Kurd li Sûriye bêlay nabin

 Cankurd, 14.11.2011

Di va dema dawî de, hinek qelemên ku girêdayî hinde part û rêkxirawên siyasetçewtin, bizava xwe dikin ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê, wekî komekê bikin, ku dûr e ji van bûyerên xwînî yên li Sûriye hene, dibînin ku tew têkiliya gelê me bi derdorên wî re nîne, û baștire – li gor nivîsên wan– bo me Kurdan, em çav û dev û guhên xwe bigirin, wekî em ne niștevanên vî welatî ne, ku niha pevçûn têde, roj bi roj, germtir û xûnîtir dibe.

Bi ser ve jî, evana hezdikin ku ji gelê me re bi giștî û ji roșenbîrên wî re bi taybetî, dibistaneke fêrkirina ramiyarî vekin, têde hinde mamosteyên siyaseta wan a „hișmend“ bo hînkirina me hebin.

Li ba van baweriyek heye, ku gelê Kurd berî derketina wan ser rûyê zevînê, tew tune bû, an gêj û bê hiș bû. Eve jî nexweșiya her kesekî ye, ku xwe di ser gel re dibîne û xwe zanatir ji gelê xwe dibîne.

Li rojavayê Kurdistanê, wekî li jêriya Kurdistanê jî, em Kurd baș dizanin ku çareserkirina kêșeya me ya neteweyî bi pêșveçûna livîna demokratiyê ve girêdayî ye, lê wekî dixuye, evana naxwazin ev sîstema xûnrêj a malbata Esed têkbiçe, û bizava xwe dikin ku em her û her ciwanên xwe bidine wan, da ewana bo cenga xwe li hember dewleta Turkan bibin, tevî ku pêdiviya gelê me li rojavayê Kurdistanê jî bi wan ciwanan heye, lê belê ji van re ev ne giring e. Ya giring ji wan re ewe ku ciwanên me tev li wan rêveçûnan nebin, ewên ku bo guhartina sîstema niho çêdibin.

Ji bo vê yekê qelemdarên xwe dixin berdestiya ramana xwe. Ramana wan a serekîn „Berdana serokê wan e“ û ya dî jî „Bêterefkirina gelê Kurd e“ di nêv va pevçûna mezin de, ku li Sûriye ji bo bidestxistina azadiyê, ji meha Avdarê ve, dest pêkiriye. Qelemdarên wan jî –wekî dixuye– bo her histobariyekê amadene.

Mixabin, ewana jî ji rojavayê Kurdistanê ne, û baș dizanin ku serketina Sûriyan bê harîkariya Kurdan wê bibe egera ziyaneke mezin ji gelê me re, lê dîsa jî bi ya serokên xwe dikin, ku ji wan re tew negiring e, gelê me pêrgî çi hovîtiyan tê, ji wan re azadkirina serokê wan û bidestxistina hinek bercewendiyên partiya wan giring in. Esed jî ev jarbûna dilên wan naskiriye û wekî bavê xwe dizane çewa bi wan bilîze. Ji wan dixwaze ku ewana gelê Kurd bêlay bikin. Bi zimanê nermik nebû, bila bi darê zorê be.

Serokê PYD –wekî bo me dihate gotin– ji ber deselata Sûrî reviya bû çiyayê Qendîlê, lê paș ku serhildanê li Sûriyê dest pêkir, ji nișka ve bi wê ortê ket, û her rojekê li derekê di nêv gel de peyivî, û bêtir li ser „Vekirina dibistanên kurdî“, ne li ser roxandina sîstema Esed. Berî niha bi çend rojan jî, me dît ku ew bi hinek hembervanên Sûrî yên „hindirî“ re, çûbû bajêrê Qahîre li Misirê, ku bi serekê „Hevcivana Erebî“ re bicive. Li wir gelek hembervanên Sûrî yên dij sîstema Esed, bi hêgan avêtin wî û hevalêd wî yên Ereb.

Gava rojnamevanekî ji wî pirs kiriye, ew çewa paș revîna xwe hate Sûriyê, bersiv da, ku ew bi komikeke xwe ya leșkerî derbas bûye welêt. Gelo, gava ew bi dizî hatiye Sûriyê, çewa ew bi așkereyî li nêv gel digere, û çewa ew dikane biçe Misirê, ma qey li ba vî serokî kumê xeybê heye?

Gava rojnamevan jê dipirse, bo çî ew naye girtin, ew dibêje ku deselat ji wî û ji partiya wî ditirse.!!!

Heywax!

Qelemdarên kesekî wilo, ku hinek ji wan bi nav û deng in, bizava xwe dikin ku van gotinên zarokan di nêv gelê me de wekî rastiyan belav bikin. Axaza wî bo „Bêterefkirina gelê Kurd“ wek ferman dizanin.

Li gundekî devera Çiyayê Kurdan, ku dikeve rojavayê Helebê, hatîne ku dibistaneke kurdî vekin, gundiyên ku dizanin ev dem ya serhildanê ye û bi wê hîviyê bûn, ku partiyekî kurdî ji wan derketina bo rêveçûnê bixwaze, napejirînin ku „DIBISTAN“ li gundê wan vebe. Ewana çendîn li gundiyan zor dikin, kesek guh nade wan. Radibin çekdarên xwe tînin û gund bi wan dame dikin. Gundî diçin giliya wan çekdaran dikin, berpirsên navçeyî yên dewletê bo wan dibêjin:“ Qey hûn Azadiyê naxwazin? Van biraderan hatîne we azadbikin û bi ser de jî dibistanên kurdî ji wer e vekin. Ma hûn çi divên? Qey hûn jî roxandina sîstemê divên?“ Gundî destvala û bê harîkariya dewletê vedigerin malên xwe.

Ev siyaset niha li navçeyên kurdî, li rojavayê Kurdistanê, heye, lê bila hemî cîhan bizane ku gelê Kurd li rojavayê Kurdistanê bi bizavên „Bêterefkirinê“ naye xapandin, û dizane ku qada têkoșîna wî ya serekîn niha zevînê rojavayê Kurdistanê ye, ne dereke dî ye, û hîn baștir dizane ku serketina wî di xebata wî de bo standina mafê wî yê neteweyî, bi têkoșîna hemî gelê Sûrî ve bo Azadiyê, Demokratiyê û paristina mafên mirovan ve girêdayî ye.

Gelo, qey li nêv gundên me mirișk nema hêgan dikin?

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s