Ji bo facebookê haj xwe bikin: Dîwar bi guh in

Cankurd

01.02.2011

Ji meha Çêleyê Paşîn ê sala 2004 de, dava civakî ya navdar “facebook”, li bajêrê Palo Alto, li California (USA), li ser navê xudanê wê Mark Zuckerberg ketiye defterên fermî. Heta roja îro ew bi bêtir ji 74 zimanan di cîhanê de heye. Di roja 21.08.2010 de, li gor agahdariyên Facebookê bi xwe, 500 milyon bikarhênerên wê hebûn. Destkeftiyên wê yên diravî di sala 2009 giha bûn 800 milyon Dollar.
Ev dava cîhanî ya êlêktronî yek ji platformên hezkirî ye, ne tenê ji aliyê xort û kiçan ve, belku ji aliyê heme kesan ve, ku demeke dirêj ji jiyana xwe ya rojane li ber kompiyûtera xwe derbas dikin. Çi jin û çi mêr, çi ciwan û çi pîr. Bi rêya facebookê dava dostaniya civakî, hevaltiya ramiyarî û hevnasîna kesanî, li gel belavkirina berhemên xweyî an yên saziyên çandeyî, hunerî, olî û siyasî, firehtir dibin. Ewê ku di facebookê de endam e, dikane bi zûtirîn dem têkiliyên xwe bi her kesekî/kesekê re, bi her saziyekê re, li teviya cîhanê pêda bike. facebook sireke mezin di roxandina deselata Zeynulabîdîn Bin Elî de û di serhildana Misirê de list.
Di nêv me Kurdan de jî, ew û hinek davên mîna wê, wekî Twitter, bûne herifdarên sînor û serhedên di nav gelê me de hatîne danîn. Ne tenê wan tixûbên neyaran di nêv xaka me ya neteweyî re kişandine, belku heme kelem û surhên civakî, çînî û olî jî…Gelek Kurd, li teviya cîhanê di van davên êlêktronî de tên ba hev û bi hev re dikevine têkiliyan. Eve jî serkeftina azadiya mirovî ye. Li rojavayê Kurdistanê facebook sira xwe ya pir hêja dilîze di avakirina têkiliyan de, lew re dewlet wê qedexe dike.
Lê belê… Ji ber ku van dav wilo giring û hezkirî ne, pêwîste mirov haj xwe bike, da xwe nexîne nêv xefk û xapandinên dizkerên agahiyan. Xanima hêja „Doch Beth Givens“, ku berpirseke ji saziyeke navdar a bo paristina agahiyên kesanî ye „Private Rights Clearinghouse“ dibêje ku gelek mirov hezdikin bo dost û nasên xwe di facebook û davên wekî wê de wêneyên xwe, an tiştin xwe yên taybet firêkin, lê ewana tew ji bîr dikin ku hinek kesin ku bi carekê dûrî wan in û ne dost û nasên wan in, dikanin wan agahiyan bi destê xwe xînin. Ev xanim tika dike ji heme kesan ku (6) agahiyan bi diristî nexînin nêv agahiyên xwe yên ku ewan didine facebook û davên dî:
1. Dûrok û ciyê jidayîkbûnê yên rast û dirist, ji ber ku bi rêya wan mirov dikane xwe bigihîne hinek agahiyên dî yên kesanî û bi taybet li welatên pêşkeftî ku hemî tiştên li ser mirovan ketine kompiyûterên fermî û yên gelek fîrm û kompaniyan. Baştire ku mirov gava „Profile“ xwe di facebookê de ava dike agahiyên dirist li ser dûrok û dema bûyîna xwe nenivîse.
2. Navnîşana xwe ya rastîn nede çi davên êlêktronî û bi taybet ên wekî facebook ku bi milyonan mirov têde endam in. Bi rêya „Profile“ te, hinek dizkar û keleş dikanin agahiyan li ser jiyana te, malbata te û heyînên te yên kesanî bistînin. %65 ji endamên van davên êlêktronî dikevine şaşiyê û pir agahiyan li ser xwe belav dikin.
3. Peyva xwe ya veşartî „Veşartok“, a ku bi Îngilîzî jêre „Password“ dibêjin, tew nede kesekî, û bi taybet gava kesek di bin navê saziyeke e-mailê de, wekî Yahoo, Hotmail an Mail ji te veşartoka te li gel navnîşan û agahiyin din dixwaze, û dibêje ku ewê e-maila te sîlbikin gava tu wan agahiyan li ser xwe di zikê hefteyekê de nedî wan. Baş li e-mala wan binêre, tu yê bibînî ku ne ya wan saziyên e-mailan e, piçekî cihê ye ji wan.

4. Tu ku ve diçî, tu yê ku ve biçî, tu salvehesa xwe li kijan welatî an li kî derê derbas dikî, tew di facebook û davên dî de nenivîse. Ewên ku bi pey mirovan dikevin, da ziyanekê bigihînin wan, pir dilşad dibin gava bi asanî wan agahiyan li ser te di facebookê de an di ciyekî dî de bixwînin…
5. Çêrokên xwe yên evîndariyê, mukiriyên xwe yên veşartî ku tu bo dostan dibêjî an wan pê haydar dikî, bila ne bi rêya facebook û davên dî bin… Ji ber ku hinek hene hezdikin her tiştekî li ser te bizanin, bi taybet gava tu keçeke an jineke hezkirî bî, an jî ji malbateke navdar û maldar bî.
6. Gava yek nexweş be û biçe ba saziyeke sîgortê, da li ba wê bibe endam, ewana wî kesî bi asanî napejirînin. Kesekî ku pir cigara dikişîne bi zûkî têye derkirin. Lew re li ser nexweşiyên xwe, li ser kêmzanîna ajotina trombêlê û li ser pevçûnên xwe bi xelkê re, yên tu ji ber xûngermiya xwe dikeviyê, di facebook û davên êlêktronî de belav neke.
Li dawî, ez dikanim bibêjim ku wekî her tiştek li ser telefonê naye gotin, di facebook û davên êlêktronî de jî her tişt naye gotin. Ji berê tê gotin ku dîwar bi guh in.

February 1, 2011

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s