî û bêwatekirî ne. Li Mahabadê me yek leşker hebû, îro leşkerên me gelekin, hema ne di bin destekî de ne, û li Mahabadê  me yek rêber hebû, hema îro gelek rêberên ne wek hev diramînin  hene

 Neteweyek gava xwe dinase, hoşyartir dibe, mafê xwe dizane, armanca xwe ya serekîn dide ber xwe, pilanan bo bidestxistina wê armancê pêda dike, û çareyan bo serkeftina xwe dibîne, lew re hebûna neteweyekê bi hoşyariya wê ve têye zemrandin û bi hev xistin. Lê gava neteweyek ne hoşyar be, rê li ber wê dibin gelek rê ê rêçik, armanc tev li hev dibin, pêşengî dikeve destên nezanan, û bêhêzî ji ber nakokiyên navxweyî  çêdibe, û netewe nema dizane çewa xwe ji bin zorbaziyê azad bike, barê ser milên wê girantir dibe, rê dirêjtir dibe û ew netewe ji şaristaniya cîhanî bi paş dikeve

Ji ber vê, ez dibînim, ku rewşa neteweya Kurd, di dema avakirina komara Kurdistan de, li Mahabada serbilind, ji rewşa wan a îro hêjatir bû. Me dizanî axaza me an daxwaza me çiye, me dizanî kî rêberê pêşeng û pêşewa ye, me dizanî kî serleşkerê Kurdistan e, û ala ku em di ber de xûna xwe bidin çi ala ye, mixabin, îro rewşa me tevlihev e, lew re dilên gelek mirovêd Kurd şikestîne, ji xebat û kefteleftê sar bûne, û hene ji me Kurdan tew nizanin bi pey kê Kevin…

Qey, netewe wilo tên avakirin!

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s