Bêjeya dil (1)

Cankurd

November 11, 2010

Hestiyên wî yên zerbûyî nîşana temenekî dirêj bûn. Ewirên sipî yên di asîmanê re wekî hêştirên westiyayî, bi rengê porê wî bûn. Çavêd wî yên wekî di kortên komir têde hatibû sotandin, êdî di bin ariya bê agir de winda bûbûn. Ew ji zû ve di rê de ye… Çend salin? Çend sed salin an çend hezar salin, ew bi xwe nizane…Ji ku ve tê, çi demê kete devê rê, navê wî çiye, tew nema tê bîra wî… Niha jî wekî Bûdiyekî kirasçirî û çovê di destê wî de wekî wî jar û piştxar bûye, giha ber dîwarekî bilind û qaling, ku ji surha Çînê dirêjtir e, bi rojava û rojhilat vediçe û di dûriyê de winda dibe…Serî û dawî naxuyin û kesek nikane wan bibîne, ne bi çavan û ne bi dûrbînan…

Êdî dawiya rêya wî ye, teviya jiyana xwe di rê de bû, pêrgî gelek asteng û tengiyan hat, pir zivistan û havîn, pir payîz û behar derbas kirin…Rojên germê, şevên seqemê, tolî, berf û baran, di nav mij û dûmanê re, û carina tîna germeke bê wekanî dihêla ku bihna wî biçike, û tîrêjên royê li pişta wî diketin, wekî tîrên di şergehê de, di pişta hespekî rewan de, vediniştin…

Erê, wan demên tehl û tirş, yek û yek di ser re çûn, an jî ew di nav re çû, lê rêgirtê tev mezin, mestrîn astengî ev dîwarê ji berd û kevirên reş e, di va deşta bê dawî de, ne burceke wî ya li ser dekan heye, ku di ser wê re gavbike û xwe bavêje aliyê dî û ne jî nerdewaneke wî ya bilind heye, ku têre hilkişe ser surhê…

Di çavlêdanekê de xwe dît, ku ew bûye çekdarekî ji çekdarên Selahdîn, û xwe ji burceke wilo ve avêt ser surha Qudsa pîroz, û berken bû, hema lêvên wî yên ji tîhna û ji pîrbûnê zirav û jar bûne êşiyan…Ew berken bû, ji ber ku dizanî ew xewn û hîvî bû…Tew hêz û kanîna wî ji ceng û pevçûnan re nemaye, tew dema wî jî bo rojeke wilo ya bi rûmet nîne…Lê ji wî hatiye xwestin ku derbas bibe aliyê dî yê dîwarî…Dîwarê bê dergahek, bê taqek, û bê ku çareyek dî jê re hebe, bi şêweyekî an bi teherekî kevirên girs û giran ji ser hev bavêje, an di wan re hilkişe jor, da bibîne çi li aliyê dî li hîviya wî ye, kî çavrêya wî dike, kî li bendê ye, ku ew jî zincîra koletiyê bavêje histoyê wî, paş ewqas rengên koletiyê di jîna wî de li vî alî.

Paş ku demekê li dîwarê bêdengiyê temaşa kir, dizanî ku dîwar wê çi bersivan nede wî, gawa ew pirsan jê bike, û bê wate bû ku ew guhên xwe bide ser wan kevirên qaling û kehr, da hîviya bihîstina dengekî ji dengan bike…Dem diçû, siyên dar û hejên ku wekî govdeyê wî hişk bûbûn, dirêjtir bûn… Dawiya roja wî ya dawî bû…û jê hatibû xwestin ku bi windabûna rojê re, di paş çiyan de, ewên li ser milê wî yê çepê pozberiya dîwarî dikirin, derbas be aliyê dî…Di jîna xwe de tew sozên xwe nedixwarin,wê niha jî sozê xwe nexu,hema çawa?

Carina mirov binzor dibe, ku soz û peymanên xwe bişikîne, ji ber ku ew mirov e, ew carina lezdike û sozekê dide, lê pişt re li xwe hişyar dibe, ku ew tew nikane wî sozî bi cîh bîne…

Ya rast di vê hatinê de, ewe ku vîn û axaza wî bi xwe tune bû, ji wî hate xwestin ku ew dev ji niştê xwe, ji merivên xwe, ji pez û rezê xwe, ji mirîşk û segê xwe berde û teviya jîna xwe bibe rêwî, bibe koçer, bibe kesekî nenas û dûrwelat… histobariya wî ewe bû, ku rêya xwe bibe serî, ji tiştekî netirse û bi rêyeke dî de neçe, rewinda nebe…

