Bêjeya dil – 3

Cankurd

November 12, 2010

Li ser pişta xaniyekî ji xaniyên gundekî çiyayî, ku ew gund ji bîst malan ne bêtir bû û pir hejar û belengaz dixuya, di şeveke havînê de, li bin kumbeta asîmanê ku sayî bû û bi stêrkine nayin hejmartin xemilandî bû, ez û mirovekî, ku ji temenê xwe yê sî û pênc salî pir pîrtir dihat dîtin, li ser hinek mînderan danişti bûn, li hember hevdu, û her yekî ji me pişta xwe dabû balifekî qaling û giran û lingêd xwe dirêj kiri bûn, me çavêd xwe ji heyva bi şewq û ji stêrkên kadizê ne dibirrîn, û me ji bêdengiya gerdonê camên xwe dadigirtin.

Demek wilo derbas bû, dawî ew mêr ji min pirsiya: “-Bira, tu niha çi dikî?”

“-Ez li stêrkan temaşa dikim.”

„-Ma qey ez te nabînim?“

„-Mebesta te ez çi karî dikim.“

Ew bê deng bû.

Min tiliyên herdu destên xwe, yên ku li paş seriyê xwe, xisti bûn nav hev, ji nav hev derxistin, min pişta xwe rast kir û min gotê: „-Ez niha bizava xwe dikim, romanekê binivîsim.“

„-Roman çiye?“

„-Çêrok.“

„Hi…“

Mêrik bi ser wê peyvê de piçekî balkêş bû. Wî jî xwe piştrast kir, qutîka tûtinê ji pêş xwe ber bi min ve têveda, min bi seriyê xwe neykir. Wî qutiya xwe rakir û cigareyeke xwe ya qaling pêça. Hesteyekî pûşî ji berîka berdilkê xwe yê reş derxist, û piştî du-sê bizavên serneketî, kanî agir bi cigara xwe xîne, soliqeke dirêj wê bikişîne û dûmanekî pir bi ser me de ji devê xwe berde…

„-Tu bi çi zimanî çêroka xwe dinivîsî?“

„-Bi zimanê dayîk û bavan.“

„-Mala te ava be…Mala te ava be…Tu li ser çi çêrokê dinivîsî?”

“-Ez çi ji te re bibêjim. Ez dizanim ku tu mirovekî nexwendeyî, hema te gelek çêrok û efsaneyên me bihîstine…Roman piçekî cihê ye ji wan, gava tu romanekê dixwînî, tu dibînî ku ewe jiyana mirovekî an hinek mirovan, di civatekê de û di pareke demê de, ji her aliyekî ve dide zelalkirin.“

„-Ez baş tênagihim van tiştan, ji xwe dibistanê gelek tiştên nû pêda kirîne, ku tew em gundî tênagihinê…Lê hîviya min ewe, hûn van çêrok û efsaneyên me yên devkî jî binivîsin, da zarokên me bizanin, bav û bavpîrên wan jî xudan berhemin xweşik bûn.“

„-Tu rast dibêjî…Tu rast dibêjî…“

Paş ku mêrik ariya cigara xwe di tenişta xwe de, bi ser qûma ser pişta xanî de daweşand û dûman careke dî bi ser seriyên me de berda, got: „-Te ji min re negot, tu çêroka xwe li ser çi dinivîsî.“

„-Herê…rast e…li ser evînê.“

„-Li ser evînê?“

Ez bêdeng mam.

Mêrik got:“-Ma kebaniya te wê hosan nebe, ku tiştekî wilo bibihîse an bixwîne?“

Bi gotina wî re peyveka romannivsekî hate bîra min, ku ji welatên rojavayî ye. Ez keniyam.

Mêrik li min temaşa kir, devê xwe ji hev kir û heyirî.

Min got: “-Romannivîsekî  biyanî dibêje ku mirov nikane bibe mêrekî baş ji jinekê re û di ber wê yekê re romaneke evînî ya bi pêjiniyên xwe dagirtî binivîse…”

Mêrik keniya, cigara xwe di qûmê de vemirand û xwe ji navê de bi pêş ve da, carekê bi aliyê rastê ve û carekê bi aliyê çepê ve nêriya, ka kesek li nêzîka me heye an na, tevî ku em li ser pişta xaniyekî bilind bûn. Pişt re got:

“-De xêra xwe çêroka min jî di nav ya xwe de binivîse…Ezê rojekê bipeqim, ji ber ku ez nikanim ji kesekî re wê bibêjim. Hûn nivîskar dizanin çawa van tiştan vehûnin, bê ku kes bizane, jêderên çêrok û helbestên we çi jêderin.”

