Hozanvan û pêdakirina fantaziyê

Cankurd

21.10.2006

[Ev Gotar Diyarî ye bo hozanvanê hêja Nezîr Palo]

Zanayê navdar Sigmund Freud (1856-1939) dibêje, ku di her mirovekî de hozanvanek heye, û hozanvanê dawiyê bi mirina mirovê dawiyê re diçe. Ew dipirse, ma wê ne çêtir be, em li rêç û şopa hozanvanê pêşîn li ba zarok bigerin? ji ber ku zarok bêtir ji lîskê hezdike û xwe bi lîskê re gêro û mijûl dike. Ew ji xwe re, wek hozanvan cîhanekê avadike, an em rast bêjin, ew heyînên cîhanê ji xwe re li gor hezkirina dilê xwe, di cîhanek dî ya nûjen de datîne, hema naye wê wateyê ku ew lîska xwe bê cediyet dilîze, ew ji dil de dilîze û acetên lîska xwe, wek tiştên berbiçav ên rojane dibîne, ji rastîniyê ve, tevî ku di fantaziyek xort de ye, bi dûr nakeve. Ciyawazî di navbera hozanvan û zarok de, di pêdakirina cîhana xwe ya fantaziyê de nîne.

Hevmaliya zimanê helebestvanî û yê lîska zarok jî her maye, û hozanvan peyvên wilo bi kar tîne, ku “lîsk” têde ne. Sigmund Freud sê peyvên wêjevanî yên giring: “Lîska evînî”, “Lîska şîniyê” û “Lîskvan” wek nimûne  tîne zimên.

Zarok mezin dibe û “Lîsk” her bi wî re mezin dibe, her di hindirê wî de dimîne, lê ji ber ku pêwîste ew dev ji wan “Lîskan” berde, bi wî re xemgîniyek navxweyî pêda dibe, êdî ew lîska xwe di “henek û yariyan” de dibîne. Ji lîska bi tiştan diçe ser lîska bi peyv û wateyan. Li vir nema ew bi acetin berbiçav û di nav destan de dilîze, ew ziman, peyv û bêjeyan bi kar tîne, hema ew her dimîne “Lîskvan” û ji cîhana fantaziya xwe dernakeve, bêtir firehtir dike, li ser wê şêweyekî taybet ji peyvdariyê pêda dike, û bi wê yekê dilşad e û kêfa cane wî mezin e. Ewê mirov baş dinase, dizane ku mirov nikane bi asanî dev ji wê kêfê berde, ew kêfa ku di “lîskê” de dîtiye…

Zarok fantaziyên xwe yên di lîskê de pêda dike, çi bi tenê xwe be û çi bi hogiran re be, ji kesî fedî nake û venaşêre, hema mirovê gihîştî fedî dike, wan fantaziyên xwe ne wêre aşkere bike, ew bi gelek çêrok û wêne û lîstikên wêjevanî dipeçine, bi tabloyek, ku pir caran nafêhmkirî û “Soryalî” dide der û belav dike.

Di hiş û dilê zarok de, yek daxaz her heye, ew bibe mêrekî gihîştî û gir, karibe her tiştekî bi xwe bike. Ev daxaz wî dilivlivîne û di lîskê de ber bi avakirina cîhana fantaziya xweyî ve kaş dike. Li ba kesê zarotî li paş xwe hêştî, daxazên bi cih nehatîne dibin motora livîna wî ya fantaziyane, hezkirina keçekê, ku neçûye serî, dikare wî rake balaxaneyek fantaziya bê wekanî.

Fantaziyek di nêv sê deman de digere an difire: Niha, berê û dema li pêş. Mirov tiştekî, bûyerekê an kesekî dibîne, yekser tiştek, bûyerek an kesek di dema berê de tê bîra wî, an daxazek bi cî nehatibû, fantaziya mirov wî dibe dema li pêş û rewştek pêjinî „xeyalî“ ji xwe re pêda dike, cîhanek fantaziyê, ku têde ew daxaza di dil de maye bi cîh tê…Divê em têkiliya fantaziyê bi lîskê re hîç ji ber çavan winda nekin.

Tiştekî dî yê balkêş di vê fantaziyê de heye, ew jî kesaniyek serekîn e, weku dixuye ji aliyê hozanvan û çêrokvan ve, her tê paristin, û bi hemî hêza xwe bizavê dike, ku em ji wê kesaniyê hez bikin.

Di fantaziya hozanvanan de, tiştekî ku em bi destan dihîsin an bi çavan û guhan dibînin û diguhin, dikare bibe nîşana kesaniyekê an ciyê wê kesaniyê di helbestê / berhemê de bigire, gul û heyv di gelek stran û çêrokan de ciyê dilberê digirin. Li ba Shakespeare, di „Bazarganê Vênîsiya“(*) de, her  kesekî ku tê destê Porziya dixwaze, pêwîste sandiqekê ji sê sandiqan hilbijêre, yek zêrî, yek zîvî û yek qurşînî ye. Di yekê ji wan de wêneyê Porziya heye, yên dî vala ne. Şehzadeyê Marokî ya zêrî hildibijêre, vala derdikeve, şehzadeyê Arragonî ya zîvî hildibijêre, ew jî vala derdikeve, hema hezkirîyê Porziya ya qurşînî hildibijêre, di wê de wêneyê dilbera wî heye û wê li xwe mardike. Her yek ji destxwezan berî sandiqa xwe veke di cîhana xwe ya fantaziyê re digere û egeran bo standina biryara xwe dibîne. Sigmund Freud dibêje ku Shakespeare ev çêroka sê qutîkan ji „Gêsta Romanorum“ biriye, ew berê di nav mirovatiyê de hebûye, lê sê keçikan di „Gêsta Romanorum“ de dixwastin kurê Qyser ji xwe re bistînin. Tiştê balkêş ewe, ku Shakespeare carek dî di „Şah Lîr“ de, li vê lîstikê vedigere, gava şah ji bo hersê dotên xwe dibêje, ku ya bêtir ji wî hez bike, wê dêrîna „mulkê“ xwe ji wê re bihêle û ewa ji wî hezneke û bihayê wî nizanibe, êdî ne dota wî ye û mafê wê di dêrîna wî de tune ye. Herdu dotên şah, Gonerîl û Rêgan para xwe bi hezkirina bavê xwe distînin, lê KordêliyaCordelia“ bê par dibe. Li ba S. Freud sê kesanî yên ji hev cihê, sê jinên ne wek hev di hersê berhemên mirovî yên giranbuha de tên berçavkirin, hema her carekê bi şêweyekê, li gor fantaziya hozanvan / berhemdar û lîsk her dimîne ew lîsk. [Di efsaneyên kurdî de jî, sê bira an sê xûşk hene.]

Di efsaneya GirîkîYûnanî“ de jî pêwîste Parîs jî ji nav sê xwedîkan yekê hilbijêre. Ev lîska mirovî fantazîkirina viyan û daxwazan, ku bi şêweyin wêjevanî yên carina baş û bêmirin, ji aliyê hozanvan/ çêrokvan ve tên pêdakirin, li ba S. Freud tev li bîranên zarotiyê dibin, bi gelek çarikan mirovatî zarotiya xwe dipeçine û pêşkêş dike, wekî kûzikên ku ji heriyê tên pêdakirin, her yek şêweyekî distîne, lê di binyada xwe de tev ji yek gola heriyê ne…

[Emê carek dî bên ser vê mijarê….]

Hûn bimîn di xêra Xwedê de.

(*) Li wergerandina me ya bi Kurdî binêre.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s