Di va rêya dirêj de, ku carina xar û vîç bû, û carina wekî doxekê rast û dirist bû, herikên govdeyê wî neman, ne av, ne xûn, ne hêstirên çavan û gilêza devê wî…û ne jî avka mêraniya wî, tev miçiqîn û zuwa bûn, berşê û winda bûn…Ji wî re govdeyekî ku bi êş û keleman xawênkirî maye, wekî termekî ku di çaleke qerasê de bi hezaran sal mayî, reş û hişîn, zer û mor, wekî termê mişkekî genî…û canê wî, wekî çavkûrekî di binmaxeke tarî de, di şeveke bê heyv de, ji wan şevên zivistanê, tew tamzara jînê di devê wî de nehêlaye, ne ken, ne girî, ne hezkirin, ne jî nevîn… Carina dihizire ku canê wî ji govdeyê wî bazdaye, ew wekî kundirekî hindirê wî valakirî bûye, û ji xwe dipirse “Qey mêşek jî di kundirê wî de nake vingeving…”

Erê, ew hatibû binzorkirin, û veger jê re hatibû neykirin….Niha jî, gava destê xwe da ser berdên reşên dîwarî, ew niştê ku herji bîra wî hatibû hilkirin, ji nişka ve wekî kaniyeke avê di mejiyê wî de xulxulî…Li ku ye êdî ew nizane û ne jî dikane vegere…Hêstir di çavan de nema bûn, hema dilê wî yêpîr giriya…

Ü niha?

Paş ku gelek li dora xwe, li asîmanê bala û vala, li deşta bê kenar, û li çiyayên reş û dûr nêriya, tiştek baş nedît, ji ber ku bi wan çavên rohnî têde vemirtî wê çi baş bibîne…

Rûnişt, pişta xwe da kevirên piçekî germ bûne, li ber xwe, bi seriyê çov hinek gerînok, çarçiv û xêz, wekî fîlosofekî Girîkî, kişandin, xwest tiştekî hêja ku di rêya xwe de pêrgî wî hatiye bîne bîra xwe, hema mejiyê wî yê zuwabûyî kar nekir…

Hêdî-hêdî hate bîra wî ku carekê ew û yara xwe li bin siya dareke merxê rûniştin û ji xwe re pêşgaviyek danîn, bo civandina peyvên zimanê xwe…Wan bi navên gulan dest pêkirin, pişt re bi navên firindan û gava wî ji yara xwe pirs kir, ka çend parçe govdeyên mirov hene û çi herik ji govde derdikevin, bi hev re jimartin, ew keçik ji ber fedîbûna xwe ve, ku çi carekê hin ji wan nav û peyvan ji devê wê derneketi bûn, an jî giş nebihîsti bûn, ji cîh hilgavt û bazda, ji ba wî çû û nema careke dî hevdu di jînê de dîtin, bûn wekî stêrkên Ley û Mecnûn, bi milyonan sal ji hev bi dûr ketin…Dibe jî ew çi car dî rastî wê neyê…Bo çi wilo ji hev çûn, ta niha jî ew nizane, û wê di roja xweya dawî de, di dawiya rêya xwe de jî nizanibe…Jîn carina gelek zorbaz e…

Dawî ramanek hate bîra wî û biryara xwe da ku wê bi cîh bîne, ew jî çûyîna nav çiyan e… Ji xwe re hizirî û di ber xwe de kire pisepis, got:

“-Êdî ro diçe ava û çi care di destê min de nînin bo derbasbûna aliyê dî yê vê surhê, ezê berê xwe bidim çiyan, dibe ku ji serê çiyan ve ez bibînim çi li aliyê dî yê surhê heye…

Pişt re hate bîra wî ku çavêd wî yên jar wê ji dûr ve nikanibin tew tiştekî bibînin û hêz û kanîna wî bo hilkişîna serê çiyan tew nemaye…

Li wir çomik wekî sepetek ji şivên hişkên mêwan demekê rûniştî ma..Ro di paş çiyan de wind bû, û ji ber ku ew westiya bû, birçî û tî bû, jar û bê hêz bû, di cîh de seriyê wî daket, rihên ser çenga wî  li ser sîngê wî duta bûn, û wekî dixuya ew kete xewneke dirêj, dibe jî tew ne xewn bû, rewşeke dî bû, ku ew berê çi caran neketibûyê…dibe jî navê wê rewşê mirin be…Surha reş û bilind jî wekî bazekî basikfireh û mezin ji herdu aliyan ve ew di nav xwe hembêz kir, wekî dayîkekê ku dest û piyên xwe li dora kurekî xwe yê windabûyî gerandin, û baran wekî hêstirên çavên wê dayîkê bi ser wî hejarî de dilop bi dilop barîn…

Li bin dareke merxê ya pîbûyî, ku gelek dûr bû ji wê surhê û ji wî rêwî, jineke navsalî ya hîn rûgeş û çavrohn, mêşeng û lêvsor, di h’êlikeke ji ermoşê hûnandî de, xwe h’êldikir û di destê wê de defterek û pênivîsekî qurşînî hebûn, ji xwe re hûrik-hûrik hinde peyvin zimanî dinivîsandin, carina seriyê xwe radikir, li vî alî û li wî alî dinêrî, keser dikişandin, di çavan de hêstir dicivîn…Wekî ew li hêviya hatina kesekî bû, çavrêya mirovek hezkirî dikir…

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s