Îdiyom ên Çiyayê Kurdan

Cankurd
17.02.2011
Îdiyom di koka xwe de ji „Îdioma“ Girîkî hatiye, û bi wateya taybetiyeke wekî „zimanê neteweyî“ an yê navçeyekê, lê pişt re di nêv zimannasan de bi wateya wan pevgirêdanên zimanî yên taybet belav bûye û cîhê xwe girtiye.
Mînak: Di Kurdî de em dibêjin: Kevir avêt û keviravêtin. Wekî: Kevirek xiste destê xwe û avêt. Lê ev „Keviravêtin“ di zarava Kurdaxê de bi wateyeke dî ye jî. Dibe li gelek navçeyên dî jî wilo be, hema em tenê li ser zarava Kurdaxê di vir de radiwestin û eve mijara me ye di vê gotarê de.
Yek ji yekî dipirse:“- Rewşa te û jinikê çawa ye?“
Ewê dî bersivê dide:“-Bira, tu sax bî, bi Xwedê min kevirê wê avêt.“
Gava yek vê bersivê bê şirovekirin werdigerîne zimanekî dî, ew bê guman mebest û wateya wê diguhêre, gava ew nizanibe ku ev îdiyomeke Kurdaxî ye, û mebesta mêrikê bersivdar, ne ewe ku wî kevirê jina xwe ji dest girt û avêt, mebesta wî ewe, ku wî jina xwe berda, nema ew û wê jinê hevjînên hev bin.
Di Îngilîzî de jî gelek îdiyom hene, ku ji wan re hinek malperên taybet hatîne pêdakirin. Ji wan îdiyoman jî ev: “He lost his head” Bi wateya He is angry and overcome by emotions.
Bi Kurdî: “Seriyê xwe winda kir”
Çawa mirov seriyê xwe winda dike, ku herdem li ser govdeyê wî ye, di nêv herdu milên wî de hatiye çandin?
Bê guman ev Îdiyom bi vê mebestê ye: Ew xeyidiye û kela dilê wî bilind e.”
Pirbûna îdiyoman di zimanekî de nîşana maldarî û firehiya wî zimanî ye û di wêjevaniyê de îdiyom cîhekî balkêş distîne, ku bi wan û bi hinek şêweyên dî yên avakirina zimanî, çandeya neteweyekê dibe xudan taybetiyin cihê ji çandeyên din. Hema ji aliyekî dî ve, heger van îdiyom neyin bi kar anîn û şirovekirin, ew ziman dimiçiqe û jînava wê kêm dibe, di navçeyekê de jî, îdiyoma cihê ji yên navçeyên dî yên welatekî hene, lê hinek hevparin û li gelek deveran wekî hev in.
Li ba me, li Kurdaxê, carina dibêjin: “Gotina wî li erdê xistin”
Qey gotina wî zebeş bû, ku rakir û li erdê xistin? Na…ne wilo ye…Ev bi wê mebestê ye, ku bihayê gotina wî nizanin, şora wî avêtin paş guhên xwe, bi wê nekirin. Di vir de jî îdiyoma (şora wî avêtin paş guhên xwe) heye. Peyv û şorên wî bi paş guhan ve avêtin…Eve gelekî ciwantir e ji peveka “Guh nedan ser gotinên wî”.
Li Kurdaxê “Destê xwe di ser wî re girt” tê gotin. Mirov carina destê xwe di ser seriyê kesekî dî re digire, hema wateya vê ne ew destgerandina berçavkirî ye di ser seriyekî re, wateya wê “Paristina yekî ji yekî re ye”, gava padîşahek serkohiyê li êlekê an komikeke mirovan bike, em dikanin bibêjin ku wî “Destê xwe di ser wê êlê an wê komikê re girtiye.”
Carina Kurdaxî dibêjin: “Destê xwe têda”. Dest-têdan di vir de ne wekî kesek destê xwe têxîne nav ardekî an çiwalekî. Li vir bi wateya “Difna xwe xistiye nêv karê hinek dî”. Lew re em dikanin binivîsin ku dewletên mezin ên cîhanê destê xwe têdane nêv heme karên dewletên piçûk. Bi wateya peyva erebî ku jêre “Tedexxul” dibêjin. Li ser vê yekê “Desttêdan” wekî îdîyomeke kurdî têye binavkirin.
Kurdaxî li şûna ku bibêjin: Hêz û kanîna wî nema ye, ew nema dikane tiştekî bike, tesk û hêrsa wî şikîne, dibêjin: “Basikên wî ketine avê.” Wekî em dizanin basikên mirov nînin. Çewa basikên wî dikevin avê? Lew re “Basik-ketin” wekî îdîyomeke kurdî têye naskirin.
Carina jî gava Kurdaxî dixwazin yekî rezîl pezîl bikin, ewana nabêjin: “Ew ker e”, lê belê dibêjin: “Ew k’erkan dicû”. Ke’rik wan hejîrin, ku hîn negihane dema jêkirin û xwarinê. Gava ji darê hinek diweşin an dikevin, ker û pez wan dixun û tew nizanin ku ên di darê de dimînin dibine hejîrin şirîn. “K’erikcûtin” ew îdiyom e ku di vir de bo wî/wê hatiye bikaranîn, ewê/ewa tiştekî vala û berdayî, çi mifa têde nîne dibêje û tew nizane mijara civatê li ser çiye.
Wekî wan jî îdiyoma “Şorşikandin” û “Devavêtin” û “Gef danê”.
Şor di zarava Kurdaxê de “Peyv” û “Gotin” e, Qey ev “Şor” dareke ku tu bişkînî? Na.. Mebest tiştekî dî ye, mebest ewe ku “Xatirê gotina wî nizanî bû û bi yaw î nekir, peyva wî şikand.”
Yek ji yekî dipirse:”Bo çi tu dev davêjî min?” Di vir de dev dibe kevirek an tîrek û têye avêtin. Eve jî Îdiyomek e. Wekî wê jî “Gef danê”. Em bibêjin: Mezinên gund gef dane ewîl û tolazan. Wekî em dizanin “Gef” û “Gurr” bi wateya peyva erebî “Tehdîd û tehzîr” in. Yekî Kurdî baş nizanibe, wê guman bike ku mezinên gund şîrone an diyarî dane ewîl û tolazên gundê xwe. Lê ya rast ewe ku wan bi gotinan li wan xort û lawan zor kirine, tiştek ji wan re nehêja dîtine, divê ewana nekin.
Wilo em dibînin ku di zarava Kurdaxê de îdiyom baş bi kar tên, û gava mirov wan îdiyoman nenase, wê baş tênegihe mebest û wateyên gotinekê an nivîsekê.

– November 19, 2010

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s