KURDISTAN – Mahmoud Derwêsh – 1965

KURDISTAN

Helbestvanê Filistînî yê mezin: Mehmûd Derwêș  (1931-2008)

Wergerandin ji Erebî: Cankurd– 2012

Li gel we ne

Li gel we ne dilên mirovan

Eger moșekek li çiyan bifire

Bi we re ne,

Çavên mirovan

Di ser royê re diborin, bê xem

Bi we re ye xweșbihna zevînê

Ji nav zirê bi bakur ve

Bi we re ne,

Ez…diya min…bavê min

Zeytûn û bihna Porteqalê

Bi we re ne,

xișûșên me…Helbestên me

Leșkerin di cengê de

Ho parêzerên royê ji merbendên șêwemêran

Bahozan em ji hev cihê nekirin

Xebata neteweya we, ya min e

Eger suwarek ji we bikeve,

Benên min histoyê min dikuvișin
Bijî Urubet !

Ma canîkê te ket, ho Selahdîno

Ma ala hatin xarê

Ma șûrê te bû revok?

Di zevînê Kurdistanê de

Dera ku tirsîn û agirpêketin șevîna xwe dikin

Mirin bo karkiran, eger gotin:

Bihayê êșkêșanê yê me ye

Mirin bo cotkaran, eger gotin:

Bihayê axê bo me ye

Mirin bo zarokan, eger gotin:

Ronahiya pirtûkê bo me ye

Mirin bo Kurdan, eger gotin:

Bo me di jînê de mafê bihindanê heye

Û em piștî niha dibêjin: Bila bijî Urûbet

De bibore di zevînê Kurdistanê re

Bibore, ey Urûbe

Ev paleya havînê ye, ma tu dibînî?

Na tu nabînî,

Eger di qulika topan re dinêrî

Ey neteweya min

Mirov û șêwemêran

Hêriș kirin ser dîroka te

Bi navê Urûbetê

Xûn tê helalkirin

Nal deselatiyê li ser te dikin

Tu hatîyî hinartin ser sergûyê demê

Riswatirînê ku demê ji demê naskiriye

Bi navê Urûbetê

Dîrok ji kenarên Dîcle û Ferat ve tê kêrkirin

Ey neteweya min

Ne bese ku em bê tawan in

Ji wan û ji tabûrê wan

Ne bese ku em bê tawan in

Bavêje ser sergûyê demê

Riswatirînê demê nas kiriye

Neyarê xwe bavêje, ey Urûbetê!

Û em piștî niha dibêjin:

Bila Urûbet bijî

Ne li ser mirinê bila Urûbet bijî

Șehrezadê……Șehrezadê

Șev subeyê têkdixu

Û Zeviyên Kurdistanê werzê wan birîn in

Hezkirin berbestkirî ye

Û pisepisa rexmalî ne tiștekî serbest e

Tenha xûna Kurdan

Nifta agirpêxistiya ye

Çiraxa șermezariya wan bi mirina ên dî ye

Șehrezadê,
Efsaneyên lehengiyê

Di șevên te yên xweșik de hêmin bûn

Û bîranên sipî û canîkê li ruman pișthesp bûye

Û evîn û serfirazî û șûrê ji têkoșînê westiya ye

Șermezariye bo Bexdada tiștekê tê de ne helalkiriye

Ji xûna Kurdan pê ve

Di îzgeyê de

Di rojnameyên subeyê de

Boya rojnameyan di bajêrê me de xûn e

Me ewana qir kirin

Û gur serbilind in û berken dibin

Me zevînê Kurdistanê

Kire goreke tazî di ser gorekê re

Me kelexoyên wan bê jimartin çandin

Șehrezadê,
Șev subeyê têkdixu

Hezkirin berbest e û razanga te ya nerm

hatiye avêtin ber pêyên xudanê te yê kêm

Û xûnên Kurdistanê xûnrêjên xwe diniqumîne

Û lîskvanê bi agiran sermest bûye

Wê tê de bimire

Șehrezadê,

Tenha ewên çiraxa xwe

Bi zeyta ên dî vêdixînin, dimirin

De heta pêrgîhatinê bi serdemên ku bên re

Netewayetiya wê serdemê

Ku destên serhildêran çêkirine.
————————————————————————

–      Têbînî:

–       Urûbe: Panerebîzm.

–       Zire: Behra fireh (Ozian).

–        Canîk an cehnîk: Lawik /keçika hespê

–       Têkxwarin: bi Erebî îftîras.

–       Rexmal: Cîran, Cînar

–       Berbeste: Qedexe ye, tersî serbest e.

–       Kelexo: Qaf, Cumcume

        Diniqumîne: Di avê de difetisîne

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s