Bêjey a dil (6) Rewşa netewê

Bêjey a dil (6)
Rewşa netewê

Nasekî min ê ku li gundekî ji gundên derdora Helebê mamoste bû, ji min re ev bûyera ku ez niha ji we re dinivîsim, salix da, got:“Carekê ez û jina xwe, li ser mijareke malbatî ya tew ne giring bû, bi hev çûn, şorek ji min, yek ji wê, me kire qirecir… Li gundê ku ez têde mamoste bûm, di mala de, ji min û wê pê ve kesek tune bû, zarokên me jî hîn pêda nebû bûn. Rabû ez bi şev ji mal derketim û min berê xwe da çolê, da ez piçekî bi tenê xwe bimînim, pevçûna xwe bi hevjîna xwe re ji bîr bikim, da roja dî gava ez ji xew rabim, ez bi mejiyekî zelal biçim dibistanê, ez xeyd û nevîna xwe bi xwe re nebim û bi ser seriyên zarokan de nerijînim. Rast jî min xwe wilo fêr kiri bû, ku berfa diho ji diho re bihêlim, rojeke nû û destpêkeke nû. Wilo jî jiyan asantir û aştir dibe, çi di mal de û çi li derveyê malê. Heyv çarde salî bû û asîman sayî bû, stêrk dibirîsîn û ji dûr ve hinek sirtên bê dar û bê mal bi rengê reş dixuyan.

Ez êpê (1) geriyam, rêçên min di rêk û çixirên nav zeviyan de çê bûn, wan rêk hemî neziftkirî bûn, bi toz û kulxan bûn. Ji nişka ve helbesteke seyda Cegerxwîn hate bîra min û wilo ez bi rewşa helbesvan û nivîskarêd kurd ve gêro bûm. Min pevçûna xwe ya devkî bi jinikê re tew jî bîr kir. Êdî ez bi helbestvanan re ketim gengeşiyan…lê belê… Ez di wê navê de ji wî gundî bi dûr keti bûm. Ez rawestiyam û min li ber şewqa hêvê bizava xwe kir bibînim, ka kat çiye, min destê xwe yê çepê hilda ber çavêd xwe û min li katjimêrê nêriya. Dora 10ê şevê bû. Min got ku ez vegerim wê çêtir be, dibe ku jinik bi tenê xwe bitirse. Ez bi paş ve zîvirim.
Ne dengê mirovekî, ne girîna zarokekî, ne ewtîna segekî û ne jî vingevinga motorekê, ji wan motorên li nav zeviyan bo pêdakirina kehrebê an jî ji bo hilkişandina avê ji kûraniya çalekê an bîrekê, tenê ji aliyê sirtan ve dengên roviyan û ji nav pûş û pelaşan xiştexişta kosî û mişkên nav zeviyan dihatin guhên min. Dêmek ez pir ji mirovatiyê ve bi dûr ketime. Ez bi tenê xwe mame. Min di keviya rê re lez kir, da pir toz ji ber kilaşên lingên min ranebe, lê çi malên gund û çi çiraxên malan xuya nebûn. Paş ku min çavêd xwe li dora xwe baş gerandin, min dît ku li aliyekî min xaniyekî ji kerpîçan, ku bi rengê mor ê giran heye, di pencereke xanî re rohniya çiraxekê dixuye. Bêguman bi roj wê rengê xanî piçekî zelaltir ba, min ê zûtir bidîta. Min got: Ez herim ji xudanê malê bipirsim. Min guman kir, Erebekî esmer ê çîprût , simbêl qaling, bi kiras û egal, wê derkeve û debanê (2) xwe ber bi rûyê min bike, hema xudanê malê, ku teperepa kilaşên min li ber derî bihîsti bû, bi lez derî vekir, gavek bi derve de avêt û ziq rawestiya. Ew bi şal û şepikê kurdî bû, navpişteke dehqatî li nava xwe gerandi bû, wekî pêşmergeyekî şorişa Êlûnê, li ber şewqa hêvê rû û cilpaqij dixuya. Yekser berî ez pirsekê bikim, got:„-Mamhosteyê hêja, tu vê şevê li vir çi dikî? Qey te rêya xwe winda kirî?“

„-Bira tu Kurdî? Min kaxeza seriyê xwe winda kirî.“

Ew keniya û got: „-Fermo, were hindir, tenê tu ji civîna me kêmî.”

