Gava em vegerin niştiman- Abdurazzaq Al-Rubeyî‘- Masqat

Wergerandin ji Erebî: Cankurd

Gava tu vedigerî niştiman

Berê xwe nede

malan

û bajaran

û baxan…

Rûyê xwe bide goristanê

Li wir,

li wir…

Hûnê gelekan bibînin

Ewên dixwazin we bibînin

tevî ku ji bin axa

bîranan ve ew daxwaz tê…

Gava tu vedigerî niştiman

û bîrêkirin te bajo

dibistana yekemîn…

Li geşta xwe ya dibistanî negere

Ewa ku demê ji te dixu

û li coberka lêdan û zorbaziyê

li şewlerê xwe

yê bi nexşeyên hejariyê perçemkirî

negere…

Lê belê, biçe her qişleyeke leşkerî

Tuyê xûna zarotiya xwe bibînî,

ku di bin zincîrên tangan de

bi xêza pehn

hatiye nivîsandin…

Gava tu vedigerî niştiman

û tu bîra hogirên xortaniyê dikî

Di tengekolanên tirşbûyî de

li wan negere

Ne jî di meyxaneyên gunahan de

Lê belê li pey rêçên wan biçe

di nexşeyên mişextgehên pêvexistî

bi maseyên Qiyametê ve…

Gava tu vedigerî niştiman

Çi gulan bo ewê çavrêya te dike hilnegire

Di nêv dûmanê sotînan de

Di bin heriftiyên roja bê de

Çiku gul bi ber bahozên davkirî dikevin

Dibe jî bo warekî ji termên xwe re bibînin

Li ser dilopeke xûnê, ku hildikişe

pencereyên plastîkî

li ber teqîna nêzîktirîn mîn „teqînok“…a…

ku wê bi buhçikeke Emerîkî re parve dike

…û bi „Ellahûekber“ re…

û buhçik difilite…

Gava tu vedigerî niştiman

û tu dixwazî bi xwe re bipeyivî

di çayxanê de bi wê re tew nepeyive

çiku ên rûpêçayî bihna bîranînan dikin

di bin neynûkan de…

Lew re bizava xwe bike

bi arezoya „nefsa“ xwe re

bi rêya „Internet“ bipeyive…

Gava tu vedigerî niştiman

Bi giş govdeyê xwe venegere

Da ku pêleke reş wî nerevîne

Lê belê bila canê „ruhê“ te

bi tenê xwe biçe wir…

da tu wî ta herheyînê ji dest nedî…

di niştekî de

ku dixwast rizgar bibe…

…û xwestin ji wî belgeya mirinê binivîsin.

Advertisements

Leave a Reply

Fill in your details below or click an icon to log in:

WordPress.com Logo

You are commenting using your WordPress.com account. Log Out / Change )

Twitter picture

You are commenting using your Twitter account. Log Out / Change )

Facebook photo

You are commenting using your Facebook account. Log Out / Change )

Google+ photo

You are commenting using your Google+ account. Log Out / Change )

Connecting to %s