Kurd di hembervaniya Sûrî de

Kurdsyria-Demo2011

Kurd di nêv serhildanê de gelek qurbaniyan didin, û pêwîst e van qurbanî heban û erzan neçin

Cankurd,  24 April 2012

Gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê de, ciyê xwe di nêv serhildana gelên Sûrî de dîtiye û girtiye. Hîn di Avdara sala 2004ê de, Kurdan serî li deselata malbata Esed hildan, pût û hîmên bavê Esed, ku di orta bajêrên serekîn ên rojavayê Kurdistanê de hati bûn avakirin, bi destên xort û lawan hatin șikandin û wêrankirin û bi dest û pêyên Kurdan hatin tolkirin. Tolhildana deselatê ji gelê me bi hovîtiyeke xûnî bû, gelek ciwanên Kurd hatin șehîdkirin. Hîngê êlên erebî li jêriya herêmên kurdî, hindikiyên olî yên file, partiyên siyasî yên xwe pêșverû didîtin, giș li gel deselatê, dij bi gelê Kurd rawestiyan. Mixabin, hîngê helwêsta partiyên kurdî jî, di piraniyê de, ne helwêsteke di cîh de bû, hinekan wan bûyer nebaș dîtin û tew ne amade bûn, ku navê “Serhildan” an “Hilgavftin” lêbikin. Hinekan ciwanên Kurd wekî “Bêhistobar” dane xuyakirin. Lê îro rewș hatiye guhartin û êdî kesek nema dikane li hember “serhildana gelên Sûrî” raweste û vaye salek û bêtir, deselata malbata Esed, bi teviya hêzên xwe yên leșkerî û harîkariya nandozên, ku navê “Șebîh’e” lêkirine, û bi piștvaniya Iran û Hîzbullah jî, dîsa nikane vê serhildanê rawestîne.

Mixabin, civaka nêvneteweyî û “Komkara Erebî”, bi gelek davên xapînok, harîkariya sîstema Esed dikin, gelek bergehên li pey hev didin vê sîstemê, da serhildana gelên Sûrî biniqimîne, hema li dawiyê wê binzor bibin, ku dev ji Esed berdin û rê bidin gelên Sûrî bo serkeftinê. Di dîrokê de her weha bû, gava neteweyek seriyê xwe hilde, çendîn zorbaz bi hêz bin û çendîn hov bin jî, dîsa ew netewe bi ser dikeve.

Ji ber vê yekê, hêzên siyasî yên gelê Kurd ciyê xwe di nêv rêzên hembervaniya erebî de dîtine, lê belê ne xudan yek biryar in. Ji van hêzan partiyekî kurdî, ku bi navê “Partiya Yekîtiya Demoqrat” e û pașdîwarê wî yê ramanî bîr û baweriyên serokê PKK, hêja Abdullah Öcalan in, ketiye nêv rêza “Heyet El-Tensîq El-wetenî”, ku bi rastî çi hêz wê șepelê, bêyî hêza PYD, di nêv serhildana gelên Sûrî de nine. Ew șepel bi nivîskî xwe wek pejirandêrê mafên gelê Kurd li Sûriye dide nasîn, hema gava serekên wê dipeyivin, mirov yekser li wan heșar dibe, ku ewana ne dostên gelê Kurd in. Pir li ser mafên çandeyî  yêngelê Kurd  û li ser “îdareya demokratîk” dipeyivin, lê gava mirov li ser bêtir mafan bi wan re dipeyive, ewan bi paș ve dizîvirin û ser rûyên xwe yên nijadperest vedidin. Ta niha jî ev șepela ku ji hindikiyeke çepên klasîkî yên ereb pêda bûye, ji aliyê gelên Sûrî ve, wekî hêzeka serhildêr naye pejirandin û hinde caran li ser siloganên serhildêran têye nivîsandin, ku ev “Heyet” nûneriya serhildanê nake û ew ajana malbata esed e. Hema ji aliyê Urisan ve ev “Heyet” wekî “Muxateb” têye nasîn, û Uris bizava xwe dikin, ku serokwezîrê nû yê Sûriyê ji nav wê heyetê be.

Mestrîn komkara hêzên siyasî yên Kurd, ku di nêv de 16 part û rêkxiraw hene, bi navê “Encumena Neteweyî Kurdî” “ENK-S” ye, û piștvaniya Herdu partiyên mezin ên jêriya Kurdistanê û ya hinek partiyên dî yên bakur û rojhilatê Kurdistanê jî jê re heye. Ev Encumen “Meclîs” dixwaze, ku ciyê xwe di nêv encumena neteweyî ya Sûrî “El-Meclîs El-Wetenî El-Sûrî” de bistîne. Carekê ket di nêv de, lê pișt re ji verê bû, ji ber ku di kongireya wê ya yekê de, ku li Tunis li dar ketibû, mafên gelê Kurd di xaleke taybet de hati bûn diyar kirin, lê pișt re li kongireya Istanbolê ya dawî, mafê gelê Kurd tew hatibû bincilkirin. Em bixwazin an nexwazin, hikariya hikûmeta Erdogan li ser Encumena Neteweyî Sûrî heye, ji ber ku endamên wê bêtir li Türkiye civînan li dar dixînin, û Erdogan ji wan re deriyê derbasbûna “Leșkerê Azad ê Sûrî” vedike bo livbaziyên xwe li dij leșkerê erebî sûrî bike. Sîlkirina mafê gelê Kurd li Istanbolê bû egera nerazîbûna gelê Kurd û lew re meclîsa wî ya neteweyî binzor bû, ku ji nêv wa meclîsa neteweyî ya Sûrî derkve.  Serokê meclîsa Sûrî, ku zanayekî felsefê û polîtîka nêvneteweyî ye, û bi navê Dr. Burhan Galyun e, berê carekê rewșa gelê Kurd li Sûriye wekî rewșa penahberên bakurê Afrîqa li Firansa dabû xuyakirin, di bin zorlêkirina Kurdan de, poșmaniya xwe, di belavokeke dengî de, anî bû zimên. Gelek Kurdên niștperwer ji wî hosan bûn, lê diyare ku bo hinekan sendeliyên wan di meclîsa Ereban de ji kêșeya kurdî giringtir bûn, lew re hinek “zanayan” di ciyê xwe de bêdeng man.

