Di ware nêrînên Seyêd Qutub de li ser kok û rêgahên rexneya wêjeyî

Cankurd,  10 / Juni / 2010

Li ser nivîskarê pirtûkê kurtegotinek:

Seyêd Qutub, kurê Îbrahîm Şazlî ye, roja 09.10.1906, li gundê Moşe, li herêma Esyûtê, ji dayîk bûye, û roja 29.08.1966 hatiye darvekirin. Gava biryara darvekirina wî gihaye guhên wî, gotiye:”Berxwedarî ji Xwedê re. Vaye 15 salin ez ji Şehadetê re dixebitim.”

Jîna Seyêd Qutub keftleft û geryan bû, Ew pir bi mamosteyê navbilind û mîrê hoşmendiyê Ebbas Mehmûd Ele’qqad hukar bûbû, û di destpêka jîna xwe ya siyasî de, ramanên partiya Elwefid ketibûn seriyê wî.  Ebbas Mehmûd Ele’qqad di pirtûkeke xwe de dibêje ku wî ji bavê xwe pirs kiriye, bo çi telikê seriyê wê kesk e, bavê wî gotiye ku ewana ji xelkê Diyarbekirê ne, û lew re telikê wî wilo ye.

Xebata Seyêd Qutub bo zelalkirina ola Îslamê, di teviya cîhana îslamî de, bi nav û deng e. Ew demekê li Amerîka mabû, û pişt re gava vegeriyaye Misirê, ketiye nav refên “Birayên Musilman” û bi ser Selefiyê de çûye.

Wî pirtûkin pir nasyar nivîsandine, ji wan jî “Di siyên Quranê” de, ku yek ji baştirîn pirtûkên şirovekirina Îslamê û Quranê ye. Pirtûka dî “Nîşanin di rê de”, ku tê de kurt û kin gelek mijarin olî yên giran zelal dike, û pirtûka sêyemîn, a ku di nav heme pirtûkên wî de pir navdar e ”Paşeroj bo vê olê ye”. Van hersê berhemên wî yên olî hatîne wergerandin bo hinek zimanên dî jî.

Seyêd Qutub, wekî zanayekî Îslamê hatiye nasîn, hema pirtûkên wî yên wêjevanî jî gelek in, ji wan jî romaneke bi navê “Histirî”, “Wênekêşiya hunerî di Quranê de”, “Rexneya torevanî – kok û rêgahên wê”, “Bajarê sihirkirî”, ku çêrokeke efsaneyî ye,”Erka hozanvan” û hinekên dî…

Di warê rojnamevaniyê de jî, Seyêd Qutub xudan gelek berheman e, wekî „Ma em Şareza ne?“, „Histobariya huner û rojnamevaniyê“, bi ser de jî gelek helbestên wî yên balkêş û delal jî hene, û komeke mezin ji gotarên siyasî û wêjevanî û olî.

Ji ber pevçûnên siyasî yên di navbera netewparêzên ereb û “Birayên Musilman” de, ku hîngê deselatdariya Misirê di destê Cemal Ebd Elnasêr de bû, û Seyêd Qutub êdî ne kêmtir ji wî di cîhanê de hatibû naskirin, ew hate girtin û darvekirin, û bi darvekirina wî re ziyaneke mezin giha ola Îslamê û giha wêjevaniya erebî jî.

Di seriyê pirtûka Rexneya wêjeyî de, ku bi tevayî 265 rûpel in, û çapên (6, 7 û 8ê) di navbera 1990 û 2003 Zayînî de, ji aliyê “Darul Şirûq” ve hatîne çapkirin, ew pirtûkê diyarî ruh’ê Îmam Ebdulqahêr dike, ku wî wekî yekemîn kesê ereb dibîne, yê ku rexneya torevanî li ser bingeheke zanyarî daniye. Wekî em guman dikin, mebesta wî Şêx Ebdulqahêr ê Curcanî ye. Ew jî ji Curcanê ye, ku dikeve bakurê rojhilatê Îranê. Dibe jî ew Îmam û rexnevanê wêjevanî tew ne Ereb e.

Ji ber ku pirtûk li ser rexnekirina wêjevaniya erebî ye, ew dikeve nav hinek zeviyên erebî yên taybet, lew re min dît ku wergerandineke bêjeyî wê wateya me ji ber çavan winda bike. Bo vê yekê min wilo pirtûk da ber wergerandinê, ku ez wateya wê, mijarêd wêyên serekîn û nêrînên Seyêd Qutub bînim ber rohniyê, da rexnevanê Kurd mifayekê jê bigire, bê ku derbas be nav wan zeviyên, ku bo wî dûr û pêdiviyê gelek şirovekirinê ne. Ji ber vê yekê jî min mijarêd pirtûkê dane “Kurdîkirin” bê wergerandineke bêjeyî ya sedased.

Di destpêka pirtûkê de, Seyêd Qutub li ser naveroka wê radiweste, û dibêje ku ji bo bêlîkirina “histobariya rexneya wêjevanî û aramanca wê”, wî van mijar dane ber lêkolînê:

-Piştrastkirina karê wêjevanî ji aliyê hunerî ve.

-Xuyakirina nirxê wê yê mijareyî.

-Bihayê wê yê dabirrînî û hesteyî.