“-Tu rast dibêjî…ka bi dizîka ji min re bibêj.“

Mêrikê navsalî, keserek kişand û got:„-Wekî tu dizanî, temenê min bûye sî û pênc sal û hîn ez bê jin im. Ne ji ber ku ez naxwazim ji xwe re hevjînekê pêda bikim, an jî ez bizava xwe nakim ku destê keçekê an jinebiyekê bixwazim…Lê ez çi bikim? Mala hejariyê wêran be…Ez hîn kurekî şeş salî bûm, bavê min koça xwe ya dawî kir, dayîka min jî ji ber karên pir û pir bi zûkî herifî, jar bû, nexweş ket û ew jî bi pey mêrê xwe ket.“

„-Xwedê dilovaniya xwe li herduwan bike.“

„-Li yên miriyên we jî.”

Wilo got û bi kefa destekî xwe herdu çavêd xwe carekê misdan. Pişt re gotina xwe gudand û di ber re cigareke dî pêça û agir vêxist.

“-Ez tew neçûm dibistanê. Ez bûm şivanê gund. Ji berbangê de ta bi rojava ez li çol û beyaran dimam. Ez ji sirûşt û ajalan, ji firind û masiyan, ji şivan û pezên wan fêr bûm pir tiştan, Ez fêr bûm çawa bi kevirkanîkê kewan ji ser dar û zinaran bînim xarê, çawa masiyan bi destan bigirim, çawa dav û kemendan ji kêrguhan re vegirim, dûpişk û maran ji qulên bin axê derînim û bigirim, û ez fêr bûm avjenînê, nanpijandina li ser zinaran, çêkirina telmeyê bi kehrikên hejîran û ez fêr bûm pîk û bilûrê, ku bi wan pezê xwe wekî dixwazim bibim û bînim, ji hêrişên guran biparizim, hema ji xwendinê, ji jîna nav civaka mirovan ez bêpar mam…“

„-Gava tu fêr bibî van hemî huner û karan, ma çi pêdiviya te bi civaka mirovan heye? Sirûşt, ajal, firind û çol mak û kok in, hema mirov mêvanên wan in…“

Diyar bû, wî dixwast çêroka xwe bi zûkî ji min re bibêje, berî kesek tê ba me, lew re gotina min birrî û ya xwe gudand. Got:“-Ez vê dibêjim, ji ber ku ewê di nêv mirov de nejiyaye, tew nizane bi jinan re jî bide û bistîne.”

“-Rast e…De bibêj.”

“-Paş ku ez mezin bûm, av di hişkê min re jî geriya, êdî bihna min bi zûkî teng dibû. Min didît çawa dewatek li pey ya dî bi hev dikeve, dîlan tên girtin, û bûkên bi cilên sipî ji ser piştên hespan tên danîn û tên derbaskirin hindirên malên zavan. Dexsîniya ji nas û hogiran dilê min digirt, tev li êşeke ku dax di sîngê min de dihêla.“

Êdî sira min hat di keserkişandinê de…Ji naçarî min rûyê xwe ji wî guhart, hema min hezdikir ku ew teviya çêroka xwe bo min bibêje.

Keça duwanzdeh salî ya xudanê mala ku em mêvanê wî bûn, ji me re li ser sîniyeke paxirî leganeke tijî tiriyê Şî yê pir şîrîn anî û bi lez çû. Xudanê malê bi xwe çûbû ji min re mewlûda Mihemedê Henefî ji pêşnimêjerê mizgefta gund bistîne.