Niha jî rewșeke nû pêda bûye.  ENK-S vê carê li benda poșmaniya Dr. Burhan Galyun nema,  wê siyaseta xwe bi xwe guhart û li têleke dî ya tenborê xist.

Rojekê paș vegera Kak Masûd Barzanî ji Türkiye, dora 300 kurd li rojavayê Kurdistanê, li ser vexwendina ENK-S, li hev civiyan û paș gengeșiyên dirêj, gihan wê biryarê, ku “Mafê çarenivîsê” û “Mafê Ne-navendiya siyasî” ji peymana ENK-S sîlbikin, bi egera razîkirina hembervaniya sûrî û derbasbûna nêv șepelekî ji herdu șepelên hembervaniya sûrî yên me di vir de bi nav kirine. Hinek dibêjin, ku ev biryar, paș lihevkirineke kurdî-turkî  “Erdogan-Barzanî” çê bûye, û hinek jî dibêjin, ku ev ji ber ku di nêv ENK-S de hêzin kurdî hene, tew “mafê çarenivîsê” û “Nenavendiya siyasî” naxwazin û eger ENK-S bi ya wan hêzan neke, wê ji ser hev biçe. Di nêv gelê Kurd de ev biryar bi du șêweyan hate dîtin:

–         Hinek rexnevan, wek kesayetî û wek part û rêkxiraw jî, bi tundî li hember derdikevin û biryara ENK-S, wekî pûçkirina kêșeya neteweyî ya gelê Kurd dinirxînin, û eve gaveke bi paș ve ye, ev li ba hinekan jî wekî xinizî û “xiyanet” hatiye nirxandin. Ji nêv van rexnevanan bêtir komikên ciwanan, ewên ku rêveçûnan li bajêr û bajarokên rojavayê Kurdistanê bi rê ve dibin û navê “Tensîqiyat” li xwe dikin.

–         Hinek jî dibînin, ku ENK-S piraniya hêza siyasî ya gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê ye (PYD xwe tenha wek piraniya hêza siyasî dibîne) û ji ber wê yekê pêwîste rexne pir neyin kirin. Ev ji binzorbûnê hatiye, lê di rastiyê de Kurd ji mafê xwe yê çarenivîsê danakevin, eve pêngaveke niho ye, ne herdemî ye.

Li derveyê vê gengeșiyê, hinek Kurd hene, ji wan jî Encumena neteweyî ya Kurdistanî-Sûriye “KNK-S”, ku sala 2006 li Washington û Belcîka hatibû damezirandin, di projeya xwe ya dawîn da, ji bo avakirina hembervaniyeke neteweyî sûrî, ku ne di bin destên Türkiye “Ixwan Musilmîn” de be, bizava avakirina fraksiyoneke “kurdistanî-Sûrî ya serbixwe” ji heme șepelên hembervaniya sûrî dike, wekî ya li jêriya Kurdistanê, ku bi navê “El-Tehaluf El-Kurdistanî” tê nasîn, û di nêv wê de heme hêzên kurdî yên Iraqê ciyên xwe distînin. Di navbera KNK-S û hinde hêz û komik û kesayetiyên sûrî de têkilî ji zû ve pêda bûne, ewên ku “federaliyeke neteweyî ya kurdî” di “Kurdistana Sûrî” de dipejirînin, lê dibînin, ku niha wê baștir be, ji ber hinde egerên cuda-cuda, navê wê bikin “Hukmê navçeyî” an “îdareya ne-navendî”. Ji van jî Newfel El-Dewalîbî ye, ku nasnameya Saudî hildigire û kurê serokwezîrekî navdar e, ku berî hatina El-Baath ser deselata sûrî li rojhilata navîn bi nav û deng bû, û ji wan jî Dr. Mohamed El-Rehal, ku avakarê “Leșkerê Selahdîn e”, û di binyada xwe de Kurd e, û van herdu hembervanên sûrî ne li dijî avakirina dewleteke kurdî ne. Ev komik bizava xwe ji zû ve dike ji bo li darxistina “hikûmeteke sûrî li derveyê welêt”, û wekî dixuye piștvaniya padișahê Saudî Erebî ji bizava wan re heye.

Li me biborînin, me li we dirêj kir, lew re ez ê tenha bibêjim: “Kurd di nêv serhildanê de gelek qurbaniyan didin, û pêwîst e van qurbanî heban û erzan neçin.”

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s