Bila em giş bixebitin bo “Rêberiyeke hevreyî”

Cankurd, February 25, 2011

Di dûrokê de, ne tenê erênekirina her şêweyeke xwedeselatkirina kurdî armanca dewlet û rêkxirawên hawîr Kurdistanê bû, belku sîlkirina teviya hebûna neteweyî ya gelê me bû û bi ser ve jî pişaftina vê neteweyê bû di nêv ên dî de. Li gor vê armancê jî pilan û siyaset û hevkarî di navbera neyarên gelê me de her hebûn û bi cîh dihatin…û hîn jî bi hev re li hember me dixebitin.

Li Îranê hate belavkirin ku “Kurd” ne neteweyeke serbixwe ye, ew stûnekî bingehîn û Kevin e ji stûnên neteweya Farsî û di avabûna dewleta şahinşahî ya Kevin de ye. Dihat gotin ku Kurd di binyada xwe de Fars in.

Avabûna dewleta turkî ya nûjen jî, di sala 1923ê de li ser heriftiyên Împeratoriya Osmanî li ser bingeha “Yek netewe, yek ziman û yek dewlet” çê bûye. Navê “Türkiye” jêre hatiye pêdakirin, tevî ku Neteweya Turk ji orta Asiya ve weku “suwarin talanker” hatiye herêmê, bi darê zorê, bi xûnrêtinê, xwe li vir bi cîh û war kiriye. Silogana rojnameya “Hürriyet” a gelek navdar li vî welatî “Türkiye türklerindir” ser rastiya nijadpersetiya vê dewletê vedide. Ev welat tenha yê Turkan e, tê de çi mafê neteweyên dî nîne! Wan kesên bizava xwe dikin ku me bi “Demokratiya Ataturk!” bixapînin, nikanin vê rastiyê bincil bikin. Ji sala 1923ê de vê “Demokratiyê” ji gelê me re tiştek ji êş û nebaşiyê pê ve ne înaye, tevî ku ev komar li ser milên gelê me jî hatibû avakirin û paristin. Pir serhildanên gelê me çêbûn, hema mejiyê nijadperest ê van “Demokratan!” tew nehate guhartin. Peyva “Kurdistan” di gewriya wan de dibe hejîreke bi histirî.

Li Îraqê jî her weha, Kurd herdem ji mafên xwe yên neteweyî dihatin bêparkirin. Li Îraqê dûrokeke xûnî ya dirêj heye, ku rêç û şopên nijadperestan wê di mêjoyê mirovatiyê de herdem bi xûna gelê Kurd bimînin. Qirkirinên li Helebçe „Heleba piçûk“ û hovîtiyên cenga „Enfalan“ wê neyin ji bîrkirin. Niha herêmeke federal bi navê Kurdistan, paş roxandina sîstema dîktatorê xûnrêj Seddam Husên di sala 2003ê de, heye, hema wekî dixuye ew bûye mitekî tûj di çavên neyaran de, çi li Îraqê û çi li derve…Piraniya „Demokratan!“ li Türkiye, Îran, Sûriye, Îraq û welatên dî yên Ereban tew naxwazin wê bipejirînin, tevî ku destûra Îraqê ew herêma federal biryar kiriye.

Li Sûriye tew rojekê jî dewleta sûrî hebûna neteweyeke „Kurd“ li Sûriyê nepejirandiye, pilan û siyasetin nijadperest li hember gelê me û li hember hebûna wî ya neteweyî bi rê ve dibe, tevî ku serhildaneke gelêrî ya gelê me di sala 2004ê de ji ber êş û sitembaziyê çêbû û ta niha gelê me gelek qurbanî di ber mafê xwe de dane. Komara Sûrî bû „Komara Erebî Sûrî“, hemî niştevanên welêt jî „Ereb“ têne dîtin, heme şêweyên çandeya kurdî qedexene, bi ser ve jî cengeke şofen li ser zimanê kurdî heye.

Di rewşeke wilo de, pir xebat û kefteleft pêwîst e, da em kanibin bizava „Diyalogê“  an  „Gengeşiya demokratî“ bi wan kesan re pêş ve bibin, ewên ku xwe wek „DEMOKRAT“ di nêv gelên yên teniştdar de didin nasîn û ji me re bi gurmistan li sîngê xwe didin û dibêjin:“Em dostên gelê Kurd in!“.

Pir ji zû ve, em ketine nêv hevkêşanên devkî û nivîskî, rû bi rû û bi heme şêweyên têkiliyan, bi gelek kesan re ji van „DEMOKRATAN“, lê belê li dawiya dawî, ji me re dibêjin:“Bira, em tev niştevanên vî welatî ne, çi Kurd û çi ne Kurd, werin em bi hev re deselata zorbaz biroxînin, emê welatekî bê nijadperestî pêda bikin, emê bi hev re wekî bira bijîn.“ Hema di rastiyê de, mixabin… Piraniya wan yekîtiya neteweya Ereb dipejirînin jê hezdikin û jê re dixebitin û wê xebatê wekî histobariyeke neteweyî û demokratî û olî ji xwe re dinasin, lê ya neteweya Kurd wekî „Cudakirina nebaş“ dinasin, û piraniya wan „DEMOKRATAN!“bi zûkî Kurdan weku ajanên Amerîka û Israîl didin xuyakirin, gava Kurdek li ser mafê gelê xwe di serxwebûn û azadî û yekbûnê de dipeyive…

Tevî hebûna dîwarekî wilo, qaling û bilind, ji mejiyên nijadperest pêdakirî, li gor dîtina min, pêwîste em gengeşiya xwe ya germ bi van „NE DEMOKRAT“ re bigudînin, pêş ve bibin, ji ber ku li ber me çareyeke dî niha nîne. Heger hêza neteweya me heba, û weku hozanvanê me yê mezin Ehmedê Xanî gotiye, bo me xwedî kulahekî bi hêz heba, me yê kanî ba mafê xwe bi darê zorê bistanda… û weku ew dibêje:

Bê ceng û cîdal û bê tehewwur  vî şuxlî qet mekin tesewwur

Lê ji ber ku em hîn negihane wê pileyê, divê em ji rêya „Diyalogê“ venegerin, hema di ber diyaloga xwe re jî, bo me gelek pêwîst e, em hêza xwe ya neteweyî bînin ser hev, ji şaşiyên xwe yên dûrokî fêr bibin, di nêv hev de li ser axazin zelal û hevpar bicivin, û berî her tiştekî em wekî neteweyekê bixebitin, ne wekî çar neteweyên jar û haj hev û din nînin. Heta ew rêberê mezin, ê ku Ehmedê Xanî hebûna wî hîvî kiriye, derdikeve meydana têkoşînê, divê em rêberiyeke hevreyî „Kolêktîv“ di nav xwe de pêda bikin, ku di wê de çi serî ji yê dî mestir tune be, wekî pêşserên me yên Mîdî berî niha bi hezaran sal „Hevbendiya Mîdî“ pêda kiri bûn.

Heta wê rojê hûn bimînin di xêra Xwedê de…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s