Berbestkirina Partiyekê

Cankurd

Avakirina partiyekê di demokratiyê de mafekî giring e ji mafên mirov, hema serbestkirina wê li gor hinek bingehên zagonî bi cîh tê, û ne her kesek dikane partiyekê li ser navê xwe tomar bike, ji ber ku pêwîste di bernameya wê de baş hatibe zelalkirin, ku baweriya wê partiyê û ya berpirsên wê jî bi jiyana demokrat heye, û ewana hîç zorê di têkilî û di siyaseta xwe de bi kar neyînin. Bêguman hinek mercin dî jî hene, lê ya balatir ewe, ku mirovên bi demokratiyê bawer nakin û bi gelek terz û şêweyan bizavên xwe dikin, da jiyana demokrat tev li hev bidin, nabin xudan mafê avakirina partiyeke siyasî di welatekî demokrat de. Di demokratiyê de nijadperestî, têrrorkirin, tundtûjiya ramanên olî, giş bi rengekî an bi yekî dî hene, lê ji aliyê zagonî ve, evana herifdarên jiyana demokrat in û ji deselatdaran têye xwestin, ku li hember wan kes û part û rêkxirawan derkevin, ewên bizava xwe dikin, da mirovan bi darê zorê binzor bikin, an komikeke mirovî, bi egera rengê wê an jî ziman û ola wê bêmaf bikin. Hevjîna rengareng bingeh e û tevliheviya civatê wêran dike an paçeparçe dike ne di berdestiya Demokratiyê de ye.

Li Almaniya Federal, ji zû ve, li ser berbestkirina „Qedexekirina“ NPD, gengeşiyeke fireh û dirêj pêda heye, ji ber ku NPD, ji sê an çar aliyan ve, wekî partiyekî nijadperest û herifdêrê jîna demokrat ji aliyê gelek Demokratan ve têye dîtin, û wê ji neyarên mirovatiyê dijimêrin

NPD xwe wekî şûnmayê an jêmabê partiya Adolf Hitler (NSDAP) dibîne. Ew partiya Naziyan, ku bûye egera cenga cîhanî ya duwê, û (Holokost) di mafê Cihoyên Europa de çêkir, bi milyonan mirov ji ber ezeziya xwe ya nijadî dane kuştinê. NPD piştvaniya wa komika kuşteran dikir, ewa ku bi navê (NSU) bû û gelek mirovên biyanî ji Türk û Italî  û girîkan „Yûnanan“ di van salên dawî de kuştibûn, lê belê guman li ba polîsan herdem diçû ser Mafiya û biyanî dihatin bersûckirin. Pişt re diyar bû, ku polîsên veşartî pir tişt li ser kuteran dizanîn, hema wan rastî bincil dikirin û ser wan dipêçan. Di vir de tê gumankirin ku NPD li gel kirinên hovî ye, wekî tunekirina jîna mirovên ne Alman. Ji aliyekî dî ve ev partî bizava xwe dike, ku hinek taxên ji biyaniyan paqijkirî (No-go-Areas), di hinek bajêran de pêda bike. Di bernameya wê de jî ciyawaziyek ji partiyên demkrat dixuye û hinek mezinên wê Almaniya wekî welatekî di koçbera pêşîn a cengeke navxweyî de dibînin.

Ji ber van egeran, û paş ku kirinên hovane yên komika NSU hatin xuyakirin, êdî polîsên veartî li Almaniya bi heme saziyên xwe hatin tawanbarkirin, ku hevalbendên wan kuşteranin, û ji ber vê yekê hatin riswakirin. Niha wezîrên hindirî yên 16 wîlayetên almanî, paş gelek civîn û gengeşiyan, şora xwe kirin yek û biryara xwe dane, ku li ber Dadgeha Destûrî ya Bilind, li bajêrê Karlsruhe, giliya xwe bikin û axaza berbestkirina „qedexekirina“ partiya NPD bikin, lê pêwîste parlemana federal û deselatdariya federal wî karî hildin ser milên xwe, hema ta niha jî serekwezîra federal, Engila Merkel, hîn ji wê gilikirinê re erê nekiriye.

Sala 2003, wezîrê  hindirî yê federal, Otto Schily, ku pir xebat û lebat kir, bo berbestkirina NPD, di giliya xwe de bi ser neket, ji ber ku hîngê di nên NPD de pir ajanên dewletê hebûn, û ewana jî bi hinek karên nebaş bi navê NPD rabû bûn, lew re dadgeha destûrî ya bilind giliya wî nepejirand û ji wê rojê pê ve NPD xwe hîn bêtir bi hêz kir û di kirin û vegotinên xwe de lawaztir bû. Niha Otto Schily 80 salî ye û weke mirovekî sosyaldemokrat biryara hevpar a wezîrên hindirî yên wilayetan wekî gaveke wêrek û mezin ber bi „Xwepagijkirina“  demokrat dibîne û li hîviya serkeftina wê giliyê ye. Bi ser ve jî ji serekwezîra federal xwest ku ew jî vê giliyê erê bike

Hêja Wilfrid Hassemer (72), ku berê serekê sênata duwê bû, di dadgeha destûrî ya bilind de, û yek ji wan dadmendan bû, ku di sala 2003ê de giliya Otto Schily li erdê xistin, niha delîveyeke mezin bo serkeftina giliyê dibîne. Di hevpeyvînekê de bi govara „DER SPIEGEL“ re (Hejmar 50/2012), bi firehî li ser egerên pejirandina giliyê vê carê dipeyive û erê dike, lê dîsa jî dibîne, ku biryara dawî ya dadgehê ye, û mirov nizane, ka dadgeh wê çi bingehan bo şirovekirina vê mijarê ji xwe re deyne. Dibe jî gilî dîsa bi ser nekeve.

Di vir astengiyek heye, ew jî hebûna dadgeha ewrûpî ya mafên mirov e. Bêguman gava NPD bi bin keve, wê giliya xwe bo serbestkirina xwe, li ber wê dadgeha ewrûpî bike. Dibe ew dadgeh jî bi piranî li ser mafên mirov raweste û li dawiyê biryara ku ji dadgeha destûrî ya almanî derkeve li erdê xîne

Nivîskar û rojnamevan ê navdar Thomas Darnstädt jî di wa hejmara Der Spiegel de dibîne, ku tund û tûjiya li ser Demokratiyê ne ji aliyê NPD ve tên, ewana ji ber ezeziya wezîrên wîlyetan tên, ji ber ku ewana baş bi kar û barên xwe li hember kuşteriya NSU ranebûn û bi vê giliyê dixwazin rûyên xwe sipî bikin. Ew dibîne ku peyv û zara wan bi piranî ji wî Yakobînî hatîne, ewê ku bi navê Louis Antoine de Saint-Just bû û şorişa Firensî di xûnê de niximand

Lew re mirov dikane bibêje, ku Demokratî bi xwe ne asan e, û di welatekî de, ku zagon baş bi kar naye û mafên mirov bi zûkî tên bincilkirin, Demokratî namîne û zû hildiweşe.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s