-Bicihkirina ciyê wê di xêza rêveçûna wêjeyê de.

-Perwazkirina ewê bi zimanê xwe li kelepora wêjevanî û li cîhana wêjevanî bêtir kiriye.

-Pîvana ta çi pileyê ew bi dorjîna xwe hukar bûye.

-Wênekêşiya dîmenên xudanê wê û taybetiyên wî yên hesteyî û derbirrînî.

-Servedana kiryarên nefsî û yên derveyî, ku hevparin di pêdakirina wî de.

Seyêd Qutub dibêje ku li ser pişta van kokan, mirov dikane helwêsta xwe li hember “rexneyê”, çi ya taze û çi ya Kevin, bide diyarkirin an jî avabike, hema rêgahin naskirî bo rexneya wêjevanî nînin, tiştên di destên me de “îctîhad” in, dibe ku di cîh de bin an jî çewt bin. Ew dibîne ku hinek lêkolînên rexneyî yên rahênanî “Tetbîqî” hene, hema ewan nabin kok û rêgahin bo heme karê rexneya wêjevanî.

Karê wêjevanî li ba Seyêd Qutub mijara rexneya wêjevanî ye. Peyivîn li ser karê wêjevanî sergotineke sirûştî ye bo axiftinê li ser rexneya wêjevanî. Lew re ew tiştên di pêşgotina xwe de anîne zimên li derveyê mijarê nabîne. Belku ew mijar bi xwe ye. Ji ber wê yekê jî perwazkirina wateya karê wêjevanî, armanca wî karî, nirxê wî yê hestkirinî, û derbirrînî, bi ser ve jî peyivîn li ser pêkarên “acetên” wî, û şêweyên bi cîh anîna wî karî, û hunerêd wî, evana giş “Rexneya wêjevanî”yin di taybettirîn tratên “qadên” wê de.

Seyêd Qutub pirsekê davêje ortê û bi xwe jî bersîva wê dide:

“-Karê wêjevanî çiye?”

Bersîv: “- Ew derbirrîna serpêkeke ‘tecrubeyeke’ hesteyî ye, di wêneyekî pêragiyandinî de.

Ew dibêje ku nasdan –û bi taybet di wêjevaniyê de- nikanin heme taybetiyên nasber bidin nasîn, û nagihin pileya “nasdana rastegişkî”, lew re ew hîvî dike, ku ev nasdariya wî aniye zimên bo nasdana karê torevanî bibe nîşandariyeke heme taybetiyên hevpar ên di giş hunerên wêjevaniyê de, ji ber ku peyva “Derbirrîn” ji me re sirûşta kar û babetê wî diwêneyîne, “Serpêka hestkirinî” jî ji me re maye û keresteya “madeya” kar û mijara wî didin xuyakirin, û “Wêneyê pêragiyandinî” merc û armanca wî perwazdike.

Li ba Seyêd Qutub “Serpêka hesteyî” ew tuxm û regeze, yê ku derbirrînê pêda dike, hema ew bi xwe ne “Karê wêjevanî” ye, ji ber ku ew keresteyeke “madeyeke” veşartiye di hinava mirovî de, bi terzekî lêvkirinî yê nasber xuya nabe, ew hest û xuşûş e an coşeke, bi wê hebûna “Karê wêjevanî” pêda nabe.

“Derbirrîn” ji aliyê zimanî ve, her wêneyekî lêvkirinî yê xudan nîşandarî be, hema bê “Serpêkeke hesteyî” ya taybet nabe karekî wêjevanî. Hinek jî dibînin, ku her derbirrîneke ciwan – ta li ser rastiyên zanînan be jî- dikeve nav warê “Wêjevaniyê – Edebiyatê”. Di vir de hinde navên zanayên rexnegir di binxêzkê de tîne zimên.

Seyêd Qutub di wê baweriyê de ye, ku armanca karê wêjevanî ne dayîna rastiyên hişî ye, ne kêşeyên felsefî ye, ne jî jê tê xwestin, ku hinek armancin dî pêda bike, ewên ku wî karî di çarçiv û qalibêd wan de dihêle an girêdide…Ne histobariya karê wêjevanî ye, ku ji me re li ser pevçûna çîn û tertên civakî, an jî li ser hilgavtinên çêkirinî bipeyive, û ne jî xutbeyên azarmend li ser  başiyê û nebaşiyê bide me, ne jî li ser têkoşîna ramanî û civakî di wêneyekî taybet ê ji wan wêneyên yekdemî yên zû derbas dibin. Tenha gava van mijar dibin „Serpêkeke hesteyî“ ya taybet ji wêjevan re, ew di hinava xwe de bi wê dihese û dihoşe, û wê bi şêweyekî pêragiyandinî „weh’yî“ yê bi hukarî û coş derdibirrîne. Hema naye wê wateyê, ku armanca karê wêjevanî tew nîne. Di rastîniyê de, ew bi xwe armanceke di xwe de ye, an ew bi xwe armanc e, ji ber ku gava ew pêda dibe, ew rengekî ji rengên livîna hesteyî bi dest dixîne, armancê bi xwe re pêda dike, eve jî bi xwe armanc û taybetiyeke mirovî û jînî ye, bi terzekî bê navber, hinek avahiyên dî yên mestir û mayîtir pêda dike.

[Ev mijar digude…]

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s