Min gote çêrokbêjê xwe:„-De lez bike, berî xwediyê malê vedigere…“

„-Heger ew nimêja xwe li mizgeftê neke, pêşnimêjer çi pirtûkan nade wî. Wê bê, hema piçekî dereng.“

„-Êh…“

„Paş demekê min bi hinek birayên hêja re hûr û mûr di sînorê re bi şev derbas kirin…Lê belê carekê mînek di bin lingê hevalekî min de teqiya, lingekî wî hate birrîn, ez careke dî neçûm serxetê.“

„-Hey mala ewên wan mîn û bombe û lexem dane çandin hilweşe. Çendîn mirovên me dane kuştin an birînkirin!“

„-Pişt re ez bi hêzingbirran re bûm yek ji desteya komirçêkirinê. Min dev ji şivantiyê berda û ez şev bi şev çûm çiya, me baştirîn darên çiyan dibirrîn û li agirî didan, da em piçek komir pêda bikin, û wan bibine bazara Nahiyê bi çend quruşan bifiroşin…“

„-Qey wûjdana we tune bû? Çawa we dar dibirrîn, ku ewana wekî kezeba sipî ne ji van derdoran re?”

“-Bi Xwedê me jî wilo dizanî, lê em çi bikin…Mala hejariyê biherife…Me hinek pere didan keyê gund, da li ser me çi nûçeyan nede cendirmeyan, me hinek jî li bazarê didan wan cendirmeyan, û ji xudanê qatir û bergîran re, me parek dida…Çi ji me re dima? Ji hêştirî guhek…”

“-Êdî, ez ji te sîv hatim…”

“-Bira, qey min bi tenê wilo dikir? Min bizava xwe dikir, ez hinek pere pêda bikim, da ez bûkekê ji xwe re bînim. Mala min heye, lê mal bê kebanî nabin.”

“-De pêda here, hema careke dî çi daran nebirre…Emê bibin neyarên hevdu.“

“-De bila em bimînin dost, neyartiya mirovan ne baş e.”

„-Herê, neyartiya mirovan ne baş e.“

“- Carekê ez li çiya li ber komirê mam. Wekî niha havîn bû, hogirêd min çû bûn du qatiran bînin, da em komira xwe lê bar bikin. Ewana ta bi taştiyan nehatin. Êdî govdê min ji ber gemar û ariya komirê xuriya. Min ser çiwalêd komirê bi hinek şiqin û şivan girt, da kesek nebîne, û ez di rûyê çiyê re, ber bi çemê binê gund ve daketim. Min dît ku dûmanê agirî ji ber kenarê çem ve bi jor ve hiltê. Hat bîra min ku ew roj roja çarşemê ye û keraşî hatîne cil û kincêd malên xwe bişûn. Keraşî jin û keç û zarokin, di wê roja serşuştin û cilşuştinê de, xwe piçekî ji cilên li xwe kirîne aza dikin, nav û sîng û berên jinan û kiçan, carina qît û qalçeyên wan, û carina reşkên wan jî tazî dibin, lew re mêr dûrî wan ciyên keraşiyan dimînin, nabe mêrek ji wan ve xwe nêzîk bike.“

„-Êh…“

„-Ez binzor bûm ku ji wan bi dûr kevim, bi xarê ve biçim… Ez di ber avê re çûm, lê ji ber ku rêzekî bilind û hevgirtî ji dirrîreşkan di navbera min û çem de hebû, ez bêtir bi xarê de çûm, heta min di derekê re tengevalahiyek dît, min xwe têre gihand ber avê. Li wir min dît ku qawînekî zer û mezin bi ser avê ketiye û bi xarê ve diçe. Min bizava xwe kir ku ez wî qawînî bigirim û çend kakilan jê bixum. Ez birçî bûm. Min di dilê xwe de got: Niha ev qawîn sar bûye, wê çiqas xweş be! Ji ber wê yekê, bi lez û bez min cilêd xwe ji xwe kirin, min xwe da nav avê û ez ber bi qawînê bê xudan ve çûm. Hema şepela avê hin bi hin hêztir bû, qawîn bi lez çû û ez jî li pey…Dawî di berqefeke zinarî de, ku herdu aliyên çem girtibû, min destê xwe avêt û min qawîn girt, lê ez pir ji şûn û warê xwe bi dûr keti bûm…Min ew qawîn carekê bihin kir û min  danî ser tehtekî zinarî yê fireh, ku di tenişta wê berqefê de bû, ew piçekî bi aliyekî ve toll bû. Li ber rohniya royeke bi tîn gelek cuwan xuya bû. Min çend caran por û rûyê xwe di avê de şuştin, pelçepelça dest û lepên min bû, hema li jêrî min av li pişta zinarekî mezin diket û xumexuma wê bilind bû. Qawîn di mejiyê min de cîhê xwe yê giranbiha girti bû, min lez kir ku derkevim û bi zûkî xwe bigihînim cil û kilaşên xwe yên çermî, ku dûrî min ma bûn, da kesek min wilo tazî, şilf û şitar nebîne.“

