Histobariyên tevgera neteweyî li Rojavayê Kurdistanê

Cankurd 14.08.2012

kurdistanicom@yahoo.de            https://cankurd.wordpress.com           https://www.facebook.com/madmiro1

   Di serî de, ez dixwazim bidim xuyakirin, ku ez di vir de fêrkirin û dersdanê bo mezinên tevgera me ya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê nakim, ji ber ku ewana ji min û ji gelek kesên wekî min, ên li penahiyê, baştir karê xwe li welêt dizanin, lê ezê bizava xwe bikim, ku hinde histobariyên wan ên giring di va koçbera niho de bînim bîra wan, û ezê kin û kurt li ser wan histobariyan rawestim

1- Pir pêwîst e, ku samanên gelê Kurd niha bên paristin, bi taybetî wan samanên petrolê, ku li navçeyên Cezîrê hene, û ewên avê, wekî benda (bariş) li ber gundê min (Meydankê), ku li navçeya Kurdaxê ye, ku dikeve nêvbera bajêrê Heleb û serhedên Türkî-Sûrî ji aliyê bakurê rojava ve. Ji bo bi cîh anîna karekî wilo, çek û deban û leşker divên, û eve jî dergahê mijareke mezin vedike

2- Divê karekî siyasî-dîplomasî yê mezin bibe, ta hêrişeke leşkerê Turkî li ser navçeyên Kurdî di bakurê Sûriye de çênebe, ji ber ku gava hêrişeke wilo bi cîh bê, wê ziyaneke mezin bigihîne binyada jêrîn herêmê û berhemdarî û jiyana giştî ya gelê me. Dibe jî rewşeke xûnî ya gelek nebaş pêda bibe

  3- Xebatkirin bo paristina revendên kurdî yên fireh û serekîn li bajêrên Sûrî, yên ku piraniya gelê wan ne Kurd e, wekî li taxa (Zorava) li nêzîka bajêrê Şamê, li (Çiyayê Kurdan) ê li nêzîkê bajêrê laziqiye û li taxên (Cebel Esseyîde, Saxor, Eşrefiye û Hulluk) di nêv bajêrê Helebê de. Gava pevçûnên xûnî di bajêran de firehtir bibin, wê rewşa gelê me di wan revendan de wêrantir bibe. Bi ser de jî pêwîste tevger bizavên xwe yên mezin bo harîkariya penahxwezên Kurd bike, li Qibris, Türkiye, Lubnan û li jêriya Kurdistanê, ku ji ber zordestiya sîstema malbata Esed reviyane.

4- Divê heme şêweyên bizavan bên kirin û wan gavên giring bên avêtin, ku çi pevçûn di nêvbera Leşkerê Azad ê Sûrî (LAS) û xudan çek û debanên di destên Kurdan de dest pêneke, ji ber ku wê Türkiye û wê hinek basikên nijadperest ên hembervaniya Erebî piştvaniya LAS bikin, ne ya gelê me. Di pevçûneke wilo de tenha bercewendiya sîstema Esed a kablerzok heye, ya gelê me û ya hembervaniya Erebî û ya LAS nîne

5- Divê hinek serhêzên siyasî yên tevgerê ji quretî û sermeziniya xwe piçekî dakevin, da heme hêz bi hev re yekbûna xwe neteweyî diristir û xorttir bikin. Gota „xîtaba“ bangeşînî û siyasî jî bi wê yekê dibe yek gotar. Bi ezeziya partînî û serhişkiyan ev doz pêş ve naçe. Rewş wêran e û divê her yek ji aliyê xwe ve gavekê bavêje. Heger ev delîveya dûrokî jî ji destê me biçe, bila em xwe di erdê kin.

 6- Ji xûşk û birayên me yên kurdistanî jî tê xwestin, ku piştvaniya me û tevgera me ya neteweyî li Rojavayê Kurdistanê bikin, da ev tevgera bigihe pileya „Serxwebûna biryara siyasî“, ne herdem û hergav bizavên xwe bikin bo kedîkirina wê û xistina wê bin milên xwe. Divê hevsarê hespê gelê me li Rojavayê Kurdistanê di destê gelê me de be, ne ku ji ber bercewendiyên part û rêkxirawên Kurdistanî, ev tevger wekî piçûkê malê bite dîtin û her kesek me ji xwe re bi kar bîne. Ji tevgera me ya Rojavayê Kurdistanê tê xwestin, ku li ser vê mijarê xudan biryar û kesayetî be û bercewendiya gelê xwe, yê ku di ber de ew berpirs e, di ser her tiştekî dî re bigire. Kesek naxwaze têkiliyên xwe yên Kurdistanî jartir bike, hema „Bira bira ye, bazar li dera haye“.

7- Pêwîste tevgera me ya Rojavayê Kurdistanê cîhê xwe di qada nêvneteweyî de ji berê çêtir bistîne, da bi xwe rewşa gelê xwe bide nasîn û jê re li derman û çareyan di nêv dost û piştvanan de de bigere. Di nêv welatên Erebî û yên Rojhilata Navîn de liveke ji ya niha bêtir û bi hêztir pêwîst e, û bêguman gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi gelên dî re dijî, lew re ji tevgerê tê xwestin, ku bi xortî û bi pilan di nêv hembervaniya Sûrî ya demokrat û welatparêz de bixebite. Neyartî di navbera tevgera me û LAS an Encumena Neteweyî ya Sûrî (ENS) de wê ne li gor bercewendiya gelê me be. Bê guman piştvaniya serokatiya herêma başûrê Kurdistanê, hêja Masûd Barzanî, pir pêwîst e, lê ew piştvanî cîhê karê tevgerê nagire, û pêdiviya wê bi bizaveke berhevhatinê ya nû heye, hema negiringe, ku tevger bibe endam di wê encumenê an di çarçiveke dî ya hembervaniya Erebî de. Ew modêla li başûrê Kurdistanê heye bo Rojavayê Kurdistanê jî çêdibe. Kurd bi xwe hevbendiyeke bi hêztir avabikin, wê çêtir be û wê hembervaniya Erebî binzor bibe, ku ew jî ji wan koçkên xwe yên zêrîn dakeve û gavekê ber bi hevbendiya kurdî ve bavêje

  Bêguman hinek histobariyên dî jî hene, ku niha li ber tevgera me ya neteweyî kar û kefteleftan dixwezin, û ji me tevan têye pirskirin, ka em çi dikanin ji bo piştvaniya tevgerê re îro bikin

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s