“-Civîn? Keko ez tew te nanasim, ez nizanim tu gota çi dikî, û min tew nedizanî ku maleke Kurdan li van deran heye.“
Xudanê malê gaveke wekî silaviyekê (3) ber bi min ve avêt, destekî xwe da paş pişta min û ez ber bi derî ve pêş ve dam. Ji hindir ve boxeke germ hat. Di nav dûmanê cigaran re, min pêjnên komeke rûniştiyan, ji heft kesan û bêtir li ber rohniya du çiraxên kîrosînê dîtin. Min ewana nasnekirin, ewana jî bêdeng bûn. Paş silav û silavvedanê, xudanê malê got: „-Eve mamosteyî gundê Sosikê ye, ku bêguman rêya xwe winda kiriye û evana jî berpirsên partiyên me yên kurdî ne, partiyên rojavayê Kurdistanê.“

Min di kûraniya dilê xwe de ji xwe pirs kir: „-Kî?“

Min dît ku civakîtire ez navê xwe ji wan re bibêjim û destûra çûyînê bixwazim, ji ber ku sedased ewana ji derin dûr hatîne û civîneke wan a giring heye, hema bo çi li wa navçeya ku bêtirê xelkê wê Ereb in, li wa mala piçûk a dûrî heme gundan, ez nizanim. Dawî min guman kir ku ewana bo li hev hatinekê di navbera êlên Ereb an axayên Kurd de hatine wir, ji ber ku „Li hev anîn“ ji zû ve bûye histobariya tev hezkirî di nav serokên me yên ramiyarî de, û bi taybet gava têkiliya wê yekê bi şêxekî Ereban re hebe. Ma ne li jêriya Kurdistanê jî mestirîn histobariya serokên me Kurdan li hev hanîna serekên êl û part û komikên Ereban e?

Min bizava xwe kir ku ez rabim û biçim, hema xudanê malê bi pençeke wekî ya şêrekî bi destê min girt û ez dame rûniştin. Min fedî kir ez tiştekî ku wî hosan bike bêjimê. Ez mam rûniştî. Wî got:

„-Qey tu dixwazî min erzan bikî. Danîşe bira, heta em xwarina şîva dixun û pişt re Xwedê camêr e, tu dikanî biçî.“
Wekî ez dizanim, xwarina şîva ewqas dereng namîne, hema dibe ku mêvanêd wî taze hati bûn û bê guman berxek an bi kêmtirîn du Elok an du Misrî ji wan re hatîne serjêkirin, lew re xwarin dereng datê. Di wê navê de, hate bîra min ku xanima min niha bêtir ji min sîv hatiye, nifiran li min dike û ji dûrmayîna min dilteng bûye, lê dibe jî ew niha dibêje:“-Kêşka gur te bixun, tu li min venegerî.“ Ez di ber xwe de berken bûm, ji ber ku mirovan tew gur û ajalên dî li wan deran nehêlane, tev qir kirine… Karê mirov her kuştin û serjêkirin û qirkirin e. Xudanê malê navêd mêvanên xwe yek û yek ji min re anîn zimên, hema navêd partiyên wan, ku pir ji hev nedûr in, niha nayin bîra min an jî gava ez ji te re wan lêvbikim, dibe ku ez çewt û şaş bibêjim… Ji wan mêvanên hêja yek hebû, diyar bû ew mezinekî tevgera kurdî bû, difna wî wekî ya bazekî pîr bû û çavêd wî hûr bûn, wekî yê roviyekî mirî. Ew zîrek û jêhatî bû, wî gote min: „-Gava ez ciwan bûm, ez jî wekî te mamoste bûm, hema ez mamosteyê siyasetê bûm di nav partiyê de.“ Wilo got û bi lawazî keniya. Pişt re got:“-Pêncî salin, ez mamosteyê siyasetê me.”
Min di dilê xwe de ciyekî germ ji wî re nedît û min di ber xwe de got: “-Lînîn, Stalîn, Dîgol û Ibrahîm Lînkolên bi hev re 50 salî rêberî nekirin. Gelo, qey ev kese ji wan tevan jîrtir e an dîktatorekî partînî ye… Ma wê çend salan paş mirina xwe jî bimîne serokê partiya xwe?”