„-Te azadiya xwe standibû.“

Em herdu keniyan. Nêçîrvanê qawînan got:“-Mirov tazî ji dayîk dibin. Wekî min bihîstî hîn li welatên Gubiyan, li Hindistanê û li Birazîlê heta niha mirov hene tew nizanin cilan li xwe bikin, bihna wan ji cilan teng dibe.”

“-Herê, te ji kê bihîstî…Eve rast e.”

„-Rojekê hostayekî dibistanê di şevbuhêrka gundiyan de got, hema piraniya gundiyan tew ji wî bawer nekir.“

„-Min jî gelek caran bizava xwe kir, ku ji hinek nasên xwe re bidim şirovekirin, ku zevîna em li ser dijîn gilover e, yekî hercar ez didîtim an navê min dibihîst, ez bi Xudanê Gokê bi nav dikirim. De çêroka xwe ji min re bibe serî. Ez ji niha ve te bi Nêşîrvanê Qawînan bi nav bikim.“

Em herdu dîsa keniyan.

„-De bila…hema teviya çêrokê nebêje…“

„-Ma ne te got binivîse?“

„-Herê, hema bi terzekî dî, da kes nizanibe ez lehengê wê çêrokê bûm.“

„-Başe, emê Nêçîrvanê Qawînan ji bîr bikin, da kes gumanê nebe ser te, gava çêrok belav bû. Fermo…“

„-Min destên xwe avêtin sîvleka tehtê zinarî, ku bi ser avê de dirêj bûbû, min xwe hilda jor, ez ji nav avê derketim û bi lez min bi piyekî xwe şiliya ser rûyê xwe malişt, min seriyê xwe çend caran bi hêz hejand, da av ji nêv porê min kêm bibe, min tiliyek xiste guhê xwe yê rastê, ku ez ji avê vala bikim û min xwe li ser piştê li ser tehtê, ku royê germ kiriye, dirêj kir, da ez piçekî vehesim û av ji ser govdê min zuwa bibe. Min çavên xwe damirandin û min çerm û rûyê xwe spart tîrêjên royê.“

„-Hey, çi rewşeke xweşik e, ku mirov wilo paş serşuştinê, bi royê re bibe yek!“

Piçekî mêrik bêdeng ma, weku ew dîsa taze ji avê derketiye û govdê xwe daye ber tîrêjên royê. Dest avêt qutîka tûtinê, û di ber têwerdana cigarê re got:„- Min çavekî xwe vekir û ber bi qawîn nêriya. Qawîn tune. Ez ji cîh hilgavtim. Min li kenarên tehtê fireh nêriya, ku ji du aliyan ve ketibû nêv qûmê, û du alî jî wekî pelikên guhan bel bûbûn. Qawîn tune. Min bi herdu destan ser reşka xwe girt û ez di cîh de rûniştim. Qawîn ji min hat dizîn, lê çawa? Kê bir? Ma ewê qawînê min revandî tazîka min jî dît? Bê guman, ji ber ku ez bê cil bûm, û min xwe li ser piştê dirêj kiri bû…Heywax, erdê veqeliş ez têkevim. Xwedêyo, çi hat seriyê min? Qey ên Gonê bûn? Çawa mirovekî bi hiş tiştekî wilo dike? Heger cilêd min jî dizî bin, ezê…ezê…“

Min nema dikanî xwe bigirim, ji nişka ve pirtinî ji devê min hat û ez bi paş ve ketim. Meta mêrik, li ser sewkiyekê li binê xênî cîhê razanê ji xwe û mêrê xwe re amade dikir, kenê min bihîst, lê dengên me wê nedibihîstin. Ew bi dengekî zîz pirsiya:

„-Xwedê xêr ke! Me ji zû ve kenê te nebihîstî kuro.“

„-Xangê, tirî di gewriya min de ma.“

„-Helal be, helal be.“

Mêrik got:“-Her bawer bike, ez di teviya jîna xwe ya hejariyê de wilo rût û bêçare nema bûm. Tew hişê min kar nekir. Min bang kir: “-Hey, tu kîyî here ji min re cilên min bîne, ewana li kenara çem in, piçekî bi jor ve. Qawîn li te helal be, hema ez tazî me, wilo nabe.”

