Peyv ne bes in

Words are not enough anymore

Peyv ne bes in

Cankurd, August 25, 2011

Ev gotina li jor bi Ingilîzî hatiye, ya Dr. Hubertus Hoffmann e, ku serek û avakarê saziya Networka Hêminiya Cîhanî ye (World Security Network Foundation). Ew dibîne ku cîhê serokê Sûrî, Beşar Al-Assad zindan e, û ji bo roxandina sîstema wî, û girtina wî, divê cîhana azad û demoqrat ne tenê bipeyive, dive ew gavin livbaz bike, da ev serokê hovbaz hîn bêtir jin û zarok û ciwanên gelê Sûrî need kuştin.

Li ser vê yekê David Shenker, ji malbenda Washington bo siyaseta Rojhilata Navîn, ji serokê Amerîkî Barak Obama dixwaze, ku ew bi hinek gavin livbaz hovîtiya sîstema serokê Sûrî bide rawestan. Di roja 20ê Tebaxê de gotareke fireh û kûr li ser vê mijarê nivîsand (Pênc tiştên ku divê Obama bike), û wekî pilaneke xort ji wî re dide danîn, ku Obama kanibe rast bi histobariya xwe rabe.

Ew dibêje ku damekirina “Hîsarkirina” sîstema Esed ji aliyê aborî ve ne bese. Sîstema Seddam Husên tevî gelek babetên damekirinê kanî bû 10 salên dî gelê xwe bipelixîne. %30 ji hatinên diravî yên dewleta Sûrî ji firotina Petrol û Gazê tên. Ewrûpa bêtirê wan berheman dikirre. Divê Ev kirrîn û firotin rawestin. Ya dî ewe ku welatên Ewrûpî çi karên aborî, avahî, çandinî û bazarî bi Sûriyê re nekin. Wekî wan jî mîrnişînên erebî yên kendava Farsî, Kuweyt, Qatar û Saudî Erebî jî pêwîste karê firmên xwe ku têkiliya wan bi Sûriyê re hene ji wan têkiliyan qedexe bikin. Ji aliyekî dî ve, tevî ku têkiliyên USA bi Türkiyê re nebaş in, dîsa jî pêwîste bêtir zor li ser deselata Erdogan bite kirin, da ew hîn ji niha bêtir xwe ji sîstema Esed bidûrxîne, Türkiye sînorên xwe bo bazariyê bi wê re veneke.

Bi ser van axazan “daxazan” de jî, ji Obama têye xwestin, ku ew harîkariya hembervaniya Sûrî bike, ku ew xwe hîn baştir li saz xîne, xwe çêtir organize bike, divêt serok Obama silaviya mezinên hembervaniya Sûrî di Koçka Sipî de bike û bi wan re hinek wêneyan bigire, da Esed û gelê Sûrî bibînin, ku rewş gihaye çi qonaxê. Pêwîste Serok Obama ji mezinên leşkerê Sûrî û saziyên îstîxbaratên re bide xuyakirin, ku ewana jî wê bên tawanbarkirin, ji ber van hêrişên hovane yên ku leşker li ser bajêr û gundan dike.

Tev li van axazan jî, David Shenker ji Obama dixwaze, ku ew di Encumena Hêminî ya UNO de gelek zor bîne ser wan dewletên ku ta niha dinêrin çewa serokek gelê xwe dide kuştin û hîn jî ne amade ne tiştekî dijî wî bikin.

Wekî em dibînin Esed di qada nêvneteweyî de, wekî di kolana Sûrî de, roj bi roj hêza xwe ji dest dide, lê wekî dixuye Melayên Tehranê ji wî re gotine ku ewê bi dare zorê kanibe hembervaniya gelê xwe bipelixîne, û wilo mirov di axiftina Esed a dawî de têdigihe, ku ew pir dûr e ji rastîniya Sûrî ve, û wekî kesekî tew ne li welêt e dipeyive. Ew derewan dike, rastiyê bincil dike, bi hêza xwe û bi piştvaniya gel ji wî re piştrast e, hebûna wî ya diravî kêm nabe, mijara li Sûriyê mijara hinde komikên têrorê ye, gel bi rewşa xwe dilşad e, cîhana azad û demoqrat nikane tiştekî dijî wî bike….û…û… Eve jî tersî rastîniya Sûriyê ye û diyar dike ku Esed nikane wê bipejirîne, lew re hîvî dike ku ew serhildan a gelê Sûrî di xwînê bê tawanbarkirin bigevizîne. Kolonêl Qaddafî jî tiştin wilo digotin û bahoza dûrokê deselata wî ji ortê rakir û avêt ser sergûyan.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s