Dengê wî ez ji nav hizirên min revandim, wî got:“-Partiya me xwe amade dike bo standina xilata Nobel.”
“-Xilata Nobel?”
Min wilo pirs kir. Bersiv da, got: “-Erê, çima na? Em mestirîn hunerwerên siyaseta nermik in di cîhanê de, me rojekê têlên tenbûra dewletê neqetandine. Ma ji vê hêjatir siyaset li cîhanê heye?“
Min got:“-Rast e…divê hûn xilata Nobel bo aştî û têlneqetandinê bistînin.“
Paş ku min wilo got, ez poşman bûm, lew re min bi dengekî bilindtir gotina xwe serrast kir, min got:“- Raste..raste, hema ne wilo ye.“
Xudanê malê bi destekî simbêlên xwe misdan û weku ji xwe re got: „-Ev çawa dibe: Raste…raste, hema ne wilo ye?“
Pîremêr got:“- Me wilo gelê Kurd gelek caran ji qirkirinê qurtal kir. Heger me hembêz û sîngê xwe bo wan Ereban venekira, ewên ku deselatdariyê anîne û di nav me Kurdan de bi cîh û war kirine, wê fîtneyeke mezin çêbiba û li dawiyê bi darê zorê wê ewana bihatana bi cîh û warkirin. Heger me piştvaniya deselatê nekira, li hember wan bûyerên ku hinek navê „Serhildanê“ lê dikin, wê deselatê gelê me bêtir bida ber lêdanan, emê perengperengî bibana….“ Min bi dizîka got:“-Qey em hîn perengperengî nebûne?“
Berpirsekî ku ji xelkê Kobaniyê bû û ji wî bi gelek salan ciwantir bû xeyidî û got:
„-Mamo, çito tu van gotinan dikî? Wekanî we hêla Ereb bê serêşî di nav çavêd me Kurdan de bi cîh û war bibin, û wekanî we hêla deselatdar gelek xortên me di serhildanê de û paş wê yekê jî bikuje, bê ku em kanibin tiştekî bikin. Ev siyaseta we em gihandin têkçûnê.”
Yekî dî yê ku diyar bû ji çiyan taze daketiye, got: “-Malavano, qey ev kefteleftên Filistînî di ber ax û niştê xwe de dikin, tev çewt in?”
Yekî dî yê govdegir û qanat bû, ku di zarava wî re diyar bû ew ji kûraniya Cizîrê hatiye, got: “-Ê me girtin, lêdan û îşkence parekî giring in ji xebata ramiyarî, lew re mezinên me dikevine zindanê, lê em keftelefta xwe bê sistî digudînin.”
Xudanê malê ku bi gotina wî dilşa bûye got:”-Bila mera nêriyê rojekê be, ne kavirê salekê be.”
Pîremêrê çavpiçûk û difinbazî got: “-Bo va ramiyariya we ya ne hişmend, we partiya xwe kerker kir. Sê an çar partî ji we pêda bûne, û we dewlet jî li seriyê me har kir.”
“-Ma ne ji te û partiya te jî gelek tej pêda bûn? Qey te ji bîr kir ku yekmîn parçebûn di partiya te de bû û dawîtirîn parçebûn jî di partiya te de çêbûye? Ne ji wan zarokên li Ewrûpa ba, ewên ku bi pey xewnên kurdistanî ketine, teyê bidîta me çawa mejiyê dewletê dikire çeqilmast!“
„-Birazî, eva dawî, ya di nav me de çêbûye ne parçebûne, evana xwe bi „Îslahcî” navdikin… Mam Celal pare nedabana hevalêd me, tew “Îslahkirin Mîslahkirin“ jî di nav me de pêda nedibû. Ê me karê me her wekî xwe ye. Ji xwe pirkirina endaman, mezinkirina xebatan dihêle ku carcar keivirên xaniyan jî bileqin…“
Yekî dî yê wekî efendiyekî rûgeş û rûnerm, bejinzirav û bi cilin nûjen, pişta xwe dabû balifin qaling û li ser doşekeke giran rûnişti bû, bi Kurdiyeke zelal got:
„-Hêjano, bila em ramiyariyek navberî bi rê ve bibin, ne wekî ya we qels û histodaxistî, û ne jî wekî ya we, her roj li kolan û li dadgeh û li zindanan…. Bila em jî wekî xelkê dî yê sûrî, bo bercewnediya xwe ji keşe re bibên: Bavo.“