“-Bersiv?”

“-Bersiv xumxuma avê bû. Min baş guhên xwe xebitandin, di nêv wîçewîça çivîk û çirtan re, pir ji dûr ve hêlehêla zarok û keraşiyan dihat, û piçekî nêztir şirpeşirpa ava kaniyekê bû, ku ji zinarekî bilind ve dirijiya ser teht û keviran.”

“-Te çi kir?”

“-Kuro ez çi bikim? Min xwe daqelazt û ez ji ser tehtê, herdu destên min di nav lingên min de, ber bi zinarekî bilind ve çûm, ku siya xwe avêti bû û di bin de ciyê rûniştina mirovan hebû. Ez kuxiyam. Min li dora xwe nêriya. Min dît şaleke sipî li ser tehtekî heye, ku ji bo zuwakirinê li ber royê rêxistiye. Min baş li siya zinarê nêriya, min kesek nedît.“

„-Qawîn ji bîr bû?“

„-Kuro çi qawîn û çi h’al? Bayekî honik wekî qmçeyeke sar li pişta min da. Min destekî xwe avêt wê şalê û min bi lez û bez di dor nava xwe re gerand, hema mifaya wê tune bû, ji ber ku tenik bû û diyar bû ku ya seriyê keçekê an jinekê bû. Ez bi siya zinarê de beziyam, û bi destekî min reşka xwe bi topkirina aliyekî şalê, di destekî xwe de, veşart. Ji paş min ve dengê afretekê hat. Ez di cîh de rûniştim. Çi bibînim? Jineke ciwan a pir çeleng, bi porekî reş ê bi ser hedu aliyên sîngê wê ve daketî, bi kirasekî tenikê, ku jin dibin cilan de li xwe dikin, sîng û berê wê ewqas balkêş, ku mêr li hemberê wê xaziyê daqurtînin, bi du çîpên dirêj û xort, bi du lêvên wekî guleke Cûrî, bi du çavin reş ên wekî behîvan dixuyin, ku di ser wan re du birhên wekî kevanan, û bi dîmekî sipî yê wekî yên di helbestan de têne rewştin.“

„-Wey, wey, wey…! Qey tu xewnekê ji min re dibêjî?“

„-Na…Ne xewn bû. Ew jineke ku taze seriyê xwe di çem de şuşti bû, û hîn av ji porê wê yê hêgin û dirêj dadirivî. Zimanê min lal bû. Teviya gerdonê di dora min re beziya û geriya. Xwedêyo! Gava kesek min wilo tazî bi va jina nenas re bibîne, wê çi bibêje? Wê destekî xwe ber bi min kir û got: „-Te şala min revandî.“

