Bêjeya dil – 7

Helbest û Evîn

August 24, 2011

Evîn hêvana helbestê ye. Helbest jî vedenga bilind a evînê ye. Herdu bi hev ve hatîne zemirandin, tev li hev bûne, di hev de hatîne pişaftin, bûne yek can û giyan, ji hev nabin û bi hev re jîneke herheyî avadikin, dixemilînin û hawîra xwe geş dikin an jî xembar dikin.

Hozanvanên mezin evîndarin mezin bûn û helbestên navdar berhemên evînî bûn. Hevjenîn û hevsaziya evîn û helbestê gelek helbestin çêrokî yên cîhanî pêda kirin, ji wan jî (Mem û Zîn) a Ehmedê Xanî, (Leyl û Mecnûn) a Şêx Mihemmed Can û (Romeo û Joliyêt) a Shakespeare. Bi rêya wan çêrokên evînî hozanvan an helbestvan hermayî dibe, nema winda û berşê dibe, navê wî bi berhema wî ve têye girêdan, bi wê tê nasîn, tevî ku ew xudanê wê ye, lêkirê wê ye, wekî nave endizyarê mezin Sînan bi berhemên wî avakirinê ve hatine girêdan.

Bi hezkirina wê efsaneyê, wê çêrokê, an wê evîndariyê, ji aliyê xwendevan ve, helbestvan bêtir û bêtir têye hezkirin û dîmenê wî li ba xwendevan xweş û ciwan û nazik dibe, wekî çewa dîmenên lehengên efsaneyan û hêjamirovan  bi terzekî baştir, çelengtir û sipehîtir têne nexişandin û mêrandin. Li ser wan pirtûk tên lêkirin û belavkirin, û gelek kesên dî jî di rêç û şopa wî re dicing, dixwazin berhemin wilo lêbikin, da ewana jî wekî wî navdar bibin û bên nasîn.

Evîn egera hebûnê dide helbestê û bingeha nasdana hozanvan amade dike, û helbest hêza mayînê dide evînê. Helbest, evîn û helbestvan, bi hev re di mejiyê gel de, di pirtûkên wêjevaniyê de û di stranên gelêrî de cîhekî bala û hezkirî distînin.  Mixabin, ne her helbestek li ser gul û dîmên keçên mina kevokan, li ser sing û berên sedefî, li ser lêvên wekî gulên Curî, bi ah û keseran dagirtî dibe helbesteke evînî.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s