Bêjeya dil (2)

Cankurd

November 17, 2010

Carekê nasekî min û peyayekî gubî ji Sûdanê keti bûn qirka hevdu. Nasê min ji wî re goti bû ku êdî gelê Kurd û reşikên Afrîqa neyarên hev in, ji ber ku wan serokê me yê qehreman bi xefk û davrêstineke qerêj girtin û dan destê neyarên me. Hîngê hêja Öcalan taze hati bû bindestkirin û revandin. Wî mirovî gotibû ku Afrîqa pir fireh e, tê de gelek netewe, ol û gel hene. Ma çi gunahê gelên wan heye, gava deselatdarên wan ên xûnî mirovekî wekî serokê kurdî ku xwe avêtiye bextê wan, ew bi xinizî girtine û dane destê neyarên kurdan?

Paş wa zelalkirina kin û kurt, merivê Sûdanîgoti bû:

“-Min pir li ser qehremaniya serokê we bihîstiye. Dibêjin ku ew di pêşiya pêşmergeyêd xwe de dadiket her pevçûneke xûnî, û bê tirs, bi wêrekî û mêranî sîngê xwe dida gulle û berrikan…û wilo bû heta ku bi dehan keç û jinên çeleng xwe ji bo davêtin nav agirî…”

Nasê min gotibû reşemerivê ku bi dilgermî li ser serokê Kurd ê qehreman dipeyivî:

“-Erê, we ye…we ye..!”

Paşê wî kesî goti bû:”-Apê min jî qehremanekî wilo bû, hema ew ne rêberekî mezin bû wekî serokê we yê hêja. Ew tew nezan bû û ji êla xwe ya koçer re, wekî gelek mêrên dî, şivantî dikir.Wî tiştek ji polîtîk û molîtîkê ji ser hev dernedixist. Gava gawirên biyanî avêtine ser niştê me, ew jî wekî welatparêzên dî, çavsor bûbû û nedizanî çi bike…”

“-Apê te çi qehremanî kir, keko?“

„-Li ba apê min tîrkevaneke hebû, ku ji bav û bavpîran de mabû. Wî pezê xwe di ber rêyekê diçêrand, ku carina leşkerê dagîrker bi cîban têre dihat û diçû. Apê min bi tîrkevana xwe ya kevnare tîrek avêt, ew bi lez firiya, çû li sîngê zabitekî Îngilîzan ket, ku di cîba xwe ya servekirî de rûnişti bû. Paş demekê apê min hat girtin û hildan bi xwe re birin bajêr. Li wir ji wî hat pirsîn, ka bo çi wî wilo kiri bû, kê ji wî xwesti bû tîr bavêje. Ji wî re jî hate gotin ku zabit nemirî ye…Lew re kêşe wê bi şêweyeke dî derbas bibe…Apê min ji xwe xeyidî, û gote mafdar û dadkaran;- Wey, çewa ew nemir. Mebesta min kuştina wî bû… Mafdarê wî jê re got ku eger ew li ser ya xwe bimîne, wê xwe bide tawanbarkirin û dibe ku li dawiyê wî darve bikin. Apê min got ku qey tîrkevana wî sist bûye, berê bi wê kerên hov, dêlgur û pezkovî jî kuştine, çewa ew zabit pê nehat kuştin. Apê min got ku ew peyva xwe naguhêre, çi dibe bila, gava mêrek karekî bike, û bizane ku ew kar karekî rast û dirist e, ji bo gelê wî ye, divê poşman nebe û di ber ya xwe de heta darvekirinê jî amade be. Kirin ne kirin, apê min îfada xwe neguhart û poşmaniya xwe ne anî zimên.”

Nasê min jê pirsiya bû:”-Çi bi seriyê apê te hat?”

Merivê gubî goti bû ku wî careke dî apê xwe nedît…Ew careke dî venegeriya nav êla xwe…Wilo got, xazî di gewriya wî de ma bû, dêmê wî zer bûbû…Li dawiyê ji nasê min re goti bû ku ewê pir bigirî gava neyarên Kurdan serokê me yê qehreman darve bikin.

 

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s