Gişan li çavêd hev nêriyan û bêdeng man. Xudanê malê pirs kir:„-Şêxê hêja, hûn li ser sazmana deselatdar çi dibêjin?“
Ez tênegiham, ka ew efendî rast şêxek bû, an navê wî Şêx an Şêxo bû. Wî bersiv da, got:
„-Di çandeya me ya ramiyarî de, peyvên toq, wekî “Dîktator”, “Zorbaz”, “Faşist”, “Neyar û dijmin” nînin. Em wilo fêr bûne ku seriyê benê xwe sist bikin, gava dewlet ben ber bi xwe ve bikişîne. Divê ben neqete. Eve siyaseta Mua’wiye Bin Ebî Sufyan bû, ku bi wê kanî bû di demeke kurt de dewleta Umewiyan li Şamê gelek bi hêz bike, wê firehtir bike.”
Yekî dî yê govdepiçûk, por bi serî ve nema bû, bi berçavkin mezin bû, diyar bû ku ew toxtirek bû, got:“-Ê me, em piştvaniya birayên xwe li Kurdistanê dikin, serketina wan serketina me ye, gava ewan bi hêz bibin wê bên hewara me û emê ji va rewşa xwe ya nexweş derkevin.”
Xudanê malê bi hêrs gote wî:”- Keko, wan ji zû ve cilên xwe li başûr ji avê derxistine, lê tew ewan nayin hewara çi kesî.”
Ewê toxtir got:”-Keko, tewat…tewat…Xwedê ji mirovên bi tewat hezdike. Te çi zîn li bizinê kirî?”
Di wê navê de, yekî li aliyekî pişta xwe dabû balifekî giran û guhdariya radiyo dikir. Ji nişka ve xwe piştrast kir û got:”-Hele dengên xwe bibirrin, vaye nameyeke nû ya rêberê gel têye xwendin.”
Wilo got û guhekî xwe da ser radiyo. Deng bilind kir. Rêberê gel digot:“-Me Kurdistaneke serbixwe navên, bo me dewleta neteweyî nebaş e, em îdareya herêmî ya neteweyî dixwazin, Wekî Ata gotiye, bêtir na…“
Xudanê malê çavsor bû, ji wî û ji rêberê wî sîv hat, got:“-Keko, heger hûn dewleta kurdî ya neteweyî naxwazin, ma ji bo çi hûn herdem axaza kongireyeke neteweyî ya kurdistanî dikin?“
Ji nişka ve hêlehêl û qirecir di navbera xudanê malê û wî hêjayî de pêda bû. Wî got:“-Hûn peyayên Esed in.“ Xudanê malê jî got:”-Hûn şagirdên Ataturk in.”…û diyar bû ku eger xwarin neyê, wê bi xwe hevdu bixun. Di wê rûniştinê de, mixabin, çi pilan nehatin gengeşekirin û çi kesî ji wan çareyên xwe bo kêmkirina zorbaziya rêjîma dîktator a ku rêber û mezinêd gel dixîne zindanê û lawên kurd wekî Ezdehak dikuje, zevîna me li me heram dike û zimanê me qedexe dike…”
Nasê min çêroka xwe wilo bir serî, hema min yaqa wî berneda, min jê pirs kir:”-Birawo, qey te tew tiştek negot?” Wî paşiya seriyê xwe carekê xurand û got: “-Keko, ez çi bibêjim? Min tenê yek pirs ji wan kir, yekser ewana ji cîh hilgavtin û bi şeqaman bi ser rûyê min ketin. Xêra Xwedê çov û kevir li wir tune bûn, wê ez mûzmehelî bikirama.”
“-Bêguman, te tiştekî nebaş got!”
“-Ez nizanim. Min tenha pirs kir: Ka we vegêra xwe çawa kir?”
Paş wê lêdanê, min çavrêya xwarina goştê berxikê an Elokan nekir. Ez bi rênîşandana xudanê malê ketim rêya vegerê, hatim mal. Xanima min pirsiya:”-Qey tu ketî pevçûnekê?” Min got:”-Erê. Li ser vegêrê.”
“-Vegêr çiye?”… Tevî ewqas êşa ji ber lêdanan, heta berbanga sibê, min ji xanima xwe re mijara “Vegêra tevgera kurdî”, ku wekî xewnekê an tayekê hat û çû, şirove kir.
(1) Demeke êpê: Demeke dirêj 2) Deban: Sîlah 3) Silavî: Îstîqbal
January 10, 2011

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s