Bêjeya dil – 4

Cankurd – 03. Dez. 2010 6:01:14 AM

Nasekî min, guvêşka xwe ya rastê bi tiliyeke xwe ya dirêj guvaşt, çavêd xwe kûriş kirin û  ji min re ev bûyer an jî ev çêrok sapirand, got:

“Ez û dostekî xwe yê dilgerm bi hev re pir diketin gengeşiyan. Wî ne bi Xwedê û ne jî bi kêşeya me ya neteweyî bawer dikir, ew Qomonîstekî mormorî bû, herroj ji min re li ser nêrîn û ramanên Karl Marx û Friedrik Engels, li ser şorişên Kuba, Viyetnam û Filistînê dipeyivî, hema tew carekê jî gotineke qenc an baş di mafê rêberên me yên Kurd de nedikir. Wî pir hezdikir ku ew mîna şorişgêrekî sor di nêv xelkê de bite naskirin û pir bizavên xwe jî dikirin, da ew wekî mezinekî an rêberekî pêşverû di nav Qomonîstan de bite pejirandin. Gava wan rê nedane wî, gotin û axazên wî jî bi paş guhan ve avêtin, êdî ew hate nêv welathezan û bû niştperwer. Rojekê li vir û yekê li wir, ew dostê min navdar bû, gelek kes bi pey wî ketin, û wekî hûn dizanin, gava Kurd bi hêz dibin, berî her tiştekî pê li meriv û dost û nasên xwe dikin. Ew jî Kurd bû û wî jî wilo dikir. Zora xelkê dibir, ewana talan dikirin, rê li wan girêdidan û bizava xwe herdem dikir, ku gundiyan, karkiran, nîv-xwendevanan û bêtir jî afretan bîne ser ola xwe ya ji nû pêda kirî bû. Ez dibêjim “ola xwe” ji ber ku wî xwe wekî avakarê oleke nû û taybet dida nasîn, xwe bi ser ve jî wekî pêxemberekî bê çewtî jî bi nav dikir…Wî digot ku kesê serxwebûna gelê Kurd nexwaze mirovekî bê namûs e. Ev gotin jî pir bi dilê gundiyan, welathezan û Kurdperweran bû, lew re ji wî hez dikirin û li dora wî diciviyan…Ji nişka ve, cîhan li seriyê wî teng bû, ew ji ber leşkerê dewleta Osikan reviya, hema ew hate girtin û bi wî girtin avêtin binzevînekê, li dereke dûrî gund û mirovên me…”

“-Êh…!”

Nasê min soliqeke kûr û dirêj li cigara xwe ya ku bi xwe pêçayî xist û çavêd xwe dîsa kûriş kirin û gotina xwe gudand, got:

“-Sal û meh derbas bûn. Min xwe bi raman û dîtinên wî dostî gelek gêro kir. Serxwebûna Kurdistanê, avakirina dewleteke nêvneteweyî di herêma Rojhilata Navîn de, tunekirina part û kesayetiyên kevneşop, avakirina deselatiyeke ku bêtir afret têde fermandar bin, û pêdakirina nijdekî mirovan, ku tew bi Xwedê bawer neke û her amade be bo bi cîh anîna raman û fermanên wî, bi can û bi xûn di ber wî de xwe bide qurbankirin…”

“-De bibêj lo…Te dilê min germ kir!“

„-Erê, wekî ez dibêjim û hîn bêtir jî…Şevekê ji şevên zivistanê, ku berf kabekê barî bû, kesekî nediwêrî ji mala xwe derkeve, ez li ber bermayê agirê pixarê, ku teviya rojê û êvarê vêketi bû, rûniştî bûm. Ji nişka ve, li ber rohniya çiraxeke zeytê, ku jar bûbû û teniya reş cama wê girtibû, pêjina mirovekî bi ser min de hat. Min guman kir ku endamekî malê ji xew rabûye. Hema ne wilo bû. Ew dostê min î ku wekî ez dizanim di zindanê de bû. Dilê min veciniqî, lêv û kabên min lerizîn û ez lal bûm, nema dizanim çi bibêjim.“

„-Qey Îzraîl bû?“

„-Bi Xwedê carina mirov di hindirê mala xwe de jî ditirse!”

“-Tu rast dibêjî.”