Paş kurtedemekê min gotê ku cilên min bo min pêwîst in, berî wê ez şala wê nadimê. Wê got ku cilên min û kilaşên min li bin zinarê ne, wê ji min re anîne. Ez mat mam û ez bi lez û bez çûm li wan bigerim. Di wê navê de, hate bîra min ku jinikê çavêd xwe tew ji min neguhartin. Min ji ber wê guman kir ku ew mirov pir sade ye an jî wê berê mêrên tazî dîtine. Ez ji cilên xwe ve nêz bûm, min bihîst ku ew dibêje: Min qawînê te şikand û da ber royê. Min cilên xwe, kurtikekî ku nîv kirasek bû û şewlerekî çiyayî kirin ber xwe, min lingêd xwe xistin kilaşan û min şala wê ber bi wê ve dirêj kir. Min lêborîna xwe jê xwest, ku min şala wê biri bû. Jinikê got:“-Ez wilo ji te nabim, divê tu şala min bişû.“ Min gotê ku ew rast dibêje, mafê wê li min e. Ez ber çem ve çûm ku bişûm, wê şal ji destê min kişand û da ber rûyê xwe, bihin kir û got ku ne pêwîstê şuştinê ye, lê bihinkirina wê ji şalê re bo min nameyeke nenas bû. Ez di cîh de rawestiyam. Jinikê got ku vaye qawîn li ser tehtekî ye, ku ketiye bin tehtekî dî yê mestir, tew mirov ji dûr ve nabîne. Em herdu li pey hev çûn û li ber qawînê di ortê re parçekirî rûniştin. Ez pirsîm, ka wê kêr ji ku anî û min yekser destê xwe avêt berîka şewlerê xwe da kêra xwe derxînim. Min dît ku wê ji berîka xwe derxist û ber bi min ve dirêj kir. Min pirs kir, ka ew ji zû ve li wir bû, wê gote min ku ew di goleke avê de bû, gava min cilêd xwe ji ber xwe kirîne. Hişê min tev li hev bû. Wê govd û reşka min jî dîtiye. Êdî ez bi tevayî tevizîm, hişê min ji ser hev çû, nema min dizanî çi bikim û çi bibêjim. Min kakilekî Qêwîn rakir û ber bi wê ve dirêj kir, wê ji destê min bir û xiste devê xwe. Min pirs kir, ka çima bi tena xwe li ber çem e, wê gote min ku xasûya wê jî piçekî li xarê ye, ewana koçer in, ji aliyê serxetê ne, hatîne ber avê ku hûr û mûr, cil û seriyên xwe jî bişûn. Li wir mîn û lexemên di sînorê de nînin, kesên reşebazariyê dikin ewana tev hilkirine û pawanên sînorê dizanin ku koçer herdem dadikevin ber çem, bere nadin wan, ji ber ku koçer gelek rûn, mast pênîr û goştê berx û karikên xwe didin wan. Ez pirsîm, ka mêrê wê li ku ye, wê gote min ku mêrê wê ji ber şerekî di navbera êlê de paş dewata wan bi heft mehan çêbûbû hate girtin, û wê pênc mehên dî jî di zindanê de, li bajêrekî di paş çiyayê Gewir de bimîne.“

Nasê min soliqeke dirêj cigara xwe kişand û pişt re got:„- Gava ez şivan bûm, ez pêrgî gelek keç û jinan dihatim, gava pezê xwe bo min dihanîn û gava dihatin wan bibin, li ber avdana pêz û kurrkirina hiriya miyan, dema bêriyê, hema min hîç jineke wilo bedew û çav tijî dilxwezî nedîti bû. Di seriyê min de jî babelîskên dilpijîniyê geriyan, Şeytanê min zora min bir û ew jin jî li bendê bû, ku ez destan bavêjime sîng û berê wê, wekî goşiyekî tiriyê bi şîroneyê dagirtî ku li heviya çinînê ye. Gote min ku wê ji zû ve li min temaşa kiri bû, ez çawa cilan ji ber xwe dikime û xwe davêjime nav avê, û çawa ez ji nav avê xwe davêjime ser tehtê û xwe li ber royê dirêj dikime. Ez nizanim çawa bû, destê wê giha yê min û birûsk di govdeyên me re beziyan, em herdu hatin bizdan û lerizîn. Em çavkûr bûn û guhkehr bûn. Min carekê dît ez li wê suwar bûme, ez govdê wê tazî dikim, şewlerê xwe ji xwe dişimitînim ber lingan û di çavlêdanekê de ez û wê bi hev re li gan ketin. Jineka ciwan a heft mehin bê mêr maye û mêrekî ku tew bi jinan re berê li gan neketiye. Wekî pêlên zireyê di rojeke bi bahoz de, em li hev ketin…Herku min li wê zordikir dilpijîniya wê bêtir dibû, û bi herdu destan bizava xwe dikir ku min hîn ji xwe nêztir bike, min bi xwe ve bizemirîne. Wekî koviyeke pir tîbûyî ku ji nişka ve bi ser avê hati bû… Paş ku kela dilên me dahat, û min xwe ji ser wê bi aliyekî ve avêt, pêjiniya pîrejinekê bi ber çavên min ket. Seriyê pîrejinekê di nav herdu tehtên zinarê re ji min ve xuya bû û dîsa winda bû. Dilê min giha ber teqînê. Ji xwe dilê min pir bilind lêdida û bihna min çikiya bû. Min şewlerê xwe bi jor ve hilda, û min xwe ji tehtê ve avêt aliyekî û min xwe di bin wê de veşart, nema min dizanî ez ku ve birevim an ez çi bikim. Ez tirsiyam…Ez gelek tirsiyam. Demek derbas bû, wekî hezar salî ji min ve xuya bû…hemî tişt di cîh de rawestiyan, çi deng nehat guhên min, û min tiştek li dora xwe ji rûyê wê pîrejina çavmezin, rûgilover û serî bi kofî pê ve nedît. Min yekser guman kir ku ew xasûwa wê jinê ye. Paş demekê ji wê tunebûna her tiştekî, berşêbûna her ramanekê û binvebûna her dengekî, min dengê wê pîrejinê bihîst, weku herikîna coyekî avê bi ser geyayên di kortekê de, wilo nerm û bi tewat. Wê digot:“-Kurê, te çi kir? Ma wilo dibe? Qey tu natirsî ew mêrê nenas te bi du canan bikî? Ezê çi bo mêrê te bibêjim, gava ew vegere? Qey tu nikanî xwe ragirî. Heft mehin mêrê te ne li mal e. Tenê heft meh…Mêrê min heft salan venegeriya, dîsa jî min wekî te nekir…Na…na…Tu jî wekî van xort û keçên vê demê herimîyî…Min bizaniya tu wilo bê tewatî, tu nikanî xwe ragirî, min tu ji kurê xwe re tew nedixwest…“

