Şorişên nên û azadiyê

Cankurd

February 23, 2011

Wekî mirovatî di xewnekê de ye, an jî bahozeke efsaneyî bi ser keleh û surhên van zorbazan de hatiye, beydeqên wan yek û yek gêr dibin, gelên wan carekê dibêjin:”Şah mat” bi wateya “Şah mir” û ewana ji lîskê derdikevin, wilo asan û bi zûkî, weku tew li hember wan bi salan serhildanên gelêrî û berxwedanên ramiyarî têkneçûne… Va hefteya dî, ji van serok û merokan, kî wê bikeve, an kî wê bireve, êdî em nizanin… Ev sêrgeha fantaz, tevî ku gelek xûnrêtin jî vêre çêdibe, dilên mirovhezan li heme cîhanê şadike û serbinkirina deselatdariyên welatên sosyalîst, ku paş têkçûna sîstema Sovyêtistanê pêda bûye, tîne bîra me… Hîngê serhildan ji bo azadiyê, demokrasiyê û mafên mirov bûn, lê niha axaza nên jî dikeve ser wan axazên mezin, û ji ber wê yekê em dikanin bibêjin ku evana “Şorişên nên û azadiyê” ne.

Gelo, ev çima wilo dibe? Egerên wê çine? Qey tenê zorbaziya van deselatiyên xûnrêj bûye egera van hilgavtinên mezin ên li cîhana me ya niho pêda dibin? Na… Hinek eger û „faktorên“ dî jî hene…

Bo roxandina sîstema Saddam Husên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (USA) û hevbendên wan du cengên wêranker li dijî wî kirin, berî wê jî Iraq 8 salan keti bû cengeke xûnî ya dirêj bi Iranê re û bi gelê Kurd re jî… Di navbera cenga derkirina leşkerê Seddam Husên ji Kuweytê û cenga ji bo rakirina sîstema wî ji ortê di sala 2003ê de jî Embargo ya herftdar li ser Îraqê bi salan hebû, û tevî ku bi hemî şêweyan rakêt û bombe bi ser Bajêrên Iraqê de barîn, dîsa jî rakirina sîstema Baasî ne asan bû, ji bo wê bi sedan Amerîkî hatin kuştin û ziyaneke aborî ya mezin giha Amerîka, lê ji bo roxandina sîstemeke dîktatur a wekî ya Husnî Mubarek an Zeynulabidîn Elî yê Tunisî tenha rûpelên facebook û twitter hatin dagirtin û bi kar anîn. Leşker û tang, keştî û firok tew pêwîst nebûn. Demokrat li USA bi vê serkeftinê pir dilşad in. Ewê ku bibêje, tew têkiliya USA bi van serhildanan nîne, ew xwe dixapîne û nikane paşguh bike ku van davên êlêktronî yên wekî facebook û twitter û you tube û hemî davên e-mailê yên navdar di bin kontrola wê û saziyên wê yên agahdariyê de ne. Ew şorişekê kontrol bike dikane hikariya xwe jî li wê bike. Em dibînin ku zora civaka nêvneteweyî li ser sûriye ew binzor kir ku careke dî rê ji facbook û you tube re veke, paş ku ewana ji nêv lepên ciwanan rakiri bûn. Bêguman sira van davên êlêktronî di xortkirina têkiliyan di navbera serhildêrên sûrî de pir mezin e û saziyên agahî û siyasî li USA vê yekê ji me baştir dizanin û dilşad in bi wê yekê.

Ya dî di vê mijarê de, egerên serhildanê ne. Serhildana netewekê an çînekê bê egerin mezin çênabe û gelb ê egerin giring dernakevin kolanan û mirov sîngên xwe nadin gulleyên xûnrêjên deselatdar.

–      Zorbaziya deselatdaran wilo tersî axazên mirovatiyê di azadî, demokrasî û mafên mirov de, gihaya wê keviyê ku nema kesekî xudan wijdan dikane bipejirîne.

–      Azadiya li derveyê van welatên di tariyê de dijîn, bi rêya televîzyûn û Înternetê dilê mirovan dikişîne û viyana bi destxistina wê azadiyê roj bi roj bi hêztir dibe.

–      Bihabûna regezên xwarinê yên tev giring wekî (Birinc, genim, garisê zer, zeyta xwarinê…) û hinekên dî yên pir hezkirî li welatên maldar wekî (Qehwe û kakao)… di bazara nêvneteweyî de, ji ber ku malkirên bi hêz (Speculater) wan regez, hîn berî çandina wan ji cotkaran kirrîne û di bazarên diravî de bi bihayin giran firotine. Vê rewşê ziyaneke zor bi êş gihandine hemî dewletan û bi taybet yên ku deselatdarên wan xêr û bêra wan ji xwe re revandine û kaniyên wan ên diravî mêtine, miçiqandine…Gelên ku zarok û piştên wan jar û birçî dibin nema dikanin xwe bigirin û bi zûkî agirê hilgavtin û şoriş û serhildanan di nêv wan de tê vêxistin.

–      Wekî tê xuyakirin, hebûna hêzeke siyasî ya li saz xistî, rêk û pêk û xwe wekî pêşeng ji gel re dibîne ne wilo giring e. Le bakurê Afrîqiya ji me re îro belge pêda dibin û bi taybet li Tûnis û li Lîbiya, ku hembervaniya hindrî rast jar e, lê dîsa jî gel rabûn ser xwe û ketine têkoçîneke xûnî li hember deselatdarên xûnrêj. Serhildana gelê Kurd jî li rojavayê Kurdistanê di sala 2004 de nimûneyeke zelal bû, ji ber ku hîç ne bi rêya partiyekî ji partiyên kurdî bû. Ew serhildana gel bû.

–      Di rewşa Misirê de û berî wê di ya Tûnisê de helwêsta leşkerê xuya bû, ku ew l igel axazên gelb û, ji ber ku serokatiyên leşkerê dizanîn gel di çi tengiyên aborî de ye, serhildan ne tenê ji bo azadiyê ye, ew ji ber birçîbûn û hejariyê ye jî…Serhildan ya nên û ava pqij e, ya kar û paristina malbat û zarokan e…

Hinekî mijar firehtir e ji van dîtin û nêrînan, lê belê em naxwazin bêtir di vir de li ser teviya mijarê rawestin…Bila eve bibe egera tevlêbûna dost û birayan di gengeşiyeke hêja de…

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s