“-Demekê me li rûyêd hevdu temaşa kir. Ew hati bû guhartin û ez jî hati bûm guhartin…Dem mirovan diguhêre, ne tenê ji aliyê teher û pêjn û rewştin xuyayî ve, ji hinder ve jî…Min pirs kir, ka ew çewa di vê zivistana sar de, di vê berf û seqemê de, di nêv ewqas rêbendên neyaran de, ji zindana xwe hatiye gundê xwe, hatiye mala me. Wî bi asanî ji min re da zanîn ku ew mîna Xizir- Silav lê bin– herdem azad e, dikane di dîwarên çemento re derbas be, li ber wî dergahên asinî bê merbend û kilît in…”

“-Hella..Hella..!”

“-Erê, wî gote min ku bihatirîn pirtûkên “Siyasetê” di ser surhên zindana wî re difirin û dadikevin hindirê odeya wî, tazetirîn nûçeyên cîhanê bi lez û bez digihînin wî, ew nameyan ji zindana xwe dişîne bo balatirîn saziyên mafên mirovan li cîhanê, nameyan bo hogir û hevalêd xwe, çi jin û çi mêr, ku li gelek zindanan dimînin, dişîne, li rewşa wan dipirse, azara dide wan, dilên wan germ dike, da ewana jar nebin…û bi ser ve jî, ew heme kom û rêkxiraw û saziyên xwe, dost û nasên xwe, peyrew û peyayên xwe, ji odeya xwe de dajo, ku ve xwest wilo… Ew dikane wan bişîne cengê û dikane wan bike melhema birînan, nerm û aştîxwaz…”

“-Heylo, qey neyar çavkor in, tew nabînin û nabihîsin… An jî ewqas demoqrat û parêzvanên mafên girtiyan in?”

“-Ez çi dizanim?”

“-De bibêj, kuro, bibêj…“

„-Dawî mêvanê min, ê ku bi şêweyeke nenas li aliyê dî yê pixarê, li hember min rûnişti bû, gote min ku ew gelek poşman bûye.“

„-Poşmanê çi, keko?“

„-Ew poşman bûye ku wî daxwaza serxwebûna Kurdistanê kirî ye. Ew ji pirtûkên ku diketin destê wî fêr bûye ku pêdiviya gelê Kurd bi dewleteke neteweyî nîne. Ew têgihaye ku mestirîn neyarê Kurd, yê gelek caran Kurdistan di nêv xûnê de hêlaye, mestirîn dostê gelê Kurd bû. Şêx û meleyên Kurdistanê, ku tev kevneşop û olparêz bûn, xinizî bi wî kiri bûn, serî li wî hilda bûn û ew ber bi cengê ve têveda bûn, tevî ku ew mirovekî pir aşt bû. Çewtî ya Kurdan bû ne ya Osikan bû, ku Kurdistan pir caran tar û mar bû, talan û wêran bû…“

„-Bi Xwedê min ev nedizanî.“

„-Ji min re got ku serekên Kurdan li jêriya Kurdistanê gelê Kurd ber bi qirkirineke dî ve dajon. Libat û kefteleftên wan dibine xencer di pişta neteweyên rexvan de…“

„-Weylo! Rast?“

„-Bi Xwedê ez nizanim, wî wilo got. Bi ser ve jî gote min ku kuşterên gelê me, yên di cengê de li Kurdistanê hatîne kuştin, tev şehîd in û ew seriyê xwe bo dayîkên wan diçemîne û lêborînê ji wan dixwaze…”

“-De bese…bese…Êdî tu dixwazî ji min re li ser polîtîk û molîtîkê bipeyivî…Wekî Turk dibêjin: Yeter.

“-De bila. Gava te yeter kir, ez jî yeter dikim.”

“-Keko, te ji min re negot, ka ev çêroka te an ev bûyera te ji min re sapirandî, rast bi te re derbas bûye an ji xwen û pêjiniyên seriyê te yê nexweş e?“

Carekê kûr li min mêze kir û got:

„-Tu ya rast dixwazî? Ez jî nema dizanim.“

Paş van gotina, her yekî ji me rûyê xwe bi aliyekî ve guhart û bi pey fantaziyên dil û mejiyê xwe ket. Di jiyana mirovî de rastî û pêjinî pir di nav hev de dijîn, tev li hev dibin, û gelek caran mirov nikane wan ji hev cihê bike.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s