Li ser pirtûka Selahttin Çelik „Mozên Tenînê“

Cankurd, 18 September 2012

Pirtûka hêja Selahttin Çelik „Mozên Tenînê“, ku berhevkirina hinek dîmenên serpêhatiyên rasteqîne ye, û pirtûka yekemîn e, ku xudanê wê bi zimanê Kurdî dinivîse, ji aliyê weşanxaneya Han ve, li Berlinê, di Gulana 2012, bi rêya dostekî rojnamevan kete destê min. Ev pirtûka xudan teybetiyekê, bi çapeke baş derketiye û gava yek bixwaze bistîne, ew di bin va jimareya fermî de (ISBN 978-3-542735-25-4) ji vê e-mailê tê xwestin: han-grafik@hotmail.de

Gava min „Mozên Tenînê“ standiye, ez dilşad bûm, ji ber ku ez hêja Selahttin Çelik ji zû ve, wekî têkoşerekî niştperwer û wêrek dinasim, û ji ber ku pirtûka xwe bi Kurdî nivisandiye, ne bi zimanekî dî. Ev bizava şorişgêrekî ciyê berxwedariyê ye.

Di vê pirtûkê de, ku ji 106 rûpelan e, 29 bûyerên rasteqîne, ku bi kak Selahttin re, di demên destpêka serhildana PKK de, derbas bûne. Hîngê ew yek ji wan serhildêran bû, ku di navçeyên çiyayî, yên di navbera bakur û başûr û rojhilatê Kurdistanê de, xebat kirîne, lê wekî dixuye, bûyerên di vê pirtûkê de, bi giranî, ne li ser wan astengiyên şorişî ne, lê li ser herifandina hawîrdora zevîn û sirûşt û firind û ajalên Kurdistanê ye, ne tenê ji ber tang û top û firokên neyaran ve, belku ji aliyên heme mirovan ve, çi Kurd û çi ne Kurd.

Di van 29 çêrokên bûyeran de, li ser piraniya firind û dewar û lawirên wan deveran rawestiye, ji wan jî (Kew, Hesp, Rovî, Bizin, kêvroşk, çêlek, hirç, mirîşk, dîk, seyê avî, kîso, ker, jîjo, beraz, mar, sivorî, hêstir, gur, cewrik, karik, mêşên hingiv û seg…), bi ser de jî, gelek geya, kulîk, dar û berên Kurdistanê, û pir navên newal û çiyan anîne zimên. Eve jî taybetiyeke balkêş dide vê pirtûkê.

Di hewaldanekê de, nivîsevan pirsa mezin ji xwe dike; qey evîn û şorişgêrî bi hev re dibin, di yeke dî de dibêje, ku rovî neyarê xwe baş dinase, li ciyekî dî, li ser pêdiviyên sirûştî yên mirov dibêje, ku ewana carina ji histobariyên cengê giringtir in, carina jî dibîne, ku şervan di hinek rewşan de xwe bi tiştin pir piçûk re gêro dikin, ku tew ne di bîra kesekî de bûn. Ew li ser rovîtiya siyasî, ku ji ya fêlbaziya roviyên rasteqîne dipeyive, li ser giringiya nivîsandin û weşandinê di wan çiyan de, û dibêje ku carina şerê ji bo zik ne kêmtir giring e ji şerê bo partiyê an bo welêt, li derekê dibêje, ku heta kîsoyê çolan jî ji destê mirovê lawirkuj rizgar nabe. Ew li ser kuştina qehremanekî Kurd radiweste, ku bi navê Metîn bû û ji aliyê partiya wî ve, bi fermana serokê wê hate kuştin, û bi gelemperî ew bizava firehkirina hişyariya hawîrparêziyê dike, çi di nêv şervanan de û çi li ba gelê Kurd bi giştî.

Hinek çewtiyên zimên an yên nivîsînê di pirtûkê de hene, hema ne ji ber ku nivîsevan bi Kurdî nizane, ew Kurd e, dilê wî bi zimanê gelê Kurd re ye, ji ciwaniya xwe ve bo kêşeya kurdî dixebite û ew wekî ji min ve dixuye di gundekî navenda Kurdistanê de mezin bûye, ji ber ku bi sedan peyvên kurdî di zimanê wî de hatîne paristin, xwe ji bin hikariya zimanên biyanî azad kiriye, lê wan çewtî wilo pêda bûne, tenha ji ber ku nivîsevan gelek berhemên kurdî yên çewtnivîs xwendine. Mixabin! Wan pirtûk jî pir û pir in, bêtir jî berhemên wan kesan, ku bizavên xwe kirîne, bi zimanê Kurdî binivîsin, hema di mejiyê wan de zimanekî biyanî, wekî Türkî, Farsî an Erebî, deselatdar e.

Carina di hewaldanekê de, navên gelek gund û newalan, çiya û deştan, tîne zimên, wekî di (Dildariya cewrik) de (R.125-132). Lew re mirov ji xwe dipirse; gelo, ma wê ne çêtir ba, nexşeyeke piçûk a wan navçeyan di pirtûkê de heba?

Min romana nivîsevanê mezin (Bernard Cornwell), ku bi navê „Memleketa dawî“ ye, ji destê xwe danî, ta ez pirtûka hêja Selahttin Çelik teva bikim, û ez bi wê verêbûnê ji wa romana giranbuha ne poşman bûm, ji ber ku xudanê „Mozên Tenînê“ dilê min bi wan bi wan bûyerên rasteqîne bi Kurdiya xwe ya germ û nerm, wekî piyalekê bi avjongeke sar û tamxweş dagirt.

Herbijî têkoşerê nivîsevan, xudanê wijdaneke neteweyî ya bê hempa, û gelek supas ji bo bizava te ya hişyarkirina hawîrparêziyê di Kurdistanê de…Nivîsandina pirtûka yekemîn bi Kurdî ji aliyê te ve, divê ji gelek roşenbîran re bibe fêrkirin û hokirinek, da ewana jî bi Kurdî binivîsin… û bêtir her yek li ser serpêk a xwe ya kesanî di va dema bi bahoz û tolazan de… Bila rastî ji ber çavan winda nebe, û ji pişt û neviyan re her zelal bimîne… bila gelê me sirûşta xwe û hawîrdora xwe biparize.

Silavek ji dil

Cankurd

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s