„-Pişt re?“

„-Hêdî-hêdî ewana ji wir bi dûr diketin, lê min tew dengê jina ciwan nebihîst, hema rûyê wê sorbûyî di bin sîng min de, heta roja mirinê wê ji bîra min neçe…Ew kî bû, navê wê çi bû, çi bi seriyê wê hat, bi du canan bû an ne, ez nizanim.“

„-Tu li we nepirsî?“

„- Min gelek bizavên xwe kirin, hema ez bi serneketim…Ez çend mehan, her hefteyekê, roja Çarşembê diçûm binê wê zinarê, min koçerin dî didîtin, lê ne ew jin û ne jî xasûya wê…Cara dawî min ji lawekî ji lawêd wan pirs kir, ka çi bi seriyê wan girtiyên pevçûna nav êla koçeran hat. Gote min ku yek ji wan salekê di zindanê de li paş çiyayê Gewir ma, berî berdana wî bi rojekê dayîka wî çû ser dilovaniya Xwedê. Wî pezê xwe firot, jina xwe bi xwe re bir û berê xwe da bajêrekî, ku li ber zireya Sipî ya Navîn e, gelek dûr ji koçer û pevçûnên wan, ta ew careke dî nekeve nav şerên wan û dîsa neyê girtin.“

Mêrik çêroka xwe bi dengekî nerm ê bi êşê dagirtî bire serî, lê berî ku em tiştekî dî li ser wê bipeyivin, an ez pirseke dî ji wî bikim, xudanê malê di nerdewanê re hilkişiya hat û got:

„-Vaye pirtûka te ji min xwestî, birazî. Li min biborînin, ez dereng mam. Min nimêja xwe ya Yasînan di mizgeftê de kir.“

Pirtûkê ber bi min ve, berî danîşe, dirêj kir, û ji mêrikê ku xemgîn bûbû pirs kir:

„- Ma tu nexweşî bira?“

Mêrik bi hejandina seriyê xwe erê kir, ji cîh rabû û got:„-Li min biborînin, ez pir westiyame, ez herim rakevim.“

Xwediyê malê li min nêriya û got:„-Diyare tu jî westiyayî. Ezê bang li meta te bikim, bila cîhê te jî li vir amade bikin.“

Paş ku ewana herdu çûn, min pişta xwe da balifê û destên xwe li paş seriyê xwe bi hav davkirin û min li Pêwir û mêzînê, di kûraniya asîmanê de, li heyva zîvî, û pişt re li Leyl û Mecnûnê temaşa kir, û min nizanî bû ezê çawa dest bi nivîsîna wê çêrokê bikim.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s